|
Cejina Damezrandina Komara Kurdistan: Duyê Rêbendan an jî 22ê Çileya sala 1946an Kakþar Oremar, kasher_oremar@yahoo.de
Roj: Sêþeme, 22ê çileya paþîn, sal 1946 Demjimêr 11.00 berî nîvro Cih: Qada Çiwarçira, bajarê Mehbadê li Rojhelatê
Kurdistanê. Wê rojê kes nebû ku gotineke wiha nebihîse:”
Gelo xewne an jî rastî!??” Mêr, jin, mezin, biçûk, keç û xortên ciwan, siwar
û peya, esker, pêþmerge û serleþker tev li meydana Çiwarçira kom bibûn.
Xweziya zimanê der û dîwarên malên derdora qada Çiwarçira hebûya ka
çawa li ser wê roja herî xweþ di jiyana Kurdan da diaxivîn!. Heya wê rojê esmanê Kurdistanê nebibû þahidê ewqas qêrînên tejî þahî û xweþî. Ken ji dil, rûxweþiya herkesî jî pir sirûþtî dihat ber çavan.
Zarokên keç û kur bi rêz sekinîbûn û bi kincên
xwe ala Kurdistanê çêkiribûn. Wan bi hevkariya mamostayên xwe marþa
“Xudaya weten awake” bi dengekî bilind digotin. Munîr Qazî ku bixwe jî
endameke koroyê bû li ser wê rojê wiha dibêje: Xanim Wecîhe Þûcayî
hingî mamostaya me bû.Sibê zû hat mala me û ez û xwîþka min Ifest bi
xwe re birin qada Çiwarçira. Wê bi çavên tejî hêsir tevî zarokan
wiha dikire qêrîn: Nîþtimanim
rengîne, Beheþtî
ser zemîne Xakim
wekû alakem Reng
sûr û spî û þîne Rengî
sorî gulalan Bonî
sosine w helalan Kewye
befrî nuwalan Serçawey
awî jîne… ……… Di wê roja ku bibû destpêja jiyaneke nû: Kurdên
her çar parên Kurdistanê(dilê ku berevajî îrade û heza Kurdan kiribûn
çar perçe), li Mehabadê amade bûn. Pêþewa Qazî Mihemed, Mistefa
Barzanî, Qedirî Cemîl Paþayê Diyarbekirî, Tahirxanê kurê Simkoyê Þikak,
Reþîdbegê Herkî, Seyîd Ebdulah Geylanî(Þemzînî), Hacî Babe Þêx,
Mihemed Husên Seyfê Qazî û çendîn kesayetiyên din bi dilekî tejî
hezar hîvî di nava gel de bûn. Heya niha jî þahidên wê roja nejbîrkirî li ser wefdarî û mêvanperweriya rûniþtvanên Mehabadê diaxivin. Heya hingî bajarê Mehabadê di temenê xwe yê çend sed salî da ewqas mêvan di nava xwe da nedîtibûn. Wê rojê gir û çiyayên Mehabadê jî di çileya zivistanê da mija xwe berdabûn û tava rojê bi tîrêjên xwe zivisatana Kurdan kiribû bihar.
Belê Kurd bibûn xwedî komar, wezaretên wan hebûn
û bi zimanê xwe yê zikmakî dixwendin. Rojname, kovar û pirtûk bi zimanê
Kurdî dihatin weþandin. Jiyanê ji wê rojê û pêde rengekî din bixwe
ve girtibû. Qazî Mihemed bi dengekî bilind wiha qêriyabû:” Çûne
ser text, çûne ser darîþî be duway da dêt, min qewiltan pêdedem her
weko le roje xoþekan da le geltandam, le nexoþî w roje reþekanîþ da le
rextan demênmewe…” 2ê Rêbendan an jî roja ragehandina komara
Kurdistan, ji me Kurdan re destpêka dîrokek nûye. Komara Kurdistan di
wateya xwe ya hukimdariyê damodêlekî nû bû. Bi taybetî jî di qiyasa
bi dewletên derdora xwe re demokratîktir bû. Mesela li Mehabadê kêmnetewên
olî û millî xwedî hemû mafên xwe bûn, lê komara Tirkiyê heya roja
îro jî li ser siyaseta xwe ya înkarkirina 25 milyon Kurdan berdewame. Mîna Qazî xanima Pêþewa Qazî Mihemed carekê ji
min re wiha got:” Ez wê rojê bi sed salan nagûherim”, lê ez jî
dibêjim: li ba min ew roj ji hezar salên bindestiyê biqîmettire. Çimkî
wê salê Kurda hem ji dijiminên azadiya gelan û hem jî ji azadixwaz û
demokratan rastiyek dan selmandin ku:” Ew jî dikarin xwedî dewletek
serbixwe bin û di piratîkê de jî ev liyaqeta xwe dan xuyanîkirin…”
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org