|
Efû û Çekdanîn Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Efû,
li van mehên dawîn mijareka girîng e ku çapemenî li ser disekine. Behsa
konferanseka kurdan ku dê li Hewlêrê çêbibe, çekdanîna PKK, çareserîyên
ku dê ji pirsa kurd re bêne anîn û ji çîyê hatina jêr an daxistina
PKK dibe. Îtîraz û fikareyên dewletê, herwisa yên PKK jî di warê efû
û çekdanînê de, babetên girîng ên munaqeþeyan e. Bi van munaqeþeyan
re proseseka din jî pêþde tê. Ev proses ev e ku, perde piçek ji ser cînayetên
“faîlê wan nedîyar” tê rakirin. Fikrî Saglar yê endamê Komîsyona
Susurlukê ku li salên 1990’î li meclisa Tirkîyê (TBMM) hatibû
damezrandin, eþkera kir ku cînayetên ku ji wan re dibêjin “faîlê wan
nedîyar” ji 17 hezarî zêdetir in. Destê sibehê hêzên asayîþê
diavêjin ser malekê, bavê zarokan digrin dibin, careka din venagere. Jina
wî, zarokên wî, kesûkarên wî lêdigerin, li polîsxaneyan û li meqerên
cendirmeyan pirsîyar dikin, li ber dozgerên komarê gilî dikin lê tu
encameka xêrê neda. Yan jî malbat digel hemî lêgerîn û pirsîyarkirinên
li van navendan derbareyê aqubeta bavî de tu agahîyek hilnade. Lêbelê
demekê þûn de cesedê bavî yê îþkencekirî li kevîya rêyekê yan li
bin pirekê yan jî li ber derîyê þikefteka li çiyê tê dîtin. Nava
rojê xortê ku ji mal derketîye çûye beqal ku nan bikire, ji alîyê hêzên
asayîþê ve bi darê zorê li erebeyê hatîye siwarkirin û revandin,
digel hemî lêgerînan tu encamek nehatîye bidestxistin, lê çend roj paþê
cesedê xortî yê îþkence lêbûyî li zevîyekê yan jî li kevîya rêyekê
tê dîtin. Bi vî awayî bi hezaran cînayet hene. Ev tê zanîn ku cînayetên
wisa ji 17 hezarî zêdetir in. Ev jî tê zanîn ku, ev cînayetên hanê
ji alîyê JÎTEMê ve çêbûne. Heta îsal jî ev JÎTEMa ku hebûna wê
dihat înkarkirin, digotin “rêxistineka wisa nîn e”, perdeya li ser wê
êdî radibe. Li gorî malumatên ku îtîrafkarên JÎTEMê didin, devê bîran
tê vekirin û þûna gorran tê kolandin. Ji van deran hestî, por û kinc
derdikevin. Malbat hewl didin xwe daku xwedîtîyê li hestîyên ku ji bîrên
mirinê, ji bîrên asîtê derdikevin bikin, xwedîtîyê li kurên xwe, li
keçên xwe bikin. Ev
jî tê zanîn ku, cînayetên “faîlên wan nedîyar” bi prosesên mîna
qaçaxçîtîya tiryakê, qaçaxçîtîya çekan, xûgî xwarin, tecawuza
namûsê kirin, talan û xespkirinê re pêk hatine. Korucîtî, îtîrafkarî
û Hîzbullah bûne parçeyên organîk ên cînayetên “faîlê wan nedîyar”.
Ev jî eþkera ye ku, vana di nav civata kurd de birînên kûr vedane. Ev
hemî bûne hêmanên wisa ku ligel civata kurd civata tirk jî, her ku çûye
dewletê jî rizandine. Dewletê gotîye ez ‘li hemberî terorê têdikoþim’,
gotîye “ez li hemberî pirsa kurd têdikoþim” û ji prosesên wisa
xirabker re rê vekirîye. Pîlanên darbeyan, hewldanên darbeyên mîna Sarikiz,
Ayiþigi, Yakamoz û Eldiven
di vê rewþa hanê de þekil girtine. Derbarê
efûkirina PKK û þervanên PKK de îtîraz û fikareyên dewletê dewam
dikin. Baþ e, derbarê cînayetên ku wekî “faîlê wan nedîyar” têne
binavkirin û tê tekîdkirin ku zêdetirî 17 hezarî ne, efû mumkin e? Dê
kî yên ku van cînayetan kirine û rêveberên wan, efû bike? Yên ku van
cînayetan kirine û rêveberên wan, di wijdanê kurdan de, di wijdanê însanan
de dê hertim wekî tawanbar, hertim wekî qatil bimînin. PKK dikare li her
derê xwedîtî li fikrê xwe û li çalakîyên xwe bike. Lewre zilmê
protesto dike. Berevanîya mafên xwe yên nasnameyî dike, berevanîya mafên
ku ji civakîbûna kurdîtîyê hasil dibin dike. Berevanîya mafên ku
hatine xesbkirin, axir, berevanîya nirxên gerdûnî dike. Jixwe, PKK
encameka van prosesên neheq e. Lê yên ku cînayetên “faîlê wan nedîyar”
kirine li tu derê nikanin xwe mafdar derxin. Ji vê çendê bi rik û înad
digotin “Rêxistineka bi navê JÎTEMê nîn e.” Derheqê
Bîrên Mirinê de Bêhelwêstî Gelek
taybetmendîyên girîng ên þerê 25 salên dawîn ê kurdan hene. Ev pêþdeçûneka
gelek girîng e ku jin beþdarî têkoþîna sîyasî û civakî dibin. Dîsa
ev jî pêþdeçûneka gelek girîng e ku malbat bona ku xwedîtîyê li
cenazeya zarokên xwe yên ku di pevçûnan de jîyana xwe ji dest dane
dikevin nav hewldanan. Di vê babetê de malbatan têkoþîneka bi rik û
biryardar meþandine. Lêbelê di meseleya cînayetên “faîlê wan nedîyar”
de, ji layê þopandina van cînayetan de, di warê vekirina bîrên mirinê
û bîrên asîtê de, di babeta vekolandina cihên ku gorrên komelî têde
hene, di babeta derketina meydanê ya hestîyan, bi dîtina por û parçeyên
kincan de, di vî warî de ew têkoþîna ku ji bo xwedîlêderketina
cenazeyên zarokên xwe dabûn, niha nedan. Bêguman ev helwêsteka neyînî
ye. Lêbelê yê ku di cînayetên “faîlê wan nedîyar” de bûye
qurban, yan bav, yan bira, yan mam, yan birazî, yan jî hwd. ê þervanê
li çîyê ye. Roja 21’ê adarê li Newrozê, li Dîyarbekirê bi
sedhezaran kurd kom bûbûn. Yên ku behs dikin, dibêjin, mîlyonek însan
kom bûne. Wisa xeyal bikin ku van merivan kincên reþ li xwe kirine û
çûne wê derê, wisa bifikirin ku li Newrozê bernameyek ku þîneka komelî
nîþan dide çêbûye, herwisa, vê yekê bi bîrên mirinê, bi bîrên asîdê,
bi hestîyan, bi kuþtinên “faîlê wan nedîyar” bidin daxuyandin…
Ez wisa bawer im ku dê muxalefeta herî ciddî, muxalefeta herî mayende
wisa çêbûbûya. Hilbijartinên
Xwecihî Di
hilbijartinên xwecihî yên roja 29 adar 2009 de Partîya Civaka Demokratîk
serketînek nîþan daye. Di hilbijartina Meclisa Giþtî ya Bajêr de ji %
5.6 ray girtine. (Li seranserê Tirkîyê 2 mîlyon û 250 hezar ray) Di serî
de Dîyarbekir, li bajarên mîna Batman, Wan, Culemêrg, Sêrt, Ixdir, Þirnex
û Dêrsimê serektîya þaredarîyan wergirt. Li ber vana, serektîya þaredarîya
bajarokên ku nufûsa wan di ser sedhezarî re ye jî, em bêjin bajarokên
mîna Nisêbîn û Qoser (li ser Mêrdînê ne), Gever (li ser Culemêrgê
ye), Milazgir (li ser Mûþê ye), Tuxtewan (li ser Bidlîsê ye), Bazîd û
Patnos (li ser Agirîyê ne), Farqîn (li ser Dîyarbekirê ye), Wêranþar
(li ser Ruhayê ye) û Misric (li ser Sêrtê ye) bi dest xistine. Ji bilî
van deh bajarokên ku me behsa wan kir, serektîya þaredarîya 41 bajarokên
din jî DTP’ê bi dest xistîye. DTP li bajarên mîna Agirî, Bidlîs, Mûþ,
Çewlîg û Mêrdînê bi ferqeka hindik serektîya þaredarîyan ji dest
da. Li gelek deran jî ji ber bêusûlîya hilbijartinê îtîraz hene. Li
gorî hejmarên hilbijartina meclisa giþtî ya bajaran DTP li deverên mîna
Dîyarbekir, Culêmêrg, Batman û Þirnexê di ser rêjeya % 50’yî, li
deverên mîna Wan, Mûþ û Mêrdînê di ser rêjeya % 40’î, li deverên
mîna Agirî, Sêrt û Ixdirê di ser rêjeya % 30’î, li deverên Çewlîg
û Bidlîsê di ser rêjeya % 20’î ray wergirtine. Partîya Edalet û Pêþdeçûnê
AKP li tevayî van bajaran li gorî hilbijartinên 22 temûz 2007 rayên xwe
gelek kêm kirine. Ji
bilî yên ku me li jor behsa wan kir, li 40 nehîyeyan jî DTP serektîya
þaredarîyan bi dest xistîye. Ji serekên þaredarîyan 14 heb jin in. Divê
bi taybetî meriv viya tekîd bike. Wekî din jî, li rojavayê, li Çukurovayê,
li bajarên mîna Mêrsîn û Îstanbulê jî rayên kurdan berhev bûne. Ew
rayên ku AKP di hilbijartina 22 temûz 2007 de girtibûn, meriv dikane bibêje
ku beþeka mezin cardin hatine vegerandin. Meriv dikane bibêje ku tu fonksîyona
komir û tûrên xwarinê, herwisa, belavkirina alav û amûrên elektronîkî
zêde nîn e, kurd hîn bêhtir li nasnameya xwe xwedî derketine. Demokrasî,
tê wateya di nav xelqê de pêþdeçûna têgihîþtina xwe bi xwe rêvebirinê.
Di rêvebirîyên xwecihî de îqtîdarbûna kurdan nîþan dide ku ev têgihîþtin
di kurdan de pêþde çûye. Ev hemî nîþan didin ku dewletê digel cînayetên
“faîlê wan nedîyar”, digel bikaranîna Hîzbullah, îtîrafkar û
korucîyan, dîsa negihaye amanca xwe. Efû
– Aþtî – Rûbirû bûyîn
Tê
behskirin ku dê PKK çek dayne. Dibêjin “dê konferanseka kurdan li dar
bikeve, dê konferans ji PKK re bêje çekên xwe dayne.” Divê carekê em
li derûdora xwe binêrin. Di têkoþînên wisa de li Rojhelata navîn çi
bû, çi hat kirin? Li ser erdê Filîstînê ku di bin dagîrkerîyê de
ye, li Þerîaya Rojava û Xazzeyê, dewleta Filîstînê çawa damezirî?
Di navbera Rêxistina Rizgarîya Filîstînê û Îsraîlê de çawa peyman
çêbû? Di encama peymanbestinê de RRF çek danî lê þervanên filîstînî
li Þerîaya Rojava û Xazzeyê bûn hêza asayîþ û leþkerî ya rêveberîya
otonom. Ev proses li Kurdîstana Baþûr çawa pêþde çû? Pêþmergeyên
ku li hemberî rejîma Sedam Husênî þer dikirin, bûn hêza asayîþ û
leþkerî ya rêveberîya herêmî ya Kurdistanê, bûn hêza asayîþ û leþkerî
ya rêveberîya dewleta federe ya kurd ku ligel mudaxeleya DYA ya bo Îraqê
pêk hat. Em bibêjin ku efû îlan bû. PKKyî ji çiyê daketin, nehatin
hepiskirin, vegerîyan mala xwe. Dê ev þervanên wextekê çi bikin? Dê
li înþaatan emeletîyê bikin, dê dîwar lêkin? Dê îþportacîtîyê
bikin, yan li kuçeyan erebokê bigerînin? Dê qaçaxçîtîyê bikin? Dê
karê boyax û badanayê bikin? Helbet ev jî pîþeyên bi rûmet in. Lê
ew þervanên ku bi salan li çîyê ne dê çawa bikaribin van karan bikin?
Çima kurd ewqas bi hewes dixwazin PKK çek dayne? Kurdên Baþûr çima vê
yekê ewqas dixwazin? Divê meriv li ser vê yekê bifikire. Divê PKK jî
li ser dîyardeya otonomî yan jî federasyonê bifikire ku bikanibe þervanên
xwe wekî hêza asayîþa vê dîyardeyê îstîxdam bike. DYA bi qasî ku
li dijî bombeya atomê ya Îranê derdikeve, zêdetirî wê li dijî kalaþnîkofên
PKK’ê derdikeve. Civata navneteweyî jî vê helwêstê pesend dike. Lê
eynî civaka navneteweyî li hemberî jenosayda ku bi serê kurdên Baþûr
de hatibû hîç dengê xwe dernexistibû, ev ne mijareka wisa ye ku neyê
zanîn. Amerîkaya ku dixwaze li Efxanîstanê ligel Talîbanê, li Îraqê
ligel el-Qaîdeyê zemîna hevdîtinan pêk bîne, ev helwêsta wê ya li
dijî kurd ne ew helwêst e ku xizmeta çareserîyê bike. Di vê çarçeweyê
de ger meriv bala xwe bide ser nivîsa Cemal Ozçelîk a bi sernavê “Atom
Bombasý mý Daha Tehlikeli, Kalaþnikof mu?” dê sûdewar be. (www.kurdinfo.com
28 adar 2009) Cemal Ozçelîk di vê nivîsa xwe de pêþdeçûnên li cîhanê,
projeya bêçekkirina PKK û Kurdîstana Baþûr wergerandina kolonîyeka
navneteweyî munaqeþe dike. Bona
ku ji PKK re bibêjin çek dayne, tu wateya wê nîn e ku konferansa kurdan
were lidarxistin. Jixwe, te biryara xwe daye, çi hewce bi konferansê heye.
Lê konferanseka kurdan helbet pêdivîyek e. Helbet pêwîstî bi rêxistineka
kurd heye ku li hemberî civaka navneteweyî bibe muxatab. Bona ku li ser
mijarên wisa were axaftin û munaqeþekirin, pêwîstî bi konferanseka
kurdan heye. Di
vê navberê de, divê ew daxuyanîyên serekê Yekîtîya Niþtimanê Kurdîstanê
û serokomarê Îraqê Celal Talebanî ku dibêje “Dewleteka kurdan xeyal
e, ev xwestin di helbestan de ma” jî divêt neyê qebulkirin, were
rexnekirin. Di salên 1920’î de li dewra Cemîyeta Miletan ji layê
dewletên ku nîzama cîhanê saz kirine, ev kirasê naletî li kurdan hatîye
kirin. Kurd li cihê ku vê nîzama neheq hertim rexne bikin, vê rexneyî
misêwa bikin, gelek þaþ e ku dibêjin “Dewleta kurdan xeyal e.” Em
bifikirin ku Andorra, San Marîno, Monako û Liechtenstein dewletên wisa ne
ku nufûsa wan 10 hezar, 30 hezare. Ev dewletên ku endamên Yekîtîya
Neteweyan û Konseya Ewropayê ne, di bin biryarên Konseya Ewropayê de ku
dibêjin “Bo kurdan serxwebûnî nabe…” îmzaya van dewletan heye. Ev
dewletên hanê çawa çarenûsa kurdên ku li Rojhelata Navîn xwedîyê ji
40 mîlyonî zêdetir nufûsî ne tayîn dikin? Çawa vî mafî di xwe de
dibînin? Di vê prosesê de exlaqê sîyasî heye, însanîyet heye, însanîbûn
heye? Pîvana bingehîn a însanîyetê ew muamele ye ku meriv li hemberî
hemcinsê xwe dike. Kurdên ku ev serê 200 salan e bona azadîya xwe têkoþîneka
biryardar didin, bi vî þêweyî pêþîya wan girtin, proseseka li gorî
însanîyetê ye? Bona Konseya Ewropayê, dibêjin, wijdanê Ewropayê. Lê
wijdanê Ewropayê, ew kirasê naletî ku di salên 1920’î de li kurdan
hatîye kirin, dixwaze eynî wisa bimîne. Wijdanê Ewropayê çawa vê rewþa
hanê dihebîne? Helbet divê kurd van peywendîyan, vê rabirduya dîrokî
rexne bikin. Divê ev rexne hertim bêne kirin. PKK
gelek ji aþtîyê, ji bi kirinên xwe re rûbirû bûyînê, ji lêkolîna
heqîqetan behs dike. Lê polîtîkayek ku kuþtinên ku di nava wê de çêbûne,
cînayetên li nav xwe, ji nedîtî ve, ji nezanînê ve tê, dimeþîne.
Polîtîkaya PKK ya di warî de diþibihe ew polîtîkaya ku dewlet li
hemberî PKK dimeþîne. Heta roja îroyîn PKK gelek caran agirbestên
yekalî îlan kirin. Lê dewletê qet pax pê nekirîye, li hemberî kurdan
polîtîkaya þidet û zordarîyê eynen dewam kirîye. PKK jî dibêje aþtî,
behsa Meclisa Aþtîyê dike, bêyî ku bi kirinên xwe re rûbirû bibe,
behsa damezrandina Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan dike, lê kuþtin û cînayetên
ku di nav rêxistina PKK de çêbûne ji nedîtî û ji nezanînê ve tê,
herwekî ku ev tune bin, tevdigere. PKK ger di nav xwe de, ligel yên ku jê
veqetîyane aþtîyê neyne rojevê, ger di nav kurdan de aþtîyê pêk
neyne, ger bi van prosesên ku di nav wê de pêþde çûne re nikanîbe rûbirû
bibe, giranîyeka ciddî ya vê têgihîþtina aþtîyê, têgihîþtina rûbirû
bûyînê çênabe. Ev nîyet, ev hewldanên hanê jî nikanin bigihên
encameka ciddî. PKK divê pêþî bona bûyerên ku di nav wê de rû dane
Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan dabimezrîne. Hingê dê piþtî proseseka
wisa bikanibe li hemberî civakê, li hemberî dewletê hêzdar bibe. Ger di
nav xwe de li aþtîyê bigere, ger di nav xwe de bi kirinên xwe re rûbirû
bibe, dê ev yek kurdan mezin bike, PKK’ê mezin bike. Ger ev pirsgirêk
ji nedîtî ve were, piþtguh bibe, were îhmalkirin, dê kurdan jî PKK’ê
jî piçûk bike. Herwisa, îttîfaqa bi çepê tirkan re, pax bi kurdan
nekirin, dîsa, ev proses jî ne ew proses e ku kurdan, PKK’ê mezin bike. Me
li jor behsa hinde alîyên erênî yên hilbijartinan kir. Yek jî babeteka
wisa heye: Dibêjin 7 mîlyon hilbijêr neçûne ser sindoqê. Gelo çiqasê
vana kurd in, divê di çarçeweya her bajarî de ev yek bihê tesbîtkirin.
Tiþtê hîn girîngtir ev e: Dema ku di çarçeweya bajarên kurdan de
hilbijartinê analîz dikin, dibêjin “DTP’ê ewqas ray girtin, AKP’ê
ewqas ray girtin. Rayên DTP’ê ewqas zêde bûn, rayên AKP’ê ewqas kêm
bûn.” Hilbijartinên ku li Þerîaya Rojava û Xazzeyê çêdibn
bifikirin, partîyên sîyasî yên Îsraîlê dikanin ji wan deran ray
bigrin? Hilbijartinên Kurdîstana Baþûr bifikirin, partîyên sîyasî yên
Îraqa navendî dikarin ji wan deran ray bigrin? Ger meriv li ser van
mijaran bifikire dê sûdewar be. 3
nîsan 2009 _____________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Ev
nivîs bi sernavê “Af-Silah Býrakma” li malpera www.kurdistan-post.org
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org