|
Pirtûka
Civaknasî di nav weþanên Burosur de derket! EÞÎRET
Eþîr
: Komikên di aliyê ziman û candî de wekhew nîþan didin, ew komýkên
kocber yan jî nýþtecihên kû di nava xweda di aleyê
kok(nijat), aborî,ol,hýxmsyetî de girêdanek navxweyî diparêzin
re eþîr tê gotin…
DÝ
NAV EÞÎRÊN KURDAN DE PEVÇÛN Û XWÎNDARI Di
nav eþîrê de girêdana xwinê, jiyana koçberî, ji hev tecrîdbûn, êrîþên
derve, berjewendiyên eþîrî ji aliyê hevgirtinê ve zêdetir dibe
potansiyela pevçûnê. Di navbera eþîran de þer kevneþopiyeke hetanî
îro berdewam dike. Di
ravbera eþîran de zewicandina derve nayê înkarkirin jî, lê zêde naye
çêkirin jî. Di nav eþîran de zewacên hundir zêdetir pêk tên. Ev
zewac, dihêlin ku eþîr homojen bibe. Hevgirtin û girêdana nîjadê dihêle
ku di navbera eþîran de mesafe vebibe. Ev sedemekî girîng yê pevçûnê
ye. Eþîr ji hev veqetiyane. Di navbera wan de lihevnekirinek ya potansiyel
heye. Ji bo lihevkirinê rêxistinkirinek ya aborî û siyasî nîne. Pêwîstî
bi vê jî nayê dîtin. Di eþîran de hesta ‘em’ heye, yên li
derveyê eþîrê ne jî li hember wan hesta ‘ew’ heye. Ev tenê
ne ji bo eþîrê, ji bo gelên biyanî jî derbas dibe. Di
nav civaka Kurd de belkî ji ya herî sotîner ku hetanî niha didome xwîndar
xwîniyê ne. “jiyanek ji bo jiyanek
dîtir e, çavek ji bo çavekî dîtir e, diranek ji bo diranekî dîtire,
birînek ji bo birînek dîtire, bawermend tolhildan ji bo wê bi xwînê
hate danîn, zilamek azad ji bo zilamekê, koleyek ji bo koleyekî, jinek ji
bo jinekê” ev rêgeza (ilkeya) qisase qisase ya hiqûqa Îslamî ye.
Kurdan ev hikmê dijwartir pêk anîn. Ev hikûm tolwergirtinê dike zagonî.
Cihên
kû eþîrtî û bandoriya eþirtî zêde xwindarî jî zêde tê dîtin.
Cihê kû ji derve zêde bandor dibe û eþîr hinek heliyaye yan jî
tuneye, xwîndarî kême. Eþîretên
kû di nava xwe de zewaca xizimtî didin pêþ de xwindarî zêdetire.
Xizimtî dibe sedem kû pirsgirêk bên tujkirin û sorkirin. Di psikolojiya
xwindarî de eþîr xwe wekî kes yan jî kit dibine û bertekekî kolektif
niþan dide. Li
gor Nikitin hizrandin û refdarên Kurdan girêdayî sê tiþtên bingehine
ji vana ; yek tolhildan, mal (eþirêt) û çiyaye. Ji
bo dawîkirina xwindarî bedelê xwinê dayîn (dirav yan ji milk) yan jî
gel ve di navbera xwindaran de bi rêya zewacê xizmayetî avakirin wekî þêwazekê
tê karanîn. Bedela xwînê li gor kes û statuya wî yê civakî tê
guhertin. Ji bo gundiyekî kêmtir, jibo endamekê eþirê zêdetire. Di
tolgirtinê de jî ev cudabuna statu li ber çav tê girtin. Wekî kû di
Kur-an’ê de dibejê: diranekê bi diranek, çavek bi çavekê di nava eþirên Kurdan de
jî gundiyekî jî bi gundiyek tol tê hildan. Tolgirtin li beranberî
lawiran û pergalên ne zîndî ji tê bikaranîn. Ger
endamekî eþîrê ji hêla eþîrek din ve bi rengekî neheq yan jî biheq
hatibe kuþtin, eþîra ku li hember êrîþê maye, bêyî ku sedemê vê
bipirse, ji aliyê din ve yekê dikuje. Li gorî vê zagonê mecbûr nîne
ku kujyar (katil) bi xwe bikuje. Divê þûngeha (konum) civakî ya yê tê
kuþtin û yê dikuje yek be. Ger ne yek be tolwergirtin bi kujyar sînordar
dimîne û nabe xwîndarîyê.
Nimûne yekî bê eþîr yekî ji bi eþîr bikuje ji ber ciyewaziya þûngehên
civakî ve nabe xwîndarî . Kujyar tê cezakirin û bûyer diqede. Yekî bi
eþîr ger yekî Mesihî yan jî bê eþîr bikuje pereyê (bej) ê dide. Xwîndari
tenê bi qesideyê (arabulucu) tê bi encamkirin. Divê ev kes ne endam û nêzîkê
herdu eþîran be jî. Divê di nava civakê de xwedî ciyekî rêzdar be.
Di nava civaka Kurd de qesîde amrazekî (araç) xurtbûnê ye. Di sedsala
19’an de þêxan ji vê statûyê gelek hêz girtine. Xwîndari
di roja îroyîn de jî derbasdaribûna bi rengên din jî diparêzin. Bi
taybet di nav tevgerên siyasî yên Kurd de, nakokiyên wan hê jî di bin
bandora vê mantiqî de ye. Wekî din þerê cerdevaniyê jî, bi vî mantiqî
dimeþe. Dagirkeran ji vê gelek sûd wergirtine.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org