Li Ser Edebîyata Kurdî…

   

 

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî:  Roþan Lezgîn

   

 

 

Edebîyata kurdî ew edebîyat e ku ji berhemên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsîn pêk tê. Çi dema ku bi zimanê kurdî þîîr, çîrok, roman, tiyatro, ceribandin, rexne, bîrhatin, name û hwd. bêne nivîsîn, hingê meriv dikane vana di nav edebîyata kurdî de bihelsengîne. Bi zimanê erebî edebîyata kurdî nabe, bi zimanê farisî edebîyata kurdî nabe, bi zimanê rûsî edebîyata kurdî nabe, bi zimanê tirkî jî edebîyata kurdî nabe.

Di nav cureyên nivîsînê de girîngîyeka taybet ya romanê heye. Ger di zimanekî de roman bihê nivîsîn, meriv dikane bibêje ku ew zimanekî pêþketî, jîndar û zimanê nivîsînê ye. Ji vê çendê, ev pêþdeçûneka ber bi çav bû ku Mehemed Uzunî romanên xwe bi kurdî (kurmancî) nivîsîn.

Hesen Bildirici nivîskarekî kurd e, romannusekî kurd e. Nivîskarek ku kurdan, Kurdistanê, têkoþîna gerîlayan ku bûyera herî girîng ya 30 salên dawîn e û gerîlayan qiset dike. Lê nivîsên xwe, romanên xwe, çîrokên xwe bi tirkî dinivîse. Gelo meriv diþê van berheman ji edebîyata kurdî bihesibîne? Ez wekî kesekî neþêm ji viya re bibêjim belê. Ez wisa difikirim: Ger Hesenî çîrokên xwe, romanên xwe bi kurdî binivîsanda, ev bi kurdî bihatana weþandin, em bibêjin ku bila tenê 50 heb bifirotana. Ev bi tenê jî dê nîþan bidana ku edebîyata kurdî gaveka mezin pêþ de avêtiye. Lê ne hêsan e ku meriv ji bo berhemên bi zimanê tirkî viya bibêje. Hesen Bildirici nivîskarekî muxalif e. Muxalefeteka gelek mafdar, gelek pêt li hemberî sîstema siyasî ya tirk, li hemberî rejîma siyasî ya tirk dimeþine. Bi vê helwêsta xwe behsa kurdan, Kurdistanê, gerîlayan û têkoþîna gerîlayan dike. Hesen Bildiriciyê ku vana bi zimanê tirkî dinivîse û bi zimanê tirkî jî gelek baþ bi kar tîne, gelo mumkin e ku meriv wî têxe nav edebîyata tirkî? Ez ji vê pirsê re jî nabêjim belê. Ev e, di vê xalê de, Hesen Bildirici xwe çawa dinirxîne, xwe li kîderê datîne? Ya duduyan, nivîskarên Kurdistan-Post Hesen Bildiriciyî çawa dinirxînin, wî li kîderê datînin? Ya sisêyan, ev jî girîng e ku derdorên edebîyatê Hesen Bildiriciyî çawa dinirxînin, li kîderê datînin.

Li Amerîkaya Baþûr, li Brezîlyayê portekîzî tê axaftin. Zimanê resmî portekîzî ye. Li welatên mîna Venezuela, Kolombiya, Peru, Ekvator, Bolîvya, Uruguay, Paraguay, Þîlî û Arjantîn, ji derveyî Brezîlyayê li hemî welatên Amerîkaya Latîn spanyolî tê axaftin. Zimanê resmî spanyolî ye. Li welatên mîna Guatemala, El Salvador, Honduras, Nîkaragua, Kostarîka û Panama, li Meksîka û Kubayê spanyolî tê axaftin, zimanê resmî spanyolî ye. Digel viya dîsa jî li welatên mîna Arjantîn, Þili, Kolombiya, Venezuela û Meksîka ne ku behsa edebîyata spanyolî lê behsa edebîyata Meksîkayê, edebîyata Kolombîyayê, edebîyata Venezuelayê dibe. Ne ku behsa edebîyata Portekîzê, behsa edebîyata Brezîlyayê tê kirin. Wekî mînak, xwedîyê xelata edebîyatê ya Nobelî yê sala 1982 Gabriel Garcia Maquez bi spanyolî dinivîse.

Xwedîya xelata edebîyatê ya Nobelî yê sala 1945, nivîskara Þîlîyî Gabriela Mistral (1889-1957) bi spanyolî dinivîse. Xwedîyê xelata edebîyatê ya Nobelî yê sala 1967, nivîskara Guatemalayî Miguel Angel Asturias (1999-1974) bi spanyolî dinivîse. Xwedîyê xelata edebîyatê ya Nobelî yê sala 1971 Pablo Neruda (1904-1973) bi sipanyolî dinivîse. Xwedîyê xelata edebîyatê ya Nobelî yê sala 1990, nivîskarê Meksîkayî Octavio la Paz (1914-1998) bi spanyolî dinivîse.

Digel ku bi zimanê spanyolî û portekîzî diaxifin û dinivîsin, digel ku zimanê resmî ev in, divê ev bibe lêkolîneka balkêþ ku gelo edebîyatên xwecihî, yanî edebîyata Brezîlyayê, ya Þîlîyê, ya Arjantînê, ya Meksîkayê, ya Kolombîyayê û hwd. çawa pêk hatiye. Piþtî ku Amerîka keþf bû û vir de nufûseka mezin ya spanyol û portekîzîyan çû Amerîkaya Latîn. Her ku çû portekîzî û spanyolî li wê herêmê zêdetir bûn. Vana, ji ber vî sedemî yan wî sedemî gelên xwecihî dikuþt. Medenîyet û kultura xelqê xwecihî diruxand.

Dema ku nufûsa xwecihîyan kêm dibû, spanyolî û portekîzîyan her ku diçû nufûseka mezintir pêk dianî. Rêvebirîyê girtin destê xwe. Nivîskarê Uruguayî Eduardo Galeano (Bûyin: 1940) di kitêba xwe ya bi navê Rehên Birandî Yên Amerîkaya Latîn de vê prosesê bi kîtekît qal dike. Ev þêwaz, bêguman, bi kralîyetên Spanyol û Portekîzê ve girêdayî bû. Hîn paþê, spanyolî û portekîzîyên ku li Amerîkaya Latîn kom bûn, li hemberî Spanya û Portekîzê serî hildan û serxwebûnîyê bi dest xistin. Simon Bolivar (1783-1830) lîderek ji pêþengên vê têkoþînê bû.

Venezuela di sala 1810 de serxwebûnîya xwe bi dest xist. Di sala 1821 de Kolombîyaya Mezin damezirî. Di sala 1827 de Panama, Peru, Bolîvya û Kolombîyayê serxwebûnîya xwe bi dest xistin. Her ku çû tevayî Amerîkaya Latîn bû serbixwe.

Meriv diþê bi hêsanî bibêje ku bav û kalên gelên ku niha li Amerîkaya Baþûr, li Amerîkaya Navîn dijîn, spanyolî û portekîzî ne. Vê nufûsê ziman û kultura spanyolî ligel xwe bo Amerîkaya Latîn anîye. Ji alîyekê ve jî hewl daye xwe daku ziman û kultura gelên xwecihî tune bike. Digel van qirkirinên mezin, îro li Amerîkaya Baþûr, ger hindik be jî, nufûseka xwecihî heye. Herwekî li Bolîvyayê, xwecihîyên ku di rêvebirîyê de kar dikîn jî hene.

Li Amerîkaya navîn û Amerîkaya Baþûr li hemberî zimanê spanyolî û yê portekîzî rewþa zimanên xwecihî çi ye, yên ku bi zimanên xwecihî dinivîsin hene, çiqas hene, ez nizanim. Rewþa kurdan û zimanê kurdî gelek cihê ye. Kurd ji destpêka dîrokê û bi vir de li welatê xwe, li Kurdistanê dijîn û kurdî bi kar tînin. Mêjûya ku tirk hatine Anadolîyê jî, sedsala 11. ne… Ji alîyê din, eþkera ye ku li hemberî zimanê erebî, farisî û tirkî, zimanê kurdî zimanekî pêþketî ye, zimanê nivîsînê ye. Digel ewçend kirinên asîmîlasyonê, digel qedexeyan, kurdî hîn jî li piya ye, ev yek ji ber hebûna wê ya xurt pêk tê. Nivîskarên tirk, endamên unîversîte û çapemenîyê carînan behsa hinek eþîrên ku bi kurdî diaxifin dikin. Dibêjin, ev eþîret esas tirkman in lê bi demê re bûne kurd. Bi vî awayî, yan jî bêyî ku hay jê hebin, hêza zimanê kurdî li meydanê datînin.

Li Afrîkayê berîya þerê cîhanê yê duyem tenê 2 dewletên serbixwe hebûn. Hebeþîstan û Lîberya. Îro li Afrîkayê 53 dewletên serbixwe hene. Zimanê resmî yê van dewletan îngilîzî, fransizî, spanyolî yan jî portekîzî ye. Vole Soyinkayê ku xelata edebîyatê ya Nobelî ya sala 1986 girt nivîskarekî Nîjeryayî bû. Bi îngilîzî dinivîse. Ez nizanim îro edebîyata Nîjeryayê, ya Senegalê, ya Ganayê, ya Mozambîkê û hwd. heye yan na. Li hemberî zimanê mîna îngilîzî, fransizî, portekîzî û spanyolî rewþa zimanên xwecihî çi ye, di vê derbareyê de ez ne xwedîyê agahîyeka tendurist im. Leopold Sedar Senghor (1906-2001) pêþewayê tevgera rizgarîya Senegalê bû. Di gihîþtina serxwebûnîya Senegalê li sala 1960 de roleka girîng hildabû. Di navbera salên 1960-1980 serekê komarê bû.

Îro zimanê resmî yê Senegalê fransizî ye. Bona Leopold Sedar Senghor dibêjin “Þaîrekî gelek hêzdar e, zimanê fransizî gelek baþ bi kar tîne. Wekî nivîskarekî fransiz bi kîtekîtên zimanê fransizî dizanîbû, hetta ku baþtir ji fransizekî dizanîbû.” Lêbelê li hemberî zordarîya kolonyalîstan zimanê zikmakîyê wî pêþ de neçûbû, wî zimanê xwe nizanîbû. Ji vî layî ve, gelo em ê van gotinan wekî rexneyekê yan wekî pesindanekê qebûl bikin, ez ne emînim. Kwame  Nukrumah (1909-1972) lîderê tevgera rizgarîya neteweyî ya Ganayê bû. Li sala 1960 ku Ganayê serxwebûnîya xwe ji Îngilîstanê stendibû, wî roleka girîng hildabû. Dibêjin ew gelek baþ bi îngilîzî dinivîse û diaxife. Îro li Ganayê zimanên xwecihî jî hene. Lê zimanê resmî îngilîzî ye. Eynî gotinan meriv dikane bona lîderê Kenyayê Jomo Kenyatta (1894-1978) jî bibêje. Jomo Kenyatta di gihîþtina serxewebûna Kenyayê de rolekî girîng lîztibû. Kenyayê di sala 1963 de ji Îngilîstanê serxwebûnîya xwe bi dest xistibû. Di sala 1963 de bi serxwebûnîyê re ji zindanê hatibû derxistin û li ser textê serekwezîrtîyê hatibû rûniþtandin (1963-1964), hîn paþê, îcar wekî serekê komarê jîyana xwe dewam kiribû (1964-1978). Gelo edebîyateka Ganayê, edebîyateka Senegalê, edebîyateka Kenyayê heye, çawa dest pêkiriye, çawa pêþ de çûye, divê ev rewþa hanê bihê vekolandin. Lê divê em bizanin ku rewþa kurdan û zimanê kurdî ji vana gelek-gelek cihêtir e.

Di dema kolonyalîzmê de prosesa ku li Amerîkaya Baþûr rû da, li Afrîkayê çênebû. Tenê li Afrîkaya Baþûr proseseka di þibhê wê de çêbû. Rêvebirîya sipî ku bi Îngilîstanê ve girêdayî bû, di sala 1960 de di encama hevdîtinên qanûnî de serxwebûnîya xwe bi dest xist. Lê di Afrîkayê de proseseka din çêbû. Ji Afrîkayê bo Amerîkayê kole hatin veguhestin. Însan ji hembêza Afrîkayê bi darê zorê dihatin derxistin û li Amerîkayê di bazarên koleyan de dihatin frotin. Lêbelê li Afrîkayê rêvebirîyên sipî ku bi Îngilîstan yan Fransayê ve, bi Spanya yan Portekîzê ve grêdayî nehatin damezrandin. Faktora dîyarker, nufûsa ku piranîyê pêk dianî, dîsa xwecihî bûn.

Hesen Bildirici romannusekî gelek hêja ye. Çîrokên wî jî hêja ne. Ger bi kurdî binivîsîya dê gelek hêjatir bûbûya. Lê bi tirkî nivîsîn, vê nirxa wî kêm nake. Romana wî ya dawîn Geçmiþin Gölgeleri jî romaneka wisa ye ku gelek baþ hatîye hunandin. Di romanê de du karakter bal dikþînin. Ehmed Zana û Maria Xanim. Ehmed Zana kurdekî terbîyeya gerîlatîyê girtîye, exlaqê gerîlatîyê di xwe de bicih kirîye, li Swîsreyê multecî ye û debara xwe bi xebatê temîn dike. Di þaredarîyeka piçûk de li goristanekê dixebite. Kurdekî ku di zindanê de raketîye, îþkence dîtiye û bi “cînayetên faîlê wan nedîyar” ji nêz de xwedî agahî ye. Ji ber ku li goristanê ev bîrhatinên wî hertim ji nuh de zinde dibin, lewre hertim dibêje ez dixwazim di karekî din de bixebitim. Maria Xanim heskirîyê xwe di ciwanîyê de ji dest daye, yeka wisa ye ku dixwaze bîrhatinên wî zinde bihêle û li jiyana xwe dewam bike. Dema ku min romana Geçmiþin Gölgeleri xwend, romana Orhan Pamukî Masumiyet Müzesi hat bîra min. Kemalê di romanê de diþibihe Maria Xanimê. Kemal jî dixwaze jina ku jê heskiribû di xwe de, di bîrhatinên xwe de bide jiyandin. Ji vê çendê jî her dem dixwaze ligel wê be. Kemalê di Masumiyet Müzesi de yekî wisa ye ku dixwaze bona xwe bijî. Maria Xanim jî wisa ye, tenê Maria Xanim yeka wisa ye ku musewîyan, kurdan û têkoþîna wan têdigihê… Di romanên Hesen Bildirici de karakterên wisa çêdibin. Karakterên ku ber bi civaka kurd in, ber bi însanên kurd in…

Di romanên Hesen Bildirici de sazkirineka gelek qewî heye. Gelek baþ ziman bi kar tîne. Dema ku rewþa derûnîya merivan nîþan dide, gelek balkêþ e ku ji xwezayê teþbîhan dike, bi xwezayê re hevbeþîyan nîgar dike. Ji bo ku rewþa derûnîyek ku tada dîtîye, ruxîyaye û pelixîye nîþan bide, qala baxçeyên wêranbûyî, gundên ruxîyayî, axa ku di bin tavê de disincire, terk lê dikevin dike. Ev vegotineka balkêþ e. Tavilî bala meriv dikþîne ku qelemeka pêçîde ya Hesen Bildiriciyî heye.

Di edebîyata cîhanê de karakterên nemir yên mîna Hamlet, Macbeth (Shakespeare), Mosyo Jourdain (Moliere), Don Kîþot (Cervantes), Madam Bovary (Gustave Flaubert), Julien (Stendhal), Goriot Baba (Balzac) Raskolnîkov (Dostoyevskî), Anna Karenina (Tolstoy), Oblomov (Gonçarov) û Înce Memet (Yaþar Kemal) hene. Hesen Bildirici jî diþê di romanên xwe de karakterekî kurd yê nemir pêk bîne. Di romanê de tiþtê girîng ew e ku têkilîyên di navbera însanan de, kûrahîyên derûnîya merivan bihê nîþandan, rewþa însanan ya li hemberî xwezayê, wêrekî, bêçaretî, bêzarî û ezma merivan li ber çav bihê raxistin. Pêþdebûn an nebûna civakê dîyarker nîn e.

Ev kêmasîyeka gelek mezin e ku heta niha çîrok û romanên Hesen Bildirici bo kurdî nehatine wergerandin. Ger Yasak Ülkenin Günlüðü, Ülkeye Dönüþ, Þervan, Van Gölü’nde Yýlanlý Bir Günün Esrarý, Son Mektup, Dönüþü Olmayan Yol, Pusu û Geçmiþin Gölgeleri di demeka kurt de bo kurdî bihên wergerandin dê gelek sûdewar be. Herwisa kitêbên bi navê Bekaa, Yaratýlan Toprak, Kürt Halkýnýn Dostlarý Kimlerdir? Beþikçi Eleþtirilerinin Anlamý jî…    

Ev mijar, bêguman gelek girîng e. Polîtîkaya bingehîn ya dewletê asîmîlasyon e. Ev tê zanîn ku di prosesa asîmîlasyonê de kurd û zimanê kurdî çendî hatine tehqîrkirin. Hingê divê nivîskarên kurd ji heqê van kirinên dewletê de werin. Divê vegotineka mîna “dewletê min/me asîmîle kiriye, pêþî lêgirtiye ku ez zimanê xwe fêr bibin” qebûl nebe. Ji alîyê din ve, nivîskarên kurd, ne ku bi navên li xwe kirî, ger bi navên xwe yên vekirî yên di nasnameyê de binivîsin, dê sûdewar be. Ji bona ku rayagiþtî û nivîskarên din wan nas bikin, ji vî alîyî ve ev pêwîst e.

01.08.2009

____________________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

Ev gotar bi sernavê “Kürt Edebiyatý Üzerine…” li malpera www.haberdiyarbakir.com û www.peyamaazadi.com weþîyaye.

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org