|
100
Saliya Jidayikbûna Casimê Celîl… (24.10.
1908 Gundê Qizilqulê/Kurdistan _ 24.10.1998 Êrîvan/ Ermenistan) Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de
Bi
hezar derd û eleman hejmareke kêm ji wan ji ava reþ xwe rizgar kiribûn
û gehiþtibûn Ermenistanê. Lê dema ew gehiþtin wira ne dayik, ne bav û
ne jî kesekî/ê wan mabû. Ji malbata Casim tenê Casimê 8-9 salî sax
mabû û neçar ew birîn sêwîxanekê. Li
wira dest bi xwîndina xwe ya dibistanê kir. Ew ji nava agir û xwînê
reviyabûn. Ji bona wê jî qedirê sat û deqeyên jiyanê dizanîn. Bi þev
û roj dixwîndin û hema ji temenê zarokatiyê dest bi kar û xebatê
kirin. Bûn pola û baþ pijiyan. Di nava zehmetî, bêkesî û teiliyên
jiyanê da mezin û perwerde bûn. Ji ber wê jî dizanîn ka çawa bi
awayekî sîstematîk pilanên jiyana xwe darijînin ku pêþ bikevin. Êdî
serketina wan ji wira destpêkir. Ji ber wê jî di dirêjahiya jiyana xwe
ya dûr û dirêj da berhemên bi nirx afirandin. Nifþên li pey wan jî ew
bîr û ramanên wan ji xwe re kirin dersên jiyanê. Jiyana ku diviyabû têda
biser bikevin. Ji bona wê jî em dibînin ku di nava Kurdên Ermenistanê
da hejmara rewþenbîr, hunermend û mirovên xwende pir bûye. Mamosta
Casimê Celîl wek damezrînerê yêkê yê radioya Êrîvanê di jiyana
Kurdên cîhanê da rûpelekî nû vekir. Sala 1955an cara yekê bû ku
radiyoyê dest bi weþana xwe kir. Pirtûk û rojname li Êrîvanê bi Kurdî
hatin weþandin. Beriya wê di salên 1930an da hinek çalakiyên Kurda hebûn,
lê Kurd jî weke gelek netewên din ketibûn ber bayê reþê qirkirin û
sirgûna Stalînê dîktator. Rewþenbîrên Kurd an hatibûn girtin an jî
ji kar û xebata Kurdîniyê hatibûn berbend kirin. Lê êdî ji wê rojê
tîrêjên ronahiyekê hîvî di dilên xemgîn da afirandibûn. Êdî rûyên
çilmisî dihatin ku geþ bibin û ken bikeve ser lêvên Kurdên xerîb û
derbider. Qehremanên vê jiyana nû kesên mîna Casimê Celîl, Qenatê
Kurdo, Wezîrê Nadirî, Heciyê Cindî, Siyabendof û hwd bûn. Xebata
Casim û rewþenbîrên din yên Kurd di jiyana Kurdên Kurdistanê da jî
destpêka jiyaneke nû bû û bandoreke pozîtîv danî. Ji ber wê jî dengê
radioya Êrîvanê dilê rayedarên Roma reþ dilerizand. Ew ditirsiyan ji
dengê Kurda, heta ji dengê bilûr û stranên folklorîk jî. Bihîstina
dengê Kurda bi zimanê Kurdî ji wan re pir zehmet bû. Lê rewþenbîrên
me yên wê hênê jî dizanîn ka çawa wan çax û demên bi qîmet û dîrokî
bikar bînin ku dengê wan li her dera Kurdistanê bê bihîstin. Carna bi
helbestên cewherdar û stranên mêraniyê, carna bi muzîka Kurda ya gelêrî
û carna jî bi hevpeyvînên ku bi kesayetiyên Kurd re dihatin kirin
sewiya rewþenbîriya gelê Kurd ber bi jor ve dibirin. Kurd þiyar dikirin
ku dîrok û taybetmendiyên xwe yên netewî baþtir nas bikin. Karekî
wiha di wan salan da wek renesans an jî jidayikbûneke nû tê hesibandin.
Xebata wan kesan hingî li gor wan þert û mercan kêm nebû. Ji ber wê jî
ji bîra dîrokê naçe ew keda wan ya mezin. Malbata
Celîliyên navdar di nava Kurdan da xwedî qedir û qîmeteke mezin in.
Mala apê Casim û Xanima maliya wî li Êrîvanê hem istdio bû, hem jî mêvanxane
û zankoya hemû wan kesan bû ku dixwestin dengê xwe bidene radioyê.
Casimê mêrxas, Kurdperwer, dûrbîn û zana baþ dizanî ka di çi þert
û mercên dijwar da xebata xwe dimeþîne. Dengbêjên nexwende û deng xweþ,
keç û jinên deng zelal, sazbendên eyan lê nenaskirî, çîroknivîsên
mezin lê bênav û nîþan, nivîskar, romannivîs û rewþenbîrên Kurd
teva li mala wî destpêkirin. Wiha bû ku hemû hîvîya Kurdên Kurdistanê
di wan salên reþ û bêdengiyê da, bihîstina dengê radioya Êrîvanê bû.
Dengê ku hemû rojan xemil û rewþa malên Kurda bû. Hêz û evîn dida
evîndarên Kurdistanê. Ew deng qet û qet ji bîra dîrokê naçe. Casimê
Celîl di 90 salên jiyana xwe ya dûr û pir bereket da him zarokên hêja
perwerde kirin û hem jî bi helbest û nivîsên xwe di edebiyata Kurdan da
guherandinên bingehîn pêkanîn. Prof. Dr. Ordîxanê rehmetî û Prof.
Dr. Celîlê Celîl bûn Kurdzan û dîroknasên navdar, hunermend û muzîkzana
navdar Cemîla Celîl cara yekê notayên stranên Kurdî li wira nivîsîn
û Zîna Celîl jî pareke berhrmên zargotina Kurda wergerandin ser zimanên
biyanî û çanda Kurda bi gelên biyanî bêtir da nasandin. Casimê
Celîl di 24. Cotmeha sala 1908an li gundê Qizilqulê yê nawça Dîgorê
li bakurê Kurdistanê hat dinê û 24ê Cotmeha sala 1998an li Êrîvanê
çû rehmetê. Dursit 90 sal ne rojek kêm û ne jî zêde, lê hemû roj û
salên jiyana wî xweþ û cewherdar derbas bûn. Xûziya mirin nebûya para
herkesî...
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org