|
Pirsa
Kurd: Atmosfera Polîtîk û Ruhî Îsmaîl Beþîkçî Li
van salên dawîn derbareyê pirsa kurd de gelek axaftin û munaqeþe çêdibin.
Herçendî ev axaftin û munaqeþe li gelek cihî û li pirê wextan bi çavê
dewletê têne kirin jî cardin her ku diçe eleqeya li ser pirsa kurd zêde
dibe. Ew atmosfera ku ev axaftin û munaqeþe çêdibin atmosfereka çawa
ye? Taybetîyên sîyasî, civakî û ruhî yên vê atmosferê çi ne? Divê
meriv bala xwe bide ser, gelo dema ku dibêjin pirsa kurd, dema ku dibêjin
çareserî bona pirsa kurd, di nav atfosfereka ruhî ya çawa de li çareserîyê
digerin? Li
serê meha kewçêrê, ango roja 04.10.2008, li navçeya Þemzînan êrîþek
bi ser meqera leþkerî ya gundê Bêzelê de hate kirin. Sererkanîyê û
çapemenîya ku pabendê sererkanîyê ye, eþkera kir ku 15 leþker þehîd
bûne. Paþê wan ev hejmar bilind kir gihand 17 leþkerî. Çavkanîyên
PKK jî dan zanîn ku ev hejmar hîn gelek bilindtir e. Çapemenîya tirk di
dewama nûçeyên xwe de digot “23 tene xayîn tune bûn!” Çapemenîya
tirk hefteyekê, deh rojan behsa þehîdan kir. Bona leþkerên ku di pevçûnê
de jiyana xwe ji dest dane þîn û þîwan gerandin. Bona alîyek ji birrên
ku pevdiçin digotin þehîd, yên ku jiyana xwe ji dest dane yek bi yek
hatin pesinandin. Lê bona þervanên PKK bi gotinên piçûkxistinê
digotin “xayîn”, “23 tene xayîn geber bûn!” Di gotinan wan de
termînolîyeka diþminane ya tijî kîn û redkirin hebû. Êþ
û jana malbatên leþkeran di televîzyonan de nîþan didan ku bê hela ew
çawa êþîyane. Lê êþ û jana malbatên PKKyîyên ku di pevçûnan de
jiyana xwe ji dest dane, þîn û þîwana wan hîç nîþan nadin ku bê
hela ew çawa êþîyane. Çapemeniya nivîskî û rojname jî hîç cih
nadin wêneyekî wan. Lê televîzyonên kurdan, wekî mînak, Roj Tv bi kîtekît
dîmenên definkirina þervanên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane
nîþan dide. Pêþî prosesa ji destê dewletê derxistina cesedan, ji morgê
hildana wan heye. Ev jî tê zanîn ku bona vê yekê têkoþîneka sext tê
dayîn, bona ku xwedîtî li cenazeyan bête kirin bi israr têdikoþin.
Definkirina cenazeyan jî, carînan bi beþdarîya hezaran, dehhezaran kesî
çêdibe. Jin, zarok, kal û pîr, xort beþdarî bo van merasiman dikin. Li
hin ciyan bi hezaran, li hin ciyan bi dehhezaran, girseyeka qelebalix ku
dora wê ji layê hêzên dewletê ve hatiye pêçan, bi qîrîna drûþmên
xwe re, bi hildana pankartên xwe re ber bi goristanê dimeþin. Helebet divê
girîng be ku meriv fikr û hîsên van meriv û girseyan bizane û têbigihê.
Lê di televîzyonên tirkan de, di çapemeniya wan a nivîskî de derbareyê
van merasiman de hîç nûçe, dîmen an hwd. tiþtek tune. Ev helwêsta hanê
jî, nîþana redkirin, bêpaxavî û guhnedanê ye. Bona ku însan ji
proseseka wisa haydar nebin, ji vî layî de jî ev bêpaxavî dibe pêwîstîyek.
Di prosesa þewitandin, wêrankirin û valakirina gundan de jî ev yek wisa
bû. Dema ku ev bûyer çêdibûn jî di çapemenîyê de cih nedidan tu wêneyekî
derbareyê wan de. Herwisa, zivistanê di serma û seqem, befr û baranê de
dema ku malbat, zarok û jin ji cih û warê xwe koçber dibûn û ber bi dûrgehan
ve diçûn, bê hela çi bi serê wan de dihat, qet bala çapemeniya tirk
nedikiþand. Li van salên dawîn çapemenîya tirk, nivîskarên tirk
hertim behsa entegrasyonê dikin. Di nav atfosfereka wisa de ku hest û fikr
ji hev dûr dikevin, gelo dê çawa entegrasyon bête çêkirin? Helbet
rêvebirên dewleta tirk û hukûmetê ji vê rewþa kurdan xeberdar in, vê
rewþê diþopnin. Madem ku wisa ye, hingê, meriv dikane bibêje ku ev polîtîkaya
bêpaxavî û guhnedanê, polîtîkayeka sîstematîk e. Pirsa
kurd di nav atmosfereka polîtîk û ruhî ya wisa de tê axaftin, ji viya jî
girîngtir, di nav atmosfereka wisa de bo pirsa kurd li çareserîyê
digerin. Gelek eþkera ye ku ev polîtîkaya guhnedanê, þervanên PKK,
malbatên wan, dê û bavê wan, birayên wan tune dihesibîne. Meriv dikane
bibêje ku evên hanê hejmara wan bi mîlyonan e. Ger ev meriv, hîs û
fikrê van malbatan tune bête hesibandin, guh nedin wan, ehemîyetê nedin
wan, gelo dê çawa rê bête girtin? Ev jî balkêþ e ku, di atmosfereka
wisa de çawa li ser entegrasyonê tê fikirîn. Ji wê çareserîya ku di
nav atmosfereka wisa de çêbibe çareserîyeka demokratîk dernakeve. Ev
atmosfera hanê tenê dikane bona operasyonên dewletê yên zordar ku pirsê
dipelixin re rê xweþ bike û bona van operasyonan zemînê amade bike. Di
navîna meha kewçêrê de Cengiz çandar û Oral Çalýþlar li Diyarbekir
bona ku fikr û hîsên gel bizanibin hinde xebat kirin. Ev xebat li roja 14
kewçêr 2008, li rojnameya Radikalê bi sernavê “Dîtinên
Cengiz Çandar û Oral Çalýþlarî yên ji Kolanan” hatin weþandin.
Di wan rojan de hukûmetê eþekera dikir ku “dê 1400 çekdar ji hêzên
taybet biþîne herêmê”. Li kuçe û kolanan, li qewexane û sûk û
bazaran, xelkê li hemberî van daxuyanîyên hukûmetê reaksîyon nîþan
dida û ji rojnamegeran re digot, “Pêwîstîya ma bi hêzên ewlekarîyê
nîn e, bi hêzên þefqetê heye.” Rojnameya Radikalê bi manþeta
“Dîyarbekir bi hêvîya þefqetê ye” ev nûçe weþand. Atmosfera
ku çareserî têde were axaftin dîyar e. Ger di atmosfereka wisa de li ser
çareserîyê were axaftin, dê encamêka bixêr bi dest keve. Ev
atmosfereka wisa ye ku, bi çavê “ev zarokên me ne” li PKKyîyan
tê mêzekirin. Ev atmosfereka polîtîk û ruhî ya wisa ye ku, bi çavê
diþmin li PKKyîyan mêze nake. Helbet ev atmosfera hanê tenê dikane bi
daxuyanîyên ku ji alîyê berpirsîyarên bilind yên dewletê, ji alîyê
serokkomar, serokwezîr, sererkan, wezîrê karên navxweyî û wezîrê karên
derve, ji alîyê van meqaman ve pêk were. Divê bête zanîn û têgihîþtin
ku bê hela xort çima diçin serê çîyê? Divê bête zanîn û têgihîþtin
ku bê hela çima xort dev ji jîyana rehet ya li bajaran berdidin û berê
xwe didin çîyê, çima wê jîyana sext a li serê çîyayan tercîh
dikin? Helbet xort dizanin ku di dawîya vê jiyanê de kuþtin jî heye.
Digel viya, çima bi hewes û keyfxweþîyê ber bi jîyanake wisa bazdidin?
Digel ewçend zor û zehmetîyên jiyaneka wisa hene, çawa jê re tehemul
dikin? Fikr û hîsên kesên ku diçin çiyê çi ne? Divê meriv bala xwe
ji ser van babetan nede alî û bi baldarî lêbikole, li ser bisekine. Ger
hema gav û saetê ji van xortan re bibêjin “terorîst” jî, ev yek tu
îzehetek bo pirsê çênake. Ev ne rêyeka rast e ku meriv bala xwe nede
ser terora dewletê, meriv behsa amancên terora dewletê neke lê tenê
rabe bibêje, “teror”. Ez
pêwîstî bi behskirina bûyerekê dibînim ku bê hela di nav kurdan de
fikr û hîsên neteweyî çawa çêbûne, çawa belav bûne û gihane kûrahîyeka
çawa. Hevalekî min ê nêzîk vê bûyerê ji min re behs kiribû. Ev bûyer
ji vir bi qasê sê hefte berê, ango li serê meha kewçêra 2008 çêbûye.
Dê
xanî bête boyaxkirin. Berî ku karker werin, xanima malê li erda wê
odeya ku dê boyax bibe, kaxezên rojnameyan radixîne. Pelên kaxiz, yên
rojnameya Azadiya Welat in. Rojnameya rojane ya bi kurdî. Karker,
karkerên kurd in… Karker wekî ekîbekê tên. Karkerên kurd dema ku
rojnameya Azadiya Welat dibînin, xwe hemet dikin ku pê li rojnameyê
nekin û hêdîka ji erdê radikin li koþeyekê datînin, dibêjin “Di
rûpelên vê rojnameyê de wêneyên þehîdên me hene, em nikanin pê li
pelên wê bikin.” Ya
rastî xwedîyê xanî jî malbateka welatparêz e. Kî rojnameya kurdî Azadiya
Welatê dixwîne? Lê karkerên kurd hîn cihêtir in, hessasîyeta hîn
bêhtir hîsdar nîþan didin. Ev karkerên sade ne. Ev karkerên hanê di
dema pevçûnan de ji gundê xwe, ji bajarê xwe pekîyane hatine, rojekê
karekî dibînin û diþuxulin lê du roj betal digerin, karkerên xwedî
jin û zarok ku debara malê di stîyê wan de ye. Pelixandina hîs û nîyet
û hêvîyên van însanên wisa, tu pirsekê çareser nake. Ya girîng ew e
ku meriv hewl bide xwe da ku van fikr û hîsan bibîne û têbigihê. Êdî
ne mumkin e ku pêþî li van hîsên hanê bête girtin yan bêne
pelixandin. Jixwe ev hîsên hanê di prosesa pelaxtinê de, bi prosesa
terora dewletê re geþ bûne û kûr bûne. Çapemeniya tirk van kesan bi têgeha
“xayîn” bi nav dike. Tê dîtin ku ev kesên hanê di nav dilê bi mîlyonan
kurdî de cih girtine. Helbet ev ziddîyet rewþeka balkêþ e ku divê
meriv bala xwe bide ser. Ev mijareka gelek girîng e ku bi me nîþan dide bê
hela di nav girseyên mezin de welatparêzîya kurdî, neteweperwerîya kurdî
çawa çêdibe û geþ dibe. Ev jî rewþeka wisa ye ku divê meriv bala xwe
bide ser û li ser bisekine. Hema
bibêjin ku her merivek mafên xwe yên xwezayî yên mîna zimanê zikmakî,
mafên ku bi hatina dinyayê re dibe xwedîyê wan, dixwaze bê kelem û
astengiyekê bi kar bîne, bona vê yekê di nav hewldanê de ye. Astengî
yan jî zordarîya li hemberî mafên xwezayî bihuzûriyê ligel xwe çêdike,
tûþî reaksîyonê dibe. Di navbera mafên xwezayî û rewþa reel, ango
zordarî, pêþîlêgirtin û em bibêjin, huqûqa pozîtîf de zidbûneka
gelek mezin heye. Kesê ku hewl dide xwe da ku xwedîtîyê li mafên xwe yên
xwezayî bike û bi vî awayî di ser vê zidbûnê re derbas bibe, kesê ku
li hemberî pelaxtin û zordarîyê têdikoþe, di vê prosesê de her ku diçe
dibe takekesekî azad. Takekesê azad, helbet li hemberî wan sazîyan e ku
pelaxtin û zordarîyê organîze dikin, li hemberî îqtîdara sîyasî û
dewletê ye. Takekesê azad, ji layekî ve dema ku li hemberî zordarîyan têdikoþe,
ji layê din, hewl dide xwe ku rêveberiya xwe ava bike da ku ji bin
tehakuma zordarîyê derkeve. Rêveberîya wî dibe ku rêveberiyeka mîna
federasyon yan jî dewleteka serbixwe be. Ger ev têkoþîna du-alî ya
takekesê azad were fêmkirin dê baþtir be. Gotara bi sernavê “Özgür
Birey-Devlet ve Devletleþme Ýliþkisi” (15 Ekim 2008) ya Berzan Botî ku
di malpera Nasnameyê de weþîyaye, ji vî layî de mijareka hêjayî
baldarîyê ye. Berzan Botî di vê nivîsa xwe de fikrê Ebdullah Ocalanî
yê derbareyê dewlet-takekesê azad de rexne dike. Divê di gotareka din de
ev mijar bête vekolîn. 22
kewçêr 2008 ____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
Îsmaîl Beþîkçî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org