|
Zemanek Gelîyê Pêrê… Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Zemanek
li Gelîyê Pêrê (*) kurd û ermenî bi hev re dijîyan. Kurd, pirranî li gundan,
ermenî jî, pirranî li bajaran rûdiniþtin. Li Gelîyê Pêrê bihevrebûna
kurdan û ermenîyan heta sala 1915 ajot. Qirkirina ku wê demê çêbû,
ku kurd jê re dibêjin “Terteleya Fileyan”, li herêmê, di
peywendîyên însan û axê de, herwisa, di rewþa milkîyeta axê de,
guhertinên gelek mezin ligel xwe anîn. Ermenî, ji erdê ku li ser bûn,
hatin rakirin. Prosesek ku jê re “tehcîr” tê gotin, bi serê wan de
anîn. Ji ber birçîbûnê, tîbûnê, nexweþîyê, sermayê, westîyabûnê,
ji ber diz û pêxwasan, ji ber talanan qir bûn çûn. Ermenî, ji cih û
warê xwe hatin rakirin. Li dû wan gelek milkê wan ma. Xanî, dikan,
erd, karxane, aþ, embar, rez, baxçe û hwd. Ev milk pê çibû? Alav û
amûrên cotyarîyê, yên karxaneyan, herwisa, garanên dewaran û kerîyên
pezê wan û hwd. pê çibûn? Dêr û manastirên ku ji ermenîyan man, pê
çi bûn? Gelo ji wan dêr û manastiran, yên ku heta bi roja me hatibin,
hene? Evên hanê, herhal, ketin destê kurdan û axayên kurdan ên ku li
derdora Çemê Pêrê dimînin. Gelo dewletê çawa çavê xwe jê re girt
ku ev milkê hanê bikeve destê kurdan û axayên kurd? Dewletê di berdêla
viya de ji kurdan helwêst û reftarîyeka çawa hêvî kir? Piþtî
ku ermenî hatin rakirin, piþtî ku qirkirinên gelek mezin çêbûn, piþtî
ku hat fêmkirin êdî malbatên ermenî dê venegerin cih û warê xwe,
meriv dikane qebûl bike ku di rewþa mulkîyeta erdan de, di peywendîyên
milkîyetîyê de guhertinên gelek girîng çêbûne. Hîn îro jî, zevîyên
ku bi navê Zevîya Dîno, Zevîya Aynê, Zevîya Astê tên binavkirin
hene. Deynê
ermenîyan li kurdan e Di
hejmara 38. a kovara KAYY-DER (**)
de nivîseka bi sernavê “Bir Ermeni Kaynaðýna Göre Peri
Vadisi’nde Nüfus Daðýlýmý - II” (Wergerandina ji îngilîzî:
Ersoy Saydam) heye. (Payîz 2008, r. 8-9) Ev nivîs, dibe beþa duyem a
nivîsa ku di hejmara 29. a kovara KAYY-DER de bi sernavê “Bir
Ermeni Kaynaðýna Göre Peri Vadisi” weþîyabû. (Havîn 2002 r.
27-28) Di vê nivîsê de li gorî hejmartina sala 1914 li qezaya Çarsancaqê
ku li kevîya Çemê Pêrê hatîye avakirin, malumatên derbareyê kompozîsyona
nufûsê de tên dayîn. Kurd, ermenî, tirk û hwd. Ji vê nivîsê baþ
tê fêmkirin ku berîya sala 1915, ango berîya “Terteleya Fileyan”
Gelîyê Pêrê cihek ji cihên rûniþtina ermenîyan bûye. Piþtî salên
1930’î, salên 1940’î, salên 1950’yî, bona ku bibin xwedîyê
mal û milkê ku ji ermenîyan maye, îhtîmal e ku li derdora Gelîyê Pêrê
tevgereka nufûsê çêbûbe. Meriv dikane bibêje ku ev tevgera nufûsê
ji gundan ber bi bajar û nehîyeyan ve çêbûye. Di wê hevpeyvîna ku
Mithet Özcan Hocayî bi serokê komeleya gundê Norpîtê Riza Gönülî
re kiriye de jî behsa vê yekê tê kirin. Serokê komeleyê Riza Gönül
derbareyê mal û milkê ermenîyan de agahîyên girîng dide (r. 48-50).
Wekî mînak, bi gotinên mîna Aþê Xaþguran, Axpîn, Warê Kevn,
Waran, Baxçan, ermenî tên bîra meriv. Wê demê sinetên mîna
merengozî, xeratî, hesingerî (hedadî), sifarçîtî, zêringerî,
saetsazî, debaxkarî, sobakarî, boyaxkarî, goþkarî, soldirûnî, terzîtî,
cildirûnî, nalbendî, çulagî, kulavkarî, dîwarkarî, karê înþaatan,
þehkirina keviran ji layê hostayên ermenî ve dihatin kirin. Das,
bivir, kuling, bêr, hema çi alet û alav hene, bi destê hostayên ermenî
yên xwedî huner dihatin çêkirin. Hinde jinên zana ku ji giyayên cihê
bi cihê dermanan çêdikirin, dîsa ermenî bûn. Yên ku di warê çandînîyê
de geþedanê pêkdianîn, wekî mînak, kolandina cuhên avê jî, ermenîyan
dikir. Îhtîmal e ku piþtî rakirina ermenîyan, demekê ev sinetên hanê
sekinîne. Di vê çarçeweyê de dibe ku gelek dikan û karxane ji ermenîyan
mabin. Hesret
Perili, dema ku behsa Festîvala Gaxmutîyan ku di roja 1 tebax 2008 de
çêbûbû dike, teferuateka wisa qiset dike: “Di kontrolkirineka
nasnameyan de fermandarê leþkeran ji gundîyekî dipirse dibêje, ‘Hûn
ji kîderê ne?’ Gundî di bersiva xwe de çawa ku dibêje
‘Qilotiyan’, hingê fermandar hêrs dibe, dibêje ‘Ev çi ye, ma hûn
ermenî ne? Ev çi yan man Kilotiyan e?’ Lêbelê pirranîya navê gundên
herêmê bi îzafeya yan diqedin, ev jî karbidestên dewletê hêrs
dike.” (r. 37) Ev
eþkera ye ku milkê ku ji ermenîyan maye, kurdên derdorê dest dane
ser. Dewletê çawa çavê xwe ji vê pêvajoyê re girtiye, di berdêla
viya de ji kurdan helwêsteka çawa hêvî kiriye. Hêja ye ku meriv bala
xwe bide ser vê yekê. Nivîsa
bi ser navê “Coðrafyamýzda bir gezinti ya da talihsiz bir yazý”
dibe dewama nivîsa ku di zivistana 2003 de li hejmara 30. a KAYY-DER
de weþîyabû. Ev nivîsa ku tehsîldarê bacê Hesen Kaplangil bîranînên
xwe têde qiset dike, bi þêwazekî þîrin behs dike ku li salên 1940î
baca heywanan, baca rê çawa dihat berhevkirin. Hevpeyvîna
bi sernavê “Memleket Üzerine” ku Mithet Özcan Hoca bi
Mehemedê Sergir re kirîye jî di vê hejmarê de cih digre. (r. 40-44)
Behsa zehmetîyên jiyana li Îstanbulê, zehmetîya bajarên mezin dibe.
Ev nivîs îþareta vê yekê dide ku, ji vir û pê de dê li bajarên
mezin jiyana kurdan hîn zehmettir bibe. Mehemedê
Sergir behsa kurdên ku di dema þerê cîhanê yê yekem de bona xebatê
çûne DYA dike. Ev jî divê bona Gelîyê Pêrê teferuateka balkêþ
be. Di mehên havîna sala 1961 de, di çarçeweya Bernameya Staja Tehsîlê
de ez çûbûm Xarpêtê. Wê demê di Fakulteya Zanyarîyên Siyasî de
bo xwendekarên Beþa Rêvebirîyê, yên ku ji sinifa sisêyan derbasî
sinifa çaran dibûn, di tehtîla havînê de, bernameyeka wisa dihat tetbîqkirin.
Ev dibe destpêka memûrtîya maîyetê, yanî sitaja qaymeqamtîyê. Di
çarçeweya vê bernameyê de min li qezayên wekî Keban, Depe, Pali,
Baskîl û Madenê, li navenda Xarpêtê lêkolîn kiribûn. Qanûnek bi
hejmara 4917 hebû. Qanûna Derbareyê Def’a Tecawuza Xeyrîmenkulê de.
Dema ku li gundan di navbera malbatan de pevçûna li ser zevîyan çêdibû,
bona çareserîyê, ev qanûn dihat tetbîqkirin. Qaymeqaman hewl dida xwe
ku van pevçûnan di çarçeweya vê qanûnê de çareser bikin. Di
prosesa tetbîqkirina vê qanûnê de qaymeqam gelek caran diçûn gundan.
Wê demê ez jî li Kebanê, li Depê, li Paliyê bi qaymeqam re çûbûm
çend gundan. Li gundan dema ku me bi gundîyan re suhbet dikir, gundîyan
behsa merivên xwe yên ku li DYA dimînin kiribû. Nameyên ku ji merivên
wan bo wan hatibûn þandin nîþanê me dabûn. Hin kesên ku name þandibûn,
navê ermenîyan li wan bû. Hingê bo min ev bûbû destpêkek ku ez bi
kurdan re ermenîyan jî nas bikim. Tiþtên ku Mehemedê Sergir behs
dike, dikanin peywendîya kurdan û ermenîyan a li wan salan jî ronî
bikin. Çiqas
hejar dibe bila bibe, dîsa jî quleka xênî ya malbeteka kurd heye,
herwisa, çend serî pez, çend heb mirîþk, li pêþî yan jî li dora
koxa xênî baxçeyeka piçûk, çend darên fêkîyan û hwd. hene. Çiqas
jar dibe bila bibe, malbateka kurd xwedîyê vana ye. Dikane ji îmkanên
cûr bicûr ên xwezayê sûd wergire. Li gorî þert û zirûfên erazîyê,
li gorî rewþa av û hewayê, li hin deran ji giyayan, ji hin berhemên
avî, ji masîyan, li hin deran ji berhemên daristanî, ji berhemên nêçîrê
sûd wergire. Lê di prosesa þewitandin û wêrankirina gundan de, bi darê
zorê malbat ji ser mal û milkê wan, ji cih û warê wan rakirinê de,
mexdûrîyeteka gelek giran bi ser malbatên kurdan de anîne. Zordayîna
bo korucutîyê, operasyonên asayîþê piþt li malbatan þikestîye. Di
vê prosesê de jin û zarok bi tiravmayên giran re rû bi rû man. Gelek
nexweþîyên mîna depresyon, nexweþîyên derûnî rû dan. Çareser
nebûna muþkileyên xanî, xwarin û vexwarinê, tunebûna cil û bergan,
ligel xwe muþkileyên tenduristîyê anîne. Nexweþîyên bedenî, ligel
xwe nexweþîyên derûnî anîne. Malbatên ku ji bajarên mîna Culemêrg,
Wan, Mêrdîn, Sêrt û Bidlîsê bar kirine hatine li varoþên bajarên
mîna Îstanbul, Kocaelî, Bursa, Balikesîr, Îzmîr û Sakaryayê veniþtine,
di nav jarbûneka gelek kûr de ne. Ev þîdeta ku dewletê li hemberî
kurdan pêk anîye, teror e, terora dewletê ye. Di hejmara 38. a kovara KAYY-DER
de Nazan Çelebi di nivîsa bi sernavê “Þiddetli
Geçimsizlik (!)”
(r. 45-47) bal dikþîne ser çavkanîya þîdeta ku ji layê dewletê ve
tê rojevê ku di bingeha wê de polîtîkaya asîmîlasyonê heye. Di
seranserê dîroka komara Tirkîyê de qedexekirina zimanê kurdî,
peywendîya kurdan û tirkan dîyar kiriye. Herwisa, ev mijara hanê bi jîyana
sîyasî ya tirkan re jî ji nêz ve peywendîdar e. Di
nav kurdan de jarîtîya malbatên kurd heke bi þêxayetî, axayetî, eþîrtî
û feodalîyê bête îzehkirin, dê bibe þaþîyek. Sedemên bingehîn
ên jarbûnîyê, ew operasyon in ku dewlet ji wan re dibêje,
“operasyonên asayîþê”. Ger îro hîn jî di nav civaka kurd de þêx,
eþîr, serokeþîr, axayên xwedîyê erazîyên fireh û axayên erdan
hene, ji ber ku dewletê xwestîye, lewma hene. Sedemê bingehîn ê vê
yekê jî ev e ku, bi rêya van dezgeyan pêþî lê girtine daku di nav
kurdan de neteweperwerî geþ nebe. Li hemberî têkoþînê organîzekirina
korucutîyê, tê wê wateyê ku, bi destê dewletê ji nuh de jîndarkirina
van dezgeyên ku li ber mirinê bûn. Ji bilî viya, tu wateyeka din nîn
e. Þewitandin
û wêrankirina gundan, cînayetên ku “faîlên wan nedîyar in”, ji
layê hêzên asayîþê ve bi sedemên mîna “rîayetê îxtara
rawestinê nekirîye” û hwd. kuþtina kesan, gulebarankirina cemawerê,
muwazeneya navxweyî ya civaka kurd xira kiriye. Di nav civakeka tendurist
de merivên ciwan kal û pîrên xwe yên 80-90 salî, cenazeyê dê û
bavê xwe, pîrên xwe defin dikin. Lê di nav kurdan de kal û pîrên 80
salî, yên 90 salî û bav, cenazeyê nevîyên xwe yên ku hîn di 20
salîya xwe de ne, nevîyên zarokên xwe yên ku hîn negihane 15 salîya
xwe, cenazeyê nevîyên xwe defin dikin. Û ev dîyardeyên hanê
berdewam çêdibin. Li ser hev çêdibin. Di
þûna wan gundên ku dê li Gelîyê Pêrê di bin ava bendavê de bimînin
de yên nuh çêdibin. Wisa behs dikin ku hinde mal çûne ketine xanîyên
nuh. Ew hevpeyvîna ku Tuncay Ulusoy bi serokê Komeleya Gundê Hergep ku
bi ser Xorxolê ve ye, hevpeyvîneka balkêþ e. (r. 38-39) Rexneyek
Nivîsa
Mehemed Ulusoy a bi sernavê “Maskan-ý
Herdif Tarihine Küçük Bir Yolculuk” lêkolîneka hêja ye. (r.
13-17) Mehemed Ulusoy di dereka vê lêkolînê de elewîyan wekî
muslumanan dinirxîne. Ez pêwîstî pê dibînim ku derbareyê vê dîtinê
de hin þîroveyan bikim. Bav û kalên elewî/qizilbaþên îroyîn
musluman nebûn. Elewîtî, bawerîyeka aîdê Mezopotamyayê ye. Bawerîyeka
wisa ye ku bi hezaran sal berîya îslamê li Mezopotamyayê hebûye. Tu
eleqeya elewîtî bi þamantîyê ve jî nîn e. Di sedsala 11. de beþek
ji êlên oguzan ku wekî koçeran ji Asyaya Navîn ber bi Rojhelata Navîn,
Îran û Kurdistanê ve hatin van welatan, elewîtîyê pesend kirin. Þîayetî,
helbet muslumantî ye. Lê tu eleqeya þîayetî bi elewîtî û qizilbaþîyê
re nîn e. Îro pirsa herî girîng ew e ku elementên þîayetîyê,
elementên Hz. Elî û Hz. Huseynî çawa têkelî nava elewîtîyê bûne?
Bona viya jî divê bihê vekolîn ku li dawîya sedsala 14., li sedsala
15. heta bi destpêka sedsala 16. li Îranê Tekîyeya Erdebîlê çawa bûye
dezgeyek? Li wê demê peywendîya elewî/qizilbaþên Anadolîyê bi þîayên
Îranê re çawa çêbûye? Peywendîya elewî/qizilbaþên Anadolîyê bi
þîayên Îranê re li dewra nevîyên Safiyuddîn Erdebîlî Xoce Elî
(mirin, 1429), Þêx Þah (mirin, 1447 ), Cuneydê Safewî (mirin, 1460),
Þêx Heyder (mirin, 1488), Þah Îsmaîl (1487-1524) divê bi
teferuat bihê vekolîn. Di vê navberê de, divê serhildana (1510) Þah
Qulu ku li Anadolîyê li alîyê bajarê Teke pêk hatibû jî bihê
helsengandin. Dema
ku meriv li hejmara 38. a kovara KAYY-DER nivîsa Hesret Perili a
bi sernavê “Festivaller Günlüðü” (r. 26-37) dixwîne,
meriv mehzûn dibe. Ev nivîsa Hesret Perili derbareyê rewþa Gelîyê Pêrê
ya dema îroyîn de, peywendîya di navbera yên ku niha li Gelîyê Pêrê
rûdinin û yên ku ji Gelîyê Pêrê ne lê li Îstanbulê rûdinin de,
belgeyeka girîng e. Ev nivîs ji serî heta binî qîrînek e. Qîrîna
Gelîyê Pêrê. Hesret Perili li hejmara 36. a kovara KAYY-DER di
bin sernavê “Memleket Günlüðü” de dîsa nivîsên wisa
balkêþ nivîsîbûn. (r. 29-37) Zanayekî
salmezin ku li Gelîyê Pêrê rûdine, yên ku barkirine çûne Îstanbulê
û Ewropayê, wan wisa rexne dike: “Wekî hûn dibînin, ev der
(Xorxol) ji hin gundên van deran jî piçûktir e. Ger hûn nufûsa wê
bipirsin, ji nîvî zêdetir leþker in. Tekane sedemê ku vir kirin qeza,
leþker in… Xelkê van deran di nav 20-30 salên dawîn de bar kirin
çûn. Çûn Ewropayê, çûn Îstanbulê, çûn bajarên din… Zemanek
van deran qelebalix bû, gund tijî meriv bûn. Hin meriv dibêjin, em ê
van deran ji bîr nekin, em ê xwedî lê derkevin. Li welatên dûr
komeleyan ava dikin, festîvalan çêdikin. Ev tiþt, ji min re wekî lîztika
zarokan tê… Ez bala xwe didimê, zimanê bav û kalên me fêrî zarokên
xwe nekirine. Hin kes hene ku bi salan e bi alîyê welatê me de
nehatine. Piþtî salan, bona ku pareyê îstîmlaka erazîyê ku dê di
bin bendavê de bimînin, serîyek li van deran didin. Hela bala xwe bidin
ser vê perîþanî û bêxwedîmayîna vî welatî! Li her gundekî tenê
çend kal û pîr mane. Ev der ne gundê me, yê leþkeran e.” (r.
29) Xortek
ku li wir amade bûye û guhdarîya vê axaftinê kiriye, gotîye, “Apo
rast dibêje. Bona keç û xortên me yên ku li welatên dûr mezin bûne,
ev der wekî cihê seyranê ye. Qet ne xema wan e ku li van deran çi çêbûye,
çi qewimîye. Bi mebesta festîvalê siwar dibin tên van deran, hindek
govend-movend û vedigerin diçin. Nabêjin ku li vî welatî çi
diqewime? Çima ewqas leþker li vir in? Çima însan ewqas jar in? Nabêjin
ez çima bona ku îngîlîzî fêr bibim dinyayek pare xerc dikim lê çima
ez naxwazim zimanê bav û kalên xwe fêr bibim?” (r. 29-30) Li
festîvalê zanayekî din jî behsa mala mêvanan ku di dema festîvalê
de bi 170 hezar YTL çêbûye û behsa vebûna avgermên
Xaskohê dike û dipirse dibêje “Gelo
ev bona kîjan mêvanan çêdibin?” Dibêje “Mêvan,
herhal yên ku vir terk kirine lê nehatine xanîyên xwe yên hilweþîyayî
tamîr nekirine.” Dibêje “Em
li ser axa xwe bûne mêvan.” (r. 30) Festîval
bi ala û srûda neteweyî ya tirkan dest pêdibe. Merasima temambûna dîreka
alayê ya 35 metre bilind ku li serê Girê Silbus hatiye daçikandin,
çêdibe. Qaymeqam di axaftina xwe de behsa xizmetên ku ji layê dewletê
ve li herêmê hatine kirin dike. Zanayekî din jî van xizmet û mesrefan
wisa qiset dike, dibêje “Rast e ku dewletê gelek mesref li van
deran kiriye. Mesela, li gelek gundan qereqol çêkirine. Mesela, li serê
her girekî dîrekeka alayê daçikandine. Mesela, xwendegehên nivistî
hatine avakirin. Mesela, bona ku wesaîtên leþkerî biçin û bên, rê
hatine çêkirin.” (r. 31) Tevayê
van xizmetan li herêmê bona berfirehkirina sîstema serwerîya tirk in.
Dîrekên alayê û ala, hêmayên vekirî ne ku nasnameya tirk û sîstema
serwerîya tirkan sembolîze dikin. Xwendegeh, di nav sazîyên ku bona asîmîlekirina
kurdan bo tirkîtîyê organîze dibin de, ya li herî pêþ e. Xwendegehên
Nivistî yên Herêmî (Yatýlý Ýlköðretim Bölge Okullarý: YÝBO),
bi taybet wisa ne. Qereqol, dema ku ev xwendegeh vê fonksîyona xwe tam
bi cih neyîne, wekî amûreka zordarîyê tê bikaranîn. Rê, nasnameya
tirkî, sîstema serwerîya tirk heta bi gundan dibe. Rê xwedîyê fonksîyoneka
wisa ne ku muxalefeta li gundan pêk were bêtesîr dikin û pêþî lê
digrin ku nasnameya kurdî geþ nebe. Festîvala
Gaxmutîyan ku li roja 1 tebax 2008 çêbûye, festîvaleka cihê ye. Bona
mirîyên gund bi xwendina mewlîdê dest pêbûye. Paþê Quran hatiye
xwedin. Rojnamegerek ku vê festîvalê þopandîye nabêje mewlîd bi kîjan
zimanî hatiye xwendin lê çavdêrîyên xwe wisa qiset dike: “Amanca
vê festîvalê bêhtir ji çareserkirina pirsên vê cîhanê,
bidestxistina berjewendîyên axretê bû. Amanc pêkanîna bihevrebûna
sosyalî û bi vî awayî bilindkirina radeya hîsên manewî û hêza îmanê
bû. Ev kultur e, ev nasname ye, ev nirxên demokratîyetê ne, ev mafên
merivan e, ev texrîbatên koçberîyê ne, ev asîmîlasyon e, na, ev
pirsên wisa hîç firsendekê bi dest nexistin ku bêne rojevê…”
(r. 37) Ez
hêvîdar im ku 40-50 sal paþê yên ku li Gelîyê Pêrê bigerin, nebêjin
ku “zemanek li van deran kurd dijîyan, ev hawirdor bi kurdan, bi gundên
kurdan tijî bû…” Ez hêvîdar im ku kurd li Gelîyê Pêrê cardin jîyanê
vejînin. Yên ku 40-50 sal paþê li van deran bigerin, rastê civaka
kurd a jîndar û azad ku xwedî li nasnameya xwe ya xas derketine û bi
nirxên xwe yên kulturî dijîn, bibin. Ez
ji hejmara berê ya kovara KAYY-DER fêr bûbûm ku ji parlementerên
dewreya yekem a meclisa Tirkîyê (TBMM) Huseyin Ewnî Ulaþ ji Gelîyê Pêrê,
ji gundê Keylikê ye. Huseyin Ewnî Ulaþ, parlementerekî demokrat û
azadîxwaz bû. Di vê hejmarê de jî, ez fêr dibim ku Engîn Ceberê ku
di roja 28 îlon 2008 de dema ku li Îstanbulê kovara Yürüyüþ
belav dikir hate binçavkirin lê di roja 10 kewçêr 2008 de li
nezaretxaneyê cesedê wî hate dîtin, ji gundê Þêxan a Xorxolê ye.
Engîn Ceber, ji ber paþnavê xwe û helwêsta xwe ya camêrane bi îþkenceyê hatibû
kuþtin. Peyama sersaxîyê ku ji layê desteya rêveberîya KAYY-DER
ve hatiye belavkirin (r. 7) û nivîsa bi sernavê “Ýþkenceye
‘Sýfýr Tolerans’ýn Son Kurbaný: Engin Ceber” (r. 51-52) nivîsên
wisa ne ku þahidîya dîrokê dikin. ____________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Ev
nivîs bi sernavê “Bir Zamanlar Peri Vadisi…”
li kovara KAY-DER, Hejmar 39,
Bihar-2009, r. 3-6 weþîyaye. (*) Gelîyê
Pêrê yan jî çemê Pêrê, li alîyê rojavayê Çewlîgê di navbera
erdê Çewlîgê û erdê Dêrsimê de wekî sînorekî xwezayî ye.
Dewleta tirk a dagîrker di çarçeweya guhertina navê þêngeh û cih û
warên kurdan de navê gelîyê Pêrê kiriye “Peri Vadisi” û navê
çemê Pêrê jî kirîye “Peri Nehri”.
(**) KAYY-DER,
navê kovara komeleya bi navê “KIGI, KARAKOÇAN, ADAKLI, YAYLADERE,
YEDISU ILÇELERI SOSYAL YARDIMLAÞMA, KALKINMA VE KULTUR DERNEGI” ye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org