|
Meriv
çawa dibe takekesê azad? Îsmaîl
Beþîkçî Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn Serekê
PKK Abdullah Ocalan di hevdîtina bi avûkatan re ya li roja 17 îlon 2008
de dibêje “Ez takekesekî azad im, ez li dijî sazîya dewletê me, çunkî
dewlet amûreka zordarîyê ye.” Dibêje, “Çi karekî min bi danîna
dewletê re nîn e.” Lidijbûyîna dewletê, di metna hevdîtinê de
bi þêweyekî berfireh tê qisetkirin. Herwisa, ev jî tê zanîn ku
Abdullah Ocalan misêwa (hertim) van fikrên xwe beyan dike. Te divê bila
koledar yan feodal be, te divê kapîtalîst an sosaylîst/komunîst be, hemî
dewlet ta radeyekê zordarîyê di xwe de dihebînin. Ev, gelek eþkera ye.
Di navbera zordarbûyîna dewletê ya teorîk û ew tehekuma zordar a dewletê
ku her roj, gav û saet tê dîtin de, ferq heye. Divê ev mijar were þîrovekirin. Meriv
çawa dibe takekesekî azad? Wekî mînak, em li komara Tirkîyê binihêrin.
Em li komara îslamî ya Îranê binihêrin, em li komara Îraqê ya dewra
Seddam Huseynî binihêrin, em li komara Sûrîyê binihêrin. Di van
komaran de, zordarîyeka gelek mezin li ser kurdan, li ser teybetmendîyên
civata kurdî heye. Ev rastîyeka vekirî ye ku li adara sala 1988 li Helebçeyê
bi kurdan jenosîdek hate kirin. Hîn berî Helebçeyê, derbareyê dê kîjan
gaz hîn bêhtir bikuje, kîjan hîn bêhtir dikane komelkujîyê pêk bîne,
temrîn hatibûn kirin. Di vê behsê de, laboratuar, gundîyên kurd bûn,
kurdên di girtîgehan de bûn. Kurd, sirf bona van ceribandinan dihatin
revandin. Bi awayekî sabît eþkera ye ku bê hela dewlet çawa zordarîyê
li ser kurdan dikin. Di teorîyê de meriv bibêje, sazîya dewletê amûra
zordarîyê ye û li dijî wê derkeve tiþtek e, lê meriv li dijî wê
dewleta ku bi awayekî sabît zordarîyê li însanan, li xelkê dike,
zordarîyê hertim tundtir dike, însanan û xelkê ditirsîne, wan ji pêrtaw
de dixîne, ango meriv li dijî vê dewleta ku em niha têde ne, meriv li
dijî zordarîyên vê dewletê derkeve, ev tiþtekî din e. Li
Tirkîyê zordarîyeka gelek mezin li ser kurdan heye. Misêwa radeya terora
dewletê bilindtir dibe. Li dora 18 hezar kuþtinên (cînayetên) ku wekî
“kiryarê wan ne dîyar” hene. Bi hezaran gund hatine þewitandin
û wêrankirin. Texrîbkirina çavkanîyên debarê yên bingehîn, bi darê
zorê bi mîlyonan meriv û bi dehhezaran malbat ji cih warê wan rakirin,
þewitandina daristanan, nîþanên terora dewletê ne ku misêwê dewam
dike. Dema ku behsa dewletê tê kirin, divê ev her du cûreyên zordarîyê
wekî du kategorîyên ji hev cihê, bêne dîtin. Yek jê, zordarîyeka
teorîk e, meriv dikane bibêje ku “dewlet amûra zordarîyê ya çîna
serdest e”. Îcar ya din, ew zordarîya fiîlî ye ku her roj, gav û
saet tê kirin. Meriv çawa dibe takekesê azad? Meriv dema ku li dijî van
zordarîyên sabît derkeve, dibe takekesê azad. Dîmensîyoneka (boyut)
din a vê prosesê jî ev e ku, ew takekesê ku li dijî van zordarîyên
sabît derdikeve, dê ji van zordarîyên wisa dûr bimîne, dê li rêya wê
bigere daku rêveberîyeka aîdê xwe ava bike daku azade bimîne… Em hukûmeta
herêma Kurdîstanê ya li Kurdîstana Baþûr bînin ber çavê xwe. Ew
zordarîya ku di dewra Sedam Huseynî de li kurdan dihate kirin û ew zordarîya
ku hukûmeta herêma Kurdîstanê li kurdan dike, ma eynî tiþt e? Ew rêveberîya
ku hertim kurdan bi çekên kîmyewî tehdîd dike, bi dehan, carînan bi
sedan kurdî di carekê de direvîne, bi îþkence wan dikuje, ew mekanîzmaya
ku kurdan bi komelî dike mezelan û zordarîya rêveberîya ku li sûk û
bazaran, li rê û dirban, li çol û yabanan bi rûkenîyê alîkarîya
xelkê dike, dema ku pirsek bête kirin bi zimanê miletê xwe diaxife, ma
eynî zordarî ye? Li vir jî, bêguman wekî amurên zordarîyê hêzên
asayîþê yên mîna polîs, leþker, herwisa, polîsxane, dadgeh, girtîgeh
hene. Ya pêþî, zordarîyeka wisa ye ku ji layê rêveberîyeka nîjadperest,
kolonyalîst û faþîst ve tê kirin. Zordarîya duyem, ji ber rewþa
xwezayî ya dewletbûnê tê kirin, ango zordarîyeka wisa ye ku, ji layê rêveberîyeka
aîdê xwe tê kirin. Ger ev mînak, baþ bête vekolîn û têgihîþtin dê
gelek sûdewar be. Îcar
Abdullah Ocalan, hertim dibêje ez li dijî sazîya dewletê me. Lê
derbareyê dewleta sabît de, bona dewleta ku her roj, gav û saet zordarîyê
li kurdan dike, tu gotineka wî tune. Ocalan di metna hevdîtina roja 24 kewçêr
2008 de dibêje “Di parêznameyên xwe de min tu tiþtek derheqê komarê
û Tirkîyê de negotîye.” Ya rast, gelo ne pêwîst e ku ji ber van
zordarîyên sîstematîk ku li jor bi kurdtî behsa wan hate kirin ew
dewletê rexne bike? Ji layê din, tu derdekî Abdullah Ocalanî bi dewleta
tirkan, bi dewleta farsan, bi dewletên ereban re nîn e. Tenê naxwaze kurd
bibin xwedîyê dewletekê. Jixwe, ev fikrê hanê, di serî de komara Tirkîyê,
fikrê dewleta Îranê, yê dewleta Îraqê, yê dewleta Sûrîyê ye. Ev þaþî
ye ku lîderê PKK yê di girtîgehê de, ku di bin kontroleka gelek mehkem
de ye, rêxistina xwe bi rê ve dibe û hewl dide xwe ku pêþî li kurdan
bigre. Ev kirin, ji layê exlaqî ve jî þaþî ye. Abdullah Ocalan, wekî
mînak, ma gelo ji filîstînîyan re jî dibêje ku “Çima hûn ketine
pey danîna dewleteka cihê? Ji xwe re ligel mûsewîyan wekî birayan
derbas bikin herin.” Yan jî, ji komara tirk a bakurê Qibrîsê re,
ji tirkên Qibrîsê re dibêje ku “Dewlet paþverûtî ye. Çima hûn
ewqas dixebitin daku wekî dewleteka din bêne naskirin? Ligel rûman bi hev
re jîyana xwe dewam bikin…” Wisa nabêje. Tenê viya ji kurdan re
dibêje. Dibêje, “Dewlet paþverûtî ye, nebî-nebî hûn xwe bi nêzîkê
dewletdanînê bikin!” Tu gotineka wî ji bo zordarîyên dewletê, yên
ku bi awayekî fiîlî çêdibin, tune. Abdullah
Ocalan di hevdîtina bi avûkatan re li roja 28 kewçêr 2008 de tekîd dike
ku ew li dijî neteweperestîyê ye. Dibêje, “Ez li dijî her tewirê
neteweperestîyê me. Neteweperstîya tirkî, kurdî, erebî, almanî, ferq
nake. Ez li dijî hemîya me, ez naletê li her tewirê neteweperestîyê tînim.” Bo
min gelek ecêb tê ku kurd eynî kirasî li neteweperestîya kurdî, li
neteweperestîya tirkî, ya erebî, farsî û almanî dikin. Helbet
neteweperstîya tirkan bona kurdan xirab e. Ji ber ku neteweperestîya tirkî
dixwaze bi tevî ziman û kultura wan ve kurdan ji dîrokê bimale, dixwaze
koka kurdan bîne, wan biqeliîne. Helbet neteweperstîya ereban jî bona
kurdan xirab e. Ji ber ku dixwaze bi operasyonên di radeya jenosîdê de
kurdan tune bike. Dema ku kurd li hemberî van nîjadperestî û
neteweperestîyên êrîþkar xwe biparêzin, xwedîtîyê li ziman û
kultura xwe dikin, dê çima ev yek bibe karekî xirab? Heta ku, ma ne pêwîst
e li hemberî van nîjadperestî û neteweperestîyên êrîþkar li ber xwe
bidin, ma ne pêwîst e ku vegerin ser koka xwe? Ji bilî vê yekê, êdî
neteweperestîya kurdan çi ye? Li gorî qenaeta min, welatperwerîya kurdî
û neteweperestîya kurdî, eynî tiþt in. Gelo otorîteyên kurdan hene ku
bibêjin “kurdek hêjayî hemî cîhanê ye” û rabin tirkan,
ereb û farisan bikine kurd, yên ku nabin kurd, bi mueyîdeyên îdarî û
cezaî zordarîyê li wan bike, wan bike zindanan, operasyonên tunekirinê
bimeþîne? Tê zanîn ku otoreteyeka wisa ya kurdan nîn e. Hingê, ev ne
þaþî ye ku meriv rabe eynî kirasî li neteweperestîya kurdî û
neteweperestîya tirkî, erebî û farsî bike? Dewletên ku bi awayekî muþterek
kurdan di bin zordarîyê de dihêlin, esas ew prosesa ku dixwazin pêþî lê
bigrin, di nav kurdan de geþbûyîna neteweperwerîyê ye. Gelo çima ewçend
bi tundî zimanê kurdî û kultura kurdan tê qedxekirin? Li hemberî vê
rewþa hanê gelo ne pêwîst e ku kurd jî piçek xwedîyê hîsên neteweyî
bin, piçek neteweperest bin? Beþeka
mezin ji kurdan, bi taybet kurdên xwenda, dibêjin “Em ne neteweperest
in, em þoriþger in, em enternasyonalîst in.” Ev helwêsta kesên ku
nikanin peyvekê bi kurdî biaxifin, tew nikanin navê welatê xwe jî bibêjin,
lê radibin dibêjin “em ne neteweperest in, em þoriþger in, em
enternasyonalîst in”, hingê ev dibe zeafîyeteka însanî… Yê ku
nikane bibe xwe, yê ku ji xwe direve, yê ku bi zimanê neteweya serdest
diaxife û kultura wê pesend kiriye, dê çi xêrek, çi faydeyek ji þoriþgerî
û enternasyonalîstîya wî çêbibe? Yên ku xêra wan ji wan re tune be,
dê çi xêra wan, çi faydeya wan ji þoriþgerî û enternasyonalîstîyê
re hebe? Lêbelê, xêr û faydeya vê helwêstê, xêr û faydeya van
gotinan, bona dewletên ku bi awayekî muþterek kurdan di bin zordarîyê
de digrin, pirr mezin e. Çi
dema ku di pevçûnan de leþker jîyana xwe ji dest bidin, li Anadolîya
navîn û rojavayê, li bajar û bajarokan kurd têne lînçkirin. Li sûk
û bazaran, li qewexaneyan zordarî li kurdan dibe. Li sûk û bazaran, li
înþaatan kesên ku bi kurdî diaxifin, herwekî ku tirkan tehrîk kirine
û ew pîj kirine, wisa tê hesibandin. Ew karkerên ku havînê bona
berhevkirina findiqan diçin kevîyên Deryaya Reþ, bi heqaretên gelek
mezin re rû bi rû dimînin. Digel ku ev rûdanên hanê gelek eþkera ne,
gelo çawa neteweperestîya kurdan û neteweperestîya tirkan dikane bikeve
eynî kirasî? Digel ku li bajarên Anadolîya navîn û rojavayê ewçend
êrîþên lînçkirinê li hemberî kurdan çêdibin, gelo qet hatîye dîtin,
hatîye bihîstin ku li bajarên kurdan li hemberî tirkekî sivîl, li
hemberî malbateka tirk êrîþeka kurdan çêbûye? Em
salên 1960î, salên 1970yî bînin bîra xwe. Îdeolojîya fermî kurdan
û Kurdîstanê înkar dikir. Yên ku behsa kurdan û zimanê kurdî
bikirana bi mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û cezaî re rû bi rû
diman. Di vî warî de zordarîyên gelek pêt hebûn. Li hemberî vê rewþa
hanê, wisa bifikirin ku kurdek radibe diêbeje “ez kurd im”, bi
awayekî maqul behsa kurdan û zimanê kurdî dike. Azadbûna meriv, roþinbîrbûna
meriv wisa dest pê dike. Meriv di prosesa li dijî vê rewþa hanê
derketinê de dibe takekesekî azad. Niha em lêkolînerekî, nivîskarekî
bînin bîra xwe. Bona ku bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê re
rû bi rû nemîne, qet behsa van babetan nake. Hertim dibêje “dewlet
amûra zordarîyê ya çîna serdest e”, bi dehan têbinî ji Marks,
Engels û Lenînî digre û gotaran dinivîse. Jê vê helwêstê, ji vê
prosesê azadbûn, roþinbîrbûn dernakeve. Ev helwêsta hanê merivî nake
azad. Çi dema ku meriv li dijî zordarîya sabît, li dijî qedexeyên li
ser ramanê derkeve, hingê di meriv de azadbûn û roþinbîrbûn pêþde
diçe. PKK
tevgereka mezin e. Lê xwestekên wê gelek piçûk in… Divê PKK ne ku
bal bikþîne ser mafên takekesî, esas divê bal bikþîne ser mafên
kolektîfî. Rexne, rexneya azad, sazîyeka gelek girîng e. Ne ku tenê di
qada ramyarîyê de pêwîstî bi vê sazîyê heye, esas di warê sîyasetê
de jî teqez divê hebe. Abdullah Ocalan lîderekî wisa ye ku di axaftinên
xwe de, di nivîsarên xwe de, di hevdîtinên ligel avûkatên xwe de, di
parêznameyên xwe de gelek behsa demokrasîyê dike, demokrasîyê dixwaze.
Ger rexne nîn be, ger rexneya azad nîn be, gelo demokrasî çêdibe?
Rexneya azad, ne ku tenê bingeha zanistê ye, herwisa, bona demokrasîyê jî
þertê bingehîn e. Divê PKK bikanibe Abdullah Ocalanî rexne bike, Divê
PKKyî, sempatîzan, gelê kurd bibe xwedîyê vê hiþmendîyê. Bi fehme
“Em mîlîtanên þaþîyên wî ne jî” meriv nikane bigihê tu
derekê, meriv nikane tiþtekî bi dest ve bîne. Helwêsta girîng, helwêsta
rast ew e ku meriv berevanîya yê xwezayî bike. Lê zordarîyeka gelek
mezin li ser yê xwezayî, ango li ser taybetmendîyên ku ji civaka kurdîtîyê
pêk tên, heye. Helbet divê meriv li dijî van zordarîyan derkeve. Gelek
girîng e ku meriv layên felsefî yên ramana azad a pirsa kurdî, ji layên
felsefeya antropolojîk ve pirsê analîz bike. Berzan Botî bi nivîsarên
ku li malpera www.nasname.com diweþîne,
vî karî dike. Hîn berê jî, min di nivîsra xwe ya bi sernavê Pirsa
Kurd: Atmosfera Polîtîk û Ruhî de behsa yek ji van nivîsaran kiribû.
Ger ev nivîsar bêne xwendin, dê gelek faydeya xwe hebe. (*) ____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn (*)
Tirkîya vê gotarê hîn neweþîyaye. Dê çendeyek paþê bête weþandin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org