Paþerojên Rêveberîya Herêma Kurdistanê

   

 

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî:  Roþan Lezgîn

   

 

Li Îraqê, piþtî mudaxeleya DYA ya li sala 2003, li herêma kurdan pêþdeçûnên girîng çêbûn. Bêguman damezirîna rêveberîya herêma Kurdistanê gelek girîng e. Di çarçeweya destûra bingehîn ya Îraqê de damezirîna rêveberîya herêma Kurdistanê, îþareteka cidî ya mayendebûn û wekî dezgeyekê rûniþtandinê ye. Ji sala 2003 û vir de dezgeyên civakî û polîtîkî yên kurdan, dezgeyên rêveberîya herêma Kurdistanê pêþ de diçin, bi goþt û gewde dibin. Hewlerpost mînakeka gelek girîng ya vê dezgebûnîyê ye. Di navbera Bexdad û Hewlêrê de ji ber pirsgirêkên mîna parvekirina hatina ji petrolê, statuya pêþmergeyan, cîbicîkirina madeya 140. ya meseleya Kerkûkê, ya rast, ji ber cîbicînekirina wê, pirsgirêkên girîng ku hîn çareser nebûne hene. Digel vana, dîsa jî rêveberîya herêma Kurdistanê wekî dezgeyekê pêþ de diçe, êdî ne mumkin e ku paþ de vegerînek çêbibe.

Bêguman Kerkûk pirsgirêkaka gelek girîng e. Di vê mijarê de divê ji berevanîya pirensîbên demokratîk tawîz neyê dayîn. Divê meclisa Kerkûkê bi hilbijartineka demokratîk û tendurist bihê pêkanîn. Divê partîyên sîyasî yên kurdan, yên ereban, yên tirkmanan, yên asûrîyan û hwd. beþdarê vê hilbijartinê bibin û divê her kes bi qasî dengên ku wergirtine li meclisa Kerkûkê were temsîlkirin. Rêya demokratîk ev e. Ger kurd di berevanîya vê pirensîba demokratîk de bibiryar bin, dê baþ be. Divê bi vî þêweyî berevanîya mijara cîbicîkirina madeya 140. ya destûra bingehîn jî bihê kirin. Ew formula ku ereb û tirkman berevanîya wê dikin ku yanî kurd, ereb û tirkman her yek di meclisa Kerkûkê de bi rêjeya % 33,  % 33, % 33 temsîl bibin, ne rêyeka demokratîk e. Ev yek, di serî de Tirkîye, fiþardina dewletên cîran e. Ev helwêsteka wisa ye ku, bi sedhezaran kurdên ku di dewra rejîma Sedam Huseynî de ji Kerkûkê bi zilmê hatin derxistin, hest û fikrê wan qet nagre ber çavan. Ji viya jî girîngtir, ew kurdên ku ji wir hatibûn derxistin, hîç hesabê wê nayê kirin ku li dûrgehan piçek zêde bûne û vegerîyane. Li hemberî van fiþardinan gelek girîng e ku berevanîya prensîbên demokratîk û çêkirina referandumê de ji pêwîstîyê zêdetir tawîz neyêne dayîn. Ev jî gelek girîng e ku pêþewayên kurdan di çarçeweya van pirensîbên bingehîn de ligel Yekîtîya Neteweyan, ligel DYA, ligel YE û ligel Federasyona Rusyayê muzakereyan bikin. Di hevdîtinên du-alî de jî divê ev helwêst bingeh be.

Li Kurdistana Baþûr di pêþdeçûna polîtîk, civakî û ekonomîkî de roleka mezin ya DYA çêbûye. Di ruxandina rejîma Sedam Huseynî de hebûna DYA û ya hêzên hevpeyman bêmunaqeþe ye. Tehdîda herî mezin a li ser kurdan ji partîya Baas, ji Muxaberatê, ji çekên komelkujîyê û ji artêþê dihat. Hilweþandina partîya Baas, Muxaberat û artêþê, ji navê hilanînan çekên komelkujîyê, tehdîda mezin a li ser kurdan rakir. Ev bû proseseka wisa ku pêþî li kurdan vekir. Kurdan zanî di vê rêyê de bimeþin. DYA, ji bo mafên kurdan bi taybet tiþtek nekirîye. Piþtî ku astengên girîng ji navê hatine hilanîn hingê kurd bûne xwedîyê îmkanên pêþdeçûnê. Divê em viya jî bibêjin ku, di vê prosesê de fikrê Îraqa federal bi hewldanên biryardar yên kurdan bû proseseka hêzdar. Herwisa, li gorî îstîqameta vê têgihîþtinê duristkirina destûra bingehîn ya Îraqê de hewldanên kurdan gelek mezin bûn. Gelek girîng e ku kurdan vî fikrî bi erebên þiî, bi erebên sunnî û bi DYA dan qebûlkirin. Fikrê Îraqa federal, damezirandina rêveberîya herêma Kurdistanê, bi tevayî bi têkoþîn û berxwedana kurdan çêbûne. Meriv dikane bibêje ku ev proses ne bi xwestina DYA lê bi hewldana kurdan pêk hat. Bêguman ev gelek sûdewar bû ku li hemberî vê biryardarîya kurdan DYA jî beþdarîya bo prosesê qebûl kir. Tê zanîn ku di meseleya Kerkûkê de, di meseleya cîbicîkirin û tetbîqkirina madeya 140. de DYA ew yarmetîya pêwîst bo kurdan nekir. Lê cardin jî divê kurd di warê berevanîya prensîbên demokratîk de biryardar bin.

Piþtî mudaxeleya sala 2003, herî zêde bi gotinên wekî “li Îraqê çekên komelkujîyê tune bûn, DYA li ser derewekê Îraq dagîr kir” DYA hat rexnekirin. Di prosesa van rexneyan de DYA tu car  negot “… lê ev çek li hemberî kurdan bi þêweyekî sîstematîk hertim hatin bikaranîn…”, di vê çarçeweyê de bersivekê neda van rexneyan. Hîç behsa wan þîrketên ku madeyên xam û pêwîstîyên çekên komelî yên cûr bi cûr firotibûn Sedam Huseynî nekir.

Dîsa jî ev hemî pêþdeçûn baþ in. Lê ev jî rastîyek e ku li Kurdistana Baþûr pirsgirêkên kurdan yên gelek girîng hene. Divê ev bi girîngî bihê tekîdkirin ku hîn jî nikanin bona pêwîstîya xwe elektrîkê (kareba) hilberînin. Herwisa, ev jî ji ber çavan ne dûr e ku, bo pêþdeçûna çandînîyê girîngî nayê dayîn, di vê mijarê de hewldan çênabin. Dîsa, divê meriv behsa zêdebûna karên derveyê huqûqê yên mîna bertîlê (ruþwet) bike, herwisa, divê meriv balê bikþîne ser  bi awayekî tendurist li hemî kurdan parvenekirina hatinê, li pêþ girtina hinek kes yan jî malbatên dîyarkirî. Ev jî dixuye ku di nav civaka kurdan de kirîna amûrên luks zêdetir bûye. Di zêdebûna bertîlê de dibe ku þêweyê bidestxistina kar a hinek karsazên ku ji Bakûr çûne wir karîgerîyek kiribe.

Kurdistana Baþûr ji alîyê geþedana çandînîyê ve xwedîyê potansîyeleka dewlemend e. Ji layê ajalxwedîkirinê ve jî wisa ye. Te divê kalîteya axê be, yan te divê hebûna avê be, herwisa, barîna berf û baranê, hebûna tavê, bona geþbûna çandînîyê rewþeka guncaw pêk tîne. Ew mehane û yarmetîya xwarinê ku hukmata kurd li gorî serjimareyê li malbatan belav dike, gelê wir fêrî rehawetê kirîye. Lê di þûna viya de, wekî mînak, dikane di warê hilberînîya meywe û sebze de rêya pêþdeçûnê veke. Bona firotinê dikane hilberînîyê pêþ de bibe. Di vê mijarê de bajarên ereban, wekî mînak, Bexdad dikane bibe bazareka girîng. Herwisa, em bibêjin hukmata kurd dikane di warê îslehkirina toxim de ji tecrubeyên pisporên îsraîlî sûd wergire. Wekî mînak, deþta Hewlêrê bona hilberînîya silqê (pancarê þekirê) warekî gelek bi kêr e. Mehane û yarmetîya xwarinê ku hukmata kurd li gorî serjimareyê li malbatan belav dike kurdan, malbatan ber bi rehawet û tiralîyê ve dibe. Pêkanînan geþedana çandînîyê divê jibo malbatan girîng be.

Heta 15-20 sal berê þer hebû. Di nav atmosfera þer de mumkin nebû ku hilberînîya çandînîyê, geþedana çandînîyê bihê kirin. Êdî rewþeka hîn bi îstîqarar heye. Ez ne di wê qenaetê de me ku bona berhemên çandînîyê muþkileya bazarê hebe. Herçendî frokeyên þer, topên Tirkîye û Îranê bi hinceta têkoþîna li dijî PKK carînan herêma Qendîlê, herêma Behdînanê topbaran dikin, ku ev bona geþedana çandînî û heywanxwedîkirinê rewþeka ne baþ e, lê dê ev tehdîd bi demê re ji navê rabe.

Yên ku temaþeyê kanala Kurdsat û Kurdistan TV dikin, dibin þahid ku di nav kurdan de pê emelkirina amûrên luks zêde dibe. Ev jî helwêst û gotineka Mela Mistefa Barzanî tîne bîra meriv. Piþtî peymana otonomîyê ya 11 adar 1970 ku bi Sedam Huseyn re hatibû îmzakirin, di nav kurdan de rehawetekê dest pêkir. Hinek ji fermandarên pêþmergeyan hertim diçûn bajaran. Otomobîlên luks xistibûn binê xwe. Yek ji van fermandaran jî Îsa Suwar bû. Îsa Suwar fermandarekî gelek nêzîkî Mela Mistefa Barzanî ye. Fermandarekî wisa ye ku li sala 1946, di prosesa komara kurdî ya Mahabadê de bi Mela Mistefa Barzanî re çûbû bo Yekîtîya Sovyetan, herwisa, di sala 1958 de dîsa bi Mela Mistefa Barzanî re vegerîyabû. Rojekê Îsa Suwar bi otomobîleka luks tê serdana Mela Mistefa Barzanî. Mela Mistefa dema ku Îsa Suwarî di otomobîla luks de dibîne, gotinê diavêje ser, dibêje: “Îsa, ez bala xwe didim tu êdî ji van otomobîlên bidûvik hîç peya nabî, tu yekî dihêlî li ya din suwar dibî. Hîn rewþa me, rêveberîya me tam dîyar nîn e. Divê em çîyayên xwe, konên xwe, qantirên xwe ji bîr ve nekin…”

Rewþa niha helbet ne ew rewþa 37-38 sal berê ye. Heq û huqûqên kurdan êdî piçekî din garantî bûne. Êdî vegerîna bi paþ de ne mumkin e. Dê her tiþt bêhtir pêþ de here. Ji alîyê din, êdî sûdwergirtinana ji îmkanên nûjen û bikaranîna amûrên luks, mafê xwezayî yê kurdan e. Helbet otomobîl jî yek ji van amûran e. Lêbelê digel van hemîyan, rêveber divê zarokên îro yên kurdan û nifþên paþerojê yên kurdan bifikirin û bi vê berpirsîyarîyê tevbigerin.

Ez dixwazim ji layê felsefeya dîrokê li ser mijarekê rawestim. Di çaryeka pêþîn a sedsala 20. de hêzên emperyal yên wê demê, di serî de Brîtanyaya Mezin û Fransayê, kirin ku gelê kurd bihê jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Li Rojhelata Navîn statukoyek ku kurdan hîç tiþtekî hesab nake hat danîn. Kurd bêstatu hatin hiþtin. Ev hêzên emperyal di wê prosesê de bi rêveberîyên ereb, fars û tirk re hevkarîyê kirin. Yekîtîya Sovyetan jî digel ku bona neteweyan berevanîya pirensîba mafê tayînkirina çarenûsa xwe dikir, lê derbareyê mafê kurdan de tu tiþtekî nekir, her dem li cem dewletên ku kurdan dipelêxin cih girt. Û ev “statukoya pîroz” seranserê sedsala 20. hat parastin, hat hêzdarkirin. Hewldanên kurdan yên bona xirakirina vê “statukoya pîroz”, hewldanên kurdan yên bona bidestxistina mafên xwe yên neteweyî, bi alîkarîya van hêzên emperyal hatin pelixandin. Lêbelê di destpêka sedsala 21. de proseseka gelek cihê pêk hat. Rabirdûyeka vê prosesê ku vedigere dawîya sedsala 20., vedigere salên 1990î heye. Li destpêka salên 2000an, hêzeka emperyal a din, ango DYA, bona berjewendîyên xwe bi êrîþeka çekdarî mudaxeleyê Îraqê kir. Di “statukoya pîroz” de qelþeka girîng çêbû. Bêguman DYA viya ji bo heq û huqûqê kurdan nekir. Lê vê mudaxeleyê bona kurdan rewþeka guncaw amade kir. Êdî dê dîrok di vê îstîqametê de bimeþe. Paþ de vegerîn êdî ne mumkin e. Ev prosesa nipînû ya li Rojhelata Navîn divê bibe mijareka girîng ya felsefeya dîrokê. Ew statukoya ku hêzên emperyal di destpêka sedsala 20. de bona kurdan pêk anîbûn, di destpêka sedsala 21. de dîsa ji alîyê hêzeka emperyal a din tê xirakirin. Divê ev yek hem ji layê felsefeya dîrokê, hem ji layê felsefeya sîyasetê û hem ji layê felsefeya civakê bibe warekî girîng yê lêkolînan. Ger li ser van mijaran bihê fikirîn dê gelek baþ be. (*)

____________________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

(*) Ev nivîs bi ser navê Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nin Geleceði li Hewlerpost, Hejmar 9, rûpel 5,16 gulan 2009, weþîyaye.

   

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org