Bersiva rexneyên ku li Beþîkçî dibin

 

 

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî:  Roþan Lezgîn

 

 

Rexneya azad, þertekî gelek girîng ê pêþdeçûna zanistê, pêþdeçûna fikirîna zanistîyê û binecihbûna demokrasîyê ye. Heta ku rexneya azad nîn be, azadîya ramanê nîn be, ne mumkin e ku þêwaza zanistîyê pêþde biçe. Hetta ku, bêyî azadîya ramanê, bêyî ku azadîya ramanê wekî sazîyekê rûne, divê meriv bibêje ku zanistîyên sosyalî (sosyal bilimler) jî ne mumkin in.
 
Bona ku fikrek an dîtinek bibe zanistî, divê ew fikr bo rayagiþtî were eþekerakirin. Dîtin û fikrên ku bo rayagiþtî nehatine eþkerakirin, zanistî nîn in. Çunkî, ji ber ku bo rayagiþtî nehatine eþkerakirin, lewre di parzûna (sefoka) rexneyê re jî derbas nebûne. Çi dema ku fikr û dîtinên ku bo rayagiþtî bêne eþekerakirin, hingê ev tê vê wateyê, kesên ku bixwazin, dikanin wan rexne bikin.
 
Kengî faydeya rexneyê çêdibe? Em bibêjin ku, tu bi rêya nivîs, kitêb an jî axaftinê fikrê xwe beyan dikî. Kesê ku te rexne dike, ger fikrê te baþ têgihîþtîye, ji nivîs, kitêb an ji axaftina te hinde beþ neql dike û hewl dide xwe daku fikr û dîtinên te rexne bike, hingê ev dibe rexneyeka gelek sûdbexþ, rexne ev e. Faydeyeka gelek mezin a viya, hem bo kesê ku tê rexnekirin û hem jî bo jîyana ramyarîyê heye. Lêbelê ger nivîs, dîtin û fikrê we bi qasî ku têrê bike nehatibin têgihîþtin, ger ji dîtin û fikrê we neqilkirin çênebûbin û nehatibin rexnekirin, tenê ji întîbayek ku ji tevahîya nivîsê hasil dibe, hûn rabin rewþeka reaksîyonel îfade bikin, hingê tu faydeyeka vê helwêstê nîn e. Tu faydeyeka vê yekê ji kesê ku tê rexnekirin re jî, ji jîyana ramyarîyê re jî çênabe. Nivîsên bi vî tewirî jî, jixwe, ne rexne ne. Tu wateyeka wê nîn e ku meriv rabe bersiv jî bide nivîs û gazindên wisa. Ji vê prosesê tiþtek dernayê.
 
Li salên 1990î, nivîsên ku behsa asîmîlekirina kurdan dikirin, dihatin nivîsîn. Ji ber van nivîsan tehqîqat û doz dihatin vekirin. Dozgerên komarê doznameyên di þeklê “polîtîkayeka me ya wekî asîmîlasyonê nîn e, meznûn bi behskirina kurdî û kurdan sûc dike” dinivîsî. Me jî di parêznameyên xwe de cih dida gelek belgeyên ku asîmîlasyonê nîþan didin, em dilebitîn ku gelek bûyeran qal bikin… Di dawîya rûniþtinan de biryara mehkûmkirinê derdiket. Di biryara mehkumkirinê de hîç bala xwe nedidan parêznameyên me yên ku xwe dispêrin dîyarde û belgeyan, digotin “polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê nîn e, em gihane wê qenaetê ku meznûn bi behskirina kurdî û kurdan sûc kirîye”. Ev helwêsta hanê çi nîþan dide? Viya nîþan dide, parêznameyên ku xwe dispêrin dîyarde û belgeyan na, îddîayên ku xwe dispêrin pêþdarazîyan dîyarker in. Ev biryara mehkumkirinê dihat temyîzkirin. Di serlêdana temyîzê de kirinên asîmîlasyonîst bi þêweyekî hîn berfirehtir dihatin nîþandan. Digel viya, dadgeha temyîzê jî bala xwe nedida ser parêznameyên ku xwe dispêrin dîyarde û belgeyan, biryara bi pêþdarazî ya dadgeha hukmê dihate tesdîqkirin.
 
Beþek ji rexneyên ku li Beþîkçî dibin wisa ne. Behsa nivîsên Beþîkçî nayê kirin. Reaksîyon tê nîþandan ku çima helwêst û fikrên Abdullah Ocalanî têne rexnekirin. “Ewqas mîlyon meriv li pey Ocalanî ne… Pêþengekî wisa çawa tê rexnekirin?” û hwd.
 
Hindek pirsên Salih Agir Qoserî hene. Divê em bala xwe bidin ser wan. Tê gotin ku, kurdên dîyasporayê dikanin çi bikin? Li vir, ez ne di wê qenaetê de me ku terma dîyasporayê rast tê bikaranîn. Bona ku meriv behsa dîyasporayê bike, divê rêxistinek hebe ku tevayî kurdên li derveyê welêt bigre nava xwe. Rêxistineka wisa ya kurdan nîn e. Her rêxistinek bi terefdarên xwe re eleqedar dibe. Dîyaspora, ji derveyî hemî rêxistinên kurdan, hebûna rêxistinekê ku tevayî kurdan digre nava xwe, pêwîst dike.
 
Kurdên li derveyî welêt, li welatên ku têde dimînin, divê bi çapemenî, unîversîte, rêxistinên civaka sivîl, dezgeyên mafên merivan, rêxistinên karker û kermendan re di nav peywendîyan de bin, divê prosesa xurtkirina van peywendîyan pêþde biçe. Bo van dorûberan behskirina pirsa kurdî, girîng e. Tercîh ev e ku pirsa kurdî bi zimanê wî welatî bête behskirin. Ger pêwîstî bi wergerandinê hebe, divê ji zimanê kurdî bo zimanê wî welatî bête wergerandin. Ger kurdek li welatê ku têde dimîne, rabe bi zimanê tirkî pirsa kurdî bo berpirsîyarek ji berpirsîyarên wî welatî qiset bike, hingê ev nabe rêyeka tendurist. Dibe ku hûn pêrgî reaksîyoneka mîna “Ji ber ku li welatê we tada heye hûn bi zimanê xwe naaxifin, hûn nikanin biaxifin, ma li vir jî polîsên tirk hene?” bibin. Di rewþeka wisa de, ger li we guhdarî bikin jî, ez ne di wê qenaetê de me ku hûn ciddî bêne dîtin. 
 
Pêwîstî pê dibînim ku derheqê vê mijarê de behsa bûyerekê bikim. Salên 1985-1988, li Bulgarîstanê polîtîkayeka dewletê ya mîna guhertina navên tirkan bi navên bulgarî hebû. Yên ku navên bulgarî li xwe nedikirin, bi tadayê re rûbirû diman. Behsa kampa Beleneyê dikirin. Yên ku guherandina navan qebul nedikir, yên ku nedixwest navên bulgarî li xwe bikin, ew diþandin kampa Beleneyê. Li wir tada û zilm hebûye. Li wan salan yên ku nedixwestin navên bulgarî li xwe bikin, bi komelî koçberî Tirkîyê dibûn. Ji 500 hezarî zêdetir merivên tirk wekî koçber hatin Tirkîyê. Yên ku hatin, ji çapemenîyê re behs dikirin ku, bona ku navên bulgarî li xwe nekirine, bê hela çawa zilm dîtine. Êvarekê, di televîzyonê de kesekî ku li Bulgarîstanê rojnamegerî kiribû, behsa yên ku navên Bulgarî qebul nekirine bê hela çawa zilm dîtine dikir. Derheqê tada û îþkeceyan de diaxifî. Lê bi bulgarî diaxifî. Li jûra hepsê em bi qasî 30 kesî bûn. Dema ku me di televîzyonê de temaþeyê nûçeyan dikir, em qelebalix dibûn. Di her jûrê (qawuþê) de televîzyon nîn bû. Wê demê ez li hepisxaneya bi tîpa taybet a Entabê bûm. Hevalan tu pûte bi vî tirkê ku bi bulgarî diaxifî nedan. Eleqe nîþanê axaftina wî jî nedan. Êvara din, bi tirkekî din re, ku ji ber eynî tadayan hatibû Tirkîyê, hevpeyvîn çêdibû. Ev kes bi tirkî diaxifî, lêbelê gelek bi zorê tirkî diaxifî. Tirkîyeka wî ya þikestî hebû. Lê bi rik û înad tirkî diaxifî. Ev helwêst gelek li xweþa hevalan çû. Hevalan bi baldarî guhdarîya vî koçberê Bulgarîstanê kir, bi ciddîyet bala xwe dan ser gotinên wî. Kurdên li derveyî welêt jî, ne mîna ku li Diyarbekir an li Îstanbulê bin, ne ku di nav heval û gettoyên xwe de, divê piçek jî li welatên ku têde ne li nav merivên wî welatî bin, hertim bi wan merivan re hevdîtinan çêbikin.
 
Li ber pirsa “kurdên li derveyî welêt dikanin çi bikin?” pirseka wekî “bila Partîya Civaka Demokratîk çi bike?” jî heye. Nêzîkî du mîlyonan, bi ser du mîlyonan re rayên Partîya Civaka Demokratîk hene. Meriv dikane viya wekî beyankirina îradeyê jî binirxîne. Divê PCD (DTP) bi xwe viya temsîl bike. Ev helwêsteka þaþ e ku partîyeka sîyasî viya teslîmê yekî ku di hepsê de ye, kesekî ku di bin kontroleka gelek hiþk a dewletê de ye, ango vê îradeyê teslîmê lîderê PKK Abdullah Ocalanî bike.
 
Kêþeya sosyalî çi ye? Çi dema ku pêþdeçûna jîyana sosyalî ji rêya xwe ya xwezayî (tebîî) avarê bibe, tiþtê ku diviyabû bibe, tiþtê xwezayî çênebe, hingê kêþeya sosyalî rû dide. Dema ku dibêjin pirsa kurd jî, bi raya min, ev tê fêmkirin: Tiþtê ku bona gelên din, wekî mînak, bona ereb, fars, tirk, rûs, alman, îngilîz, îspanyol û hwd. xwezayî ye, normal e, þêweya jîyanê ku divê bûbûya, kurd ne xwedîyê wê ne. Ev maf bo kurdan hatine qedexekirin. Ev mafên xwezayî yên kurdan hatine xesbkirin. Ev, kêþeyek e. Ev, pirseka wisa ye ku di naveroka wê de layên sosyalî û sîyasî hene. Dewlet bona ku pirsê înkar bike û biveþêre, hinde polîtîkayên ku xwe dispêrin derewan jî diafirîne. Ev polîtîkayên hanê, ev kirin û derewên ku serê wan bi hinde derewên din tê nixumandin, wekî metodeka rêveberîyê bikaranîna derewan, her ku çûye pirsê girantir kirîye. Kêþeya sosyalî ev e. Pirs, bêguman kurd bi xwe nîn in. Ji ber ku dewletê pêþî li pêþdeçûna xwezayî, li pêþdeçûna normal girtîye, pêþîya tiþtê ku dê bûbûya xitimandîye, ji ber ku rêveçûna normal, ya xwezayî ji rêya xwe averê bûye, pirsgirêk çêbûye. Meriv dikane bi vî þêweyî bersiva pirsa Rohat Mîranî bide.
 
Li ser Ziya Gökalpî…
 
Divê meriv derheqê Ziya Gökalpî de behsa fikrê Abdullah Öcalanî jî bike. Lîderê PKK Öcalan dibêje, “Beþîkçî, Ziya Gökalpê kurdan e.” Ger di sê mijarên bingehîn de ev berawirdkirin bête vekolîn dê baþ be.
 
1. Ziya Gökalpî li sala 1908, hema di pey tevgera Jon-Tirk re li Diyarbekirê organên weþanê yên ku dîtinên Firqeya Îttîhad we Tereqqîyê belav dikin, damezrandin. Peyman, yek ji vana ye û bi tirkî-kurdî diweþe. Ziya Gökalp di sala 1910 de beþdarê kongreya Îttîhad we Teraqqîyê ya ku li Selanîkê hate organîzekirin bû û bo navenda giþtî (merkeza umûmî) ya firqeyê hate hilbijartin. Li salên 1910-1911 di nav nivîskarên kovara Genç Kalemler de cih girt. Ligel Alî Canîb Yöntem û Omer Seyfedînî derbareyê sadekirina tirkî de gotar nivîsîn. Ligel nivîskarên mîna Fuad Köprülü, Mehemed Emîn Yurdakul, Ehmed Hîkmet Müftüoðlu û Hebdullah Subhî Tanrýöverî, di pêþdeçûna ekola edebîyata neteweyî de xebitî. Li kovara Türk Yurdu ku ji alîyê Türkocaðý dihat weþandin û li Sîratî Mustaqîm, di rêya tirkbûn, muslumanbûn û rojavayîbûnê de fikr beyan kir. Digot, “Ez ji miletê tirk im, ez ji ummeta îslamê me, ez ji medenîyeta Rojavayê me.”
 
Ziya Gökalp (1876-1924) yek ji girîngtirîn kesayetên, elemanên Firqeya Îttîhad we Tereqqîyê bû. Ligel Dr. Nazim, ligel Dr. Behadîn Þakir, yek ji endamên girîng yê navenda giþtî bû. Îttîhad we Tereqqî, te divê li salên ku di muxalefetê de bû (1908-1913), te divê li salên ku di îqtîdarê de (1913-1918), dewlet bi xwe bû. Ziya Gökalp, ne ku tenê endamê dewleta xuyayî bû, ew endamekî girîng yê dewleta nexuyayî, dewleta îlaegal jî bû. Damezrandin û çalakîyên Teþkîlatî Mexsûsa bi fikr û hîsên Ziya Gökalpî re ji nêzîk de peywendîdar in.
 
Fikrekî mîna, li ser bingeha etnîsîya tirk ji nuh de organîzekirina dewleta Osmanî, yê Îttîhad we Tereqqîyê hebû. Dixwest sermayeyê bike neteweyî. Ev, yek ji fikrên bingehîn ên Ziya Gökalpî bû. Surgûna rom-pontusan, jenosayda ermenîyan, jenosayda asûrî-suryanîyan, polîtîka û kirinên wisa ne ku di vê çarçeweyê de hatin pesendkirin. Çawa ku þerê cîhanê yê yekem dest pêkir, tê zanîn ku bi sedhezaran rom, pontus surgûnê giravên Egeyê, surgûnê Yunanîstanê bûn. Di sala 1915 de qirkirina ermenîyan çêbû. Mubadele jî, proseseka wisa ye ku ji dawîya sala 1922 û vir de pêk hat. Dîsa, di vê çarçeweyê de asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê, asîmîlekirina qizilbaþan bo muslumantîyê hate rojevê. Baha Seîdê ku di dewra Îttîhad we Tereqqî de derbareyê elewî-bektaþîyan de lêkolîn dikir, tê zanîn ku ev kes ji alîyê Ziya Gökalpî ve hatibû wezîfedarkirin. Baha Seîd, daxistanîyekî endamê artêþê ye. Ji artêþê veqetîyaye û li gorî fikrên Îttîhad we Tereqqîyê lêkolîn kirine, di babeta elewîyan de xebitîyê.
 
Ziya Gökalp, ne ku tenê di dewra Îttîhad we Teerqqîyê de, di dewra komarê de jî gelek nêzîkî îqtîdarê bûye. Ziya Gökalp heta mirina xwe kesekî wisa ye ku gelek nêzîkî Mistefa Kemalî ye.
 
Ziya Gökalp berî sala 1908 ligel Xelîl Xeyalî bona zimanê kurdî li ser alfabeyê xebitîye. Nîhad Samî Baharlý (1907-1974) di Resimli Türk Edebiyatý Tarihi (Cilt II r. 1111, Milli Eðitim Bakanlýðý Yay. 1987) de bi teesuf behsa vê rewþê dike. Pisporê edebiyata tirkî Nîhad Saîm vê helwêsta Ziya Gökalpî bi bêîstîqrarîya derûnî þîrove dike: “Li gorî rîwayeteka þîfahî digel ku Gökalp heta çar-pênc ceddê xwe mensûbê malbateka tirk e, digot, ji ber buhrana derûnî, demekê bi qasî ku ez bona zimanê kurdî alfabeyekê amade bikim, ez ketibûm nav tevgereka þaþ.”
 
Ziya Gökalp piþtî ku beþdarî Îttîhad we Teraqqîyê dibe û þûn de, lêkolînên derbareyê zimanê kurdî de dide rawestandin. Hetta, Xelîl Xeyalî dema ku kopîyên xebata alfabeya kurdî ku demekê bi hev re amade kiribûn jê xwestîye, gotîye “winda bûye” û nadeye.
 
Di van þertan de, ango, çiqas bi wate ye ku meriv rabe þibandinek di navbera Beþîkçî û kesekî ku gelek nêzîkî îqtîdarê ye, bike? Em wisa bifikirin ku, li destpêka salên 1960î, ango ew dema ku bala Beþîkçî diçû ser van mijaran, hebûn û tunebûna kurdan dihat munaqeþekirin. Ev fikrekî bingehîn yê dewletê bû ku, digot, çi kesên ku di nav sînorên Komara Tirkîyê de ne, hemî tirk in, zimanek mîna zimanê kurdî tune. Yên ku behsa kurdî û kurdan bikirana rastê mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û cezaî dihatin.
 
2. Hinde problemên Ziya Gökalpî ligel nasnameya kurdî hene. Ziya Gökalp nabêje, miletek mîna kurd nîn e, her kes tirk e, zimanekî mîna kurdî tune û hwd. Feqet daxwaza wî ev e ku her kes bibe tirk. Dibêje, ger bibin tirk, dê faydeya kurdan têde hebe.
 
Xebateka Ziya Gökalpî ya bi sernavê Kürt Aþiretleri Hakkýnda Sosyolojik Tetkikler (Derbareyê Eþîretên Kurdan de Tetkîkên Sosyolojîkî) heye. Dr. Riza Nur vê xebatê siparîþ dike. Dr. Riza Nur wê demê wekîlê Sýhhat ve Ýçtimai Muavenetê (wezîrê Alîkarîya Tenduristî û Sosyalîyê) ye. Dr. Riza Nurê ku roja 21 berfanbar 1921, bo wezîrtîyê tê tayînkirin, ji Ziya Gökalpî dixwaze ku derheqê kurdan de lêkolînekê bike. Dr. Riza Nur sedemê xwestina lêkolînê wisa dide zanîn:
Dema ku ez wekîlê sihhîyeyê [wezîrê tenduristîyê] bûm, ji ber ku wê demê îskan jî aîdê vê wekaletê [wezaretê] bû, hingê min ji vê rewþê îstîfade kir, min bi Ziya Gökalpî kurd tetkîk kirin. Meqseda min ev bû ku ez malumatekê berhev bikim, piþtî ku bi awayekî îqtîsadî [ekonomîk] wezîyeta îlmî fêr bibim, hingê bona ku ji kurdan re bibêjim hûn tirk in, min ê teþkîlat [rêxistin] ava bikirana û ez ê biketama nav tevgerê. Min ji zû de dizanîbû, ev merivên ku ji xwe re dibêjin em kurd in, tirk in. Feqet divê me ev bi wan bida zanîn, ew li ber xistana. Tirk reben e. Haydî me li Misirê, li Cezayîrê bi sedhezaran tirk winda kirin, bûn ereb. Lêbelê Kurdistan hîn ji destê me derneketîye û welatê mader e. Bona ku bibin kurd, me tirk bêxwedî hiþtine. (Doðu Mecmuasý, Sayý 12, Ekim 1943, r. 14-15)
 
Dr. Riza Nur, bi vê mijarê re peywendîdar, li kitêba xwe ya bi navê Hayat ve Hatýratým jî vana dibêje:
“Meseleya kurdan min xemgîn dike. Tiþtek tune lê dê rojekê bo doza neteweyî rabin. Lazim e ev bêne temsîlkirin (asîmîlekirin). Min dest bi tetkîkatê kir. Min pare bo Ziya Gökalpê ku li Diyarbekirê dima þand û ehwalê cografî, lîsanî, qewmî û îçtîmaî yê kurdan da tetkîkkirin. Meqseda min, hîn ku ew dever nebûye Makedonya, ez meseleyê ji kokê de hel bikim.” (Hayat ve Hatýratým,  Cilt 3, Altýndað Yayýnevi, Ýstanbul 1968, r. 906)
 
Herwekî ku tê dîtin, amanca bingehîn a xebata siparîþkirî, bona asîmîlekirina kurdan pêkanîna zemîneka saxlem e. Ev rapora ku Ziya Gökalpî amade kiriye, çar nusxe hatine zêdekirin. Nusxeyekê dane serekê giþtî yê Firqeya Komara Gel û serekê komarê Mistefa Kemalî. Nusxeya duduyan li ber Dr. Riza Nurî maye. Nusxeya sisêyan dane Baha Seîdê ku elewî-bektaþîyan vedikole. Nusxeya çaran jî, li ber Ziya Gökalpî maye. 
 
Kitêba Ziya Gökalpî ya bi navê Kürt Aþiretleri Hakkýnda Sosyolojik Tetkikler, cara pêþî di sala 1975 de ji alîyê Weþanxaneya Komalê çapbûye. Ev kitêb, di sala 1992 de ji alîyê Sosyal Yayýnlar (Weþanên Sosyal) ji nuh de hatiye çapkirin. Þewket Beysanoðluyê ku kitêbê bona Sosyal Yayýnlar ji çapê re amade kirîye, di nivîsa girîzgahê ya bi sernavê “Eser hakkýnda Birkaç Söz” (s.5-8) de behs dike ku, ew kitêba ku ji alîyê Weþanxaneya Komalê hatîye çapkirin, tevayîya raporê nîn e, Sosyal Yayýnlar hewl daye xwe ku tevayîya raporê biweþîne.
 
Îhtîmal e ku ev rapor li havîn û payîza sala 1922 amade bûye. Di sala 1922 de Ziya Gökalp li Diyarbekirê li sûk û bazaran, li qewexaneyan digere, bo kurdan tirkbûnê telqîn dike. Di nameyên ku Þerafedîn Güneli (Þerafedîn Menda) bo Dr. Cemþîd Bênderî þandine de bi awayekî vekirî behsa van hewldanên Ziya Gökalpî dike. Þerafedîn Mendayê ku di sala 1928 de hatiye dinyayê, dilebite ku derbareyê vê mijarê de tiþtên ku ji malbata xwe bihîstine û bîranînên xwe neql bike. Þerafedîn Mendayî li serê meha sermaweza 1992 û 6 berfanbar 1992 de bo Dr. Cemþîd Bênderî du name þandine. Mamosta Cemþîdî, ji her nameyekê kopîyek dan min. Di van nameyan de tê behskirin ku Ziya Gökalp bo kurdan tirkbûnê telqîn dike.
 
Wekî mînak, munaqeþeyên Ziya Gökalpî yên bi endamên eþîra qeregêçîyan re balkêþ in. Ziya Gökalp ji qeregêçîyan re dibêje, “Hûn tirk in, hûn bûne kurd.” Ew jî dibêjin, “Dê û bavê me, bav û bapîrê me tenê peyveka tirkî jî nizanin, em kurd in.” Ziya Gökalp bi rik û înad behsa tirkbûnê ji wan re dike.
 
Herwekî ku tê dîtin, problemên Ziya Gökalpî bi nasnameya wî re hene. Tu problemeka Beþîkçî bi nasnameya wî re nîn e ku… Sîstema hukumranîya tirk, gelên ku ne tirk in, bona ku asîmîle bike di nav hewldaneka gelek pêt de ye. Polîtîkayên zordarîyê ku dewlet li ser “yên din” tetbîq dike, helbet derbareyê nasnameya tirk de hinde muþkile derxistine meydanê. Ev muþkile, ji polîtîka û kirinên dewletê hasil dibin.
 
3. Zavayê Ziya Gökalpî Alî Nuzhet Göksel di nivîseka derbareyê Ziya Gökalpî de vana dibêje:
Meseleya îskana eþîretên wîlayetên þerqê, Riza Nurî pesend kir. Û bona ku bi þêweyeka îlmî resmen dest pê bike, ji Ziya Gökalpî berhemeka tetkîkê xwest. Gökalpî jî, ji Diyarbekir û dorûbera wê dest pêkir, bi yên ku di nav eþîran de mane lê tirkbûna xwe muhafeze kirine, tirkên ku ji ber hoyên îqtîsadî bûne kurd, ziman, dîrok nîjad û edetên wan digirt ber çav û bona ku vana bike tirk, bona ku bi tetkîkên etnografîk dest bi kar bike, metodên vê yekê di deftereka sedrûpelî de nivîsî û ji Riza Nurî re þand.
Ev tetkîk ji alîyê heyeta wekîlan [desteya wezîran] ve gelek hatin ecibandin. Atatirkî, teqdîr kir. Ji Gökalpî re 300 (sê sed) lîra þandin û wekî din jî, bona ku li tevayî wîlayetan bigere arezûya wî pirsîn. Gökalp wê demê nexweþ bû. Li ber destê wî xortên bijare ku bixebitin, nîn bûn. Vê seyahetê bo dewra sulhê hiþtin. Gökalp mir.” (Doðu Dergisi, Sayý 12, Ekim 1943, r. 14,  yê ku behs dike: Þewket Beysanoðlu, y.a.g.e.  r. 8)
 
Salên 1922. Wê demê mehaneya memûrekî edetî herhal li dora sê-çar lîrayan e.
 
 
Öcalan, divê rexneyan hezm bike
 
Öcalan lîderekî wisa ye ku gelek diaxife. Li gorî qenaeta min ne pêwîst e ku ewqas biaxife. Ger ev, wekî “bila Öcalan dengê xwe bibire” bête þîrovekirin dê bibe þaþîyek. Divê lîderê PKK bi xwe viya îdraq bike. Ji ber ku Abdullah Öcalan ne yekî ji 300 kesên ku li girtîgehek ji girtîgehan e. Yan jî ne yekî ji 30 yan jî 40 kesên ku li jûrek ji jûrên girtîgehekê ye. Bi tena serê xwe di girtîgehekê tê girtin û di bin kotroleka gelek pêt, gelek hiþk a dewletê de ye. Di bin kontroleka wisa de tu yê bikanibî çi biaxifî? Ancax bi awayê ku dewlet dixwaze, bi þeklê ku dewlet dixwaze, tu yê biaxifî. Rêyeka din heye?
 
Ji layê din, Öcalan di pozîsyoneka wisa de ye ku divê rexneyên ku li helwêst û fikrên wî dibin, hezm bike. Wekî mînak, Öcalan dikane viya bibêje: Ez tevlî fikrên Beþîkçî nabim. Lê Beþîkçî dikane bi azadî biaxife, binivîse… Helbet evqas jî ne bes e. Piþtî ku viya bibêje, ew fikrên ku ew dibêje ez li dijî wan im, divê ji wan fikran, ji wan nivîsan neqil bike û rexne bike. Tenê li ser rexneyên [ku li wî] dibin, reaksîyon nîþan bide, ev nabe helwêsteka watedar û rast.
 
Öcalan di axaftinên xwe de terma demokrasîyê gelek bi kar tîne. [Heke] rexneya azad wekî sazîyekê rûnenê, demokrasî çênabe. Divê Öcalan ji PKK’yîyan bikeve gumanê ku wî rexne nakin. PKK’yî Öcalanî rexne nakin, lê hinde kesên ku bi vî yan wî awayî ji PKK vediqetin, bi termên gelek tund Öcalanî rexne dikin, dest bi tawanbarkirina wî dikin. Ev jî ne helwêsteka tendurist e. Hingê, teqez divê di nav PKK’ê de sazîya rexneyê bête cîbicîkirin.
 
Ev gotinên Öcalanî ku dibêje “cezaya hucreyê dan min”, “cardin cazaya hucreyê dan min” di min de întîbayekê çêkirine ku, ez dixwazim behsa wê bikim. Ya ku ez dizanim, cezayên hucreyê ku min kiþandine, ligel qedexeyên gelek pêt re dihatin. Qedexeya zîyaretîyan, qedexeya hevdîtina bi avukatan re, qedexeya nameyan, qedexeya hewagirtinê, qedexeya rojnameyan…
 
Miþt qedexe. Çawa ku we cezaya hucreyê bigirta, çawa ku we têxistana hucreyê, hûn ê bi van qedexeyên hanê re rûbirû bimana. Li salên 1982-1984 ez li girtîgeha tîpa E
 
 
ya Çeneqelayê bûm. Demekê ez di jûra D-9 de mam. Jûreka qelebalix bû. Dîwarên cihê hewagirtinê 8-9 metre bilind bûn. Tenê rûyê esman dixuya. Û qaqlîbazên ku di ser cihê hewagirtinê re bifirîyana… Dar û hwd. tiþtek nedixuya. Gulîçikên serê daran jî nedixuyan. Ez dibêjim qey girtîgeh li nêzikî gundan bû. Hinde caran me dengê zirrîna keran, orîna çêlekan dibihîst. Ev dengên hanê peywendîya yên li hundir bi derve re çêdikir.
 
Ji ber kincên yek þêweyî (tek tip elbise) dê berxwedanê dest pêbikirana. Rojek ji wan rojan, dozgerî me li cihê hewagirtinê kom kir, derbareyê jiyîna me ya li girtîgehê de ferman û dîrektîf dan. Ger em li gorî van ferman û dîrektîfan tevnegerin hingê qedexeyên ku em ê rûbirû bibin hejmartin. Axaftina xwe wisa bi dawî kiribû: “… Ger hûn rîayetê van dîrektîfan nekin, ez ê we ji orîna çêlekan, zirrîna keran re hesret bihêlim.” Bi hepsa hucreyê gef li me dixwar. Dema ku me dikirin hucreyê, bi her derê re peywendîya me dihat birîn. Ji bilî ew dengê metalîk ku peywirdarên girtîgehê bona ku me aciz bikin derdixist, wekî din, me tu dengek nedibihîst. Ji ber ku serê cihê hewagirtinê girtîbû, rûyê esmên jî nedixuya.
 
Öcalan, ji ber ku cezaya hucreyê dane wî, gazindan dike lê dikane ligel avukatên xwe hevdîtinan bike. Ev yek viya nîþan dide ku li girtîgehan di peywendîya înfazkirinê de gelek “demokratîzebûn” çêbûye. Ev jî îþareta ber bi baþbûnê ve ye…
 
____________________
Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

 

 

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org