|
Wateya Xelatên Dewletê Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Çawahîya
Bingehîn a Rejîmê - II Xelata
Mezin a Kultur û Hunerê ya sala 2008’an, li roja 2 sibat 2008, li Îstanbulê,
di merasîma ku li Aya Îrînî (*)
lidar ketibû de dan Çetîn Altanî. Serekwezîr Receb Teyîb Erdogan,
wezîrê kulturê Ertugrul Gunay, hinek parlementer, nivîskar û endamên
çapemenîyê beþdar bûn. Serekwezîr Receb Teyîb Erdoganî bi destê
xwe xelatê da Çetîn Altanî. Serekwezîrî di axaftina ku li merasîma
xelatdayînê de kir, derbareyê jîyana ramyarî de dîtinên girîng îfade
kirin: “Ez bi xemgînî dibêjim ku, di dîroka me ya nêzîk de, serborîya
ramanê di rêwîtîyeka bimeþaqet re bihurîye. Qebûlkirina cihêrengîyan
hêsan nebûye, pêþdarazîyên hiþk û zîhnîyetên bêtehemul bi
giranî ceza dane ramanê. Tevayî Tirkîyê mecbûr maye ku berdêla wê
bide. Ev girîng e ku pêþengîya roþinbîrên me yên ku di vê rêwîtîyê
de li ber xwe dane, berdêl dane û dev ji evîna ramanê bernedane, di þûna
ku serê xwe li ber otorîteyan biçemînin rastîyê gotine. Bêguman yek
ji vana Çetîn Altan e.” “Heta ku aqilê rexneyî nebe, heta ku rexne neyê tehemulkirin, em neþên
rê bigrin. Heta ku gotin nebe, heta ku nivîs û raman nebe, em neþên
îddîaya xwe ya þaristanîyetê pratîze bikin. Fikirîna cihê, divê
esla nebe maniê hevûdin fêmkirinê, herî kêm, divê nebe maniê
hewldana fêmkirinê. Hestên tehemulkirinê bingeha demokrasîyê ne.”
“Tirkîye dê zêdetir azad bibe, dê zêdetir demokratîze bibe, dê
mufereh bibe.” Wezîrê
kulturê Ertugrul Gunay jî di axaftna ku li merasîmê kirbû de, xelatê
wekî “bona demokrasîyê pêþketîneka baþ” nirxand. Piþtî
merasîma xelatdayînê, Ehmed Altan û Mehemed Altanî întîbayên xwe yên
derbareyê merasîma xelatdayînê de di nivîsên xwe de îfade kirin.
Ehmed Altanî di nivîseka xwe de digot: “Carînan
melulîyek bi min digre û ez ji xwe re dibêjim, ‘dê tu tiþtekî
neguhere’. Lê þeva berê, dema min tiþtên ku li Aya Îrînî çêdibûn
temaþe dikir, min wisa hîs kir ku ‘herhal hinde tiþt diguherin’. Ev
ne karekî hindik e ku em ji serekwezîrên ku nivîskaran lînç dikirin
û diavêtin girtîgehan hatin gihan serekwezîrên ku hurmetê nîþanê
nivîskaran didin.” (Çetin Altan ve Baþbakan, Taraf, 3 sibat 2009) Mehemed
Altanî jî bi gotinên “di
mekanekî abîdeyî de ku ji kûranîya rabirdûyê nisilîye hatîye…
Merasîma xelatdayînê ku wezîrê kulturê û serekwezîr bi nezaketeka
arîstokratîk hewl didan xwe daku rêçên xirab ên rabirdûyê bimalin”
qiset dikir. (Aya Ýrini’de Bir Akþam, Star, 3 sibat 2009) Rojek
di pey re, roja 4 sibat 2009, Hesen Bilidirici derbareyê merasîma
xelatdayînê de nivîsekê weþand. (Hasan
Bildirici, Devlet Ödülleri, www.kurdistan-post.org,
4 sibat 2009)
Hesen Bildirici di vê nivîsa xwe de behsa serlêdana xwe ya ku bo
serkonsolosxaneya Tirkîyê ya Swîsreyê kirîye daku bikanibe ji surgunîyê
vegere welatê xwe. Wî ji wan pasaport xwestîye. Wan jî jê re gotîye,
ew nikanin tu karteka nasnameyê yan jî pasaportekê bidin wî, lê bona
ku bikanibe here nêzîktirîn girtîgeha li derdora balafirgeha Îstanbulê,
dikanin kaxizekî rêwîtîya bi frokeyê bidin wî. Hesen
Bildirici, di vê nivîsa xwe de dide zanîn ku, li eynî rojê dozgerîya
komarê ya Anqarê serekê Partîya Demokrasîya Gel (DEP) Yaþar Kaya jî
di nav de, derheqê parlementerên DEPê Elî Yigit, Remzî Kartal, Zubeyr
Aydar, Nîzamedîn Toguç, herwisa, derheqê kesayetên mîna Necdet
Buldan, Serhat Bucak, Þerafedîn Elçî, Haydar Iþik, Ehmet Aktaþ,
Mesut Uysal, Evdirehman Çadirci, Yaþar Ertaþ, Elî Matur, Celal Ozkan,
Ozcan Kelodya ên kurd, suryanî, elewî û êzidî de, derheqê 31 kesî
de, bi daxwazkirina ji 15 salan bigre heta 22 salan cezayê, doz daye
vekirin. Dîsa, bi bîr tîne ku, demeka kurt berê, deh sal cezayê hepsê
li Leyla Zanayê hatîye birîn. Herwisa, bal dikþîne ser viya ku di
maweya deh salan de 17 hezar însanên kurd hatine revandin, yan bi qabloyê
hatine xeniqandin, yan bi satoran hatine hûrkirin yan jî gule bera piþta
serê wan dane û bi vî awayî hatine kuþtin. Hesen
Bildirici di vê nivîsa xwe de dinivîse ku rê nedane ku ew sûd ji pirîma
sîgortaya xwe jî wergire. Di vê derbareyê de vana dibêje: “Dezgeya
sîgortayê ya Swîsreyê bona ku xebata min a berê tevlî xebata min a
li vir bike nivîsekê bo Tirkîyê þandîye. Li hemberî bersiva ku bo vê
nivîsê hat, ez li ber xwe ketim. Wisa nivîsîne: ‘Em rast li tu
qeydekê nehatin ku Hesen Bildirici li fabrîqaya çayê ya li gundê Velîkoya
Rîzeyê, li reyona firotina çayê ya Entabê û li Mudirîyeta herêmî
ya Çay-kura Diyarbekirê 3 sal xebitîye’.” Hesen
Bildirici xwe dispêre van dîyardeyan û ji Ehmed Altanî re, ji Mehemed
Altanî re, ji nivîskarên tirk re, ji roþinbîrên tirk re dibêje: “Dibe
ku bona we tirkan tiþt biguherin, lê bona me kurdan, tu tiþtekî ku
biguhere, nîn e.” Dîyarde
ev in. Di çarçeweya peywendîyên wan ên ligel hev de, divê ev dîyarde,
ev peywendîyên dîyardeyî, bêne nirxandin. Axaftina serekwezîr, ji
layê balkiþandina ser azadîya ramanê û aqilê rexneyî, herwisa, ji
layê jîyana fikirînê ve erênî ye. Lê axaftineka wisa, fikrekî
wisa, bi tena serê xwe tiþtekî îfade nake. Divê meriv ev fikrên hanê
di ezmûna jîyanê re derbas bike. Ev ezmûn jî, tenê meriv dikane di
kevireka mîhengê a wekî pirsa kurdan de bike. Dema ku li kevireka mîhengê
a wekî pirsa kurdan bikevin, tê dîtin ku ev fikrên hanê hîç piratîze
nebûne. Berevajî, di çarçeweya pirsa kurdan de rewþek ku rexneya azad
û bi azadî îfadekirina ramanê difetisîne heye. Ev jî nîþan dide ku
serekwezîr ne xwedîyê piresîb e, li gorî cih û wext helwêstên cihê
digre, li gorî tehma dev þerbetê belav dike. TRT Þeþ, helbet pêþketineka
girîng e, gaveka grîng e. Fikrê li unîvresîteyan vekirina beþa ziman
û edebîyata kurdî jî, helbet girîng e. Helbet ev jî rewþeka wisa ye
ku divê wekî têbinîyekê îþaret bibe, ku li roja 24 sibat 2009, li
TBMM, dema ku di kombûna giþtî ya Partîya Civata Demokratîk (DTP) de
serekê giþtî yê partîyê Ehmed Turkî bi kurdî axifî, li hemberî vê
axaftin û helwêstê di nav tebeqeyên dewletê de û li kuçeyên ku
dewlet wan manîpule dike, ango dewletê kuçe nexistin nav tevgerê. Lêbelê
li meydanê zêdetirî 17 hezar “kuþtinên faîlê wan nedîyar”
hene. Yên ku van kuþtinan kirine dîyar in, lê tu yek ji vana întîqalê
dadgehê nebûye. Behseka wisa ji nedîtî ve, ji nezanî ve, ji ne bihîstî
ve tê. Ev daxwaza Partîya Civata Demokratîk ku dibêje “Bila
bîrên BOTAÞê vebin, bila cesed derkevin meydanê, qet nebe bila malbatên
mexdûr bona merivên xwe gorekê çêkin” pirseka ciddî li meydanê
datîne. Ev daxwazên wisa ji nedîtî ve nayên. Ev pirsa herî girîng a
li pêþîya huqûq û sîyaseta tirkan e. Di rewþeka wisa de hîn jî
behsa “biratîyê” tê kirin. Ev tê vê wateyê ku bi ciddîyeta pirsê
tênegihîþtine. Gelo ma nevê ku dewlet û hukmat di vê behsê de bi þêweyeka
ciddî xwe rexne bikin? Min
behsa wê kir ku li TBMM, li grûba DTPê axaftina bi kurdî ya Ehmed Turkî
erênî ye. Lê þaþî di xweparastina Ehmed Turkî de heye. Ehmed Turk
dibêje, “Ger serekwezîr biaxifê ez ê jî biaxifim.” Ev xweparastin þaþ
e. Divê were tekîdkirin ku li her demê û li her derê axaftin û nivîsîna
bi kurdî, perwerdedîtina bi kurdî û hwd. heq e, qedexekirina kurdî
karekî li derveyî hemdemîyê ye. Ne
dûrî bala meriv e ku, di fikr û helwêsta serekwezîr de cotestandardîyeka
berbiçav heye. Serekwezîr Receb Teyîb Erdogan li serê meha sibata
2009, li bajarê Davosê, hêrsa xwe ji serokomarê Îsraîlê Þîmon
Peresî anîbû û gotibû “Hûn kuþtinê baþ dizanin”. Baþ e, gelo kê ji 17 hezaran zêdetir
kurd kuþtin? Kê “kuþtinên faîlê wan nedîyar” kirine? Serekwezîrê
ku bona zarokên filîsîtînî xwe helak dike, ma ne serekwezîrê vê sîstemê
ye ku zilmê li zarokên kurdan dike, bi xwestina cezayê 20-25 salan wan
mehkeme dike, wan diþîne girtîgehan? Kî ji kê fêrî kuþtina mêran
dibe, kî ji kê re dibe mînak? Di
civatekê de însan bona ku bigihên amancên xwe yên hevpar cûre bi cûre
rêxistinan dadimezrînin. Ev rêxistin bi awayekî hîyerarþîk bi hev
ve têne girêdan. Sîstema sîyasî di vê rewþê de pêk tê û tevayî
rêxistinên di nav civatê de digre nava xwe, þeklekî hevgirtî digre.
Sîstema sîyasî ew tiþt e ku, di nav dewletê de hêz û fealîyeta hêzan
e, ku di radeyeka girîng de karîgerîyê li ser îqtîdar û otorîteyên
dike. Biryar ferman in, û tevayî civakê, hemî însanan dikin pabendê
xwe. Sîstema sîyasî ne tenê ew tiþt e ku, di nav dewletê de hêz û
fealîyeta hêzan e, ku di radeyeka girîng de karîgerîyê li ser îqtîdar
û otorîteyên dike, di heman demê de, ev karîgerî di radeyeka girîng
de ew dezge û grûbên îqtîdara sosyalî û sîyasî û fealîyetên
wan ku karîgerîyê li ser îqtîdar, meclis û hukmatê dikin jî digre
nava xwe. Îcar rejîma sîyasî, têkilîyên di navbera rêveber û yên
ku têne rêvebirin dîyar dike. Hîn rastê wê, li hemberî dewletê
behsa maf û azadîya yên ku têne rêvebirin dike. Destûra
bingehîn, di pîlana yekem de, di leha daxwazên civatî de bisînorkirina
dewlet û îqtîdarê ye. Di destûrên bingehîn ên hemdem de xalên ku
peywendîyên di navbera dewlet-civat-takekes de, di leha takekes de
sererast dikin, hene. Di nav vê çarçeweya giþtî de, ji 17 hezaran zêdetir
“kuþtinên faîlê wan nedîyar” dê çawa bêne îzehkirin, dê çawa
bêne nirxandin? Ev yek nîþan dide ku di jîyana sîyasî ya tirkan de
tu hêz an jî dezgeyek nîn e ku li hemberî pirsa kurdan dewlet û îqtîdarê
bisînor bike. Di nav dewletê de fehma “li hemberî îqtîdarê maf û
azadîya kurdan dikane bibe sifir” serdest e. Di bingeha pirsê de çi
heye? Naskirina nasnameya kurdan heye, naskirina mafên ku ji civatîya
kurdbûnê hasil dibin heye. Pêkanîna tadaya berdewam bona vê yekê ye. Li
salên dawîn di nav kurdan de tevgerên civatî hêzdar dibin. Kurd
daxwazên xwe yên civatî û kulturî bi kombûn, xwepêþandan û meþan
îfade dikin. Xort, kal û pîr, jin û zarok… her kes beþdarî van
kombûn, xwepêþandan û meþan dibe. Di nav civata kurd de gelek bi xurtî
tevlîbûna sîyasetê ya jinê, pêþdeçûneka gelek girîng e. Lê îqtîdar,
çapemenîya ku di bin bandora îqtîdarê de ye, wisa dixwuye ku vê yekê
ji nedîtî ve, ji ne nebihistî ve tê. Dema ku mueyîdeyên cezaî mewzû
behs bin, tenê wê demê behsa wan dibe. Ev tê zanîn ku di civatên
demokratîk de hertim îqtîdar dikeve bin karîgerîya tevgerên girseyî,
daxwazên ku ji alîyê tevgerên girseyî ve îfade dibin, bandorê li îqtîdarê
dikin. Lêbelê di jîyana sîyasî ya tirkan de roleka dîyarker a artêþê
heye. Tê zanîn ku li hemberî vê giranîya artêþê tu qîymeteka partîyên
sîyasî, hukmat û meclisê (TBMM) nîn e. Di
çarçeweya van peywendîyan de divê rola roþinbîran çi be? Wezîfeya
bingehîn, helbet divê rexne li nîzama civatê, li nîzama huqûqê û
li nîzama sîyasî bigrin ku bê çima ji 17 hezar “kuþtinên faîlê
wan nedîyar” tu yekî dernaxin pêþberî dadgehê. Ger nîzameka wisa
“Xelata Mezin a Kultur û Hunerê” dide nivîskarên birêz û hêja,
û ger ev xelat qebûl dibe, hingê du fonksîyonên girîng ên vê yekê
hene. Di serî de, fonksîyona xelatên
wisa operasyonên ku ev nîzama keyfî ya bêhuqûq li hemberî kurdan
kirine biveþêre. Ya duduyan, qebûlkirina van xelatan dikane li pêþîya
rexnekirina vê nîzama wisa bibe asteng. Ger we xelata vê nîzamê qebûl
kiribe, hingê hûn ê nikanibin derbareyê kirinên wê de rexneyeka ciddî
lê bigrin. Mijara ku ji vana jî girîngtir e, ev e: Ger ev guherînên
li Tirkîyê bona kurdan jî tiþtekî îfade nekin; bona roþinbîrên
kurd, bona nivîskarên kurd, bona sîyasetvanên kurd, bona dayikên
kurdan, bona xwendekarên kurd, bona zarokên kurd, bona karkerên kurd,
bona kurdên gundî, bona kurdên esnaf, bona kurdên karsaz, bi kurtî,
bona çi kesê ku xwe kurd hîs dike, ger di jîyana wan de, di xebatên
wan de rehetîyêk çênake, ew guherîna ku roþinbîrên tirk, nivîskarên
tirk behsa wê dikin, dê mayende nebe, dê tenê bona nîþandanê be.
Teorîya firaqên bi hev ve ya fîzîkê eynen di peywendîyên civatî de
jî xwe nîþan dide. Nabe ku “em li alîyekî welêt demokrasîyê pêþ
de bibin, kûrtir bikin, li alîyê din jî tadayê zêdetir bikin.” Ne
mumkin e ku nîyeteka wisa bêhuqûq cîbicî bibe. Di vê rewþê de,
tadaya ku li kurdan dibe bivê-nevê dê li hemî civatê wergere. Di nav
van peywendîyan de, “Xelata Mezin a Kultur û Hunerê” ku didin nivîskarên
birêz û hêja, ji bilî ku bona van nivîskaran bibe barekî giran, ji
viya wêdetir tu hêjahîyeka wê nîn e. 4
adar 2009 _____________ (*)
Dêreka gelek qedîm a Îstanbulê ye. Mezintirîn dêra Bîzansê ye. Di
navbera salên 324-337 ên mîladî de çêbûye. Niha bona çalakîyên
hunerî tê bikaranîn. Merasima xelatên ku di vê nivîsê de behsa wan
dibe di vê avahîyê de çêbûye. Ev
nivîs bi sernavê “Devlet Ödüllerinin
Ýþlevi – Rejimin Ana Niteliði - II” li malpera www.kurdistan-post.com
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org