|
“Polîtîkaya Asîmîlasyonê Nîn e!” Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Roja
14 nîsan 2009, sererkanê artêþa tirk orgeneral Îlker Baþbugî li Îstanbulê
di Akadamîyên Herbê de axaftina nirxandina salane kir. Sererkanî di
axaftina xwe de got ku, di dîroka civakî ya Tirkîyeyê de, di rabirdûya
wê ya sîyasî de asîmîlasyon nîn e. Bona ku bingehekê ji bo vê
malumatê peyda bike kitêba Devlet
ve Kürtler (Dogan Kitap, Îlon 2008) ya Prof. Dr. Metîn Heperî
wekî çavkanî nîþan da. Ev
malumata bi þeklê “Li Tirkîyeyê
polîtîkaya asîmîlasyonê li ser kurdan nehatîye tetbîqkirin, asîmîlasyon
tun e” merivî heyirî dihêle. Ev, herwekî ku meriv ji sipî re
bibêje reþ, ji reþî re jî bibêje sipî. Rastîyeka ewqas vekirî çawa
tê înkarkirin, çawa ewqas herwekî ku tiþtekî din be tê nîþandan,
çawa dikare bihê vajîkirin? Malumata bi þeklê “kurd
nehatine asîmîlekirin” ne malumateka zanistî ye. Ev malumateka
wisa ye ku hêza xwe ji dewletê, ji îdeolojîya resmî digre. Zanist,
tenê þêweyê têgihîþtin û fêmkirina peywendîyên têkilhev yên
di navbera bûyeran de ye. Lê asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê
proseseka gelek vekirî û eyan-beyan li nava meydanê sekinandî ye. Ji
layê din, wateya wê nîn e ku îlla divê dîyarde yan peywendîyên dîyardeyî
bi þêweyekî zanistîyane bêne axaftin. Helbet divê vekolandina sedem
û peywendîyên ku di pey dîyardeyên elemeþkera têne dîtin de ne,
girîng be. Ji layê din, peywirek yan îddîayeka zanistê û kesên ku
bi zanistê re eleqedar dibin nîn e ku îlla xwe bidin qebulkirin yan
hinekan îqna bikin. Ya girîng ew e ku, meriv hewl bide xwe daku dîyardeyan
têbigihê, fêm bike û eþkera bike. Digel van hemîyan, dîsa jî, divê
derbareyê prensîbên þêweyê zanistî de hinde mijar bêne qalkirin. Zanist
ancax di rewþa zanistîyane de tê hilberandin. Ev rewþeka wisa ye ku,
azadîya ramanê bêsînor e, rexneya azad, munaqeþeya azad bi þêweyekî
dînamîk çêdibin û wekî dezgeyekê cîbicî bûne. Ev elemeþkera ye,
li wê dera ku emr û ferman serwer bin, rewþa leþkerî li dar be, rewþa
zanistîyane nikare pêk were. Li Tirkîyeyê mijara kurdan warekî wisa
ye ku qedexeyên ramanê têde serwer, dîyarker û rênîþandar in.
Rexnekirina awirê resmî dikare mueyîdeyên îdarî û cezaî ligel xwe
bîne. Ev ne karekî exlaqî ye ku sererkan di nav tora van peywendîyan
de li hemberî çapemenîyê di axaftina xwe de bibêje “tekane rastî ev e” yan “rastîya
nîhaî ev e”. Çawa ku ev helwêst ne exlaqî ye, herwisa, naveroka
axaftinê jî ne zanistîyane ye. Bi qanûnan, bi talîmatan, bî fermanên
leþkerî tarîfkirin, rêvebirin, vajîkirin û averêkirina dîyardeyên
civakî ne helwêsteka exlaqî ye, ne helwêsteka zanistîyane ye jî. Di
zanistê de tekane pîvana rastîyan dîyarde ne. Pêþnîyazên ku bi dîyardeyan
nehatibin ezmûnkirin, bi dîyardeyan nehatibin piþtrastkirin yan jî
nehatibin derewînkirin, ne pêþnîyazên zanistîyane ne. Li
seranserê dîroka komarê derbareyê dê kurd çawa bêne asîmîlekirin
de gelek rapor hatine nivîsîn. Tew ev proseseka wisa ye ku ji Îttîhad
we Tereqqîyê dest pêbûye. Komarê vê prosesê sîstematîktir bi rê
ve birîye. Li dewra tek-partîtîyê (*)
bi dehan raporên ku ji layê mufetiþên giþtî ve, ji layê
serekwezîran ve, ji layê wezîrên karê navxweyî ve, ji layê
karbidestên payebilind ên mîna walî û mudirên giþtî ve hatine nivîsîn,
hebûn. Herwisa, gelek raporên ku ji layê efserên maliniþîn ve, ji
layê generalên malniþîn ve, ji layê profesorên unîversîteyê ve
hatine amadekirin, hatine nivîsîn hene. Di tevayî van raporan de
dereceya nihênîtîyê heye. Ev jî tê zanîn ku, ew tiþtên ku di
raporên navborî de hatine nivîsîn bona ku tetbîq bibin hewldan çêbûne. Derbareyê
kurdan de polîtîkaya bingehîn ya dewleta tirk asîmîlasyon e. Herwisa
fikrekî dewletê yê wekî “yên
ku bo tirkîtîyê asîmîle nabin, yên ku dibêjin îlla ez ê wekî
kurd bimînin, divê bêne tunekirin” jî heye. Qedexekirina kurdî,
yên ku li sûk û bazaran bi kurdî diaxifîn, serê her peyvê li wan
birrîna cezayê pareyan, bona asîmîlasyonê ye. Li zarokên kurd yên
7-8 salî ku dest bi xwendegehê dikin qedexekirina kurdî, herwisa, di
perwerdeyê de serdestkirina ziman û kultura kurdî bona asîmîlasyonê
ye. Wekî “zimanekî kovî”
qalkirina zimanê kurdî, tehqîrkirin û piçûkxistina yên ku bi vî
“zimanê kovî” diaxifin,
hemî pêwîstîyên asîmîlasyonê ne. Ev yek dike ku kurd biþubhe li
nirxên xwe binihêrin, her ku diçe ji nirxên xwe bi dûr bikevin. Tehqîrkirin,
piçûkxistin û xor dîtina kultura kurdî, þêweyê jîyana kurdî, wekî
mînak, tehqîrkirina cilûbergên kurdan, bona pêkanînan rewþa asîmîlasyonê
ye. Guhertina navên bi kurdî yên cih û waran, yên gund, tax û herêman,
qedexekirina navên kurdî, li ser wan sepandina navên tirkîtîyê, navên
tirkî tev hewldanên bicihanîna pêwîstîyên asîmîlasyonê ne. Di
her merheleyê de qedexekirina perwerdeya kurdî bona asîmîlasyonê ye.
Ev sonda “Ez tirk im, rast im, jêhatî me… Hebûna min bila bo hebûna tirkayetîyê
bibe gorî.” ku di prosesa asîmîlasyonê de hatîye tetbîqkirin,
kirineka girîng e ku dev jê bernadin. Li
sala 1960î, piþtî cuntaya 27ê gulanê, serekê dewletê û serekê komîteya
yekîtîya neteweyî yê wê demê orgeneral Cemal Gursel li Diyarbekirê,
li meydanê, di wê axaftina ku bo kurdan kiribû de digot: “Yê
ku ji we re bibêje hûn kurd in, tif bikin rûyê wî.” Ev îfade tê
çi manayê? Lewre kurd, kurdîtî, wekî peyvek ku têde heqaret û piçûkxistin
hebe dihat bikaranîn. Serekê dewletê û serekê komîteya yekîtîya
neteweyî orgeneral Cemal Gurselî digot “yê
ku ji we re bibêje hûn kurd in, tif bikin rûyê wî” dixwest
kurdan ji vê heqaret û piçûkxistinê rizgar bike. Ev e, rewþa asîmîlasyonê
wisa dihat pêkanîn. Qedexekirina
li zarokan danîna navên kurdî, li ser wan sepandina navên tirkî, bona
asîmîlasyonê ye. Problema dewletê bi herfên X, W, Q, Ê yên alfabeya
kurdî re heye û bona ku vana di kategorîya qedexeyan de bihêle di nav
hewldaneka pêt de ye. Di çarçeweya vê hewldanê de organên dadgehê jî
bi þêweyekî dînamîk têne bikaranîn. Gelek eþkera ye ku rîayetnekirina
li qedexeyên bikaranîna kurdî mueyîdeyên gelek giran yên îdarî û
cezaî ligel xwe tîne. Wateya viya ev e: Tetbîqkirinên asîmîlasyonê
bi mueyîdeyên îdarî û cezaî têne parastin. Dema
ku ev dîyarde û prosesên dîyardeyî bi þêweyekî karîger li dar
bin, þaþîyeka mezin e ku meriv rabe bibêje “Li
Tirkîyeyê polîtîkaya asîmîlasyonê li ser kurdan nehatîye tetbîqkirin,
asîmîlasyon tun e.” Profesoriyo yên ku jibo piþtrastkirina vê dîtinê
kitêb nivîsînê, nayê wê wateyê ku ev fikrê îfadebûyî zanistîyane
ye. Tenê viya nîþan dide ku profesor û unîversîte bi þeklekî giran
di bin karîgerîya îdeolojîya resmî de mane. Di zanistê de pîvana
bingehîn ya rastîyê dîyarde ne. Ev dîyardeyên ku çêbûne jî, van
prosesan bi awayekî vekirî li meydanê datînin. Derbareyê polîtîka
û kirinên asîmîlasyonê de ku dewletê li hemberî kurdan pêþde
birine, ger ev bêne îfadekirin dê gelek rasttir be: Li seranserê dîroka
komarê bona ku asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê pêk were dezgeyên
perwerdeyê bi þêweyekî karîger hatin bikaranîn. Amûrên zordarîyê
yên dewletê; cendirme, polîs, artêþ û yekîneyên asayîþê bi þêweyekî
karîger hatin bikaranîn. Organên dadgehê, unîversîte û profesor bi
þêweyekî karîger hatin bikaranîn. Di çerçeweya vê armancê de
seferberkirina rêxistinên civaka sivîl her dem yek ji polîtîkayên
bingehîn bû. Digel van hemîyan, ev e, ewqas asîmîlasyon pêk hat… Xwendegehên
nivistî yên herêmî (YIBO) ku piþtî mudaxeleya leþkerî ya 27ê
gulanê (1960) dest bi kar kirin di prosesa asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê
de tetbîqeka gelek girîng bû. Rewþa ku xwendegehên nivistî yên herêmî
çêkir di pêkanîna asîmîlasyonê de rewþeka gelek kêrhatî bû.
Xwendegehên nivistî yên herêmî bona asîmîlasyonê mekanîzmayeka
gelek girîng bû. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê îro jî bi
dezgeyên mîna Komeleya Piþtgirîya Jîyana Nûjen, Navenda Civatê ya
Pirarmanc (ÇATOM) û Weqfa Perwerdeya Nûjen, herwisa, bi kampanyayên mîna
“Bawo min biþîne xwendegehê”
û “Haydê keçno xwendegehê”
tê meþandin. Li rabirdûyê, heta 30-40 sal berîya niha, asîmîlasyon
bi rêya dezgeyên dewletê dihat meþandin. Êdî rêxistinên civata sivîl
jî di rewþa beþdarîya seferberîyê de ne. Ev yek, li gorî rabirdûyê
ferqeka girîng e. Lê divê em van peywendîyan jî bi bîr bînin ku ne
bi hevkarîya dezgeyên mafên merivan, bi dezgeyên leþkerî, bi dezgeyên
mîna Komeleya Karsaz û Sinaîsazên Tirkîyeyê (TUSIAD) re hevkarîyê
dikin. Dezgeyên wekî Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen ku di nav mekanîzmaya
asîmîlasyonê de cih digrin, çiqasî komeleyên sivîl in? Li
seranserê dîroka komarê bona ku asîmîlebûna kurdan bo tirkîtîyê pêk
were, bona ku di nav civata kurd de zimanê tirkî û çanda tirkan
serdest bibe, bona ku jibîrkirina zimanê kurdî pêk were, bona ku pêþî
li jiyîna çanda kurdî bête girtin, hewldanê gelek mezin çêbûne. Ev
hewldan bi þeklekî sîtematîk têne berdewamkirin. Meriv nikane bibêje
ku dewlet di vî warî de bi ser neketîye. Di nav kurdên xwendewar de,
bi taybet di nev beþê kurdan ku jê re “roþinbîr” tê gotin de,
meriv dikane qala wê bike ku asîmîlebûneka ciddî pêk hatîye. Digel
van hemîyan, divê em vê peywendîyê, vê rewþê jî nîþan bidin:
Dibe ku dewletê di nav van beþên civatê de jibîrkirina kurdî pêk anîbe,
zimanê tirkî û çanda tirkî serdest kiribe lê dîsa jî nikarîbûye
kurdîtîyê bide jibîrkirin.
Enstîtuyên
Gundan û Kurd Di
çarçeweya asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê, pêkanîna jibîrkirina
kurdî û li zarokan serdestkirina ziman û çanda tirkî de, divê enstîtuyên
gundan (**) jî bêne vekolîn.
Wateya enstîtuyên gundan, divê jibo kurdan û jibo tirkan gelek cihê
be. Meriv dikane enstîtuyên gundan jibo tirkan di çarçeweya têgeha
“ronîdarbûyînê” de
binirxîne. Perwerdeyeka bi beþdarî, perwerdeya di nav kar de, meriv
dikane wekî perwerdeyeka nû, dînamîk û kêrhatî bihelsengîne. Gelo
eynî proses jibo kurdan jî eynî tiþtî îfade dike? Em zarokên kurdan
ku ji hêlîna malbatê, ji tax û gundê xwe hatine veqetandin û li
xwendegehên ku perwerde têde pêk tê, li pansîyonan hatine bicihkirin
bifikirin. Di seranserê dema perwerdeyê de kurdî qedexe ye. Zimanê
kurdî, kultura kurdî, jîyana kurdane tê tehqîrkirin, xor tê dîtin.
Herî kêm rojê carek sonda ““Ez
tirk im, rast im, jêhatî me… Hebûna min bila bo hebûna tirkayetîyê
bibe gorî.” bi wan didin xwendin. Di jîyana rojane de, di hemî beþên
jiyanê de ku kurdî hatîye qedexekirin, ziman û çanda tirkî tê
serdestkirin. Û ev zarokê ku ji xwendegehê mezûn dibe, dema ku wekî
dersdarek bo gundekî kurdan bihê tayînkirin, karê wî yê pêþî
qedexekirina kurdî ye. Li vir, gelo mumkin e ku meriv jibo kurdan qala
“ronîdarbûyînekê” bike?
Ma ronîdarbûyîn, di serî de, bi rexnekirina qedexeyên ramanê, bi
rexnekirina qedexeyên otorîteyê ku jibo pêkanîna însanên yekþêwe
tetbîq dike, dest pênake? Lê di mînaka me de, derbareyê înkarkirina
nasnameya kurdan de qedexeyên nû tên danîn, her ku diçe qedexe wekî
dezgeyekê rûdinin. Li gorî qenaeta min, wateya enstîtuyên gundan jibo
tirkan û jibo kurdan cihê ye. “Miletê
tirk” çawa tê tarîfkirin? Sererkanî
di axaftina xwe ya navborî de tarîfa miletê tirk kir, got: “Ji
gelê Tirkîyeyê ku komarê damezrandine re miletê tirk tê gotin.”
Da zanîn ku ev gotin ya Ataturkî ye. Helbet ev rewþeka hêjayî vekolîn
û têgihîþtinê ye ku, çawa gelê kurd xistine nav tarîfeka bi vî
awayî. Sererkenî bersiv neda pirsa rojnamegerekî ya di vê derbareyê
de jî. Ev ne rêyeka tendurist e ku kategorîyên civatî û sîyasî li
cihekî ku emr û ferman têde serwer in bêne tarîfkirin. Jê nayê
bawerkirin jî. Tirk, kurd, ereb, çerkez, laz û yên din çawa miletê
tirk pêk anîne? Ev, rewþeka wisa ye ku divê bi têgehên zanistîyê
bihê þîrovekirin. Orgeneral Baþbug dibêje: “Ev
delîla vê rastîyê ye ku Ataturkî viya gotîye, bi destnivîsa xwe
viya îfade kirîye.” Ev tarîfeka keyfî ye. Helbet ev mijareka hêjayî
lêkolînê ye ku tirkan, kurdan, ereban, çerkezan, lazan, ermenîyan, rûman,
mûsewîyan, suryanîyan û hwd. çima tevayîya van miletan ne kategorîyeka
din lê îlla miletê tirk pêk anîne. Pirensîbên
bingehîn yên þêweyê zanistiyê Þubhekirina
ji fikrên ku çavkanîya wan merivên ku wekî otorîte têne dîtin,
herwisa, þubhekirin û tehqîqkirina dîtinên ku xwe dispêrin fikrê
kesên wisa, bo rayagiþtî eþkerakirina encamên ku ji vê þubheyê bi
dest ketine, duristî û wêrekbûneka wisa, taybetmendîyeka gelek girîng
a þêweyê zanistîyê ye. Gotin û helwêsta yên ku wekî otorîte
qebul bûne, di zanistê de nabin pîvana rastîyê. Di zanistê de tekane
pîvana rastîyê heye, ew jî dîyarde ne. Taybetmendîyeka zanistîyê
ya din jî ev e ku, divê meriv ne ku bi fikr û otorîteyên ku li gorî
ecibandin û meylên merivî ne ve girêdayî be, na, divê meriv bi dîyarde
û delîlên objektîf ve girêdayî be û malîyeta wê çi dibe bila
bibe, divê meriv li hemberî dîyardeyan xwe ji guhertina fikrî bi paþ
ve nede. Ji van prensîban ya pêþîn li hemberî hêza muhakemekirina
rexneyî, ya duduyan jî, li hemberî delîlên objektîf, dîyarde û
peywendîyên dîyardeyî rêzdarîyê îfade dike. Di vê çarçeweyê de
eþkera ye ku Ataturk jî dikane bihê rexnekirin. Tew peywendîyeka din
ya ji viya gelek girîngtir heye. Em salên 1919-1921 bînin bîra xwe.
Nameyên ku Mistefa Kemalî di dema kongreya Erziromê de bo þêxên
kurdan, bo serekeþîrên kurdan, bo axayên kurdan nivîsîne, herwisa,
ew gotinên mîna “Piþtî
serketinê dê mafên neteweyî bo kurdan jî bêne dayîn” ku di
protokola Amasyayê de hene, dîsa, gotina “Em
ji mîsaqê millî erdê ku tirk û kurd li ser rûdinin têdigihên”,
herwisa, divê em planên “bo kurdan otonomî” yên li sala 1922yan jî ji ber bala xwe dûr
nexînin. Ev eþkera ye ku di navbera daxuyanîyên Mistefa Kemalî yên
li destpêka sala 1920î, yanî, di navbera gotinên wî yên li dema têkoþîna
neteweyî û daxuyanîyên wî yên li salên 1930î de nakokî heye. Ger
ev nakokî bi dîyardeyan, bi delîlên objektîf ve girêdayî bêne þîrovekirin,
hingê dê pêzanîna me ya derheqê kultura sîyasî ya tirkan de jî zêde
bibe. Munaqeþeyên
nasnameya jorîn-nasnameya jêrîn Bi
vê axaftina sererkenî re li Tirkiyeyê munaqeþeyên nasnameya jorîn-nasnameya
jêrîn jî gurr bûn. Orgeneral Baþbuxî got, li binê nasnameya tirk ya
jorîn nasnameyên cihê yên jêrîn jî dikanin hebin. Got, nasnameyên
jêrin dikanin mafên takekesî taleb bikin lê em destûrê nadin ku ew
mafên komelî taleb bikin. Ji van peywendîyan têgeheka mîna “Tirkîyeyîbûnê”
jî tê afirandin. Yên ku di vî fikrî de ne, dibêjin, wekî nasnameya
jorîn ne ku “tirkîtî” divê têgeha “Tirkîyeyîbûnê” bihê
qebulkirin. Li gorî qenaeta min li hemberî dîyardeyên þênber, têgeha
“Tirkîyeyîbûnê” jî ji xwexapandinekê wêdetir ne tiþtekî din
e. Wekî nasnameya jorin, di navbera “tirkîtî” û “Tirkîyeyîbûnîyê”
de zêde ferqek tun e. Lewre Tirkîye tê wateya cihê ku tirk têde dijîn,
tê wateya welatê tirkan. Tirkîye ne ew nav e ku wekî Îran, Îraq û Sûrîyeyê,
wekî Misr, Lîbya, Tunûs, Cezayîr û Fasê îþaretê etnîsîteyê
neke. Tirkîye, ew nav e ku, wekî Erebistan, Hindistan, Tirkîstan, Sirbîstan,
Kurdistan û Macarîstanê îþaretê etnîsîteyê dike. Li Tirkîyeyê
munaqeþeyên nasnameya jorîn-nasnameya jêrîn tenê bi þertekî
dikanin wekî munaqeþeyên tendurist qebul bibin. Ger nasnameya tirk jî,
wekî mînak, mîna nasnameya kurd nasnameyeka jêrîn qebul bibe, hingê
dê ji van munaqeþeyan encameka tendurist derbikeve. Ne mumkin e ku bi têgeha
“Tirkîyeyîbûnê” meriv bigihê encameka tendurist. Te divê bila
Prof. Dr. Baskin Oran yan Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu viya bibêjin, yan
te divê bila sererkan viya bibêje, yan jî te divê bila PKK û Partîya
Civata Demokratîk viya bibêjin, rewþ naguhere. Hukmat-Parlemento-Sererkanî Sererkan
orgeneral Îlker Baþbugî li roja 29 nîsan 2009 li Anqereyê, li
qerargaha sererkanîyê kombûneka çapemenîyê çêkir. Di kombûna çapemenîyê
de qala çekên ku li Îstanbulê di nav arazîya Bedredîn Dalanî de li
bin erdê hatin dîtin kir. “Ji çiyê
daxistina PKK” jî mijareka girîng bû. Orgeneral Baþbugî behsa
xala 221. ya qanûna cezayê ya Tirkîyê (TCK) kir, herwisa, behsa benda
vê xalê ku poþmanîyê tanzîm dike kir. Behsa xala 221. ya qanûna
cezayê ya Tirkîyê kir. Xwest ku ev xal bi hesasîyet bêne tetbîqkirin.
Got “Em tanzîmkirineka din
nafikirin.” Em
qala çawahîya bingehîn ya rejîmê dikin, em hewl didin xwe daku têbigihên,
fêm bikin. Îfadeya “em tanzîmkirineka
din nafikirin” çawahîya bingehîn ya rejîma sîyasî û sîstema
sîyasî ya tirk nîþan dide. Li demokrasîyan, di sîstemên parlementerîyê
de, yên ku dê mijarên wekî “efû”yê bifikirin kî ne? Kîjan
dezge ne? Hukmat yan jî parlamento ne. Partîyên sîyasî ne,
parlementer in. Van meseleyan, meseleyên wisa, hukmat dê bifikire, dê
teklîf bide parlamentoyê, parlamento jî dê van teklîfên qanûnan
munaqeþe bike, li ser biryaran bigre. Lê sererkan piþtî ku derbareyê
“ji çiyê daxistina PKK” de
daxuyanî dide, hingê dibêje: “Em
tanzîmkirineka din nafikirin.” Madem wisa ye, fonksîyona hukmatê
çi ye? Fonksîyona parlamentoyê çi ye? Hukmat yan jî parlamento di warê
munaqeþekirina mijarên wisa de çima însîyatîfê nagre destê xwe. A
ev e, kakilê rejîma sîyasî û sîstema sîyasî ya tirk ev e. Di hinek
mijaran de, wekî mînak, di pirsa kurd de însîyatîf bi tevayî di destê
leþkeran de ye. di van mijaran de li hemberî leþkeran giranîyeka cidî
ya hukmat û parlamentoyê tune ye. Di
çarçeweya van peywendîyan de têkilîya hukmat yan sererkanîyê ya bi
Partîya Civata Demokratîk re jî ger bêne vekolîn dê baþ be. Di
hilbijartinên giþtî yên roja 22 temûz 2007 de DTP bi 22 parlementeran
ket meclisa Tirkîyeyê (TBMM) û grûb ava kir. Sererkan dibêje “em
nikanin ligel yên ku piþtgirîya terorê dikin di bin eynî banî de bêne
gel hev” û naçin meclisê. Serekwezîr jî bi DTP re hevdîtin
nake, mesela, destê serekê giþtî yê DTP Ehmed Turkî nagre. Serekê
DYA Obama bi parlementerên DTP re, wekî mînak, bi Ehmed Turkî re
diaxife, hevdîtin dike lê serekwezîr Receb Teyîb Erdogan xwe ji viya dûr
digre. Sererkan û leþker tenê bona guhdarîkirina serekê DYA Obamayî
hatine meclisê. Li vir divê em viya jî bînin bîra hukmatê: Heta ku
þer dewam bike, hukmat di mijarên wisa de li hemberî leþkeran nikane
însîyatîf bigre. Þer jî tenê dikane di prosesa ku dê daxwazên
kurdan bi awayekî maqul bêne bicihanîn de bi dawî bibe. Di
kultura siyasî ya tirk de drûþm
“Kurd
nehatine asîmîlekirin, asîmîlasyon tune ye.” drûþmeka (slogan)
grîng e. Digel bi dîyardeyan hatiye pûçkirin, hîn jî berevanîya vê
drûþmê tê kirin. Ev drûþmeka wisa ye ku derbareyê pirsa kurd de
hatiye afirandin. Drûþma
“Li Tirkîyeyê ji % 99’ê gel
musluman e.” drûþmeka wisa ye ku hebûna 15 mîlyon elewîyan înkar
dike. Herçendî beþeka elewîyan bibêjin “axir
em jî musluman in” jî, ev drûþm ji alîyê jîyanê ve tê pûçkirin.
Drûþmeka
bi awayê “Tirk navê etnîsîteyekê
nîn e; tirkan, ereban, kurdan, lazan û çerkezan jî digre nava xwe”
drûþmeka girîng a kultura sîyasî ye. Misêwa derdikeve pêþîya me.
Di serî de, derbareyê pirsa kurd de derdikeve pêþîya me. Tesbîteka
mîna “Koka terorê li derve ye”
drûþmek e. Ev drûþmeka wisa ye ku, serê piþtgirîya ku Tirkîye ji cîhanê
digre, dixumîne. Dibêjin dewleta ku li cîhanê herî zêde piþtgirî
dibîne Îsraîl e. Dibêjin DYA, Yekîtîya Ewropayê, Yekîtîya
Neteweyan piþtgirîya Îsraîlê dikin. Li gorî qenaeta min Tirkîye bêhtir
ji Îsraîlê tê piþtgirîkirin. Ji ber ku wisa ye, Trirkîye kanibûye
hebûna ji 20 mîlyonî zêdetir kurdî înkar bike. Tirkîye kanibûye bi
Yekîtîya Ewropayê, bi Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê bide
qebulkirin ku ev înkar gelek normal e. Di mijara bi hezaran cînayetên
“faîlê wan nedîyar” de tu
rexneyeka piçûk ya dezgeyên Ewropayê ya dezgeyên navneteweyî tune
ye. Em rojên 21ê adarê, Newrozê, Dîyarbekirê bînin bîra xwe. Em
dibînin ku bi sedhezaran kurd; jin, zarok, xort, kal û pîr, karker,
gundî, esnaf, yên ku serbest dixebitin, li wir, beþdarî pîrozbahîyên
Newrozê dibin. Teror, bi sedhezaran kesî çêdibe? Lê YE û DYA terorê
herwekî Tirkîyeyê tarîf dikin. Tiþtê ku Tirkîye jê re dibêje
teror ew jî dibêjin, her çalakîya kurdan di vê çarçeweyê de dinirxînin.
Kes alîkarîya kurdan, alîkarîya PKK û yên din nake, her kes alîkarîya
dewletê dike. Ev çima wisa ye? Divê ev rewþa hanê bête vekolîn. Ger
PKK dikane li Almayayê, li Fransayê, li Îngilîstanê, li Îtalyayê,
li Îspanyayê, li Hollandayê, li Danîmarkayê, li Swêdê û hwd. xwepêþandan,
mitîng û meþan li dar xîne, ger dikane li van welatan weþanê bikê,
ji ber ku li wan welatan her kes dikane van çalakîyan bike lewma ye.
Tirk, ereb, tamîl, her kes dikane li wan deran van çalakîyên wisa li
dar xîne. Yek ji delîlên sereke ku nîþan dide Tirkîye li cîhanê tê
piþtgirîkirin, cînayetên “faîlê
wan nedîyar” ku hejmara wan bi hezaran e. Sererkan roja 14 nîsan
2009 û roja 29 nîsan 2009, her carê zêdetirî du saetan li pêþîya
rojnamegeran axafî. Balkêþ e ku sererkanî derbareyê van cînayetan
de, derbareyê fealîyetên JITEMê de tu tiþtekî negot, endamên çapemenîyê
û nivîskarên rojnameyan jî derbareyê vê mijarê de tu pirsekê jê
nepirsîn. Piþtî
Abdulqadir Ayganî Yildirim Beglerî jî derbareyê kirinên xwe yên di
nav JITEMê de daxuyanî belav kirin. Hevpeyvîna ku Ertugrul Erbaþî bi
Yildirim Beglerî re kiribû li rojên 12-17 nîsan 2009 li rojnameya
Sabahê weþîya. Yildirim Begler ne îtîrafkarê PKK ye. kesekî wisa ye
ku rasterast di nav JITEMê de dest bi xebatê kiriye. Tirkmanekî Kerkûkê
ye. Di JITEMê de wekî tercuman xebitiye. Beþdarê lêpirsîna PKKyîyên
ku li Kurdîstana Baþûr hatine girtin bûye. Yildirim
Beglerî di maweya 6-7 rojan de derbareyê fealîyetên JITEMê de qala
gelek tiþtan kir. Derbareyê kirin û ehwalên general, efser, tîmên
taybet, dozger û hakiman de malumatên dewlemend dide. Yildirim
Begler, yên ku PKKyîyan, sempatîzanên PKKê bi îþkenceyê kuþtine
û xistine bîran yan li gorên komelî binax kirine, bi “ehmeqîyê”,
bi ji heqderneketinê tawanbar dike. Dibêje: “Me vî karî hîn bi profesyonelîyê dikir. Cesedê yên ku me ew di îþkenceyê
de kuþtine, me di kûreya qalorîferê de diþewitand, me tu rêçekê
ndihiþt.” Yildirim Begler dibêje, “Yên
ku ji alîyê JITEMê ve dihatin girtin, jixwe, di dema lêpirsînê de,
di îþkenceyê de dimirîyan.” Yildirim
Begler dibêje: “PKKyî, sempatîzanên
PKKê ku me ew digirtin, piþtî lêpirsînê, me ew siwarê helîkopteran
dikir, li deverên ku þer û pevçûn têde diqewime, me wan ji helîkopterê
diavêt xwarê. Bi vî awayî, herwekî ku di pevçûnê de hatibin kuþtin,
me wisa nîþan dida.” Yildirim
Begler di hevpeyvîna ku Ertugrul Erbaþî pê re kirîye de vana jî îfade
dike, dibêje: “Pirranîya kuþtinên
‘faîlê wan nedîyar’ di lêpirsînê de, di îþkenceyê de mirine.
Yên ku dihatin girtin, jixwe, di lêpirsînê de halê wan perîþan dibû.
Ne mumkin bû ku wan bi vî halî derxin huzûra dozger. Ji her tirþtî
girîngtir jî, dozgeran ji piþt perdeyê lêpirsîn bi rê ve dibir, lêpirsînê
taqîb dikir. Carînan min ji dozgeran re gotinên kesên ku dihatin lêpirsînkirin
digot, min hewl dida ku rewþa wan þîrove bikim. Dozgeran digot, ‘Min
nebihîst, min nedît.’” Yildirim
Begler, wekî qenaeta xwe ya þexsî dibêje: “Di
çarçeweya tehqîqatên Ergenekonê de, ji ber ku di van cînayetan de
hevkarîya wan heye, divê dozger jî bêne mehkemekirin.” Yildirim
Begler behsa viya jî dike ku, elemanên JITEMê, efser, general û tîmên
taybet di prosesa þerî de, di demeka kurt de çawa dewlemend bûne, çawa
bûne xwedîyê hebûneka mezin. Qala xwe jî dike ku çawa dewlemend bûye.
Dibêje: “Me bi erebeyên dewletê,
bi erebeyên leþkerî madeyên muxeder vediguhest, me qaçaxçîtîya
petrolê dikir, li dewra Sedam Husên ku li Îraqê cîhazên satelaytê
qedexe bûn, me qaçaxçîtîya van cîhazan dikir.” Dibêje: “Haya
hemî rêveberan, ya walîyan, ya qaymeqaman, ya dozgeran, ya hakiman, ya
efseran, ya generalan, ya polîsan ji nêzîk de ji van tiþtan hebû.” Ev
hemî tiþtên ku dibin û diqewimin, bêguman rêxsitinên îstîxbaratê
yên rojavayî, çapemenîya rojavayê, rêvebeirên rojavayê jî jê
agahdar dibin. Digel van hemîyan, di mijara cînayetên “faîlê
wan nedîyar” de eleqeyeka cidî nîn e. Ev nîþan dide ku Tirkîye
di qada navneteweyî de tê piþtgirîkirin. Ji van peywendîyan agahdarbûyîn
bona kurdan gelek girîng e. Agahdarbûna ji van peywendîyên derveyî
qanûnî, dê rêya têkoþîna li hemberî van prosesan jî bi xwe re
veke. Çi dema ku di destûra bingehîn yan qanûnan de guhertineka piçûk
çêbibe, dezgeyên rojavayê viya wekî “demokrasîya
Tirkîyeyê bi gavên fireh pêþ de diçe” têdigihên. Lêbelê
terora dewletê ya bêsînor, karên derveyî qanûnan û bêhuqûqîyan,
ji nebihistîi, ji nedîtî ve tên. Helwêsta rojavayê piþtgirîkirin
e, digel cînayetên “faîlê wan
nedîyar” piþtgirîya Tirkîyeyê dike, karên bêhuqûq, terora
dewletê ji ber dêhn û balan, ji ber çavan dûr digre. Helbet divê ev
helwêsta rojavayê bihê rexnekirin. Divê
drûþma “Ji bilî tirk dostê
tirk tune ye” jî di vê çarçeweyê de bihê nirxandin. Dostanî
an na, çawa dibe bila be, ev rastîyeka vekirî ye ku li cîhanê piþtgirîya
dewleta Tirkîyeyê tê kirin, çav ji terora wê ya dewletê re tên
girtin. Dewlet, ev piþtgirîya ku jê re çêdibe, bona ku zêde dernexîne
pêþ, radibe drûþmeka wisa diafirîne. Ev
drûþmên “Sala 1915 karê dîrokzanan
e”, “Pirsa ermenîyan
meseleya dîrokzanan e” jî drûþmên wisa ne ku dewletê derbareyê
pirsa ermenîyan de afirandine. Piþtî daxuyanîya serekê DYA Obamayî
ku derbareyê sala 1915 de li roja 15 nîsan 2009 kir, derket meydanê ku
ev drûþm çiqasî vala û bêfonksîyon in. Serek Obama, derbareyê sala
1915 de herwekî ku ermenîyan wê demê tarîf kiribûn, îfadeya “Medz
Yergen” ku di wateya “Felaketa Mezin” de ye bi kar anî. Viya,
Tirkîyeyê aciz kiriye. Serekwezîr Receb Teyîb Erdoganî gotîye, ev îfade
nayê qebulkirin, rastî hatiye vajîkirin. Wateya viya ev e ku: Em
dizanin rastî çi ye, li derveyî viya em fikrekî din qebul nakin. Nexwe
êdî ev dîrokzan dê çi bikin gelo? Li
dera ku azadîya îfadeyê nîn be, rexneya azad wekî dezgeyekê rûneniþtibe,
gotina “Sala 1915 karê dîrokzanan
e” bêwate ye. Ya girîng ew e ku di mijarên wisa de raman bikanibe
azadane îfade bibe. Jenosayda
ermenîyan pirseka însanîyetê ye, pirseka wijdanê ye. Ev bi pirs bi
bazarkirinên ku Tirkîye dê bi Ermenîstanê re yan bi DYA re, bi YE û hwd. re bike,
çareser nabe. Ev pirseka wisa ye ku divê dezgeyên navneteweyî, organên
dadgeha navneteweyî vê pirsê çareser bikin. Daxuyanîyên
bi þeklê “Bona çareserkirina
meseleya ermenîyan em ji dîrokzanên ermenî û dîrokzanên tirk komîsyonekê
dabimezrînin. Ev komîsyon çi qerarî bide em ê pê razî bin.” jî
gotinên vala ne. Me li jor qala wê kir ku çima naveroka van pêþnîyazên
wisa vala ye. Serekkomar
Abdullah Gulî jî piþtî axaftina serekê DYA Obamayî got: “Ermenîyan gelek tirk û musluman kuþtin. Divê Obamayî behsa êþa
tirkan û musluman jî bikirana.” Serekkomar Abdullah Gul ji tirkan
û musluman behs dike. Ev rastîyeka vekirî ye ku tirk jî musluman in.
Hingê bi peyva “musluman” çi tê îfadekirin? Serekkomar Gul ji bo
ku nebêje kurd, têgeheka fireh ku kurdan jî digre nava xwe, têgeha
“muslumanan” bi kar tîne. Digel ku tirk jî di nav vê têgehê de
cih digrin, xwe nagre ku peyva tirk di derceya yekem de bi kar neyne. Di
kultura sîyasî ya tirkan de drûþmeka din a wekî “tek ziman, tek milet, tek ala, tek welat, tek dewlet” jî heye.
Meriv di vir de hewldaneka wisa dibîne ku, bi van îfadeyan, bêyî ku dîyardeyên
þênber li ber çav bêne girtin, bi qanûnan, bi talîmatan, bi emr û
fermanan, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî miletên cihê dikin tek
milet. Dibêjin,
“Þîdetê mîada xwe tijî kirîye.
Bi þîdetê tu tiþtek bi dest nakeve, meriv bi þîdetê nagihê tu derê.”
Ev jî drûþmeka girîng ya kultura sîyasî ya tirkan e. Ev drûþmeka
wisa ye ku þîdeta PKKê protesto dike, tawanbar dike. Tu rexneyeka piçûk
ya vê zihnîyetê bo terora dewletê, wekî mînak, bo cînayetên “faîlê
wan nedîyar” tune ye. Heta ku terora dewletê neyê rexnekirin, ev
ne helwêsteka tendurist e ku bibêjin bila þidet raweste. Di nav civatên
demokratîk de, wekî mînak, li nav civakên rojavayê, helbet divê cih
ji þîdetê re tune be. Lewre li nav van civatan azadîya xweîfadekirinê
wekî sazîyekê rûniþtîye. Pirseka gelan ya derbareyê nasnameyê de nîn
e. Lêbelê li wê dera ku terora dewletê wekî sazîyekê rûniþtibe û
cînayetên “faîlê wan nedîyar” çêbibin, divê însan li hemberî þîdeta
dewletê xwe biparêzin, ewlehîya xwe pêk bînin. Herwekî ku li nav
civatên rojavayê tê fêmkirin, divê þidet li nav civatên wisa bi eynî
wateyî neyê fêmkirin. Drûþma
“Pêþî dewlet” drûþma
herî girîng ya jîyana sîyasî ya tirk, sîstema sîyasî ya tirk, rêveberîya
dewleta tirk û sîstema serwerîya tirk e. Zihnîyeta ku pêþdeçûna
civatî û aborî dide sekinandin, ev e. Di bingeha gelek pirsgirêkên
civatî û ekonomîkî de ev zihnîyet heye. Heta ku fehma “pêþî
însan” di cihê drûþma “pêþî
dewlet”ê de neyê bicihkirin ne mumkin e ku pêþdeçûneka tendýrist
ya civatî û aborî pêk were. Fikrekî
belavbûyî yê mîna “Kurd
nizanin çi bixwazin” heye. Lêbelê kurd li kovarên xwe, li
rojnameyên xwe, di bernameya partîyên xwe de daxwazên xwe didin zanîn.
Digel viya dîsa jî derdora fikrê tirk, derdora çapemenîya tirk di
fikrê xwe yê þablonvarî yê mîna “Kurd
nizanin çi bixwazin” de dewam dikin. Weqfa Ekonomî û Etudên
Sosyal ya Tirkîyeyê (TESEV) di berfanbara 2008an de Rapora
Kurd belav kir. Sernavê raporê Kürt
Sorununun Çözümüne Dair Bir Yol Haritasý, Bölgeden Hükümete Öneriler
(Derbareyê Çareserîya Pirsa Kurd de ji Herêmê bo Hukmatê Pêþnîyaz)
e. Piþtî vê raporê di çapemenîya tirk de þîroveyên mîna “Êdî dîyar e ku kurd çi dixwazin” hatin dîtin. Ya rast, tiþtê
ku di raporê de nivîsandî ye, di rojname, kovar û bernameya partîyên
kurdan de nivîsandî bû. Dibe ku hinek birêkûpêktir hatibe nivîsandin. Yanî
wisa dixuye ku heta TESEV yan dezgeyên wekî wê nenivîsin ku kurd çi
dixwazin, daxwazên wan balê nakþînin. Ev rewþ ji viya çêdibe ku,
fikrê tirk, çapemenîya tirk naxwaze kurdan wekî muxatab qebul bike. Di
vê çarçeweyê de divê em bala xwe bidin ser fikrekî ku ji alîyê leþkeran
ve îfade dibe. Leþker dema ku çapemenîya tirk yan hinek nivîskaran
rexne dikin, hertim rexneyên wekî “dixwazin
artêþê têkelî sîyasetê bikin” yan “leþkeran
kaþ dikin nav sîyasetê” dikin. Tekîd dikin ku divê ev wisa
nebe. Lêbelê artêþ bi xwe tam di nava sîyasetê de ye. Em planên
darbeyê yên li salên 2003-2004 bifikirin. Planên darbeyê yên ku bi
navê Sarikiz, Ayiþigi,
Yakamoz, Eldiven têne
binavkirin di wateyeka fireh de ma ne sîyaset e? Tew di ser de, wekî mînak,
sîyasetek ku sîyasetê li partîyan qedexe dike û rêveberîyeka otorîter
tîne… Sererkan orgeneral Îlker Baþbug roja 14 nîsan 2009 û roja 29
nîsan 2009, li dera ku endamên çapemenîyê jî li wir amade bûn, her
carê ji du saetan zêdetir axifî. Her mijara ku diviyabû partîyên
siyasî, hukmat, meclis (TBMM) û parlementeran li ser biaxifiyana û
munaqeþe bikirana, wî bi xwe axaft. Derbareyê hinek mijaran de ferman
da. Ev jî zîhnîyeteka wisa ye ku wekî partîyeka dewletê dixwaze xwe
di ser hemî partîyên sîyasî re bibîne. Zihnîyetek ku ferman dike,
qedexekar e… Çapemenîya
tirk, derdorên fikrî yên tirk çi dema ku di nav kurdan de bûyerên
wekî kuþtin, “tore”, doza xwînê yên neyînî ku nayêne xwestin rû
bidin, tavilî bûyeran bi dezgeyên feodal yên mîna eþîrtî, þêxayetî
û axatîyê ve girêdidin. Lêbelê hîç pirsa wê nakin ku ev dezgeyên
wisa çima hîn jî li pîyan e. Hîç li ser naaxifin ku dewlet çima bi
nûnerên van dezgeyan re hevkarîyê dike. Helwêsteka wisa nîþan didin
ku mîna proseseka wisa tune be. Wekî mînak, ji ber çavan dûr digrin
ku zihnîyeta korucutîyê ruh xistiye van dezgeyan, rê vekirîye daku ev
dezge zinde bibin. Lêbelê wekî miletek înkara kurdan, ev înkarkirina
ku polîtîkayeka sîstematîk ya dewletê ye, dewletê bi xwe ruh û can
daye van dezgeyên feodal ku ev dezge kanibûne zinde bimînin. Wekî
miletek înkarîya kurdan polîtîkayeka bingehîn e. Heta ku ev polîtîkaya
sîstematîk ya dewletê neyê vekolîn, dê neyê fêmkirin ku ev dezgeyên
feodal çima hîn jî li ser pîyan e, çima wisa misêwa cînayetên ku
bi navê “tore” têne binavkirin çêdibin. Di
civatên feodal de hinek nirxên ku xwe dispêrin têgeha þerefê hene.
Wekî mînak, di pevçûnên xwînî de jin û zarok nabin armanca kuþtinê,
bi diþmin re herdem rû bi rû þer tê kirin, di piþt re êrîþ nayê
kirin, ger yekê xwe avêtibe bextê meriv, dixwazî bila diþmin be, bo
diþmin nayê teslîmkirin, ev nirxên hanê di çarçeweya têgeha þerefê
de ne. Wisa tê dîtin, bala meriv diçe ser ku di prosesa þer de ev nirxên
hanê jî gelek riziyane. Ev jî bi polîtîkaya înkarê re girêdayî
ye. (***) 11.05.2009
____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn (*)
Dewra Tek-partîtîyê:
Li Komara Tirkîyeyê dewra tek-partîtîyê ew dewr e ku ji sala 1923
heta sala 1946 dewam kiriye. Di vê demê de Partîya Komara Gel
(Cumhuriyet Halk Partisi) hebû. Heta sala 1935 navê wê Firqeya Komara
Gel (Cumhuriyet Halk Fýrkasý) bû. Lêbelê piþtî þerê cîhanê yê
duyem bi zora DYA li Tirkîyeyê destûr hat dayîn ku ji yekî zêdetir
partî hebin. Li ser vê yekê di roja 07.01.1946 de Partîya Demokrat
(Demokrat Parti) ava bû. Ev partî çar sal paþê, di hilbijartinên
serbest ên di roja 14 gulan 1950 de bi tena serê xwe bû îqtîdar û
dawî li îqtîdara tek-partîtîyê anî. (**)
Enstîtuyên Gundan (Köy Enstitüleri):
Li Tirkîyeyê Enstîtuyên Gundan (Köy Enstitüleri) li gorî qanûna bi
hejmar 3803 yê roja 17 nîsan 1940 hatin avakirin. Armanca wan ew bû ku
zarokên gundan yên jîr, yên ku xwendina sereta temam kirine, li van
enstîtuyan bi perwerdeyeka bilind perwerde bikin û cardin li kar û barên
birêvebirina gundan, li xwendegehên gundan wekî dersdar wan bikar bînin.
Lê piþtî ku dîtin bi vî awayî çavê gundîyan vedibe û dê rejîm
nikanibe gundîyan kontrol bike, nikanibe wan bi rê ve bibe, di sala
1954an de hatin girtin.
(***)
Tirkîya vê nivîsê bi sernavê “Rejimin
Ana Niteliði - IV” di du beþan de li malpera www.kurdistan-post.com
weþiyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org