|
Çawahîya
Bingehîn a Rejîmê Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn I.
Wateya qanûna bingehîn û qanûnan li hemberî “kuþtinên faîlê wan
ne dîyar” çi ye? Li
salên 1990’î li Tirkîyê rewþeka gelek giran a civakî û sîyasî
hebû. Li navîna salên 1990’î ev rewþ girantir bû. Salên 1993,
1994, 1995, 1996. Salên ku Tansu Çiller serokwezîr bû… Salên ku
Tansu Çiller serokwezîr, Silêman Demirel serokomar, Dogan Gureþ
sererkan, Mehemed Agar mudirê giþtî yê asayîþê, hîn paþê wezîrê
edaletê, hîn paþdetir jî wezîrê karê navxweyî, walîyê rewþa
awarte jî Unal Erkan bû… Di wê demê de “kuþtinên faîlê
wan ne dîyar”, þewitandina gundan û bi girseyî surgunkirina merivan
gelek zêde bû. Derbareyê roþinbîr, karsaz û melayên kurdan de kirinên
“bikuje-birevîne-binax bike” misêwa dihatin tetbîqkirin. Di jîyana
sîyasî ya tirkan de ji dema Ittîhad we Tereqqî vir de hertim ev bûyerên
hanê rû didin. Lêbelê li wan salên ku min li jor behsa wan kir, ev bûyerên
hanê hîn bi þêweyeka sîstematîk hatin kirin. Ev kirinên rêveberîya
zordar, li girtîgeh û zindanan jî eynen çêdibûn. Bêhuzûrî û
hevkiþandina di navbera rêveberîyê û girtîyan de, girevên birçîbûnê,
surgun… qet kêm nedibûn. Meriv
bala xwe bide ser qanûna bingehîn, ser prosesa amadekirina qanûna
bingehîn û ser guhertinên qanûna bingehîn, rejîma sîyasî û sîstema
sîyasî ya tirkan nayê fêmkirin. Evên hanê, derbareyê çawahîya
bingehîn a rejîma sîyasî de, derbareyê þuxulîna sîstema sîyasî
de, derbareyê çawahîya bingehîn a rejîmê de gelek kêm agahî didin.
Herwisa, ger meriv bala xwe bide ser partîyên sîyasî, ser qanûna partîyên
sîyasî, ser qanûna hilbijartinan jî, rejîma sîyasî û çawahîya
bingehîn a rejîma sîyasî ya tirkan nayê fêmkirin. Evên hanê jî,
derbareyê çawahîya bingehîn a rejîma sîyasî û þuxulîna sîstema
sîyasî ya tirk de, gelek kêm, agahî didin, agahîyên di ser re didin.
Ger meriv bala xwe bide ser Meclisa Miletî ya Mezin a Tirkîyê (TBMM) û
xebatên wê û hukmatê, herwisa, bala xwe bide ser peywendîyên di
navbera wan de jî, sîstema sîyasî û rejîma sîyasî ya tirkan nayê
fêmkirin. Ger meriv bala xwe bide ser biryarên dadgehan, wekî mînak,
meriv bala xwe bide ser biryarên dadgeha qanûna bingehîn (Anayasa
Mahkmesi) û dadgehên bilind (Yargitay, Daniþtay) jî, meriv van
biryaran analîz bike, dîsa, rejîma sîyasî ya tirkan nayê fêmkirin.
Evên hanê jî, derbareyê çawahîya bingehîn a rejîma sîyasî de
gelek kêm, agahîyên di ser re didin. Ger meriv bala xwe bide ser qanûna
cezayê, qanûna çapemenîyê û sîstema înfazê jî rejîma sîyasî
ya tirkan nayê fêmkirin. Bona ku meriv rejîma sîyasî ya tirkan, sîstema
sîyasî û çawahîya bingehîn a rejîmê têbigihê divê meriv bala
xwe bide ser wê zîhnîyeta ku ruh dide van hemî qanûnan, ruh dide þuxulîna
van qanûnan dê fêm bike. Behsa
nêzîkî 17 hezar, ji 17 hezarî zêdetir “kuþtinên faîlê wan nedîyar”
dibe. Ev jî tê zanîn ku yên ku hatine kuþtin hemî kurd in. Ev jî
malumateka girîng e ku, ev kuþtinên ku kurd yekayek yan jî bi komelî
bo xwe kiribûn amanc, ji layê JÎTEMê (Îstîxbarata Jendirmeyan û Têkoþîna
bi Terorê re) ve çêbûne. Herwisa, tê zanîn ku JÎTEM dezgeyek bi ser
Fermandarîya Giþtî ya Jendirmeyan e. Di nav JÎTEMê de wezîfeyên
gelek girîng spartine îtîrafkarên PKK, beþeka mezin a kuþtinan bi
destê van elemanan dane kirin. Ev jî malumateka girîng e ku, divê
meriv bi baldarî li ser bisekine. Heta navîna sala 2008, heta ku tehqîqat
û tewqîfkirinên Ergenekonê çêbûn hebûna JÎTEMê dihat înkarkirin.
Di dema van tehqîqatan de fiîlen hat qebulkirin. Dibe
ku axaftina Abdulqadir Ayganî, îfadeyên Tuncay Guneyî, herwisa,
Profesor Mahîr Kaynak ku dibêje “Em
li rabirdûyê asê nebin û nemînin, di rabirdûya Tirkîyê de karên pîs
hene” di vê qebulkirinê de roleka girîng lîztibin. Tê zanîn ku
Abdulqadir Aygan PKKyî bû, hîn paþê îtîraf kir û bû elemanê JÎTEMê,
di JÎTEMê de xebitî, hîn paþê jî kirinên xwe yên di JÎTEMê de
îtîraf kir. Ev jî rastîyeka girîng e ku van îtîrafan di dîroka nêzîk
de ji gelekê pêþdeçûnan re rê vekir. Tuncay Guney jî, navê wî misêwa
li tehqîqatên Ergenekonê derbas dibe. Heta ku ji layê hinde nivîskar
û rojnamevanan wekî navekî ku tehqîqata Ergenekonê daye destpêkirin,
tê bibîranîn (1). Ev
jî bi teferuat tê zanîn ku, li wan salên ku li jor me behsa wan kir, Hîzbullaha
ku li bajarên kurdan ên mîna Diyarbekir, Batman, Farqîn, Nisêbîn û
Qoserê li hemberî kurdên welatparêz kuþtarîyê dikir, li garnîzonên
leþkerî dihat perwerdekirin. Ez di vê qenaetê de me ku, di navbera çawahîya
bingehîn a rejîma sîyasî ya tirkan û van dîyarde û peywendîyên dîyardeyî
de girêdeneka girîng heye. Ger bi sînor be jî, dîsa, di qanûnan de
behsa hinde mafan, behsa azadîyê û mesûnîyeta kesane dibe. Tê tekîdkirin
ku hinde mafên mesûnîyeta kes hene. Lê ev mafên hanê, ev azadî, li
welatê kurdan pirrê caran tetbîq nabin. Ji 17 hezarî zêdetir “kuþtinên
faîlê wan nedîyar”, þewitandin û xirakirina gundan, ji cih û warên
wan rakirina malbatên kurd, serçavîyên girîng ên vê nirxandinê ne.
Hingê meriv dikane bibêje ku qanûna bingehîn û qanûn ji bilî ku ji
rewþa fiîlî re bibin perdeyek, ji viya wêdetir, tu qîymeteka wan nîn
e. Di
tora van peywendîyan de hinde pirsên bingehîn derdikevin rojevê.
Dewlet çima pêwîstî pê dibîne ku li hemberî xelkê xwe rêxistinên
veþartî, rêxistinên derveyî qanûnan saz bike? Ev rêxistin çima misêwa
însanan dikujin? Çima ewqas “kuþtinên faîlê wan nedîyar” hene? Elemenên JÎTEMê
çima kuþtina kurdan rewa û meþrû dibînin? Di jîyana sîyasî ya
tirkan de çima fehmek ku kuþtina kurdan, ermenîyan, suryanîyan,
qizilbaþan (elewîyan) û êzîdîyan rewa û meþrû dibîne pêþde
çûye? Gelek hêsan e ku meriv ji dema Osmanî heta roja îro di dîroka
civakî ya tirkan de qirkirinên komelî biþopîne. Ev bûyerên ku di
dema Ittîhad we Tereqqî de bi þêweyekî bêhtir bi pîlan û program
dihatin îfadekirin, bi danîna komarê re, îcar bi þeklekî sîstematîk
hatine tetbîqkirin. Digel
ku li hemberî xelkê û roþinbîran ewçend berdewam kuþtin çêbûne,
lê ji vana tu yek jî neanîne pêþberî organên dadgehê. Ev yek dîmensîyoneka
girîng a çawahîya bingehîn a rejîmê ye. Dîsa, divê ev jî bibe
pirseka girîng ku, ev kuþtinên hanê çima dernaxin pêþberî organên
dadgehê? Xwuya ye, ev kuþtinên hanê ji layê hinde karbidest û
berpirsîyarên tirk ve wekî “karên pîs” û “pîsîtî” têne
binavkirin. Lêbelê ev jî tê dîtin ku, yên ku van “karên pîs”
kirine, ji layê serokomarê dehemîn ku jê re digotin “huqûqvanek”
e, “huqûqvanîya” wî dihate tekîdkirin, bi “xelata îftîxarê ya
dewletê” hatin xelatkirin, serokkomarî bîzat bi destê xwe madalya bi
singê van kesan ve kir. Lê divê ev jî malumateka girîng be ku,
serokomarî dayîkên þervanên kurd ên ku di pevçûnan de jîyana xwe
ji dest dane, yanî “dayîkên aþtîyê” û melhefa wan a sipî qebul
nekiribû. Derbareyê
tawana jenosîdê de Peymana
Derbareyê Pêþîlêgirtin û Cezakirina Tawana Jenosîdê ku li sala
1948 hatîye amadekirin, bi darê zorê zarokan ji malbata wan veqetandin,
bo grûbeka din transferkirin û bi nirxên wê civatê mezinkirin,
(Madde: 2, Benda (e)) sûc dihesêbe. Lê fikrê tirkan bi sîstema devþirmetî
ya dewra Osmanî dipesife. Sîstema devþîrmetîyê, rewþa ku derbareyê
jenosîdê de li jor hate behskirin, bi xwe ye. Ev jî nîþan dide ku di
navbera fikrê tirkan û fikrê gerdûnî de nakokîyeka girîng heye.
Niha jî Komeleya Piþtgirîya Jîyana Nûjen bi têgeha “nûjenîyê”
berevanîya asîmîlekirina zarokên kurdan bo tirkîtîyê dike. Fikrê
tirkan asîmîlekirina zarokên kurdan bo tirkîtîyê wekî dîyardeyeka
modern, wekî proseseka modern dinirxîne. Lê dema ku di navbera salên
1985-88 de li Bulgarîstanê navên tirkan dihatin guhertin, ew prosesa ku
navên bulgarî li tirkan dihat danîn, fikrê tirkan ev kirin bi nîjadperestî,
emperyalîstî, kolonyalîstî, paþverûtî û bi derveyî modernbûnîyê
tawanbar dikir. Di
dema Osmanîyan de li yên ku ne musluman in, wekî mînak li qizilbaþan
(elewîyan), li êzîdîyan, li ermenîyan, li suryanîyan û hwd. zilm û
tada dihat kirin. Îcar li dewra komarîyê, fikrê tirkan, li hemberî
her kesê ku ne tirk e û ne musluman e, zilm û tadayê rewa û meþrû
dibîne. Ev elemeþkera ye ku li dewra komarîyê amanca bingehîn a zilm
û tadayê kurd in. Muslumanbûna kurdan, li hemberî zilm û tadayê, wan
azade nake. Ev jî rastîyeka eþekera ye ku di dewra Sedam Husên de jî
li Îraqê hertim jenosîd li ser kurdan hat tetbîqkirin. Ev
dîmensîyonên girîng ên kultura sîyasî ya tirk in, di eynî demê
de, dîmenên çawahîya bingehîn a rejîmê ne. Di tora van peywendîyan
de rola unîversîteyê çi ye? Rol û pozîsyona dadgehê çi ye? Rola çapemenîyê
çi ye? Divê ev alîyê peywendîyan jî were vekolandin. Dema ku pirsa
kurd bibe mewzû behs, dê bihê dîtin ku ev dezgeyên bingehîn ên
dewletê xwedîyê fonksîyoneka gelek cihê ne. Unîversîte, ne ku
vekolandina rastîyê, xwedîyê fonksîyona veþartin, vajîkirin û tune
hesibandina rastîyê ye. Çapemenî, ne ku bo raya giþtî eþkerakirina
bûyeran, xwedîyê fonksîyona veþartin û ji ber çavê raya giþtî dûrxistina
bûyeran e. Dadgeh, ne ku hewl dide xwe da zîhnîyeta huqûqê serdest
bike, dibe numayendeya huqûqa serdestan e. Huqûqa serdestan, helbet huqûqa
JÎTEMê ye. Zîhnîyeta vê huqûqê, ew cînayetên faîlê wan nedîyar
ku behsa bi hezaran dikin, ji vana tu yekî dernaxîne pêþberî dadgehê.
Lê ew zarokên ku kevir avêtine panzerê, bi doza ji 20 salan zêdetir
cezayê hepsê wan didarizîne û dixe zindanê. Sîstema sîyasî ya
tirkan, rejîma sîyasî ya tirkan di nav tora van peywendîyên ku li ser
dewletê zal in, di çarçeweya van peywendîyan de tê fêmkirin. Ev eþkera
ye ku di tora van peywendîyan de rola dîyarker û rêveber a leþkeran
û artêþê heye. Zîhnîyeta
JÎTEMê, huqûqa JÎTEMê çi ye? Ew îtîrafkarên PKK ku kirine elemanên
JÎTEMê, dema ku dest bi kuþtina hevalên xwe yên zemanekî dikin û
zilmê li xelkê xwe dikin, hingê ji wan re dibêjin “qareman”.
Elemanên JÎTEMê yên îtîrafkar her ku kurdan yekayek an cotecot
dikujin, dozaja qaremanîya wan jî zêdetir dibe. Generalên ku li herêmê
dixebitin bi van “qaremanan” re fotografên xwe derxistine. Lê
Abdulqadir Ayganê ku li JÎTEMê xebitîya, dema ku îtîraf kir ku JÎTEMê
çawa kurd kuþtine û þewitandine û hwd. hingê ev generalên ku
zemanek bi Abdulqadir Ayganî re xebitîne îcar jê re gotin, “alçax”.
Li vir, yê ku bawerî pê were general in, yan îtîrafkarê JÎTEMê
Abdulqadir Aygan e? A ev e, çi dema ku ev peywendîyên ne sîyasî bêne
analîzkirin, dê sîstema sîyasî ya tirkan, rejîma sîyasî ya tirkan
bihê fêmkirin. Pirsa bingehîn ev e: Çima ewqas zêde kurd têne kuþtin?
Çima bona kuþtina kurdek kurdekî din tê bikaranîn? Digel van hemîyê
kirinan çima dawî li gotineka mîna “biratîyê”, gotineka mîna
biratîya tirkan û kurdan nayê? Îtîrafkarên JÎTEMê bi dorfirehî
behs dikin ku çawa kurd kuþtine. Ger tirkekî kuþtibin, gelo dê
bikanibin ewqas bi hêsanî behs bikin? Meriv bala xwe bide ser qanûna
bingehîn, ser qanûna hilbijartinan, ser partîyên sîyasî, ser meclisa
mezin, ser biryarên dadgeha qanûna bingehîn, ser biryarên dadgeha
bilind û hwd. sîstema sîyasî ya tirkan nayê fêmkirin. Ancax ev
peywendîyên ne qanûnî bêne analîzkirin hingê dê bihê fêmkirin.
Veþartî hiþtina rêxistinan, herwisa, veþartina operasyonên ne qanûnî
û dernexistina van a pêþberî dadgehê, taybetîyeka girîng a çawahîya
bingehîn a rejîmê ye.
Heta ku behsa wan kuþtinên faîlê wan nedîyar ku li hemberî
kurdan çêbûne, þewitandina gundan, surgun, ango ew operasyonên JÎTEMê
ku li herêmên kurdniþîn çêbûne nebe, sîstema sîyasî ya tirkan,
rejîma sîyasî ya tirkan û çawahîya bingehîn a rejîma wan nayê fêmkirin.
Vê demê, heta ku ev peywendî li dadgehê nebin babeta darizandinê,
derheqê berpirsîyar û peywirdaran de doz neyêne vekirin, hingê,
demokrasîya rastîn jî saz nabe. Ancax di çarçeweya van peywendîyan
de unîversîteya tirk, çapemenîya tirk, jîyana kar a tirkan tê fêmkirin. Partîya
Edalet û Pêþdeçûnê (AKP) bo xwe kirîye amanc ku di hilbijartina pêþîya
me ya li roja 29 adar 2009 de ji sedî 47’ê dengan bigre. Ev mumkin e.
Ger bi zîhnîyeta mîlîtarîst re hevkarîyeka pêt bike, derheqê
“karên pîs” de tu tehqîqat û rexneyek neke, çavê xwe ji van tiþtan
re bigre, dibe ku derkeve ji sedî 50 jortir. Lê dîsa jî AKP nabe îqtîdar.
Ne mumkin e ku li jêr wesayeta leþkerî bibe xwedîyê îqtîdarê. Li jêr
wesayeta leþkerî demokrasîya rastîn jî ne mumkin e. 25
sibat 2009 ___________ (1)
Bona axaftina Mahîr Kaynakî binêre li rojnameya Vatan,
1 çele 2009, Hevpeyvîna ku bi Mîne Þenocakli re kirîye. Dîsa
binêre li Ugur Balik, Timur Þahan, Ýtirafçý:
Bir JÝTEM’ci Anlatýyor, Aram Yayýnlari, 2006 Herwisa,
binêre li www.nasname.com, BOTAÞ
(JÝTEM’in Ölüm Fabrikasý), 22 sibat 2009 / Kayýp Yakýnlarý
Yaðmur Dinlemedi, 23 sibat 2009 Û
binêre li Bedir Acar, Tuncay Güney Anlatýyor, Ergenekon’un Ýlk
Tanýðý, Timaþ Yayýnevi, Îstanbul 2008 Not:
Navê orîjînal yê gotarê
“REJÝMÝN ANA NÝTELÝÐÝ”
ye. Herçendî ev gotar li malperên mîna www.kurdistan-post.org
û www.nasname..com weþîyabe lê
gotara orîjînal rasterast ji destê nivîskar hatîye wergirtin. (R.L.)
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org