|
Di Kampanyaya Lêborînê de Helwêsteka Cihê Îsmaîl
Beþîkçî Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn
Siirt
Vakayinamesi,
yek ji kitêbên Weþanxaneya Yaba ye ku di nav rêzepirtûkên Mezopotamya
Kitapligi de weþîyaye. Ev kitêba ku ji layê pîskopos Aday Þer ve amade
bûye, ji layê Celal Kabadayi ve hatîye wergerandin. Kitab, di sala 2002
de li çapê ketîye. Di kitêbê de pêþgotinek ku ji layê Weþanxaneya
Yaba ve hatîye nivîsîn heye. Di vê pêþgotinê de beþek heye ku, ji
hevdîtina ku Bet Þevace bi jinekea pîr a suryanî re kiriye, hatiye
girtin. Li wir, di sala 1915 de, li alîyê Mêrdînê, ew zilma ku hêzên
asayîþê yên girêdayî rêveberîya Osmanî bi asûrî-suryanî, keldanî
û ermenîyan kiriye, tê qisekirin. Di sala 1915 de tenê ermenî nehatine
qirkirin. Li hemberî asûrî-suryanî û keldanîyan jî qirkirineka tund
hatiye meþandin. Profesor
David Gauntê swêdî jî di kitêba bi navê “Katliamlar,
Direniþ, Koruyucular, Birinci Dünya
Savaþý’nda, Doðu Anadolu’da, Müslüman-Hrýstiyan Ýliþkileri, Wergerandin:
Ali Çakiroglu, Weþanên Belge, Îstanbul, 2007” de behsa van bûyeran
dike. Di vê navberê de, divê em behsa ‘vekirina gorekê’ jî bikin ku
ji payîza sala 2006 dest pêkiribû û heta bihara sala 2007 dewam kiribû.
(Îsmaîl Beþîkçî, Olgular
Karþýsýnda Bilim, Resmi Ýdeoloji, Etik, 05.07.2007 http://www.peyamaazadi.org/modules.php?name=News2&file=article&sid=2357) Ev
bûyerên hanê di kitêba bi navê “1915
Bir Papazýn Günlüðü” de hîn bi teferuat têne behskirin.
Rojnivîska ku ji layê Fr. Hyac. Simon des Precheurs ve hatîye amadekirin,
di kitêbê de bi sernavê “Kartal Yuvasý Mardin’de, Beklenmedik Felaket, Ermeni, Asuri, Keldani
Soykýrýmý” cih digrin. Kitêba ku ji layê Mehmet Baydur ve ji
fransizî bo tirkî hatiye wergerandin, di kewçêra 2008 de ji layê Weþanxaneya
Pêrî di nav rêzepirtûkên Tarih-Ani-Gunlukler de weþîyaye. Wisa
tê fêmkirin ku di sala 1915 de qirkirina li Mêrdînê ji layê walîyê
Diyarbekirê Reþît Begî ve bi teferuat hatîye pîlankirin. Dr. Reþît
Beg, mudirê karê nivîsînê û wekîlê qaymeqamê Mêrdînê Îbrahîm
Bedredîn Begî bo muteserrifîya Mêrdînê tayîn dike. Walîyê
Diyarbekirê Dr. Reþît Beg, bona ku li hemberî mesîhîyan qirkirinê pêk
bîne, komîteyeka nepen jî dadimezrîne. Di vê komîteya nepen de Îbrahîm
Bedredîn, kumandarê cendirmeyan Çerkez Harûn Beg û cihgirên wî, þefê
polîsan Gewranîzade Memduh Beg, reysê cezaya giran Xelîl Edîb Efendî,
cihgîrê walîyê Dîyarbekirê Tewfîq Beg, mudirê komîteya tehcîrê û
cihgirê Memduh Begî Evdilkerîm Beg, mudirê hepisxaneya Mêrdînê Þêx
Tahir Ensarî hene. (r. 23-24) Mebûsê Diyarbekirê Feyzî Efendî dema ku
diçê Mêrdînê, li meha sibatê (1915), ev komîteya veþarî tê
damezrandin. Tê zanîn ku Feyzî Efenedî (Pirinççioglu) xalê Ziya
Gokalpî ye. (r. 24) Di
meha nîsan û gulana sala 1915 de li herêma Mêrdînê li hemberî mesihî
û êzîdîyan qirkirineka gelek pêt çêdibe. Sedemeka cidî tune ye ku
meriv vê qirkirinê jenosayd nehesibîne. Ev qetlîamên bi komelî, ligel
talaneka bi zanebûn têne kirin. Di prosesa qetlîama suryanî, keldanî û
ermenîyên mesîhî de, dest li ser hebûna wan a maddî tê danîn. Zîynetên
wan, pereyê wan û embarên wan ên erzaqê têne talankirin. Ev qetlîamên
girseyî, ev talanên hanê ji layê wê komîteya veþarî ku me li jor
behsa wê kir tên rêvebirin. Di karê tetikêþîyê de kurdên li herêmê,
eþîrên kurdan, beredayên û sûtalên ku ji vir de û wê de hatine
berhevkirin, têne bikaranîn. Em ji kitêbê fêr dibin ku, wekî mînak,
Qiziltepeya îroyîn, di sala 1915 de gundekî ermenîyan bûye. Navê wê yî
wê demê Til-ermenî bûye. Û gundekî gelek dewlemend. Grûbeka kurd ku
ji 2000 siwarîyan pêk tê, ermenîyan dixin dêrê û diþewitînin. Yên
mayî li kuçeyan, li malan didin ber þûran, malê wan talan dikin. (r.
61) Ev grûba kurd a tetikêþ ji layê rêveberîya Îttîhadî ve tê teþwîqkirin.
Digel vê tetikêþîya kurdan, dîsa jî, bûyer ji layê papaz Sîmon ve
bi awayakî tendurist tê fêmkirin. Di vê behsê de fikrê papaz Sîmonî
ev e: “… Di serî de ev karê çepel bi destê kurdan û
cendirmeyan hat kirin. Paþê rewþ guherî. Înfazên kirêt spartin wan
konvoyên milîsan ku xwedêgiravî bona parastina konvoyan hatibûn wezîfedarkirin.
Ev
qetî ye ku, kurd û leþker, tenê estruman bûn. Tenê makîneyên kuþtinê
bûn. Tenê li gorî fermanên ku ji derve de digirtin, vî karî dikirin. Yên
ku biryar didan, ne ji çiyayên me bûn. Yên li paytextê bûn. Û ez,
heta ku rastiya vê gotinê înkar dikim, ez ê hebûna rojê înkar bikim.
Mesîhîyên Tirkîyê ji layê Jon-Tirkên Îstanbulê ve hatin qetilkirin. Delîlê
me di nav formasyona van leþkerên milîs de ye. Milîs,
yekîneyên wisa bûn ku ji kesên bêkar û bêemel, ji beredayan hatibûn
pêkanîn. Xirab bûn, bêperwerde û cahil bûn. Di bin wan îþaretên leþkerî
de ji veþartina van taybetîyên xwe yên berbat memnun, însanên temenê
wan li dora 50 salan bûn. Ev zilamên ku hetanî vî temenê xwe beredayî
gerîyabûn û ji tu dolabekê re nebûbûn destikek, bona ku gihîþtibûn
îmkana dewlemendbûnê û bona þêlandinê hatibûn, lewre, kêfxweþ bûn.
Di
kurdan de jî em þahidê eynî rewþê ne. Axayekî kurd emirqul bûyîna
xwe îfade dikir, bi vî awayî hewl dida xwe ku, xwe mafdar derxîne. Digot
‘Êê!’ û dewam dikir, ‘Ma çi bûye, qey împaratorî dîn bûye? Ji
me re got bikuje, me jî kuþt. Ev karê hanê bi fermanê çêbû. Qey dê
ceza bidin me?’ Rojekê peywirdarekî asayîþê ji min re got, ‘Hûn çi
ji me dixwazin, bi zorê me kirin nav vî karî.’ Ji
derveyî vana û delîlê herî girîng û pêt, berîya cînayetan, bona ku
kirasekî qanûnî jê re bifesilînin, fermana ku bona qurbanan dihate
xwendin jî di nav de ye. Usûl
wisa bû: Piþtî ku konvoy dihat rawestandin, efserek ji zerfekî ku bi
mohra sor hatiye xemilandin, nameyek derdixist û dixwend. Digot ‘Hûn giþ
bi kuþtinê hatine mehkûmkirin!’ Hukemkî wisa averê tenê dikanîbû
ji layê hukmatê ve bihê dayîn, ancax ji meqamekî hukmatê derkeve.”
(r. 107-108) Piþtî
vê girîzgahê ez dixwazim li ser meseleya “di lêborînê de helwêsteka
cihê” rawestim. 1.Berzan
Botî di roja 27 çele 2007 de nivîseka bi sernavê “Asur
Soykýrýmý: Tarihle Yüzleþmek” nivîsî. (http://www.nasname.com/Yazarlar/bboti/230.html)
Di vê nivîsê de zilma ku li gelê Asûrî bûye tê qisetkirin. Nivîs bi
van îfadeyan diqede: “Di gundê me
de, ku aîdê gelê asûrî ye, di sala 1915 de, qismek jê hatin
muslumankirin (nevîyên wan hîn jî li wir rûdinin), yên mayî hatin
qetilkirin û dest danîn ser axa wan. Ev axa ku ji alîyê kalikên me ve
dest li ser hatîye danîn, qismê ku pahra min ketîye, ez dixwazim îadeyî
xwedîyên wê yên rastîn bikim. Herçendî qîymeteka wê ya maddî nîn
be jî, ez wisa difikirim ku dê bi awayekî sembolîk wateyeka wê hebe û
di çarçeweya huqûqa navneteweyî de dê ji îddîayên mafdar ên gelê
asûrî re bibe delîl.” Berzan
Botî vê daxwaz û helwêsta xwe bi nameyekê bona konferansa “Jenosyda
Asûrîyan 1915” ku di roja 31 çele 2007 de li Swêdê pêk hatibû
diþîne. Berzan
Botî di dawîya sala 2007 de bona Navenda Lêkolînên Jenosayda Suryanîyan
SEYFO CENTER jî nameyekê dinivîse. Di wê nameyê de derbareyê bûyerên
sala 1915 de hîs û fikrên xwe îfade dike û helwêsta xwe nîþan dide. 2.Ji
SEYFO CENTER, Sebrî Atman di nivîsa ku li roja 28 berfanbar 2008 weþandîye
de derbareyê “Kampanyaya Lêborînê” de hinde fikrên xwe îfade dike.
Sebrî Atman, hinde beþên wê nameya ku Berzan Botî bo Navenda Lêkolînên
Jenosayda Suryanîyan SEYFO CENTER þandibû, digre nav nivîsa xwe. Ev name
wisa ye: “Ne
tenê lêborîn; ez axê jî paþ de vedigerînim! Di
meha dawîn a sala par de, ji nav bûyerên ku di çapemenîya Tirkîyê de
li serî cih girtin, bêguman ew metna ku ji ermenîyan lêborînê dixwest
bû, ku bo rayagiþtî hate eþkerakirin û li hemberî wê ew pêla þovenîst
heta bi sererkanîyê bilind bûbû. Teqrîben
salek berê, Berzan Botîyê ku li Tirkîyê rûdine, nameyek bo Navenda Lêkolînên
Jenosayda Suryanîyan SEYFO CENTER nivîsî. Di vê nameyê de hem ji ber
jenosaydê lêborîn dixwest hem jî nivîsîbû ku ew dixwaze erd û mala
ku niha ew xwedîyê wê ye, dewrê xwedîyên wan ên berê bike. Ev
serê salekê ye ku em bi wî re di nav peywendîyê de ne. Ewraq û belgeyên
resmî ku di roja 6 kewçêr 2008 de li noterê amade bûbûn û hatibûn îmzakirin,
gihan ber destê me. Em
wisa pîlan dikin ku, vê yekê di meha nîsana sala 2009 de li parlamentoya
Swêdê, di kombûneka bi çapemenîyê re, ku Berzan Botî jî tê de amade
be, bo rayagiþtîya navnetweyî rabigihînin. Lêbelê
ji ber ew kampanyaya lêborînê ku li Tirkîyê tê meþandin û radeya
munaqeþeyên ku li derdora wê çêdibin, îcab kir ku em berîya wê kombûna
çapemenîyê pêþdaxuyanîyekê belav bikin. Divê
ev bête zanîn ku di jenosayda 1915 de ne tenê ermenî, suryanî jî hatin
tunekirin. Lê behsa wan nabe. Herwekî romanên ku di þerê cîhanê yê
duyem de hatin tunekirin. Ne mumkin e ku meriv viya fehm bike. Lê
ji nîvî zêdetir suryanî bi fehma ‘pîvaz her pîvaz e, divê bête hûrkirin’
ligel ermenîyan hatin tunekirin. Bi gotineka din, di navbera mesîhîyan de
ferqek nedîtin. Baþ e, çima behsa suryanîyan nayê kirin? Li
Anqara û Îstanbulê, navê muadilê Adolf Hitlerî yê li Tirkîyê Talat
Paþayî li kolan û meydanan datînin, li Gîresun û Boxazlîyanê hêkelên
Topal Osman û Kemal Begî hatine daçikandin. Nifþek ku li Tirkîyê mezin
bûye lê nikane van kirinan pirsîyar bike heye. Meriv têdigihê ku ev
tebeqeya fireh nikane bi hêsanî xwe bigihîne rastîyan. Lê roþinbîr? Di
sala 1915 de, ji ber ku însan xwedîyê aîdîyet û bawerîyeka dînî ya
cihê bûn, ji Îstanbulê heta bi Culemêrgê, mezin û piçûk, jin û mêr,
ma nehatin kuþtin? Herçendî navê van cînayetên komelî bi pîlan û
program, bi biryar û tanzîmkirina otorîteyeka navendî hatin kirin, wekî
‘trajedî’ û ‘felaketa mezin’ bêne guhertin jî, ma ev bûyer
dikane rastîya wê veþêre ku zêdetirî du mîlyon însan jîyana xwe ji
dest da û eqalîyetên mesîhîyan di vê cografyayê de hatin tunekirin? Di
vir de tiþtê ku em dixwazin bal bikþînin ser, ev e. Heta ku bi zihnîyeta
jenosaydê re hesabdîtineka esasîn nebe, heta ku civak ji vî layî ve neyête
perwerdekirin û hewcedarîyên lêborînxwestinê bicih neyên, gotina
“ez lêborînê dixwazim” herçendî erênî be lê qîm nake. Esas û yê
girîng, bicihanîna hewcedarîyên lêborînxwestinê ne. Û li Tirkîyê
tiþtê ku divê were munaqeþekirin, ne bûyîn an nebûyîna jenosaydê
ye. Esas, tiþtê ku divê were munaqeþekirin, ew welatê ku xwedîyê sicîla
jenosaydê ye, ew gavên ku bona haþkirina êþa mexdûrên jenosaydê dê
bêne avêtin be. Em
suryanî viya wisa tekîd dikin. Yek ji pîvanên demokratîyetê, bi dîrokê
re hesabdîtin e. Heta ku bi dîrokê re rû bi rû nebin û pê re hesab
neyê dîtin, girîngîya îro dernakeve meydanê. Di vê wateyê de, divê
Tirkîye bi dîroka xwe re hesab bibîne. Ji ber ew jenosayda ku li salên
1915an, di serî de li hemberî ermenîyan, herwisa, li hemberî suryanî, rûm
û êzîdîyan hate kirin, divê lêborîn bihê xwestin û yê herî girîng
jî, divê hewcedarîyên vê lêborînxwestinê werin bicihanîn. Lewre
Tirkîye heta ku bi dîroka xwe ya nêzîk re rû bi rû nebe û ji gelên
ku bûne mexdûrên jenosaydê lêborîn nexwaze, dê ne bikanibe pêþî li
jenosaydên nuh bigre ne jî bikanibe demokratîze bibe. Daxwaza me ev e ku,
Tirkîye ji her layî de xwe ji zihnîyeta jenosaydê paqij bike. Di
roja 18ê adara sala par de, serkowezîra Almanyayê Angela Merkel ji ber
jenosayda cihûyan ku 6 mîlyon însan têde miribûn, li ber parlementoya
Îsraîlê Knessetê serê xwe çemandibû û bi zimanê îbranî gotibû
‘Holocaust, bona me þerm e û ez li hemberî qurbanîyên qetlîamê bi
hurmet serê xwe diçemînim.’ Lêbelê
serokwezîrê komara Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan, bo yên ku kampanyaya
‘Em ji ermenîyan lêborînê dixwazin’ li dar xistine, got “Nexwe wan
jenosaydê kirine ku lêborînê dixwazin.” Pirr eyb! Ev helwêst, bêguman
ji layê nîþandana radeya têgihîþtîbûnê ya di navbera serokwezîra
Almayayê Angela Merkelê û serkwezîrê Tirkîyê Receb Teyîb Erdoganî
de jî, nîþandêr e. Çunke
diviyabû serokwezîr têbigihîþta ku ji vê saetê bi þûn de rêya jîyaneka
bi hev re, bi dîroka xwe re ji hesabdîtinê û ji gelên ku bûne mexdûrên
jenosaydê lêborînxwestinê derbas dibe. Ger serokwezîr Teyîb Erdogan
zimanê gelên ku bûne mexdûrên jenosaydê, di vê navberê de, zimanê
Hz. Îsa fêr bibe û ji suryanîyan re bibêje ‘Camo Suryoyo Shupkono!’
ev wî piçûk nake. Lêborîneka wisa dê bibe xebera têgihîþtîbûyîna
Tirkîyê. Kurtê gotinê ev e: Di dema pêþîya me de ger dînamîkên
hundirîn ên Tirkîyê nekevin nav tevgerê, hingê dê dînamîkên derveyî
zorê li Tirkîyê bikin. Bila ev wisa bihê zanîn. Birêz
Berzan Botî, bi qasî ku gaveka gelek bi rûmet avêtîye, ewçend jî îmza
avête binê destpêkek ku dê pêþî li Tirkîyê veke. Belgeyên ku ji
layê noterîyê ve bi awayekî resmî hatine tesdîqkirin û îmzakirin,
gihan ber destê Navenda Lêkolînên Jenosayda Suryanîyan SEYFO CENTER.
Ligel vana, di nameya ku bona rayagiþtî nivîsîye û bo me jî ragihandîye
de ev rêz cih digrin: ‘Ji
roja 06 kewçêr 2008 vir de, li bajarê Sêrtê ku li rojhilata baþûrê
Tirkîyê dimîne, li gundê … erd û xanîyê ku qeyda tapuyê li ser navê
min e, piþtî karûbarên resmî yên di Noterîya … de li ser navê
SEYFO CENTER min dewrê Sebrî Atman kirin. Ez ê sedemên vî karî bi vê
nameya li jêr bi hemî rayagiþtî ya navneteweyî re parve bikim. Di
dema þerê cîhanê yê yekemîn de ku ji layê rayagiþtî ya navneteweyî
ve baþ tê zanîn, yek ji cihên ku qetlîam li hemberî eqalîyetên mesîhîyên
ku di nav împaratorîya Osmanî de rûndiniþtin çêbû, gundê me … ye.
Jenosayda sala 1915, ku ev serê nod û sê salan e li Tirkîyê wekî tabûyek
tê dîtin û bi înkarkirin û berovajîkirinan serê wê tê nixumandin,
firsenda min çêbû ku ez ji gelek alîyan ve li ser lêkolînê bikim. Ne
tenê ji kitêb û belgeyên ku ji layê dîroknusan ve hatine nivîsîn,
herwisa, min bi yên ku bi xwe bûne þahidê trajedîya jenosaydê, heta,
însanên ku em dikanin wan wekî ‘tawanbarên’ ku di qetlîamê de rol
girtine bidin nasîn, berîya mirina wan, firsenda min çêbû ku ez rû bi
rû bi wan re biaxifîm û li wan guhdarî bikim. Di wan salên jenosaydê
de ew suryanîyên ku li gundê me hatine qetilkirin, dest li ser erdê wan
hatîye danîn, beþek jê bi darê zorê ew kirine musluman. Însanê ku bi
darê zorê bûna musluman, nevîyên wan hîn jî li gundê me rûdinin.
Dema ku ez û xwiþk û birayên xwe, em pê hesîyan ku ew erdên ku ji bavê
me ji me re mîras mane, ne yên me ne, berevajî, li ser xwîna wan însanên
ku di jenosayda sala 1915 de qetl bûne, bi darê zorê hatine xespkirin,
hingê ew ezaba wijdanî ku min kiþande û ew eyba ku ez ketimê, ez
nikanim bi gotinan îfade bikim. Berîya ku ez vê biryarê bidim, ez bi
salan li ser fikirîm, min xwe kir þûna wan însanên ku bûne mexdûrên
qetlîamê. Suryanî û ermenîyên ku ez rastî wan hatim, wekî þexsek,
min ji wan lêborînê xwest. Lêbelê min kir û nekir min nikanî wê
ezaba wijdanî ku ji eyba ku ji kalên min ji min re mîras maye, ji ser xwe
rakim. Digel ku bi wê jenosayda ku çêbûye re bi awayekî fiîlî peywendîya
min nîn e jî, min biryar da, ku ji lêborînxwestinê wêdetir karekî
bikim. Û ew malê ku ji kalê min ji min re mîras maye, min îadeyî Seyfo
Centerê kir, ku li ser navê xwedîyên vî milkî yên rastîn suryanîyan
bona ku jenosayda li wan hatîye kirin bête nasîn, bi salan e fedakarane
dixebite…’ Belê,
me beþek ji nameya durûpelî ya Berzan Botî pêþkêþ kir. Beþên din
ên nameyê û pêþdeçûnên din, hûn ê bikanibin di wê kombûna ku em
ê li meha nîsanê li parlamentoya Swêdê çêbikin de, ku dê alim û sîyasetmedar
jî têde amade bin, biþopînin. Wisa
dixuye ku li Tirkîyê du cebhe hene. Di hêlekê de cebheya Berzan Botîyan.
Li hêla din jî, Anqara û Îstanbul jî têde, cebheya yên ku navê Talat
Paþayî li kolan û meydanan datînin. Berzan
Botî hem lêborîn xwest hem jî hewcedarîyên lêborînxwestinê bicih anî.
Vê helwêsta numûne viya tîne bîra meriv: Nevîyê Topal Osmanê ku li Gîresunê
rûm kuþtin, ew ji cih û warê wan, ji welatê wan dan rakirin û dest danî
ser mal û milkê wan, Osman Feridunoglu dê bikanibe Berzan Botî bo xwe
wekî mînak bigre? Nexêr!
Nevîyê Topal Osmanî, Osman Feridunoglu (li Gîresunê di sala 2007 de
rekortmenê bacdayînê bû) serwetê li ser xenîmeta ku ji kalikê wî jê
re maye zêde kir. Li dû wê jî, ligel girtîyê rêxistina terorê
Ergenekonê Welî Kuçukî, hêkelê kalikê xwe li meydanê daçikand. Evên
hanê mijulê înkarkirina jenosaydê û jîyandina bîranîna qatîlan e. Pirs
ewqasî zelal e. Ji ber bûyerên ku di rabirdûyê de çêbûne, helbet her
neferekî tirk bi xwe berpirsîyar nîn e. Lêbelê li meydanê berpirsîyarîyeka
kolektîf heye. Her neferê tirk berpirsîyar e ku bi dewleta xwe jenosayda
sala 1915 bide qebulkirin.”
(Nasname, 28 rêbendan 2008) 3.Li
hemberî fikr û vê helwêsta Berzan Botî hinde rexne û îtîraz çêbûn.
Derbareyê vê helwêstê de munaqeþeyeka geþ çêbû. Beþeka van
rexneyan, digot “Kurd, miletekî wisa ne ku mafên wan, axa wan hatîye
xesbkirin, tu erdekî wan nîn e ku bidine hinekan.” Hinekan jî behsa ew
hovîtî û surgunkirina ku ermenîyan di navbera salên 1992-1994 de li
Qafqasyayê, li herêma Laçînê li hemberî kurdan kiribû dikirin. Yên
ku digotin, fikr û helwêsta Berzan Botî gelek hêja ye jî, hebûn. Yên
ku beþdarî vê munaqeþeya geþ bûbûn, bal dikiþandin ser cûreyên rewþa
peywendîyên di navbera ermenî û kurdan de ku li demên cihê çêbûne.
Yên ku bal dikiþandin ser wê zilma ermenîyan ku dema di sala 1917 de
ligel artêþa rûs vegerîyabûn û bi taybet bi kurdan kiribûn. Wekî þexsek,
întîbaya ku min ji fikr û helwêsta Berzan Botî û îtîraz û munaqeþeyên
ku li hemberî wî çêbûn hilda, ev e: Ya rastî civaka kurd, wekî mînak,
li gorî civaka tirk, civakeka gelek demokratîk e. Ev çima wisa ye? Ev rewþ
tê fêmkirin. Çunkî zihnîyeta kurdan ji alîyê îdeolojîye resmî ve
nehat jehrkirin. Ji layê din, bona ku demokrasîyê saz bikin, xwe gihandin
wê zanebûnê ku, divê îdeolojîya resmî rexne bibe. Ji layê pirsa kurd
ve rexnekirina kemalîzmê, rê vedike ku fikrê wan azad bibe. Dibe
ku gelek kes di fikrê Berzan Botî de bin. Lê kesên ku helwêsta wî
qebul dikin hene yan na, ez nizanim. Lêbelê ev mijara li vir, ne meseleya
çendahîyê, ya çawahî yê. Ev girîng e ku bûyerên sala 1915 bêne îdraqkirin.
Roþinbîrî, meseleya îdraqê ye. Roþinbîr bûyîn, di nav tora peywendîyên
kesane, civakî û polîtîk de hay ji bûyeran û rewþa xwe bûyîn e, teþebuskirina
tiþtê ku dikare bike ye. Li Tirkîyê kampanyaya “Em
ji ermenîyan lêborînê dixwazin” roja 14 rêbendan 2008 dest pêbû.
Nivîsa bi sernavê “Asur Soykýrýmý: Tarihle Yüzleþmek” a Berzan Botî li roja 27
çele 2007 weþîyaye. Di navberê de bi qasî du salan dem heye. Herwisa,
ev jî helwêsteka hêjayî behskirinê ye ku, ew nameya ku wî bona Navenda
Lêkolînên Jenosayda Suryanîyan SEYFO CENTER þandîye jî, di heman rojê
de hatîye nivîsîn. Îro,
te divê li nav tirkan, te divê li nav kurdan, çavîya dewlemendîya gelekê
malbatan malê ermenîyan e. Ev malê ermenîyan çawa ketîye destê van
malbatan, meriv dikane li hinde mekanan, ji hev cihê vekole. Li sala 1915,
li derdora Qersê ku artêþa Osmanî ne li wir e, zilmekî ku bi girseyî
li ermenîyan bibe, nîn e. Lê li wan derên ku artêþ têde ye, li hemberî
mesîhîyan zilmeka xidar heye. Teþkîlatî Mexsûsa li van deran hîn bi hêsanî
organîze dibe û fealîyet dike. Di van deveran de, malê ermenîyan çawa
ketiye destê eþraf û malbatên tirk û kurd, peywendîyên ku van
malbatan di vê prosesê de bi dewletê re danîne, li gorî her deverê,
divê ji hevûdin cihê werin vekolandin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org