“Felaketa Mezin” an Jenosayd?

 

 

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

 

Di pêþengîya Prof. Dr. Ehmed Ýnsel, Prof. Dr. Baskin Oran, Dr. Cengiz Aktar û rojnameger Elî Bayramoðlu de daxuyanîyek ku pirsa ermenîyan îfade dike, hatiye amadekirin. Di vê metnê de wisa tê gotin: “Ew ‘Felaketa Mezin’ ku di sala 1915 de bi ser ermenîyên Osmanî de hatibû, wijdanê min qebul nake ku li hemberî wê laqaytîyek hebe û bête înakarkirin. Ez vê bêedaletîyê red dikim, ez êþ û hîsên birayên xwe yên ermenî parve dikim û li ser navê xwe ji wan lêborînê dixwazim.

Bi vê daxuyanîyê re kampanyaya îmzayan a “ez lêborînê dixwazim” dest pê bû. Kampanyaya îmzayan, roja 14 sermawez 2008 dest pê bû. Wê rojê li malpera www.ozurdilerim.com nêzîkî 200 îmza hebûn. Di rojên destpêkê de min jî vê metnê îmza kir. Digel viya, ez dixwazim derbareyê vê metnê de îtîraza xwe nîþan bidim û fikrê xwe eþkera bikim.

Di daxuyanîyê de îbareya “Felaketa Mezin” derbas dibe. Îbereya “Felaketa Mezin” ne ew gotin e ku bikanibe polîtîka, operasyon û kirinên ku di sala 1915 de li hemberî ermenîyan hatin pêkanîn îfade bike. Têgîna “Felaketa Mezin” di vegotina van operasyon û kirinan de gelek sivik dimîne. Ev eþkera ye ku mezin nivîsandina herfên F û M yên di îbareya “Felaketa Mezin” de, wekî ne felaketek ji felaketan, wateya felaketeka taybet didîyê. Digel viya, dîsa jî têgîna “Felaketa Mezin”, di warê îfadekirina ew tiþtên ku di sala 1915 de bi serê ermenîyan de hatine de têr nake, gelek kêm dimîne. Ew polîtîkaya ku li hemberî ermenîyan hate pêkanîn, ew operasyon û kirinên ku di sala 1915 de bi serê ermenîyan de hatin, tenê dikanin bi terma jenosaydê bêne îfadekirin. Çunkî ev, polîtîkayeka wisa ye ku, ji kongreya Îttîhad we Tereqqî ya ku di sala 1910 de li Selanîkê pêk hat û bi vir de hesab û kitab, pîlan û programa wê hatîye çêkirin. Ji vê biryarê û vir de, Firqeya Îttihad we Tereqqîyê, bi taybet di kombûnên xwe yên veþartî de, derbareyê tunekirina nufûsa ermenîyan de bi kîtekît pîlan û proje amade kirine. Dema ku em dibêjin jenosayd, divê em tenê wekî ku koma merivan bi qegfleyan dixînin hemaman û bi gazên kîmyewî wan tune dikin, fêm nekin. Bona tunekirina nufûsek gelek rê hene. Hûn ê li çileya zivistanê wan bixînin nav proseseka ku jê re “tehcîr” tê gotin, hûn ê ferdên malbatê ji hev belav bikin, ji hevûdin bêxeber bihêlin, hûn ê wan tî û birçî bihêlin, hûn ê dest daynin ser sol û cil û berg û kinc û nivînên wan, hûn ê hîç bi nexweþî û westîyabûna wan re eleqedar nebin, hûn ê li cihê bêhnvedanê, li cihê rawestanê wan bikin amanca diz û pêxwas û çeteyên ku ji berê de bi zanebûn, bi awayekî pîlankirî we ew bo kemînê amade kirine, hûn ê bihêlin ku alav û amûrên wan ên ku di radeya jîyanî de bo wan pêwîst in, hûr û mûrên wan ên hêja ku di tûrê wan de ne, bêne dizîn, bêne talankirin, ji destê wan bêne derxistin, hûn ê bihêlin ku ev nufûs bi hezaran, bi dehhezaran qir bibe, tune bibe. Em wisa bihizirin, kesên ku ketin ber prosesa ku jê re “tehcîr” tê gotin, jin û zarok û kal û pîr bûn. Çawa ku þerî dest pêkir, mêrên ermenî girtibûn bin sîleh lê sîleh nedabûn wan, li ocaxên keviran, di karê kiþandina keviran û karên herwekî vana de ew dixebitandin. Mêrên ermenî, ku di þertên gelek dijwar de dihatin xenbitandin, di vê prosesê de qir bûn û çûn. Gelekê wan, bi qefleyan, dema ku li ser kar bûn, hatin gulebarankirin.

Polîtîkayeka Îttîhad we Tereqqîyê ya ku neteweyîkirina sinaîyê bo xwe kiribû armanc jî, hebû. Neteweyîkirina sinaîyê dihat wateya sinaîya ku eqalîyet, ango rûm, ermenî û mûsewî xwedîyê wê ne, dest bidin ser û bixînin bin kotrola eþrafên musluman. Eþrafên musluman, ku Îttîhad we Tereqqîyê jê fêm dikir, helbet eþrafên tirk bûn. Li dora etnîsîya tirk ji nuh de organîzekirina dewleta Osmanî projeyeka girîng a Îttîhad we Tereqqîyê bû. Rûm-pontûs dê bihatana surgûnkirin û nufûsa ermenî jî, bi vî þêweyî yan bi wî þêweyî, dê ji navê bihatana hilanîn. Dê kurd bo tirkayetîyê, elewî/qizilbaþ jî bo muslumantîyê bihatana asîmîlekirin. Bona ku ev polîtîkayên hanê bêne tetbîqkirin li keys û firsendekê digerîyan. Þerê Cîhanê yê Yekem vê firsendê da destê hukûmeta îttîhadîyan. Ango, ev ne ew kirin bû ku di sala 1915 de li gorî þert û mercên wê rojê hatibû rojevê. Ev polîtîkayeka wisa bû, ku bi demdirêjî pîlan û projeya wê amade bibû, hesab û kitab li ser hatibû kirin û di demeka musaît de pêk hatibû. Hukûmeta Îttîhad we Tereqqîyê, dewleta Osmanî ji vê kiryarê berpirsîyar e. Ev jî eþkera ye ku ev prosesa hanê sûcek li dijî însanîyetê ye, sûcekî însanî hatîye kirin.

Pirsa bingehîn ku divê bête pirsîn ev e: Li dewra împaratorîya Osmanî, li Anadolîyê, li Îstanbulê, li cografyaya kurdan li dora 1.5 milyon (milyon û nîv) ermenî hebûn. Wê demê nufûsa giþtî li dora 11-12 milyonan bû. Îro nufûsa Tirkîyê ji 70 milyonan derbas bûye, lê dibêjin tenê li dora 60 hezar ermenî hene. Ew jî li Îstanbulê kom bûne. Çi hat bi serê ermenîyên mayî de? Ew mal û milkê ermenîyan, zevî, xanî, dikan, embar, karxane, çewlîg, zeytûnlix û hwd. pê çi bûn? Malê ermenîyan, îro bûye bingeha dewlemendîya kîjan malbatan?

Di felaketan de yan jî di felaketên mezin de, kes li berpirsîyar û sûcdaran nagere. Gelekê caran erdhej, lehî, xela, þewat, aþît, hezaz û herwekî vana, felaketê yan jî felaketên mezin bi xwe re tînin. Ev tofanên xwezayî ne. Û di felaketan de, di felaketên mezin de meriv li berpirsîyaran, li sûcdaran nagere. Li hemberî van felaketên xwezayî, derbareyê pêþîlêgirtina van felaketan de, zêde tiþtekî ku meriv bikanibe biike, hukûmet bikanibin bikin, nîn e.

Receb Maraþlý roja 15 sermawez 2008, li malpera www.gelawej.net ji ber ku peyva jenosaydê bi kar neanîne mamostayên unîversîteyê rexne kirin. Da zanîn ku tenê proses dikane bi têgîna jenosaydê îzeh bibe. Di kitêba Receb Maraþlý ya bi navê “Ermeni Ulusal ve Demokratik Hareketi ve 1915 Soykýrýmý” de (Weþanên Pêrî, Îstanbul 2008, 544 rûpel) prosesa jenosaydê bi dorfirehî tê vekolandin. Di eynî rojan de, Berzan Botî jî nivîsarek nivîsî ku têde peyvên “felaketa mezin” û “jenosaydê” þîrove dikir, herwisa, dida zanîn ku “felaketa mezin” nikane prosesê îfade bike. Dû re jî, Receb Maraþlý, Þukrî Gülmüþ, Silêman Akkoyun, Berzan Botî û heft hevalên wan ên din daxuyanîyeka hevpar a bi sernavê “Ne felaket, jenosayd” belav kirin. Xwedîyê Weþanxaneya Pêrî Ehmed Önal jî tevlî vê daxuyanîyê bû. Meriv dikane van daxuyanîyan li malpera www.gelawej.net û www.nasname.com bibîne. Ev daxuyanî û nivîsên hanê, derbareyê jenosayda ermenîyan de xwedîyê naverokeka ronîdar û dagirtî ne. Di gotara Demir Küçükaydýn de, ku di roja 17 sermawez 2008 de li rojnameya Tarafê bi sernavê “Ýtirazlarýma raðmen ‘özür diliyorum’” de jî þîroveyên balkêþ hene.

Tirkîye, ne peyva jenosaydê û ne jî çêbûna jenosaydê qebul dike. Dema ku zor digihîyê, dibêje “Berevajîyê ermenîyan, li tirkan jenosayd çêbûye.” Di vê derbareyê de helwêsteka biryardar û biîstîqrar heye. Bi qasî 60 konsolosên malniþîn li dijî kampanyaya “Ez lêborînê dixwazim” daxuyanîyekê belav kir, ev nîþaneka girîng ya vê helwêsta biryardar û biîstîqrar e. Bona ku dewletê zêdetir hêrs nekin, di þûna jenosaydê de bikaranîna têgîna “Felaketa Mezin” ku bona îfadekirina prosesê têgîneka gelek lawaz û sivik e, kirineka rast nîn e. Dibe ku vê têgînê hêrsa dewletê piçek nerm kiribe lê bûye helwêsteka wisa ku mamostayan gihandîye dewletê, wan nêzîkî polîtîkayên dewletê kirîye. Di gelek bûyeran de, jixwe, helwêst û fikrê dewletê bi nakokî ye. Dewleta ku di nav hewldanên vekirina bi navê Heþt Tv yan Þeþ Tv kanelak kurdî de ye, lê di parlamentoyê (TBMM) de parlementerên kurd dema ku di nav axaftinên xwe de hinde gotin yan jî îbareyên bi kurdî bi kar tînin, hingê mîna “bi zimanekî ku nayê zanîn axifî” di zebtan de tomar dike. Ev mînakeka vekirî ya bêîstîqrarîya dewletê ye. Bi vê bêîstîqrarîyê, ew dewleta ku nikane bibêje “kurd”, nabêje “kurdî”, dê çawa kanaleka kurdî veke? Ger ev helwêsta dewletê bi têgînên zanist, sîyaset û dîplomasîyê bête rexnekirin dê faydeyeka wê ya gelek mezin hebe.

Nivîseka Seîd Çetinoðlu ya derbareyê baca hebûnê de heye. Ev nivîs bi sernavên “Varlýk Vergisi: Etnik Temizlik Aracý” û “Varlýk Vergisi Uygulamasý, ekonomik ve kültürel soykýrýmdýr” di rojnameya Agos de li rojên 21 kewçêr 2008 û 28 kewçêr 2008, di hejmarên 660. û 661. de weþîya. Di navbera salên 1924-1944 de berhevkirina baca hebûnê dewama jenosayda ermenîyan ya sala 1915 e. Bûyerên 6-7 îlon 1955 jî dewama eynî têgihîþtinê ne. Bi girseyî rûman avêtina devreyî sînoran jî dewama eynî têgihîþtinê, ango berdewama fikrê jenosaydê ye.

Di metna ku ji layê sê mamostayên unîversîteyê û rojnamegerek ve hatîye amadekirin de behsa jenosayda ku li hemberî asûrî-suryanîyan çêbûye nehatîye kirin, herwisa, jenosayda ku li hemberî kurdan bi dirêjîya demê re tê kirin, ew jenosayda kulturî û olî ku li hemberî elewî/qizilbaþan çêdibe, di vê metna hanê de behsa van jenosaydan hîç nehatiye kirin, ev kêmasîyek e.

Ermenî, rûm-pontus, asurî-suryanî, kurd û elewî/qizilbaþ li ber vî fikrî û kirina dewletê, ger em rastîya wê bibêjin, li ber hîkmet-î hukûmet alîyên mexdûr in. Divê evên mexdûrbûyî û meseleya wan ligel hev bêne helsengandin. Ji layê zanstîyê ve jî helwêsta rast ev e. Çunkî, dîyarde bi tena serê xwe tiþtekî îfade nakin. Dîyarde karîgerîyê li hev dikin, dikevin bin karîgerîya hevûdin. Hingê wê demê mumkin e ku meriv peywendîyên dîyadeyî (olgusal iliþkiler) û prosesê bi tevayî, bi awayekî komplîke têbigihê.

Sîyaseten jî pêwîstî pê heye ku ev alîyên ku li ber polîtîkayên dewletê mexdûr bûne û meseleya wan ligel hev bêne helsengandin, divê meriv ligel wan çareserîyan peyda bike. Bona ku dewletê aciz nebe, dema ku têgînek mîna têgîna “Felaketa Mezin” bête bikaranîn, dibe ku hîn zêdetir îmza bêne berhevkirin. Lêbelê ger naveroka dîyardeyan bête fêmkirin, ji vê yekê girîngtir û hêjatir e. Divê pirsa çawayîyê (nitelik) ji çendîtîyê (nicelik) girîngtir be.

 

 

  

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org