|
Kurd
bi eqlê tirkan tevdigerin Îsmaîl Beþîkçî
Hesen
Bîldîrîcî: Digel ku pirsa kurdî bêhtir
ji her demê bi xurtî di rojevê de ye lê di xwestekên (telebên) kurdan
de paþdeçûnek heye. Gelo pirsa kurdî paþde diçe yan xwestekên kurdan? Îsmaîl
Beþîkçî: Têkoþîna kurdan her dem têkoþîneka
mezin bûye. Di roja îroyîn de jî têkoþîna kurdan têkoþîneka mezin
e. Lê xwestekên kurdan her dem piçûk mane. Di roja îroyîn de, xwestekên
kurdan gelek kêmtir bûne. Li gorî qenaeta min, sedemê vê yekê yê
bingehîn ew e ku, kurd li gorî fikrê xwe tevnagerin, li gorî fikrê
tirkan, li gorî eqlê çepê tirkan, rastê tirkan û cereyanên dînî yên
tirk tevdigerin. Lêbelê esas divê ku kurd bi eqlê xwe kurdan, Kurdîstanê
û zimanê kurdî bihelsengînin. Li
salên 1960î kurd di nav çepê tirkan de organîze dibûn. Wê demê Partîya
Karkerên Tirk (TÝP) û Þoreþa Demokratîk a Neteweyî (MDD) di nav çepê
tirkan de du fehmên hêzdar bûn. Kurd bêhtir di nav Partîya Karkerên
Tirk de organîze dibûn. Li dawîya salên 1960î, li wan rojên ku tevgera
nifþê 68an li dar bû, kurd ji nav çepê tirkan cihê bûn û ketin nav
hewldanan da ku rêxistinên xwe yên serbixwe ava bikin. Di nav van rêxistinan
de Ocaxên Þoreþgerî û Kulturî yên Rojhelatê (DDKO) rêxistinên
sereke bûn. Hewldanên ji nav çepê tirkan cihêbûn û danîna rêxistinên
xwe yên serbixwe, bêguman, bûyerên wisa ne ku, bi geþbûna fehma
kurdayetîyê ve peywendîdar in. Lê proseseka wisa jî çêbû. Kurd,
digel ku pêwîstî pê dîtin ku ji çepê tirkan cihê bibin û rêxistinên
xwe yên serbixwe daynin, em bibêjin, pêwîstî pê dîtin ku di nav Ocaxên
Þoreþgerî û Kulturî yên Rojhelatê de organîze bibin, lê ew sloganên
ku çepê tirkan bikar dianîn, wan jî bi eynî awayî bikaranîna wan
dewam kirin. Veqetîna ji wan sloganan tune. Wê demê sloganên mîna
“Tirkîyeya serbixwe”, “têkoþîn li hemberî emperyalîzmê”
sloganên bingehîn in. Kurd ji van sloganan veneqetîyan. Ev jî nîþan
dide ku kurd bi eqlê xwe tevnagerin. Bi eqlê çepê tirkan, bi eqlê fikrê
tirk hereket dikin. Em
li demên dawî yên Þerê Yekem ê Cîhanî, li salên 1920an, li wê dema
ku tevgera Quwweyî Mîllîye li dar bû, li wan rojên ku Yekîtîya
Netewan dihate danîn binihêrin. Wê demê mudaxeleya emperyalîst a herî
mayende û berfireh bi ser kurdan û Kurdîstanê de hatiye kirin. Li wê
dema ku bi eþq û heyecan berevanîya prensîbên mafê tayînkirina çarenûsa
neteweyan dihate kirin û tetbîqkirina vê prensîbê li dar bû, kurd û
Kurdîstan hatine jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Wê demê hêza
emperyalîst a ku di nav hewldana tanzîmkirina cîhanê de bû, Brîtanyaya
Mezin e. Fransa, di dereceya duyem de ye. Lê di navbera Brîtanyaya Mezin
û Fransayê de mesafeyeka gelek mezin hebû. Fransa di dereceya duyem de bû.
Lê li beramberî Brîtanyaya Mezin, ji nuh ve tanzîmkirina cîhanê de karîgerî
û potansîyela wê gelek hindik bû. Proseseka gelek balkêþ ya wê demê
jî, reftarîya li dijî kurdan a rêveberên Yekîtîya Sovyetan e. Di
jihevdexistin, parçekirin û parvekirina Kurdîstanê de Brîtanyaya mezin
û Fransa, du hêzên mezin yên xwedî rol in. Lê di vê prosesê de divê
em bibînin ku herwekî London û Parîsê, Moskowa jî di nav reftarîya li
dijî kurd de ye. Yek jî ev e ku, ev fikrê tirk, çepê tirkan, rastê
tirkan, cereyanên dînî yên tirk, ku têgeha “têkoþîna li dijî
emperyalîzmê” ji ser zimanê wan nakeve, lê ev bênasnamebûyîna ku li
ser kurdan hatiye arastekirin, bi înad ji nedîtî ve tên. Ez ne di wê
qenaetê de me ku kurdan vê heyamê kamilen fehm kiribe. Ev heyam bi têgeh
û termînolojîya fikrê tirk, bi eqlê çepê tirkan, rastê tirkan û
cereyanên dînî yên tirk nayê têgihîþtin. Divê kurd bi eqlê xwe vê
heyamê têbigihên û bihelsengînin. Wê
demê, fikrên mîna “ji nav lepê diþminan rizgarkirina sultanî”,
“xilaskirina îslamê” û “pêþî lêgirtina di bin lingên diþmin
de pelixîna îslamê û welatên îslam”, te divê ji alîyê Mistefa
Kemalî ve, te divê ji alîyê Quwweyî Millîye yan jî Tevgera Kemalîst
ve, hertim dihatin beyankirin. Yên ku wisa bal dikiþandin ser xilaskirina
îslamê, lê çi dema ku dor dihate ser maf û huqûqê kurdan, hingê bi
Brîtanyaya Mezin û Fransayê re bûn yek û kirin ku ev krasê lanetî li
kurdan bête kirin. Divê ev prosesa hanê jî were tesbîtkirin û analîzkirin.
Kurd tenê dikanin bi eqlê xwe vê prosesê têbigihên. Bi fikrê tirk, bi
eqlê çepê tirkan, rastê tirkan û cereyanên dînî yên tirk, bi termînolojîya
wan ev proses nayê fehmkirin. Fehma
“biratîyê” li pêþîya têkoþînê asteng e Dema
ku bi fikrê tirk, bi eqlê çepê tirkan, rastê tirkan, cereyanên dînî
yên tirk tevbigerin hingê slogana “biratîyê” dibe dîyarker û îstîqamet
dide têkoþînê. Ev jî dibe sedemê kêmbûyîna xwestekên kurdan. Ev
fehma “biratîyê” di eynî demê de pêþî li geþbûyîna têkoþînê
jî digre. Niha ev hewldanên mîna “Em partîya Tirkîyê ne”, “Em
partîya serbane (çatý) dadimezrînin” tên vê manayê ku ev fehm û
helsengandina nexweþokî dewam dike. Digel ku hemî partîyên li Tirkîyê
partîyên tirkan e, dîsa jî kurd xwe jê hemet dikin ku partîyeka kurdan
damezrînin. Xwe li têgeha “Em partîya Tirkîyê ne” dipêçin. Ev
helwêst hem pêþî li geþbûyîna têkoþînê digre hem jî dibe sedem
ku dereceya xwestekên kurdan kêmtir bibe.
Hesen
Bîldîrîcî: Cenabê te dibêje “Dema
ku bi fikrê tirk, bi eqlê çepê tirkan, rastê tirkan, cereyanên dînî
yên tirk tevbigerin hingê sloganeka wekî ‘biratîyê’ dibe dîyarker
û îstîqamet dide têkoþînê.” Lêbelê rewþeka wisa jî heye ku,
digel van hoyan gav heye ku kurd bizaveka serhildan û berxwedanê li dar
dixin. Di rojên serhildan an berxwedanê de, daxwazên kurdan mezin in.
Herwisa, girseyeka mezin ji civaka kurd li dora van daxwazên mezin digihe
hev. Di van rojên wisa de, hema bibêje ku li kuçe û kolanan canê xwe fîda
dikin. Lê her ku têkoþîn dirêj dibe, her ku nagihên amancên dîyarkirî,
di têkoþînê de þikestinek çêdibe, hingê di xwestekan de jî paþdeçûnek
çêdibe. Paþê jî, herwekî ku li dû hemî serhildanên serkutkirî tê
gotin, sîyaseta “jiyana biratî ya bi hev re” derdikeve pêþ… Gelo
ev þêwe sîyaset di nav kurdan de wergeriyaye haletekî genetîk? Gelo sîyasetvanên
kurdan bi kêrî tiþtekî nayên? Yan bi demê re, gelo hêza îqtîdara
tirk xurtbûna xwe bi kurdan daye qebulkirin? Ev tekrar çima?
Îsmaîl
Beþîkçî: Ez wisa difikirim ku pirsa bingehîn
jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdîstanê ye. Ev hal
yek ji netîceyên gelek grîng ên jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê
ye. Ez ne di wê qenaetê de me ku kurd bi awayekî tekuz, ji her layî ve
ji vê prosesa xirabmal û wêranker haydar bûne. Îdarekirina
kurdan zehmet e Ew
welatên ku jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdîstanê
tesewur kirine û vê projeyê cîbicî kirine, wekî mînak, gelo Îngilîstan
û Fransayê ji vê prosesê çi hêvî kirine? Belkî wisa fikirîne: Îdarekirina
kurdan zehmet e. Çi dema ku bêne jihevdexistin, parçekirin û parvekirin
hingê dê îdarekirina wan hêsan bibe. Ger bêne jihevdexistin, parçekirin
û parvekirin, wekî mînak, dê li navbera mandaya (kolonî) Îraqê ku nuh
tê danîn û kurdan de hertim bêhuzûrî hebe, pevçûn hebe. Çunke di
her firsendê de dê kurd mafên xwe yên netweyî bixwazin, ji bo
bidestveanîna van mafan dê bikevin nav hewldanan. Çi dema ku rêveberîya
mandayê van mafan nede, dê bêhuzûrî çêbibe. Carînan dê ev bêhuzûrî
bigihê radeya pevçûnên çekdarî. A di rewþeka wisa de, rêveberîya
merkezî bona ku serhildanê bipelêxe hertim dê muhtacê me be, dê hertim
ji me harîkarîyê bixwaze. Ev yek jî dê hebûna me ya li Rojhelata Navîn
daîmî û pêwîst bike. Ji layê din, di dema serkutkirina serhildanê de
ew dewletên ku li parçeyên din kurdan îdare dikin derbareyê
serkutkirina serhildanê de dê harîkarîya Îraqê bikin. Bi vî awayî dê
kurd bi rêya operasyonên muþterek yên van dewletan bêne serkutkirin. Ev
dewletên hanê dê teqez têbigihên ku operasyonên muþterek yên ku li
hemberî kurdan têne pêkanîn tên çi wateyê û dê rêya wê bibînin
ku bê hela çawa nehêlin kurd çavê xwe vekin. Dê ev hemî hewldanên
hanê bikin ku îdarekirina kurdan hêsan bibe. Di
serkutkirina serhildanên kurdan de rola Îngilîstanê mezin e Dema
ku em li rewþa fiîlî dinihêrin, em vê yekê dibînin: Wekî mînak, li
Îraqê, li salên 1920î, li salên 1930î, li salên 1940î, ew bêhuzûrîya
ku di navbera hukûmeta merkezî û kurdan de çêdibû, gelekê caran gihîþtîye
radeya pevçûnên çekdarî. Serhildanên kurdan hertim bi harîkarîya Îngilîstanê
hatine þikestin. Di têkbirina serhildanan de rola Hêzên Asmanî yên
Kralîyeta Îngilîz gelek mezin e. Li Rojhelata Navîn herî zêde Hêzên
Asmanî yên Kralîyeta Îngilîz li Kurdîstanê hatine bikaranîn. Wekî
mînak, gazên jehrê cara pêþî di prosesên serkutkirina kurdan de ji
layê Îngilîstanê ve hatine bikaranîn. Ev jî tê zanîn ku di
serhildana kurd ya sala 1925 de jî, bona ku kurdan bipelêxin, hêzên artêþa
tirk ji Anadolîya rojavayê bi rêya hesinî ya di nav sînorên mandaya
(kolonîya) Sûrîyê ya bi ser Fransayê ve xwe gihandin Dîyarbekirê.
Herwisa, di dema serhildana Agirîyê de jî, tê zanîn ku hevkarîyeka çawa
di navbera Îran û Tirkîyê de çêbû. Ger kurd ji vê rewþa xwe ya li
Rojhelata Navîn haydar bibin dê faydeyeka gelek mezin têde hebe. Têgeha
“biratîyê” ne ew têgeh e ku vê rewþa hanê îzeh bike. Kurd
bi awayekî pêt azadîyê naxwazin Ez
ne di wê qenaetê de me ku kurd bi awayekî pêt azadîyê dixwazin û bal
dikþînin ser azadîyan. Helbet divê azadî, heq û huqûq li destûrname
û bernameyên partîyan û hwd. bête nivîsîn. Lê ev qet jî qîm nake.
Ew daxuyanîyên ku bo çapemeniya neteweya serdest, bo rayagiþtî têne
dayîn, yên xwestekan dîyar dikin, ew in. Lê di daxuyanîyên kurdan de
hertim fehma “biratîyê” li pêþîyê ye. Hûn dikanin bi wan xalên
ku we li destûrname û bernameya partîya xwe nivîsîyê azadîyê
bixwazin. Destûrname û bername dikanin bal bikþînin ser vana. Lê gelekê
bernameyan bi wan prensîb û xalên ku dê tu car neyêne tetbîqkirin, dê
bi hêsanî terka wan bête kirin, hetta ku dê berevajîya wan bête kirin,
dagirtî ne. Ji vê çendê ew daxuyanîyên ku bo çapemeniya neteweya
serdest, bo çapemenîya dewletê, bo rayagiþtî têne dayîn, hîn bêhtir
dîyarker in. Di daxuyanîyên wisa de hertim behsa “biratîyê” tê
kirin. Di
vê navberê de divê ez behsa vê mijarê jî bikim. Çi dema ku ez hewl
didim xwe da ku behsa jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û
Kurdîstanê bikim, hinek hene dibêjin “Beþîkçî
ji salên 1920î wêdetir naçe, di salên 1920î de asê maye…”
Yek ji rexneyên ku bo Beþîkçî dibin, ev e. Ez ne bawer im ku ev
rexneyeka mafdar be. Ez
ê viya wisa îzeh bikim. Di prosesa Þerê Cîhanê yê Yekem de, di
navbera muxaberata Îngilîstanê û lîderê ereban Þerîf Huseynî de
hevdîtinên veþartî çêdibûn. Brîtanyaya Mezin soza împaratorîyeka
mezin a ereban dida Þerîf Huseynî. Þerîf Huseyn bona pêkhatina vê yekê
ji can û dil dixebitî. Serhildana ereban a li dijî dewleta Osmanî di vê
prosesê de dest pê bû. Lêbelê piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem ew împaratoriya
mezin a ereban ku ji layê Îngilîstanê ve, ya rast, ji layê Muxaberata
Nihênî ya Îngilîz ve bona Þerîf Huseynî hatibû wadkirin, pêk nehat.
Di þûna împaratorîya ereb de dewletên ereb yên manda (kolonî) yên mîna
Îraq, Urdun, Filîstîn, Sûrîye û Lubnan hatin danîn. Li devereka împaratoriya
ereb, bona ku li paþerojan dewleteka cihûyan bête avakirin, erd hate
terxankirin. Li welatên mîna Misir,
Sudan, Lîbya, Tunus û Cezayîrê ereb hukimran nebûn, Brîtanyaya Mezin
û Fransa hukimran bûn. Ger
Beþîkçî hertim Îngilîstanê rexne bike ku bê hela çima sozê danîna
împaratorîya ereb ku dan Þerîf Huseynî pêk neanîn, tenê hertim behsa
viya bike, hingê meriv dikane bibêje ku Beþîkçî di salên 1920î de asê
maye. Analîzeka wisa nîn e. Çunke rewþa ereban ji salên 1920î
gelek-gelek pêþdetir e. Ji layê siyasî, ekonomîkî, civakî, kulturî
û leþkerî ve rewþa ereban li gorî salên 1920î gelek gelek pêþdetir
e. Ji Xelîçeyê Fars bigre heta bi Fasê 22 dewletên serbixwe yên ereban
hene. Di demeka kin de bi danîna dewleta ereb a Filîstînê re dê ev
hejmar bigihê 23an. Rewþa
kurdan gelek li paþ e Rewþa
kurdan, ji salên 1920î gelek bi pêþdetir e. Kurd û Kurdîstan hatine
jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Kurd û Kurdîstan ne xwedîyê piçûktirîn
statuya sîyasî ne. Ne kolonî ne jî. Kurdên ku di dema împaratorîya
Osmanî de bi vî awayî an bi wî awayî xwedîyê xudmuxtariya xwe bûn,
bi prosesa komarê re bûn armanca polîtîkayên înkar û tunekirinê. Îttîhadçî
û kemalîstên ku didîtin û dizanîbûn ku li salên 1910î rojname û
kovarên kurdî hatine weþandin, di dema komarê de dest pê kirin, gotin
“Zimanekî bi navê zimanê kurdî nîn e, miletek bi navê kurd nîn
e”, gotin “Li Tirkîyê tenê tirk dikanin mafên etnîkî bixwazin, yên
ku ne tirk in, tenê mafekî wan heye, ew jî, mafê xizmetkarîya bo tirkan
e.” Girîng e ku salên 1920î, dema Yekîtîya Neteweyan ji layê Pirsa
Kurd ve bête analîzkirin. Divê ev peywireka ferz be. Hingê
divê yek ji pirsên bingehîn ev be. Li salên 1920î, di dema Yekîtîya
Neteweyan de, dema ku mandaya (kolonîya) Îraqê, mandayên Urdun, Filîstîn,
Sûrîye û Lubnanê hatin damezrandin, gelo çima mandaya Kurdîstanê
nehate damezrandin? Çima mandaya Kurdîstanê nehate danîn lê kurd û
Kurdîstan di nav mandayên Îraq û Sûrîye ku nuh hatin damezrandin û
Tirkîye û Îranê de hatin parvekirin? Derbareyê kurdan û Kurdîstanê
de divê ev pirsên hanê jîyanî bin. Manda,
ew rêveberî ne ku piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem, kolonîyên împaratorîya
Alman û împaratorîya Osmanî (dewletên îttîfaqê) ku di þer de têk
çûbûn, ji layê dewletên serketî (dewletên îtîlafê), ango ji layê
Îngilîstan, Fransa û Îtalyayê ve hatin parvekirin û damezrandin. Ji rêveberîyên
ku li ser erdê di bin serwerîya dewleta Osmanî de bû hatin damezrandin
re, mandayên tîpa A dihat gotin. Bi parvekirina kolonîyên Alman yên li
Afrîkaya Rojava û Rojhelatê mandayên tîpa B hatin pêkanîn. Ji mandayên
Alman yên ku li Afrîkaya Baþûrê Rojava û li Pasîfîkê hatin pêkanîn
re jî, mandayên tîpa C dihat gotin. Hesen
Bîldîrîcî: Gelek mudaxeleyên
navdewletî hene ku Kurdîstanê ji hev de xistine û parçe kirine, pirsê
bêçareserî hiþtine. Cenabê te li jor behsa wan kir. Piþtî van
mudaxeleyan zincîreyeka çaralî ya esaretê li dora kurdan pêk hat. Bi
mudaxeleya Amerîkayê ya bo Îraqê de rejîma Seddam ruxîya. Lêbelê ji
wir jî Kurdîstaneka azad û serbixwe derneket. Dibe ku kurdan xwestibe lê
hêzên navdewletî yên di bin pêþengiya DYA de daxwazên Tirkîyê û
dewletên ereb li ber çav girtin û Îraqê kilît kirin. Sê civakên ku
naþibihin hev, yan jî, kêm diþibihin hev; ango kirin ku þîa, sunnî û
kurd di nav heman gorepanê de têkelî hev bibin. Ev serê pênc salan e ku
DYA hemî hêza xwe bo yekîtîya Îraqê xerc dike, lê ew jî hat ber
dergehê qeyraneka ekonomîk. Wisa dixuye ku hêzên rojavayê yên di bin pêþengîya
DYA de bona çareserkirina pirsa her çar parçeyên Kurdîstanê, heta ku
Tirkîye, Îraq, Sûrîye û Îranê wernegerînin ser rewþa Balkanan dê
nikanibin ji nav vê meseleyê derkevin. Tu dibêjî qey pirsa kurd ya li
her çar parçeyan dê bibe zemîna þerê cîhanî yê li Rojhelata Navîn.
Ji min re wisa tê ku di meseleya kurdan de tu kesî hîn dawîtirîn kapê
xwe neavêtîye… Gelo cenabê te di Rojhelateka Navîn ya li paþerojan de
roleka çawa bo kurdan guncaw dibîne? Gelo di meseleya kurd de armanca dawîn
a Amerîkayê dê çi be? Ji
layê PKK û rêxistinên din yên kurdan ve bona Kurdistanê daxwazeka bi
îstîqrar nehatîye kirin Îsmaîl
Beþîkçî: Divê kurd bona paþeroja xwe ya nêzîk
doza daxwazên sîyasî bikin. Daxwazên kulturî, gotinên “biratîyê”
nayêne wê wateyê ku kurd tiþtekî dixwazin. Tirkîye dikane li dijî
daxwazên sîyasî yên kurdan be, herwisa dikane naveroka daxwazên kurdan
vala bike û dikane zorê li kesên ku van daxwazan dikin jî bike. Ez ne di
wê qenaetê de me ku dê ev kirinên hanê dîyarker bin. Dudilîya Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê, polîtîkayên li dijî kurdan, polîtîkaya
layengîrîya bo Tirkîyê ya Yekîtîya Ewropayê jî dîyarker nîn in. Tiþtê
dîyarker ew e ku, kurd bi xwe daxwazên xwe yên sîyasî bi þêweyekî
biryardar derxin pêþ. Dema ku ez dibêjim “kurd”, divê bête zanîn
ku di dereceya yekem de mebesta min kurdên Bakur in, lê pêwîstî pê
heye ku em kurdên Baþûr jî tevlî vê analîzê bikin, ev gelek eþkera
ye. Li Kurdîstana Bakur daxwazeka kurdan a sîyasî ya biryardar û bi îstîqarar
çênebûye. Ne ji layê PKK ve û ne jî ji layê rêxistinên din yên
kurdan ve daxwazeka sîyasî ya biryardar û bi îstîqrar çênebûye. Kurd
bona xwe tu mafekî, bona xwe mafên sîyasî naxwazin, hîn bêhtir daxuyanîyên
ku pê neyarên wan rehet dibin, didin. Gotinên mîna “Pêwîstî bi
dewleta kurd nîn e, dewleteka kurd dê herî zêde zirarê bide kurdan…”
têne gotin. Kurd didin zanîn ku ew aþtîyê dixwazin, lê divê wekhevîyê
bixwazin, bal bikþînin bi ser wekhevîyê de. Gotina
“biratîyê” xwe dixîne pêþîya van daxwazan, van daxwazan di bin xwe
de difetisîne. Tew ji layê din ve, hertim dewlet ji kurdên ku behsa
“biratîyê” dikin re bi awayekî sergirtî wisa dibêje, “Hûn
hertim diçin û tên behsa ‘biratîyê’ dikin, hingê çima hûn guh
nadin birayê xwe yê mezin?” Mezintirîn
asteng Tirkîye
Ez
bi xwe derbareyê paþeroja kurdan de xweþbîn im. Ez di wê bawerîyê de
me ku dewleta kurd ya federe ya li Kurdîstana Baþûr bi demê re dê bi goþt
û gewde bibe. Helbet Îraq dewleteka sunî ye. Li salên 1920î, li dema
Yekîtîya Neteweyan bi hewldanên Brîtanyaya Mezin a emperyal her sê
kategorîyên ku naþibihin hev, bi amûrên zorker yên dewletê, bi darê
zorê, ligel hev hatin hiþtin. Bona ku ev yek daîmî be, hertim xwestine
ku ew statukoya antî-kurd ku li salên 1920î hatîye danîn, qet neguhere.
Þêweya jîyana ereban û ya kurdan, nirxên wan yên civakî, gelek ji hev
cihê ne. Dibe ku di navbera jîyana erebên þîa û yên sunnî de, di
navbera nirx û îdealên wan de jî ferq hebe. Lê di navbera jîyana
kurdan û ya ereban de ferqeka mezin heye. Îro ew hêza tekane ku ev her sê
civakên ku naþibihin hev di bin sîwana navendeka otorîter de ligel hev
digre, Tirkîye ye. Li gorî qenaeta min, Îraq bi xwe, wekî mînak, erebên
þîa damezrandina dewleteka kurd bi maqulî pêþwazî dikin. Tirkîye ne
xwedîyê ew þîyana maddî û polîtîk e ku her nîyeteka xwe, hemî
projeyên xwe cîbicî bike, lêbelê, her dem dikane pêþî lê bigre ku nîyet
û projeyên hêzên din cîbicî nebin, dixwazî ev nîyet û proje bila yên
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bin jî… Lêbelê ger kurd bi þêweyekî
biryardar doza mafên xwe yên sîyasî bikin, ger hertim behsa mafên xwe yên
xwezayî bikin, ger kurd bi þêweyekî biryardar berevanîya mafên xwe yên
ku ji kurdbûna wan hasil dibin bikin, hingê di wê þîyanê de ne ku polîtîkayên
înkar û tunekirinê yên Tirkîyê têk bibin. Daxwaza
serxwebûna Kurdîstanê, daxwazeka rast û di cih de ye Gotinên
serokê hukûmeta herêma Kurdîstanê Mesût Barzanî ku dibêje “Damezrandina
dewleteka kurd mafekî xwezayî yê kurdan e”, “Kurdîstana
serbixwe mafê me yê xwezayî ye”, ez wisa difikirim ku ev gotinên
hanê gelek rast û di cih de ne. Ev helwêsteka gelek hêja ye ku carînan Mesût
Barzanî daxuyanîyên wisa dide, vê derbareyê de fikrê xwe eþkera
dike. Ev daxuyanîyên hanê, ne ew fikr in ku eleledet hatine gotin yan jî
ne fikrekî ji nav fikran e. Ev fikrê hanê, di dîroka huqûqê de, di dîroka
fikrên sîyasî û nezerîyeyên dewletê de xwedîyê delîlên qewî yên
fikrî ne, xwedîyê bingeheka qewî ya fikrî ne. Yê xwezayî, di heman
demê de yê rast e. Yê ku li dijî yê xwezayî be, di heman demê de tê
wateya li dijî yê însanî. Tiþtê ku di berevajîya mafên xwezayî û
mafên însanî de ye, huqûqa reel e, huqûqa pozîtîf e. Huqûqa pozîtîf,
huqûqa reel, ew huqûq e ku hewl dide xwe da ku înkar, tunekirin, qetlîam
û komelkujîyan rewa bike. Gelek eþkera ye ku di navbera van her du fehman
de nakokîyeka gelek mezin heye. Helwêsta kurdan a biryardar û biîstîqrar
di wê þîyanê de ye ku van nankokîyen berteref bike, fehma huqûqa reel
deþîfre bike û bêhukim bihêle. Huqûqa
xwezayî, ew maf in ku meriv jidayîkbûna xwe dibe xwedîyê wan. Ev mafên
hanê, mafên wisa ne ku nayne munaqeþekirin, nayne dewrkirin, divê pêþî
li wan nayê girtin, zor li wan nayê kirin û nekevin bin tehakumê. Mafên
xwezayî yên însên, ne tenê mafên takekesî digrin nava xwe, ji ber ku
meriv bi hev re jîyana xwe dewam dikin, ji vê çendê mafên xwezayî yên
însên di heman demê de mafên kolektîf jî digrin nava xwe. Ji van mafan
re “mafên gelan” an jî “mafên miletan” tê gotin. Di warê dîroka
huqûqê de, di warê dîroka fikrên sîyasî de, ji vî layî ve fikrên Locke,
Rousseau ve Kantî girîng in. Di
dîroka huqûqê de cihekî gelek mezin yê huqûqa xwezayî, yê huqûqa
tebîî heye. Daxuyanîya Mafên Hemwelatîbûnê ya Îngilîz li sala 1689,
Daxuyanîya Serxwebûna Amerîkan li sala 1776, Daxuyanîya Mafên Merivan a
Fransiz li sala 1948, Daxuyanîya Mafên Merivan a Yekîtîya Neteweyan
piratîkên fehma mafên xwezayî, huqûqa xwezayî ne ku tetbîq bûne. Bêguman
dê ev fehma hanê kurdan jî azad bike. Daxuyanîyên Mesûd Barzanî
yên di vê behsê de hêja ne. Rast
e, dewlet dîyardeyeka sîyasî ye ku li pêþîya azadîyan dibe asteng. Lêbelê
kurdên ku di nav mexdûrîyet û tunebûnên gelek mezin de mane, sosret bi
serê wan de hatine, ji hev bela-wela bûne, ne bona xwe lê hertim bona
hinekên din jîyane, ne bona xwe lê hertim bona hinekên din xizmet
kirine, bêguman bona kurdan dewlet gelek pêwîst e. Bona ku kurd bi ser
xwe de werin û hêzdar bibin, teqez divê dewleta wan hebe. Dê
mal û milkê kurdan talan bibe Dema
ku behsa “jîyana ligel hev”, “bihevrebûna wekî goþt û nenûk”
û “biratîyê” tê kirin, divê ew bûyerên ku di roja 30 îlon 2008
de li Altinovaya Balikesîrê rû dabûn, em ji ber çavê xwe dûr negrin.
Di prosesa van bûyeran de karxaneyên kurdan û xanîyên kurdan bûn
armancên êrîþan, bi dehan karxane û xanî hatin þewitandin û wêrankirin.
Kurdekî xwedîyê marketê digot, bi qasî barê tireylerekê malê min
hatiye talankirin, hatîye texrîbkirin. Divê em bînin bîra xwe ku roja
30 îlonê, roja pêþî ya cejna remezanê ye. Roja di pey re, ango roja 1
kewçêr 2008, li Altinovayê di elenîya kurdan de mitîng û numayîþ
çêbûn. Yên ku beþdarî bo mitîngê kiribûn, pankartên ku sloganên mîna
“Altinova yê me ye û dê her yê me bimîne” li ser hatibû nivîsîn
bilind kiribûn û hemin vê sloganê li ser hev diqîrîyan. Ev tê çi
wateyê? Tê gotin ku ev serê 30 salan e ku kurd li Altinovayê dijîn.
Hinde malbatên kurd ev serê 30 salan e ku li Altinovayê akincî ne. Yanî
kurdan li wir karxane ava kirine, bûne xwedîyê xanî û milk, erazî kirîne.
Îcar ev li ber çavê yên nîjadtirk, malbatên ku ji Balkanan koç kirine
hatine wan deran, dibe kelem. Wisa dixuye ku huzûra kurdên wan deran xira
dikin, wan narehet dikin û wan ji wira radikin. Çi dema ku kurd ji wan
deran birevin, bi vî awayî yan bi wî awayî ji wan deran bar bikin herin,
dê tirkên wan deran dest daynin ser mal û milkê wan, dest daynin ser xanî
û erazîyên wan. Dê mal û milkê kurdan bête talankirin…
Di
enternetê de, nûçeyên li Google yên ku di roja 2 kewçêr 2008
de weþîyan, gelek balkêþ bûn. Li xala Altinova ya li Google
behsa kesên “rojhilatî” û “êrîþên ku li ser rojhelatîyan
hatine kirin” dibû. Têgeha “yên rojhelatî” di nûçeyan de misêwa
dihate bikaranîn. Xwendevanek li têgeha “yên rojhelatî” bi vî awayî
îtîraz dikir. Digot, “Hûn hema dibêjin ‘yên rojhelatî, yên
rojhelatî’ û xelkê Altinovayê li hemberî me sor dikin. Ez jî
rojhelatî me. Ez ji Erziromê me lê ez tirk im. Dema ku hûn dibêjin ‘yên
rojhelatî’ hûn me bo êrîþan wekî armanc nîþan didin. Di þûna têgeha
‘yên rojhelatî’ de peyva ‘kurd’ biþuxilînin. Bi vî awayî hûn
ê civaka ku dê bibe armanc hîn rastir dîyar bikin.” Parêzgarê
Balikesîrê êrîþên li hemberî kurdan wekî êrîþên xwezayî pêþwazî
kirine û pêþî lê girtiye ku parlamenterên Partîya Civaka Demokratîk
biçin nava bajêr. Hinde kurdên ku rojnamegeran ew didan axaftinê jî,
digotin, “Zêde mezin mekin, ev bûyereka muweqet e.” Ev kurdên
hanê, wisa dixuye ku gelek bawerî bi gotina “biratîyê” anîne. Hem lêdan
xwarine, hem jî dibêjin “mezin mekin”. Ev
bi me nîþan dide ku kurd ji her çar alîyan ve di bin êrîþên dijwar
de ne. Bûne armancên pîjkirinan, li ser zemîneka xeter de ne. Tê zanîn
ku ev êrîþên bi vî awayî, li Xidirlîyê (Adena – Seyhan), li Odemîþê,
li Denizlîyê, li Datçayê, li Manîsayê û hîn li gelek derên din çêbûn.
Li vir, divê em behsa þaþîyeka kurdan jî bikin. Ev ne kirineka rast e
ku kurd rabin hemî mal û milkê xwe, xanîyên xwe yên li Kurdîstanê
bifiroþin, peywendîya xwe bi tevayî ji Kurdîstanê biqetînin û herin
li bajarên rojavaya Tirkîyê akincî bibin. Li rojavaya Tirkîyê jîyaneka
ewle nîn e. Tirkên xwedîyê karxaneyan êdî zû bi zû kar nadin kurdan.
Bona mal û milkê ku li rojavayê hatiye kirîn jî êdî paþerojeka
ewledar nîn e. Li hemberî zihnîyeta talan û malwêrankirinê tu wateyeka
tapuyan jî nîn e. Ew xwedîyê marketê ku min li jor behsa wî kir, tu
eleqeya wî bi PKK re nîn e. Tew bi kurdbûnê re jî tu eleqeya wî
nemaye. Hetta li dijî vana ye… Lêbelê helwêsta dewletê ya di vê
babetê de ev e, ku dibêje “Dibe ku te ji bîr ve kirîye ku tu kurd
î, lê ez ji bîr ve nakim. Dibe ku niha tu bona min nebî xetereyek, lê
di paþerojan de?...” Di van salên dawîn de behsa beþdarîyên nuh
bo geraîlayan tê kirin. Ev beþdarîyên hanê, îhtîmaleka mezin, ji
Kurdîstanê bêhtir ji bajarên rojavaya Tirkîyê û ji Ewropayê çêdibe.
Di
navbera kultura sîyasî û hêvîyên kurdên ku bi vî awayî an bi wî
awayî çûne li herêma Ege û Marmarayê akincî bûne û tirkên ku nêzîkî
sed salan e li wan deran akincî ne de ferqên mezin hene. Daxwaz û hêvîyên
kurdan ev e ku, dewlet demokratîze bibe, fehma wê ya derbareyê mafên
merivan de pêþde here. Ev tirkên ku li wan deran rûdinin jî, tu derdekî
wan ê mîna mafên merivan nîn e. Beþeka mezin ji vana dixwaze ku bila
dewlet otorîter be, totalîter be. Wisa bawer dikin ku, dewleteka otorîter,
dewleteka totalîter dê hîn bêhtir bo wan xizmetê bike. Tê zanîn ku ev
tirkên hanê piþtî têkçûna þerê Balkanan yê di sala 1912 de, ji
Balkanan bo Anadolîyê koç kirine. Dibe ku beþek ji vana beþdarî bo
komelkujîya ermenîyan a li sala 1915 jî kiribe. Dîsa, ev jî rastîyek e
ku tê zanîn, mal û milkê rûm û ermenîyên ku ji cih û warê xwe
hatin rakirin, li van merivan, li van malbatan hatibû parvekirin. Ev gelek
eþkera ye ku hêvîyên kurdan yên derbareyê paþerojan de û hêvîyên
van girseyên tirk derbareyê paþerojan de, tam di berevajîyê hev de ne.
Ji ber van sedeman, êdî “jîyana bi hev re” bona kurdan her ku diçe
dijwartir dibe. Ev yek, li bajar û bajarokên ku nufûsa wan hindik e, bi
taybet wisa ye. _______________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
www.kurdistan-post.org
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org