39 Roj Bêyî Encameke Erênî Derbas Bûn...

Kakþar Oremar
20.08.2007 Almaniya

 

 

Ji 18ê meha derbasbûyî( 18.07.007) heya niha Ednan Hesenpor û Hîwa Bûtîmar dest bi gireva birçîbûnê kirine. Li gor nêrîna wekîlên wan ku tenê karîbûn bo demeke pir kurt muwekilên xwe bibînin, rewsha her du girtiyan pir xerab û ger wiha bidome ewê jiyana xwe ji dest biden.


Piþtî ku Ednan û Hîwa ji girtîgeha bajarê Sine debasî hucreyên takekesî di yên îdara istixbarata bajar kirin, wan herduyan biryareke wiha standin. Piþtî ku  qazîyê dadegeha îslamî biryara îdamkirina her du rojnamevanên Kurd da xûyanîkirin, ew hê di girtîgeha giþtî da bûn. Lê dema dijberiyên li dijî vê biryarê li hemû Kurdistan û cîhanê bilind bûn, rayedarên dewletê bi awayekî veþartî ew derbasî zindana taybet kirin ku di îdareya îstixbarata bajar de ye û ji hucreyên takekesî û bêîmkan pêk tê.
Di hemû cîhanê de dema ku kesek bi îdamê tê mehkûmkirin, êdî wî/wê derbasî zindana giþtî dikin, lê ji bo Ednan û Hîwa ev zagon berevajî hat bikaranîn.


Li dijî vê biryara dûr ji mafê her mirovekî her du girtiyên Kurd jî dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem kirin. Hîwa û Ednan ji bo bidawîanîna vê girevê sê merc danîne ber rayedarên dewleta Îranê:

1.
Vegerandina wan bo zindana giþtî,

2. Hevdîtina bi berpirsekî payebilind yê dadgeha dewleta Îranê

3.
Îbtalkirina biryara îdama wan.

Wekîlên Hîwa û Ednad ji malbata wan re gotine ku rewþa girtîyan pir xerab û ger rewþ wisa berdewam be, hets mumkine ew canê xwe ji dest bidin. Hîwa Bûtîmar û Ednan Hesenpor berevajî kesên ku di çaxê gireva birçîbûnê de þekerê dixine nava avê, tenê avê vedixûn.


Di rewþeke wiha de ku rayedarên Iranê bi ti zagon û qirarên insanî û navnetewî ve pabend nînin, gelo çare çiye? Piþtî evqas kempîn û çalakiyên hemû alî hûn kîjan rê pêþniyar dikin ku rayedarên Îranî dest ji van kiryarên xwe yên nemirovane berdin? Wezîfeyên ku dikevin ser milên me tevan çine? Em çawa dikarin li dijî van neheqiyan dengê xwe hê jî bilindtir bikin? Gelo ger rojekê rewþeke wiha ji me re bê pêþ, çaveraniyên me yê ji mirovên derve çi be?


Werin em xwe deynin cihê Hîwa û Ednan ku hem bi dêwê mirinê re di þerekî bêeman de ne û hem jî bi hezar hîvîyan li benda hevkariya me ne.
Tikaye heya hê nebûye dereng werin em tev bi hev re karekî bikin.

 

 
Têbînî:
(Li ser gireva birçîbûna Ednan Hesenpor û Hîwa Bûtîmar min agahiyên jêr ji endamekî malbata rêzdar Bûtîmar standin ku nexwest navê wî bê nivîsandin.)



 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org