|
Çawahîya Bingehîn Ya Rejîmê – V Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn
Nihêrina
Li Kurdan û Peywendîya Hukmat û Artêþê Li Tirkîyeyê hertim tê gotin ku di navbera dezgeyên
ku dewletê bi rê ve dibin de lihevkirin heye. Ev dîtin bi þeklê “di
rêveberîya bilind a dewletê de, di navbera dezgeyan de ‘konsensus’
heye” îfade dibe. Ya rast divê meriv viya wekî di navbera dezgeyên
dewletê de lihevnekirin heye têbigihê. Serekkomar, serekwezîr,
serekerkan, wezîrê karê navxweyî, wezîrê edaletê û hwd. hertim
fikrekî mîna “li Tirkîyeyê dadgeh serbixwe ne” pêþ de diajon. Ew
‘konsensus’a di navbera dezgeyan de ku qala wê dibe, gotineka wekî
viya ye… Di demokrasîyên modern de dezgeya ku di rêvebirîya
dewletê de karîger e, hukmat e. Di rêvebirina dewletê de hukmat bi
tena serê xwe berpirsîyar e. Di demokrasîyên modern de, di rêvebiriya
dewletê de hem selahîyetdar e hem berpirsîyar e. Di demokrasîyên
modern de, wekî mînak, di demokrasîyên Rojavayê de, dezgeyeka bi navê
îdeolojîya resmî tune ye. Divê em tekîd bikin ku îdeolojîya resmî
bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê tê parastin û xwedîkirin.
Dewleta xwedîyê îdeolojîya resmî dewleteka demokratîk nayê
hesibandin. Krîtera herî girîng a demokrasîyê ew e ku azadîya ramanê
û rexneya azad wekî dezgehekê rûniþtibin û bi awayekî dînamîk biþuxilin.
Di demokrasîyên modern de azadîya ramanê, rexneya azad wekî dezge rûniþtine.
Di sîstemeka sîyasî de ku azadîya ramanê û rexneya azad wekî dezge
rûniþtibin de çapemenî azad e. Di sîstemeka sîyasî de ku îdeolojîya
resmî têde li dar û diyarker be jî, çapemenî propagandaya fikrê
resmî dike, helwêst û reftarîya xwe li gorî pêwîstîyên îdeolojîya
resmî nîþan dide. Li Tirkîyeyê dewleteka xwedîyê îdeolojîya resmî
heye. Di dewletên ku xwedîyê îdeolojîya resmî ne de cihêtîyeka mîna
dewlet-hukmat nîn e. Di dewleteka xwedîyê îdeolojîya resmî de dezgeyên
ku di dereceya yekem de dîyarker û desthilatdar in, ew dezge ne ku ku îdeolojîya
resmî diparêzin û xwedî dikin. Li Tirkîyeyê ev dezge, artêþ e. Artêþ,
îdeolojîya resmî bi brokrasiya bilind re pêk tîne. Dezgehên bilind
ên dadgehê yên mîna Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind (Yargýtay,
Daniþtay) û universîte di warê parastin û natorvanîya îdeolojîya
resmî de tê dîtin ku xwedîyê roleka gelek mezin in. Çapemenî jî,
pratîkek ku di îstîqameta fikrê resmî û îdeolojîya resmî de ye pêþde
dibe. Dubendîya (ikilem) dewlet-hukmatê ya di dewletên ne
demokratîk yanî dewletên ku xwedîyê îdeolojîya resmî de ne, meriv
dikane wekî yên tayînkirî û yên hilbijartî (atanmýþlar-seçilmiþler)
îfade bike. Di rêvebirina dewletê de li hemberî yên tayînkirî giranîyeka
cidî ya yên hilbijartî tune ye. Ji vê çendê hilbijartinên ku ji çar
salan yan ji pênc salan carekê dibin, ne krîtera tekane yê demokrasîyê
ye. Ev, krîtereka pêwîst e lê têrê nake, krîtereka wisa ye ku grîngîya
wê di dereceya duyem de ye. Di têkilîya yên tayînkirî û yên hilbijartî de,
di vekolandina belavbûna selahîyet û berpirsîyarîyê de jî mifa
heye. Yên tayînkirî di rêvebirîya dewletê de yên selahîyetdar in.
Lê ew ji netîceya kirinan berpirsîyar nîn in. Qebûlnekirina wan ya
berpirsîyarîyê, tê vê wateyê ku pêwîstî bi hukmateka sivîl heye.
Ev “sivîl”a li vir di wateya yê ne leþkerî de ye. Brokrasîya
bilind, organên dadgeha bilind, unîversîte, wekî mînak, derbarê
meseleya kurdan de hemî fikrên leþkeran dipejirînin. Ev dezgeh
parastvan û natorvanên van fikran e. Ya rast, sivilizasyon ne ew e ku hêza
dewletê ji dezgehekê bihê stendin û di navbera dezgehên din ên
dewletê de bihê parvekirin. Sivilizasyona rastîn ew e ku, hêz bikeve
destê gel. Hêza ku tê xwestin, divê bi rêya rêxistinên civata sivîl
dest pêbike bikeve destê gel. Nelihevkirina
di navbera dezgeyan de Rojnameya Taraf,
di hejmara xwe ya roja 12 hezîran 2009 de belgeyek bi sernavê “Plana
Dawîlêanîna Hukmata Partîya Edalet û Pêþdeçûnê û Cemaeta Gulenî”
eþkera kir. Dihat gotin ku ev pilan ji alîyê efserekî ji biryargeha
sererkanîyê ye, amade bûye. Ev nîþan dide ku di rêveberiya dewletê
de di navbera artêþ û hukmatê de nelihevkirin heye yan jî di nav artêþê
de pêkhatina cuntayeka li dijî hukmatê heye. Dibe ku li diyarê dewletê, di navbera dezgeyan de
nelihevkirin û nakokî hebin. Dibe ku ev nakokî kûrtir jî bibin. Lê
di vê prosesê de ji hev veqetînek çênabe. Her du dezgeyên ku di
navbera wan de nelihevkirin heye, digel vê nelihevkirinê, dîsa jîyana
xwe dewam dikin. Di vê prosesê de dibe ku fikr û nêrînên dezgeyekê
hîn girantir be lê cardin ji hev veqetînek çênabe. Ji ber ku ji hev
veqetînek çênabe lewre rê vedibe ku dezgeya din jî jiyana xwe dewam
bike. Dînamîka bingehîn ku rê li ber vê naveroka prosesê vedike
meseleya kurdan e. Di meseleya kurdan de, di tesbîtkirina meseleyê de,
di helkirina meseleyê de, dezgeya herî girîng ku xwe wezîfedar dihesibîne,
artêþ e. Artêþ, di vê meseleyê de bi çavekî erênî lê nanihêre
ku hukmat û dezgeyên din têkelî meseleyê bibin, pêþî li wan digre.
Artêþ, tenê, derheqê dê çi bihê kirin de planan dide ber hukmatê
û kontrol dike ku bê hela ev plan têne cîbicîkirin yan na. Hukmat
narehet nîn e ku di vê meseleyê de însîyatîf hilnedaye. Naveroka “Plana Dawîlêanîna Hukmata AKP û
Cemaeta Gulenî” jî ne rast e. Çunkî yê ku rê daye cereyanên dînî,
di vê navberê de, yê ku rê daye cemaeta Gulenî, artêþ bi xwe ye. Ji
bo ku bi meseleya kurdan re serî derkevin, wekî rêyeka girîng, li her
devera ku kurd têde dijîn, teþwîqkirina cereyanên dînî, wekî mînak,
teþwîqkirina radyo û televîzyonên ku weþaneka dînî dikin, teþwîqkirina
weqfan û hwd. polîtîkayeka girîng ya dewlet û artêþê ye. Bi rêya
cereyanên dînî ewiqandina kurdan, hawldana di nav cereyanên dînî de
helandina meseleyê, fikrek û kirineka gelek girîng e. Di her devera ku
kurd têde dijîn de teþwîqkirina vê prosesê bûye polîtîkayeka
dewletê ya ku dev jê nayê berdan. Wekî mînak, kursên Quranê li Kurdîstanê
têne teþwîqkirin, herwisa, cereyanên dînî, cemaetên dînî jî têne
teþwîqkirin. Ev tê zanîn ku Hîzbullah bona ku bi taybet li hemberî
PKK û bi giþtî li hemberî meseleya kurd têbikoþe ji alîyê dewletê
ve, ji alîyê dewleta kûr ve li garnîzonên leþkerî hate
perwerdekirin. Meriv dikane bibêje ku dewlet li deverên rojavaya Tirkîyê
li hemberî pêþdeçûna cereyanên dînî hesas e, pêþî li cereyanên
dînî digre. Lê li herêmên kurdan pêþdebirina cereyanên dînî bûye
polîtîkayeka girîng ya dewletê. Ji alîyê din, ev eþkera ye ku
cemaeta Gulenî li her warê ku kurd têde dijîn perwerdeyeka li gorî pêwîstîyên
îdeolojîya resmî dike, ziman û çanda tirkî pêþde dibe. Wekî mînak,
ev tê zanîn, xwendevanên ku bona kursa Quranê berhev kirine, di dema
perwerdeya wan de zimanê kurdî li wan tê qedexekirin. Ev tavilî dikeve
ber çav ku ferqeka gelek mezin di navbera kursên Quranê yên aîdê
cemaeta Gulenî û medreseyên kurdan de heye. Ji ber ku di medreseyên
kurdan de perwerde bi kurdî tê kirin, ji ber ku perwerdeya Quranê,
perwerdeya erebî û hwd. bi zimanê kurdî tê kiirn, lewre ev dibe
sedemekî girîng ku qedexekirina medreseyên kurdan ligel xwe tîne. Ev jî
tê zanîn ku cemaeta Gulenî gotinên Seîdê Nursî yên derbarê kurdan
û Kurdîstanê de ji nav nivîsên wî derxistine, guhertine hîn çap
kirine. Ev berhemên hanê ji alîyê terefdarên kurd ve wekî berhemên
Seîdê Kurdî ji nuh de hatine weþandin. Artêþ di prosesa van peywendîyan de tenê pêwîstî
bi cemaeta Gulenî nabîne, pêwîstî bi hemî cereyanên dînî û
cemaetên dînî dibîne. Pêwîstîya bi Partîya Edalet û Pêþdeçûnê,
bi hukmata ku vê partîyê danîye gelek mezin e. Çunkî dema ku AKP tê
gotin, têkilîyên bi Yekîtîya Ewropayê re di çi radeyê de dibin
bila bibin, têkilîyên bi DYA re, bi mafên merivan û azadîyê re, bi
fehma lîberal re çawa dibe bila bibe, dîmena cereyaneka dînî tîne bîra
meriv. Dema ku AKP tê gotin, pêþî ev tên bîra meriv. Ji ber van
sedeman, tê dîtin û þopandin ku di hilbijartinên giþtî û yên
xwecihî de wezîfedarên dewletê yên mîna leþker û polîs, di herêmên
kurdan de bêhtir raya xwe didin AKP, miletî teþwîq dikin ku raya xwe
bidin AKP, yên ku raya xwe didin Partîya Civata Demokratîk gef li wan tê
xwarin. Meseleya kurdan hewcedarîya bi hev ya dezgeyan datîne
meydanê, ger di navbera wan de nelihevî kûr bibe jî, rê nayê dayîn
ku ji hev veqetînek çêbibe. Lêbelê ev jî rastîyeka vekirî ye,
hukmata ku di meseleya kurdan de însîyatîfê negre destê xwe, ji
spartina vê meseleyê bo artêþê re dengê xwe dernexîne, dê li
hemberî leþkeran nebe xwedîyê însîyatîf. Ew belavkirina selahîyet
û berpirsîyarîyê ku li jor bi kurtî behsa wê hate kirin, dîsa, rê
nade ku ji hev veqetîneka wisa pêk were. Li ser wê ‘belge’ yan jî ‘parçeyê kaxiz’
ku rojnameya Taraf li roja 12ê
hezîranê eþkera kir, gelek munaqeþe çêbûn. Di prosesa vê munaqeþeyê
de meclisê (TBMM) qanûnek ku rê vedike daku leþker di dadgeheka sivîl
de bêne mehkemekirin qebûl kir. Pêþnumaya qanûnî wekî pêþnumaya
hukmatê bo TBMM hatibû þandin. Qanûn rê nîþan dide ku tawanên
giran ku ji alîyê leþkeran ve têne kirin li dadgehên sivîl bêne
mehkemekirin. Li hemberî hukmatê çêkirina planên derbeyê jî dibe
yek ji tawanên mezin. Leþker li dijî qanûnekî wisa bûn. Muxalefetê,
bi taybet CHP jî helwêsta xwe li nik leþkeran nîþan da. Ev peyva sivîl
a li vir jî di wateya yê ne leþkerî de ye. Ev baþ tê zanîn ku hinek
dozger, hinek dadgehên cazeyên giran, bi taybet dadgeha bilind, li gorî
daxwaz û dîrektîfên leþkeran biryaran didin. Li Tirkîyeyê leþker
ji alîyê rêvebirin û aborîyê ve otonom in. Hîn girîngtir, ji alîyê
huqûqî ve jî otonom in. Leþker rê nadin ku ew bihên teftiþkirin.
Malên leþkerî, kadroyên leþkerî, mezaxtinên leþkerî, tabiê teftîþên
dadgeha bilind (Sayýþtay) nîn in. Otonomîyeka polîsan jî ya wekî
viya heye. Digel van hemîyan, qebûlkirina qanûna navborî, dê mifayeka
girîng bigihîne pêþdebirina têgihîþtina demokratîk. 14.07.2009 _______________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Ev gotar bi sernavê “Rejimin Ana Niteliði – V: Kürt
Algýsý, Hükümet-Asker Ýliþkileri” li www.kurdistan-post.com,
www.peyamaazadi.com û www.haberdiyarbakir.com
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org