|
Çawahîya Bingehîn Ya Rejîmê – VI Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn
Sîstema
Hukimranîya Tirk Gelên
Anadolîyê-Gelên Xwecihî, Sîstema Devþirmetîyê Oguz
di sedsala 11. de ji Asyaya Navîn hatin Xoresan, Îran û Rojhelata Navîn.
Êrîþên oguzan di sedsalên 12., 13. û 14. de jî dewam kirin. Ev ne
êrîþeka bi întîzam bû. Ev ne êrîþên bi plan bûn ku bo deverên
hatine dîyar kirin çêdibûn. Tirkman bona ku jîyana xwe dewam bikin li
deverekê digerîyan daku bikanibin debara xwe temîn bikin. Ev dîtina
pisporan e, di maweya çar qirnan de oguzên ku hatine Anadolîyê û
derdorên gola Wanê, di navbera 200 û 600 hezaran de ne. Dema
ku tirkên oguz hatin van herêman, gelên xwecihî ku li van erdan dijîyan
kî bûn? Wekî mînak, li Mezopotamyaya jorîn, li derdorên gola Wanê
û gola Urmîyeyê, kurd, asurî-suryanî, keldanî, ermenî,
yahudî, ereb û hîn li
bakûr jî gurcî hebûn. Li
Mezopotamyaya jêrîn, li Îraq û Sûrîyeyê ereb
hebûn. Li kevîya deryaya Reþ laz
û pontus, li Egeyê û derdora
deryaya Sipî, li deltaya Qizilirmakê rûm
û ermenî hebûn. Gelên
xwecihî ev bûn. Dema ku tirkên oguz di sedsala 11. de hatin van herêman,
li van erdan nufûsa gelên xwecihî li dora 10 mîlyonan bû. Di
împaratorîya Selçûkîyan de û hîn paþê di dewra împaratorîya
Osmanî de em fehmeka wisa dibînin, kadroyên ku rêvebirîyê
pêk tînin, ji gelên xwecihî nayên hilbijartin. Sîstema devþirmetîyê
heye. Kadroyên rêvebirîyê, dezgeyên hukimranîyê, ji devþirmeyan tên
pêkanîn. Ji gelên xwecihî kadro nayên pêkanîn, hewl didin
xwe da ku bi awayekî giþtî gelên xwecihî li derveyî sîstemê bimînin. Li
gorî qenaeta min sedemê bingehîn yê vê fehmê meseleya milkîyetê
ye. Gelên xwecihî, pêþewayên gelên xwecihî li derdora xwe xwedîyê
milk in. Wekî mînak, xwedîyê erdên fireh in. Ji vê çendê li ser
gel heta radeyekê karîgerîya wan heye. Yekî ku li herêma xwe xwedîyê
milkekî axê yê fireh be, wekî mînak, wisa difikirin ku begekî dikane
di paþerojan de bo rêvebirîyê muþkileyekê derxîne, em bibêjin,
dikane bikeve dû otonomî yan serxwebûnê. Bona ku pêþî li viya
bigrin, bi hemet tevdigerin ku dezgeyên rêvebirîyê, kadroyên rêvebirîyê
ne ji gelên xwecihî, ji devþirmeyan pêk bînin. Hemî peywirdarên
payebilind ên di rêvebirîyê de, hemî mewqî, ji sîstema devþirmetîyê
têne bicihanîn. Zarokên rûm,
sirb, xirvat, romen, bulgar, pomak û hwd. ên ku di temenekî ciwan de ji
Balqanan hatine berhevkirin, li gorî îdeolojîya Osmanî têne
perwerdekirin û wan hildidin qedemeyên jor ên rêvebirîyê. Ev
zarokên ku ji malbatên xirîstîyanan têne hildan, ji koka xwe têne
veqetandin, ji hawirdora xwe ya xwezayî, ji malbat û civata xwe têne
veqetandin, di hawirdoreka gelek cihê de têne mezinkirin. Êdî ne
mumkin e ku bi hawirdora xwe ya xwezayî re peywendîyê daynin. Ev
êdî bi hemî hebûna xwe girêdayê dewletê ne. Bi saya dewletê hene.
Hebûna wan tenê bi hebûna dewletê ve girêdayî ye. Zîhnyeteka
wisa mewzû behs e. Ji vê çendê, ev kategorî, parastin û berevanîya
dewletê wekî peywireka gelek ciddî têdigihê. Merivek
yan takekesek ku li devera xwe xwedîyê axeka fireh be, dibe ku ne xwedîyê
zîhnîyeteka wisa ya parastin û berevanîyê be. Ji alîyê din, dibe ku
ew bi xwe bixwaze hinek karên hukimranîyê bikar bîne. Þeklê milkîyeta
li wê herêmê, têkilîyên ku ji ber vî þeklê milkîyetê bi gel re
saz bûne, peywendî, dibe ku bikanibin îmkanekî wisa pêk bînin. Ji alîyê
din, zarokên xirîstîyanan ku ji
hawirdora xwe ya xwezayî û ji malbata xwe hatine veqetandin,
perwerdekirina wan a li gorî armancên xwe gelek hêsantir e. Lê
perwerdekirina zarokên muslumanan ku bi malbatên xwe re di têkilîyê
de ne, ewqas ne hêsan e. Navê
wê xwendegeha ku ev zarok têde dihatin perwerdekirin Enderûn
e. Lê tu agahîyek nîn e ku nîþan bide di dema Osmanî de, em bibêjin,
zarokên tirkmanan yan yên kurd û ereban bo Enderûnê
hatine qebûlkrin. Zarokan
bi darê zorê ji hawirdora wan a xwezayî, ji malbata wan veqetandin û
li mekanên dûr li gorî pêwîstîyên civakeka din perwerdekirin,
taybetîyeka girîng ya sîstema devþirmetîyê ye. Xwendegehên Nivistî
yên Herêmê ku li salên 1960î ava bûn, ji ber pêwîstîyeka di þibhê
viya de derketin meydanê. Ev xwendegehên ku asîmîlekirina kurdan bo
xwe kirine armanc, îro bi navê Xwendegehên Sereta yên Nivistî yên
Herêmî (YIBO) jiyana xwe dewam dikin. Di nav hewldanê de ne ku eynî
armancê bi rêxistinên wekî Komeleya Piþtgirîya Jîyana Nûjen û
Weqfa Perwerdeya Nûjen re, bi dezgeyên mîna komeleyên civaka sivîl re
pêk bînin. Peymana Cenevreyê ya 1948, prosesa zarokan ji malbata wan
veqetandin û li gorî pêwîstîyên civakeka din perwerdekirin, bi vî
awayî mudaxelekirina hawirdora xwezayî, hawirdora malbata wan, sûc
dihesibîne. Ev yek ji wan prosesan e ku sûcê jenosîdê pêk tîne.
Lê fikrê tirk bi awayekî giþtî bi sîstema devþirmetîyê dipesife.
Ev jî nîþan dide ku di navbera fehma nûjen a demokratîk û fikrê
tirk, awirê resmî yê tirk de nakokîyeka ciddî, ferqeka ciddî a têgihîþtinê
heye. Ev
rastîyeka vekirî ye ku di dema Îttîhad we Tereqqî de, bi taybet di
dema Komarê de, kadroyên ku rêvebiriya dewletê pêk tînin ne ji gelên
xwecihî, ji gelên ku ji derve hatine Anadolîyê hatine pêkanîn. Di
her du deman de jî tê dîtin ku çerkes di rêveberîya dewletê de di
kadroyên jor de rolên girîng girtine. Tê
dîtin ku macirên Balqanan, macirên ku ji Qirimê, ji Qafqasyayê, ji
Asyaya Navîn hatine, di dewra komarê de, li rêvebiriya jorin a dewletê
peywirên girîng, mewqîyên girîng dane wan. Ev derdor bêyî ku
xwedîyê tu tiþtekî bin hatine Tirkîyeyê, ji êrîþ û zilmê revîyane
hatine. Jîyana wan a li Tirkîyeyê bi tevayî bi dewletê ve girêdayî
ye. Dewletê beþeka girîng ya mal û milkê ku li dû surguna rûman û
komelkujîya ermenîyan maye bo van malbatan hîbe kirîye û bi vî awayî
ew ji alîyê îdeolojîk û polîtîkî bi dewletê ve girê dane. Ji vê
çendê, ev macir bûne grûbeka wisa ku bi þêweyeka pêt bi dewletê,
bi îdeolojîya dewletê û bi îdeolojîya resmî ve hatine girêdan. Ji
gelên xwecihî, em bibêjin, kadroyên ku ji tirkmanan, ji kurdan bêne pêkanîn
dibe ku bi vê pêtbûnê bi dewletê ve girêdayî nebin. Bawerîya vê
dewletê herdem bi çerkesan, bi tirkên macir ên Qirim, Qafqasya û
Asyaya Navîn mezin bûye, ji wan, di qedemeyên bilind ên rêveberîya
dewletê û brokrasîya dewletê de wan anîna mewqîyên bilind, ji ber vê
pabendîya wan, tu fikareya dewletê tune bûye. Lê ji pabendbûna
tirkmanên elewî, bi taybet ji kurdan, hertim þubhe hatiye kirin. Di
çaryeka dawîn a sedsala 19. de, piþtî þerê Osmanî-Rûs yê li sala
1878, koçberîyeka gelek pêt ji Balqanan û Qafqasyayê bo Anadolîyê
çêbûye. Yên ku ji Balqanan hatine, bêguman, li navîna sedsala 14. di
prosesa fethkirina Balqanan de ji alîyê Osmanî ve yên ku ji Anadolîyê
hatibûn veqetandin û li Balqanan hatibûn bicihkirin, yanî nevîyên
“Ewladê Fatîhan” e. Piþtî têkçûna Balqanan li sala 1912, ev koçên
hanê gurrtir bûn. Di dema Îttîhad we Tereqqî de, yên ku di rêvebirîya
dewletê de anîne peywirên pêþdetir û mewqîyên bilind, hîn bêhtir
ji vê derdorê hatin pêkanîn, hatine hilbijartin. Di
dema Komarê de, li dewra tek partîtîyê, serekê giþtî yê Firqeya
Gel a Komarê (CHF) û serekê komarê Mistefa Kemalî mebûsan tayîn
dikir. “Hilbijartina du dereceyî” esas tayînkirinek bû. Te divê
mebûs yan te divê delegeyên ku mebûsan hildibijart, hertim bi tayînkirinê
dihatin ser kar. Beþeka girîng ya kesên ku wekî mebûs diketin Meclisa
Mezin ya Miletî ya Tirkîyeyê (TBMM) ji vê derdorê dihatin
hilbijartin. Dîmensîyoneka
(boyut) girîng ya sîstema hukimranîya tirk ev e. Di sîstema rêvebirîya
Osmanî de ji gelên xwecihî yên xwedîyê milkîyeta erdê bona
burokrasîyê eleman nedihat temînkirin, burokrasî ji devþirmeyan temîn
dibû, di dewra komarê de jî ji gelên ku ji derve hatine tê temînkirin.
Divê ev zihnîyet bi dîyardeyan were vekolandin. Di
dema Osmanî de erd bi sîstemek ku jê re “sîstema timarê” digotin
dihat þuxulandin. Erd bi navên “timar”, “zeamet” û “xas”
dihat dabeþkirin. Di serê van hemî beþan de karbidestê ku ji navendê
hatiye tayînkiirn hebû. Ev li gorî kêrhatina di þeran de li kesên
navborî dihat bexþkirin. Ne mewzû behs bû ku ji gelên xwecihî kesek
bo van wezîfeyan bihata tayînkirin. Li Kurdistanê, ji destpêka sedsala
16. vir de, ji dema Îdrîsê Bidlîsî û vir de sîstemeka cihê, sîstemek
ku em diþên jê re bibêjin “otonomîya kurd”, dihat tetbîqkirin.
Ev sîstem jî di sedsala 19. de, li dewra Mehmûdê Duyem (1808-1839) di
prosesa serhildanên ku çêbûn de ruxîya. Kurdistan jî bi þêweyeka
organîk daxilê rêvebiriya navendî hat kirin. Pêkanînan
Merivê Yek Tîp, Her Kesî Tirk Kirin Dema
sîstema hukimranîya tirk tê gotin, divê dewra Osmanî ya Klasîk,
dewra Îttîhad we Tereqqîyê û hîn paþê jî dewra Komarê ji hev cihê
analîz bibin. Pêkanînan merivê yek tîp taybetîyeka girîng ya her du
dewrên dawîn e. Ev dewra ku bi Îttîhad we Tereqqî dest pêdike bi
Komarê re hîn bi awayekî sîstematîk hatîye ajotin. Zihnîyeta tek
ziman, tek milet, tek dewlet, tek welat, tek þef (pêþewa) van dewran îþaret
dike. Rûm hatin surgunkirin, ermenî hatin qetlkirin. Bi vî awayî hewl
dan xwe da ku astengên di pêþîya vê zîhnîyetê de ji navê bêne
rakirin. Yahudî jî di pêkanînan
îdeolojîya kemalîst de hertim bûne alîkar. Di dewra Îttîhat we
Teraqqî de jî di dewra Komarê de jî xebateka wisa heye. Asîmîlekirina
kurdan bo tirkîtîyê û asîmîlekirina elewîyan bo muslumantîyê, dîsa
di vê çarçeweyê de hatîye tetbîqkirin. Ji alîyê etnîkî û ji alîyê
dînî ve afirandina civakeka homojen armanceka girîng ya dewra Komarê bû.
Ev yek ji alîyê îdeolojîya kemalîst ve wekî “em civakeka bêtebeqe,
bêîmtîyaz û têkelbûyî ne” dihat îfadekirin. 25.07.2009 ____________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Ev
gotar bi sernavê “Rejimin Ana
Niteliði – VI, Türk Egemenlik Sistemi” li malpera http://www.haberdiyarbakir.com/
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org