|
“Þerê Li Hemberî Emperyalîzmê” Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn
Li
rojên 27-28 hezîran 2009, li Anqereyê “Sempozyuma Pirsa Neteweyî-Pirsa
Kurd” li dar ket. Federasyona Mafên Demokratîk sempozyumê li dar
xist. Di sempozyumê de îbareyên “þerê li hemberî emperyalîzmê”,
“têkoþîna li hemberî emperyalîzmê” gelek hatin bikaranîn.
Dixwestin bibêjin, bona ku têkoþîna neteweyî ya kurdan bihê
qebulkirin û piþtgirîkirin, þertê bingehîn yê vê yekê ev e. Di vê
nivîsê de ez ê hewl bidim xwe ku derbarê vê helwêstê de fikrê xwe
eþkera bikim. Serekê
dewleta Îraqê yê wextkê Sedam Huseynî têgeha “þerê li hemberî
emperyalîzmê” gelek bi kar dianî. Tekîd dikir ku ew li hemberî
emperyalîzmê þer dike, “dayika þeran” dike. Li pêþîya deriyê
oteleka girîng ya li Bexdadê ji karo û mozaîkan wêneyê bavo Bushî
dabû çêkirin. Muþterî, her kes dema ku diçûn otelê, pê li wî wêneyî
dikir hîn diçû hundir, yên ku ji otelê derdiketin pê li wî wêneyî
dikirin hîn derdiketn. Kombûnên navneteweyî di vê otelê de çêdibûn.
Kombûnên endamên polîtîka û dîplomasîya navneteweyî di wê otelê
de çêdibûn. Kesên ji derdora karsazîyê, dîplomat, rojnameger û
hwd. hîn zêde li vê otelê diman. Ji
bo çepên tirkan ji alîyê Sedam Huseynî ve bikaranînan drûþma “þerê
li hemberî emperyalîzmê”, hertim dubare kirina wê têrê dikir. Polîtîkayên
ku Sedam Huseynî li hemberî kurdan pêþde dibirin, tiþtên ku dikirin,
hîç girîng nebûn. Sedam Huseynî vana dikir: Bi beþek ji hatina ku ji
petrola Kurdistanê bi dest dixist frokeyên þer, helîkopterên þer, amûr
û alavên cûr bi cûr yên þer, tank, top, gazên jehrî, çekên kîmyewî,
çekên bîyolojîk, mayin, tifing û hwd. dikirî. Bi van çekan gundên
kurdan diþewitand, malên wan diruxand. Dewlemendîyên xwezayî yên
Kurdistanê tune dikir. Bi girseyî kurdan tune dikir. Li hemberî kurdan
jenosîdeka demdirêj pêk dianî. Digot, “Dê
þerê me yê li hemberî emperyalîzmê dewam bike, ev gelê ku hevkarê
emperyalîzmê ye, dê bihê tunekirin…” Hesen el-Mezcîdê ku li
Kurdistanê gazên jehrî bi kar dianî, wekî mînak, yê ku Helebçeyê
afirand, hîç nediveþart ku bona jenosîda kurdan planên bi detay çêkirine.
Tê zanîn ku Hesen el-Mecîd, yanî Elî Kîmyewî, pismamê Sedam Huseynî
ye. Îro, hîn jî li gelek deverên Îraqê gorên komelî hene. Îhtîmaleka
gelek mezin, pirranîya yên di gorên komelî de kurd in. Ev hemî di çarçeweya
zihnîyeta “þerê li hemberî emperyalîzmê” de pêk dihatin. Ev ne
sirrekî veþartî ye ku Sedam Huseynî maddeyên xam yên çekên kîmyewî
û bîyolojîk ji dewletên mîna Almanya, Fransa, Îngilîstan, Hollanda,
ji þirketên dewletên mîna DYA, Swêd, Danîmarka û hwd. bi dest
dixist. Dîsa, ev jî ne sirrekî veþartî ye ku dê çêkirina van çekan
de 70-80 pisporên ku ji Yekîtîya Sovyetan dabûn anîn, þêwirmendîyê
dikirin. Bona
çepên tirkan ev îbare têrê dikirin. Hertim bikaranînan van drûþman
herwekî “þerê li hemberî emperyalîzmê” dewam dike dihat þîrovekirin.
Berîya salên 1990î bona Yekîtîya Sovyetan jî hertim bikaranînan van
drûþman têrê dikir. Tiþtên ku Sedam Huseynî bi kurdan dikir, ew gazên
jehrî, Helebçe, bikaranîna çekên bîyolojîk, çekên kîmyewî, çekên
komelkujîyê ji nezanînê ve, ji ne bihîstî ve dihatin. Hawara kurdan
nedihat bihîstin. Lê esas emperyalîzmê di prosesa dawîya Þerê Yekem
yê Cîhanê de derba xwe ya herî xidar, derba xwe ya herî berfireh û
mayende li kurdan xistibû. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina
kurdan û Kurdistanê, polîtîkaya herî berfireh bû ku emperyalîzmê
li Rojhelata Navîn pêk anîbû. Bi vê polîtîkayê qaqordeyê
Kurdistanê hatibû parçekirin, mejîyê wê hatibû pelçiqandin. Yên
ku hertim drûþma “þerê li hemberî emperyalîzmê” û “têkoþîna
li hemberî emperyalîzmê” vedibêjin, hîç balê nakiþînin ser polîtîkayên
ku li salên 1920î, li dewra Cemîyeta Miletan, di wê demê de, li
hemberî kurdan hatibûn pêkanîn. Ji vê çendê, meriv dikane bibêje,
yên ku van drûþman vedibêjin hîç guh nadin dîyardeyên pêkhatî,
bi baldarî xwe jê hemet dikin, têkilîyên dîyardeyî ji nedîtî ve,
ji nezanînê ve, ji ne bihîstî ve tên. Em
mehên rêbendan, sibat û adara sala 2003 bînin bîra xwe. Mudaxeleya bo
Îraqê di rojevê de bû. Li wan rojan çepên tirkan ji kurdan re
digotin “Li hemberî DYA ya
emperyalîst piþtgirîya Sedam Huseyn ê antîemperyalîst bikin.”
Ev tê wateya “piþtgirîya celladê xwe, piþtgirîya qesabê xwe
bikin.” Ev çawa însanîbûn e, ev çawa însanîyet e? Ev çawa çepgirî
ye? Sedam
Huseynî digot “emparyalîzm xwîna gelan dimije”. Nexwe bona ku
emperyalîzm xwîna gelan bimije divê di wan gelan de heta radeyekê hêza
kirînê hebe. Ger tu hêzeka kirînê ya malbatan ya gelan nîn be, dê
emperyalîzm çawa xwîna wan bimije, dê çi bifroþe wan? Lê kurd li
hemberî gazên jehrî û çekên komelkujîyê di derdê ruhê xwe de bûn.
Bona ku ji ber karîgerîya van çekan xwe biparêzin ji van þikeftan
direvîyan þikeftine din. Malbat parçe bûbûn, xanî hemî hatibûn þewitandin
û wêrankirin. Kesên ku ji nav malbatê bi darê zorê digirtin dibirin
careka din tu saloxek jê dedihat girtin. Li
salên 2000an çi qewimî? Piþtî ku di adara 2003yan de DYA mudaxeleyê
Îraqê kir, bûyer çawa pêþde çûn? Karîgerîya pêþdeçûnan çawa
li ser kurdan çêbû? Bêguman DYA bi nîyeta ku “kurdan heta roja îro
gelek zulm dîtin, em piçekî rûyê rojê bi nîþanê kurdan
bidin…” mudaxele nekir. Helbet DYA ji bo parastina berjewendîyên xwe
yên li Rojhelata Navîn mudaxeleya Îraqê pêk anî. Lê ji vir û þûnde
pêþdeçûnên ku kurdan gelek ji nêzîk ve eleqedar dikin çêbûn. Rejîma
Sedam Huseynî ruxîya. Partîya Beas hat jihevdexistin. El-Muxaberat hat
jihevdexistin. Çekên komelkujîyê hatin tunekirin. Ji bo kurdan tehdîdên
bingehîn ev bûn. Ji navê hilanînan van tehdîdan pêþî li kurdan
vekir. Kurdan zanî çawa ji van pêþdeçûnan sûd wergire, çawa jê îstîfade
bike. Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê, yanî, dewleta federe ya
Kurdistanê hat avakirin. Li Îraqê rêveberîya federal bi hewldanên
kurdan hat pêkanîn. Kurdan ev têgihîþtina bingehîn bi DYA û bi rêveberîya
ereb ya Îraqê, bi erebên þiî û erebên sunnî da qebûlkirin. Ev yek
di rêveberîya Îraqê de guhertineka gelek girîng îfade dike. Îro
kurd bi wê pahra ji % 17 ku ji butçeya navendî digrin, avakirina
Kurdistanê pêk tînin. Rê tên çêkiirn, xanî tên lêkirin, þêngehên
nuh tên avakirin. Xwendegeh, nexweþxane, dayreyên rayagiþtî, otel tên
avakirin. Bendav çêdibin. Xebateka avadanîyê ya gelek gurr heye. Di
nav hewldana çêkirina rêyên hesinî û rêyên navbajaran, amadekirina
projeyên bendavan û xetên lûleyan yên petrol û gaza xwezayî de ne.
Yên ku serdana rêveberîya herêmî ya Kurdistanê dikin dibêjin, di
4-5 salan de dê Hewlêr bibe yek ji navendên girîng yên li Rojhelata
Navîn. Pirranîya
kurdan êdî xwedîyê xanî ne. Xanîyên wan ên modern hene. Pirranîya
wan xwedîyê otomobîlan e. Li mala wan amûrên malê yên bingehîn yên
wekî mobîlya, sarinc, makîneya cilþûþtinê, firin û makîneya firaqþûþtinê
hene. Pirranîya wan xwedîyê telefona destan e, komputerên wan ên
leptop hene. Înternet pêþde çûye, kurd dewlemend dibin. Lê evên hanê
nîþan nadin ku li rêveberîya herêma Kurdistanê her tiþt mukemel
e… Sunetkirina jinan, zewaca bi çar jinan re, xwekuþtina jinan, bêrayîyên
(genedelîyên) ekonomîkî, bêhevsengîya di parvekirina hatinê de, bi
qasî ku têrê bike pêkneanîna hilberîna elektrîkê, kêþeyên civakî
û ekonomîkî helbet hene. Lê ev jî rastîyek e ku kurd ji van kêþeyan
agahdar in. Çi dema ku meriv ji kêþeyeka civakî agahdar bibe, êdî rêya
çareserîya wê kêþeyê jî mumkin dibe. Di
dewra Sedam Huseynî de bi hatina ku ji petrola Kurdistanê bi dest diket
Kurdistan dihat þewitand, dihat wêrankirin. Li Kurdistanê jenosîdeka
demdirêj dihat tetbîqkirin. Sedam
Huseynê ku hertim drûþmên “þerê li hemberî emperyalîzmê”,
“têkoþîna li hemberî emperyalîzmê” vedigot, ji bilî þewitandin
û wêrankirina Kurdistanê û bi komelî kuþtina kurdan karekî din
nedikir. Bêguman Sedam Huseynî vê prosesê bi alîkarîya polîtîk û
dîplomatîk a maddî û manewî ya dewletên mîna Tirkîye, Îran, Sûrîye,
herwisa, Yekîtîya Sovyetan, DYA û dewletên ereban, dewletên Ewropayê
û hwd. pêk dianî. Lê di roja îroyîn de bi hatina ku ji petrola
Kurdistanê bi dest dikeve avadanîya Kurdistanê pêk tê. Radeya firehîya
kurdan tê bilindkirin. Sûdeka gelek mezin têde heye ku ev her du dewr
di çarçeweya drûþma “þerê li hemberî emperyalîzmê” de bihê têgihîþtin. Li
vir, di vê prosesê de pirsa bingehîn ku divê bihê têgihîþtin
dewlet danîna kurdan filan nîn e. Pirsa bingehîn ev e ku, kurd, belkî
jî, deh caran mafê wan e, çima vî karî pêk neanîne, çima di vî
warî de rikê nekirine. Yek
ji gotinên xweþik yên ku di sedsala bîstan de hatine gotin, ji alîyê
serekê Lîbyayê Muamer Qedafî ve hatîye gotin: Di
bin rojê de divê ji kurdan re jî cihek hebe. Muamer Qedafî vê
gotinê di wextên cihê de, li mekanên cihê çend caran gotîye. Ev
daxwaz ji ber ku ji devê pêþengekî ereb derketîye, gelek hêja ye. Ji
bo ku di destpêka sedsala 21. de, di bin rojê de ji kurdan re jî cihek
nîn be tu sedemeka cidî nîn e. Li gorî qenaeta min li çaryeka pêþîn
a sedsala 21. dê kurd pêþketineka gelek mezin pêk bînin. Di
vê prosesê de gelek mijarên girîng hene ku bala meriv diçe ser. Di çaryeka
pêþîn a sedsala bîstan de, di salên 1920î de, di dema danîna Cemîyeta
Miletan de, dewletên emperyal, Brîtanyaya Mezin û Fransa, bi dewleta
tirk, dewletên ereban û dewleta farsan re, bi Yekîtîya Sovyetan re
hevkarî kirin û jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û
Kurdistanê pêk anîn. Ev proseseka wisa bû ku qaqordeyê Kurdistanê
parçe dikir, mejîyê kurdan dipelçiqand. Ev “statukoya pîroz”, ya
rast, ew statukoya ku kurdan û Kurdistanê bêstatu hiþt, ku di salên
1920an de hat danîn, ji 80 salan zêdetir e ku diajo. Lê di destpêka
sedsala 21. de dewleteka emperyal ya din, DYA, mudaxeleyeka çekdarî bo
Îraqê kir û di vê “statukoya pîroz” de qelþeka girîng vekir. Hîç
ne mumkin e ku ev “statukoya pîroz” êdî bi vî þeklî dewam bike.
Ji alîyê felsefeya dîrokê, felsefeya civakê, têgihîþtina dîrokê,
têgihîþtina civakê ve peywendîyên bingehîn ku li ser bihê fikirîn
divê ev bin. Divê “kurd û Kurdistan ji sedsala 20. ta sedsala 21.”
bibin mijarên girîng yên van kategorîyên ramanê. 07.07.2009 ___________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Ev
gotar bi sernavê “Emperyalizme
Karþý Savaþ” li malpera www.kurdistan-post.com
û www.haberdiyarbakir.com
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org