Ehmedê Xanî û Newroz

   

 

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî:  Roþan Lezgîn

 

 

 

Derbarê Ehmedê Xanî de kitêbeka din a H. Memî weþîya. Navê kitêbê Xanî ve Newroz e. (H. Mem, Xanî ve Newroz, Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, adar 2009, 125 rûpel) (1) Wêneyê Newrozê ku ji alîyê Arif Sevinçî ve çêbûye, di berga pirtûgê de cih digre. Ev wêne derbarê roja Newrozê û pîrozkirinên Newrozê de îlham dide meriv. Meriv dibêje qey Sitî, Zîn, Tacdîn û Mem li Botanê çûne meydana Newrozê û Newrozê pîroz dikin.

Di kitêbê de babeta ku bal dikþîne ser xwe, munaqeþekirina Firdewsî, Þerefxan û Ehmedê Xanî ye. Firdewsî, þaîrekî îranî ye ku di navbera salên 940-1020 de jîyaye. Nivîskarê destana Îranê Þahnemeya ku ji çar cildan pêk tê ye. Dibêjin, Þahname di 25 salan de, di navbera salên 974-999 de hatîye nivîsîn. Þerefxan edîbekî kurd e û di navbera salên 1543-1604 de jîyaye. Ji malbata Þerefxanan e ku di navbera salên 1220-1650 de li Bidlîsê hukimdarî kiribûn. Berhema xwe ya bi navê Þerefnameyê di sala 1597 de temam kiriye. Ehmedê Xanî mutefekkîr, þaîr û fîlozofekî kurd e, di navbera salên 1651-1707 de jîyaye. Berhema xwe ya bi navê Mem û Zînê di sala 1695 de temam kiriye.

Firdewsî di Þahnameyê de dibêje, gelê kurd bêkok û bêesl e. Dibêje kurd miletekî bêxweda û bêmedenîyet in, li deþtan di konan de dijîn.

Þerefxan jî dema ku di Þerefnameyê de derbarê kurdan de agahîyan dide, dibêje “Kurd ji civateka cinnan e ku Xwedê perde ji ser wan daye alî. Kurd zarokên cinnan e.” (r. 40) Dema ku vana dinivîse, ji fikrê derbarê kurdan yê mutefekkirên ereb ên dewra Ebasîyan sûd werdigre. Ya rast, dibêje, ereb kurdan wisa nas dikin. H. Mem, te divê bila Firdewsî yan Þerefxan be, ji ber vî fikrê wan ê bêbingeh û tewþ, wan rexne dike. Bi taybet ji ber ku ev fikrê wî li derveyî îslamîyet û ayetên Quranê ye, begê Bidlîsê Þerefxanî rexne dike. H. Mem, dema ku van rexneyan dike bal dikþîne ser vê yekê ku kurdan çawa keda xwe xistine nav keda hevpar a þaristanîyeta merivatîyê. Wekî mînak, dibêje cara pêþî ji alîyê hurrîyan ve hesin hatîye þuxulandin, herwisa, nevîyan hurrîyan kassîtan û medan þuxulandina hesin pêþde birine, viya jî di warê çandînîyê de pêþdeçûneka mezin pêk anîye. (r. 12) Dema ku vana dibêje, ji kitêba Sebahedîn Bulut a bi navê Arkeolojiden Demirci Kawa’ya Iþýk (Komal Yayýnlarý, Îstanbul, 1996, r. 45-46) sûd werdigre. H. Mem di lêkolîna xwe ya bi navê Xanî ve Newroz de, dibêje, digel ku Firdewsî neteweperestekî mezin ê fars e û derbarê kurdan de fikrê texqîrkar îfade dike jî, dîsa, ji bo kurdan bona têgihîþtina rabirdûya Newrozê, Þahname çavkanîyeka girîn g e.

Fars ji Þahnameyê hereket dikin û kurdan wekî miletekî kovî û bêmedenîyet dibînin. (r. 44-45, 48, 55) Ereb jî dibêjin, kurd ji cinnan çêbûne. Tirk jî behs dikin ku kurd tirkên çiyayî ne, ji ber dengê kart-kurt ku ji rêveçûna li ser berfê derdikeve, ji wan re kurd hatîye gotin. Fars, ereb û tirk, bona ku derbarê orîjîna kurdan de agahîyên rast nedin, ligel hev di nav hevkarîyê de tevdigerin. H. Mem vê helwêsta fars, ereb û tirkan rexne dike. Û paþê, dide zanîn ku Ehmedê Xanî çima bi kurdî nivîsîye. Ji Xanî hereket dike û rewþa kurdan a di navbera fars, ereb û tirkan de vedikole. (r. 30) Herwisa, ji dewleta Cemþîd, ji Medan û Firdewsî hereket dike, rabirdûya Newrozê þîrove dike.

 

Hestê Neteweyî Çi ye?

Þaîrê kurd Evdirehman Durre di helbesteka xwe de wisa dibêje:

Namiq û Firdewsî kî ne,

Boela û Buxterî?

Bendeê pîrê Cizîrî,

Hezretî Xanî me ez.

 

Min li jor behsa wê kir ku þaîrê Îranê Firdewsî çawa kurdan tehqîr dike. Þaîr û mutefekkîrên ereb jî dibêjin “Kurd zarokên cinnan e” û kurdan tehqîr dikin. H. Mem, li gelek derên lêkolîna xwe ya hêja vana îfade dike. Di sedsala 19. de, di salên 1870yan de, di salên 1880yan de Osmanîyê nû Namiq Kemalî jî kurdan wekî civateka kovî nîþan dida. Pêþnîyaz dikir ku bila kurd di nav Osmanî de bêne helandin. Tê zanîn ku Osmanîyên Nû, dewletek ku etnîsîya tirk digre navenda xwe tesewur dikirin. Mela Evdirehman di helbesta xwe de li ser hev bersiva fikrê fars, ereb û tirkan ê derbarê kurdan de dide. Mela Evdirehman di vê helbesta xwe de pesnê xwe dide. Dibêje, “Li ber min Firdewsî kî ye, Namiq kî ye, Ebû Ela û Buxterî kî ne? Cihê ku ez li wir bim navê wan tê xwendin?” Dibêje, “Lewre ez suxteya Melayê Cizîrî û Hezretî Xanî me”. Û ji mezinahîya xwe re bingeh datîne. (2)

Di vê helbestê de netweperwerîyeka bicoþ heye. Romantîzmeka xurt heye. Ev yek, neteweprewerîya gel e. Li ser hev bersiva fikrê fars, ereb û tirkan ê derbarê kurdan de tê dayîn. Ev neteweprewerîyeka wisa ye ku, bi qasî ku bi coþ e ewçend jî bi zanyarîyê hatîye hunandin. Beþna xwe dide ber beþna þaîrên herî mezin ên fars, ereb û tirkan. Mela Evdirehman, xwe bi Melayê Cizîrî û Fîlîzof Xanî ve girêdide, dibêje ez suxteyê wan im, bi vî awayî rûmeteka mezin dide van her du þaîrên kurd. Ya rast, Mela Evdirehman, rûmetdarîya xwe ya ji îlhamgirtina van her du þaîran nîþan dide, herwisa, îfade dike ku van her du þaîrên kurd rûmet dane wî. Di awirê derbarê kurdan yê Firdewsî, Namiq Kemal, Ebû Ela û Buxterî de zanîn tune, yobazî û pêþdarazî serdest e. Di rexneya Evdirehman Durre ya li ser van þaîran de zanyarî heye.

Hesen Bildirici di destpêka salên 1990’î de rêveberê weþanên MELSA bû. Hîn paþê, di nav rêveberên rojnameya Yeni Gündem de cih girt. Li Îstanbulê, li Uskudarê ligel Xêrîyeyê rûdiniþt. Piþtî Hesenî, Þukrî Gulmuþ bûbû rêveberê rojnameyê. Ew jî li gel jina xwe Xetîce, zarokên xwe Mizgîn û Têkoþîn û birayên xwe, li Bexçelîevlerê rûdiniþt. Wê demê ez misêwa diçûm Îstanbulê. Carekê dema ku ez vedigerîyam Anqereyê Hesenî li gara Heyderpaþayî ez bi rê dikirim. Wê êvarê gara Haeyderpaþayî, her der bi rohnîyan hatibû xemilandin. Li hemberî vê rewþa hanê, Hesenî hestên xwe wisa îfade kiribûn: “… rê û bajarên me yên ku bi rohnîyan hatine xemilandin hebûna, hebûna. Em ji bajarekî xwe bi tirênê, bi otubusê biçûna bajarekî xwe yê din. Di rê de em nehatana sekinandin, bi pirsên mîna ‘tu kû ve diçî, çima diçî, diçî ber kê, tu yê li kîderê bimînî?...’ nehatana pirsîyarkirin... Em di nav van tirs û endîþeyan de nebûne û me bi rehetî dost û merivên xwe zîyaret bikirana…” Mebesta min ji hîsê neteweyî ev e. Lê ev jî tesbîteka girîng e ku di nav kurdan de ev hîs geþ nebûye.

Li payîza sala 1990’î Savaþ Buldanî min û Leyla Zanayê biribû cihekî seyranê yê li Sariyerê. Mehemed Emîn Tektaþ jî bi me re bû. Di dewra rejîma 12ê adarê (3) de ez bi Mehemd Emîn Tektaþ re li girtîgeha fermandarîya îdareya orfî ya Diyarbekirê mabûm. Li Sariyerê meydaneka daristanê ya zindî hebû. Wê demê hêzên artêþa tirk daristanên çîyayên kurdan, daristanên herêma kurdniþîn diþewitand. Þewitandina daristanan karekî sîstematîk bû. Leyla Zana, dema ku çav berdabû wê daristana gur a li Sariyerê, hestên xwe wisa îfade kiribûn: “Xwezî daristanên me jî wisa bimana, nehatana þeiwtandin… Xwezî bêyî tu tirs û endîþeyekê em bikaribûna bi rehetî biketana nav, bigerîyana…” Ev jî dibe îfadekirineka hestê neteweyî. Meriv dikare vana wekî cûreyên neteweperwerîya gel binirxîne.  

Hevalekî Nisêbînî hebû. Li Erebistana Suûdî dixebitî. Operatorê wesaîtên karên giran bû. Hevalekî xort yê ku gelek bi nirxên neteweyî ve girêdayî bû. Di salên 1990’î de meseleyeka wisa qal kiribû: “Ez bona nimêja înê hertim diçûm mizgeftê. Li xutbeyê her gav îmamî ji Endonezya heta Fasê navê gel û welatên îslamê dihejmart, bona wan dua dikir. Lê hîç behsa kurdan û welatê wan Kurdistanê nedikir. Vê helwêsta îmamî ez gelek diêþandim. Rojekê piþtî nimêjê dema ku îmam ji mizgeftê derket min ew qefalt. Min got ‘Seyda, ji Endonezyayê bigre heta bi Fasê tu behsa hemî gelên musluman û welatan dikî, tu bona wan dua dikî, lê tu hîç behsa me kurdan nakî, ma kurd ne musluman in? Ya rast, rewþa me girantir e, em li her derê tada dibînin.’ Melayî got, ‘Kurd kî ne, ev kurd li kîderê dijîn?’ Min got, ‘Ma qey meriv dibêje, kurd kî ne, ev kurd li kîderê dijîn Seyda? Ma kurd ne çar-pênc kes in ku ez bibêjim li filan otelê dimînin, yan xwe li bêvan derê veþartine. Kurd, gelekî ji 40 mîlyonî zêdetir e… Kurd li her derê dijîn, kurd li Îranê, li Îraqê, li Sûrîyê, li Tirkîyê, li Beyrûdê, li Qafqasyayê û li Rûsyayê hene.’ Min behsa Helebçeyê kir ku çawa bi gazên kîmyewî jin, zarok û kal û pîr hatine fetisandin. Îmamî ji min re got, ‘Derbarê kurdan de agahî bide min, kurd li kîderê dijîn, li ser xerîteyê nîþan bide, di xutbeya pêþîya me de ez ê behsa wan jî bikim.’ Li gorî qenaeta min, welatê wan zanîbû lê ji nezanînê ve dihat. Belkî jî, dibe ku haya wî ji qetlîama Helebçeyê tune be. Kontroleka gelek tund a hukmata ereb li ser çapemenîyê heye. Haya hukmatan ji Helebçeyê heye lê ji ber ku piþtgirîya Sedam dikirin, lewre dengê xwe dernedixistin. Lewma xelqê nizanîbû ku li Helebçeyê kurd bi gazên kîmyewî hatine fetisandin.

Hevalê me bi awayê ‘Min ji îmamî re wisa got, îmamî ji min re wisa got’ qise dikir. Ji ber ku rêveberîyên ereb xwe dûrî kurdan didan, wan rexne dikir. Viya jî digot: “Em karkerên kurd, me bona gerîlayên me, di nav xwe de pere berhev dikir. Di vî warî de xebateka bi rêk û pêk hebû. Haya patronên ereb û karbidestên dewletê ji viya hebû. Têkilî viya nebûn. Vê yekê, ji nedîtî ve, ji nebihîstî ve dihatin.

Îmamekî suûdî ku di xutbeyên înê de ji Endonezyayê bigre heta Fasê behsa hemî gelên musluman û welatên muslumanan dike, bona wan dua dike lê ji kurdan û Kurdistanê hîç behs nake… Li hemberî viya reaksîyona karkerekî kurd. Hîsê neteweyî tiþtekî wisa ye. Di bingeha neteweperwerîya xelqê de hîsên wisa hene, pêþdeçûna van hîsan heye. Dewlet, vê neteweperwerîyê, vê neteweperwerîya gel bona xwe xetere dibîne. Bona ku li dijî PKK têbikoþe, Hîzbullah ji alîyê dewletê ve hat damezrandin. Lê Hîzbullah neçû serê çiyê û li hemberî PKK tênekoþîya, bi PKK re þer nekir. Li bajarên mîna Batman, Nisêbîn, Diyerbekir, Wan, Bidlîs, Qoser, Farqîn, û Tetwanê di nav girseya ku dê ji PKK re bûbûna bingeh de xebitî. Kurdên ku wekî welatparêz tesbît dikir, ji paþ ve berîk berdida piþta serê wan û dikuþt. Ev hevalê ku ez behsa wî dikim jî, dema ku bo îzna salane vedigere tê nav malbata xwe, li Nisêbînê, bi vî awayî hat kuþtin.     

                      

Neteweperwerîya Gel – Neteweperwerîya Dewletê        

Neteweperwerîya dewletê, neteweperwerîyeka wisa ye ku li gorî pêdivîyên îdeolojîya fermî tê hilberandin, bi îmkanên maddî û manewî yên dewletê, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî berevanîya wê tê kirin û bi îmkanên dewletê propagandaya wê tê kirin. Neteperwerîyeka wisa ye ku, ger mesele kurd bin, înkara kurdan û zimanê kurdî, tune hesibandin û tehqîrkirina kurdan bo xwe dike amanc. Ez dixwazim vî fikrî bi çend mînakan þîrove bikim:

 

Fermandarê Pêþmergeyan ku bi sed hezar dolarî hat frotin    

Maho Gewdan, fermandarekî pêþmergeyan ê welatîyê Îraqê ye. Li adara sala 1988’an di nîjadkujîya Helebçeyê de ligel xêzanên xwe, xwe avêtîye bextê Tirkîyê. Heta dema nîjadkujîya Helebçeyê li 1988’an, li Zaxoyê, peywira xwe pêk tîne. Esas ji alîyê Culemêrgê ye. Bona ku beþdarê þerê ku kurd li hemberî Sedam Huseyn didin bibe, derbasê Baþûr bûye. Navê wî Mehemed Kiliç e. Piþtî ku li Tirkîyê niþtecih dibe, wî digrin leþkerîyê. Li bajarê Antalyayê dest bi peywira leþkerîyê dike. Lêbelê rêveberîya Îraqê li dû fermandarê pêþmergeyan ê Zaxo Maho Gewdanî ye. Rêveberîya Sedam Huseyn lêkolîn dike û rêça wî dibîne. Pêdihese ku li Tirkîyê leþkerî dike. Karbidestên Îraqê bi fermandarên JÎTEMê yên li ser sînor re peywendî datînin û Maho Gewdanî dixwazin. Bona ku Maho Gewdan (Mehemed Kiliç) bihê teslîmkirin, bazar dikin. Her du alî li hemberî teslîmkirina Maho Gewdanî bo alîyê Îraqê, bi sed hezar dolarî li hev dikin. Îtîrafkarê bi navê Îbrahîm Babat ê bi eslê xwe ji Sûrîyê, çîroka revandina Maho Gewdanî bo Kutlu Savaþê ku derheqê pêvajoya Susurlukê (4) de rapor amade dikir, wisa qise dike: “Di sala 1989’an de fermandarên JÎTEMê ji me xwestin ku em Memehed Kiliçî (Maho Gewdan) ji Antalyayê bigrin û bînin. Ez, binefser Þeban Bayram û ligel leþkerek bi navê Erol, li Antalyayê me bi fermandarê alayîya cendirmeyan a bajêr re hevdîtibekê kir. Karbidestên wir ji hatina me agahdar bûn. Me ji fermandarê alayîyê re got, ‘Em wî digrin, dibe ku em paþde neynin, piþtî ku em îfadeya wî bigrin, em ê wî înfaz bikin’. Roja din, me Mehemedî li ber derîyê garnîzonê girt. Me ew anî Silopîyê. Me teslîmê efserê îrtîbatê yê Îraqê ku hertim bi Cem Erseverî (5) re di nav peywendîyê de bû kir. Ji ber ku Mehemed Kiliç berê di nav Partîya Demokrat a Kurdistanê de karbidestekî payebilind bûye, lewre ji alîyê dewleta Îraqê ve bi sed hezar dolarî hatibû xwestin. Sergord Îsmaîl Oztoprak dema ku bi vê bûyerê hesîya û jê narehet bû, paþê bi bûyerekê ku rengê qezayê dabûnê, hat kuþtin.        

Maho Gewdan çawa ku hate teslîmkirin, piþtî ku îfadeya wî hat girtin, tavilî li wir hat dardekirin. (www.rizgari.org 06.02.2009 / rojnameya Zaman, 05.02.2009)

Di roja îroyîn de ji yên herî neteweperest re, ji neteweperestên tirk re “ulusalcý” tê gotin. Ev neteweperestîyeka wisa ye ku kurdan û zimanê kurdî tehqîr dike. Bona kurdan tenê bernameyeka wan heye: Asîmîlasyon û tirkkirina kurdan. Bona kurdan piçûktirîn mafekî jî naxwazin. Hinde xebatên ku hukmat dike jî ew wekî “zordayînên emperyalîzmê” wekî “pîjkirinên emperyalîzmê” têdigihên. Yên ku herî zêde neteweperestên tirk in, yên ku dibêjin “herî zêde em ji vî welatî hes dikin” di wê mînaka jorîn de bi þêweyekî vekirî dixuye ku çawa di nav karên qirêj de ne û çawa fikrê neteweyayetîyê qirêj kirine. Fermandarê pêþmergeyan Maho Gewdanî bi sed hezar dolarî difroþin faþîzma Baas a Îraqê. Ji alîyê rejîma Sedam ve di îdamkirina Maho Gewdanî de sed hezar dolar “kar” dikin. Ne ku tenê fermandarên JÎTEMê pê dizanin Maho Gewdan bona ku bihê îdamkirin tê xwestin, herwisa, personelên artêþê yên din jî bi vê yekê dizanin. Neteweperestîya dewletê wisa karên qirêj ligel xwe tîne. Neteweperewerîya dewletê, di nav hewldana viya de ye ku, heçî kesên ne ji wê bin, bi tada û zilmê wan tune bike. Lê amanca bingehîn a neteweperwerîya gel ev e ku, li hemberî tada û zilmê li ber xwe bide, amanca wê ew e ku ligel ziman û kultura xwe jiyana xwe dewam bike. Ev karên qirêj hertim di prosesa têgihîþtina neteweperestîyê de çêdibin. Hrant Dînk, li roja 19 çele 2007, bi agahdarîya hêzên asayîþ, îstîxbarat û cendirmeyan hat kuþtin. Yên ku di vê prosesê de rol girtin digotin “yê herî neteweperwer ez im” û pesnê xwe didan. Roja 18 nîsan 2008, li Meletîyê xebatkarên Kitêbxaneya Zîrveyê bi agahîya fermandarê cendirmeyan ê herêmê hatin xeniqandin. (Rojnameya Hürriyet, 13 adar 2009, binirên li nûçeya bi sernavê “Yayýnevi katliamýna adý karýþan emekli albay gözaltýnda” r.1)

 

Fehma zimanê kurdî ya unîversîteyê     

UNESCO, roja 21’ê sibatê “Roja Ziman a Cîhanê” îlan kir. Li roja 21’ê sibatê, derheqê zimanên ku di xetereyê de ne axaftin çêdibin. Roja 21’ê sibatê, xwendekarên kurd ên li unîversîteya bajarê Mêrsînê jî di vê derbarê de bernameyek amade kirin û çalakîyekê pêkanîn. Di çarçeweya “Roja Zimanê Kurdî” de pîrozbahîyek li dar xistin. Bi zimanê kurdî dersa zimanê kurdî dan. Textê reþ anîn meydana pîrozbahîyê û derbarê kurdî, edebîyata kurdî û hunera kurdî de axaftin kirin. Lê ev çalakîya wan ji alîyê rêveberîya unîversîteyê ve bi mueyîdeyên cezaî hat pêþwazîkirin. Nûçeyên derbarê vê yekê de bi sernavê “Nîjadperestên ne qaþo, yên resen” belav bûne. Bona van nûçeyan binêrin li www.kurdistan-post.org 28 sibat 2009, herwisa, nûçeyên ku ji alîyê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîjleyê Ersan Çelikî ve hatine dayîn û dewama wan:

Rektorîya unîversîteya Mêrsînê li 35 xwendekarên xwe yên ku li roja 21’ê sibatê bi munasebeta ‘Roja Zimanê Kurdî’ li kampusa unîversîteyê çalakîyek çêkirine ceza barand. Di teblîxata ku têde cezayê dîsiplînê bo xwendekaran hatîye dayîn de zimanê kurdî wekî ‘qaþo’ hatîye nasandin. Bona 35 xendekarî di navbera hefteyek û dewreyek de cezayê dûrxistina ji unîversîteyê hatîye dayîn.

Li gorî Dezgeya Zimanê Tirkî, divê navên taybet bi herfa mezin bihatana nivîsandin lê ev balkêþ e ku di nivîsê de navên wekî Kürt, Kürtçe û Kurdî ku bi tevayî 6 car derbas dibin, herfên pêþî yên van peyvan piçûk hatine nivîsandin.

Sedemê cezayê ew e ku, çalakî bi zimanê kurdî hatîye kirin. Di teblîxata ku têde cezaya dîsiplînê bo xwendekaran hatîye dayîn û îmzaya Profesor Doktor Suha Aydinî li binî ye de, îfadeyên mîna ‘Li hemberî ‘Cejna Zimanê Tirkî’ ‘cejna zimanê kurdî’ çêkirine, textê reþ anîne meydanê û ji alîyê xwendekarê Fakulteya Perewerdeyê Beþa Rêberî û Þêwirmendîya Psîkolojîkî ve ‘qaþo dersa kurdî’ hatîye dayîn, li ser textî ‘kürdî, ‘piroz be” cejna zimane’ û ‘kürtçe dil bayramý’ hatîye nivîsîn, axaftina naveroka wê kurdî û bi kurdî ‘qaþo dersa kurdî’ hatîye dayîn, li gorî tehqîqata ku derbarê van çalakîyên ku hatine kirin de, di encamê de…’ cih digrin.

Di sala 1970’yan de ji alîyê rektorîyê ve dawî li karê min ê li unîversîteya Atatirkî anîn. Cara pêþî ez di wê parêznameya ku unîversîteyê bo dadgeha bilind þandibî de haydar bûm ku peyvên mîna kurd û kurdî bi herfên piçûk têne nivîsandin. Bi eynî þêweyê di peyvên mîna gelê kurd, folklora kurdî û hwd. de herfa k ya van peyvan, ku diviyabû li gorî qaydeyên rêzimana tirkî wekî K mezin bihatana nivîsandin lê wan piçûk dinivîsand. Qebûlnekirina dîyardeya kurd, qebûlnekirina hebûna kurdan û zimanê kurdî, helwêsteka di berevajîya têgihîþtîn û þêweya zanistîyê de ye. Lê piçûk nivîsîna herfa pêþî ya navên taybet, viya bi taybet wisa nivîsîn, cûreyek tehqîrkirina kurdan e. Ev jî fikrekî kovî ye, reftarîyeka kovî ye. Ji viya tê dîtin ku ev serê 40 salan e fikrê unîversîteyê hîç neguherîye. Xwendekarên unîversîteya Mêrsînê roja 21’ê sibatê, di “Roja Ziman a Cîhanê” de “Roja Zimanê Kurdî” pîroz dikin û bi þêweyekî sembolîk dersa kurdî didin, lê unîversîte ceza dide wan. Ev nîþan dide ku unîversîteyê þêweya zanistîyê hîç fêm nekirîye. Di teblîxnameya ku unîversîteyê bo xwendekaran þandîye de, di peyvên mîna kurd û kurdî de, herfên pêþîn yên peyvan piçûk dinivîse, dema ku behsa dersa kurdî dike, dibêje “qaþo dersa kurdî”, hingê ev nîþan dide ku di helwêsta piçûkdîtin û tehqîrkirina kurdan de qet guhertinek çênebûye. Ev hemî nîþan didin ku bê hela unîversîte çiqas dûrî pirsa kurd e û prosesên ku li derdora pirsa kurd rû didin, hîç tênegihîþtiye. Dibe ku hinek unîversîte piçek erênî li pirsê dinêrin, dibe ku hinek mamostayên unîversîteyê jî hebin ku bi erênî nêzîkî pirsê bibin, lêbelê bi awayekî giþtî reftarî eva hanê ye.

Ji salên 1970’yan heta sala 2009 çi qewimî? Li sala 2009 êdî kurd wekî rimê li pîya ne. Di warê ziman û kultur de dinyayek daxwaz hene. Bona ku van daxwazan îfade bikin, numayîþ, meþ, mitîng û kombûn çêdibin. Axaftin û munaqeþe hene. Televîzyon, radyo, rojname û kitêbên kurdî hene. li Kurdistana Baþûr, dîyardeya ku li jêr navê “Hukmata Herêma Kurdistanê” ku ji alîyê destûra bingehîn a Îraqê ve jî hatîye naskirin pêk hatîye… Heyret!... “Ewqas cehalet ancax bi perwerdeyê çêdibe.” Helbet ev perwerde ya îdeolojîya resmî ye. Ma di unîversîteyeka wisa de zanist tê hilberandin? Unîversîteya Mêrsînê bi tehqîrkirina kurdan, bi înkarkirina hebûna civakî ya kurdan, bi qebûlnekirin û înkarkirina hebûna zimanê kurdî, bi tune hesibandina wan, dibêje qey ew neteweperwerîya tirkî dike. Ev yek têgihîþtineka kovî, neteweperwerîyeka kovî ye. Esas ev, nîjadperestî ye. Neteweperestîya dewletê ji alîyê unîversîteyê ve bi vê têgihîþtina kovîyane tê parastin. Neteweperwerîya dewletê dema ku neteweperwerîya tirkan diparêze, têkelî karên gelek qirêj jî dibe. Bêguman di unîversîteyê de mamostayên ku li gorî þêweya zanistê difikirin û pirsgirêkên bingehîn yên mîna pirsa kurd bi awayekî rast têdigihên hene. Evên hanê, herhal, îstîsna ne.

Lêbelê di vê prosesê de dîsa divê rexneya bingehîn li kurdan were kirin. Ev jî girîng e ku, di vî warî de divê helwêsta PKKê were eþkerakirin. PKK, rêxistineka wisa ye ku ev dibe serê 30 salan di nav civata kurd de, li cografyaya kurdan, di jîyana sîyasî ya tirk de, di dereceya yekem de rol dilîze. Sewabên wê ji gunehên wê zêdetir in. Ger îro em pirsa kurd bi azadî munaqeþe dikin, ger em dikanin hewl bidin xwe daku em dînamîkên bingehîn ên civatî yên pirsa kurd fêm bikin û têbigihên, ev rastîyek e ku di vir de roleka gelek girîng a PKKê heye. Lê PKK di warê zimên de hiþmendîyeka tendurist pêk neanîye. Di van waran de hewldaneka ciddî ya PKKê nîn e. Têgehên mîna “neteweperwerê kovî”, “neteweperwerîya kovî”, yên PKKê ne. Ev têgehên wisa ne ku, berahî û ferehîya wan, naveroka wan ne dîyar e. Ji rexneyê zêdetir wekî amureka tawanbarkirinê tê bikaranîn. Kî kengî çi bike û çi bibêje dê “neteweperwerîtîya kovî” bike, dê bibe “netweperwerê kovî”, ev ne dîyar e. Lê bi awayekî giþtî yên ku di warê ziman û kulturê de xebitîne, ev rexne, ev tawanbarkirin li hemberî wan hatîye kirin. Esas neteweperwerîya kovî di fikr, helwêst û çalakîyên hinde neteweperestên tirkan de tê dîtin. Wekî mînak, dema ku navên taybet ên mîna kurd û kurdî dinivîsin, herfa K piçûk dinivîsin. Bi vî awayî eþekera dikin ku ew kurdan tehqîr dikin, piçûk dixînin. Ev yek, bi wateyeka temam, helwêsteka kovîyane ye, dîmeneka neteweperwerîya kovî ye. Kurdan wekî kesên ku xwedî îrade ne nabînin, wekî tiþtekî dibînin. Dema ku tiþt be, çawa muamele pê dibe? Tiþt, çawa muamele dibînin? Îcab bike meriv digre diavêje sergoyê, îcab bike meriv dipelêxe û hwd. Esas ev þeklê awayê eþekerakirina nîjadperestîya tirkan e. Lêbelê derdekî PKK bi neteweperestîya tirkan re, bi van dîmenên nîjadperestîya tirkan re tune. Digel van prosesên hanê, dîsa, yê ku herî zêde peyva ‘biratîyê’ bikar tîne, PKK ye. Tawanbarkirinên PKK yên mîna neteweperestê kovî û neteweperwerîya kovî, herî zêde kurdên ku li ser ziman û kultura kurdî dixebitin, bo xwe dikin hedef. Digel van hemîyan, di warê þuûra ziman de, di warê nivîsîn û axaftina bi kurdî de tê dîtin ku livandinek heye. Lêbelê þuûra welat hîn jî tune. Li gorî qenaeta min di kurdan de þuûra welat hema bibêjin ku sifir e. Te divê di nav PKKê de yan jî li nav kurdên li derveyî PKKê, þuûrek mîna þuûra welêt çênebûye. Kurd hertim li cografyaya kurd têdikoþin. Xwîna kurdan hertim li cografyaya kurd tê rijandin. Lêbelê kurd xwedî li Antalya, Bodrum, Îstanbul û hwd. derdikevin. Carînan bi hinde hevalên ku ji Ewropayê yan ji hinde welatên din tên zîyaretîyê, em hev dibînin. Wisa diaxifin: “Kekê Îsmaîl, me got em çendeyek welat, memleket bibînin. Em bi qasî du hefteyan li Antalyayê man. Me du-sê roj li Bodrumê derbas kirin. Ev du roj in em li Anqereyê ne. Em ê sibehê derbasî Îstanbulê bibin. Em ê çend rojan jî li wir bimînin. Paþê jî, Ewropayê, ka destê xwe bide…” A ev in, ew erdê ku kurd jê re dibêjin welat, dibêjin memleket û hesreta wir dikþînin, ev erd in… Ev roþinbîrên kurdan e… Yên ku li Ewropayê wekî surgun in jî hene. Yên ku zîyaretîya xwe bi malbatî, bi tevî zar û zêçan pêk tînin jî hene. Tu dema pirsa gundê wan ê li Diyarbekirê, yê Sêrtê, yê li Wanê, yê li Mêrdînê û hwd. dikî, hingê dibêjin: “Gundê me hat þewitandin, gund-mund nemaye. Malbata me bela-wela kirin. Ez nizanim kî li kîderê ye. Beþeka wan li Dîyarbekirê û hwd. e, beþeka wan li Adenê ye, li Mêrsînê û hwd. hene…” Di vê vegotinê de þuûra welêt heye? Bona kurdên li Kurdistana Baþûr jî, hemê bibêjin ku kêm-zêde, rewþ wisa ye. Hîn jî em wan kurdên ku terka welatê xwe dikin û dixwazin birevin biçin Ewropayê dibînin. Di esasê xwe de piþtî prosesa damezirîna hukmata herêma Kurdistanê ew þertên ku bibin sedemê reva ji wir êdî nîn in. Li derveyî viya jî, pirsa kurd helbet dê li ser erdê ku kurd li ser dijîn çareser bibe. Ne ku rev, berevajî, divê vegera bo axa xwe çêbibe.

Dibêjin bajarê herî mezin ê kurdan Îstanbul e. Bi vê gotinê dixwazin bidin zanîn ku pêþnîyazên mîna serxwebûn, federasyon yan jî otonomîyê dê pêk neyên. Lêbelê ger li Îstanbulê 3-4 mîlyon kurd rûnin, heta ku jî nîvî zêdetir nufûsa wir kurd be, dîsa jî, Îstanbul nabe Kurdîstan. Em bibêjin ku bajarên mîna Culemêrg, Sêrt, Þirnex, Mêrdîn, Diyarbekir, Batman, Dêrsim, Çewlîg, Mûþ, Bidlîs, Wan û Agirîyê bi tevayî vala bibin, li her derê qereqol û leþker bêne dîtin, lê ger 4-5 kurd têde mabin, ew der, dîsa her Kurdistan e.

 

Li ser Mem û Zînê

Mem û Zîn, berhemeka wisa ye ku di sedsala 17. de, di sala 1695’an de temam bûye. Nivîsîna wê ya bi kurdî ne li gorî edetên rûniþtî yên dema Osmanî ye. Di sedsalên 16. û 17. de, bona helbesta Osmanî, edebîyata farisî mînak e. Edebîyata Farisî, mînak dihat girtin. Mem û Zîn, ne ku edebîyata farisî, edebîyata devkî ya kurdî, yanî destana Memê Alan ji xwe re mînak girtîye. Ev jî, helwêsteka li derveyî edetên rûniþtî yên Osmanî ye. Mem û Zîn, ji alîyê þeklê ve, ji alîyê dîmena derveyî ve meriv dikane biþibîne Leyla û Mecnûn (Fuzûlî, sedsala 16.) û Husn û Eþqê (Þêx Xalib, sedsala 18.). Lêbelê di Mem û Zînê de teswîrên xwezayê rasteqîn in. Mem û Zîn behsa Botanê dike. Bûyer li Mîrtîya Botanê rû didin. Mem û Zîn bi vî alîyê xwe ji mesnewîyên klasîk cihê dibe. Ji ber van hemîyan, di Mem û Zînê de, meriv dikane muxalefeta li hemberî edebîyata klasîk û ya li hemberî zîhnîyeta Osmanî bibîne. Ji van alîyan ve, Mem û Zîn, berhemeka edebîyata kurdî ye.

Ehmedê Xanî di Me û Zînê de bi rêya Mîr Zeydîn, Tacdîn, Arif, Çeko û Beko, bi peywendîya di navbera van kesan de, peywendîyên îqtîdarê yên li mîrtîya Botanê analîz dike. Bi têkilîyên Xeyzebûn, Sitî û Zînê prosesên perwerdeyê nîþan dide. Bi wasitaya Tacdîn û Sitîyê nîzama huqûqê û edaletê, bi wasitaya Mem û Zînê daxwazên azadîyê têne qalkirin, bi wasitaya Gurgîn jî hewl dide xwe ku þêweya îqtîdara li paþerojan saz bike. Mem û Zîn bi van alîyên xwe li derekê ku ji edebîyata kilasîk ya Osmanî cihêtir e radiweste, dibe kevîreka bingehîn ya edebîyata kurdî.

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de bal dikþîne ser nirxên neteweyî jî. Ji vî alîyî ve gelek balkêþ e, gelek watedar e, ku behsa Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran dike. Behsa nivîskarê Þerefnameyê Þerefxanî nake lê behsa van her sê þaîrên edebîyata kurdî dike. H. Mem, li gelek cihên kitêba xwe ya bi navê Xanî ve Newroz li ser wateya van peywendîyan nirxandinan dike.

Komeleya Felsefevanan di rojên 13-14 adar 2009 de li Anqereyê kombûneka bi sernavê “Sempozyuma Muxalefetê” li dar xist. Di vê kombûnê de ji Xwendegeha Bilind a Zimanên Bîyanî ya Unîversîteya Sabanci, Rûken Alp, teblîxek bi sernavê “Mesnewî û Muxalefet: Mem û Zîn” pêþkêþ kir. Rûken Alp, di vê teblîxa xwe de bal kiþand ser van alîyên Mem û Zînê. Di eynî sempozyumê de min jî gotarek bi sernavê “Muxalefeta Kurd” pêþkêþ kir. Li dereka vê gotara xwe, min jî hewl daye ku ez behsa van taybetîyên Mem û Zîna Ehmedê Xanî bikim. Wekî din jî, ez ê hewl bidim daku vê mijarê di nivîsa bi sernavê “Muxalefeta Kurd” de îfade bikim. (*)

17 adar 2009

 

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

______________

(*) Ev nivîs bi sernavê “Ehmedê Xanî ve Newroz” li malpera www.kurdistan-post.org û li www.nasname.com weþîyaye.  

 

(1) Ji bo kitêbên din ên H. Mem binêrin li;

H. Mem, Xanî’den Platon’a Ýki Demet Çiçek, Weþanên Enstîtuya Kurdî, Gelawêj 1998, 208 rûpel

H. Mem, Xanî’den Mem’e Bir Buket Çiçek, Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kewçêr 1999, 187 rûpel

H. Mem, Üçüncü Öðretmen Xanî,  Ýstanbul Kürt Enstitüsü Yayýnlarý, Ocak 2002,  534 rûpel

H. Mem, Filozof Hanî’nin  Tasarýmý, Bir Yayýnlarý, Nisan 2003, 138 rûpel

H. Mem, Mem û Zîn Ýdeal, Memê Alan Destaný Masal, Ýstanbul Kürt Enstitüsü Yayýnlarý, Nisan 2005, 106 rûpel

Ji van kitêban yê çaran û yê pêncan bo kurdîya kurmancî hatine wergerandin;

H. Mem, Mamosteyê Sêyemîn Xanî, Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Wergera ji tirkî: Zana Farqînî, Rêzber 2004

H. Mem, Tesewura Xanîyê Fîlozof, Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Wergera ji tirkî: Miraz Ronî, Rêzber 2004

 

Notên Wergêr:

(2) Ez wisa texmîn dkim ku mamosta Îsmaîl Beþîkçî ji ber wergera vê helbesta ya bo tirkî, wateya helbestê xelet têgihîþtîye. Bi qasî ku ez têdigihêm, di vê helbesta xwe de Seydayê Mela Evdirehman Durre, ne ku pensê xwe, esas pesnê Ehmedê Xanî dide. Di helbesta xwe de Xanî dide xeberdan. Xanî mezin dike, ne ku xwe. 

(3) Mebest ji “Rejîma 12’ê Adarê” ew e ku li roja 12’ê adara sala 1971 li Tirkîyê artêþê dest danîbû ser parlementoyê û rêveberîyê girtîbû destê xwe, rejîma leþkerî saz kiribû.

(4) Susurluk, li rojavaya Tirkîyê bajarokek bi ser bajarê Balikesirê ye. Li roja 3 sermawez 1996, li nêzîkî vî bajarokî qezayeka tarfîkê rû da. Otomobîlek li kamyonekê qelibî. Parlemeterek, mudîrê giþtî yê xwendegeha polîsan û endamekî mafyaya tirk ê nîjadperest ku di penîyê de qaþo dewlet lêdigerîya, bi hev re di wê otomobîlê de bûn. Bi vî awayî eþkera dibû ku dewleta tirk di nepenîyê de rêxistinên kûr damezrandine û li hemberî neteweya kurd bi þêweyên derveyî qanûnan têdikoþe. Ji ber vê rûdanê, navê van peywendîyên qirêj wekî “Bûyera Susurlukê” yan jî tenê wekî “Susurluk” hat nasîn. Lê paþê, derket meydanê ku navê vê rêxistina kûr a dewletê, esas Ergenekon e.

(5) Cem Ersever, bi eslê xwe tirkmanê Kerkûkê ye. Lê di sala 1950 de li Erziromê hatiye dinyayê. Di artêþa tirk de bi pileya sergordîyê wezîfedar bû. Di dema wezîfeya xwe de, bi giþtî li herêma kurdniþîn, li dijî têkoþîna neteweyî ya kurdan, bi metodên derveyî qanûnî dixebitî. Herwisa, damezrînerê yekem ê rêxistina JÎTEM bû. JÎTEM, rêxistineka nepen a di nav artêþa tirk de bû û bi giþtî endamên wê efserên tirk bûn. Di bin fermana wan de jî, îtîrafkarên PKK hebûn. Di maweya deh salan de ji 17 hezarî zêdetir kurdên sivîl ên welatperwer ji alîyê vê rêxistinê ve bi metodên gelek wehþîyane hatin kuþtin. Ev sergord Cem Erseverê ku damezrînerê vê rêxistinê bû, ew bixwe jî li roja 4 sermawez 1993 li Anqereyê ji alîyê vê rêxistina ku wî bi xwe damezirandibû ve hat kuþtin.

 

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org