|
|
Çawahîya
Bingehîn a Rejîmê – III
Îsmaîl
Beþîkçî
Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn
-
-
-
-
-
- “Pêla
Duwanzdehan”
-
- Roja
13 nîsan 2009, di pêla duwanzdehan a tehqîqatên Ergenekonê de hin
kes hatin binçavkirin. Di vê çarçeweyê de hin rektor, hin rektrorên
berê, hin kesên ku di komeleyên civata sivîl de dixebitin, hatin
binçavkirin. Mala hin profesoran hat lêgerînkirin. Mala seroka
Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen Prof. Dr. Turkan Saylanê hat lêgerînkirin,
dest danîn ser hin belgeyên wê. Tîjen Mergena ku li rojnameya Milliyetê
kampanyaya “Bavo min biþîne xwendegehê” dimeþand hat
binçavkirin. Endama Lijneya Îcrayê ya Dogan Holdîng Tîjen Mergen
çend roj paþê serbest hat berdan. Li Weqfa Perwerdeya Nûjen lêgerîn
çêbûn, dest danîn ser hin belgeyan. Li seroka wê Gulseven Yaþar
gerîyan lê nehat dîtin.
- Ger
em bala xwe bidin ser çapemenîya tirk a ji roja 12ê nîsanê û
virde, em ê bibînin ku piþtgirî û destekeka xurt bo kesên ku di
çarçeweya tehqîqatên Ergenekonê de hatine girtin heye. Ji roja 14
nîsan 2009 virde li hemberî rêveber, endam û sempatîzanên Partîya
Civata Demokratîk (DTP) proseseka binçavkirinê ya sîstematîk pêk
hat. Di operasyonên ku li gelek bajaran çêbûn de zêdetirî 300
DTPyî hatin binçavkirin, ji vana zêdetirî 150 kesî hatin tewqîfkirin.
Çapemenîya tirk ku eleqeyeka mezin nîþanê yên ku bi þika
Ergenekonê hatine girtin dida, qet eleqe nîþanê DTPyîyan neda. Yên
ku bi þika Ergenekonê hatin binçavkirin, bal kiþandin ser ku, dema
ew hatine binçavkirin tada li wan bûye, bêhuqûqî çêbûye. Lê
qet qala zilma ku bi serê DTPyîyan de hat, nehat kirin, ji nedîtî
ve hat. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku di nêzîkahîya li her du
prosesan de cîyawazî heye.
- Di
çapemenîya tirk de derbareyê seroka giþtî ya Komeleya Piþtgirîya
Jiyana Nûjen profesor Turkan Saylan, Tîjen Mergena ku kampanyaya “Bavo
min biþîne xwendegehê” dimeþîne û seroka giþtî ya Weqfa
Perwerdeya Nûjen Gulseven Yaþarê de nivîsên gelek pesinkar hatin
nivîsîn. Hat tekîdkirin ku zarokên malbatên jar þiyandine
xwendegehê, burs dane wan, bi taybet bi malbatên jar re eleqedar bûne.
Herwisa, hat tekîdkirin ku li hemberî van kes û dezgeyan operasyonên
binçavkirin û lêgerînê gelek xelet e. Gotin, “Ma
eva hanê bi Turkan xanimê jî tê kirin?”, “Ma
eva hanê bi Tîjen Mergenê jî tê kirin?” Qala nexweþîya
profesor Saylanê hate kirin û hîn bêhtir operasyon hatin
rexnekirin.
- Ez
dixwazim di vê nivîsê de bala xwe bidim ser mijarekê ku çapemenîya
tirk qet qala wê nake, bi taybet dixwaze ji ber çavan dûr bigre.
Xebat, fikr, çalakî û nîyeta Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen,
kampanyayên “Bavo min biþîne
xwendegehê” û “Haydê
keçno xwendegehê”, Navendên Pirarmanc yên Civatê (ÇATOM)
û Weqfa Perwerdeya Nûjen (ÇEV) ger di çarçeweya pirsa kurd de bêne
vekolîn ancax wê demê dê bêne fêmkirin. Çapemenîya tirk, fikrê
tirk, van rêxistinan, kesên ku di van rêxistinan de dixebitin, her
dem bi têgehên mîna “hemdemî”, “însanîyetî” û “merivîyê”
bi bîr tînin. Lêbelê karê ku ew dikin xwedîyê naverokeka tam
berevajîya vê yekê de ye. Amanca bingehîn ya Komeleya Piþtgirîya
Jiyana Nûjen, kampanyayên “Bavo
min biþîne xwendegehê” û “Haydê
keçno xwendegehê”, Navendên Pirarmanc yên Civatê û Weqfa
Perwerdeya Nûjen asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê ye. Ramana
‘meriv zimanê daykê ji dayikê fêr dibe. Ji vê çendê asîmîlekirina
dayikên paþerojê keçên kurdan gelek girîng e’ heye. Lewre ev rêxistinên
hanê hîn bi xurtî berê xwe didin zarokên qîzîn yên kurdan.
Amanca bingehîn ya xwendegehên nivîstî (YIBO) û pansîyonên keçan
ku li herêma kurdan çêdibin, ev e.
- Ev
jî tê zanîn ku ev xebatên hanê ne ku bi hevkarîya ligel dezgehên
mafên merivan çêdibin, na, bi hevkarîya dezgehên mîlîtarîst,
bi dezgeyên mîna Komeleya Sinaîkar û Karsazên Tirk (TUSIAD) re
çêdibin. Di nivîsa bi sernavê “Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen
Çi Dide Kurdan?” de qala van mijaran hatibû kirin. (www.kurdistan-post.org
19 adar 2008)
- Li
van 25 salên dawîn yek ji prosesên girîng ku li cografyaya kurd pêk
hatiye, þewitandina malan, wêrankirina gundan û texrîbkirina çavkanîyên
jîyanê yên bingehîn e, bi darê zorê bi sed hezaran meriv û
malbatan ji cih û warê wan rakirin e, mexdûrkirina wan e. Herwisa,
kuþtinên ku ji wan re ‘faîlê wan nedîyar’ tê gotin, dîsa
proseseka girîng e ku misêwa pêk hatiye. Ji alîyê JITEMê
(Jendirme Istîxbarat Têkoþîna bi Terorê re) xortên kurdan, gundîyên
kurd, esnaf, karsaz, mela, karker û hwd. hatine revandin û kuþtin,
bi îþkenceyê hatine qetlkirin, cesedê wan xistine gorên komelî
û bîran, li bîrên asîdê, li kûreyên qalorîferê hatine
tunekirin. Dibêjin cîneyetên ku bi vî awayî çêbûne zêdetirî
17 hezarî ne. Li hemberî vê zilma ku li gelê kurd dibe, ji van rêxistinan
tu yekî, ji tu kesekî ku li van rêxistinan dixebite, li hemberî
dewletê tu rexneyeka wan a piçûk çênebûye. Li malperên Înternetî,
li organên çapemenîyê cih nadin van nûçeyan jî. Zilma sîstematîk
ku li hemberî kurdan çêdibe, ji nedîtî ve, ji nezanînê ve, ji
nebihîstî ve tê. Li hemberî malbatên mexdûr yên kurd, li hemberî
takekesên kurd tu eleqeyeka tendurist ya van rêxistinan nîn e.
Eleqeya wan tenê li ser zarokên malbatên ku hatine mexdûrkirin û
ketine halekî muhtac e. Ev eleqe eleqeya pêwîstîya polîtîka û
tetbîqkirina asîmîlasyonê ye.
- Li
salên dawîn zarokên kurd yên 7-8 salî ji ber ku kevir diavêjin
polîsan yan panzeran, têne binçavkirin, îþkence dibînin, têne
tewqîfkirin, têne zindanîkirin. Di dadgehkirinê de ji bo wan 25
sal cezayê zindanê tê xwestin. Li dadgeha zarokan nayne
mehkemekirin, bi guherînekê ku di qanûna têkoþîna li dijî terorê
de hatîye kirin re rê vekirine daku ev zarokên ku kevir avêtine
polîsan yan avêtine panzeran wekî mezinan bêne darizandin. Herwisa
rê vekirine daku li zindanên ku mezin têde dimînin bêne zindanîkirin.
Zarokên kurd yên þeþsalî têne binçavkirin û îþkence dibînin.
Li herêmên mîna Diyarbekir, Wan, Batman, Adena û Mêrsînê nêzîkî
300 heb zarokên ku temenê wan di nav 8-15 salan de ye li girtîgehê
hene û têne mehkemekirin. Di tevayî vê prosesê de ji van rêxistinan
tu yekê li hemberî vî þêweyî binçavkirin, îþkencedîtin,
zindanîkirin û mehkemekirina van zarokan tu daxuyanîyekê nedane.
Te divê ev rêxistin yan kesên ku di van rêxistinan de dixebitin,
ev polîtîkaya þîddetê ku li hemberî zarokan tê meþandin, erênî
dibînin. Lê meriv dikare rewþa ku ev zarok têde dijîn bigre ber
çav û van çalakîyan wekî azadîya xweîfadekirinê binirxîne.
Xanîyên malbatên van zarokan hatine þewitandin û wêrankirin. Li
varoþên bajaran tu jiyaneka wan a tendurist nîn e. Kar tune ye,
xwarin tune ye, îmkanên tenduristîyê tune ne, perwerde tune ye…
Hêzên asayîþê hertim ji dê û bavê wan re dijûnan didin, wan
tehqîr dikin. Hertim bi ser mala wan de digrin, dê, bav, bira, kal
û pîrên wan û hwd. tacîz dikin. Di nav van þertan de ger zarok sûyê
xwe li polîs bînin, hêrsa xwe bi avêtina keviran birêjin jî, divê
wekî rewþeka xwezayî bête qebûlkirin.
- Girîngtirîn
pirsa rejîma sîyasî û sîstema sîyasî ya tirk pirsa azadîya xweîfadekirinê
ye. Azadîya xweîfadekirinê bi qedexeyan, bi þêweyeka sîstematîk
di bin fiþarê de digre. Ev rastîyeka gelek vekirî ye ku qedexeyên
ramanê di pîlana yekem de bona ku pirsa kurd neyê hîskirin, neyê
têgihîþtin, neyê qalkirin hatine danîn. Ji van rêxistinan tu yekî,
tu kesekî ku li van rêxistinan dixebite, derbareyê qedexeyên ramanê
de tu rexneyeka wan a piçûk li dewletê nîn e. Tu eleqeyeka wan ji
bo kesên ku di çarçeweya qedexeyên ramanê de tehqîqat li ser wan
çêbûye jî nîn e. Karê wan ew e ku di mijara polîtîka û tetbîqkirinên
sîstematîk yên asîmîlasyonê de bibin xelekeka girîng. Peywira
ku wan bi xwe daye xwe, bi hewes û xwestinê dikin. Lê þertê
bingehîn yê zanistê azadîya ramanê ye. Zanist ancax di rewþa
zanistîyane de tê hilberandin. Ger azadîya xweîfadekirinê,
rexneya azad, munaqeþeya azad nîn be, rewþa zanistîyane jî pêk
nayê. Azadîya xweîfadekirinê þertê bingehîn yê demokrasîyê
ye jî. Sîstemeka sîyasî ku azadîya xweîfadekirinê têde wekî
dezgeyekê rûneniþtibe meriv nikare jê re bibêje demokratîk e.
-
- Însanîbûn…
-
- Însan
bûyîn, însanîbûn bona hemî kesan, bona hemî civatan armanceka
girîng e. Meriv çawa dibe însan? Însanîbûn çawa pêk tê? Nîþana
bingehîn, krîtera bingehîn ya însanîbûnê ew e ku, meriv çawa
muamele bi merivên mînanî xwe re dike. Em salên 1985-1988, Bulgarîstanê
bînin bîra xwe. Li wan salan li Bulgarîstanê operasyonên
guhertina navên tirkan çêdibûn. Ji tirkan re digotin: “Ger
hûn navên Bulgarî li xwe daynin, hûn ê di nav Partîya Komunîst
a Bulgarîstanê de, di nav brokrasîya dewleta Bulgarîstanê de
bibin xwedîyê îmkanên bilindbûnê, heke na, hûn ê di jîyana
xwe de pêrgî gelek astengîyên giran bibin…” Ev polîtîka
û kirinên Bulgarîstanê li Tirkîyeyê ji alîyê dewlet û hukmatê
ve, ji alîyê çapemenî, unîversîte û organên dadgehê ve, ji alîyê
dezgeyên civata sivîl ve bi rexneyên gelek giran, bi
tawanbarkirinan hatin pêþwazîkirin. Rêveberîya Bulgarîstanê bi
emperyalîstîyê, bi kolonyalîstîyê, bi kevneperestîyê, bi asîmîlasyonîstîyê,
bi paþverûtî û faþîstîyê hat tawanbarkirin. Ew polîtîkaya ku
Bulgarîstanê li hemberî tirkan tetbîq dikir helbet asîmîlekirina
tirkan bo Bulgarîyê ji xwe re kiribû armanc. Ji vê çendê li Tirkîyeyê
reaksîyonên gelek mezin pêk dihatin. Ev e, însanîbûn tam jî di
vê nuqteyê de xwe nîþan dide. Organîzasyonên mîna Komeleya Piþtgirîya
Jîyana Nûjen, Weqfa Perwerdeya Nûjen û Navendên
Pirarmanc yên Civatê (ÇATOM), yên ku kampanyayên “Bavo
min biþîne xwendegehê” û “Haydê
keçno xwendegehê” dimeþînin, wekî mînak, bi tundî li dijî
prosesa asîmîlekirina tirkan a li Bulgarîstanê derdikevin lê ew
bi xwe dibin tetbîqkarên jidil yên polîtîkaya dewleta Tirkîyeyê
ya ku kurdan asîmîle dike. Ji vê çendê li vir prosesek ku li dijî
însan e, li dijî însanîbûnê ye tê jiyandin. Gelek eþkera ye ku
ev proseseka ne hemdem e, paþverû ye.
- Çapemenîya
tirk, derdorên fikrê tirk dibêjin, di prosesa operasyonên
Ergenekonê de tadayeka mezin çêbûye, bêhuqûqîyek li dar ketîye.
Lê derbareyê operasyon û tadayên ku li hemberî kurdan, li hemberî
Partîya Civata Demokratîk çêdibin qet dengê xwe dernaxin. Li
hemberî 17 hezar cînayetên “faîlê wan nedîyar” jî tu reaksîyoneka
wan nîn e. Ev eþkera ye ku piþtgirîyeka wan a mezin bo zîhnîyeta
derbekar heye. Rewþeka gelek balkêþ e ku, yên ku li derbeyên berê
yên mîna 12ê adarê (1971), 12ê îlonê (1980) zilm dîtine jî di
vî fikrî de ne. Oya Baydar di nivîsên xwe yên di rojnameya Tarafê
de vê helwêstê rexne dike. Nivîsên bi sernavê “Darbe
Kuþaklarýna Açýk Mektup”
(14 adar 2009), “Darbe Zihniyeti ve Sivilleþmek” (21 adar 2009) û
“Devletin Zirvesi Esas
Duruþta” (3 nîsan
2009) de van dîtinan îfade
dike.
- Þewitandin
û wêrankirin gundan, texrîbkirina çavkanîyên bingehîn yên
jiyanê, cînayetên “faîlê wan nedîyar”, bi darê zorê ji cih
û warê wan rakirina bi sed hezaran merivî, înkarkirina nasnameya
kurd, polîtîka û tetbîqkirina asîmîlasyonê, bêguman bona ku
civata kurd, nirxên neteweyî yên kurd birizînin çêdibin. Ev
vekirî ye ku van kirinan zor daye kurdan, zehmetîyê bo malbatên
kurdan anîye, jîyana wan sexttir kirîye. Lê divê bête tekîdkirin
ku van kirinan civata tirk, dezgeyên civatî yên tirk, nirxên civatî
yên tirkan jî rizandine. Ew pêþnîyazên ku bona rizandina kurdan,
bona rizandina nirxên civatî yên kurdan hatine fikirîn û tetbîqkirin,
esas dezgeyên civatî yên tirkan rizandine. Unîversîteya tirk
dirize. Çapemenîya tirk dirize. Veþartin û berovajîkirina rastîya
kurdan dibe armanca bingehîn ya unîversîteyê. Veþartina bûyer û
dîyardeyan dibe karê çapemenîyê. Eþkera ye ku vê yekê rizandinê
bi xwe re anîye. Roja 9 sermawez 2005, li Þemzînan ji alîyê JITEMê
ve kitêbfiroþek hatibû bombekirin. Sûcdar li ser sûc hatibûn
girtin. Sererkanê wê demê bona sûcdarên ku hatibûn girtin gotibû
“zarokên baþ”. Piþtî wê jî hûn dizanin mesele çawa bûbû.
- Dawîlêanînan
peywira pîþeyî ya dozgerê ku dozname nivîsîbû, ji layê dadgeha
cezayên giran a Wanê ve cihê-cihê bo her tawanbarekî endamê
JITEMê birrîna 39 sal cezayê, ji layê dadgeha bilind ve xirakirina
vê biryara mehkûmîyetê, veguhestina dozê bo dadgeha leþkerî, di
rûniþtina pêþîn a dadgeha bilind a leþkerî de texlîyekirina
tawanbaran… Ev ferqa di navbera þîroveya dadgeha sivîl û ya
dadgeha leþkerî ku ewçend di berevajîya hev de ne, çi nîþan
dide? Nîþan dide ku dezgeya edaletê, mekanîzmaya edaletê rizîyaye.
Yasîn Hayalê ku di kuþtina Hrant Dînkî de roleka wî ya mezin
heye, li Tarbzonê ji ber ku bomba avêtibû karxaneyekê sê sal ceza
lê dibirin. Li Diyarbekir li zarokên ku kevir avêtine polîsan yan
panzeran 25 sal ceza ji wan re tê xwestin û girtî têne
mehkemekirin. Evên hanê nîþanên ciddî yên rizandina dezgeya
edaletê ne. Li Filistînê zarokên ku kevir diavêjin leþker û
tankên Îsraîlê, tê zanîn ku di çapemenîya tirk de çawa pesnê
wan tê dayîn. Te divê ew zarok yan te divê dê û bavê zarokan,
bi heskirin têne pesindan. Dema ku zarokên kurd eynî tiþtî li
hemberî tankên tirkan dikin, dibêjin “Ev
kî ne van zarokên masûm pîj dikin?” Hebûna cotestandardîyeka
wisa ya di fikrekî de, ji bilî rizandina jîyana fikrî wêdetir, ne
tiþtekî din e.
-
- Ronesansa
Kurdî
-
- Dewleta
tirk dibêje ez ê kurdan birizînim, ez ê wan asîmîle bikim lê pê
re jî rê vedike ku dezgeyên bingehîn yên dewletê, wekî dadgehê,
wekî çapemenîyê, wekî perwerdeyê jî birizin. Zilm û tadaya
dewletê nikarîbûye kurdan birizîne. Ji 7 salî bigre heta bi 77
salî, kurd tîk li ser pîyan e. Hetta ku kurd li van rojan di nav
ronesansekê de ne.
- Em
dibêjin kurd di nav ronesansekê de ne. Ev çawa çêdibe? Ji alîyê
derdorên rastgir ve, ji alîyê derdorên ku nêzîkî Fethullah
Gulenî ne, hin rexne bo Profesor Turkan Saylanê hatibûn. Ev derdor
profesor Saylanê bi mîsyonerîyê, bi bursdayîna PKKyîyan tawanbar
dikin. Awirê van derdorên rastgir yê li ser pirsa kurd ji layekî
ve diþibe awirê îdeolojîya resmî. Bi taybet derdorên ku girêdayî
Fethullah Gulenî ne, li herêmên kurdan di bin perdeyê ‘girêdayîbûna
bi dîn û nirxên manewî ve’ de tirkayetîyê dikin, hewl didin
xwe daku tirkayetîyê geþ bikin. Ew zarokên kurdan ku ji malbatê têne
veqetandin, li xwendegehên nivistî (YIBO) çawa kurdî li wan tê
qedexekirin, li qursên Quranê ku ji alîyê layengîrên Fethullah
Gulenî ve organîze dibin de jî eynî wisa kurdî tê qedexekirin.
Wekî polîtîkayeka dewletê, li herêmên kurdan, qursên Quranê zêdetir
dibin. Zarokên kurdan li pansîyonan bicih dikin û perwerdeya qursên
Quranê dikin. Dewleta ku li herêmên rojavayê li dijî qursên
Quranê û cereyanên îslamî di nav hewldanê de ye, li herêmên
kurdan piþtgirîya qursên Quranê û cereyanên îslamî dike.
Fikrekî dewletê yê wekî “bona
paþdebirina kurdan, bona ku kurd di nav cereyanên dînî de bihelin
pêwîstî bi vana” heye. Ji vê çendê dema ku pirsa kurd dibe
mewzûya behsê, di navbera tirkayetîya Kemalîzmê ku di bin perdeyê
‘ronîdarbûyînê’ de çêdibe û tirkayetîya ku di bin perdeyê
‘girêdayîbûna bi dîn û nirxên manewî ve’ çêdibe de ji
gelek alîyên ve wekhevî heye. Digel vana dîsa jî meriv dikare bibêje
ku reftarîya derdorên nêzîkî Fethullah Gulenî ya li hemberî
kurdan, li gorî fehma Kemalîst, hîn însanî û humanîter e.
- Di
vê navberê de pêwîstî pê heye ku nivîseka Rasim Ozan Kutahyali
ku di rojnameya Tarafê de weþîyaye bê îþaretkirin. Rasim Ozan Kutahyali di Tarafa
roja 22 nîsan 2009 de nivîseka bi sernavê “Fethullah
Gulen ve Abdullah Ocalan”
weþand. Nivîskar dibêje, Fethullah
Gulen û Abdullah Ocalan li Tirkîyeyê ji alîyê beþeka civakî ya
diyarkirî têne destekkirin, divê rayagiþtî xwe fêrî viya bike.
Di vir de têgihîþtineka kêm heye. Rewþa Fethullah Gulen û
Abdullah Ocalanî ne wekî hev e. Xêza ku Fethullah Gulen temsîlkarîya
wê dike, xêzeka wisa ye ku li dijî kurdan, li dijî pirsa kurd ji
alîyê dewletê ve, ji alîyê dewleta kûr ve tê hereketkirin.
Dewlet îro bona ku kurdan, tevgerên kurdan û PKKê paþde bibe her
îmkanî, her dezgeyê, her kesayetî bi kar tîne. Rastgir, çepgir,
lîberal, cereyanên dînî û hwd. Ev rastîyeka tê zanîn ku Hîzbullah
ji alîyê dewletê ve hat damezrandin û li dijî PKK, ya rast, jibo
têkoþîna li dijî kurdên welatparêz ên li bajaran pêþde hat
ajotin. Dîsa ev jî rastîyeka tê zanîn ku derdorên Fethullah
Gulenî, yanî cereyanên Nûrparêz, nivîsên Bedîuzeman Seîdê
Kurdî yên derbareyê kurdan de texrîf kirin, jê qusandin, hîn
ajotin pîyasayê. Bêguman derdorên kurd yên li dijî vê zîhnîyetê,
yên ku nivîsên Seîdê Kurdî li gorî resenîya wê weþandibin, vê
helwêsta Fethullah Gulenî û derdora wê rexne dikin jî, hene.
- Min
li jor qal kiribû ku derdorên Fethullahparêz ku mexdûrîyeta
kurdan îstîsmar dikin, zarokên kurdan li qursên Quranê kom dikin,
kurdî li wan qedexe dikin, hewl didin xwe daku zarokên kurdan bi
ziman û kultura tirkan mezin bikin. Dîndarên kurd ku li dijî van
kirinan e, berevanîya ziman û kultura kurdî dikin hene. Digel van
zordarîyan, dîsa jî, li nav esnaf, xort û xwendekaran, li nav jin,
karker, gundî û melayan, jibo zimanê kurdî, kultura kurdî
eleqeyeka xurt pêþde diçe. Meriv dikare viya wekî ronesansekê
binirxîne. Êdî ne mumkin e ku ev proses were rawestandin. Gelek
vekirî ye ku di vê çarçeweyê de bona têgihîþtina welat jî dê
hewldan çêbibin.
-
- Îstîqameta
Potansîyela Civakî
-
- Di
hilbijartinên xwecihî yên 29 adar 2009 de, di serî de þaredarîya
bajarê mezin yê Diyarbekirê, kurdan serektîya þaredarîya Batmanê,
ya Wanê, ya Sêrtê, ya Dêrsimê, ya Igdirê, ya Colemêrgê û ya
Þirnexê bi dest xistine. Wekî vana, serektîya þaredarîya bajarokên
ku nufûsa wan li dora sed hezarî ye, yên ku ji sed hazarî zêdetir
e jî bi dest xistine. Ev yek kurdan di rêveberîyên xwecihî de
dike desthelatdar. Ev pêþdeçûneka hêjayî balkêþîyê ye, pêþdeçûneka
girîng e. Bismil, Erxenî, Farqîn (Diyarbekir), Nisêbîn, Qoser (Mêrdîn),
Bazîd, Patnos (Agirî), Gever (Colemêrg), Melazgir (Mûþ), Misric
(Sêrt), Tuxtewan (Bidlîs), Hîlwan (Ruha), Akdeniz (Mêrsîn) di nav
van bajaran de ne.
- Tê
zanîn ku li bajarên kurdan çiqas pirr leþker, polîs û tîmên
taybet hene. Li ber vana, divê meriv karsazên tirk ku li herêma
kurdan kar dikin jî îþaret bike. Ev rastîyeka vekirî ye ku van beþan,
hemîyan bi hev re, rayên xwe li ser hev dane Partîya Edalet û Pêþdeçûnê
(AKP).
- Di
civata kurd de îro dînamîzmeka pêt, potansîyeleka pêt heye.
Meriv dikare bi hêsanî vê potansîyelê, vê enerjîyê di ciwanan
de, di jinan de, di zarokan de bibîne. Ev jî girîng e ku meriv berê
vê potasîyelê, vê enerjîya pozîtîf bide ser bidestxistina nirxên
kurdîtîyê. Ev ne helwêsteka maqul e ku rabin bibêjin “Em
rojbûyîna Ocalanî pîroz dikin”, “Em
salvegera mirina dada Uveysê pîroz dikin” û miletî seferber
bikin. Herwisa, ne rast e ku naverokeka siyasî jibo roja salvegera bûyînan
û roja salvegera mirinan bête dayîn.
- Þîrovekirina
aqilane ya tiþtê ku diqewime-çêdibe armanca bingehîn ya þêweyê
zanstîyê ye. Di viya de jî ne ku tenê pêwîstî bi meharetên
aqilane heye, meharetên hêmayî û hestkirinan jî têde, bikaranîna
hemî meharetan pêwîst dike. Ger îro derheqê Komeleya Piþtgirîya
Jiyana Nûjen de, derheqê fealîyetên wê de anketek çêbibe, yên
ku beþdarî anketê dibin, herhal dê bibêjin % 99.99 fealîyetên
komeleyê erênî ne. Lêbelê ev ne mijareka wisa ye ku bi anketê bête
fêmkirin. Ev pirseka wijdanî ye, ev pirseka însanîbûnê ye. Ev
pirsa rizgarkirina helwêstê ji cotestandardîyê ye. Em sedsala 17.
bînin bîra xwe. Gelo dê bi anketê bihata tesbîtkirin ku dinya li
dora rojê digere yan na? Heke anketeka wisa çêbûbûya, gelek eþkera
ye ku dê netîceyeka çawa jê derbiketa. Dê % 99.99 netîceyekî
wekî “Dinya navenda fezayê
ye, roj li dora dinyayê digere, navenda dinyayê jî dêra Romayê ye”
jê derbiketa. Lê ev anket yê zanistî, yê rast nîþan nade. Yên
wekî Galîleoyî, ger sê-çar kes bin jî, ya zanistî, gotina wan
e.
- Mafê
her kesî heye, di vê navberê de, mafê kurdan jî heye ku di nav
azadîyê de bi nasnameya xwe bijîn. Ev mafekî gerdûnî ye, însan
bêyî ku rastê polîtîkayên asîmîlasyonê bibin bijîn, di nav
azadîyê de bijîn. Profesor Turkan Saylan a ku jibo aborjînên
Avusturalyayê, jibo xwecihîyên Amerîkayê dilê xwe diþewitîne,
yên ku koka wan qelandine rexne dike, wan sûcdar dike, herwisa, qala
wijdana civakî dike, lê di asîmîlasyona ku li ser kurdan tê tetbîqkirin
de dibe vîdayeka girîng a vê mekanîzmayê, dibe xelekeka girîng a
vê zincîrê. Bila bizane ku ew dê ji alîyê kurdan ve wisa were
bibîranîn. Meriv dikare eynî îfadeyan jibo Tîjen Mergenê jî bi
kar bîne. Divê Profesor Turkan Saylan bizanibe ku fikrê
cotestandard, helwêstên cotestandard gelek di berevajîya þêweyê
zanistîyane de ne. Yek jî prosesên girîng ku jiyana ramyarîyê hiþk
dike, dike çolistan, mejîyan felc dike, fikr û helwêsta
cotestandard e. Jiyana ramyarî, helbet divê li ber ronahîya þêweyê
zanistîyane pêþde here.
- 01
gulan 2009
-
- ____________________
- Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn
- Ev
gotar bi sernavê “Rejimin Ana Niteliði III - Onikinci Dalga” li malpera www.kurdistan-post.org
weþîyaye.
|
|
|