Ocalan çima dewlet naxwaze?

 

 

Îsmaîl Beþîkçî

 Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

 

Hesen Bîldîrîcî: Gelo cenabê te qonaxa ku pirsa kurd ku li benda çareserîyê ye gihaye û kapasîteya hilgirtina vî barî ya partî û rêxistinên Kurdistana Bakur çawa þîrove dike? Sîyaseta PKK dikane vê prosesê bigihîne qonaxeka pêþdetir? Ji ber ku di pirsa kurd de ew hêza ku dibe babeta munaqeþeyan, PKK ye. Lewre min ev pirsî. Digel hemî rexne û daxwazkarîya mînîmal, dîsa jî gelê kurd di PKK de israr dike. Baþ e, PKK dikane vê israrê bicih bîne?

 

Îsmaîl Beþîkçî: Merhaleya ku pirsa kurd têde ye, di warê helkirinê pirsê de rewþa partî û rêxistinên Kurdistana Bakur çawa ye? Niha di navenda hêz û munaqeþeyên derbareyê pirsa kurd de PKK heye. Dema ku PKK tê gotin, divê meriv bala xwe bide ser fikr û rewþa Abdullah Ocalanî.

 

Abdullah Ocalan dibêje ez li dijî dewletê me

Abdullah Ocalan di hevdîtina bi avûkatan re ya li roja 17 îlon 2008 de dibêje “Ez takekesekî azad im, ez li dijî sazîya dewletê me, çunkî dewlet amûreka zordarîyê ye.” Dibêje, “Çi karekî min bi danîna dewletê re nîn e.” Lidijbûyîna dewletê, di metna hevdîtinê de bi þêweyekî berfireh tê qisetkirin. Herwisa, ev jî tê zanîn ku Abdullah Ocalan misêwa (hertim) van fikrên xwe beyan dike. Te divê bila koledar yan feodal be, te divê kapîtalîst an sosaylîst/komunîst be, hemî dewlet ta radeyekê zordarîyê di xwe de dihebînin. Ev, gelek eþkera ye.

Di navbera fikrê ku dibêje, “bi awayekî teorîk dewlet amûra zordarîyê ya çîna serdest e” û ew zordarîya dewletê ku her roj, gav û saet tê kirin de, ferq heye. Divê ev mijar were þîrovekirin.

Meriv çawa dibe takekesekî azad? Wekî mînak, em li komara Tirkîyê binihêrin. Em li komara îslamî ya Îranê binihêrin, em li komara Îraqê ya dewra Seddam Huseynî binihêrin, em li komara Sûrîyê binihêrin. Di van komaran de, zordarîyeka gelek mezin li ser kurdan, li ser teybetmendîyên civata kurdî heye. Ev rastîyeka vekirî ye ku li adara sala 1988 li Helebçeyê bi kurdan jenosîdek hate kirin. Hîn berî Helebçeyê, derbareyê dê kîjan gaz hîn bêhtir bikuje, kîjan hîn bêhtir dikane komelkujîyê pêk bîne, temrîn hatibûn kirin. Di vê behsê de, laboratuar, gundîyên kurd bûn, kurdên di girtîgehan de bûn. Kurd, sirf bona van ceribandinan dihatin revandin. Bi awayekî sabît eþkera ye ku bê hela dewlet çawa zordarîyê li ser kurdan dikin. Di teorîyê de meriv bibêje, sazîya dewletê amûra zordarîyê ye û li dijî wê derkeve tiþtek e, lê meriv li dijî wê dewleta ku bi awayekî sabît zordarîyê li însanan, li xelkê dike, zordarîyê hertim tundtir dike, însanan û xelkê ditirsîne, wan ji pêrtaw de dixîne, ango meriv li dijî vê dewleta ku em niha têde ne, meriv li dijî zordarîyên vê dewletê derkeve, ev tiþtekî din e.

Li Tirkîyê zordarîyeka gelek mezin li ser kurdan heye. Misêwa radeya terora dewletê bilindtir dibe. Li dora 18 hezar kuþtinên (cînayetên) ku wekî “kiryarê wan ne dîyar” hene. Bi hezaran gund hatine þewitandin û wêrankirin. Texrîbkirina çavkanîyên debarê yên bingehîn, bi darê zorê bi mîlyonan meriv û bi dehhezaran malbat ji cih warê wan rakirin, þewitandina daristanan, nîþanên terora dewletê ne ku misêwê dewam dike. Dema ku behsa dewletê tê kirin, divê ev her du cûreyên zordarîyê wekî du kategorîyên ji hev cihê, bêne dîtin. Yek jê, zordarîyeka teorîk e, meriv dikane bibêje ku “dewlet amûra zordarîyê ya çîna serdest e”. Îcar ya din, ew zordarîya fiîlî ye ku her roj, gav û saet tê kirin. Meriv çawa dibe takekesê azad? Meriv dema ku li dijî van zordarîyên sabît derkeve, dibe takekesê azad. Dîmensîyoneka (boyut) din a vê prosesê jî ev e ku, ew takekesê ku li dijî van zordarîyên sabît derdikeve, dê ji van zordarîyên wisa dûr bimîne, dê li rêya wê bigere daku rêveberîyeka aîdê xwe ava bike daku azade bimîne… Em hukûmeta herêma Kurdîstanê ya li Kurdîstana Baþûr bînin ber çavê xwe. Ew zordarîya ku li kurdan dihate kirin û zordarîya hukûmeta herêma Kurdîstanê eynî tiþt e? Ger ev mînak, baþ bête vekolîn û têgihîþtin dê gelek sûdewar be.

 

Tu gotineka Ocalanî bo dewleta ku zordarîyê li kurdan dike tune

Îcar Abdullah Ocalan, hertim dibêje ez li dijî sazîya dewletê me. Lê derbareyê dewleta sabît de, bona dewleta ku her roj, gav û saet zordarîyê li kurdan dike, tu gotineka wî tune. Ocalan di metna hevdîtina roja 24 kewçêr 2008 de dibêje “Di parêznameyên xwe de min tu tiþtek derheqê komarê û Tirkîyê de negotîye.” Ya rast, gelo ne pêwîst e ku ji ber van zordarîyên sîstematîk ku li jor bi kurdtî behsa wan hate kirin ew dewletê rexne bike? Ji layê din, tu derdekî Abdullah Ocalanî bi dewleta tirkan, bi dewleta farsan, bi dewletên ereban re nîn e. Tenê naxwaze kurd bibin xwedîyê dewletekê. Jixwe, ev fikrê hanê, di serî de komara Tirkîyê, fikrê dewleta Îranê, yê dewleta Îraqê, yê dewleta Sûrîyê ye. Ev þaþî ye ku lîderê PKK yê di girtîgehê de, ku di bin kontroleka gelek mehkem de ye, rêxistina xwe bi rê ve dibe û hewl dide xwe ku pêþî li kurdan bigre. Ev kirin, ji layê exlaqî ve jî þaþî ye. Abdullah Ocalan, wekî mînak, ma gelo ji filîstînîyan re jî dibêje ku “Çima hûn ketine pey danîna dewleteka cihê? Ji xwe re ligel mûsewîyan wekî birayan derbas bikin herin.” Yan jî, ji komara tirk a bakurê Qibrîsê re, ji tirkên Qibrîsê re dibêje ku “Dewlet paþverûtî ye. Çima hûn ewqas dixebitin daku wekî dewleteka din bêne naskirin? Ligel rûman bi hev re jîyana xwe dewam bikin…” Wisa nabêje. Tenê viya ji kurdan re dibêje.

Dibêje, “Dewlet paþverûtî ye, nebî-nebî hûn xwe bi nêzîkê dewletdanînê bikin!” Tu gotineka wî ji bo zordarîyên dewletê, yên ku bi awayekî fiîlî çêdibin, tune.

Abdullah Ocalan di hevdîtina bi avûkatan re li roja 28 kewçêr 2008 de tekîd dike ku ew li dijî neteweperestîyê ye. Dibêje, “Ez li dijî her tewirê neteweperestîyê me. Neteweperstîya tirkî, kurdî, erebî, almanî, ferq nake. Ez li dijî hemîya me, ez naletê li her tewirê neteweperestîyê tînim.

Bo min gelek ecêb tê ku kurd eynî kirasî li neteweperestîya kurdî, li neteweperestîya tirkî, ya erebî, farsî û almanî dikin. Helbet neteweperstîya tirkan bona kurdan xirab e. Ji ber ku neteweperestîya tirkî dixwaze bi tevî ziman û kultura wan ve kurdan ji dîrokê bimale, dixwaze koka kurdan bîne, wan biqeliîne. Helbet neteweperstîya ereban jî bona kurdan xirab e. Ji ber ku dixwaze bi operasyonên di radeya jenosîdê de kurdan tune bike. Dema ku kurd li hemberî van nîjadperestî û neteweperestîyên êrîþkar xwe biparêzin, xwedîtîyê li ziman û kultura xwe dikin, dê çima ev yek bibe karekî xirab? Heta ku, ma ne pêwîst e li hemberî van nîjadperestî û neteweperestîyên êrîþkar li ber xwe bidin, ma ne pêwîst e ku vegerin ser koka xwe? Ji bilî vê yekê, êdî neteweperestîya kurdan çi ye? Li gorî qenaeta min, welatperwerîya kurdî û neteweperestîya kurdî, eynî tiþt in. Gelo otorîteyên kurdan hene ku bibêjin “kurdek hêjayî hemî cîhanê ye” û rabin tirkan, ereb û farisan bikine kurd, yên ku nabin kurd, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî zordarîyê li wan bike, wan bike zindanan, operasyonên tunekirinê bimeþîne? Tê zanîn ku otoreteyeka wisa ya kurdan nîn e. Hingê, ev ne þaþî ye ku meriv rabe eynî kirasî li neteweperestîya kurdî û neteweperestîya tirkî, erebî û farsî bike? Dewletên ku bi awayekî muþterek kurdan di bin zordarîyê de dihêlin, esas ew prosesa ku dixwazin pêþî lê bigrin, di nav kurdan de geþbûyîna neteweperwerîyê ye. Gelo çima ewçend bi tundî zimanê kurdî û kultura kurdan tê qedxekirin? Li hemberî vê rewþa hanê gelo ne pêwîst e ku kurd jî piçek xwedîyê hîsên neteweyî bin, piçek neteweperest bin?

 

Ev qelsî ye ku dibêjin em ne neteweperestên kurd in

Beþeka mezin ji kurdan, bi taybet kurdên xwenda, dibêjin “Em ne neteweperest in, em þoriþger in, em enternasyonalîst in.” Ev helwêsta kesên ku nikanin peyvekê bi kurdî biaxifin, tew nikanin navê welatê xwe jî bibêjin, lê radibin dibêjin “em ne neteweperest in, em þoriþger in, em enternasyonalîst in”, hingê ev dibe zeafîyeteka însanî… Yê ku nikane bibe xwe, yê ku ji xwe direve, yê ku bi zimanê neteweya serdest diaxife û kultura wê pesend kiriye, dê çi xêrek, çi faydeyek ji þoriþgerî û enternasyonalîstîya wî çêbibe? Yên ku xêra wan ji wan re tune be, dê çi xêra wan, çi faydeya wan ji þoriþgerî û enternasyonalîstîyê re hebe? Lêbelê, xêr û faydeya vê helwêstê, xêr û faydeya van gotinan, bona dewletên ku bi awayekî muþterek kurdan di bin zordarîyê de digrin, pirr mezin e.

Çi dema ku di pevçûnan de leþker jîyana xwe ji dest bidin, li Anadolîya navîn û rojavayê, li bajar û bajarokan kurd têne lînçkirin. Li sûk û bazaran, li qewexaneyan zordarî li kurdan dibe. Li sûk û bazaran, li înþaatan kesên ku bi kurdî diaxifin, herwekî ku tirkan tehrîk kirine û ew pîj kirine, wisa tê hesibandin. Ew karkerên ku havînê bona berhevkirina findiqan diçin kevîyên Deryaya Reþ, bi heqaretên gelek mezin re rû bi rû dimînin. Digel ku ev rûdanên hanê gelek eþkera ne, gelo çawa neteweperestîya kurdan û neteweperestîya tirkan dikane bikeve eynî kirasî? Digel ku li bajarên Anadolîya navîn û rojavayê ewçend êrîþên lînçkirinê li hemberî kurdan çêdibin, gelo qet hatîye dîtin, hatîye bihîstin ku li bajarên kurdan li hemberî tirkekî sivîl, li hemberî malbateka tirk êrîþeka kurdan çêbûye?

Em salên 1960î, salên 1970yî bînin bîra xwe. Îdeolojîya fermî kurdan û Kurdîstanê înkar dikir. Yên ku behsa kurdan û zimanê kurdî bikirana bi mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û cezaî re rû bi rû diman. Di vî warî de zordarîyên gelek pêt hebûn. Li hemberî vê rewþa hanê, wisa bifikirin ku kurdek radibe dibêje “ez kurd im”, bi awayekî maqul behsa kurdan û zimanê kurdî dike. Azadbûna meriv, roþinbîrbûna meriv wisa dest pê dike. Meriv di prosesa li dijî vê rewþa hanê derketinê de dibe takekesekî azad. Niha em lêkolînerekî, nivîskarekî bînin bîra xwe. Bona ku bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê re rû bi rû nemîne, qet behsa van babetan nake. Hertim dibêje “dewlet amûra zordarîyê ya çîna serdest e”, bi dehan têbinî ji Marks, Engels û Lenînî digre û gotaran dinivîse. Jê vê helwêstê, ji vê prosesê azadbûn, roþinbîrbûn dernakeve. Ev helwêsta hanê merivî nake azad. Çi dema ku meriv li dijî zordarîya sabît, li dijî qedexeyên li ser ramanê derkeve, hingê di meriv de azadbûn û roþinbîrbûn pêþde diçe.

 

PKK tevgereka mezin e lê daxwzên wê gelek piçûk in

PKK tevgereka mezin e. Meriv dikane bibêje ku PKK tevgereka gelek mezin jî. Lê xwestekên wê gelek piçûk in. Gelek, gelek piçûk in. Divê PKK ne ku bal bikþîne ser mafên takekesî, esas divê bal bikþîne ser mafên kolektîfî. Rexne, rexneya azad, sazîyeka gelek girîng e. Ne ku tenê di qada ramyarîyê de pêwîstî bi vê sazîyê heye, esas di warê sîyasetê de jî teqez divê hebe. Abdullah Ocalan lîderekî wisa ye ku di axaftinên xwe de, di nivîsarên xwe de, di hevdîtinên ligel avûkatên xwe de, di parêznameyên xwe de gelek behsa demokrasîyê dike, demokrasîyê dixwaze. Ger rexne nîn be, ger rexneya azad nîn be, gelo demokrasî çêdibe? Rexneya azad, ne ku tenê bingeha zanistê ye, herwisa, bona demokrasîyê jî þertê bingehîn e. Divê PKK bikanibe Abdullah Ocalanî rexne bike, Divê PKKyî, sempatîzan, gelê kurd bibe xwedîyê vê hiþmendîyê. Bi fehme “Em mîlîtanên þaþîyên wî ne jî” meriv nikane bigihê tu derekê, meriv nikane tiþtekî bi dest ve bîne. Helwêsta girîng, helwêsta rast ew e ku meriv berevanîya yê xwezayî bike. Lê zordarîyeka gelek mezin li ser yê xwezayî, ango li ser taybetmendîyên ku ji civaka kurdîtîyê pêk tên, heye. Helbet divê meriv li dijî van zordarîyan derkeve.

 

* * *

Têbinîya Hesen Bîldîrîcî

Ev suhbeta ku me ligel Îsmaîl Beþîkçî kiriye, bi tevî vê beþê, di bin pênc sernavan de hatin weþandin. Bi rêya vê suhbetê ji her layî ve me fikrên Îsmaîl Beþîkçî yên derbareyê pirsa kurd de dan eþkerakirin û bo we neql kirin. Dibe ku di vê suhbetê de hinde alîyên ku me kêm hiþtibin hene. Yan jî dibe ku pirsên kesên ku bala xwe dabin ser me, hebin. Hevalên ku di vê babetê de bixwazin tiþtekî bipirsin, dikanin peyamên xwe rabigihînin me.

Ez dixwazim bidim zanîn ku, em xwe berpirsîyar dibînim daku peyamên we yên wisa bo Îsmaîl Beþîkçî rabigihînin.

Wekî gotina dawîn, ez li ser navê Kurdîstan-Postê gelek sipasîyên xwe pêþkêþî Îsmaîl Beþîkçî dikim ku bona me wextê xwe yê hêja terxan kiriye.

Ligel rêzdarîyê.

Hesen Bîldîrîcî 

_______________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

Çavkanî: www.kurdistan-post.org

  

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org