|
Îþkencekirina
Zarokan Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Li
dawîya meha kewçêrê, li serê meha sermawezê (2008) li bajarên kurdan
tevgerîneka mezin hebû. Li ser îddîaya ku tada li lîderê PKK Abdullah
Ocalanê ku li girtîgeha Îmralîyê bi tenê dimîne tê kirin, beþeka grîng
a kurdan kete nav tevgerê. Li ser van îddîayan li bajarên kurdan
protestoyên gelek pêt çêbûn. Xwepêþandan, mitîng, numayîþ çêbûn,
bi hêzên ewlekarîyê re pevçûn çêbûn. Zarok, jin, kal û pîr û
gelek kesan beþdarî bo van protestoyan dikir. Gera Receb Teyîb Erdogan a
li bajarên kurdan ên mîna Diyarbekir, Wan û Culemêrgê bi
protestokirineka gelek mezin hate pêþwazîkirin. Di van numayîþen ku li
bajarên mîna Diyarbekir, Wan, Mêrsîn, Entab û Adenayê çêbûn de zêdetirî
120 zarok hatin girtin. Destê zarokan kelemçe kirin û xistin erebeyên rîngê.
Ji van zarokan bi qasî 70 heb hatin tewqîfkirin. Ev zarokên hanê, bi
awayekî giþtî emrê wan di navbera 15 û 18 salan de bû lê di nav wan
de bi qasî deh zarokên ku hîn xwendegeha sereta dixwînin jî hebûn. Wekî
mînak, li Diyarbekir 40, li Mêrsînê 7, li Entabê 2, li Adenayê 15
zarok girtî bûn. (Binihêrin li daxuyanîya Komeleya Mafên Merivan a li
roja 19.11.2008) Li
bajarên mîna Îstanbulê jî zarokên girtî hebûn. Tê zanîn ku di dema
girtinê de û li nezaretxaneyê tada û îskence li van zarokan hatîye
kirin. Pênc zarokên ku li girtîgeha Karataþ a Adenayê dimînin, di
nameya ku bo Komeleya Mafên Merivan þandine de dibêjin, “Polîsan
dema em girtin, bi qûndaxê çekan li serê me xistin. Bi copan, hema çawa
ku lê hat, lê her derê me xistin. Gelek gotinên xirab û dijûnên pîs
ji me re gotin. Dema ku me tewqîf kirin û birin girtîgehê jî polîsan
di hundirê erebeyê de li me xistin.” (Binihêrin li daxuyanîya KMM
a ku me li jor behsa wê kir.) Beþeka
mezin a çapemenî, rêvebirên dewlet û hukûmetê, partîyên sîyasî û
rêxistinên civaka sivîl, bona van zarokan dibêjiin, “Zarokên terorîst”.
Dê û bavê zarokan, rêvebirên Partîya Civaka Demokratîk û parlementerên
vê partîyê tawanbar dikin. Çapemeni û rêvebir behsa zarokên ku
“hatine xapandin”, “mejîyê wan hatîye jehrkirin” dikin. Lêbelê
ez di vê prosesê de layên tendurist ên demokratîk jî dibînim. Di
tevgereka sîyasî û civakî de ger zarok di pêþî de bin, ev çi nîþan
dide? Ev, viya nîþan dide ku têkoþîn ji layê beþeka mezin a civakê
ve hatîye qebulkirin. Nexwe, ger ev têkoþîn bi mafên kurdan ve, bi
mafên neteweyî yên kurdan ve eleqedar be, hîn girîngtir e. Ji
sala 1984 û virdetir binihêrin. Gelê kurd çawa tevlî têkoþînê bû?
Serê pêþî xortên 20-25 salî hebûn. Van xortan têkoþîna gerîlatiyê
dest pêkir. Paþe, kesayetên mîna Mûsa Anter, Huseyn Mûsa Sagniç,
Evdirehman Durre, Mela Evdilayê Xerzî, Cemþîd Bênder û Îsmaîl Beþîkçî
xuya bûn. Ev roþinbîrên hanê geh li serê govendê, geh li quncikên
kovar û rojnameyan xuya dibûn. Hîn paþe, me ew jinên ku bi porê wan de
digirtin û di erdê re kaþdikirin dîtin. Ev yek, îsaretê destpêka salên
1990î dike. Demeka kin piþtî van bûyeran, di merasîmên definkirina
cenazeyan de me ew jinên ku tilîlî bang dikirin, dîtin. Bona ku pêþî
li têkoþînê bête girtin, bona ku têkoþîn geþ nebe, pêþde neçe,
korucutîyê organize kirin. Korucuyan bi çeka dewletê diþminîya navxweyî
ya kevin teze kirin, li hemberî neyarên xwe yên berê kîna xwe verþîyan.
Hingê vê yekê kir ku li gundan têkoþîn bikeve qonaxeka mezintir. Keçên
ciwan û bûk çûn çiyê. Beþdarîya jinan bo takoþînê di vê merheleyê
de bû girseyî. Di
têkoþîneka civakî-sîyasî de beþdarîya jinan a bo têkoþînê, beþdarîya
bi girseyî gelek watedar e. Ev proses nîþana kûrbûn, berfirehbûn û
gihîþtina têkoþînê ye. Di
navîna salên 1990î de, heta dawîya salên 1990î “Dayîkên Þemîyê”
hebûn. Jinên ku wêneyê mêr/kur/bav/xwiþk/bira/kal/xwarzî/birarzîyên
wan ên winda di destê wan de bû, li Îstanbulê, li Beyogluyê, lê pêþîya
PTT û lîseya Galatasarayê rûdiniþtin. Ji salên 2003-2004 bi vir de
“Dayîkên Aþtîyê” xuya bûn. “Dayîkên Aþtîyê” li hinde
bajaran li serê kuçeyan çalakîya rûniþtinê çêdikirin, beþdarî bo
kombûnên li meydanan an jî li salonan dikirin, derbareyê aþtîyê de
hest û fikrên xwe beyan dikirin. Ev çend salên dawîn, zarok li pêþîya
bûyerên civakî xuya dikin. Ew protestoyên ku derbareyê kuþtina Oxir
Kaymazê ku ligel bavê xwe Ehmed Kaymazî di roja 19 sermawez 2004 de li
Qiziltepeyê hatibû kuþtin de çêbûn, di vê prosesa nuh de dibe ku bûbin
destpêkek. Oxir Kaymazê 12 salî ji layê polîsan ve bi 13 guleyan hatibû
kuþtin. “Enes, dema ku bi guleyê polîsan hate kuþtin, hîn 9 salî
bû. Bêrîvan bi unîformaya xwendinê ji xwendegehê hate girtin û 3 roj
di îskencexaneyê de ma. Feyzullah piþtî lêdanxwarinê nikane ders biþuxule.
Yûsif hîn jî bona malbata xwe ji ser sergoyan komira nav xwelîyê berhev
dike. Li Adenayê, li Îstanbulê, li Wanê, li Entabê, li Dîyarbekirê…
di girtîgehê de ne. Li Diyarbekir bona her zarokek 23 sal cezayê hepsê tê
xwestin.” Ev agahiyên hanê li daxuyanîya Komeleya Mafên Merivan a
roja 19 kewçêr 2008 ku me li jor behsa wê kir de nivîsandî ne. Yasîn
Hayalê ku navê wî di nav kuþtoxên Hirant Dînkî de derbas dibe, ji ber
ku bomba avêtibû metranan, jê re sê sal ceza hat xwestin, lê jibo zarokên
ku kevir avêtine panzeran, ji her yekî re 23 sal ceza tê xwestin. Ev yek
bi awayekî vekirî derdixe meydanê, ku di edaleta tirk de, di normên sûc
û cazayê de, ger tawanbar kurd bin, hingê dibe sedem ku ceza girantir bête
xwestn. Bona kurdan ji bilî qanûnên Walîtîya Rewþa Herêma Awarte, qanûnên
din nîn in. Lêbelê þîrove û tetbîqkirina qanûnan, derheqê kurdan de
gelek cihê ne. Çi dema ku kurd mewzu behs bin, avdonka ’huqûq’ û
’edaletê’ jî nîn e. Derbareyê van zarokan de rapora tipa edlî ku
dibêje “ew dizanin çi dikin, ew dizanin di encama krinên wan de dê çi
bibe” tê dayîn. Serdozgerê Dadgeha Bilind ku dixwaze biryara berata polîsên
ku bi 13 guleyan Oxir Kaymazê 12 salî kuþtibûn tesdîq bibe, vê bêhuqûqîya
hanê elemeþkera nîþan dide. “Bûn çar sal. Çi kesê ku ji ber kuþtina
Oxir Kaymaz ceza xwaribe nîn e. Biryara derheqê polîsên ku Oxir Kaymaz
û bavê wî Ehmed Kaymazî de hatibû dayîn, ev 20 meh in ku li Dadgeha
Bilind de ye. Serdozgerî dixwaze biryara beratê ya derheqê polîsan de
were tesdîqkirin.” (Bianet, 21 sermawez 2008. Ji nûçeya ku Tolga
Korkutî amade kiriye.) Nivîskarekî
rojnameya bi navê Bolu Ekspres di roja 11 kewçêr 2008 de di meala
“beramberî her leþkerekî ku tê kuþtin divê yekî ji Partîya
Civaka Demokratîk were kuþtin” de gotarek dinivîse. Cîgirê serekê
Partîya Civaka Demokratîk Selaheddîn Demirtaþ bona vê nivîsê li
dozgerîya bajarê Boluyê gilî dike. Serdozgerî dibêje, di gotarê de
elametên tawanê nehatine dîtin, divê gotar di çarçeweya azadîya îfadekirina
ramanê de bête dîtin û daxwaza gilîkirinê red dike. Dîsa li heman
rojan, lijneya giþtî ya Dadgeha Bilind biryar digre ku, ji vir û pê de
çi kesê ku beþdarî bo mitîngên PKK bike, ew ê wekî endamê rêxistinê
were hesibandin. (Ji biryara roja 15 sermawez 2008) Ev
tadaya ku li zarokên kurdan tê kirin, nîþaneka gelek girîng a
taybetmendîya bingehîn a rejîma tirk e. Li cîhanê, li kijan welatê ku
jê re “demokratîk” tê gotin, zarokên ku di temenê xwendegeha sereta
de ne, tên girtin, destê wan li kelemçeyan dikeve, tên tewqîfkirin û
dixînin girtîgehê? Li cîhanê, li kijan welatê ku jê re “demokratîk”
tê gotin, zarokên ku di temenê xwendegeha sereta de ne, îskence li wan
dibe? Em wisa bifikirin ku “li cîhanê dewleta tekane ya ku cejnekê bo
zarokan dîyarî kirîye, Tirkîye ye”, lewre Tirkîye pesnê xwe dide.
Zarokên ku ji çar alîyê cîhanê beþdarî bo vê cejnê dikin, bi cil
û bergên xwe yên neteweyî tên. Zarokên kurd jî dixwazin bi cil û
bergên xwe yên neteweyî beþdarî bo vê cejnê bikin, lê dewlet wan
qebul nake. Ez nizanim gelo ev pesindanên dewleta tirk çiqas teqabulî
rastîyê dikin, lê di nav dewletên ku ji xwe re dibêjin “demokratîk”
de dewleta ku îskence bi zarokan dike, zarokên di çaxa xwendegeha sereta
de digre bin çav, tewqîf dike, dixîne girtîgehê, herhal tenê Tirkîye
ye. Ev jî gelek vekirî ye ku ev kirina hanê tenê bi zarokên kurdan tê
kirin. Di
civaka kurd de guherîneka lezgîn çêdibe. 35-40 sal berê xwendevanên unîversîteyê
yên kurd dihatin tewqîfkirin û îskence didîtin. Dema ku xwendevanên lîseyê
bihatana girtin, tewqîf bûbûna, digotin “Ecêb!” Heke çend xwendevanên
xwendegeha navîn bihatana girtin, hingê digotin “Ma ewqas jî nabe
ha!” Û reaksîyon nîþan didan. Li roja îroyîn, girtina zarokên di çaxa
xwendegeha sereta de, tewqîfkirina wan, îskencedîtina wan, êdî bû bûyereka
normal. Di roja îroyîn de zarokên kurdan gelek berîya kekên xwe, etên
xwe, di temenekî gelek piçûk de bi dewletê re rû bi rû dibin, dewletê
nas dikin. Bi girtîgehê re hevans dibin. Ev yek, dîmensîyoneka gelek girîng
a guherîna sîyasî, civakî û kultura sîyasî ya kurdan e. Li
vir, cotestandardîya çapemenîya tirk, sîyaseta tirk, rêveberên dewlet
û hukûmeta tirk elemeþkera li meydanê ye. Çi dema ku li Filîstînê
zarokên filîstînî kevir biavêjin tankên Îsraîlê, hingê çapemenîya
tirk, sîyasîyên tirk bi îftîxar, bi mexrûrîyet behsa vê prosesê
dikin. Ji ber çalakîyên wan, bona zarokên filîstînî medhîye têne rêzkirin.
Derbareyê zarokên filîstînî ku kevir diavêjin tankên Îsraîlê, di
çapemenîya tirk de þîroveyên wisa tên kirin: “Ger zarok jî ewçend
bi eþq û hewes bûne xwedîyê hestên neteweyî, hingê divê Îsraîl
tavilî serxwebûna dewleta ereb a Filîstînê nas bike.” Lê çi
dema ku zarokên kurdan di protestoyeka bi vî þeweyî de kevir biavêjin
tankên tirkan, hingê dibêjin, “Kî van zarokên sawe dixapîne?”,
“Ma dê û bavê van zarokan tune ne? Çima xwedî li zarokên
xwe dernakevin, çima wan berdidin kuçeyan?”, “Ev kî jehrê dixîne
nav mejîyê van zarokên?”, “Partîya Civaka Demokratîk zarokên
masum îstîsmar dike…” Û bi awayekî pêt dest bi tawanbarkirinê
dikin. Ev cotestandardîya derbareyê zarokên filîstînîyan û zarokên
kurdan de ku kevir diavêjin, sefaleta fikrê tirkî, çapemenîya tirkan û
sîyasetvanên tirkan nîþan dide. Dema ku li Parîsê û Tirkîyê, di
prosesa protestokirinan de erebe têne þewitandin jî, meriv dikane eynî
cotestandardîyê bibîne. Ev cotestandardîya hanê cih jê re nahêle ku
li ser bête fikirîn bê hela ev zarokên kurdan çima li kuçeyê ne, wekî
mînak, xanî û gundên wan çima hatine þewitandin û wêrankirin, malbatên
wan çima nikanin vegerin cih û warê xwe? Ev
sonda ku dibêje “Ez tirk im, rast im, jêhatî me… Hebûna min bila
bo hebûna tirk bibe gorî” ku her serê sibehê bi darê zorê bi
zarokên kurdan didin xwendin, çima nafikirin ku dê zarokên kurd ji
wateya vê sondê têbigihên û azadîyê bixwazin? Zarok
paþeroj in. Mezin viya bi têgeha “zurrîyetê” îfade dikin. Kurd ji
sedsalan berê de hay ji vê yekê hene û li gorî xwe tevdîr jî digrin.
Mehemed Sebatli, di gotara bi sernavê “Kürt'ün zürriyetine 23 yýl (Ji
zurrîyeta kurd re 23 sal)” ku li malpera kurdistan-post.org
weþîyaye de hinde dîtinên balkêþ îfade dike. Ev zilma ku li hemberî
zarok, jin û malbatên kurdan pêk tê, dibe ku amanca wê qedandina zurrîyeta
kurdan be. Qet guman jê nîn e ku bi vê reftarîyê nikanin encameka
serketî bi dest xin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org