|
Bo Yaþar Kemalî Xelat, Bo Leyla Zanayê Celat Îsmaîl Beþîkçî Roja
4 berfanbar 2008, ji layê serokkomar Abdulah Gulî ve “Xelata Mezin a
Dewletê” bo Yaþar Kemalî hate dayîn. Yek ji “Xelatên Mezin ên
Kultur û Hunerê yên Serokomarîyê” bo Yaþar Kemalî hate dayîn. Piþtî
ku serokkomarîyê derbareyê xelatê de daxuyanî belav kir, hingê yaþar
Kemalî got, “Bo min dayîna vê xelatê, ez dixwazim wekî îþareta vê
yekê bibînim ku, li Tirkîyê helwêsta siyasî, têkoþîna aþtî û mafên
merivan dê neyêne redkirin û ew rêya ku ber bi aþtîya civakî de diçe,
bi ser vekirinê ye.” Yaþar
Kemalî di axaftina xwe ya li merasîma xelatgirtinê de bona gelên Anadolîyê
berevanîya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî kir. Serokkomar Gulî jî
dema ku behsa berhemên Yaþar Kemalî kir, îbareya “destanên kurdan”
bi kar anî. Ya
rast, dema ku derbareyê vê xelatê de li çapemenîyê nûçe belav bûn,
hingê ji wê demê dest pê bibû, li ser xeberdan çêbû ku dê Yaþar
Kemal li koþka serokkomarîyê çi biaxife û serokkomar Abdulah Gul jî dê
çawa bersiv bidiyê. Dê Yaþar Kemalî bona gelên Anadolîyê, di vê
navberê de, bona gelê kurd, behsa mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî
bikirana û serokomarî jî dê bersiveka maqul bidana. Eynî
rojê, dibe ku di wê saeta ku li qesra serokomarîyê xelat bo Yaþar Kemalî
dihate dayîn de, hat ragihandin ku caza dane Leyla Zanayê. Pêncemîn
Dadgeha Tawanên Giran a Diyarbekirê, ji ber 9 axaftinên Leyla Zanayê yên
ku di dem û deverên cihê de kirine, 10 (deh) sal cezayê hepsê lê birî.
Yaþar Kemal dibêje, bona ku aþtî çêbibe min xelatê girt. Dibêje
“Bi wê hêvîya ku dê xelatkirina Yaþar Kemalî rêya aþtîyê veke,
min ev xelat girt.” Leyla Zana jî bona ku di 9 car axaftinên xwe de aþtîyê
xwestibû hate cezakirin. Bona ku mafên kurdan, ew mafên ku ji civakîbûna
kurdîtîyê hasil dibin dixwaze, bona ku bi awayekî biryardar van mafan
dixwaze, hat cezakirin. Divê her du dîyardeyên hanê, ev her du peywendîyên
dîyardeyî çawa bêne analîzkirin? Di
seranserê dîroka komara Tirkîyê de dîyardeya bingehîn ku peywendîyên
kurdan û tirkan dîyar dike, qedexe ye. Mafên xwezayî, ew mafên ku ereb,
fars û tirk xwedîyê wan in, kurd ne xwedîyê wan in. Ew mafên ku divîyabû
hebûna, ew mafên tebîî, kurd ne xwedîyê wan in. Tiþtê ku peywenmdîya
kurdan û tirkan, tiþtê ku jiyana sîyasî ya tirkan dîyar dike û rê li
ber dixîne, ev qedexe ne. Yê xwezayî yê rast e, yê rewa ye, yê ku divê
bibe ye. Lêbelê kurd ne xwedîyê mafên xwezayî, mafên asayî ne. Li
ser van mafên xwezayî qedexe û tadayên sîstematîk hene. Îro li cîhanê
di tu qanûna esasî de hukmên mîna “Her kes dikane bi azadî avê
vexwe” yan “Her kes dikane bi azadî hewa bigre, her kes dikane bi azadî
li çol û pesaran bigere” nîn in. Ji ber ku ev mafên hanê, maf û rewþa
însanbûnê ne. Însan, bi awayekî xwezayî di nav rewþeka wisa de zuhûr
dike. Herwekî vana, îro li cîhanê
di tu qanûna esasî de xaleka mîna “Her kes dikane bi azadî zimanê xwe
yê zikmakî biaxife û di peywendîyên xwe yên kulturî û ticarî de
bikar bîne” jî nin e. Ji ber ku bikaranîna zimanê zikmakî, mîna
vexwarina avê, mîna girtina hewayê mafekî xwezayî tê dîtin, mafek ji
pêdivîyên însanî hatîye qebulkirin. Ev, bi qasî ku di qanûna esasî
û qanûnan de cih negre, rewþeka xwezayî ye. Lê ev mafên ku bona her
kesî xwezayî ne, li kurdan hatine qedexekirin. Mafên ku her kes bi awayekî
xwezayî ligel wan jiyana xwe dewam dike, her kes bi awayekî asayî ligel
wan jiyana xwe dewam dike, çi dema ku kurd dibin mewzûbehs, dikevin bin
tehakumê. Îro
hîn jî kurd nikanin navên ku dixwazin li zarokên xwe daynin. Hîn jî
problema dewletê bi herfên mîna x q w û ê re heye. Ew peyvên ku ev
herfên hanê têde hene hîn jî qedexe ne. Dewlet dibêje “ev herfên
hanê di alfabeya tirkî de nîn in” û qedexe dike. Ev herfên hanê di
alfabeya tirkî de nîn in lêbelê di ya kurdî de hene. Bi awayekî xwezayî
divê bêne bikaranîn. Em wan bûyerên ku di navbera salên 1985-1988 de
li Bulgarîstanê rû didan bînin bîra xwe. Wê demê, dewletê çawa
berevanîya tirkên ku zor li wan dibû daku navên bulgarî li xwe daynin,
dikir? Lêbelê ew dewleta ku mafên xwezayî yên tirkên li Bulgarîstanê,
ku ji civakîbûna tirkayetîyê hasýl dibûn, bi þêweyekî biryardar
diparast, eynî ev dewlet, qedexeyên gelek giran bi ser ev þêwe mafên
xwezayî yên kurdan de tîne. Di vê rewþa
civakî, kulturî û sîyasî de, ku qedexeya zimanê kurdî,
qedexeya herfên mîna x, q, w, ê yên di alfabeya kurdî de, qedexeya îfadekirina
ramanê dîyar dikin, çi wateya wê “Xelata Mezin a Dewletê” heye ku
didin Yaþar Kemalî? Dibe ku fonksîyoneka vê xelatê ya wekî veþartina
qedexeyan, ji ber çav û bala însanan dûrgirtina wan hebe. Herhal hêvî
yan jî daxwazeka dewletê ya wisa heye. Dewlet
tenê qedexeyan li ser kategorîyên kurd û zimanê kurdî datîne. Bona ku
berevaniya van qedexeyan bike û wan tetbîq bike, þîddeteka gelek mezin jî
tê bikaranîn. Qedexe, ancax bi saya terora dewletê dikanin bêne
parastin. Li
salên 1930î, gundîyên ku diçûn sûk û bazaran, sere her peyva kurdî
ku axafîne, cerîmeya pare li wan dihate birîn. Ev cerîme destadest
dihate tehsîlkirin. Qedexe wisa dihatin parastin. Li salên 1970yî
komandoyan ber destê sibehê bi ser gund de digirt. Jin û mêr, ciwan û pîr,
her kesî li meydanê kom dikirin, gef li wan dixwarin û îþkence li wan
dikirin. Zilamên 50-60 salî, li ber
çavê bûk, zava û nevîyên wan rût-uryan tazî dikirin, ben bi serê
hacetê wan ê mêranîyê ve girêdidan, serê ben didan destê bûk an jinê
û di bin derbên qundaxên tifingan de li nava gund digerandin. Çi
dema ku meriv ji mêrekî kurd bipirse, bê hela çend zarokên te hene, dê
hejmareka zêde bibêje. Wekî mînak, mêrekî navsere yê kurd, dê bibêje,
heþt, deh, sêzdeh. Dê bibêje, 35 tene nevîyên min hene. Ev yek, ji
layekî jî, tê vê wateyê ku bi vî awayî pesnê mêranîya xwe dide. Ev
heqaret û piçûkxistin li wan kurdên ku wisa pesnê hêza mêranîya xwe
didin, tê kirin. Sedemê bingehîn yê van heqaret û piçûkxistinan, dîsa,
parastina wan qedexeyan e. Çunkî li sala 1969, li meha navîn a havînê,
li Anqere û Îstanbulê Ocaxên Kulturî û Þoreþgerî yên Rojhelatê
(DDKO) hatibûn damezrandin. Demeka kin pey wan re, li Diyarbekir, Farqîn,
Batman û Erxenîyê jî Ocaxên Kulturî û Þoreþgerî yên Rojhelatê
hatin damezrandin. Li sala 1971, di dawîya meha rêbendanê de li Hezoyê jî
DDKO hate damezrandin. Demeka gelek kin di pey re jî, rejîma leþkerî ku
pêþîlêgirtina van hemî geþedanan bo xwe kiribû armanc, di roja 12
adar 1971 de îqtîdar xistibû destê xwe. Li
salên 1990î, li ber çavê zarok û pitikên wan, bi porê jin û bûkan
de digirtin, ew kaþdikirin dibirin qereqolan. Li ber çavê zarokên ku li
ber dîwar rêz kirine, li mêran îþkence dihat kirin. Li navîna salên
1990î, dema ku gund dihatin þewitandin û wêrankirin, merivên sere, yên
kal, li ber çavê bûk û zavayên wan, li ber çavê nevîyên wan, bi rîha
wan de digirtin û di nav çamurê de digevizandin, bi pihînan diketin ser
wan. Sedemê bingehîn, dîsa, parastina qedexeyan bû, tunekirina yên ku
li hemberî qedexeyan li ber xwe didin bû. Roja
19 sermawez 2004, li Qoserê, Oxir Kaymazê 12 salî ligel bavê xwe Ehmed
Kaymaz hat kuþtin. Polîsan 13 gule bera Oxir Kaymazî dabûn, ku hîn nuh
ji xwendegehê vegerîyabû mal, hîn formaya xwendegehê li ser bû. Roja
10 kewçêr 2008, Engîn Ceberê Xorxolî (qezaya Çewlîgê) li Îstanbulê
di nezaretxaneyê de ji ber paþnavê xwe û helwêsta xwe ya mêrane bi îþkenceyê
hat kuþtin. Roja 5 sermawez 2008, li Îstanbulê Sebrî Cirit ji ber ku
kurd bû, ji ber axaftina bi kurdî, bi lînçkirinê hat kuþtin. Cenazeyê
wî bona definkirinê þandin Çewlîkê. Sedemê van hemîyan tim parastina
qedexeyan e. Yên ku li hemberî qedexeyan derdikevin jî “terorîst” têne
hesibandin û bi vî tawanî têne tawanbarkirin. Leyla Zanaya ku mafên
kurdan ên ku ji kurdbûna wan hasil dibin dixwaze, êdî “terorîstek”
e. Ji ber ku li hemberî qedexeyên ku dewletê danîne derdikeve û zimanê
xwe yê zikmakî, mafên ku ji zimanê wê yê zikmakî hasil dibin,
dixwaze. Îro
herî zêde dewlet ji “teror”ê gazindan dike. Lê ew bi xwe diveþêre
ku di bingeha bûyerên ku ew jê re dibêje “teror” de terora dewletê
heye. Tirkîyê van krîterên “teror”ê bi Rojavayê, bi dezgeyên mîna
Yekîtîya Ewropayê û Konseya Ewropêyê jî dane qebulkirin. Ji ber vê
yekê akademîsyen û pisporên ku beþdarê kombûneka navneteweyî bûbûn,
gotin “qedexe ye” û xwe ji axaftin û munaqeþekirina van meseleyan dûr
dan. Ewropa
ji kurdan re gelek deyndar e Di
serî de Îngilîstan û Fransa, Ewropayê li salên 1920î ligel ereb û
fars û tirkan kirasekî lanetî li kurdan kirîye. Mejîyê kurdan pelçiqandîye,
qaqordeyê kurdan ji hev de xistiye. Li wan salan rêveberên Yekîtîya
Soveyetan ku herî zêde behsa mafê tayînkirina çarenûsa neteweyî dikir
jî, eynî wekî Îngilîstanê, wekî Fransayê, polîtîkayeka li dijî
kurdan meþandin. Li wan salan, Ewropaya ku kurdan bi belayên mezin re rûbirû
hiþt, niha jî, çi dema ku kurd mafên xwe yên xwezayî dixwazin, mafên
xwe yên ku ji civakîbûna kurdîtîyê hasil dibin dixwazin, hingê vê têkoþînê
wekî “teror”ê bi nav dike û bi Tirkîyê re li dijî kurdan
derdikeve. Roja 9 sermawez 2005, li Þemzînanê peywirdarên JÎTEMê bombe
avêtin dikana pirtûkfiroþîyê ya Seferî Yilmazî. Ewropa û dem û
dezgeyên Ewropayê, ku derbareyê vê meseleyê de pitîn ji wan derneket,
lê çi dema ku mesele bête ser daxwazkirina mafên kurdan, dibêjin
“terorê dîsa serî hilda, em li dijî terorê ne” û bona ku kurdan þermezar
bikin yek dorê nade yê din. Ev jî tê zanîn ku endamên JÎTEMê li ser
sûc hatin girtin. Helbet divê helwêsta Ewropayê, helwêsta dem û dezgayên
Ewropayê ya li hemberî kurdan bête rexnekirin. Kurd,
li navenda Rojhelata Navîn bi xelkê xe ve, bi cografyaya xwe ve hatine
jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Kurd xwedîyê 40 milyon nufûsê
ne, lê ne miletekî xwedîyê tu statuyeka resmî ne. Lêbelê di nav Yekîtîya
Ewropayê de dewletên mîna Luksemburg, Qibrîs û Maltayê ku nufûsa wan
ji milyonekê kêmtir e, îstîqbala miletê kurd ku nufûsa wî ji 40
milyonî zêdetir e, dîyar dikin. Biryarên mîna “Ev ji kurdan re nabe,
ew ji kurdan re nabe” îmza dikin. Li Yekîtîya Ewropayê, tenê nufûsa
Almanya, Fransa, Îngilîstan, Îtalya û Îspanyayê ji nufûsa kurdan a li
Rojhelata Navîn zêdetir e. Dibe ku nufûsa Polonyayê jî bi qasî nufûsa
kurdan hebe. Nufûsa 21 dewletên din, ji nufûsa kurdan gelek gelek kêmtir
e. Min dabû zanîn ku nufûsa Luksemburg, Qibrîs û Maltayê ji milyonekê
gelek jêrtir e. Nufûsa Slovenya, Letonya, Estonya û Lîtvanyayê li dora
milyonek-du milyonan e. Gelo ji layê exlaqî ve rast e ku evên hanê rabin
bibêjin, “em li dijî dewleta serbixwe ya kurd in, em li dijî wê ne ku
li navenda Rojhelata Navîn sînor bêne guhertin” û îstîqbala kurdan
ew dîyar bikin? Ma qey dê di peywendîyên navneteweyî de, di peywendîyên
navdewletî de pîvanên exlaqî nîn bin? Gelo dê hertim peywendîyên
ticarî/bazirganî peywendîyên navneteweyî dîyar bikin? Dê hertim îhaleyên
navneteweyî, kirîn û firotina çekan, kirîn û firotina gazên kîmyewî
û hwd. hebin? Monako,
Andora, San Marîno û Liechtenstein endamên Konseya Ewropayê ne ku 50
endamên wê hene. Nufûsa van dewletan di navbera 10 hezar û 30 hezarî de
ye. Biryarên Konseya Ewropayê yên ku îstîqbala kurdan dîyar dikin
hene. Di bin van biryaran de îmzaya ev çar dewletên ku min li jor behsa
wan kir jî heye. Lê ji layê din, ev serê 200 salan e ku kurd di nav têkoþîna
neteweyî de ne û di vê rêyê de berdêlên gelek giran didin. Cemîyeta
Miletan, Yekîtîya Neteweyan… Herwekî ku dixuye, dezgeyên bingehîn in
ku behsa miletan/neteweyan dikin. Lê hertim peywendîyên navdewletê dibin
mewzûbehs. Miletên ku dewleta wan nîn e jî, di çarçeweya “teror”ê
de têne nirxandin. Tê zanîn ku, li cîhane milet an jî civaka herî
mezin ku dewleta wê tune kurd in. Ku nufûsa wan ji 40 milyonan zêdetir e. Ewropaya
ku hertim behsa azadîyan dike, helwêsta wê ya di van babetan de helwêsteka
cotestandardîyê ye. Ewropa behsa azadîyan dike lê bi awayekî fiîlî piþtgirîyeka
bêsînor dide terora dewletê. Andrei Sakharov (1921-1989) fîzîkologekî
gelek hêja bû. Bi babetên aþtîya navneteweyî re eleqedar dibû. Di
sala 1975 de Xelata Nobelî ya Aþtîyê girt. Dema ku li ser van babetan
dixebitî, ji wê neheqîya ku di radeya navneteweyî de li kurdan bûye,
haydar bûbû. Têgihîþtibû ku pirsa kurd berî her tiþtî pirsa însanîyetê
ye, pirseka însanî ye. Hewl dida xwe ku pirsa kurd bibe Yekîtîya
Neteweyan. Andrei Sakharov, dema ku di nav van hewldanan de bû, jiyana xwe
ji dest da. Yekîtîya
Ewropayê, ku li ser navê Sakharov xelata ramanê danîye, ez di wê qenaetê
de me ku vî alîyê bingehîn yê Sakharovî diveþêre, serê wî dinuxumîne.
Yekîtîya Ewropayê behsa azadîyê dike, bal dikþîne ser azadîyê lê
di fiîlîyatê de piþtgirîyeka bêsînor dide terora dewletê. Ji mafdarîya
ku di bingeha têkoþîna kurdan de ye re, çavê xwe digre. Divê
Yaþar Kemal bi qasî teyran, bi qasî pirpirokan sivik û azad be. Lêbelê
ev xelatên dewletê bar in. Hunermendên mîna Yaþar Kemalî çi dema ku
polîtîkaya dewletê ya derbareyê kurdan de, di vî warî de, kirinên wê
rexne bikin, ji van xelatên dewletê re bibêjin “nexêr” hingê wê
demê dikanin bi qasî teyran sivik û azad bin. Ne ji layê maddî û ne jî
ji layê manewî ve divê tu pêwîstîyeka hunermendên mîna Yaþar Kemalî
bi xelatên wisa nîn be. Divê em ji ber dêhn û bala xwe dûr negrin ku,
polîtîkaya dewletê ya ku amanca wê ya bingehîn piçûkxistin û
heqaretkirina li kurdan e, roleka van xelatên wisa, veþartina vê polîtîkaya
hanê ye. Herwisa, roleka van xelatan jî ew e ku, bidin xuyakirin ku roþinbîr
jî polîtîkaya dewletê pesend dikin, piþtgirîyê didin polîtîkaya
dewletê. Ji layê din ve, divê ew bêpaxavîya Ewropayê, bêpaxavîya dem
û dezgeyên Ewropayê ya derbareyê kurdan de, ku piþtgirîyeka bêsînor
didin terora dewletê jî, bête rexnekirin. Sazîyên Ewropayê jî xelatan
didin kesên xwedî rûmet û bi vî awayî ew helwêsta wan ku piþtgirîya
terora dewletê dike, diveþêrin. Dibe
ku serokkomar Abdullah Gul wekî þexsek xwedî nîyeteka baþ be. Lê
derbareyê pirsa kurd de polîtîkayeka dewletê ya biîstîqrar û
biryardar heye. Ev, polîtîkayeka sazbûyî ye. Roþinbîr tenê dikanin di
çarçaweya rexnekirina vê polîtîkayê û tetbîqkirina wê de, bo civakê
bibin alîkar. Meriv
dikane di her warê sîstema sîyasî ya tirk de rastê rola polîsê baþ
û polîsê xirab ên li nezaretxaneyê were. Brokratên payebilind ku Yaþar
Kemalî bona girtina xelatê îqna kirine jî hene, herwisa, brokratên ku
ji axaftina Yaþar Kemalî, ji helwêsta serokkomarî aciz bûne jî hene.
Doza Leyla Zanayê, bona ku helwêst û fikrê xwe eþkera bikin, firsendeka
girîng xistiye destê yên ku aciz bûne. Fehmeka wisa di wan de serdest bûye
ku bi vî awayî xwestine bibêjin, “Em cezayeka wisa bidin Leyla Zanayê
ku, bi vî awayî em hem helwêst û fikrê xwe nîþan bidin hem jî em bi
her kesî heddê wî bidin zanîn.” Çend
roj berîya merasîma xelatdayînê hate ragihandin ku serokkomar Abdullah
Gul dê nimêja eydê li Diyarbekjirê bike. Diyarbekirê amadekariya pêþwazîkirina
serokkomarî dikir. Serokê Partîya Civaka Demokratîk Ehmed Türk û serokê
þaredarîya Diyarberkirê Osman Baydemirî gotin, em ê bi awayekî maqul pêþwazî
li serokomarî bikin. Piþtî ku cazaya Leyla Zanayê hate eþkerakirin, zîyareta
Abdullah Gulî ya bo Diyarbekirê hate taloqkirin. Sedemê taloqkirinê,
tenduristiya serokkomarî hate nîþandan. Êdî serokê DTP Ehmed Türk yan
jî þaredar Osman Baydemirî derbareyê pêþwazîkirinê de nikanîbûn
daxuyanîyên pozîtîf bidin. (*) _______________ (*)
Ev nivîs li kovara Yaba (Çele-Sibat 2009), bi sernavê “Yaþar
Kemal’e Ödül, Leyla Zana’ya Ceza” di hejmarên 54-55-56 de weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org