|
30 salên reþ: Îran di 30 salên derbasbûyî da
Kakþar Oremar, Email: kakshar_oremar@yahoo.de
Zivistana
sala 1979an, durist 30 sal beriya niha bû ku dîwarê hukimdarî û
selteneta 2500 saliya padiþahan li Îranê bi yekcarî hilweþiya. Herkes
li bendê bû bi vê þoreþa mezin ra ku ji hêla hemû gelên di coxrafiya
Îranê da hatiye kirin, yê dewleteke demokratîk bê ser kar û rengê
jiyana hemû çînên civakê jî yê bi yekcarî bê guherandin. Lê ev ji
xewin û xeyalekê wêdatir tiþtek nebû.
Li
Kurdistanê hema ji destpêka hatina rejîma nû, nakokiyên mezin çêbûn.
Siyasetmedarên Kurd hingî zû pêhesiyan ku Xûmêynî û koma li derdora
wî, ji kêmnetewên millî û olî ra ti mafekî naden. Kurda dengê xwe
nedan “zagûna bingehîn” û sîstema komara îslamî jî red kirin. Li
hemberî hemû daxwazên rewa Xûmêynî jî tenê wiha digot:” Di ola
îslamê da hemû mislman biran e, ewên li dijî vê ramanê ne jî kafir
û mufsêdên rû erdê ne...” Þer li wilayetên Urmiye û Sine germ
û gor bû, lê di wê Îrana mezin da hêza Kurda têr nedikir ku bi tenê
li dijî rejîma Îslamî li berxwe bide. Kurd bi tenê man û demekê jî
rejîma nû þerê Sûnî û Þîîyan bi rê xis. Ji wan roj û salan dîmenekî
wiha bînin ber çavên xwe:” li hêleke Îranê girtin û kuþtina hêzên
siyasî û li hêleke din jî þerê çekdarî li rojhlatê Kurdistanê.”
Havîna
sala 1988an, Xûmêynî bi vexwarina camê jehirê biryara 598an ya UNê
pejirand û þerê di navbera her du welatan da bidawî bû. Lê beriya wê
nêzî 20000 girtîyên ku li dijî sîstema Îslamî bûn, golebaran kirin. Di
Îrana îro da: zulim û zordariyek zêdetir ji ya çaxê Mihemed Riza
Pehlewî, binpêkirina mafên sivîl û civakî bi awayekî berfireh û bi
taybetî jî derheqa jinanan da, zindan, îdam, teror, dûrxistina hezaran
kesên ku sala 1979an bi hemû hêz û keda xwe li dijî rejîma Pehlewî
ketin nava cade û kulanan, sal bi sal zêdebûna mesafê di navbera çînên
civakê da, feqîrî û nedarî, îdam û terora dijber û hemû azadîxwazan,
ferqeke mezin di navbera jiyana Kurd û gelên din yên li Îranê, zilma bêsinor
li dijî Kurd û Belûçan... tev ew dîmenên tirajîkin ku piþtî 30
salan li pêþberî çavên gelên Îranê ne. Ev bûn reng û cewherê
dewleteke îslamî. Xumêynî
dema li Parîsê dijî, carekê wiha axivîbû:” Ezê perê petrolê
her mehê ji xelkê ra bibim ber deriyê mala wan, nan belaþ û jiyana gel
yê weke jiyana di cenetê da be...”. Lê berevajî vê sozê ev 30
salin ku jiyana gelan li Îranê bûye jiyana di cehnemê da. Ew
dewleta Îslamî ya ku Þîîe li bendê bûn, wiha didome û îro Îran li
cîhanê her sal zêdetir ji salên berê tê îzolekirin. Jiyana aboriya zêdet
ji 70% xelkê jî nêzî xêza sor bûye. Di
peyvekê da û bi kurt û Kurmancî: Li Îranê etmosfêrek azad ji nefeskiþandinê
ra tuneye. Zindan jî mala duyê ya wan kesane yên ku dixwazin biaxivin, baþ
binêrin û rind bibihîsin. Herkes
piþtî 30 salan bi xemgînî dibêje:” Me çikir û çi anî serê
xwe...?” û bi poþmanî li ser wan salan diaxivin. Ev
tenê kurtiyek bû ji karnameya “komara wehþetê” di van 30 salên
derbasbûyî da. 07. 02. 2009 Denderleeuw
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org