|
Rîayetkirina bo ‘Krîterên Anqereyê’ çawa pêk tê? Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Roja
24 sermawez 2008, Li Anqereyê konferansek bi sernavê “Dadgeha Cezayê
ya Navneteweyî: Duh, Îro û Sibêya wê” hebû. Konferans li Fakulteya
Zanyarîyên Siyasî çêbû. Konferans, ji layê Komîsyona Dadgeha Cezayê
ya Navneteweyî û Navenda Mafên Merivan a Fakulteya Zanyarîyên Siyasî
hatibû organîzekirin. Roja ku konferans çêdibû, bi alîkarîya Enstîtuya
Goethe ya Anqereyê pêþangehek bi sernavê “Ji Nurnbergê bo Lahey: Rêya
ku diçe Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî” hatibû vekirin. Pêþangeh di
Fakulteya Zanyarîyên Sîyasî de li Salona Bistûn (Sutunlu Salon) bû.
Konferans û pêþangeh, ji xelkê re vekirî bûn.
Sernavê
rûniþtina duyem ku dana êvarê çêbû “Di 60. Salvegerê de Pêþîlêgirtin
û Cezakirina Tawana Jenosaydê: Prensîb û Armanc” bû. Di vê çarçeweyê
de teblîxên bi sernavê “Tarîfa Jenosaydê û Awirekî Giþtî li
Peymana Jenosaydê”, “Piþtî Peymanê Tawana Jenosaydê” û “Li Cîhanê
Xebatên Jenosaydê” hatin pêþkêþkirin. Teblîxek ku dana sibehê
hat pêþkêþkirin jî sernavê wê “Di Radeya Neteweyî de
Wasitekirina Tawana Jenosaydê û Pêþîlêgirtina Jenosaydê, Karîgerîya
Pêþîlêgirtinker a Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî” bû. 6-7
akademîsyenên bîyanî jî beþdarê vê konferansê bûbûn. Wekî mînak,
hindek ji wan teblîxên ku li jor behsa wan hate kirin, ji layê akademîsyenên
bîyanî hatin pêþkêþkirin. Mêvanên bîyanî beþdarê munaqeþeyan
jî bûn. Mêvanên bîyanî, ji welatên Ewropayê yên mîna Îtalya,
Hollanda û Almanyayê bûn. Akademîsyenekî meksîkayî jî hebû. Di
konferansê de li ser Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û jenosyadê hat
axaftin lê ermenî, kurd, asurî-suryanî, elewî û êzidî hîç nebûn
mewzûbehs. Kesên ku teblîx pêþkêþ kirin, hîç behsa jenosayda
ermenîyan, jenosayda asurî-suryanîyan û jenosayda ku bi demdirêjî li
ser kurdan tê meþandin, nekirin. Kesên ku teblîx pêþkêþî
konferansê kirin, hîç behsa pirsgirêkên elewî û êzidîyan jî
nekirin. Hîn zêdetir behsa jenosayda ku li Ruandayê, li hemberî tutsîyan
çêbûye û jenosayda ku li Bosnayê boþnaq bo xwe kiribûn armanc,
kirin. Di vê mijarê de helwêsta akademîsyen û pisporên bîyanî balkêþ
bû. Akademîsyenek, mîna ku bixwaze derbareyê ermenîyan de hin tiþtan
bibêje lê tavilî got “… lêbelê li Tirkîyê axaftina van tiþtan
qedexe ye” û berê axaftina xwe bi dereka din ve bada. Akademîsyen û
pisporên bîyanî gotin “li Tirkîyê axaftina van mijaran qedexe ye”
û qet neketin nav behsa ermenîyan û behsa kurdan. Ger ev helwêsta
akademîsyenên bîyanî bête analîzkirin, dibe ku sûdewar be. Peywendîyên
derbareyê kurdan, kurdî û Kurdîstanê de çima di nav qedexeyan de ne?
Akademîsyen û pisporên bîyanî çima rîayeta van qedexeyan dikin? Ev,
proseseka wisa ye ku divê bête vekolîn. Îro li Rojhelata Navîn kurd
ne xwedîyê mafên ku diviya hebûna, mafên rewa, mafên xwezayî ne. Ev
maf, li kurdan hatine qedexekirin. Mafên ku her kes, wekî mînak, mafên
ku ereb, fars û tirk bi awayekî xwezayî xwedîyê wan in, li kurdan
hatine qedxekirin. Mafên xwezayî çi ne? Ew maf in ku meriv jidayîkbûna
xwe xwedîyê wan e. Bona ku însan e, xwedîyê wan mafan e, mafên însanî
ne. Îro li cîhanê di tu qanûna esasî de hukmên mîna “Her kes
dikane bi azadî avê vexwe” yan “Her kes dikane bi azadî hewa bigre,
her kes dikane bi azadî li çol û pesaran bigere” nîn in. Ji ber ku
ev mafên hanê, pêdivîyên însanbûnê ne, pêdivîyên ganîbûnê
ne. Ev mafên hanê bi qasî ku di qanûna esasî û qanûnan de, yan jî
di belgeyên mafên merivan ên navneteweyî de amaje pê neyê kirin, mafên
xwezayî ne. Herwekî vana, îro li cîhanê di tu qanûna esasî de
xaleka mîna “Her kes dikane bi azadî zimanê xwe yê zikmakî
biaxife” jî nin e. Ji ber ku bikaranîna zimanê zikmakî, mîna
vexwarina avê, mîna girtina hewayê mafekî xwezayî tê dîtin, mafek
ji pêdivîyên însanî tê qebulkirin. Yê xwezayî yê rast e, yê rewa
ye, yê ku divê bibe ye. Di dîroka huqûqê de, di dîroka ramyarîya sîyasî
de cihekî gelek mezin ji huqûqa xwezayî, huqûqa tebîî re heye.
Daxuyanîya Mafên Hemwelatîbûnê ya Îngilîz li sala 1689, Daxuyanîya
Serxwebûna Amerîkan li sala 1776, Daxuyanîya Mafên Merivan a Fransiz
li sala 1948, Daxuyanîya Mafên Merivan a Yekîtîya Neteweyan piratîkên
fehma mafên xwezayî û huqûqa xwezayî ne ku tetbîq bûne. Lê ev mafên
ku xwezayî ne, li kurdan hatine qedexekirin. Li seranserê dîroka komara
Tirkîyê tiþtê ku peywendîya kurdan û tirkan dîyar dike, ev qedexeyên
hanê ne. Ev qedexeyên hanê xwedîyê wê hukmê ne ku, jîyana sîyasî
ya tirkan dîyar dikin û îstîqametê didinê. Li
salên 1930î, li bajarên kurdan ên mîna Diyarbekirê kurdên ku diçûn
sûk û bazaran, sere her peyva kurdî ku axafîne, cerîmeya pare li wan
dihate birîn û ev cerîme destadest dihate tehsîlkirin. Sedem, qedexebûna
kurdî bû. Li
mehên havînê yên sala 1970, li Kurdîstanê, tevgereka pêt a
komandoyan hebû. Li navçeyên mîna Farqîn, Bismil, Melazgir û Wêranþarê
tevgera komandoyan bi awayekî karîger hatibû tetbîqkirin. Hêzên asayîþê
yên komando ber destê sibehê bi ser gund de digirtin, jin û mêr,
ciwan û pîr, her kesî li meydanê kom dikirin, gef li wan dixwarin û
îþkence li wan dikirin. Zilamên
50-60 salî, ango zilamên navsere xwedîyê bûkan û nevîyan bûn, ji
komê cihê dikirin, ew rût-uryan tazî dikirin. Paþê, li ber çavê vê
komela merivan, ben bi serê hacetê wan ê mêranîyê ve girêdidan, serê
ben didan destê bûk an jina wî û di bin derbên qundaxên tifingan de
li nava gund digerandin. Li gel her tewirê îþkenceyan, kurd bi
heqareteka wisa, bi îþkenceyeka wisa, bi piçûkxistineka wisa re jî rûbirû
diman. Ev kirina hanê, heqareteka wisa ye ku li însanîyetê, li nirxên
însanîyetê dibû. Bêguman kurdan vê yekê wekî heqaret û piçûkxistineka
gelek mezin têdigihîþt. Çi dema ku meriv ji kurdekî 50-60 salî
bipirse, bê hela çend zarokên te hene, dê bibêje, heþt, deh, sêzdeh.
Dê bibêje, “Ewqas pir in ku navê hemîyan nayê bîra min, ez navê
zarokên xwe tevlihev dikim.” Dê bibêje, “35-40 nevîyên min
hene.” Ji layekî jî, ev tê vê wateyê ku bi vî awayî pesnê mêranîya
xwe dide. Ew civaka ku bi vî awayî pesnê hêza mêranîya xwe dide,
cezayeka wisa bona wê civakê tînin rojevê. Bona însanê kurd, bona
civaka kurd, ma heqaret û piçûkxistineka hîn ji viya wêdetir heye? Ev
operasyonên ku li meha nîsana 1970 li Farqînê çêbûn, Ocaxên Kulturî
û Þoreþgerî yên Rojhelatê (DDKO) bi telgrafekê bo serokkomarê wê
demê Cevdet Sunayî dabûn zanîn û xwestibûn ku bûyer bête vekolîn,
derbareyê bepirsîyaran de doz bête vekirin. Wê demê serokwezîr Silêman
Demirel bû. Dema
ku bala xwe didin ser salên 1980yan, dibêjin “Gerîla çima
derket?”, “Gerîla çima ewçend bi hêsanî û zû di nav xelkê de
belav bû?” Di rewþeka wisa de êdî dê çawa bûbûya? Partîya
Karkerên Tirkîyê (TÝP) li dawîya salên 1970yî piþtî ku di
kongreya xwe ya mezin a çaran de derbareyê pirsa kurd de hinde biryar
dabûn, hate girtin. Bo partîyên ku dê bihatana danîn yan jî
damzerandina wan dihate fikirîn, vê biryarê wekî gefekê nîþanê wan
didan. Ocaxên Kulturî û Þoreþgerî yên Rojhelatê hatibûn girtin û
ligel rêveberên wan, endam jî xistibûn zindanê. Lêkolîner û nivîskarên
ku behsa kurdan an zimanê kurdî dikirin, bi mueyîdeyên gelek giran ên
îdarî û cezaî re rûbirû diman. Di rewþeka wisa de rêyên ku jê re
“aþtîyane” tê gotin, hemî hatibûn girtin, êdî dê çi bûbûya?
Sedemên van heqaret û piçûkxistinên mezin jî ew in ku me li serê vê
nivîsê behsa wan kir. Çima? Ji ber ku di navîna salên 1960î de Partîya
Demokrat a Kurdîstana Tirkîyê hatibû damezrandin. Partîyeka îlegal bû.
Lê xerbatên wî yên karîger hebûn. Di payîza sala 1969an de mitîngên
kurdane (Doðu Mitingleri) çêbûn, herwisa, di navîna sala 1969an de li
Anqere û Îstanbulê Ocaxên Kulturî û Þoreþgerî yên Rojhelatê
hatin damezrandin. Li bajarên mîna Diyarbekir, Farqîn, Batman û Erxenîyê
Ocaxên Kulturî û Þoreþgerî yên Rojhelatê organîze dibûn. DDKO,
di destpêka sala 1971 de li Hezoyê jî hatibû damezrandin. Di vê çarçeweyê
de nirxên neteweyî þîn dibûn, dest bi zîldayînê dikirin. Ew
qedexeyên ku behsa wan hate kirin, bêtesîr dibûn, di nav kurdan de ronîdarî
geþ dibû. Ev e, bizava komandoyan, terora dewletê bona ku pêþî li
van vejînan, li van zîldanan bigre dihat pêþxistin. Ew kesên ku bi
heqaret û piçûkxistinên wisa re rûbirû mane, rûmeta wan hatîye þikênandin
lê reaksîyon nîþan nedane, dê derbareyê meseleya neteweyî de daxwazên
wan hebin? Jixwe, piþtî ku DDKO li Hezoyê organîze bû, demeka kin di
pey re, muxtiraya 12ê adarê (1971) li dar ket. Rejîma leþkerî, rejîma
îdareya orfî hate ser hukim. Ew
heqareta ku me hewl da xwe li jor bi kurtî behsa wê bikin, li kîdera cîhanê
dibe bila bibe, dê meriv li hemberî wê derkeve. Ev heqaretên hanê, ev
piçûkxistinên hanê, te divê bila li Afrîkaya Baþûr bin, yan te divê
bila li Rûsya û Sibîryayê bin, dixwazî bila li Amerîkayê, li Erebîstanê,
li Tirkîstanê yan li Kurdîstanê bin, dê însan reaksîyon nîþan
bidin. Ev yek, pêwîstîyeka însanîyetê ye, pêwîstîyeka xwedîlêderketina
nirxên însanîyetîyê ye. Dewlet,
berxwedana li hemberî van qedexeyan wekî eþqîyatîyê, anarþîstîyê,
terorê nîþan dide. Dibêje, “Tu îzeheka terorê ya mafdar nîn e,
divê meriv her demê li dijî terorê be.” Tu palpiþteka meþrû ya vê
dîtina dewletê nîn e. Helbet dê li ser bête axaftin ku di bingeha ew
peywendîyên dîyardeyî ku dewlet jê re dibêje “teror” de terora
dewletê û þîdeta ku dewlet bona berevanîya qedexeyan pêk tîne,
hene. Li
salên 1995-1996an, dema ku em li Girtîgeha Navendî ya Anqereyê diman,
Leyla Zanayê bona ku ez lê binihêrim û bihelsengînim metnekê dabû
min. Wê demê ez li jûra pêncan, parlementerên DEPê (Partîya Keda
Demokratrîk) jî li jûreka din a vê girtîgehê diman. Ev metna hanê
derbareyê jîyana Leyla Zanayê de bû. Gelek bala min dikiþand ku hela
Leylayê derbareyê serdegirtinên komandoyan de çi nivîsîye. Ji vê çendê,
min ew metn bi hêsanî, bi baldarî û bi lezgînî xwend. Di metnê de
derbareyê serdegirtinên komandoyan de tu qisetkirinek nîn bû. Ez hinekê
têde heyirî mam. Rojekê di rêya dadgehê de ez rastê parlementeran,
di vê navberê de, ez rastê Leylayê hatim. Mi got, di metnê de
derbareyê serdegirtinên salên 1970yan de tu qisetkirinek nîn e, gelo
derbareyê wan bûyeran de tiþtekî ku bête bîra we, heye yan na? Got,
“Wê demê ez gelek piçûk bûm, tiþtek nayê bîra min. Lê dû re tê
bîra min ku derbareyê van bûyeran de xeberdan çêdibûn.” Ez di vê
bersivê de jî heyirî mam. Çunkî ez wisa difikirîm ku, ger 8-9 salî
bin jî, bûyerên bi vî awayî li ser zarokan tesîrên mayende dikin.
Ger meriv þert û zurûfên salên 1970yî bîne ber çav, hingê mumkin
e ku ev yek îþareta viya dike ku wê demê malbat hîn polîtîze nebûye.
Belam li wê demê, kesên mîna Mehdî Zana, Evdilkerîm Ceyhan, Mehmûd
Okutucu, Muhterem Biçimli, Necmedîn Büyükkaya, Yumnî Budak, Ferîd
Uzun, Nîyazî Hosta, Þemsî Hosta û Evdirehman Hosta, rêveber û endamên
Ocaxên Kulturî û Þoreþgerî yên Rojhelatê, bona ku van bûyeran
protesto bikin û bi raya giþtî û karbidestan bidin zanîn, li derûdorê
virevira wan bû digerîyan. Li
wan salan bavê fermandarê gerîlayan Mehsûm Korkmazî li zevîyên çandînîyê
yên Mehmûd Kepolu yên li ber çemê Batmanê þofertîya traktorê
dikir. Li
destpêka salên 1990î, jin û bûk li ber çavê zarok û pitikan bi porê
wan de digirtin û di erdê re kaþ dikirin dibirin. Li ber çavê jin û
zarokan li zilamên ciwan îþkence dihat kirin. Zilamên kal, li ber çavê
jin, bûk, zava û nevîyên wan, bi rîha wan de digirtin û di nav çamurê
de digevizandin, bi pihînan diketin ser wan. Tevayî vê terora dewletê
bona berevanîya qedexeyan bû. Roja
19 sermawez 2004, li Qoserê, Oxir Kaymazê 12 salî ligel bavê xwe Ehmed
Kaymaz hat kuþtin. Polîsan 13 gule bera Oxir Kaymazî dabûn, ku hîn
nuh ji xwendegehê vegerîyabû mal, hîn ku formaya xwendegehê li ser bû.
Ev jî tê zanîn ku, van polîsan derbareyê vê dozê de tu cezayekê
nexwarin. Roja
10 kewçêr 2008, Engîn Ceberê Xorxolî (qezaya Çewlîkê) li Îstanbulê
di nezaretxaneya polîsan de ji ber paþnavê xwe û sekna xwe ya camêrane
bi îþkenceyê hat kuþtin. Roja 5 sermawez 2008, li Îstanbulê Sebrî
Cirit ji ber ku kurd bû, ji ber axaftina bi kurdî, bi lînçkirinê hat
kuþtin. Cenazeyê wî bona definkirinê þandin Çewlîkê. Roja 27
sermawez 2007, li Îzmîrê, Baran Tursun li hundirê otomobîla xwe bûbû
amanca guleyên polîsan û jiyana xwe ji dest dabû. Roja
7 berfanbar 2008, li Yunanîstanê, li Atînayê xortek xwendevanê lîseyê
di numayîþekê de bi guleya polîsan hate kuþtin. Ev bûyer li tevayî
Yunanîstanê bi beþdarîyeka mezin bi rojan hate protestokirin. Li Tirkîyê
tenê li sala 2008 ji layê hêzên asayîþê bi dehan kurd hatine kuþtin.
Ev cînayetên hanê jî êdî wekî bûyerên normal têne dîtin. Ev jî
mijareka din e ku divêt li ser bête fikirîn. Dewlet
îro herî zêde ji “teror”ê gazindan dike. Tarîfa terorê bi
rojavayîyan jî daye qebulkirin. Tiþtê ku Tirkîye jê re dibêje
“teror” rojavayî jî dibêjin. Lê ev rastîyeka gelek eþkera ye ku
di bingeha vê têgihîþtina “teror”ê de terora dewletê heye. Ziman
û kultur, hatine qedexekirin. Ma qey kurd dê xwedîtîyê li ziman û
kultura xwe yê qedexekirî nekin? Dê ziman û kultur neyêne xwestin? Ev
e, çi dema ku hûn li dijî van qedexeyan derketin û bi þûn de, êdî,
hûn “terorîst” in. Lêbelê li navbera salên 1985-1988, li Bulgarîstanê,
ji helwêsta dewletê ya li hemberî wan rûdanên guhertina navên tirkan
em ji nêzîk de dizanin ku ziman û kultur çendî girîng in. Ev reftarîya
Tirkîyê ku li Qibrisê, li Bulgarîstanê, li Trakyaya Rojavayê, li
Kerkûkê, li Makedonyayê û hwd. ku mafên tirkan, mafên ku ji civakîbûna
tirkan hasil dibin, bi þêweyekî biryardar diparêze, li van deran
tadaya ku li ziman û kultura tirkan, li cemata tirkan dibû, bo sazîyên
navneteweyî radigihand, lê ji layê din, mafên kurdan, mafên ku ji
civakîbûna kurdan hasil dibin, qedexe dike. Hingê ev yek tam dibe
reftarî û fikrekî cotestandardîyê. Di peywendîya kurdan de karakterîstîkên
bingehîn ên fikrê tirkî ev in. Çendî
hejar dibe bila bibe, dîsa jî quleka xênî ya malbeteka kurd heye,
herwisa, çend serî pez, çend heb mirîþk, li pêþî yan jî li dora
koxa xênî baxçeyeka piçûk, çend darên fêkîyan û hwd. hene. Çiqas
jar dibe bila bibe, malbateka kurd xwedîyê vana ye. Dikane ji îmkanên
xwezayê sûd wergire. Li gorî þert û zirûfên erazîyê, li gorî rewþa
av û hewayê, li hin deran ji giyayan, ji hinde berhemên avî, ji masîyan,
li hinde deran ji berhemên daristanî, ji berhemên nêçîrê sûd
wergire. Bêyî ku muhtacê kesî bibe dikane jiyana xwe îdame bike. Lê
gelo em diþên bona malbatên ku bi hêza zordar a dewletê terka mal û
xanîyê xwe, terka cih û warê xwe kirine, mecbûr mane ku terk bikin,
eynî tiþtî bibêjin? Rewþa malbatên ku ji bajarên mîna Culemêrg,
Wan, Sêrt, Mêrdîn, Diyarbekir û Bidlîsê bar kirine hatine li varoþên
bajarên mîna Îstanbul, Îzmîr, Bursa û Anqereyê veniþtine, gelek
xirab e. Digel varoþên bajarên mezin, meriv dikane bibîne ku li kevîya
bajarên mîna Culemêrg, Wan, Diyarbekir, Mûþ, Bidlîs, Mêrdîn, Sêrt
û Þirnexê jî nufûseka mezin komî ser hev bûye. Malbatên jar,
jartir bûne, her ketine halekî wisa ku bûne muhtacê kesan. Dewlet û
hukûmet ji layekî de gundan diþewitînin û wêran dikin, bi darê zorê
malbatan ji cih û warê wan derdixin û surgûn dikin, ji layê din çiwalek-du
çiwal komir, rûn, arvan, þeker, zeytûn, çay û hwd. li wan belav
dikin û hewl didin xwe ku wan ji xwe re bikin mehkûm. Ne mumkin e ku
meriv di vê pêvajoyê de rizandineka exlaqî nebîne. Ev malbatên hanê
di nav proseseka jarbûyînê de ne. Li welatê wan, li cih û warê wan,
av jî heye, ax jî heye. Malbat bêyî ku bibin muhtacê kesî diþên ji
van her du îmkanan sûd wergirin û debara xwe bikin. Lêbelê, ew dever
hatine qedexekirin. Dibêjin, “Heke hûn cehþîtîyê qebul bikin, hingê
hûn dikanin vegerin wan deveran.” Belam van merivan, ev malbatên hanê
bona ku cehþîtîyê qebul nekirin mecbûr man ku mal û xanîyê xwe,
cih û warê xwe terk bikin. Jarbûyîna
di nav kurdan de heke bi þêxayetî, axayetî, eþîrtî û feodalîyê bête
îzehkirin, dê bibe þaþîyek. Herwisa, gotinên mîna “Ax bêkêr e,
berf heye, 6 meh rê girtî ne” jî ne sedemên bingehîn ên jarbûnîyê
ne. Sedemên bingehîn ê jarbûnîyê, ew operasyon in ku dewlet ji wan
re dibêje, “operasyonên asayîþê”. Van operasyonên hanê piþt li
malbatan þikandîye. Gelek vekirî ye ku van operasyonan bo malbatên
kurd asayîþê neanîne, xirabmalîyê anîne. Û digel viya, yê ku bi
þêxan û þêxayetîyê re, bi eþîran û serekeþîrtîyê re, axayên
xwedîyê erazîyan re herî zêde hevkarî kirîye, dewlet e. Wateya
hevkarîya dewletê ya bi van bermayîyên feodalîyê re tê fêmkirin.
Çunkî bi rêya þêxan, serokeþîran û axayên xwedîyê erazîyan
bizava neteweyî ya li nav kurdan bi hêsanî tê kontrolkirin, herwisa,
bi vî awayî pêþî li bizava neteweyî, li neteweperwerîya kurdî tê
girtin. Ger îro hîn jî di nav civaka kurd de þêx, eþîr, serokeþîr,
axayên xwedîyê erazîyên fireh, axayên erdan hene, ji ber ku dewletê
xwestîye lewma hene. Ev dezgeyên ku li ber mirinê bûn, yê ku bi fehma
cehþîtîyê ji nûh de ruh xiste wan, dewlet bi xwe ye. Em zivistana
sala 1994an bînin bîra xwe. Serekcehþ bo Anqereyê hatibûn vexwendin.
Di radeya dezgeyên dewletê yên herî bilind de, yên mîna serokkomarî,
serokwezîrtî û sererkanîyê hatin qebulkirin. Dema ku Bulend Ecevit
serokwezîr bû, bi parlamenterên Partîya Demokrasîyê re, bi
parlamenterên Partîya Demokrasîya Gel re, bi þaredaran re hevdîtin
çênedikir, cîvan nedida wan lê bi serekcehþan re di meqama serokwezîrtîyê
de hevdîtin çêdikir. Ev
operasyonên hanê muwazeneya hundirîn a civakê jî xira kiriye. Di nav
civakeka tendurist de xort kal û pîrên xwe, dê û bavê xwe defin
dikin. Lê di nav kurdan de kal û pîrên 70-90 salî cenazeyê nevîyên
xwe yên ku hîn di 20 salîya xwe de ne, nevîyên zarokên xwe yên ku hîn
negihane 15 salîya xwe, hem jî gelekê caran cesedên ku îþkence dîtine,
defin dikin. Û ev bûyerên hanê berdewam çêdibin. Ewropa
Rîayeta Krîterên Anqereyê Dike Tirkîye
dixwaze bibe endama Yekîtîya Ewropayê. Kirîterên ku bi navê “Krîterên
Kopenhagê” têne zanîn hene. Krîterên ku bal dikþînin bi ser azadîya
ramanê ve, krîterên ku demokrasîyê dixwazin… Yekîtîya Ewropayê
dixwaze Tirkîye rîayeta krîterên Kopenhagê bike. Pêkhatina azadîya
ramanê, sazbûna demokrasîyeka bêqusûr û hwd. dixwaze. Di peywendîyan
dualî de, di daxuyanîyên fermî de, di raporên pêþdeçûnê de, ev
tiþt têne xwestin. Lê di fiîlîyatê de Ewropa gav bi gav hêsantir rîayeta
krîterên Anqereyê dike. Krîterên Anqereyê, qedexeyên ku berhemên
“hesassîyetan” e, îfade dibin. Qedexeyên ramanê, qedexeyên bingehîn
in. Ji ber vê yekê, akademîsyen û pisporên ewropî ku bona axaftin û
munaqeþekirina mijara jenosaydê hatine, dibêjin “ev qedexe ne” û
nakevin nav mijara ermenîyan, mijara asurî-suryanîyan, mijara kurdan û
elewîyan. Wisa xweþik rîayeta qedexeyên ramanê dikin. Hîkmet Bila bi
sernavê “Li Tirkîyê çi naye kirin?” di rojnameya Milliyetê ya
roja 6 berfanbar 2008 de nivîsekê nivîsîbû. Li Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê, li Pennsylvaniayê di çarçeweya mijara “Civakên
Rojhelata Navîn û Avrasyayê, Kultur” de “Þerê Îraqê û peywendîyên
tirkan û amerîkîyan” hatine axaftin. Beþek ji xendevanan, dê Tirkîyê
zîyaret bike. Ji wan xwendevanên ku dê Tirkîyê zîyaret bikin re hatîye
gotin ku, “Li Tirkîyê derbareyê meseleya Qibrisê de, li ser Yunanîstanê
û derbareyê kurdan de meaxifin, li dijî îslamê meaxifin, ev qedexe
ne.” Ger xwendevan derbareyê van meseleyan de neaxifin, ma dê çawa
derheqê Tirkîyê de bibin xwedîyê agahîyê? Deynê
Kurdan Li Ewropayê Heye Pirsa
kurd, pirseka wisa ye ku ji ber qedexekirina mafên xwezayî yên kurdan
çêbûye. Li salên 1920î, di dewra Cemîyeta Miletan de, jihevdexistin,
parçekirin û parvekirina Kurdîstanê, pirsa xespkirina mafê danîna
dewleta wan a serbixwe ye. Di vê prosesê de rola dewletên emperyal ên
wê demê, ango rola Brîtanyaya Mezin û Fransayê gelek mezin e. Ev her
du dewletên emperyal li Rojhelata Navîn bi otorîteyên ereb, fars û
tirkan re hevkarî kirin û jihevdexistin, parçekirin û parvekirina
kurdan û Kurdîstanê pêk anîn. Jihevdexistin, parçekirin û
parvekirinê, qaqordeya (îskeleta) kurdan û Kurdîstanê parçe kirirîye,
mejîyê wê belav kiriye. Di pêkhatina vê prosesê de, di serî de Îngilîstan
û Fransa, roleka gelek mezin a Ewropayê heye. Wê demê, yên ku belaya
ereb, fars û tirkan bi serê kurdan de anîn, îro jî, bo daxwaza mafên
xwezayî yên kurdan dibêjin “teror” û li dijî wê derdikevin, dîsa,
helwêsta wan alîkarîya zilmê ye. Di vê helwêsta Îngilîstan û
Fransaya emperyal de, ne rast e ku meriv rabe bibêje, ev rastgîr in, ev
çepgîr in, ev komunîst in, ev lîberal in yan ev muhafezekar in û ferqîyetê
bixîne nava wan. Çi dema ku pirsa kurd bibe mewzûbehs, hemîyê wan li
dijî kurdan e, hemîyê wan muþtereken ligel dewletên ku kurdan dipelêxin
re di nav peywendîyeka xurt de ne. Te divê bila di îqtîdarê de bin
yan di muxalefetê de, rewþ ev e. Van dewletên emperyal kurdan û Kurdîstanê
ji hev de xistine, parçe kirine û parve kirine… Herêm sipartine otorîteyên
ereb û fars û tirkan. Lê ji herêmê derneketine û neçûne, cardin li
herêmê ne, li Rojhelata Navîn in. Çi dema ku di navbera kurdan û hukûmetên
navendî de pevçûn derkeve, bona ku piþtevanîya hukûmetên navendî
bikin, bona ku dor li kurdan teng bikin, li herêmê ne… Di
nivîsa berîya viya de, ew nivîsa bi sernavê “Bersiva rexneyên ku li
Beþîkçî dibin”, min dabû zanîn ku, kurdên li Ewropayê, li
welatên ku têde dimînin, divê bi çapemenî, unîversîte, rêxistinên
civaka sivîl, dezgeyên mafên merivan, rêxistinên karker û kermendan
re di nav peywendîyan de bin.
Herwisa, kurdên li Ewropayê, ne mîna ku li Diyarbekir an li Îstanbulê,
li wir, divê di nav gettoyên xwe de li nav grûpên xwe tenê nemînin.
Gelek girîng e ku li welatên ku têde dijîn de hevaltîyê bi kesên ji
wî welatî re bikin. Ev yek, bona ku ew bikanibin polîtîkayên neheq ên
ku Ewropayê derbareyê kurdan de pêþde birine, bi wan re biaxifin, bi
wan re munaqeþe bikin jî girîng e. Divê kurd bi wan re munaqeþe bikin
ku Ewropayê li hemberî mafên xwezayî yên kurdan hertim çavê xwe
girtîye, daîma piþtgirîya dewletên ku bi awayekî muþterek kurdan
dipelêxin kiriye, di vê behsê de çi kirinên Ewropayê hebin, divê bi
wan re li ser biaxifin, munaqeþe bikin. Di van mijaran de Ewropa gelek
muhtacê rexneyê ye. Jihevdexistin,
parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdîstanê kurd bêdost hiþtine,
diþminên wan zêde kirine. Îro, di qada navneteweyî de, wekî þexs,
helbet dostên kurdan hene. Û ev dostên hanê roj ji rojê zêdetir
dibin. Lê di qada dewletan de tu dosteka kurdan nîn e. Li ber viya, lêkolînerên
gelek hêja, zanyar û pisporên bîyanî ku li ser kurdan, derbareyê
kurdî û Kurdîstanê de lêkolînan dikin jî hene û zêdetir dibin. Li
gorî qenaeta min eleqeya derbareyê van mijaran de ji û vir pê ve dê zêdetir
bibe. Xebata yên wisa dê hîn bêhtir watedar be. Malperên kurdan jî
derbareyê van mijaran de divê xwe ji nuh de organîze bikin. 14.12.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org