|
Platforma
Abantê û Însîyatîfa Gel a Demokratîk Îsmaîl Beþîkçî
Platforma
Abantê (*) di navbera rojên 4-8 tîrmeh 2008 de bi sernavê “Pirsa
Kurd: Bi Hev re Lêgerîna Aþtî û Paþerojê” semînerek li dar
xist. Semîner li Abantê çêbû. Roja 13 îlon 2008, li Diyarbekirê dê
li ser encamnameya semînerê hinek munaqeþe çêbûbûna û daxuyanî
bihatana belavkirin. Hinek saziyên civaka sivîl yên Diyarbekirê di vê
mijarê de bi Platforma Abantê re li hev kiribûn. Serekê Jûra Bazirganîyê
ya Diyarbekirê Mehemed Kaya, serekê Borsaya Bazirganiyê ya Diyarbekirê
Fexredîn Akyil, serekê Yekîtîya Jûrên Esnaf û Sinetkaran ên
Diyarbekirê Elîcan Ebedînoglu, serekê Komeleya Sinaîsaz û Karsazên
Diyarbekirê Raîf Tirk, serekê Komeleya Sinaîsaz û Karsazên Herêma Baþûrê
Rojhilatê Þahîsmaîl Bedirxanoglu derbareyê vê kombûnê de bangewazî
jî belav kiribûn. Kesên ku peywendîya wan bi Platforma Abantê re heye
û akademîsyen dê biçûna Diyarbekir û encamnameya semînera bi sernavê
“Pirsa Kurd: Bi Hev re Lêgerîna Aþtî û Paþerojê” pêþkêþ
bikirana. Kesên ku hatibûn vexwendin dê vê encamnameyê munaqeþe
bikirana û derbareyê wê de fikrê xwe beyan bikirana. Ev
pênc rêxistinên civaka sivîl ku dê kombûnê organîze bikirana li roja
12 îlon 2008 daxuyanîyekê belav kirin ku kombûn hatiye betalkirin. Wisa
tê fehmkirin ku ji ber tehdîdên ku ji layê Însîyatîfa Gel a Demokratîk
a Diyarbekirê çêbûbûn kombûn hatiye betalkirin. Semînera bi sernavê
“Pirsa Kurd: Bi Hev re Lêgerîna Aþtî û Paþerojê” ku ji layê
Platforma Abantê hatibû pîlankirin ku vê biharê dê li Dîyarbekirê
çêbûbûna. Wê demê jî ji ber tehdîdên Însîyatîfa Gel a Demokratîk
a Diyarbekirê semîner nikanîbû li Dîyarbekirê çêbibe. Paþê li
Abantê çêbû. Derbareyê vê bûyera dawîn de Însîyatîfa Gel a
Demokratîk a Diyarbekirê di daxuyanîya xwe de wisa dibêje: “Paltforma
Abantê, hîn berê jî dê li Diyarbekir bi sernavê ‘Pirsa Kurd:
Bi Hev re Lêgerîna Aþtî û Paþerojê’ semînerekê bidana lê ji
ber ku rûyê wan ê rastîn hatibû eþkerakirin hingê semînera xwe veguhêztibûn
bo Abantê û li wir kombûna xwe çêkiribûn. Wê demê jî me tekîd
kiribû ku ev teþebus ji ser xwe daweþandina gunehan e.” Însîyatîfa
Gel a Demokratîk a Diyarbekirê bi van îfadeyan ewên ku dê kombûnê
tertîb bikirana tehdîd dike: “Platform, cemaeta Fetulah Gulenî û
AKP di nav hewldanê de ne ku li kîderê kurdekî ‘beredayî’ û
‘revoke’ hebe bigre gel xwe û dîyardeyeka sext a kurd çêbike. Li tu
dera cîhanê bêyî muxataban pirs nehatine çareserkirin. Gelê kurd û sîyaseta
ku numayendetîya wê dike nexþeya xwe dîyar kiriye û bo xwe prensîba
xodmuxtariya demokratîk pesend kiriye. Fehma sereke ya AKP wisa ye, herwekî
ku bibêje ‘bila kurd li dera hanê bisekinin, em ê pirsgirêkên wan
hel bikin’. Ji vê çendê, di serî de AKP, em hemî sazîyên hevkar
ên bi wê ve girêdayî hîþyar dikin. Û em careka din dîyar dikin ku
divê tu kurdekî xwedî rûmet beþdarî bo Paltforma Abantê û yên wekî
wê neke. Em ew kesên ku vê yekê organîze dikin jî hîþyar dikin û em
bi bîra wan dixin ku divêt neyêne bo Dîyarbekir. Di rewþeka berevajî
de, kurd dê her awa mafê xwe yê êrîþên meþrû bikar bînin.” Herçendî
peyva “hîþyarîyê” di vê daxuyanîyê de tê bikaranîn jî lê
gelek eþkera ye ku tehdîd têde heye. Ev kiryar helwêsteka li dijî azadîya
xweîfadekirinê nîþan dide. Lêbelê kurd di rewþeka wisa de û divêt
li her derê, di her rewþê de berevanîya azadîya xweîfadekirinê bikin.
Li gorî qenaeta min jî ev îfadeya ku dibêje li tu dera cîhanê bêyî
muxataban pirs çareser nabin, gelek rast e. Lê ne rast e ku ev yek di pêþîya
hilberandin û beyankirina fikrên derbareyê kurdan û Pirsa Kurd de ji layê
hinekên din, em bibêjin, ji layê Platforma Abantê dibe asteng. Rastî ew
e ku meriv beþdarî bo komcivînên wisa bike û fikrê xwe bibêje. Ev
polîtîkayeka sereke ya dewletê ye ku li hemberî þuûra kurdayetîyê ku
di nav girseyên mezin ên xelkê de geþ dibe û belav dibe, dîyardeyên
sexte yên kurd pêk bîne. Helbet ev karekî rast e ku li hemberî dîyardeyên
sexte yên kurd têkoþîn bête kirin û ev dîyardeyên wisa bêne eþekerakirin.
Lê ev jî bi tehdîdê çênabe, divê bi zanînê çêbibe. Bi taybet li pêþberî
saziyên eleqedar divê qewî berevanîya vê zanînê bête kirin. Taybetmendîyeka
balkêþ a konferans û semînerên bi vî tewirî heye. Qet bala xwe nadin
çawanîya bingehîn a pirsê, hîç têkilî vê yekê nabin ku bê hela
heta bi îro çima Pirsa Kurd wekî pirsekê maye. Li Îranê Kurdîstan, li
Îraqê Kurdîstan, li Sûrîyê Kurdîstan, li Tirkîyê Kurdîstan, li
Qafqasyayê, li Ermenîstanê, li Azerbaycanê Kurdîstan… Lê ne yên
kurdan; Kurdîstana Îranê, Kurdîstana Îraqê, Kurdîstana Sûrîyê,
Kurdîstana Tirkîyê, Kurdîstana Ermenîstanê, ya Azerbaycanê… Kurd û
Kurdîstan çawa hatine jihevdexistin, parçekirin û parvekirin? Mafên
kurdan ku ji civakîbûna kurdîtîyê pêk tên, çawa hatine
desteserkirin? Çawanîya bingehîn a Pirsa Kurd ev e. Lê di van konferans
û semîneran de hewldana sereke ew e ku vî alîyê pirsê neynin rojevê.
Lêkolînerên ku fikrê wan ev e, yên ku di vê nihêrîne de bin, bo van
kombûnan nayêne vexwendin. Lêbelê divê Însîyatîfa Gel a Demokratîk
a Diyarbekirê jî ji xwe bipirse ku bê hela “Gelo em tiþtekî ji
Platforma Abantê cihêtir dikin?” Platforma Abantê yan jî sazîyên
bi wê ve girêdayî vê mijarê naynin rojevê, munaqeþe nakin. Berevajîya
vê yekê, hewl didin xwe ku serê vê mijarê binuxumînin. Lê ev jî kêmasîyeka
mezin a kurdan e ku vê mijarê naynin rojevê, ronahîyê naxînin ser vê
heyamê û van peywendîyan. Ev tê vê wateyê ku dîrokê tênegihîþtine.
Çengiz Çandar di axaftina xwe ya ku li Abantê di semînera bi sernavê
“Pirsa Kurd: Bi Hev re Lêgerîna Aþtî û Paþerojê” de kiribû
de gotîye, Pirsa Kurd pirsa dewletdanînê ye. Tekîd kiriye ku perwerdeya
bi zimanê kurdî mafekî rewa yê kurdan e. Herwisa, gotiye, heta ku kurd
neyêne razîkirin/tetmînkirin bihevrebûna kurdan û tirkan çênabe. Divê
meriv vê yekê wekî têbinîyeka baþ nîþan bike. Helbet divê meriv
hertim li pey rastîyê be, li heqîqetê bigere. Rêya vê yekê jî
rexnekirin û munaqeþe ye. Ev, prensîbên bingehîn ên þêweya zanistê
ne. Lê tehdîd helwêsteka antî-demokratîk e, pêþî li geþedana zanistê
digre û difetisîne. Pêwîstî
pê heye ku li vir meriv berê rexneyan bide ser wan sazîyên civaka sivîl
ku dê li Diyarbekirê van kombûnan organîze bikirana jî. Ev dibe du car
ku ev sazîyên hanê li ser van tehdîdan kombûnê betal dikin. Baþtir bû
ku digel van tehdîdan dîsa jî kombûn çêbûbûna. Di
daxuyanîya Însîyatîfa Gel a Demokratîk a Diyarbekirê de tê gotin ku
“divê tu kurdekî xwedî rûmet beþdarî bo kombûnan neke...”
Li gorî qenaeta min kurd têgeha “rûmet”ê li cihê wê û di dema wê
de bi kar naynin. Helbet divê meriv li rûmeta xwe xwedî derkeve, bi rûmet
be û xwedîtîyê li rûmeta neteweyî jî derkeve. Wê demê divê pirsa
sereke ev be ku, li cîhanê, li Rojhelata Navîn tu dê xwedîyê ji 40 mîlyonî
zêdetir nufûsî bî lê di peywendîyên navnetweyî de dê piçûktirîn
statuya te nîn be. Çi dema ku li sazîyên mîna Yekîtîya Neteweyan,
Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Konferansa Îslamê, Rêxistina Pêþdeçûnê
ya Îslamê behsa heq û huqûqê bête kirin, navê te derbas nebe lê çi
dema ku behsa “teror”ê, behsa “terora navneteweyî” bête kirin dê
navê te derbas bibe. Ew jî helbet di çarçeweya “dê koka terorê bête
qeliandin” de. Ev e, divê meriv di vê çarçeweyê de li rûmet, li rûmeta
neteweyî bigere û berevanîya wê bike. Lêbelê pirranîyê kurdan dibêjin
“em birayê hev in”, dibêjin “ev serê hezar salan e ku em bi hev re
ne”, dibêjin “em neteweperwer nîn in, em þoriþger in, em
enternasyonalîst in” û xwe dûr didin ku ev mijarên wisa neyên rojevê.
Dema ku kurd li Rojhilata navîn rewþeka wisa perîþan nîþan didin, gelo
behsa kîjan “rûmet”ê tê kirin? Roja
29.08.2008, li malpera www.rizgari.org
nûçeyeka þîroveyî weþîya. Sernivîsa wê “Efserên tirkan ên ku
bi kurdan pîsîtîyê dabûn xwarin, yên ku kurd kuþtibûn di þûna ku
ceza bigrin terfî bûne” bû. Behsa bûyerekê ku di sala 1989 de li
gundekî Cizîrê rû dabû dihat kirin. Darberayê vê bûyerê de ew
prosesa dadgehê baþ tê zanîn. Herwisa doza ku li Dadgeha Mafên Merivan
a Ewropayê hatibû vekirin û mehkûmkirina Tirkîyê jî baþ tê zanîn.
Ev mijarên cihê ne. Însîyatîfa
Gel a Demokratîk a Diyarbekirê ji wan grûban e ku gelek behsa “biratîyê”
dikin. Di prosesên wisa de gelo çawa têgeheka mîna “biratiyê”
tê hilberandin? Bingeha fikirînê dîyardeyên maddî ne. Di navbera dîyardeyên
maddî û fikr de girêdaneka qewî heye. Dîyardeyên maddî þewitandin û
kavilkirina gundan e, wekî ceza bi gundîyan gû dayîn xwarin e. Çi dema
ku li herêmên rojhelata Tirkîyê, em bibêjin li derdora bajarê Antalyayê
daristan diþewitin, dibêjin “kezeba me þewitî” û bona
vemirandina êgir bi can û dil dilebitin lê li herêmên kurdan dewlet bi
xwe daristanan diþewitine û pêþî li gundiyan tê girtin ku neçin êgir
venemirînin. A dîyardeyên maddî ev in. Emeleyên berhevkirina findiqan
ku ji herêma kurdan diçin bo herêma Deryaya Reþ, çawa bi heqaretên
mezin re rûbirû dimînin û tinaz bi wan tê kirin. A dîyardeyên maddî
ev in. Meriv dikane hîn bi dehan dîyardeyên mînanî vana bijmêre. Gelo
ji van dîyardeyên maddî û ji van peywendîyan çawa têgeha “biratîyê”
tê hilberandin? Gelo di vê helwêstê de, di fikrekî bi vî awayî de
seqetîyek nîn e? Gelo hûn dibêjin bi gelekê salan di bin destan de mayîn,
bêstatu bûyîn DNAya kurdan xira kirîye? Li derveyî van hemîyê tiþtan
divêt meriv vê prosesê bi têgehên zanistî îzeh bike. Têgehên mîna
rûmet û etîkê ne munasib in û têra wê nakin ku meriv van peywendîyan
pê îzeh bike.
204 dewletan beþdarî bo olîmîpîyatên sala
2004 yên li Atînayê kirin. 206 dewletan beþdarî bo olîmîpîyatên
sala 2008 yên li Pekînê kirin. Wisa dixuyê ke dewletên ku dê beþdarî
bo olîmîpîyatên li sala 2012 yên li Londonê bikin, dê ji 210î zêdetir
bin. Lê kurd dibêjin û hey dibêjin “xwedî dewlet bûyîn baþ nîn
e”, “xwedî dewletê bûyîn, di serî de dê zirarê bide kurdan”.
Þerê di navbera Gurcîstan û Osetê de, mudaxeleya çekdar a Rûsyayê bo
Gurcîstanê li Qafqasyayê rû dide lê dibe bûyereka wisa ku tevayî cîhanê
eleqedar dike. Di encama mudaxeleya Rûsyayê ya bo Gurcîstanê de behsa
serxwebûna Osetyaya Baþûr û Abhazyayê tê kirin. Osetyaya ku nufûsa wê
70 hezar e, doza serxwebûna xwe dike. Lê kurdên ku nufûsa wan zêdetirî
40 mîlyonan e nikanin li ser serxwebûna xwe bifikirin. Di vîya de seqetîyek
nîn e? Ez wekî þexs sînorên Gurcîstanê yan yekpareyîya axa Gurcîstanê
ji xwe re nakim derd. Azadî û rizgarîya ew gelên ku ji layê Gurcîstanê
ve di bin tehakumê de têne hiþtin hîn bêhtir min eleqedar dike. Li
cîhanê tiþtê ku bona her kesî baþ e, tenê bona kurdan xirab e. Hemî
gotinên kurdan bona rehetkirina dilê neyarên kurdan e. Kurd bona xwe tiþtekî
naxwazin, amanca wan a sereke rehetkirina dilê neyaran e. Kurd gotinên ku
dilê neyarên wan rehet dikin ewçend tekrar dikin ku her diçe ev gotinên
sexte helwêst û fikrê wan dîyar dike. Tirkîye
dema ku bona 180 hezar tirkên Qibrîsê dewleteka serbixwe dixwaze, ger
mesele were ser heq û huqûqên kurdan, tavilê têgeha terorê tîne rojevê.
Ji layê din, nufûsa tirkên Qibrîsê berî sala 1974 li dora 80 hezarî bû.
Nexwe ev nufûs piþtî mudaxeleyê, bi yên ku ji Tirkîyê hatin þandin
re ewçend zêde bûye. Lê kurd, bi wî halê xwe yê ku li Rojhelata Navîn
hatine jihevdexistin, parçekirin û parvekirin ji xwe re jîyana xwe dewam
dikin. Kurd dibêjin “em aþtîyê dixwazin”. Lêbelê divê di
þûna viya de bi ereb û ecem û tirkan re wekhevîyê bixwazin. Çi dema
ku wekhevî çêbibe dê aþtî jî çêbibe. Lê dibe ku her aþtîyek
nikanibe wekhevîyê bi xwe re bîne. Hingê dê pirs cardin dewam bike. Dê
li roja 29 adar 2009 hilbijartinên herêmî çêbibin. Ev rastîyeka vekirî
ye ku hukûmet bona ku, di serî de Dîyarbekir, þaredarîyan ji destê
Partîya Civaka Demokratîk bigre di nav hewldaneka gelek xurt de ye. Gelek
vekirîye ku dewlet jî vê polîtîkaya AKPê teþwîq dike. Dibe ku li
bajarên rojavaya Tirkîyê di navbera dewlet û AKP de derbareyê laîqbûnê
de hinde nakokîyên bingehîn hebin û dewlet li wan deran di nav polîtîkayeka
li dijî AKP de be, lêbelê li bajarên kurdan mîna rojê eþkera ye ku
dewlet piþtgirîyê dide AKP û wê teþwîq dike. Çunke di nav cereyanên
dîndarîyê de helandin û tunekirina Pirsa Kurd yek ji polîtîkayên
dewletê yên sereke ye. Di vî warî de AKP partîya herî kêrhatî ye. Di
vê mijarê de du îmkanên mezin ên hukûmetê jî hene. Yek jê ev e ku,
ji navendê li gorî nufûsa wan pareyê ku ji þaredarîyan re diþîne. Çi
dema ku hukûmet vî pareyî neþîne, dibe ku þaredarîyên Partîya
Civaka Demokratîk bikevin nav tengasîyê. Bona xizmetguzarîya bo xelkê hêzeka
maddî divê. Ger temînkirina hêza maddî hertimî dewam neke, hingê sirûþtî
ye ku dê xizmet rawestin. Çi dema ku xizmet kêm bibe, dibe ku xelk jî
xwe ji DTPê dûr bide. Ya duduyan jî, hukûmet û AKP ku bi qût û pûtê
xelkê re eleqedar dibin. Ji viya re polîtîkaya sedeqeyê jî tê gotin.
Komir, arvan, savar, çay û þeker, zeytûn û hwd. dibe ku di warê
xapandina xelkê de roleka wan a girîng hebe. DTP dikane li hemberî vê
polîtîkaya hukûmet û AKP çi bike? Berîya her tiþtî DTP mecbûr e ku
bide ser wê rêya ku dê bingeha dengdêrên wê birfireh bike. Gelek girîng
e ku ev tetbîqatên dabînkirina qût û pûtan, herwisa, dayîna van
sedeqeyan eþkera bibin û xelk di vê babetê de bête hîþyarkirin. Pêþî
gundan diþewitînin û wêran dikin, çavkanîyên debarê yên bingehîn
texrîb dikin, bi pêkanîna korucutîyê xelkê dixînin nav rewþeka perîþanbûyî,
piþt re jî radibin dikevin nav hewldanên sedeqe dayînê û bi vî awayî
piþtgirîya xelkê digrin. Divê bête îzehkirin ku ev prosesa hanê wêrankirineka
exlaqî ye. Bona
kurdan gelek girîng e ku kurd di rêvebirîyên herêmî de xwedî þîyan
bin. Di serî de Dîyarbekir, helbet divêt rêveberîyên herêmî bêne
parastin. Divê þaredarîyên bajarên Wan, Sêrt û Çewlîgê ku di
hilbijartinên sala 2004 de ji destê wan derketin cardin bi dest bixînin.
Divê bo xwe bikin amanc ku 56 þaredarîyan bikin sed, bikin sed û bîst
þaredarî. Bona vê yekê jî divêt bingeha xwe ya dengdêran berfirehtir
bikin. DTP mecbûr e ku di vê babetê de îttîfaqên xwe ji nuh de di ber
çav re derbas bike. Bi îttîfaqên ligel çepê tirkan re, yek + yek nake
dudu. Lêbelê di prosesa îttîfaqa DTP ya bi kurdên li devreyî wê re,
yek + yek dikane ji duduyan jî derbas bibe. Ev yek gelek eþkera ye ku dê
proseseka wisa sînerjîyekê, hêzeka moralê ligel xwe pêk bîne. Ev rewþ
hemî ne ew tiþt in ku bi tehdîdan pêk bên. Ne ku di helwêsteka ji xwe
dûr xistin û qedexekirinê de asê bibin, divê teqez bibin xwedîyê helwêsteka
azadîxwaz. Pêkhatina fehma biratîyê di nav kurdan xwe bi xwe de, di
navbera kurdan de meseleyaka jîyanî ye. (**)
22
îlon 2008 _______________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn (*)Abant,
navê goleka li nav sînorên bajarê Bolu yê Tirkîyê ye. Paltforma Abantê,
ji layê Weqfa Rojnameger û Nivîskaran ve tê destkekirin. Bona ku rewþa
civakê hîn baþtir bibe li ser zemîna zanistên sosyalî wekî dezgeyekê
pirsên civakî munaqeþe dike. Hewl dide xwe ku nirxên demokratîk hîn bêhtir
di nav civakê de bicih bibin. Ji ber ku ev komik her sal li keviya gola
Abantê kom dibe, hingê navê wê “Platforma Abantê” hatiye danîn. (**)Tirkîya
vê gotarê bi sernavê “Abant Platformu Ve Diyarbakýr Demokratik Halk Ýnisiyatifi”
li http://www.kurdistan-post.com
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org