|
Ji Profesor Kemal Karpatî re pirs… Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn
Daxuyanîyeka
Prof. Dr. Kemal Karpatî ya derheqê pirsgirêkên aktuel yên Tirkîyeyê
de li rojnameya Cumhuriyet,
hejmara roja 28 gulan 2009 weþîya. Daxuyanî derheqê kurd, ermenî,
yahudî û rûman de, herwisa, derheqê polîtîkayên Tirkîyeyê yên
Rojhelata Navîn de bû (Binêrin
li nûçeya bi sernavê “Ermeni siyaseti kana boyanmýþtýr” ya ku
Deniz Tatarerî amade kirîye). Profesor
Kemal Karpat dibêje: “Meseleya kurdan û tirkan gelek bêtahm pêþde diçe. Her ku tawîz tê
dayîn alîyê dijber gav bi gav hîn zêde tiþt dixwaze.” Profesor
Kemal Karpat di berdewama daxuyanîya xwe de dibêje: “Radyo
didî, televîzyon didî, dibêjin, hinekî din, daxwaz zêdetir dibin.
Divê dawî li van daxwazan bihê dayîn.” Profesor Karpat wisa dibêje:
“Hukmat, divê pêþî daxwzan xal
bi xal destnîþan bike. Paþê divê tesbît bike ku ev daxwaz bi
yekpareyî û nasnameya Tirkîyeyê re digunc in yan na. Zimanê zikmakî
yê dewleta Tirkîyeyê tirkî ye. Ev der komara Tirkîyeyê ye.” Prof.
Dr. Kemal Karpat di daxuyanîya xwe de van dîtinan jî îfade dike: “Pirsa
kurd ku van demên dawîyê rojeva Tirkîyeyê dadigre, di kakilê wê de
armanca nasyonalîstên kurd ku dixwazin dewleta kurd daynin heye.
Axaftina kurdan a bi kurdî û daxwaza jiyandina kulturê mafekî demokratîk
e, lê ger azadîyên normal ên demokratîk veguherin amancên sîyasî,
ev dibe xetere.” Profesor
Kemal Karpat derheqê van mijaran de fikrê xwe yê bingehîn di axaftina
xwe ya li “Sempozyuma Navteweyî ya Peywendîya Tirkan Û Ereban Li
Dewra Osmanî” ku ji alîyê Unîversîteya Marmara û Komeleya Lêkolînên
Rojhelata Navîn û Afrîqayê hatibû organîzekirin de îfade kiribû. Wekî
ku tê dîtin, Profesor Kemal Karpat dibêje “bo kurdan zêde tawîz tên
dayîn” û berevanîya qedexeyan dike. Ev bûyereka gelek balkêþ e ku
profesorên unîversîteyê berevanîya qedexeyên enformasyonê û
qedexeyên ramanê dikin. Profesor Kemal Karpat dibêje “prosesa ku em têde
ne, esas, hewldana nasyonalîstên kurd a danîna dewleteka kurd e” û
derdorên hessas jî hîþyar dike. Ez
dixwazim di vê nivîsê de derheqê fikr û helwêsta Profesor Kemal
Karpatî de fikrê xwe eþkera bikim. Profesor
Karpat nîþan dide ku hinek neteweperwerên kurd di nav hewldana
damezrandina dewleta kurd de ne û bona ku pêþî li viya were girtin,
dezgehên eleqedar hîþyar dike. Li vir prosesa bingehîn ku divê behsa
wê bibe, ne “hewldana hinek neteweperwerên kurd” a damezrandina
dewleteka kurd e. Divê behsa viya bibe ku li Rojhelata Navîn kurd xwedîyê
zêdetirê 40 mîlyon nufûsî ne, çima nebûne xwedîyê dewletekê? Di
vê mijarê de çima rikê nekirine? Dibe ku deh caran heqê wan bi xwe ye
lê çima heta niha vê yekê pêk neanîne? Îro
li cîhanê 206 dewlet hene. Ji vana 193 dewlet endamên Yekîtîya
Neteweyan e. 206 dewlet beþdarê olîmîpîyatên sala 2008 yên Pekînê
bûne. Hejmara dewletên ku beþdarê olîmîpîyatên sala 2004 yên Atînayê
bûne 204 e. Dibêjin hejmara dewletên ku dê beþdarî olîpîyatên
sala 2012 yên Londonê bibin ji 206 derbas bike. Nufûsa beþeka pirr
mezin ya van dewletan di binîya mîlyonekê re ye. Meriv dikane bibêje
dewletên ku nufûsa wan di binîya mîlyonekê re ye li dora 40 hebî ne.
Digel ku di vî warî de kurd xwedîyê nufûseka gelek mezin in lê çima
ne xwedîyê statuyeka sîyasî ne? Tew kurd ji destpêka sedsala 19. û
vir de têdikoþin. Di prosesa vê têkoþînê de dibe ku zêdetirî mîlyonek
windayên wan hene. Ev rewþeka gelek balkêþ e ku digel ewçend windayîyeka
mezin, nebûne xwedîyê statuyeka sîyasî ya piçûk. Qala eþîretan,
þêxan û dezgeyên feodalî tê kirin. Eynî dezge, wekî mînak, qey li
nav ereb û fars û tirkan nîn in? Ev, mijareka wisa îþaret dike ku divê
bi têgehên zanistî, siyaset û dîplomasîyê bihê têgihîþtin û
vekolandin. Divê welatên Rojhelata Navîn ji alîyê civakî, plankirina
sîyasî û pratîka dîplomasîyê ve bi hev re bêne muqayesekirin, divê
ev mijar bihê analîzkirin ku kurd û Kurdistan li kîderê dimînin,
fonksîyana wan çi ye. Di
rabirdûya kurdan û Kurdistanê de jihevdexistin û parvekirin heye, lê
ew prosesa bingehîn ku vê dema hanê diyar dike, di salên 1920an de pêk
hatîye. Di navîna sedsala 17. de Kurdistan di navbera împaratorîya
Osmanî û împaratorîya Îranê de bû du beþ, di çaryeka pêþî ya
sedsala 19. de beþa li Îranê di navbera Rûsya û Îranê de cardin hat
parvekirin, alîyê bakûr ket bin serwerîya împaratorîya Rûs ku vê
yekê rewþeka wisa ligel xwe anî, herwekî ku qaqordeyê Kurdistanê ji
hev de bixîne. Li salên 1920î jihevdexistin, parçekirin û parvekirina
kurdan û Kurdistana di bin kontrola împaratorîya Osmanî de proseseka
wisa derxistiye holê, herwekî mejîyê kurdan bihê pelçiqandin. Jihevdexistin,
parçekirin û parvekirina Kurdistanê û kurdan, dîyardeyeka gelek girîng
e ku di prosesa Þerê Cîhanê yê Yekem de û piþtî wê pêk hatîye.
Di pêkanîna vê prosesê de roleka mezin ya hêzên emperyal yên wê
demê Brîtanyaya Mezin û Fransayê heye. Ev dewletên emperyal, bêguman,
bi rêveberîyên ereb, tirk û fars re hevkarî kirin û vê prosesê pêþde
birin. Biryara
herî girîng ya Konferansa Parîsê ku di dawîya Þerê Cîhanê yê
yekem de li meha rêbendana 1919 kom bû, li jêr navê Cemîyeta Miletan,
damezrandina rêxistinekê bû. Amanca Cemîyeta Miletan li cîhanê pêkanînan
aþtîyê û pêþîlêgirtina þerî ye. Cemîyeta Miletan li gorî vê
amancê hewldaneka gurr dimeþîne. Cemîyeta Miletan ku li salên 1920î
dest bi xebatê kir, yek ji karê wê yê pêþîn ev bû, biryar girt ku
kolonîyên împaratorîya Alman û împaratorîya Osmanî ku di þer de têk
çûbûn ji alîyê dewletên serketî, yanî ji alîyê Brîtanyaya Mezin
û Fransayê ve bêne parvekirin. Di netîceya van hewldanan de mandayên
bi tîpa A, tîpa B û tîpa C hatin damezrandin. Digel ku manda þêweyek
rêveberîya taybet e, meriv dikane di wateya kolonî de binirxîne.
Mandayên tîpa A li ser erdê ku împaratorîya Osmanî li ser serwer bû,
hatin damezrandin. Mandayên bi Brîtanyaya Mezin ve girêdayî Îraq, bi
Brîtanyaya Mezin ve girêdayî Urdun û bi Brîtanyaya Mezin ve girêdayî
Filîstîn hatin damezrandin. Mandayên bi Fransayê ve girêdayî Sûrîye
û bi Fransayê ve girêdayî Lubnan hatin damezrandin. Li
vir pirsa bingehîn ev e: Li wê dewrê dema ku mandayên Îraq, Urdun,
Filîstîn, Sûrîye û Lubnanê dihatin damezrandin, çima manadayeka
Kurdistanê yan kolonîyeka Kurdistanê nehat damezrandin? Digel ku di wê
dewrê de bi þêweyekî fiîlî proseseka wisa pêþde diçe, ku li Kurdîstana
Baþûr Þêx Mehmûd Berzencî xwe qralê Kurdistanê îlan kirîye. Þêx
Mehmûd Berzencî ji Brîtanyaya Mezin dixwaze wî wekî qralê Kurdistanê
nasbike. Brîtanyaya Mezin vê daxwaza Þêx Mehmûd Berzencî qebûl
nake. Ji rûyê vê yekê di navbera kurdan û îngilîzan de þer heye.
Îcar Cemîyeta Miletan, tu dev ji Kurdistana serbixwe berde, Kurdistaneka
manda (kolonî) jî qebûl nake. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina
Kurdistanê di vê dewrê de çêbûye. Helbet kolonî statuyeka sîyasî
ye. Wekî “kolonîya X dewletê” tê binavkirin. Berî her tiþtî sînorên
kolonîyê xêz bûne. Ji alîyê dewleta emperyal yan ya kolonyalîst tê
qebulkirin ku miletê kolonîyê miletekî cihê ye. Ji vana hîn girîngtir,
rêveberîya mandayê (kolonîyê) ne ew rêveberî ye ku heta bi heta
dewam bike. Dewleta emperyal yan jî ya kolonyalîst, çi dema ku ji alîyê
îdarî û ekonomîyê ve kolonîyê bigihîne radeyekê dê serxwebûnîya
wê bidiyê. Wekî mînak, piþtî Þerê Cîhanê yê Duyem, di dema Yekîtîya
Neteweyan de, kolonîyên li Afrîqayê, di prosesa hevdîtinên qanûnî
yên di navbera dewleta emperyal yan jî ya kolonyalîst û kolonîyê de
serxwebûnîyê bi dest xistin. Li Afrîqayê tenê kolonîya Farnsayê
Cezayîr, kolonîyên Portekîzê Gine Bisseau, Angola û Mozabîkê di
encama þerê çekdarî de serxwebûnê bi dest xistine. Îro li Afrîqayê
53 dewlet hene. Lê Kurdistan hatiye jihevdexsitin, parçekirin û di
navbera dewletên manda (kolonî) ku hîn nuh hatine damezrandin, yanî di
navbera Îraq, Sûrîye û berdewama împaratorîya Osmanî Tirkîye û
berdewama împaratorîya Îranê þahîtîya Îranê de hatîye
parvekirin. Di vê dewrê de, eþkera ye di navbera jihevbûna ereban û
jihevbûna kurdan de ferqeka gelek mezin heye. Ereb û cografyaya ereban
ji hev bûye lê cihê bi cihê wekî dewletên manda yan jî wekî dewletên
serbixwe ji nuh de hatine organîzekirin. Îro ji Xelîçeyê Fars bigrin
heta Fasê 22 dewletên serbixwe yên ereban hene. Kurd û Kurdistan
hatine parçekirin lê kurdan nekirine xwedîyê piçûktirîn statuya sîyasî.
Piþtî vê prosesê hîn bêhtir hêz dane polîtîka û tetbîqatên înkar
û tunekirinê. Prosesa
bingehîn ku divê dîroknas, zanyarên civakî û huqûqnas li ser
bisekinin û vekolin, ev e. Nîzameka wisa bêedalet çawa kanibûye li
dijî kurdan dabimezire? Cemîyeta Miletan ku bona pêkanîna aþtîya cîhanê,
bona ku di navbera neteweyan de aþtîyê pêk bîne damezirîye çima hîç
bala xwe nedaye ser pêwîstîya kurdan a aþtî û azadîyê? Ev proses,
proseseka wisa ye ku divê li derveyî her cureyê têgihîþtina rêxistinî
û pêþnîyazên çareserîyê, bi þêweyekî akademîk, bi têgehên
zanist û sîyasetê bihê vekolandin. Zanyar,
bi taybet zanyarên sosyalî di van mijaran de divê azadîxwaz bin.
Berevanî û teþwîqkirina
qedexeyên ramanê û enformasyonê divê ne karê zanyaran be. Divê
meriv viya jî nîþan bide ku profesor Kemal Karpatî ev axaftin li
“Sempozyuma Navteweyî Ya Peywendîya Tirkan Û Ereban Li Dewra Osmanîyan”
ku ji alîyê Unîversîteya Marmara û Komeleya Lêkolînên Rojhelata
Navîn û Afrîqayê hatibû organîzekirin de kiribû. Wezîrê dewletê
Mehemed Aydin û sekreterê giþtî yê Konferansa Teþkîlata Îslamê
Ekmeleddîn Îhsanoglu jî di nav beþdarên sempozyumê de ne. Di kombûneka
wisa de gelo meriv dikane cografyaya kurd û peywendîyên kurdan û
tirkan li dewra Osmanî ji ber çavan dûr bigre? Muqayesekirin Li
dora 50 endamên Konseya Ewropayê hene. Di nav van dewletan de nufûsa
Andorra, San Mario û Monacoyê li dora deh hezaran e. Liechtenstein xwedîyê
30 hezar nufûsî ye. Nufûsa dewletên mîna Luksemburg, Qibrîs, Malta
û Îzlandayê di binîya mîlyonekê re ye. Nufûsa dewletên mîna
Slovenya, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Makedonya, Bosna-Hersek, Kosova û
Qerebaxê di navbera 2-3 mîlyonan de diguhere. Tê zanîn ku hinek ji van
dewletan axa wan bi qasî nehîyeyeka Kurdistanê jî fireh nîn e.
Konseya Ewropayê carînan hinek biryarên ku paþeroja kurdan dîyar dike
digre. Biryarên mîna, “Em li
hemberî wê ne ku li Rojhelata Navîn sînor biguherin. Em li hemberî wê
ne dewleteka kurd bihê damezrandin.” digre. Eþkera ye ku ev biryar
li hemberî kurdan tên girtin. Wekî mînak, Konseya Ewropayê berevanîya
dewleta serbixwe ya Filîstînê dike. Konseya Ewropayê van biryaran bona
ku bibêje “bila kurd di nav sînorên
dewletên ku têde dimînin de bibin xwedîyê hinek mafan” digre.
Ev eþkera ye ku di bin van biryaran de îmzaya ev çar dewletên ku me li
jor qala wan kir û îmzaya dewletên din heye. Di vir de bêedaletîyeka
gelek mezin tune ye? Dewletên ku nufûsa wan li dora deh hezaran e, mafê
dîyarkirina paþeroja kurdan ku li Rojhelata Navîn nufûsa wan ji 40 mîlyonan
zêdetir e, ji kîderê girtine? Di vê prosesê de exlaqeka sîyasî
heye? Nîzama navneteweyî, nîzama cîhanê çima bi vî þêweyî di
elenîya kurdan de saz bûye? Ev statukoya ku di salên 1920î de saz bûye
çima bêyî ku tu guhertinek têde çêbibe heta roja îro hatiye? Wekî
mînak, dema li dawîya Þerê Cîhanê yê Duyem Yekîtîya Neteweyan
damezirî çima kurd nehatine guhdarîkirin, daxwazên wan nehatine
bicihanîn? Yekîtîya Sovyetan ku herî zêde qala mafê tayînkirana çarenûsa
neteweyan dikir, te divê li salên 1920î yan te divê li piþtî sala
1945, çima herwekî Brîtanyaya Mezin, wekî Fransayê polîtîkayeka li
dijî kurdan meþandiye, çima bi dewletên ku kurdan dipelêxin re di nav
peywendîyên nêzîk de bûye? Divê meriv li ser van mijaran raweste. Li
dewletên mîna Brîtanyaya Mezin û Fransayê, te divê muhafezekar, te
divê çepgîr, te divê lîberal bin, her demê polîtîkayên li dijî
kurdan ajotine. Bona
Konseya Ewropayê dibêjin “wijdanê Ewropayê”. Derheqê vê
muameleya ku li hemberî kurdan çêbûye de divê fikrekî wijdanê
Ewropayê hebe. Nîzameka wisa bêedalet çawa tê erêkirin? Yekîtîya
Ewropayê 27 endam in. Di nav Yekîtîya Ewropayê ya xwedîyê 27 endaman
de tenê Almanya, Fransa, Îtalya, Îngilîstan û Îspanya xwedîyê nufûseka
ji nufûsa giþtî ya kurdan zêdetir in. Dibe ku nufûsa Polonyayê bi
qasî nufûsa kurdan e. Nufûsa 21 dewletên mayî, cihê bi cihê, ji
tevayîya nufûsa kurdan gelek gelek kêm e. Tê zanîn ew dewletên ku
endamên Yekîtîya Ewropayê ne, di eynî demê de endamên Konseya
Ewropayê ne. Luksemburg, Qibrîs, Malta, Slovenya, Estonya, Letonya û
Litvanya taybetîyên balkêþ in. Herwekî biryarên derheqê kurdan de yên
Konseya Ewropayê, biryarên wisa yên Yekîtîya Ewropayê jî hene. Ji
alîyê kurdan ve divê ev rewþ bihê vekolandin. Ev nîzama navneteweyî,
ev nîzama cîhanê çawa, çima ewçend di elenîya kurdan de saz bûye
û çima ewçend xwezayî tê dîtin, çima ewçend “pîroz” tê dîtin? Însan
bûyîn, însanî bûyîn Profesorên
mîna Kemal Karpat bi îfadeyên mîna “dîroknasê herî mezin yê Tirkîyeyê”,
“li cîhanê dîroknasê herî mezin yê Osmanîyan”, “sosyologê
herî mezin yê Rojhelata Navîn” tê nasandin. Devrim Sevimay ku di Soru-Cevap
de pê re hevpeyvîn kirîye, profesor Karpatî wekî “derya” bi nav
dike. (binêrin
li Milliyet, 1 hezîran 2009, r.
14) Hevpeyvîna
ku Neþe Duzel pê re kirîye jî di hejmara eynî rojê ya rojnameya Taraf
de weþîyaye. Prof. Dr. Baskin Oran, li rojnameya Radikal
Îki ya roja 7 hezîran 2009 di nivîsa bi sernavê Moskova
Metrosu hinek fikrên Profesor Kemal Karpatî yên ku li van her du
hevpeyvînan îfade bûne û helwêsta wî rexne dike. Însan
bûyîn, însanî bûyîn divê ji “herî mezin” bûyînê gelek grîngtir
be. Tekane pîvana însan bûyînê, însanî bûyînê di muameleya ku însan
bi însanên wekî xwe re dike de derdikeve meydanê. Profesor Kemal
Karpat ji bo tirkan her awa heq û huqûqê dixwaze. Lê ji bo kurdan, tu
yekê ji van layîq nabîne. Dibêje: “Kurdan
radyo xwest me da, televîzyon xwest me da, divê hîn zêdetir tawîz neyêne
dayîn.” Bûyera ku prosesê dîyar dike, dayîna radyo û televîzyonê
nîn e, heta roja me çima hatine qedexekirin e. Îtîrazeka Profesor
Karpatî ji înkarkirina kurdan û zimanê kurdî re, ji polîtîkayên
tunekirinê re nîn e. Vana erê dike. Tenê bo kurdên ku ew wan wekî
“alîyê dijber” bi nav dike “divê hîn zêdetir tawîz neyêne dayîn”.
Tu dibêjî qey profesor Karpat ji milkê bavê xwe tiþtekî bo kurdan îhsan
dike. Ev jî balkêþ e ku profesor Karpat kurdan wekî “alîyê
dijber” bi nav dike. Tiþtê ku jê re dibêje radyo, weþana ku di heftê
de nîv saetekê, ew jî bi þev, ber destê sibehê dibe, tiþtê ku jê
re dibêje televîzyon jî, TV-6 (TV-Þeþ) e… Helbet dest bi weþanê
kirina TV-Þeþ girîng e, lê bi qasî viya, sedemên ku pêþkêþkara
bernameyê Rojînê bo îstîfayê nîþan dan jî girîng in. Ev sedem nîyeta
dewletê baþtir li meydanê datînin. Wekî kes, ez TV-Þeþ gaveka girîng
dibînim. Lê ew sedemên ku di dema vê îstîfayê de îfade bûn jî
divê em ji ber bala xwe dûr negrin. Ji
bo ku welatîytên wê bikaribin di zimanê xwe de radyo guhdarî bikin
amadekirina zemînê yek, ji peywirên dewletê yên bingehîn e. Profesor
Kemal Karpatê ku tu dengê xwe ji qedexeyan re dernaxîne, gelek balkêþ
e ku viya wekî tawîz têdigihê. Yek
ji peywirên dewletê yên bingehîn e ku asayîþ û ewlekarîya canê
welatîyên xwe pêk bîne. Lêbelê li Kurdistanê bi hezaran cînayetên
“faîlê wan nedîyar” hene. Ev jî tê zanîn ku ev cînayetên hanê
ji alîyê dezgeya dewletê JÎTEM (Jandarma Ýstihbarat Terörle Mücadele)
ve çêbûne. Kurdan revandin û di tehqîqatên bi îþkence de
tunekirin, avêtina bîrên mirinê, di bîrên asîtê de þewitandin,
cesedên wan di kûreyên kalorîferê de þewitandin… Ev tev çêbûne.
Li hemberî vana îtîrazeka Profesor Kemal Karpatî tune ye. Ew tenê dibêje
“bila zêdetir tawîz bo kurdan neyê dayîn”. Mijara ku ew li ser
hesas e, ev e. Bona
ku welatî di mal û xanîyên ewledar de rûnin, wezîfeya dewletê ye ku
rewþê amade bike. Lê dewlet dibêje “ez li hemberî terorê têdikoþim”
û xanîyên jar yên kurdan bi serê wan de hildiweþîne. Wan mexdûr
dike. Nêzîkî sê mîlyon kurd cih û warê xwe terk kirine. Li warên
ku malbatan ew terk kiriye av jî heye ax jî heye. Lê vegera bo wan
deran qedexe ye. Dibêjin “ger hûn bibin korucu hûn ê bikanibin
vegerin”. Lêbelê malbat ji bo ku nebin korucu terka wan deran kirine.
Li varoþên bajaran, hema kîdera ku bikanin têde bistirin bicih bûne
û jiyaneka di þertên gelek giran de ku muhtacê xelqê ne dewam dikin.
Tu îtîrazeka profesor Kemal Karpatî ji vana re tune ye. Tu îtîrazeka
wî ji þewitandin û wêrankirina gundan re, ji cih û warê wan rakirina
bi mîlyonan kurdî re jî tune ye. Profesor Karpat tenê dibêje “bila
hîn zêdetir tawîz bo kurdan neyê dayîn.” Ez
kitêbên profesor Kemal Karpatî ji nêzîk de dizanim, ji salên 1960î
de dizanim. Ez helwêsta wî ya li dijî kurdan jî dizanim. Ew kitêbên
wî yên ku li van deman di nav weþanên Îmge û Timaþ de derdikevin jî
dizanim. Profesor Karpat dibêje, “zimanê komara Tirkîyeyê tirkî ye,
divê ev neyê jibîrkirin.” Dibe ku zimanê resmî yê dewletê hebe lê
nabe ku zimanê dewletê hebe. Di roja îroyîn de prosesa bingehîn ku
divê neyê jibîrkirin, di kategorîyên bingehîn yên mîna huqûq, mafên
merivan û azadîyê de kevira mîhenkê pirsa kurd e. Bi tune hesibandina
kurdan, bi tune hesibandina mafên demokratîk yên kurdan, bi pelaxtina
mafên wan û bi bingehgirtina îdeolojîya resmî, zanistîya civakî
çênabe. Divê profesor Kemal Karpat viya jî bizabibe ku hatina tirkên
oguz bo Anadolîyê li sedsala 11. çêbûye lêbelê kurd, yek ji gelên
bingehîn yên Rojhelata Navîn in. Kêmtir ev serê 5 hezar salan e ku li
ser erdê xwe, li ser vî erdê ku îro jê re Kurdistan tê gotin de niþtecih
in. Dozgerek
ku bi huqûqnasîya xwe pesnê xwe dida hebû. Ji bo wî digotin “huqûqnasekî
gelek mezin e.” Tekîd dikirin ku layengîrê mafên merivan û azadîyan
e. Digotin bi awayekî xurt berevanîya azadîya ramanê dike. Ji gotin û
nivîsên vî dozgerî ev helwêsta wî dixuya. Lê di “sûcekî fikrî”
yê derheqê pirsa kurd de, wî jî wekî dozgerên din, biryara mehkûmîyetê
erê kiribû. Lêbelê eynî ev dozgerî di “sûcên fikrî” yên
derveyî pirsa kurd de her demê bi þerhekê li hember disekinî. Êdî
kevira mîhenkê ya huqûqnasîyê jî pirsa kurd e, helwêsta li hemberî
pirsa kurd e. Profesorekî
pisporê ziman Li
dawîyê salên 1990î nûçeyeka wisa belav bûbû. Pisporekî ziman yê
japon, pisporekî ku digotin yek ji bijareyên zimanzanên cîhanê ye,
daxuyanîyeka wî ya mîna “zimanê kurdî zimanekî kovî ye, kurdî
nabe zimanê zanistê” belav bûbû. Li ser viya, hinek nivîskaran di
nivîsên xwe de þîroveyên mîna “çawa
ku pisporekî japon jî dibêje, kurdî nabe zimanê zanistê, zimanê
kurdî zimanekî kovî ye” dikirin. Li dawîya salên 1990î, min
ewqas bi vê bûyerê dizanîbû. Bi qasî ku li çapemenîyê cih girtibû,
min pê dizanî. Li
serê meha hezîrana sala 2009 Malmîsanij hatibû Tirkîyeyê. Dema ku me
bi Malmîsanijî re li ser hinek meseleyan suhbet dikir, qala vê meseleyê
jî bû. Malmîsanijî behsa alîyên bûyerê ku di çapemenîyê de cih
negirtine jî kir. Bûyer wisa çêbûye: Pisporekî ziman yê japon
dixwaze di arþîva dewletê de lêkolînê bike. Dê li ser zimanên klasîk
bixebite. Ji bo ku li arþîvê kar bike ji karbidestan destûr dixwaze.
Karbidest dibêjin: “Ger tu
daxuyanîyeka mîna ‘kurdî zimanekî kovî ye, ne zimanê zanistê
ye’ belav bikî em ê destûrê bidin te. Nexwe, hem em ê destûra têketina
arþîvê nedin hem jî em ê te derxin derveyî sînorên Tirkîyeyê.”
Kesê pispor, yanî profesor jî, serî li ber vê fermanê tewandiye û vê
daxuyanîyê daye… Alîyê balkêþ yê meseleya ev e. Pêþî qal dikin
ku japonê pisporê ziman çendî mezin e, 7-8 zimanan dizane, yek ji
bijaretirîn pisporê ziman yê cîhanê ye. Paþê jî, dibêjin “A
ev pisporê mezin, derheqê zimanê ku jê re kurdî tê gotin de vana dibêje”.
Bêguman ji dîtinên pisporêkî hîn bêhtir tê bawerkirin. Pisporê ku
mezinîya wî tekîd dikin, di esasê xwe de profesorekî ku ne xwedîyê
exlaqê zanistê ye. Xwedîyê helwêsteka qels e. Em bibêjin ku ev
pispor, ev profesor 7-8 zimanan dizane. Deh zimanan jî bizane tu qîmeteka
wê nîn e. Ev helwêst ne ew helwêst e ku zanistê pêþde bibe.
Herwisa, fikrê “kurdî zmanekî kovî ye, ne zimanê zanistê ye” jî
þaþ e. Berîya ku ev pispor, ev profesor daxuyanîyeka wisa bide, divê
pirsîyar bikirana ku kurdî çima hatîye qedexekirin. Pirsîyar nekirina
qedexekirina kurdî, meriv dikane wekî helwêstek ku qedexeyan qebul dike
binirxîne. Ger meriv xwe bide alîyê qedexekaran, xwe bide alîyê
zordaran, helwêsta wan erê bike, hingê zanista sosyalî pêþde naçe. Dema
ku min kitêba Vladimir Bartol Fedailer Kalesi ALAMUT (Wergerandin:
Atilla Dirim, Yurt Kitap-Yayýn, Adar 1998)
xwend, helwêstekê gelek bala min kiþand. Di romanê de gelek caran peyvên
mîna gurcî, rûm, ermenî, yahudî, ereb û tirk derbas dibin lê peyva
kurd derbas nabe. Lêbelê beþeka girîng ya bûyerê li ser erdê
Kurdistanê diqewime. Wekî mînak, artêþa selçûqîyan ji Reyê diçe
bo Bexdadê yan ji Bexdadê vedigere bo Reyê. Li vir artêþ helbet di
erdê Kurdistanê re derbas dibû. Lê di romanê de navê kurd tune ye.
Dibe ku li cihekê-du cihan derbas bûbe. Lêbelê îfadeyên mîna doktorê
rûm, bazirganê ermenî, dirançêkerê yahudî, hemama gurcîyan, mazûvanê
ereb, suwarîyên tirk… gelek derbas dibin. Min li derekê xwendibû ku
Vladimir Bartol bona ku romana xwe binivîse demekê li arþîva dewletê
lêkolîn kiribû. Dibe ku lêkolînerên bîyanî ku li arþîva dewletê
lêkolînan dikin, ji alîyê karbidestên arþîvê di meseleyên hesas
de bo wan birîfîng tên dayîn. Yên
serketî-yên binketî Min
dîyar kir ku li dawîya Þerê Cîhanê yê Yekem li ser erdê ku împaratorîya
Osmanî li ser serwer bû dewletên manda (kolonî) hatine damezrandin.
Binketina Osmanî nayê wateya binketina tirkan. Li gorî qenaeta min,
tirk ji prosesa piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem di karê de derketine. Zêdetir
ji Brîtanyaya Mezin, ji Fransa û ji Îtalyayê xwedîyê qezenc
derketine. Lê kurd ketine halekî ji windakirinê jî wêdetir.
Windakirin tê wateya bûyîna sifirê. Lêbelê kurd, li prosesa salên
1920î, di halekî ku îskeleta wan hatiye jihevdexistin, mejîyê wan hatîye
pelçiqandin û ew gelek gelek xistine binîya sifrê. Dewletê ev helwêsta
xwe ya gelek neheq bi Rojavayê daye qebûlkirin. Konseya Ewropayê, ew
dezgehên ku mîna ji wan re “wijdanê Ewropayê” tê gotin jî,
ketine wî halî ku vê rewþê qebûl kirine. Dezgehên Rojavayê pêwîstî
pê nabînin ku vê mijarê ji nuh de vekolin, pirsîyar bikin. Esas
kara/qezenca Tirkîyeyê ev e. Ji vî alî ve, ev dezgehên Rojavayê li
hemberî her tewir wehþeta JÎTEMê, li hemberî terora dewletê kor in,
kerr in, bêziman in. Her þêwe çalakîya kurdan di çarçeweya
“teror”ê de tê nirxandin. Tiþtê ku Tirkîye jê re dibêje
“teror”, dezgeyên Rojavayê jî jê re dibêjin “teror”. Digel
van hemî tiþtan divê kurd hertim û bi þêweyekî dînamîk dezgehên
Rojavayê, çapemenî, unîversîte û hwd. ên Rojavayê rexne bikin. 12.06.2009 _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Ev
nivîs bi sernavê Profesör Kemal
Karpat’a Sorular… li malpera www.kurdistan-post.com
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org