Li Ser Bahoz (Firtina)…

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî:  Roþan Lezgîn

   

  

 Bahoz/Firtýna, fîlmekî Mezopotamya Sînema ye. Senaryoya vî fîlmî ji layê Kazim Ozî ve hatîye amadekirin. Derhênerê vî fîlmî jî, dîsa, Kazim Oz e.

Ez dixwazim derbareyê vî fîlmî de hest û fikrên xwe îfade bikim.

Hevalekî min î gelek nêzîk, gelek ciwan hebû. Bo min behsa salên destpêkê yên xwendina xwe ya li unîversîteyê kiribû. Dawîya salên 1980yî, destpêka salên 1990î… Digot, “Me zanibû ku em tirk in, lê me nizanibû em ji kîjan êla tirk in. Me meraq dikir ku bê hela kurd ji kîjan êla tirk bûn. Bona viya, diviyabû me kitêb bixwendana. Em li kitêbfiroþan ketibûn pey kitêban, me kitêb dipirsîn. Kitêbfiroþek, xwendina kitêbên Beþîkçî pêþnîyaz kir. Em di prosesa van xwendinan de ji koka xwe haydar bûn, me zanî ku kurd miletekî din e.

Di fîlmê Bahoz de xwendevanekî ciwan ku hîn nuh lîseyê qedandîye û li Îstanbulê dest bi unîversîteyê dike heye: Cemal. Xwendevanên kurd ên þoriþger ku li unîversîteyê dixwînin, hewl didin xwe ku xwendevanên nuh jî organîze bikin. Bi Cemalî re jî peywendî datînin. Bo Cemalî behsa kurdan, mafê kurdan, ji destê kurdan stendina van mafan dikin. Cemal dide zanîn ku ew ji Tucelîyê hatîye û dibêje “Ma kurd jî ne tirk in?” Di navbera Cemalî û hevalên wî de nakokîyên pêt çêdibin. Heta ku ev hevkiþandin digihê wê radeyê ku keça kurd Hêlîn ji ber vê sersarîya wî þîlmaqekê li Cemalî dixe lê bi hemet tevdigerin daku peywendîya ligel hev nebirin.

Bahoz, li 30 salên dawîn têkoþîna þoriþgerî ya xwendevanên unîversîteyê, bi taybet têkoþîna kurdan vedibêje. Di serê fîlmî de ew xwendevanên ku bi polîtîkayê re, bi pirsgirêkên sîyasî û civakî yên Tirkîyê re hîç eleqedar nabin, jîyana wan a li unîversîteyê jî hatîye nîþandan. Di fîlmî de bi awayekî girîng bo têkoþîna kurd bal tê kiþandin. Bi eleqedarî, bi heyecan û baldarî tê þopandin ku bê hela di Cemalî de veguherîna derûnî û hiþmendîyê çawa çêdibe, haydarbûn çawa geþ dibe, zanîn çawa pêþde diçe. Cemal jî bi kitêbeka Beþîkçî dest bi xwendinê dike. Di fîlmî de peyamên gelek girîng, ne ku bi gotinan, bi rêya mîmîkan tên dayîn. Wekî mînak, kenekî sivik î rewnak, çavên ku dibiþirin, ronahîyek ku ji hundirê çavan belav dibe, peyamên gelek girînd diafirînin. Meriv dikane vê yekê wekî uslûbeka afirînerîyê jî bihelsengîne. Di fîlmî de 4-5 peyamên wisa hene.

Di fîlmî de kêlîyeka trajîk, sehneyeka trajîk heye. Yê ku trajîk e, çi ye? Em rêveberîyeka otorîter a faþîst bifikirin. Hêzên asayîþê bi ser malekê de digrin. Li mal, dê-bavek û du zarok/xort hene. Fermandeyê hêzên asayîþê ji jinikê/dayîkê re wisa dibêje: Ev malbat li dijî rêveberîya me xebitî. Guh neda talîmat û fermanên me. Dê ev helwêst bê ceza nemîne. Em ê ji van her du zarokan yekî bibin û bidin ber devê guleyan. Em kîjanê bibin, tu bibêje.

A ev e, di vê kêlîyê de rewþa derûnî ya jinikê, bêhuzûrîya wê ya derûnî, trajîk e. Bêguman jinik dixwaze her du zarokên xwe jî biparêze, dixwaze her du jî bijîn. Lê divê ji zarokan yek jê bibin bidin ber devê guleyan. Û wî mafî didin jinikê ku bikanibe ji her duyan yekî hilbijêre. Di vê kêlîya trajîk de hilbijartin çênabe. Tiþtê ku vê kêlîyê dike trajîk, nebûna hilbijartinê ye. Çareserî, bi biryara ku ji layê hêzên ji derveyî jinikê û zarokan hatîye dayîn ve pêk tê. Bi demê re pêk tê.

Di fîlmê Bahoz/Firtina de wekî viya, kêlîyeka trajîk a giran heye. Pêrgî hev hatina bav û kur, ango Cemal û bavê wî ku li dersxaneyeka vala ya unîversîteyê rastî hev tên… Kurik bona ku ji teqîbata polîs xilas bibe, xwe diveþêre. Wekî kesekî winda tê zanîn. Bav li kurê xwe digere. Ji kantîna unîversîteyê, ji polîsxaneyan pirsa kurê xwe dike. Ya rast, kantîn û salona dersxaneyê ji hev gelek nêzîk in. Cemal dema ku di pencereyê re li derve dinihêre, hay ji bavê xwe yê ku bi tena serê xwe li ser bankekê rûniþtîye, dibe. Û ji hevalê xwe dixwaze ku bavê wî bigre bîne cihê ku ew lê dimîne. Di wê kêlîya ku hevalê wî ji derî derdikeve derve ku biçe bavê wî bîne, polîs xwe didin nêzî bavê wî, tiþtek jê re dibêjin û diçin. Cemal poþman e ku hevalê xwe þandîye ber bavê xwe. Heval, ji polîsan bêxeber e. Bavî digre tîne ber Cemalî. Bav û kur li vê dersxaneya ku behsa wê bû, rastî hev tên. Bav dixwaze kurê xwe bibe mal, bibe gund. Kurik bi mîmîkan dide zanîn ku ew vê daxwazê qebul nake. Awayê rûniþtina bav û kur a li dersxaneyê jî vê nakokîyê nîþan dide. Temaþevan gelek meraq dikin ku dê bav ji kur re, kur ji bav re çi bibêje. Cemal di nav bêhuzûrîyeka kûr a derûnî de ye. Êdî difikire ku tevli têkoþînê bibe. Ji layekî ve jî, pabendîya bi malbatê ve, berpirsîyarîyên malbatî hene. Dema ku di nav bêhuzûrîyeka wisa de ye, lihevrasthatina wî û bav pêk tê. Di vê rewþê de, dema ku meraqek, heyecanek bi meriv re çêdibe, di wê kêlîyê de ew hevalê ku ji rewþa Cemalî xeberdar e, xeberê didiyê ku polîs tê. Cemal gelek bi lezgînî ji salonê derdikeve. Bav jî bi awayekî neçar li pey kurê xwe bazdide lê kur winda dibe. Ew diyaloga ku dihate payîn, çênabe. Di vir de meriv afirînerîya derhêner Kazim Ozî dibîne. Ger diyalog çêbûbûya, dê bûbûya diyalogeka basît. Dibe ku diyalog neþîya wê kêlîya trajîk deþîfre bikira. Diyalog, dibe ku vê kêlîya trajîk a gelek giran sivik bikira. Kêlîya trajîk ji layê kesên ji derveyî Cemal û bavê wî ve çareser dibe. Kêlîya trajîk ji layê hevalê Cemalî û polîsên di teqîbatê de, tê deþîfrekirin. Di vir de afirînerîyek heye.

Piþtî muhasebeyeka derûnî a pêt, Cemal biryar dide ku tevlî têkoþînê bibe. Bahoz/Firtina, ji layekî ve jî, muhasebeya derûnî ye. Êdî di nav gelê xwe de ye. Di nav xelkê wî de hinde merivên ku wî nas dikin jî dertên. Lê êdî ew dibêje ez Mehmûd im. Bi dawetekê re tevlî têkoþînê dibe. Daweteka kurdan. Li Anqere û Îstanbulê min beþdarî bo gelekê dawetên kurdan kiriye. Ji wan re daweta kurdan dihat gotin. Lêbelê ew qet jî ne dawetên kurdan bûn. Ligel folklorekî tirkîzebûyî û xirabûyî çend stranên kurdî… Lê ya di fîlmî de, tam daweteka kurdan bû. Dawet, li ser ava çemekê, di kelekekê de çêdibe. Ketina govendê ya merivên sere gelek muhteþem bû. Ji govendê zêdetir, amadekarîya bo govendê, ketina govendê hîn bêhtir muhteþem bû, lerz bi canê meriv dixist. Dr. Cemþîd Bênderî digot “Li Zagrozan jîyaneka muhteþem a pêþîyên me hebû.” Govendgirtina merivên sere min bir zemanên kevnare, min bir Zagrozan. Govendgirtinê, kesekî din jî anî bîra min. Dibêjin Mela Mistefa Barzanî gotîye, “Kurdê ku govend negire, ne kurd e.” Em di dawetê de Þivan Perwerî jî dibînin… Orhan Kotanî bona Þivan Perwerî wisa digot: Þivan Perwerî bi stranên xwe, bi ajîtasyona xwe kurdê razayî þîyar kir, xist tevgerê, hejand. Êdî ev kurdê hanê ranazê…

Di destê Cemalî de parçeyek kevir heye. Parçeyekî kevir ê niqirandî, neqiþandî. Li kevîya avekê, wê dema ku li lîseyê xwendevan bû, ev parçeyê kevir ketîye destê Cemalî. Lê mîna kevirên din, ji destê xwe bernedaye, neavêtîye. Tiþtekî girîng ku bi xwe re ji Dêrsimê biriye Îstanbulê. Carînan di nav destê xwe de dibe û tîne, bi vî awayî pê qerîya xwe tîne. Hinde caran demeka dirêj li vî parçeyê kevir mêze dike û têde bi kûr ve diçe. Ev kevir, ez wisa texmîn dikim ku li dorûberê gundê wî ji eserekî arkeolojîk hema elelusûl hatîye jêkirin.

Cemal dema ku di nav gelê xwe de li ser kelekê diçe, vê parçeyê kevir ji nav destê xwe bera nav avê dide. Dema zarok bû, ev parçeyê kevir tam li van deran ketibû destê wî. Ev parçeyê kevir ku ji Dêrsimê bi xwe re biriye Îstanbulê, ji Îstanbulê cardin bi xwe re anîye, li gorî min parçek ji eserekî arkeolojîk e, bi vî awayî cardin vedigere tê cihê ku aîdê wir e.

Di fîlmê Bahoz/Firtina de kadroyekî gelek hêja, kadroyekî bi kalîte ya lîztikvanan heye. Lîztikvanên di rola Cemal, Hêlîn, Orhan û Rojdayê de gelek serketî ne. Lîztikvanê din jî… Gelek hêja ye ku di fîlmî de slogan nîn e, hemî peywendî, hemî gotin di proseseka xwezayî de dewam dikin.

Li 30 salên dawîn, têkoþîna þoriþger a xwendevanên unîversîteyê, bi taybet têkoþîna kurdan, karîgerîya wê ya li ser xwendevanên unîversîteyê, bi baldarî, bi heyecan tê temaþekirin.

 

  

 

 

  

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org