|
Li
ser hilbijartina rêveberîyên herêmî Îsmaîl Beþîkçî Jibo
kurdan wateya sîyasî ya hilbijartina rêveberîyên herêmî mezin e. Di rêveberîyên
herêmî de divê kurd ev rewþa hêzbûyînê biparêzin û pêþdetir
bibin. Di hilbijartina rêveberîyên herêmî ya sala 2004 de bajarên mîna
Wan, Agirî, Sêrt û Çewlîgê ji dest çûn. Lê di hilbijartina 29 adar
2009 de, li ber parastina yên heyî, divê ji nuh de bidestxistina þaredarîyên
ku li sala 2004 ji dest çûbûn jî bibe armanc. Ev demeka zêdetirî salekê
ye ku hukûmet li ser Diyarbekir îddîayekê pêþde dibe. Serekwezîr
Receb Teyîb Erdoðan li serê meha sermawezê bajarên kurdan ên mîna
Diyarbekir, Wan û Culemêrgê zîyaret kiribûn. Di van zîyaretan de
serekwezîr bi protestoyeka pêt û berdewam re rûbirû bû. Wekî mînak,
li Diyarbekir rastê bajarekî vikîvala bû. Piþtî van protestayan, wisa
dixuye ku êdî dev ji Diyarbekirê berdaye. Hîn rastir, êdî têgihîþtîye
ku girtina Dîyarbekirê ne mumkin e. Digel viya, dîsa jî divê kurd bi
rik û înad li ser Diyarbekirê bisekinin. Divê rêya bêtesîrkirina
kirinên ku dê ji layê Partiya Edalet û Pêþdeçûnê (AKP) û hukûmetê
ve bêne pêþdebirin bibînin. Dibe ku belavkirina komirê, belavkirina
maddeyên xwarina bingehîn ên mîna arvan, þeker, çay, rûn, makarna,
zeytûn û penîr bibe kirineka girîng a hukûmet û partîyê, vana bi
dengan (rayan) tebdîl bike. Þaredarîyên Partîya Civaka Demokratîk
(DTP) jî dikanin bi kurdan re îttîfaqên hîn berfirehtir çêbikin û
van kirinên hanê di avê de berdin. Di îttîfaqa ku kurd bi çepê
tirkan re dikin de, yek û yek nakin duduyek. Lê çi dema ku kurd bi kurdan
re îttîfaq bikin, hingê yek û yek, dibe ku ji duduyekê jî derbas
bibin. Gelek eþkera ye ku proseseka wisa di nav kurdan de moralekê çêbike,
dê sînerjîyekê pêk bîne. Tu faydeyeka hewldanên Tirkîyeyîbûnê,
hewldana sazkirina partîya serbane (çatý partisi) ji kurdan re
tune. Îdeolojîya fermî, herwisa, polîtîkayên ku pêdivîyên îdeolojîya
fermî ne, nirxên neteweyî yên kurdan ji hev belav kirine. Armanca kirinên
ku di paralela van polîtîkayan de ne, rizandina nirxên kurdan ên neteweyî
ye. Ji vê çendê, di serî de zimanê kurdî, divê kurd li dora nirxên
neteweyî yên kurdî bicivin ser hev. Serkewezîrî
li sala 2005an gotibû “Pirsa kurd, pirsa min e, di vê behsê de xetayên
dewletê jî çêbûne. Dê ev pirs bi demokrasîyeka zêdetir çareser
bibe.” Lêbelê piþtî gotina van gotinan, li pey gotinên xwe
nesekinî. Di wan geþtên ku li jor bi kurtî me behsa wan kir de,
hat giha heta bi radeya “yan hes bike, yan terk bike”. Piþtî biryara
ku Dadgeha Qanûnaesasî derbareyê Partîya Edalet û Pêþdeçûnê (AKP)
de da û vir de, êdî ne mumkin e ku AKP û serekwezîr Receb Teyîb Erdoðan
derbareyê meseleya kurdî de wekî ku di sala 2005 de dibû, helwêsteka
tendurist nîþan bidin. Êdî, bivê-nevê, dê ligel dîtina dewletê ya
tradîsyonel û fikrê fermî yekbûneka hîn bêhtir hiþk pêk bînin. Li
TBMM (Meclisa Mezin a Miletî ya Tirkîyê) temsîlbûyîna kurdan dibe ku
girîng be. Lê gelek girîngtir e ku kurd di rêveberîyên herêmî de
bibin hêzek. Ger li bajarên mîna Diyarbekir, Batman, Wan, Culemêrg, Dêrsim,
Qoser, Nisêbîn, Gever, Melazgir, Bazîd, Farqîn, Tetwan, Cizîr, Silopî
û hwd. rêveberîyên herêmî di destê kurdan de bin, dê ev yek bona
kurdan bibe çavkanîyeka mezin a moralê. Ger di rêveberîyên herêmî de
bibin hêz, derbareyê pêkhatina zemîneka musaît a “çareserîyê” de
jî dê faydeya wê gelek mezin be. Dewlet
hebûna pirsa kurd qebul nake. Helwêsta xwe ya înkar û tunekirinê dewam
dike. Mumkinbûna ku dê ligel kurdan kom bibe û ji pirsê re li çareyan
bigere naxuye. Ji vê çendê dê destketîyên kurdan destketîyên fiîlî
bin. Ev jî dê bi têgihîþtina viya dest pê bike ku; mafên ku tevayî
merivan, tevayî gelan bi awayekî xwezayî xwedîyê wan in, kurd çima ne
xwedîyê wan in; li Rojhelata Navîn, ew mafên ku ereb, fars û tirk xwedîyê
wan in, gelo çima kurd ne xwedîyê wan in? Kesê ku ji van qedexe û
newekhevîyan haydar bibe, ew mafên ku divê her kes jidayîkbûna xwe xwedîyê
wan be, bona ku kurd jî bibin xwedîyê wan, dê dest bi têkoþînê bike.
Ev mafên hanê ne mafên takekesî, helbet mafên kolektîfî ne.
Li
cîhanê di tu qanûna esasî de xalên mîna “Her kes dikane bi azadî avê
vexwe” yan “Her kes dikane bi azadî hewa bigre” tune ne. Herwekî
vana, xalên mîna “Her kes dikane bi azadî zimanê xwe yê zikmakî
biaxife” jî nin in. Ji ber ku bikaranîna zimanê zikmakî, jîyana ligel
zimanê zikmakî, mîna vexwarina avê, mîna girtina hewayê xwezayî
hatine qebulkirin. Bi qasî ku di qanûna esasî yan jî qanûnan de amaje pê
neyê kirin, xwezayî hatiye qebulkirin. Lê ev mafên bingehîn, ev mafên
kesane ku bona her kesî, bona hemî miletan xwezayî û normal in, bona
kurdan hatine qedexekirin. Ev pirsa ku em jê re dibêjin “Pirsa Kurd” jî,
ji ber sedemê ku ji ya xwezayî, ji ya ku dê bûbûya, ji ya normal averêbûn
çêbûye, rû daye. Ev jî eþkera ye ku di dewra komarê de qedexekirina
kurdî, hewldanên asîmîlekirina kuardan, bi terora dewletê hatin meþandin. Îro
dewlet herî zêde gazindan ji ‘terorê’ dike. Dewlet di pozîsyoneka
wisa de ye ku tarîfa “terorê” bi rojavayîyan, bi sazîyên wekî Yekîtîya
Ewropayê, Konseya Ewropayê û Konseya Îslamê daye qebulkirin. Lêbelê
çi dema ku prosesa qedexekirina yê xwezayî bête vekolîn hingê dê bi
awayekî vekirî derkeve meydanê ku di bingeha hemî peywendîyan de terora
dewletê heye. Zimanê zikmakî, kurdî hatîye qedexekirin. Çi dema ku hûn
rabin behsa van kategorîyan bikin, hûn wan bixwazin, hingê hûn “terorîst”
in. Xwestina zimanê zikmakî rewþeka gelek xwezayî, gelelk normal e.
Dewlet bona ku pêþî li van daxwazên bi vî awayî bigre, serî li terora
dewletê dide, polîtîkayên ku xwe dispêrin derewan hildiberîne.
Nuxumandina derewan bi derewine nuh, dîsa, dibe polîtîka û kirinek ku
serî lê dide. Ji vî awirî ve, teqez divê bête dîtin ku di bingeha
prosesa ku jê re “teror” tê gotin de terora dewletê heye. ______________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org