Kurd dê bi têkoþîna fiîlî bi ser kevin

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

Hesen Bîldîrîcî: Cenabê te dibêje, jiyana bi hev re ya tirkan û kurdan zehmetir dibe. Di bersiva pirsa berîya viya de gelek mînak hene ku vê dîtinê piþtrast dikin. Zemanek li ser van erdan rûm û ermenî jî hebûn. Ev kirina ku îro bi kurdan dikin, di rabirdû de li wan jî hatibû kirin. Ev tê vê wateyê ku taybetîyeka wisa ya sîstema vê dewleta ku xwe spartîye nîjadperestîya tirkî heye. Ev sîstem, bi nufûsê re bajar, bajarok, gund û mal û milk jî dike tirk… Di vî karî de bêhtir ew macirên ku di îddîaya tirkbûnê de ne, têne bikaranîn. Macirî lêgerîn e, bona ku cihê xwe fireh bikin bêhtir ji xwecihîyan lezgîn û fanatîk in. Mebêjin ku ev macir tirk bin, hîn bêhtir wisa ne. Digel ku li her alîyê Tirkîyê êrîþên nîjadperest rû didin, dîsa jî, sîysetvan û roþinbîrên kurd gelek xweþbîn in. Herwekî hate gotin, hîn jî behsa “biratîyê” dikin… Ev rewþa hanê, piçek jî rewþa rûsan tîne bîra meriv ku berîya Þerê Cîhanê yê Duyem digotin dê alman êrîþî me nekin. Lê artêþa Hîtlerî wisa ji niþka ve êrîþ biribû ser wan ku, di sehayeka bi hezaran kîlometre de bêyî ku tu leþkerekî rûs bikanibe dest bibe xwe, ligel çekên xwe bi erdê ve bûn yek. Ez wisa zenn dikim, dibe ku dê rojekê kurd cirma vê xweþbînîya li hemberî nîjadperestîya tirk gelek bi giranî bidin. Dema ku kurd wê serweta xwe ya li Rojavayê ji dest bidin, gelo feqîrîya Kurdîstanê dê çiqas bikanibe hembêza xwe li wan veke?... Esas cenabê te bersiva viya jî dabû. Cenabê te dibêje, bila kurd peywendîya xwe ji Kurdîstanê nebirrin û bila zêde piþta xwe bi mal û milkê xwe yê li Rojavayê ve girênedin. Hingê em ji vê rewþê pirseka wisa derxin: Tu nîyet û qabîlîyeta çareserkirina pirsa kurd di dewleta tirk de nîn e. Dê tu car jî nîn be. Yanî êdî gelo dê rewþeka navdewletî pirsa kurd çareser bike? Gelo em diþên bibêjin ku bila kurd bi awayekî qetî hêvîya xwe ji nîyet û hêz û sîstema tirk bibirrin?                  

 

Îsmaîl Beþîkçî: Di dewleta tirk de nîyeta çareserkirina pirsa kurdî tune. Ji ber ku nîyeta wê tune, lewre di vî warî de pêþdebirina qabîlîyetê jî ne mewzû behs e. Desketîyên kurdan dê desketîyên fiîlî bin. Em 20-25 sal berê bînin bîra xwe. Kurd û kurdî, dihatin înkarkirin. Kurd, wekî tirk û kurdî jî, wekî lehçeyeka prîmîtîv a tirkî dihat hesibandin. Îddîakirin, nivîsandin an jî vegotina berevajîya vê yekê mueyîdeyên gelek giran yê îdarî û cezaî bi xwe re dianîn. Lê di prosesa têkoþîna gerîla re dewlet êdî îddîayên wisa nake. Kurd êdî bi awayekî fiîlî têne qebulkirin. Êdî ev destketineka fiîlî ye. Dewlet êdî eleqeya îddîa, nivîsîn û gotinên di vê derbareyê de nake, ji nedîtî ve tê. Herwisa, di merheleyeka vê têkoþînê de, li kewçêra sala 1991, serekwezîrê wê demê Silêman Demirelî gotibû “Em realîteya kurd qebul dikin.” Herçendî Silêman Demirelî vê gotinê tenê carekê gotibe jî, tu car pêwîstîyên vê gotinê, pêwîstîyên vê qebulkirinê neanîbe cih jî, dîsa em diþên bibêjin ku ev gotina hanê di peywendîyên kurdan û tirkan de merhaleyeka gelek grîng e. Geþbûyîna têkoþînê, ev destketina fiîlî bihêztir kirîye.           

 

Rêya herî baþ a çareserîyê xwedîlêderketina zimanê kurdî ye

Li gorî qenaeta min mumkinbûna wê naxuye ku dewlet bi kurdan re, bi nûnerên kurdan re li ser masayê (mêzê) rûne û bi hev re bona helkirina pirsê li çareyan bigere. Çunkî kurd bi tetbîqatên sîstematîk, bi polîtîkayeka înkarker, tuneker û nîjadperest ku li cîhanê qet mînakeka wê tune re rû bi rû ne. Çi dema ku kurdek bibêje “ez kurd im” hingê herwekî ku heqaret li dewletê û tirkayetîyê kiribe tê fehmkirin. Ez ne di wê qenaetê de me ku ev rewþa înkarker a peywendîya kurdan û tirkan li tu dera dinyayê hebe, ne mumkin e ku meriv di tu têkoþîna rizgarîya neteweyî de yan di têkoþîneka civakî ya din de lê rast were. Divê ev îfade wekî mubalexeyekê neyê nirxandin. Ji vê çendê destketinên kurdan dê destektinên fiîlî bin. Ev jî, di serî de bi xwedîlêderketina zimanê kurdî, bi aktuelkirina zimanê kurdî dê mumkin bibe. Rêya herî baþ a çareserîyê xwedîlêderketina zimanê kurdî ye. Tekane rêya ku dê derîyê çareserîyên hîn pêþdetir veke, ev rêya hanê ye. Þaredarîya Sûrê ya Dîyarbekir par ji ber xebatên xwe yên pirrzimanî bi mueyîdeyên îdarî û cezaî re rû bi rû ma. Serekê þaredarîyê ji kar hate avêtin. Ev þaredarîyên wisa ku rêveberîya wan di destê kurdan de ye, çi dema ku zêdetir bibin, ev xebatên wisa yên pirrzimanî çi dema ku zêdetir bibin, ev maf jî bi awayekî fiîlî dê bi dest keve. Dibe ku hinde þaredarîyên din jî ji ber xebatên bi vî tewirî bi mueyîdeyên îdarî û cezaî re rû bi rû bimînin. Lêbelê ger li Diyarbekirê, li Mêrdînê, li Wanê, li Culemêrgê, li Mûþê, li Bidlîsê, li Agirîyê, li Batmanê, li Çewlîgê û hwd. ev teþebusên wisa zêdetir bibin, çi dema ku çalakîyên bêîtaetî yên sivîl zêde bibin, dê zehmet be ku dewlet bi dozvekirinan bi vê prosesê re serî derxe. Ew mafê ku digel hemî astengîyên dewletê bi þêweyekî fiîlî hatibe bidestxistin, hîn qewîtir, hîn mayendetir e.

Hesen, ez di vê bawerîyê de me ku giranîya kurdan di rêveberîyên herêmî de hebe, wekî mînak, ger þaredarî di destê kurdan de bin, ev gelek girîng e. Ez wisa difikirim ku, ev yek ji temsîlîyeta li Meclisa Tirkîyê (TBMM) ya li Anqereyê jî hîn girîngtir e. Ji vê çendê divê kurd gelek girîngî bidin hilbijartinên þaredarîyan, xwe jê re baþ amade bikin.

 

Hêzên derveyî nikanin pirsê çareser bikin

Li gorî qenaeta min ne mumkin e ku hêzên derveyî, em bibêjin, sazîyên navneteweyî bo pirsa kurd teþebusa çareserîyekê bidin destpêkirin. Dê ev yek rast jî nebe. Ev yek, bi lidijbûyîna kurdan a sazîyên navneteweyî re ji nêzîk de eleqedar e. Cemîyeta Miletan ku piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem hate danîn jî, Yekîtîya Neteweyan ku piþtî Þerê Cîhanê yê Duyem hate danîn jî, xwedîyê fikrekî li dijî kurdan e. Ew statukoya ku li dewra Cemîyeta Miletan hatibû danîn, di dewra Yekîtîya Neteweyan de wergerîya þêweyekî hîn xirabtir û hate parastin. Yekîtîya Neteweyan, gelek dîyardeyên ku rewþa wan ne xweþ bû, ku ji dema Cemîyeta Miletan mabûn, hatin sererastkirin an jî guhertin. Lê statukoya ku li navenda Rojhelata Navîn hatibû sazkirin, ango statukoya aîdê Kurdîstanê nehate guhertin, eynen tê muhafezekirin. Ji layê din, gotinên kurdan ên di vê derbareyê de jî ne ewçend tendurist in. Kurd dibêjin, “Em tiþtekî naxwazin, em danîna sînoran, alayê û tiþtekî din nafikirin, tenê em dixwazin mîna birayan ligel hev bijîn.” Ev gotinên hanê ne di wê þîyanê de ne ku sazîyên navneteweyî li ser hesabê kurdan bixînin nav tevgerê. 

 

Dewleta tirk nîjadperest e

Hesenê hêja, ger bala te çûbe ser, bona dewleta tirk li nik rengdêra înkarker, tuneker, min rengdêra nîjadperest jî bi kar anî. Tu bi xwe jî dibêjî “dewleta nîjadperest”, tu vê têgehê gelek bi îsabet bikar tînî. Ez li vir pêwîstî pê dibînim ku derbareyê vê têgehê de þîrove û nirxandineka piçûk bikim. Fikrê tirk, roþinbîrên tirk bi misêwa dibêjin dewlet nîjadperest nîn e. Dibêjin, “Dewleta nîjadperest, dîwarekî bilind di navbera tebayenê xwe yên eslî û ‘yên din’ de, ango di navbera nîjada neteweya xwe û ‘nîjadên’ ku ew wan ji xwe ‘nizmtir’ dibîne de datîne. Bi vî awayî pêþî lê digre ku ‘yên din’ bi nîjada wê ya eslî re têkelî hev nebin. Lê li Tirkîyê rewþeka wisa nîn e. Berevajî wê, xelk têne handan kû têkelî hev bibin…” Ev fikrekî gelek belavbûyî ye. Rastê tirkan, çepê tirkan, lîberalên tirkan, sîyasîyên îslamîst ên tirk bi awayekî pêt piþtgirîya vî fikrî dikin. Herwisa, sazîyên bingehîn ên dewletê yên mîna unîversîte û dadgehan, çapemenî, sendîka, partîyên sîyasî, bi awayekî giþtî rêxistinên civaka sivîl, her wisa ew jî xwedîyê wê helwêst û dîtinê ne ku xwedîtîyê li vî fikrê hanê dikin. Ger ev fikrê hanê ku êdî rûniþtîye, serdest bûye, di nav civakê de bi xurtî hatîye qebulkirin, were vekolîn dê gelek sûdewar be. 

Li salên 1960î, li salên 1970yî, li salên 1980yî, bona Afrîkaya Baþûr, “nîjadperestirîn dewleta cîhanê” dihate gotin. Li wir, rêveberîya postsipîyan ji xelkê xwecihî re digot “Rengê we reþ e. Hûn têkelî nava me, têkelî nava postsipîyan mebin. Bila taxên we, xwendegehên we, nexweþxaneyên we, parkên we, otelên we, plajên we, ciyê keyf û þahîyên we ji me cihê bin.” Bona vê yekê herêmên gelek mezin ku dora wan tev bi têldirîyan hatibû pêçan û jê re “Bantustan” dihate gotin ava kiribûn. Xelkê xwecihî di van herêman de jîyana xwe dewam dikir. Lê di jîyana bi vî þêweyî de xudmuxtarîya xwe jî diparastin. Binesazîya fîzîkî ya van herêmên ku dora wan bi têldirîyan hatibû pêçan gelek lawaz bû, îmkanê jîyanê gelek kêm bûn. Av û elektrîk hertim dihate birrîn. Sîstema kanalîzasyonê gelek xirab bû. Rê, xanî, nexweþxane, hemî avahî bi qîl û qusûr bûn. Lêbelê li van deran xelkê xwecihî bi awayê ku xudmuxtarîya xwe biparêzin, bi awayekî resen, wekî xwe jîyana xwe dewam dikir. Di navbera postsipî û postreþan de dîwarên gelek bilind hatibûn danîn. Ji viya re “Sîstema Apartheid” dihat gotin.

Li salên 1950yî, li salên 1960î, li salên 1970yî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî sîstemeka wisa hebû. Zencî nikanîbûn biçin li qewexaneyên postsipîyan rûnên. Zarokên zencîyan bo xwendegehên ku zarokên postsipîyan têde dixwînin nedehatin qebulkirin. Dîwarên bilind di navbera zencîyan û postsipîyan de hebûn.

Li salên 1990î çi çêbû? Di encama têkoþîna biryardar a xwecihîyên Afrîkaya Baþûr de serekê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Nelson Mandela ji girtîgehê hate berdan. Û di encama hilbijartinên sala 1994 de bû serekkomar. Serekê rêveberîya postsipîyan De Klarkê ku Nelson Mandela 27 salan li zindanê hiþtibû, bû cigîrê serokomarî, bû cîgirê Nelson Mandelayî. Ew xwecihîyên ku di herêmên dora wan bi têldirîyan hatiye pêçan de, di herêmên ku binesazîya wan a fîzîkî gelek lawaz bû de mabûn, lê xudmuxtarîya xwe muhafeze kiribûn û hebûna xwe ya orîjînal parastibûn, bi ser ketibûn. Li vir divê em bala xwe bidin ser vê yekê, ew dewleta ku li cîhanê wekî “nîjadperesttirîn dewlet” tê binavkirin, li dewleteka wisa bê hela fikrê resmî çiqasî dikane bitewe. Ew rêveberîya ku serekê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Nelson Mandela 27 salan li zindanê hiþtibû, piþtî sala 1994, muawînîya wî qebul kirîye. Meriv vê dîyardeyê çawa binirxîne? Herwisa, ev jî tê zanîn ku li salên 1960î, li salên 1970yî, li salên 1980yî, Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê wekî rêxistineka terorîst, herwisa, serekê wê Nelson Mandela jî wekî terorîstekê dihat binavkirin.

Li Tirkîyê rewþ çawa ye? Di jîyana kurdan de, di daxwazên kurdan de guhertinek çêbûye? Fikrên înkarker, îmhaker û nîjadperest hîn jî fikrên bingehîn yên jîyana sîyasî ya tirk in. Ji kurdan re dibêjin, “Heke hûn nirxên tirkayetîyê pesend bikin, heke hûn peywendîya xwe bi tevayî ji kurdayetîyê bibirrin, wekî mînak, heke hûn bi tirkî biaxifin, heke hûn zimanê kurdî bi tevayî biavêjin derveyî jiyana rayagiþtî, derî ji we re vekirî ne. Bi qebulkirina nirxên tirkayetîyê re, bi jiyîna ligel van nirxan hûn dikanin di hemî warên rêveberîyê de cih bigrin, hûn dikanin di rêveberîya kamûyê de, di burokrasîyê de pêþde herin. Hûn dikanin li ser hesabê xwe karxaneyeka arizî ava bikin û karê xwe pêþde bibin. Lê heke hûn kurd bimînin, berevanîya nirxên kurdayetîyê bikin, bona vana bikevin nav têkoþînê, hingê dê tu tiþtek nekeve destê we.” Ji vê çendê, ev gotinên hanê, esas divê mîna tehakumekê bêne dîtin, wekî zordayînekê bêne qebulkirin. Fikrê tirk, roþinbîrên tirk dibêjin, dewlet nîjadperest nîn e, jîyana di nav hev de heye, kurd û tirk têkelî hev bûne, lê behsa þertên bingehîn yê vê têkelbûn û jiyana bi hev re nayên kirin. Bi îfadeyeka hîn vekirîtir, tiþtê ku li ser kurdan tê sepandin ev e: “Hûn ê li gel min bijîn, lê divê hûn biþibihin min, hîn bijîn. Hûn ê wî zimanê prîmîtîv, wan nirxên pirîmîtîv ji bîr ve bikin. Ji bilî viya tu alternatîfeka we nîn e.” Li Tirkîyê, civateka ku bi suret diguhere, ji layê rêveberîyeka ku hîç naguhere tê birêvebirin. Sedemê bingehên yê pirsgirêkan ev e.

 

Nîjadperestîya tirk nîjadperestîyeka tund e

Ez wisa difikirim, ew nîjadperestîya ku dibêje “divê tu ligel min bijî lê biþibihî min, tu yê dev ji wî zimanê pirîmîtîv, dev ji wan nirxên pirîmîtîv berdî, wekî din tu çareya te nîn e”, ji wê nîjadperestîya ku dibêje, “tu têkelî nava min nebe, ji xwe re li derveyî min bijî” gelek girantir e, hîn bêhtir xirabker e. Çunkî xwecihî di nav “nîjadperestirîn dewleta cîhanê” de jî “wekî xwe” jîyana xwe dewam kirin, “wekî xwe” têkoþîyane û bi ser ketine. Lêbelê kurd  ne ku “wekî xwe”, hertim wekî ku dewlet dixwaze, bona dewletê jiyana xwe dewam kirine, “wekî xwe” nebûne xwedîyê tu tiþtekî, nebûne xwedîyê tu nirxekê. Nirxên kurdan di vê prosesê de dest bi rizandinê kirine. Lêbelê tiþtê rast, tiþtê însanî, tiþtê xwezayî ew e ku her civakek “wekî xwe” jîyana xwe dewam bike. Tiþtê însanî, tiþtê xwezayî, tiþtê rast ev e.

Çima dixwazin kurd tevlî tirkan bibin? Helbet bona asîmîlasyonê. Asîmîlasyona kurdan bo tirkbûnê yek ji polîtîkayên bingehîn a dewletê, ya komarê ye. Dewlet bona ku kurdan asîmîle bike, her awa tedvîrên ekonomîk, polîtîk, civakî û kulturî digre, tetbîq dike. Ev dewleta ku li dijî asîmîlekirina tirkên li Bulgarîstanê, tirkên li Trakyaya Rojavayê, tirkên li Kerkûkê, tirkên li Qibrisa Bakur, tirkên li Kosovayê, karkerên tirk ên li Almanyayê derdikeve, lê bona ku kurd bo tirkbûnê asîmîle bibin, di nav hewldaneka gelek pêt de ye.

Fikrê tirk, roþinbîrên tirk li navbera salên 1985-1988, di wê prosesa guhertina navan a li Bulgarîstanê de nîþan dan ku bê hela jîyîna “wekî xwe” çendî hêja ye. Li wan salan, rêveberîya Bulgarîstanê ji tirkên ku li Bulgarîstanê, ji eqalîyeta tirk re digot, “Ger hûn dev ji navên tirkî berdin û navên bulgarî li xwe daynin dê jîyana we hêsantir bibe. Hûn ê bikanibin di rêveberîya Partîya Komunîst a Bulgarîstanê de, di rêveberîya dewleta Bulgarîstanê de cih bigrin, di van rêveberîyan de îmkanên pêþdeçûnê dê bi destê we ve werin. Ger hûn berevajîya vê yekê bikin, dê jîyana we ya li Bulgarîstanê zehmetir bibe.” Ev zordarî û fiþardina rêveberîya Bulgarîstanê ya li ser eqalîyeta tirk, di serî de ji layê serekkomarîya Tirkîyê, Meclisa Tirkîyê (TBMM), serekwezîrtî, hukûmet û rêveberîya kamûyê, ji layê çapemenîyê, ji layê unîversîte û organên dadgehê, partîyên sîyasî, sendîkayên karsaz û karkeran, ji layê sazîyên civaka sivîl, ji layê sazîyên dînî û sazîyên werziþî, hîn ji layê gelek sazîyên din ve bi awayekî pêt hatibû rexnekirin. Rêveberîya Bulgarîstanê bi nîjadperestî û dagîrkerîyê, bi emperyalîstîyê, bi kevneperestî û li dijî hemdemîyê hatibû tawanbarkirin. Bang li sazîyên navneteweyî hatibû kirin ku li dijî Bulgarîstanê bikevin nav tevgerê, rêveberîya Bulgarîstanê rexne bikin, daku di vî warî de paþde gav biavêje. Di çarçeveya peywendîyan de her sazîyeka Tirkîyê bi sazîyên muadilê xwe yên li welatên derve re peywendî datanî û ji wan dixwest ku bila Bulgarîstanê rexne bikin, bila zorê li Bulgarîstanê bikin daku dev ji vê polîtîkaya xwe ya li dijî hemdemîyê berde. Di vê prosesê de bi awayekî vekirî tê fehmkirin ku bê hela jîyîna “wekî xwe” çendî hêja ye.

 

Tirk tiþtên ku bona xwe dixwazin layîqê kurdan nabînin

Ji vî layî de em lê binihêrin, hingê em ê taybetîyeka din a nîjadperestîya tirkî bibînin. Bona tirkan xwedîlêderketina li nirxên neteweyî, wekî mînak, bi awayekî azad bikaranîna zimanê tirkî gelek hêja ye. Tirk li her derê, di her hel û mercî de vî mafî bona xwe dixwazin, diparêzin. Lêbelê nirxên ku tirk layîqê xwe dibînin, bona xwe dixwazin, bona hinekên din, wekî mînak, layîqê kurdan nabînin, bona kurdan naxwazin. Hinde tiþtên ku hûn layîqê xwe dibînin, hûn bona xwe dixwazin, ger hûn bona hinekên din jî nexwazin, hûn layîqê hinekên din nebînin, dema ku hinekên din bibin xwedîyê van tiþtan, dema ku hinekên din bona gihîþtina van tiþtan têbikoþin, hûn hewl bidin xwe daku têkoþîna wan bipelêxin, hingê dê ev bête vê wateyê ku di vî fikrî de, di vê kirinê de nîjadperestî heye. Rêveberên dewlet û hukûmeta tirk, meclisa tirk, hukûmet, rêveberîya kamûyê, unîversîte, organên dadgehê, partîyên sîyasî yên tirk, sendîkayên karkeran, beþeka gelek mezin a rêxistinên civaka sivîl, sazîyên dînî ên tirk, sazîyên werziþî yên tirk û hîn gelek sazîyên din, wekî mînak, ew mafên ku bona tirkên li Bulgarîstanê dixwazin, layîqê kurdan nabînin, bona kurdan naxwazin. Li dijî têkoþîna kurdan a di vî warî de derdikevin. A nîjadperestî ji viya re tê gotin. Ji layê din, rewþa tirkên li Bulgarîstanê û rewþa kurdên li Rojhelata Navîn, em bibêjin, rewþa kurdên li nav sînorên Tirkîyê ji hev gelek cihêtir e. Kurd bi hezaran sal in ku li ser axa xwe jîyana xwe dewam dikin. Lê tirkên li Bulgarîstanê, ew tirk in ku Osmanî piþtî ku ew dever fetih kir, hingê di navbera salên 1376-1387 de ji Anadolîyê rakirin birin li wan deran cîbicî kirin. Herwisa, ev jî tê zanîn ku êrîþên tirkên oguz ji Asyaya Navîn bo Anadolîyê, di navîna sedsala yazdehemîn de çêbûye. Di van rûdanan de girîng e ku meriv bal bikþîne ser van xalan. Rêveberîya Bulgarîstanê li sala 1988 dev ji wan kirinên xwe berdaye. Îro, tirkên li Bulgarîstanê, eqalîyeta tirk a li wir bi partîyên xwe yên sîyasî re, bi partîya xwe Partîya Mafan û Azadîyan bûne hevpiþkên hukûmeta Bulgarîstanê. Belam li Tirkîyê, digel ewçend têkoþîna wefadar û fedakar, navê kurd û kurdî jî hîn qebul nebûne. Wekî mînak, di þûna kurdî de dibêjin “zimanê derveyî tirkî, zimanên mehellî”, di þûna “Hukûmeta Herêma Kurdîstanê” de dibêjin “dîyardeya li bakurê Îraqê”.

Dîmensîyoneka din jî ya van peywendîyan heye. Di fikrê tirkî de dîmensîyoneka mîna “mafê tirkan ê rêvebirina miletên din” jî heye. Tirk xwe wekî qewmekî necîb dibînin, dibêjin tirk xwedîyê wê qabîlîyetê ne ku dikanin miletên din jî bi rê ve bibin. Tirk vî mafî mîna mafekî îlahî têdigihên. Di nav rastê tirkan de, di nav muhafazakarên tirkan de ev fikr hîn bêhtir bi awayekî vekirî, bi awayekî karîger tê îfadekirin. Di vê navberê de, dibêjin kurd ji qewmekî hîn nizmtir tên, ji vê çendê ew nikanin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin, hertim serkêþên kurdan ji layê ereban ve, ji layê farsan ve, ji layê tirkan û hwd. ve hatine birêvebirin. Helbet ev jî, nîyet û fikrên nîjadperest in. Ma nîjadperestî wekî din dê çawa bête îfadekirin?

 

_______________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

Çavkanî: www.kurdistan-post.org

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org