Pirtûka ‘Kurdistan û Sînor’

 
 
 
Pirtûka Eslîxan Yildirim ya bi navê ‘Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor 1’ ji weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê hate weþandin.



Pirtûka Eslîxan Yildirim ya bi navê ‘Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor 1’ ji weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê hate weþandin. Di pirtûkê de perçebûna Kurdistanê û hêmaya sînorbûnê hatiye rawestandin û her wiha nivîskar balê dikiþîne di jêrhiþê kurdan de sosreta sînoran.
Dîroka parçebûna welatê kurdan ji aliyê Eslîxan Yildirim ve bi formeke nûjen hatiye nivîsîn. Feylesofê yewnanî Sokrates di diyalogên xwe de li ser dîrokê wiha dibêje; ‘Mirovên ku bi dîroka xwe ya 3 hezar salî nizanibe, ew mirov rojane dijî’. An jî tespîtên Îbnî Haldûnê Libnanî erdnîgarî ku çawa li ser derûniya mirov bandor dike di pirtûka Yildirim de berbiçav xwe dide hîskirin. Di pirtûka Yildirim de ji împaratoriya yekemîn heta parçekirina welatê kurdan, ji rewþa hilweþîna mîrekiyên kurdan heta Peymana Neteweyî (Mîsaqi Mîllî), ji Peymana Sewrê heta peymana têkçûyîna kurdan a li Lozanê mijarên gelek girîng di nav de hatine hewandin. Pirtûk ji 280 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de li ser têgina ‘sînor’ û bandora wê ya li binhiþa kurdan hatiye sekinîn. Sînor ango parçebûna neteweyek û welatek di pirtûkê de hatiye ravekirin.          
Nivîskar li ser gelek çavkaniyên cihê cihê hûr bûye, ji hev piþkavtiye û dawiyê vê pirtûkê  diyarî pirtûkxaneya kurdî kiriye. Pirtûk di warê ziman de xweþ hatiye honandin. Ev yek jî xwendinê hêsantir û bi çêjtir dike.  Di pirtûkê de nexþe, mînyatur, wêne bi mijarê ve girêdayî hatine dayîn. Yildirim bi vê berhema xwe li ser berhemên kalikê xwe,  dîrokzanên kurd Îbnul Erzaqê Fariqî û Mîr Þerefxanê Bedlîsî, berhemek zêde kiriye.
Nivîskar Eslîxan Yildirim, ku ji aliyê kurdî xwînêran bi xebatên xwe yên li Enstîtuyên Kurdî li ser folklora kurdî ve xebat dimeþîne tê nasîn. Xebatên wê yên hatine çapkirin ev in; ji weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Kaniyek ji Mezopotamyayê Nisêbîn, Nisêbîn Þahida Dîrokê û ji Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Herdemciwanê û 5 çîrokên zarokan hatine çapkirin

jêder:http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=3210

Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Dr. Sýtký Göral Cad. Kalem Sk. No:32/4 Huzurevleri
Kayapýnar/Diyarbakýr
enstituamed@hotmail.com
Tlf&Faks: 0 412 237 43 16

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org