|
Komeleya Nivîskarên Kurd
Di
vê roja navneteweyî, roja zimanê zikmakî de, ku li sarenserê cîhanê
li tevî UNESCO’yê her kom, her dewlet, her netew wê wekî roja cejna
zimanê xwe pêþwazî dike û bi çalakiyên cihêreng yad û pîroz dike
de; gelê kurd, gelê mîratxurê 33 þaristiyên li ser axa Mezopotamyayê
þop û dewsên xwe hiþtî; di nava sînorê Tirkiyeyê de, li Îran û li
Sûriyeyê hê jî ji vî mafê xwe yê ku nebe nabe, mafê rewa û sirûþtî;
ji perwerdeya bi zimanê zikmakî bêsûd û bêpahr e. Ev
bêpahrî diyar e, ku encama serencama polîtika û siyaseta biþavtker a ku
80 sal in bi destê dewletê bi
hiþmendiya ‘ yek ziman, yek netew, yek al’ tê mêþandin e. Di
gel feraset û siyaseta mandelker, û li gel siyaseta qirker û tuneker a
dewletê; gelé kurd ji dem û serdemên herî teng û tarî, ziman û çand
û wêjeya xwe ya devkî û nivîskî parast, pêþ xist û gihande îro. Di
vê roja eyan, di vê roja ku her roj ji 6000 zimanên heyî zimanek wenda
dibe de, Komeleya Nivîskarên Kurd bangî rêveber û rayedarên dewletan
dike, ko di zûtirîn demê de, wekî dewletên hemdemî
tevbigerin; ji dibistana seretayî heta bigihe zanîngehê mafê
perwerdeya bi zimanê kurdî bixin bin nîrê zagonî û vî mafê bingehîn
é þerté bi hev re jiyînê, di makazagonê de cîbicî bikin. Li
hêla din, Komeleya Nivîskarên Kurd bang li serwerên siyasî û civakî,
û kesayetên navdar ên kurd,
û sazî û dezgehên siyasî-civakî
dike, ku zimanê kurdî di her qadê de bikar bînin, lê xwedî derkevin,
dara jiyînê bi qelemé zimané kurdî
bitahmînin… Em
dibêjin jiyan bi kurdî xweþ e! Em
dibêjin ken bi kurdî xweþ e! Em
dibêjin her mirov bi zimanê dayika xwe
rûgeþ e! 20.02.2010 Komeleya
Nivîskarén Kurd,
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org