|
Li Tirkîyê Îstîqrara Sîyasî Û Pirsa Kurd Îsmaîl Beþîkçî Li
Tirkîyê, pirsa ku herî zêde îqtîdar li ser disekinin, îstîqrara sîyasî
ye. Tê gotin ku îstîqrara sîyasî û huzûr þertên girîng ên pêþdeçûna
ekonomîyê ne. Tekîd dibe ku pêþdeçûna civakî û sîyasî tenê
dikane di nav rewþaka biîstîqrar a sîyasî û bihuzûr de çêbibe. Tê
gotin ku pêþdeçûnên tendurist ên di polîtîkaya derveyî de bi
muhafezekirina îstîqrara sîyasî û huzûra li nav welêt mumkin dibe.
Dema ku li parlamentoyê bernameya hukûmetê tê eþkerakirin, serokwezîr,
herî zêde li ser rewþa îstîqrara sîyasî û huzûrê disekine. Tê
gotin ku îro li Tirkîyê îstîqrara sîyasî xira bûye. Behsa qeyranê,
qeyrana sîyasî tê kirin. Li ser muhawele dikin ku bê hela dê çawa bi
qeyrana dewletê re serî derkevin. Di vê derbareyê de li çapemenîyê
munaqeþeyên girîng hene. Ji payîza sala 2007’an û vir de di vê
derbareyê de munaqeþe hene. Li
Tirkîyê hukûmetan hertim behsa îstîqrara sîyasî û huzûrê kirine,
bal kiþandine ser pêþîlêgirtina qeyranan. Hewl dane xwe ku îstîqrara
sîyasî pêk bînin, pêþî li qeyranan bigrin. Lê ew dînamîkên civakî
û sîyasî ku îstîqrara sîyasî xira dikin, dibin sedemê qeyrana sîyasî,
hertim ji nedîtî ve hatine, tune hesibandine. Dînamîka
bingehîn ku li Tirkîyê pêþî li rewþa îstîqrara sîyasî û huzûrê
digre pirsa kurd e. Ev pirs, li Tirkîyê, pirseka strukturî ye. Þertên
navdewletî jî dibe ku li ser îstîqrara sîyasî ya Tirkîyê karîger
bin. Wekî mînak, ew qeyrana ekonomîk ku ji payîza sala 2007 û virde li
DYA dest pêbûye, karîgerîyê li peywendîyên ekonomîkî yên Tirkîyê
jî dike. Lê karîgerîya pirsa kurd a li ser jîyana sîyasî ya tirk rewþeka
strukturel e. Hukûmetên tirk jî, vê pirsê hewaleyî artêþê kirine.
Meriv dikane wisa jî bibêje. Artêþ dibêje, bi pirsa kurd re tenê ez
eleqedar dibim, bila hukûmet têkelî vî karî nebe, tenê tiþtê ku jê
tê xwestin bila bîne cih. Leþker naxwazin di vê derbareyê de hukûmet
însîyatîfê bigre. Di vê derbareyê de helwêsta artêþ û leþkeran jî,
çewisandina kurdan û daxwazên kurdan e. Çewisnadina kurdan û daxwazên
demokratîk ên kurdan ji layê kurdan ve bi reaksîyonên gelek pêt tê pêþwazîkirin.
Ev jî, aramîya rewþa sîyasî û civakî xira dike, pêþî li pêkhatina
îstîqrara sîyasî digre. Di vî halî, hingê, divê hukûmet di vê rêyê
de însîyatîf bigre. Li
25 salên dawîn di prosesên ku jê re “þerê di radeya nizim de” yan
jî “herba xeyrî-nîzamî” tê gotin de, artêþ bi PKK re di halê þer
de bû. Ev þerê hanê leþkeran, artêþê polîtîze kirîye. Di vî þerî
de însîyatîf a leþkeran e. Viya jî di jîyana sîyasî ya tirkan de leþkeran
derxistiye pêþ. Bi vî awayî leþker hertim dikanin tedaxulê jîyana sîyasî
ya tirkan bibin û dor li qada sîyasî tengtir bikin. Heta ku hukûmet
pirsa kurd hewaleyî leþkeran bike, yan jî, di pirsa kurd de însîyatîf
negre, mudaxeleya leþkeran a li jîyana sîyasî jî dê hertim hebe. Ji
derveyî pirsa kurd, pirsên mîna pirsa Qibrîsê, pirsa Egeyê, pirsa
cereyanên dînî/pirsa laîsîzmê, pirsa ermenîyan, pirsa elewîyan ên
dewletê hene, lê pirsa sereke û dîyarbûyî, pirsa herî pêþ, pirsa
kurd e. Artêþ, êdî ne ew artêþ e ku her wekî di 27’ê gulan (1960)
de, wekî di 12’ê adarê (1971) de, wekî di 12’ê îlonê (1980) de li
garnîzonên leþkerî talîm dikir. “Þerê di radeya nizim de” di vê
derbareyê de artêþê kirîye xwedî meharet. Êdî di prosesa vê têkoþîna
fiîlî de talîmê dikin. Ev rewþa hanê jî dike ku di jîyana sîyasî
ya tirk de leþker pêþ de werin û mafê axaftinê bikeve destê artêþê.
Wekî mînak, li roja 9 kewçêr 2005, digel ku endamên JÎTEMê li ser sûc
hatin girtin jî, digel ku li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê 39 sal ceza li
van endaman hate birîn, lê ev hukim ji layê Dadgeha Bilind ve hate
xirakirin, dozê hewaleyî Dadgeha Leþkerî kirin û li wir endamên JÎTEMê
serbest hatin berdan. Ev hemî bi fermana leþkeran çêbûn. Ew dozgerê ku
îddîanemeya vê dozê amade kiribû, ji kar hate derxistin. Ev jî nîþan
dide ku hukûmetê di vê derbareyê de bi tevayî însîyatîfa ji dest
daye. Tekane
rêya ku derbareyê van mijaran de hukûmetê di jîyana sîyasî ya tirk de
bike xwedîyê însîyatîfê, bi awayekî tendurist çareserbûyina pirsa
kurd e. Li Ewropayê, wekî mînak, li Îtalyayê Gladio hatîye feliþandin.
Tê zanîn ku li salên 1950’î Gladio li hemberî Yekîtîya Sovyetan, li
hemberî cîhana komunîst hatibû damezrandin. Navê vê rêxistina li Tirkîyê
Lijneya Tetkîkê ya Seferberîyê (Seferberlik Tetkik Kurulu), hîn di pey
re jî bûye Dayreya Þerê Taybet (Özel Harp Dairesi). Digel ku li welatên
mîna Îtalya û Almanya ev rêxistin hatîye belavkirin, lê sedemê bingehîn
ku li Tirkîyê ev rêxistin nehatîye belavkirin, pirsa kurd e. Di prosesa
pelaxtina kurdan û mafên demokratîk ên kurdan de pêwîstî bi
damezrandina rêxistinên îlegal hatîye dîtin. Rêxistineka veþarî ya
di nav dewletê de ku ji layê dewletê ve tê kontrolkirin, lê bi kadroyên
ku ji derveyî memûrên xwedî unîforma ne, dixebite… Di prosesa
pelaxtina kurdan û daxwazên demokratîk ên kurdan de tevli gelek peywendî
û bûyerên derveyî qanûnî bûye. Qaçaxçîtîya tiryakê, revandinan
merivan û xwestina fîdyeyê, ji karmendan xwarina xûgîyê, bazirganîya
fuhûþê, qumar… di vê prosesê de çêbûne. Cînayetên ku jê re
“faîlê wan meçhûl” tê gotin lê êdî faîlê wan temamen dîyar
in, ev jî di vê prosesê de pêk hatine û zêdetir bûne. Mesût Yilmazê
ku di sala 1997 de serokwezîr bû, di daxuyanîyên ku bo çapemenîyê dan
de, ev rêxistinên li derveyî qanûnan qesd dike û dibêje, “Dewlet,
derketîye derveyî huqûqê.” (Hürriyet,
Milliyet, 25 çele 2009) Rapora
Susurlukê ku Mesût Yilmazî di dewra serokwezîrtîya xwe de dabû
amadekirin, bûyerên “derketina derveyî huqûqê” bi teferuatan nîþan
vedibêje. Di operasyonên pêla nehan ên Ergenekonê de ku li serê çeleya
2009 û vir de dewam dikin, “derketina derveyî huqûqê ya dewletê”
elemeþkera dixuye. Profesor Mahîr Kaynakê îstîxbaratkar, di hevpeyvîna
ku Mîne Þenocakê pê re kirye de, dibêje, “Di rabirdûya Tirkîyê de
dinyayek pîsîtî hene. Ne baþ e ku ev li meydanê bêne raxistin.” (Vatan,
18 çele 2009) Li vir, tiþtê girîng ev e: Tevayî kirinên li derveyî
qanûnan, yên li derveyî huqûqê ji ber pirsa kurd têne rojevê. Ger
pirsek mîna pirsa kurd a Tirkîyê nîn be, ger bona vê pirsê çareserîyeka
demokratîk bête dîtin, hingê dê pêwîstî bi rêxistinên îlegal ên
mîna JÎTEM û Ergenekonê neyête dîtin. Lê
yên ku “karên pîs” kirine, ji layê serkkomarê dehemîn Ehmed Necdet
Sezerî ve bi “madalyaya îftîxarê ya dewletê” hatin xelatkirin. Ji
Ehmed Necdet Sezerî re dibêjin “serokkomarê huqûqnas”. Bal dikiþînin
ser huqûqvanîya wî. Ew serokkomarê ku “dayikên aþtîyê” dema ku
xwestin melhefa sipî bidin, wî ew qebul nekirin, lê ew endamên JÎTEMê
ku li hemberî kurdan cînayetên “faîlê wan mehçhûl” kirine, wan bi
“madalyaya îftîxarê ya dewletê” xelat dike. Divê meriv bala xwe
bide ser vê babetê. Ew kirinên ku JÎTEMê li hemberî kurdan kirine,
meqamê serokkomarîyê jê haydar e. Ma yê ku nizanibe Mehmûd Yildirimê
bi kodnavê “Yeþil” çi kirîye, êdî maye? Ma yên ku bona kirina cînayetan
ferman didan “Yeþil”î ne fermandarên JÎTEMê bûn? “Huqûqvanî”
li kîdera vê prosesê ye? Vekolandina
van peywendîyan, dê sîstema sîyasî ya tirk, pirsa kurd, peywendîyên sîstema
sîyasî ya tirk-pirsa kurd eþekera bikin, di vê derbareyê de malumatên
me zêdetir bikin. (Li rojnameyên roja 20 çele 2009 binihêrin. Rojnameyên
mîna Milliyet, Hürriyet,
Yeni Þafak, Taraf
derbareyê “karên pîs” de hinde kurteagahîyan eþekera dikin.) Têgeh
an jî dezgeyên mîna Kontrgerilla, JÎTEM, Susurluk, Ergenekon li van salên
dawîn, bûne têgeh û sazîyên ku sîyaseta tirk dîyar dikin. Ev dem û
dezgeyên hanê, derbareyê pirsa kurd de, bona ku kurdan bipelêxin, bona
ku daxwazên demokratîk ên kurdan bêtesîr bikin, hatine damezrandin.
Ergenekon jî wisa ye. Lê Ergenekonê, amanceka wê ya firerhtir heye ku,
dixwaze bi rêya mudaxeleya leþkerî hukûmetê daxîne. Ji rojnameya Yeni
Þafakê Elî Bayramoglu, di hevpeyvîna ku bi Ecevît Kiliçî re kirîye,
ku li rojnameya Sabahê ya roja 11 çele 2009 weþîyaye, dide zanîn ku, Ergenekon
ji çar tebeqeyên sereke pêk tê. Behsa tora peywendîyên ku ji çar
tebeqeyan pêk tê dike. Qerargeha leþkerî, efserên malniþîn, tîmên lêdanê
û sempatîzanên li derdora rêxistinê. Di organîzekirina tîmên lêdanê
û tetikêþan de navê tuggeneralê malniþîn Welî Kuçuk, serokê
Dayreya Îstîxbarata Cendirmeyan tuggeneralê malniþîn Lewend Ersoz,
serokê JÎTEMê sergordê xaneniþîn Evdilkerîm Kirca, wekîlê serokê
Dayreya Bizava Taybet ê wextekê Îbrahîm Þahîn derbas dibe. Ji
rojnameya Radikalê Îsmet Berkan,
li roja 14 çele 2009, di nivîsara xwe ya bi sernavê “Bu kafa mý terörle
mücadele edecek?” de cih dide îfadeyên Welî Kuçuk û Îbrahîm þahîn
ên li dadgehê. Tê zanîn ku JÎTEM bi tevayî li ser erdê kurdniþîn
xebitîbû. Ev jî rastîyeka tê zanîn e ku generalê malniþîn Welî Kuçuk
jî yek ji damezrîner û rêveberê JÎTEMê ye. Lê di îfadeya xwe ya li
dadgehê de dibêje, pirseka mîna pirsa kurd nîn e, pirs, pirsa ermenîyan
e. Ji vî fikrê xwe re jî bêsinnetbûyîna PKKyîyên ku di þer de
ketine dest wekî delîl nîþan dide. Brokratekî wisa ku bi kurdan re, bi
pirsa kurd re ewçend rû bi rû bûye, rewþeka balkêþ e ku dibêje
“Pevçûnên li herêmê ji ber pirsa kurd çênebûne, pirsa kurd tune
ye, pirsa ermenîyan heye.” Wekîlê serokê Dayreya Bizava Taybet ê
wextekê Îbrahîm Þahîn jî di îfadeyên xwe de eynî tiþtî dibêje.
Îbrahîm Þahîn dibêje, PKK ne rêxistineka kurd e. Dibêje “Asala navê
xwe guhertiye, navê PKK li xwe kiriye.” Delîlên Îbrahîm Þahînî jî
PKKyîyên bêsunnet in. Brokratên
ku neþên pirsê bi hiþê zelal têbigihên, gelo mumkin e ku ji pirsê re
çareserîyeka tendurist peyda bikin? Meriv dikane bibêje ku ev êgihîþtina
þaþ, bi zanebûn tê kirin. Bulent Ecevîtê ku serokwezîrtîyê kiribû,
digot “Ger em ji rûniþtvanên rojhelatê re bibêjin kurd, em ê wan hîþyar
bikin. Ji vê çendê, em peyva kurd bi kar neynin. Em bibêjin ‘xelkê
rojhelatê’, ‘Bakurê Îraqê’ hwd.” Di her hal û karî de, ne
mumkin e ku brokrat ji bilî terora dewletê, þîdet û zilmê li ser
alternatîfeka din bifikirin. Di meseleya çareserkirina pirsa kurd de, ne
ku brokrat, divê sîyasetvan û hukûmet însîyatîfê bigrin. Bi polîtîkaya
înkarker û tuneker a leþker û brokratan gihîþtina çareserîyê ne
mumkin e. Bi van polîtîkayan, ne mumkin e ku îstîqrar çêbibe û huzûr
were. Di vê çarçeweyê de ne mumkin e ku polîtîkayên ekonomîkî jî
di çarçeweyeka tendurist de tetbîq bibin.
PKK
li devre bête hiþtin çareserî çênabe Derbareyê
çareserîyê de çêkirina polîtîkayan helbet karê sîyasetmedaran e.
Ev, hem maf hem jî wezîfeya sîyasetmedaran e. Meriv dikane hebûna Partîya
Civaka Gel a li parlamentoyê (TBMM) di vî warî de wekî îmkanekî bibîne.
Ne mumkine ku hukûmet PKK li devre bihêle û bigihê çareserîyekê. Di
nav gel de alîgirên Partîya Civaka Demokratîk (DTP) û PKK hema-hema eynî
ne. Hukûmet, serokwezîr, karbidestên hukûmetê, divê bikanibin bi Partrîya
Civaka Demokratîk re peywendî daynin. Derbareyê pirsa kurd de polîtîkayên
tendurist û mayende, tenê dikanin di vê prosesê de pêk werin. Em wisa
ferz bikin ku, serokwezîr Receb Teyîb Erdogan yan jî endamekî hukûmetê
yê berpirsyar, bi serokê Partrîya Civaka Demokratîk Ehmed Tirkî re rûniþtiye.
Em wisa ferz bikin ku piþtî hevdîtinê daxuyanîyeka muþterek a wisa bo
rayagiþtî hatîye eþkerakirin: “Em li ser pirsgirêkên Tirkîyê yên
rojane û aktuel sekinîn, di vê navberê de, em li ser pirsa kurd jî
sekinîn…” A ev e, atmosfera sîyasî û derûnî ku bona çareserîya
pirsa kurd pêwîstî pê heye, ev e. Tenê di rewþeka wisa de bête
axaftin û munaqeþekirin, dê çareserî mayende bibe, dê sûdewar be. Wekî
mînak, ger TV-Þeþ piþtî hevdîtineka wisa dest bi weþanê bikirana dê
hîn baþtir bûya, dê bi muxalefet û munaqeþeyaka hîn kêmtir bihatana
pêþwazîkirin. Ji layê dewlet û hukûmetê ve derxistina rojevê ya TV-Þeþ
û dest bi weþana wê kirin, helbet encama têkoþîna kurdan a fedakar û
wefakar e. Mafekî bidestxistî ye, mafekî girîng e. Mezinkirin û zêdekirina
van mafan di destê kurdan de ye. Lê hevdîtina ku li jor me wekî ku em
ferz bikin behs kir, mafên bidestketî karîgertir û mayendetir dike. Dibe
ku di nav partîyên sîyasî de, di nav sîyasetvanan de mureqabe hebe. Lê
ger hukûmet polîtîkayên ku kurdan bera hev didin pêk bîne, bikeve nav
kirineka wisa, dê ev karekî gelek bi xeter be. Jiyaneka sîyasî ya
tendurist tenê dikane bi kirinên ku dewlet û hukûmet kurdan bi tevayî
hembêz dike pêk were.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org