|
Li Tirkîyê Zanistîyên Sosyalî Mumkin in? Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn
Kovara
Toplum ve Kuram (Civak û Teorî) di meha kewçêra 2008 de bona
zanyarên sosyalî vexwendnameyek hinartîye. Di vê vexwendnameyê de
pirseka gelek girîng a weki “Li Tirkîyê zanistîyên sosyalî (sosyal
bilimler) mumkin in?” heye. Ez dixwazim derbareyê vê mijarê de fikrê
xwe beyan bikim. Di
vê behsê de mijara ku herî zêde divê bête vekolîn, îdeolojîya
resmî ye. Îdeolojî, bi awayekî giþtî, ji zanistîya ramanan re tê
gotin. Wekî komplîkasyona ramanên di gelek waran de tê tarîfkirin.
Tevayîya fikrên ku di warên sîyasî, civakî, kulturî, îdarî, huqûqî,
hunerî û hwd. de ne. Ev tarîf, bona nasandina îdeolojîyê gelek kêm
dimîne. Helbet di îdeolojîyan de elementa fikrî heye. Lêbelê tiþtê
ku îdeolojîyan dîyar dike, ji fikr zêdetir, elementa bawerîyê ye.
Bawerîya ku dibêje, ev fikr fikrê herî rast e û bona serdestkirina vî
fikrî hertim di nav hewldanê de ye… Îdeolojî, ji bilî ramanan,
bizavê jî di xwe de dihewîne. Piþtî ku dibêje, “tenê rastîyek
heye, ew jî fikrê partîya me ye”, êdî guh nade fikrê partî, grûb
yan kesên din. Îcar îdeolojîya resmî, ne îdeolojîyek ji îdeolojîyan
e. Bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê tê xwedîkirin, tê
parastin. Rexnekirina îdeolojîya resmî, qebûlnekirina îdeolojîya
resmî, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê tê astengkirin.
Helwêsta li hemberî fikr û bawerîyên dînî (ol; ayîn) û helwêsta
li hemberî pêþnîyazên îdeolojîya fermî, gelek diþibihin hevûdin.
Dîtinên dînî nayêne rexnekirin, ji rastîya wan guman nayê kirin,
dest tê nayê dayîn. Meriv, girseyên xelqê, bawerîya xwe bi van dîtinan
tînin, hewl didin xwe ku fermanên van dîtinan bicih bînin. Îdeolojîya
resmî jî wisa ye. Pêþnîyazên ku îdeolojîya resmî dike jî, pêþnîyazên
wisa ne ku, nayêne rexnekirin, dest tê nayê dayîn, ji rastîya wan
guman nayê kirin. Ger hûn rabin rexne bikin, hûn pêþnîyazên wê qebûl
nekin, hingê hûn ê bi cirmên cezaî re rûbirû bimînin. Elementên
ku rastîya wan sabît e, nikanin di fikr û biryarên merivan de guherînekê
çêbikin. Digel elementên ku rastîya wan sabît e, dîsa jî fikr û
bawerîyên kevn berdewam dibin, di biryaran de guherînek çênabe. Bi
awayekî giþtî, ji vana re tabu yan jî dogma tê gotin. Îdeolojîya
resmî, girîngtirîn sazîya sîstema sîyasî ya tirk e. Ne tenê jîyana
sîyasî û sîyaseta navxweyî, herwisa, sîyaseta derveyî, jîyana
ramyarî, zanistî, hunerî û huqûqî jî ji layê îdeolojîya resmî
ve tê tayînkirin û rêvebirin. Di navbera zanistê û îdeolojîya resmî
de ferqeka gelek mezin heye. Kakilê þêweyê zanistîyê û fikrê
zanistîyê, xwe dispêre rexneyê. Rexneya azad, þertê bingehîn yê
zansitê ye. Di fehma zanistîyê de, problemeka mîna hewldana tetbîqkirina
encamên ku bi dest ketine, nîn e. Bêguman pêzanînên ku bi dest
ketine, bo rayagiþtî tên eþkerakirin. Tetbîqkirin an jî tetbîqnekirina
wan, dikeve warê eleqeya sîyasetê û sîyasetgeran. Elementên ku rastîya
wan sabît e, dibin sedemê ji nuh ve di ber çav re derbaskirina fikr û
biryarên lêkolîneran. Bona ku dezgeya rexneya azad bi þêweyekî dînamîk
her dixebite, ji vê çendê, bêguman, di zanistê de cih ji dogma û
tabuyan re tune ye. Îro
warê herî girîng ku îdeolojîya resmî bala xwe daye ser, pirsa kurd
e. Dîtineka dewletê ya ku xwe dispêre înkar û tunekirina kurdan û
kurdî û Kurdîstanê, heye. Polîtîkayek ku xwe dispêre asîmîlekirina
kurdan bo tirkîtîyê, li dar e. Pirsê û pirsan di bin zordarîyê de
hiþtin, wan tune nekirîye, wan bêtesîr nekirîye. Berevajî, pirs hîn
bêhtir mezin bûye, hîn bêhtir þax û berg daye, berfirehtir bûye, kûrtir
bûye. Îro, li Tirkîyê, hemî pirsên civakî bi pirsa kurd re girêdayî
ne. Ji avadanîya bêbîçim a bajarên mezin bigrin heta bi spekulatorîya
erasayan, ji zêdebûna çeteyên mafyayan, ji bêweznîya (dengesizlik)
mezin a hatina darayî bigrin heta bi bêweznîya di navbera herêman de,
ji qirêjbûyîna ava deryayan bigrin heta bi pirsa betalîyê, ji zarokên
tînerkêþ bigrin heta bi diz û çaqukêþan, ji çilûçepîya di polîtîkaya
navxweyî û derve bigrin heta bi pirsa tenduristîyê, ji perwerdeyê
bigrin heta bi xizmetguzarîya avadanîya bingehîn ku bi qasî têrê
bike pêk nayê. Di bingeha van hemî pirsgirêkan de pirsa kurd heye. Divê
ev îfadeyên hanê wekî mubalexeyekê neyêne dîtin. Ne mumkin e ku van
pirsgirêkan bala merivan, bi taybet bala lêkolîneran nekiþandibe. Çi
dema ku bala meriv biçe ser pirsgirêkekê, dê meraqa merivan a vekolîna
meseleyê, bi taybet jî, ya lêkolîneran hîþyar bike. Di vê rewþê
de, êdî ev dibe peywireka mecbûrî ku divê ev pirsên hanê bi têgînên
(term; kavram) zanistê, bi þêweyê zanistê bêne analîzkirin.
Di
jîyana dewlet û civakê de, di jîyana ramyarîyê de, di jîyana zanist
û hunerê de rola unîversîte, organên dadgehê û dezgehên mîna çapemenîyê
gelek mezin e. Ev, dezgehên bingehîn ên dewletê ne, yên jîyana sîyasî
ya tirk in. Ji vê çendê, divê fonksîyona van dezgehan bête vekolîn.
Divê meriv van sazîyan bide ber dêhn û bala xwe û hîn mijara “Li
Tirkîyê zanistîyên sosyalî mumkin in?” analîz bike. Li salên
1950yî, li salên 1960î, li salên 1970yî, li salên 1980yî, çi dema
ku behsa kurdan, kurdî û Kurdistanê bibûya, hingê piratîkeka wisa pêkdihat:
Çi dema ku yekî yan jî lêkolînerekî behsa kurdan bikirana, derbareyê
van mijaran de kitêb, nivîs û hwd. tiþtekî biweþandana, tavilî tehqîqat
dihat destpêkirin. Biryara berhevkirina wê weþanê dihat girtin. Di netîceya
tehqîqatê de jî, pirranî doza cezayê dihat vekirin. Çunkî, dîtineka
resmî, îdeolojîyeka resmî ku kurdan, kurdî û hwd. înkar dikir, hebû.
Digotin, çi kesê ku li Tirkîyeyê rûdine tirk e, ligel oguzan ji
Asyaya Navîn hatîye, ew kesên ku ji xwe re dibêjin “kurd”, ew êleka
oguzan e ku ji Asyaya Navîn hatine. Herwisa, digotin, zimanekî mîna
zimanê kurdî nîn e, ew zimanê ku jê re “kurdî” tê gotin, lehçeyeka
pîrîmîtîv a zimanê tirkî ye. Dîtineka di berevajîya van fikran de,
wekî tawanek dihat qebûlkirin. Ev e, dema ku dozê di çarçeweya van
peywendîyên hanê de dewam dikir, hingê nivîs, kitêb yan jî axaftina
ku dibû sedemê vekirina dozê, dibû delîlê tawanbarîyê. Dadgehê
biryar dida ku ev delîlên hanê bo heyeta zanayan (bilirkiþi heyeti) biþîne.
Nivîs, kitêb yan jî axaftina ku wekî elementa tawanê dihate dîtin,
bona ku raporeka ‘zanistî’ bête dayîn, bo heyeta zanayan dihat þandin.
Bo profesorek an jî çend profesorên ji beþên mîna huqûqa cezayê,
huqûqa destûra bingehîn, zanyarîyên sîyasî, dîrok, sosyolojî,
antropolojî, ekonomî, felsefe, tirkolojî, fîlolojîya firansizî,
filolojîya îngilîzî, yan jî, ji beþeka din re ev nivîs, kitab yan jî
axaftin dihatin þandin. Wan jî nivîs yan jî kitêbê vedikola û
raporek ku jê re “zanistî” dihat gotin, amade dikir. Di van raporan
de, wan jî fikrê xwe wekî “di nivîs an jî axaftina navborî de
elementa tawanê hatîye dîtin” yan jî “nehatîye dîtin” îfade
dikir. Di van raporan de, pirranî, ew nivîs an jî axaftinên ku têde
behsa kurdan û kurdî bûye, wekî tawan dihatin binavkirin. Dadgehan jî
xwe dispart vê rapora heyeta zanayan ku jê re “zanistî” dihat gotin
û biryarê didan. Divê
ji layê fehma þêweyê zanistîyê ve “rapora heyeta zanayan” bête
helsengandin. Di naveroka van roparên wisa de çi tê nivîsîn bila bê
nivîsîn, ger tu rabî di kitêb, nivîs an jî afaxtineka ku li
konferansekê hatîye kirin de li tawanê bigerî, hingê dê ev yek bi
tevayî li dijî þêweyê zanistîyê be. Ji ber ku zanist þêweyekî
fikirînê ye, lewre tenê dikane di nav þert û zurûfên azadîya ramanê
ya bêsînor de çêbibe û pêþde here. Heqaretkirina li hinekan û
cudaxwazî, helbet bi fehma þêweyê zanistîyê nakeve. Jixwe, kesên ku
pirsgirêkan bi têgînên zanistîyê þîrove dikin, pêwîstî bi
heqaretkirinê nabînin. Çi dema ku tu rabî kitêbek an jî nivîsekê
bi nîyeta ku “bê hela têde tawanek heye yan na?” bixwînî, hingê
ev tê vê wateyê ku tu qebûl dikî ku di kitêb an nivîsê de tawan
heye. Ev helwêsta hanê bi tevayî di berevajîya fehma zanistîyê û
fikrê zanistîyê de ye. Destûrên bingehîn, azadîya beyankirin û
belavkirina ramanê, û azadîya zanist û hunerê, ji hev cihê tanzîm
dikin. Wekî mînak, di destûra bingehîn a sala 1982 de xala 26. azadîya
beyankirin û belavkirina ramanê tanzîm dike, xala 27. jî azadîya
zanist û hunerê tanzîm dike. Xala 28. jî azadîya çapemenîyê tanzîm
dike. Di xala ku azadîya beyankirin û belavkirina ramanê tanzîm dike
de, piþtî ku dibêje beyankirina ramanê azad e, hinek xalên ku vê yekê
bisînor dikin jî li dû hev rêz dibin. Di wê xala ku azadîya zanist
û hunerê tanzîm dike de, tê îzehkirin ku azadîya zanist û hunerê hîn
berfirehtir e. Ev yek, dike ku kes an jî sazî, bêne xapandin. Çunkî
li wê dera ku azadîya beyankirina ramanê bête sînorkirin, ne mumkin e
ku huner azadane geþ bibe. Di axala 130. a destûra bingehîn de ku
derbareyê unîversîteyan de ye, ev rewþ bi awayekî vekirî dixuye. Hêja
ye ku meriv bala xwe bide ser helwêsta du dezgeyên bingehîn ên dewletê
ku li hemberî dîyardeya kurd, li hemberî kurdan û zimanê kudî ye. Unîversîteya
ku divê li heqîqetê bigere, lê heqîqetê înkar dike, diveþêre,
berevajî dike. Helbet zanist dîyardeyî (olgusal) ye. Zanist, ji dîyardeyan
dest pêdike. Li vir, em bala xwe didinê ku unîversîte bi xwe hewl dide
xwe ku dîyardeyan înkar bike, berevajî bike, biveþêre. Profesorê dîrokê,
kurdan yan dîyardeya kurd ji nedîtî ve tê, înkar dike. Herwisa,
profesorê sosyolojîyê, yan jî yê zanistîyên sîyasî, kurdan û
civaka kurd ji nedîtî ve tê, înkar dike. Îdeolojîya resmî tiþtekî
wisa ye. Delîlên ku rastîya wan sabît e têne pêþkêþkirin jî,
cardin, di fikrê lêkolîneran de, di biryar û lêkolînên wan de, tu
guhertinek çênabe. Helwêsta xwe ya înkarker dewam dikin û dikin. Di
nav peywendîyên bi vî awayî de zanista sosyalî dikane çêbibe?
Profesorekî cografyayê bifikirin. Bifikirin ku ev profesor dibêje,
dinya ne gilover e… Ev profesorê ku wisa difikire, dê bête
rexnekirin, hetta ku, dê bête þermezarkirin. Çunkî înkarkirina zanînên
ku rastîya wan sabît e, þaþîyeka mezin e. Herwisa, ev jî tê zanîn,
çi dema ku meriv dîyardeyekê înkar bike, înkarkirina dîyardeyê, dîsa,
ev jî dibe þaþîyeka mezin. Lêbelê digel ku dîyardeya kurd û kurdî
înkar dikin, dîsa, ev helwêsta profesorên dîrokê û profesorên
sosyolojîyê normal tê dîtin. Îdeolojîya resmî, kategorîyeka wisa
ye. Pêwîstî bi vekolîna çi tiþtekî hebe, divê bi kîjan têgînan
bê vekolîn, divê li dijî çi be, îdeolojîya resmî viya dîyar dike.
Bi dezgeyeka wisa ya îdeolojîya resmî, zanista sosyalî ne mumkin e.
Zanista sosyalî tenê dikane bi rexnekirina vê dezgeyê re, bi
rexnekirina vê dezgeya ku ferman dike û dîrektîfan dide re, dest pêbibe.
Bona ku ev rexneya hanê bête kirin, divê pêþî meriv ji vê rewþa
hanê haydar be. Li gorî qenaeta min, li Tirkîyê unîversîte û bi
taybet zanistên sosyalî, haya wan ji vê sazîyê nîn e. Îdeolojîya
resmî, girîngtrîn dezgeya jîyana sîyasî ya tirk e. Îdeolojîya resmî,
ne ku tenê yek ji dezgeyên girîng ên jîyana sîyasî ya tirk e, esas
dezgeya herî girîng e. Lêbelê metneka wisa girîng di destûra bingehîn
de cih nagre. Wekî mînak, di destûra bingehîn a sala 1982, ya sala
1961 û ya sala 1924 de xalekê ku behsa vê dezgeya girîng bike, nîn e.
Di kitêba huqûqa destûra bingehîn de ku ji alîyê profesor û
pisporan ve hatîye nivîsîn jî, behsa vê dezgeyê nayê kirin. Belgeya
Sîyasî ya Ewlekarîya Neteweyî (Milli Güvenlik Siyaset Belgesi), metna
bingehîn e ku îdeolojîya resmî dîyar dike. Metna Belgeya Sîyasî ya
Ewlekarîya Neteweyî di ser destûra bingehîn a tirk re ye. Tu xaleka
destûra bingehîn nikane berevajîyê naveroka vê belgeyê be. Guhertinên
di destûra bingehîn de nikanin li dijî vê belgeyê bin. Êdî ev tê
zanîn. Yek
jî, em bala xwe bidin ser organên dadgehê. Me behs kir ku dadgehê
derbareyê kitêb an jî nivîsên ku têde behsa kurdan û kurdî dibû
de biryara berhevkirinê, biryara qedexkirinê dane, herwisa, derbareyê
kesên têkildar de biryarên mehkûmîyetê dane. Em salên 1960î, 1970yî,
1980yî bifikirin. Dadgehan, dozgeran nivîskar yan jî endamên çapemenîyê
ku behsa kurdan, kurdî û Kurdistanê kirine, bi mueyîdeyên gelek giran
ên cezaî û îdarî re rûbirû hiþtine. Di sedemên biryara
mehkumkirinê de, beyanên mîna her kes tirk e, zimanek bi navê kurdî nîn
e, hebû. Li vir, kî rastîyê, kî ya rast dibêje? Helbet, nivîskar û
lêkolîner dibêjin. Di biryara mehkumkirina kitêb û nivîsan de
hewldana tunekirina heqîqetê, hewldanên veþartin, berevajîkirin û
tunekirinê heye. Li Tirkîyê derbareyê kurdan de huqûqa pozîtîf wisa
pêþde diçe. Alîyekî huqûqa reel, huqûqa pozîtîf heye ku înkar,
îmha û qetlîaman meþrû dike. Lêbelê ger meriv bibêje kurd hene,
kurdî heye, ev rewþeka xwezayî ye. Yê xwezayî di eynî demê de yê
rast e jî. Di rewþeka wisa de, ku yê xwezayî, yê rast wisa were înkarkirin,
hingê edalet jî ne mumkin e. Nexwe
înkarkirina û berevajîkirina dîyardeyan dezgeyan ji çawahîya
(nitelik) wan a bingehîn bi dûr dixîne. Ev prosesa hanê dezgeyan dirizîne.
Înkarkirina kurdan, înkarkirina pirsa kurdî unîversîteyê rizandîye,
dadgehê rizandîye. Dadgeha ku cezayên gelek giran dide nivîskaran lê
derbareyê darizandina sîyasîyên ku bi mîlyar dolaran pareyê dewletê
xwarine û tevlî karên qirêj bûne de dibêje “wext di ser re derbas
bû” û devê dosyayên wisa digre. Ehmed
Mesut di kitêba xwe ya bi navê Ýngiliz Belgelerinde Kürdistan 1918-58 (Weþanên Doz, Îstanbul
1992) de, di beþa Pêþgotinê (r. 5-8) de bal dikþîne ser cihêtîya
peyvên red û înkarê. Ehmed Mesut dibêje, ji layê wateya ferhengî ve
ferqek di navbera van her du peyvan de nîn e, lê tekîd dike ku pirsa
kurd nayê înkarkirin, tê redkirin. Înkar û tune hesibandinê, red û
nedîtinê bi hev re bikar tîne (r. 6-9). Herwisa, dibêje dewletê, di
þûna kurdan û kurdî de, têgînên mîna têkoþîna li dijî eþîrtî
û feodalîya kevneperest, têkoþîna li dijî îrtîcayê, pêþîlêgirtina
serhildana mutexeliban a li hemberî dewleta modern, eleqeya bo herêma paþdemayî,
bikar anîne. Dibêje, di çarçeweya van peywendîyan de, di þûna înkar
û tune hesibandinê de, têgînên red û nedîtinê bêne bikaranîn dê
hîn rast be. Dewlet bona ku kurdan bo tirkîtîyê asîmîle bike raporan
amade dike, hingê, ev jî dibe nîþana vê yekê ku dewlet kurdî tune
nahesibîne. Ez
dibêjim qey, ev her du têgîn bi hev re bêne bikaranîn, dê xisareka wê
nîn be. Înkarkirin û tune hesibandina kuýrdan, polîtîkayeka bingehîn
a dewletê ye. Dewlet dibêje, ez li dijî feodalîzmê têdikoþim, ez li
dijî îrtîcayê têdikoþim, ez li hemberî hevkarên emperyalîzmê têdikoþim
û hewl dide xwe daku bi vî awayî pirsa kurd tarîf bike. Ev yek, rewþeka
wisa ye ku têkildarê nakokîyên navxweyî yên îdeolojîya resmî ye.
Wekî mînak, îdeolojîya resmî dibêje, hinde eþîrên tirk bûne
kurd. Ev kurd û eþîrên kurdan ku tune ne, ger hebin jî, jixwe, kovî
ne, gelo çawa van tirkên ku dibêjin em xwedîyê medenîyeteka ewçend
pêþketî ne, di nav kurdan de asîmîle bûne? Îdeolojîya resmî,
kategorîyeka xwedîyê nakokîyên navxweyî yên bi vî rengî ye. Li
derveyî vana, feodalîzm bi xwe jî ji layê dewlet û hukûmetê ve
hatiye xwedîkirin. Çunkî sazîyên feodal, eþîr, þêx, li pêþîya
azadîya kesan û civakê, li pêþîya pêkhatina takekesê azad astengên
gelek mezin in. Dewleta ku ligel van sazîyan di nav hevkarîyeka pêt de
ye, bi vî þêweyî pêþî li tevgera neteweyî ya kurd digre. Ev
polîtîkayeka bingehîn a dewletê ye ku, rê nade unîversîte têkelî
pirsa kurd bibe. Dewletê vê polîtîkaya xwe bi baldarî meþandiye.
Bona ku unîversîte bala xwe nede ser vê meseleyê, bi her þêweyî
tevdîrên xwe girtine. Wekî mînak, kesên ku bala xwe dane ser vê
meseleyê, ji unîversîteyê bi dûr xistine. Di vî warî de mueyîdeyên
îdarî û cezaî hertim hatine rojevê. Îro lêkolînên derbareyê
kurdan de, bi giþtî, li derveyê unîversîteyan têne kirin. Ew jî, bi
vî þêweyî yan bi wî þêweyî, bi çavê dewletê li meseleyê dinihêrin.
Hîn bêhtir analîzên ku dîtina dewletê mafdar derdixin têne kirin. Lêkolînên
ku bi çavê kurdan li meseleyê binihêrin, yên ku hewl bidin xwe daku
hest û fikrên kurdan têbigihên, fehm bikin, ev hest û fikrên hanê
vekolîn, analîz bikin, gelek kêm in. Ger meriv rastîya wê bibêje, di
fikrê tirkan de awirekî wisa tune. Halbukî pirsa kurd îro pirseka
gelek biêþ e. Meriv dikane bibêje ku girîngtirîn pirsa li pêþîya
Tirkîyê ye. Di pozîsyoneka wisa de ye ku polîtîkaya navxweyî, ekonomî
û prosesên dadgehê dîyar dike, îstîqamet didiyê. Pirs, bi her halê
xwe, xwe araste dike. Hingê girîng e ku meriv bala xwe bide ser hest û
fikrên kurdan jî. Êdî pirs li ser jiyana rojane tesîr dike, wisa xuya
ye ku ev peywendîyên hanê êdî bala gelek lêkolîneran dikþînin. Êdî
mecbûrî ye ku divê ev yek bi têgînên zanistê, bi þêweyê zanistîyê
bête vekolîn. Ev mijareka wisa ye ku êdî naye taloqkirin. Qedexeyên
li ser ramanê, îro di pêþîya jîyana ramyarî, zanistî û hunerê de
astengên gelek girîng in. Qedexeyên ramanê, carînan rê nadin ku navê
dîyardeyê jî bête îfadekirin. Li dera ku dîyarde baþebaþ neyê nîþandan,
li dera ku navê dîyardeyê jî neyê bilêvkirin, ma êdî mumkin e ku
meriv bikanibe derbareyê peywendîyên dîyardeyî de analîzan bike?
Encameka girîng a qedexeyên ramanê heye. Qedexeyên ramanê dikin ku
otosansur pêþde here û wekî dezgeyekê saz bibe. Ev rewþa hanê jî,
wisa dike ku jîyana ramyarî, zanistî û hunerê bejî û beyar bimîne,
bibe çolistan, mejî felc bibin. Qedexeyên ramanê, dîyardeyan û
peywendîyên dîyardeyî çiloçepî dike, tune dihesibîne, naveroka wan
vala dike. Ji vê çendê, þêweyê zanistîyê, fikrê zanistîyane,
heta ku îdeolojîya resmî û qedexeya ramanê ku dezgeya herî girîng
ya îdeolojîya resmî ye rexne nekin, nikanin pêþde herin. Divê
qedexeyên ramanê bi têgînên zanistîyê, bi delîlên dewlemend bêne
rexnekirin. Ev rexne divê daîmî bêne kirin. Kovara
Toplum ve Kuram di vexwendnameya ku bo zanistên sosyalî þandîye
de, dide zanîn ku, têgihîþtin û fehmkirina pirsa kurd pêwîstîyeka
gelek mezin e. Tekîd dike ku, pirsa kurd yek ji pirsên herî girîng e
ku bala wan li ser e. Ez hêvîdar im ku di van waran de xebatên
tendurist û mayende bêne kirin. (*) _____________________ Wergerandýna
ji tirkî: Roþan Lezgîn (*)
Ev nivîs bi sernavê “Türkiye’de
Sosyal Bilimler Mümkün müdür?”, li kitêba bi navê Toplum
ve Kuram, Kürt Toplumunda Deðiþim
Dinamikleri ve Sýnýflar, Toplum
ve Kuram Yayýnlarý, Kitap Dizisi, Ýsatanbul - Mayýs 2009, Hej. 1, r.
205-210 weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org