Pirsa Kurd: Dîyarkerîya Rabirdûyê

 

 

 

Îsmaîl Beþîkçî

Wergerandina ji tirkî:  Roþan Lezgîn

 

 

 

Di pirsa kurd de, ji çareserîyê zêdetir divê li ser çawahîya bingehîn (temel nitelik) û kakilê pirsê were axaftin. Li gorî qenaeta min, ger derbareyê çawahîya bingehîn a pirsê de fikrekî tendurist pêk were, çûyîna ber bi çareserîyê ve, dê hêsantir be. Bona çareserîya pirsa kurd, dewra herî munasib salên 1920’î, dewra Cemîyeta Miletan bû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê ku piþtî wê dewrê hatin meþandin, çareserîya pirsê zehmetir kirine. Yên ku têkelî pirsê bûne, yên ku destê xwe dixin nav pirsê zêdetir bûne. Ev bûye sedemê alozî û zehmetbûyîna pirsê.

Bona çareserîya pirsa kurd, berîya her tiþtî, pêwîstî bi rewþeka polîtîk û derûnî heye. Îro rewþeka wisa tune ye. Em wisa bifikirin: Em ferz bikin ku serokwezîr Receb Teyîb Erdogan bi serokê Partîya Civaka Demokratîk (DTP) Ehmed Turkî re, bi heyeta DTP re hevdîtinek kiriye. Em ferz bikin ku piþtî vê hevdîtinê, daxuyanîyeka hevpar bo çapemenîyê ragihandine. Bila di vê daxuyanîyê de îfadeyên wisa hebin: “Em derbareyê pirsgirêkên Tirkîyeyê yên rojane û aktuel de axifîn, di vê navberê de, em li ser pirsa kurd jî axifîn…” Atmosfera sîyasî û derûnî ku bona çareserîya pirsa kurd pêwîstî pê heye, ev e. Bona ku li ser pirsê muzakere çêbibe û were axaftin, divê rewþeka wisa çêbibe. Wekî mînak, em ferz bikin ku, TV-Þeþ piþtî hevdîtineka wisa dest bi weþanê kiriye. Hingê em dikanin bibêjin muxalefeta li dijî TRT-Þeþ dê hîn kêmtir bûya. Îro rewþeka wisa naxuye. Ez hêvîdar im ku TRT-6 bibe wesîleya çêbûna rewþeka wisa.

Îro li Rojhelata Navîn kurd zêdetirî 40 mîlyon nufûsî ne. Lê di peywendîyên navneteweyî de ne xwedîyê statuyeka piçuk a sîyasî ne. Li Yekîtîya Neteweyan, li Konseya Ewropayê, li Yekîtîya Ewropayê, li Teþkîlata Konferansa Îslamê, li Teþkîlata Pêþdeçûna Îslamê, li Yekîtîya Ereban, dema ku behsa heq û huqûqê dikin navê kurdan derbas nabe. Navê kurdan tenê dema ku behsa “terorê”, “terora navneteweyî” dibe, hingê derbas dibe. Ew jî behskirinek mîna “em ê koka terorê bînin” e.

Di cihêkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û cografyaya Kurdistanê de dewletên emperyal yên wê demê, ango rola Îngilîstan û Fransayê gelek mezin e. Van dewletên emperyal bi rêvebirîyên ereb, fars û tirk yên wê demê re di nav hevkarîyê de rewþeka wisa pêk anîn. Li wan salan, yanî di dewra Cemîyeta Miletan de, ku ev kirasê lanetî li kurdan hatîye kirin, te divê rola van dewletan yan te divê rola Yekîtîya Sovyetan, gelek e. Tê zanîn ku piþtî viya li Tirkîyeyê polîtîkaya înkar û tunekirinê hat rojevê. Înkarkirina kurdan û zimanê kurdî, îddîaya ku eslê kurdan tirk e û zimanê kurdî jî devokeka zimanê tirkî ye, di dewra Komarê de bû polîtîkaya dewletê û bi zanebûn hat tetbîqkirin. Me piþtî salên 1960î, 1970yî dest bi naskirina kurdan kir. Lê rêveberên Brîtanyaya Mezin, Fransa û Rûsya-Yekîtîya Sovyetan ji mêj de gelek baþ ji hebûna kurd û zimanê kurdî agahdar bûn. Wekî mînak, wergerandina Þerefname bo rûsî û fransizî li sedsala 19. çêbûbû. Mîsyonerên îngilîz, rûs û fransiz ji mêj de ye ku li welatê kurdan lêgerîn û lêkolînan dikin. Rêvebirên îngilîz, fransiz, rûs û bolþevîk ku polîtîkayên dewleta tirk ên ku hebûna kurdan û zimanê kurdî înkar dikin, eynen qebul kirin. Ev proseseka wisa ye ku divê meriv bi meraq û baldarî lêbikole. Tê gotin ku polîtîkaya derveyî li ser bingeha “berjewendîyên dewletê” tê danîn. Gelo di vê prosesê dê qey dê exlaq nîn be? Miletekî ewqas mezin çawa dikane ligel ziman û kultur û cografyaya xwe bihê înkarkirin, tune bihê hesibandin? Ger meriv rabe bibêje “di peywendîyên navneteweyî de prensîba bingehîn berjewendîyên dewletê ne”, qey di radeyeka herî nizim de be jî dê berevanîya exlaqê sîyasî neyê kirin? Gelo “di peywendîyên navneteweyî de prensîba bingehîn berjewendîyên dewletê ye” tê wê wateyê ku, dê berevanîyê nirxên gerdûnî neyê kirin?

Konseya Ewropayê di roja 5 gulan 1949 de hatîye damezrandin. Demeka kurt piþtî damezrandinê, Tirkîye bûye endama Konseya Ewropayê. Ji Konseya Ewropayê re dibêjin “wijdanê Ewropayê”. Ev Tirkîyeya ku xwedîyê pirsgirêkeka ewçned mezin e, gelo çawa dibe endamê sazîyekê ku dixwaze li Ewropayê demokrasîyê binecih bike, berfireh bike? “Wijdanê Ewropayê” çima pirsa kurdî neanîye bîra Tirkîyê? Me ji dawîyê salên 1960î dest bi nasîna pirsa kurd kir. Her ku me nas kir, em hay jê bûn ku em çendî kêm pê dizanîn, çiqas tiþt hene ku em pê nizanin. Di prosesa þerê cîhanê yê yekem de, di dewra Cemîyeta Miletan de, ji ber wan peymanên veþarî ku derbareyê kurdan de çêbûne, hingê dîyar dibe ku Îngilîstan, Fransa, Rûsya-Yekîtîya Sovyetan, Îtalya û hwd. derbareyê kurdan de gelek tiþtî dizanîbûn. Baþ bi Þêx Mehmûdê Berzencî, Qoçgirî, Þêx Evdiselam (1914) dizanûbûn. Digel viya, dîsa jî hertim di hewldanên pelixandina daxwazên kurdan de, dewletên ku tadayê li kurdan dikin, hertim ji van dewletan piþtgirî dîtin. Ev rewþeka balkêþ e.

Di salên 1920î de bona ku di peywendîyên navneteweyî de aþtî çêbibe, bona ku aþtî saz bibe, bona ku aþtî ebedî bibe, Cemîyeta Miletan tê danîn. Li Rojhelata Navîn heta ku daxwazên neteweyî yên kurdan bi cih neyên, dê çawa aþtî çêbibe? Piþtî þerê cîhanê yê duyem, li salên 1940î, bona ku di qada navneteweyî de aþtî hîn bi þêweyekî qewîtir saz bibe, kêmasîyên Cemîyeta Miletan jî li ber çav tên girtin û Yekîtîya Neteweyan tê damezrandin. Dîsa daxwazên kurdan yên neteweyî bi cih nayên, tên pelixandin. Divê bi dîyardeyên dewlemend bihê vekolîn ku gelo nîzama navneteweyî, nîzama navdewletî bona çi ewçend di elenîya kurdan de hatîye sazkirin. Ew prosesa ku em jê re dibêjin “çareserî”, tenê dikane li ser analîzeka tendurist a derbareyê van mijaran de bihê danîn.

Cemîyeta Miletan, Yekîtîya Neteweyan… Wekî ku tê dîtin, ev sazî behsa “miletan” dikin. Lê bi awayekî fiîlî peywendîyên di navbera dewletan de dîyarker û serdest in. Berjewendîyên dewletê tên parastin. Berjewendîyên dewletê jî, hertim miletên ku bêdewlet in bo xwe dikin amanc. Ev hemî divê bi awayekî tendurist bêne vekolandin.

Cihêkirin, parçekirin û parvekirinê, mejiyê kurdan û cografyaya kurdan belav kiriye, qaqordeyê wan parçe kiriye. Îro rastîya dîrokî ku rewþa kurdan dîyar dike, ev e. Îro gelek dewletên ku nufûsa wan di binya mîlyonekê re ye, hene. Ev dewletên ku endamên rêxistinên mîna Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Rêxistina Konferansa Îslamê ne, îmzaya xwe diavêjin biniya daxuyanîyên mîna “Em li dijî danîna dewleteka kurd a li Rojhelata Navîn in, em naxwazin li Rojhelata Navîn sînor biguherin”. Dewletek ku nufûsa wê ji mîlyonekê kêmtir e, çawa dikane paþeroja miletek ku nufûsa wê ji 40 mîlyonî zêdetir e tayîn bike? Ev rewþa hanê nîþan dide ku nîzama navneteweyî, statukoya navneteweyî di elenîya kurdan de hatîye danîn. Divê meriv ji vê statukoya navneteweyî haydar be. Divê ev statuko bi têgehên zanistî, sîyaset û dîplomasîyê bête rexnekirin. Divê ev rexne xwe bispêrin dîyardeyên dewlemend û her berdewam çêbibin.

Kurd, di peywendîyên navdewletî de divê rewþa xwe bi rewþa ereb, fars, û tirkan, herwisa, bi rewþa ermenî, asurî-suryanîyan re berawird bikin û xwe ji zeafîyetan carî bikin. Rabirdûyeka dewlemend heye ku van rojan dîyar dike. Her ku ji van peywendîyan agahdar bibin dê çareserî jî nêziktir bibe. Haydarbûna ji van peywendîyan, bona çareserîyê, di pêkhatina rewþeka musaît a derûnî û polîtîk de dê sûdewar be. Ji derveyî “çareserîya pirsê” jî, yanî, bi vê mijarê ve giradayî nebe jî, cardin, divê meriv van meseleyan vekole.

 

_________________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

Ev gotar bi sernavê “Kürt Sorunu: Geçmiþin Belirleyiciliði” li kovara Mizgîn, Hejmar: 54 weþiyaye (20.02.2009).

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org