Piþtî 63 salan: Evîna wê roja pîroz

 

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

Armanca nivîsê

Di destpêkê da dixwazim bêjim ku min ev nivîs bi kurtî û ji rojeke pir girîng ra amade kiriye. Pêþkêþe ji wan kesan ra yên ku li ba wan duh, îro û paþeroja Kurd û Kurdistanê bihagiran û bi qîmet e. Bo wan kesên ku herdem bi çavê îbretstandinê li dîrok û serbihûriya xwe ya sedsalên berê dinêrin û ji bo qedera xwe dikarin ibretê jê bistînin. Bi vê nivîsê ra armanc tenê ewe ku ronahiyeke biçûk bikeve ser wan þert û çaxên ku siyasetemedar û rewþenbîrên Kurd ji derfetên herî kêm sûda herî mezin standin da ku mezintrîn pêngavê di dîroka doza siyasiya Kurdistanê da hilînin.

Roja 2yê Rêbendan an jî 22yê Janviyê

Navê wê rojê 2yê Rêbendan an jî 22ê Janviya sala 1946 e. Demsal zivistan, meha Sibatê û roja sêþemiyê ye. Di dilê zivistanê da tava rojê ya kêmhêz jî berê xwe daye Mehabada qehremanperwer. Çiye? çi diqewime gelo? çima evqas gel li qada Çar Çira li dora hev kom bûne?...

Demjimêr 11.00 berî nîvroye. Di rojeke wiha sar da komara Kurdistan li qada Çiwar Çira tê ragehandin. Qazî Mihemed dest bi axaftina xwe ya dîrokî dike. Kurd di çileya zivisatnê da bêhna bihareke tejî xweþî û þahî li her dera Kurdistana mezin belav dikin. Mehabad bûye dilê hemû Kurdistanê û çavê Amed, Kerkûk, Qamîþlo, Kirmaþan û Hewlêrê ketiye ser Mehabadê.

Civîna wê rojê li Mehabadê mezin bû. Bi hezaran kes ji hemû Kurdistanê li wira amade bûn.

Wê rojê di dîroka modêrna doza Kurdistanê da Qazî Mihemed bû yekemîn serokkomarê dewleteke serbixwe ya Kurdî.

 

Temenê kurt û bandora Komarê

Komara Kurdistan di wê rewþa tevlîheva cîhanê da karî tenê yazdeh meh û çend rojan jiyana xwe ya pirbar bidomîne. Ev jiyana komarê ya kurt rastiyek bû berevajî îrade û heza Kurda ya ji bo damezirandina dewleteke serbixwe. Kurd ji ber berjewendiyên hinek aliyên siyasî û dewletên xiyanetkar ji hebûna þansekî wiha hatin bêpar kirin. Çimkî Kurd bi ked û xweziyên hezar salan li benda rojeke wiha bûn, lê ew roj jî kurt û hesret jî tev nîvco man. Bav û kalên me gehiþtibûn mezintirîn xweziya xwe ya ku çend hezar sal bûn jêra xuha eniyê û xwîna dilan rijandibûn. Têkçûn jî zû hat. Lê vê pîroziya dem kurt û þikesta tahl karî di nava rûpelên xwe da bandoreke bêmirin û pir pozîtîv li ser guherandina bîr û ramanên Kurda û civaka Kurdistanê çêbike. Ji wê rojê û pêda xeyala çêkirina Kurdistaneke azad û serbixwe bêtir ji salên berê di dil û mejiyê Kurda da biþkivî. Ev xweziya dîrokî îro gehiþtiye sinorê serkeftinê û agirê wê li her dera Kurdistana mezin geþ bûye. Tevî ku Pêþewayê mezin Qazî Mihemed ne di nava me da ye, lê ew bû sembola mêrxasî û jiyana bi rûmet.

Þertên pêkhatina Komara Kurdistan

Destpêkirina þerê cîhanê yê duyemîn rewþ hemû cîhanê gûherand. Riza Þahê Pehlewî ku heya hingî mîna dîktatorekî bêeman siya zulma xwe gehandibû her dera Îranê, di siyaseta xwe ya derve da alîgiriya dewleta Elman û rejîma Hîtler kir. Vê siyasêtê rêya dagîrkirina axa Îranê li ber dijberên dewleta Elmaniya û hevalbendên wê xweþ kir. Hêzên hevpeyman Îran dagîr kirin û rejîma Riza Pehlewî di çend rojan da têk û pêk çû. Ev bû sedem ku di desthilatdariya li Îranê valahiyek mezin çêbibe. Herêm bakurê Îranê ji aliyê hêzên Soveyetistanê û herêmên baþûr jî ji hêla hêzên dewleta Ingilistanê ve hatin dagîr kirin. Her du herêm jî bi kan û madenên petrolê pir dewlemend bûn.

Di rewþeke wiha da navenda Îranê bû hêlîna rev û xwe veþartina rayedarên rejîma padiþahî ku heya hingî ji xeynî dizî, zulim û zordariyê çi xweþiyek din nedabûn netewên di erdnigariya Îranê da. Di vê navê da pareke biçûk ji axa rojhelatê Kurdistanê( Mehabad, Bane, Dîwandere, pareke herêma Ûrmiye û Seqiz) ku diketine navbera du herêmên dagîrkirî, weke herêmeke bêxwedî û dûr ji desthilatdariya dewleta navendî man. Vê valabûnê derfeteke pir mezin ji Kurda ra afirand ku îdarekirina welatê xwe kontrol biken. Di vê navê da li herêma Mûkriyan rewþenbîrên Kurd komela J.K( Komeley Jiyanewey Kurd) damezirandin ku bi manîfestoya xwe, xwedî bername û daxwazên dîrokî bû. Ew bi þev û rojan mijûlî kar û xebatên siyasî-rewþenbîrî bûn. Birêveberê J.K kovara bi navê „Nîþtiman“ dan weþandin û þanoya „Dayikî Nîþtiman“ jî li her dera ku digehiþtinê, pêþkêþ kirin. Hinek þahidên weke Mihemed Þahpesendî, Ubeydulah Eyyubiyan û Xenî Bilûriyan dibêjin ku beriya wê li sala 1937an hinek rewþenbîrên Kurd yên weke Elî Zendî(an jî Elî Zendî Almanî), Mihemed Nanwazade û Husên Firuher partiya bi navê:“ hizbî Azadîxwazanî Kurdistan“ li Mehabadê damezirandibûn. Wan piþtra hêza xwe berfirehtirs kir û bi hevkariya hinek rewþenbîr û kesayetiyên din komela J.K jî li sala 1943(25ê þehrîwera 1325ê hetavî) çêkirin ku xwedî armanceke weke azadî û serxwebûna Kurdistana mezin bû.

 

Kesayetiya Pêþewa Qazî Mihemed

Qazî Mihemed wek rewþenbîr û dadwerekî adil ku li herêmê baþ dihate naskirin, hingî bi kar û qenciyên xwe yên civakî-aborî di nava gel da pir dihate hezkirin. Beriya wê jî malbata „Qazî“yên Mehabadê bi kar û xizmetên xwe û çareserkirina êþ û arîþeyên gel, li herêma Mûkriyan xwedî keramet û hurmeteke mezin bûn. Heya roja îro jî „Qazî“yên Mehabadê ew hurmeta xwe ya dîrokî di nava gel da parastine. Berê jî kesayetiyên malbatê di warê rewþenbîrî, çandî û siyasî da kar û xebatên mezin dabûn meþandin. Qazî Mihemed di malbateke wiha da perwerde bibû û tevî ku weke arîstûkiratên bajar jî dihatin nasandin, lê ticarî qedera xwe ji ya gelê Kurd cuda nedidîtin. Tim jî di xizmeta feqîr û hejarên herêmê da bûn.

Di wan þert û mercan da ku axa Îranê ji bakur û baþûr ve hatibû dagîrkirin, Qazî Mihemed nehiþt ku valahiya hakimiyetê li herêma Mûkriyan bibe sedema çêbûna astengiyan di jiyana xelkê da. Qazî Mihemed ji wir û þûda ji aliyê gel ve wek „ pêþewa“ hatibû binav kirin.

 

Siyaseta Riza Pehlewî li Îranê

Riza Mîrpencê Mazenderanî berê serleþkerekî artêþa Ehmed þahê Qacar bû ku Ingilîza rêya sed sala di þevekê da bi wî dan pîvandin û kirin padþahê Îranê.

Riza Þah Pehlewî bi destpêka hatina xwe ra, di çêkirina dewleteke navendî û bihêz da pir bi îsrar bû. Armanca wî hikûmeteke yekdest bû ku bi rêya siyaseta asîmîlasiyon(assimilation)ê netewên ku ne Farsin jî di nava ziman û çanda Farsan da hell bike.

Herwiha li rex zimanê Farsî pêwîtî bû ku ol û mezhebê fêrmî yê hemû himwilatiyên din jî Þîitî be. Ji bo vê armancê ew neçar bû ku hêreþên xwe yên li dijî dijberên vê siyasetê dest pêbike. Wî dixwest hakimiyeta xwe li hemû kunc û aliyên axa Îranê bisepîne. Li gor zagûnên dewleta nû sîstema perwerdê ya modern jî ku ziman û kultura Farsî di esasê wê da xwediyê gotina yekê û dawiyêw bû, gere li her dera welat bibe cîgirê sîstema kevin. Berfirehkirina zimanê Farsî li çar aliyên Îranê armanca wan ya yekê bû. Bi vêra ji aliyekî þerê li dijî zimanên din û li hemberî wê jî þerê gelên ku ne Fars bûn li dijî dewleta nû dest pêkir. Herwiha li rex van hewldanên mezin, avakirina sîstemeke modern ya dewletî jî wek pêwîstiyeke girîng didîtin. Wiha bû ku zemîna gûherandina rewþa aborî û siyasî di Îranê pêk dihat. Ji bo cî bi cîkirina van hewlên pilankirî dewleta nû dest bi duristkirina rê û cadeyên dûr û dirêj kir. Bi vê ra elbete hem artêþa Îranê û hem jî rayedarên dewleta nû dikarîn bi hêsanî û di çaxê ku pêdivî be xwe bigehînin her dera ku wan dixwest.

Ji Riza Pehlewî ra hewldanên Mistefa Kemal di avakirina komara Tirkiyê da nimuneyek baþ bû. Çimkî li Trikiyê tenê taybetmendiyên netewa Tirk bibûn esasê dewleta Tirkiyê ya qaþo modern û ziman û realîta netewên din dihate înkar kirin. Guherandinên ku bi xwînê dihatin çêkirin, paþerojeke nediyar jî li pey dihat. Rastiya ku piþtî 85 salan îro em li Tirkiyê berhemê wê dibînin. Riza þah jî teqlîda Kemal Mistefa dikir û di seredaneke fêrmî da pêþkeftinên li Tirkiyê teqdîr kirin(!!). Li pey bi ser ketina vê armancê wî hemû dijberên xwe li Îranê serkût kirin. Di rojhelatê Kurdistanê da Simkoyê Þikak lîderê herî dawiyê bû ku li sala 1930an bi pilana Riza Pehlewî û rayedarên artêþa wî bi awayekî namerdane li bajarê Þino hate teror kirin. Li Xuzîstanê jî Þêx Xezel bû qûrbanê siyaseteke wiha.

Xuyaye ku þertê yekê yê sazkirina nasnama millî û Îranî ku gelê Fars bi hemû cûre piþtgîriyên dewlta navendî serkêþiya wê dikir, înkara hemû nasnameyên din yên di coxrafiya Îranê da dikir. Bi wateyek din çand, dîrok, ziman û hunera Kurda û hemû netewên din yên ku di çarçova hikumeta Îran ya nû da dijîn, avêtin piþta guhê xwe û ti rêyên geþkirina wan taybetmendiyan netewî û insanî li ber wan nehiþtin.

 

Bandora siyaseta asîmîlasiyon(assimilation)ê li ser Kurd û J.K

Tevaya van gûherandin û destpêka siyaseta li dijî nirxên Kurda, bandoreke mezin li ser hissên gelê Kurdistanê çêkirin. Sîstema moderna îdarî û dewletî bo yekemîn car hat rojhelatê Kurdistanê û sîstema perwedekirinê jî bi darê zor li hemû bajar û gundên Kurdistanê hate peyakirin. Bi vê destpêkê ra wan îda dikir ku bi vê sîstema nû ra:“ me ji were medeniyet û bajarvaniya nû anîye.“ Li Kurdistanê gelek dibistan û xwîndingeh hatin vekirin û îdarên dewletî jî sal bi sal bi hejmara xwe hatin zêde kirin. Çûyîna eskeriyê ji temenê 18 saliyê û pêda jî bû karekî îcbarî. Kesên li dijî vê biryara dewletê disekinîn, rastî cezayekî mezin dihatin. Heta ciwanên Kurd carna ji bo çûyîna eskeriyê dihatin girtin û di bin þikenceyên giran da dihatin kuþtin jî. Elbete bi vê ra çavê ciwanên Kurd baþtir vebû û siyaseta cuda ji hev ya ku dewletê li herêmên din yên Îran dikir û li Kurdistanê jî bi awayekî cûda dimeþand, ciwanên Kurd bêtir bi siyaseta dewletê ya dualî dihesandin. Di çaxê Riza Þah da rewþa siyasî ya Îranê bi giþtî û rewþa kambax û taybetî ya li Kurdistanê nedhiþt ku Kurdên rewþnebîr hêz û ramanên xwe bidene hev û bi rêk û pêkî bizaveke siyasî damezrînin an jî bibin niwênerên doza Kurdistanê. 16 sal wiha di bêdengîyeke xemgîn da derbas bûn. Heya ku di sala 1941an da bi berfirehbûna þerê cîhanê ra rejîma Riza þah jî têkçû. Dewleta navendî li piraniya axa rojhelatê Kurdistanê nema. Zemîna pêkhatina komela J.K di rewþeke wiha da çêbû, lê endam û birêveberên komeley Jiyanewey Kurd dîsa jî bi awayekî nîvnihînî karê xwe yê di warên siyasî, rewþenbîrî û hunerî da dimeþandin. Hemû armanca wan ew bû ku nasname û hestên Kurda yên netewî bihêztir biken. J.K bi dirûþmên weke:“ heqîqet, edalet û temedûn“ û „ Bijî Kurd û Kurdistanî gewr e“ zû kete nava dilê hemû çînên civakê. Bernama birêveberên J.K bi awayekî eþkera dida diyarkirin ku armanca wan ya yekê û herî girîng li ser esasê duristkirina nasnameyeke yekgirtî ya netewa Kurd li hemû Kurdistanê ye. Wan di derbarê siyasî û naveroka civaka Kurdistanê hest û boçûneke eþkera hebûn. Tim behsa dewleteke yekgirtî ya Kurdistanî dikirin ku bikarîbe nasnama netewî ya Kurda biparêze an jî ji mirinê rizgar bike. Ew di 16 salên siyaseta rejîma padþahî da bi þedîdtirîn þêwe ji aliyê dîktatorê Tehranê ve hatibûn tehdîd û êþandin. Ji bona wê jî ew rind bi girîngî û hesasiyeta dema ku têda bûn(sala 1941an û pêda) hesiyabûn.

 

Armancên J.Kê

18 meh piþtî damezirandina komela J.K endamên wê roj bi roj zêdetri dibûn. Ev bû sedem ku di gelek bajar û herêmên Kurdistanê da lêk û þaxên xwe jî pêk bînin. Damezirînerên J.K tev ji bajarê Mehabadê bûn ku bi piranî ji çîna navendî(nîv hal xweþ) ya bajar bûn û rewþa wan ya aborî baþ bû. J.Kê esasê karê xwe li ser xebat û çalakiyên siyasî û rewþenbîrî danîbûn û dabûn destpêkirin. Baweriya wan bi siyaseta ku piþtgîrî dida þerê çekdarî, nebû. Çimkî digotin hela hê þert û merc bo karekî wiha li Kurdistanê çênebûne. Wan hingî rewþa civakê baþ analîz kiribûn û qenc dizanîn ku hêza çekdarî ya wê serdemê ji hêza axa, beg û serok eþîrtên Kurdistanê pêk dihat. Çîna ku ji bo berjewendiyên xwe her demê bi hewayekî direqsîn û xwedî helwesteke rast û dursit nebûn. Rêberên J.K di wan mercên hesas da nedixwestin piþta xwe bidene vê çîna civakê ku di nava gel da hem bihêz bûn û hem jî ji rûyê neagahiyê gelek gundî û hejarên civakê diketin pey wan.

 

Malbata Qazîyan, Qazî Mihemed û J.K

Pêþewa Qazî Mihemed di oktobra sala 1944an bi awayekî aktîv dibe yek ji birêveberên J.K yên herî sereke. Birêveberên berê zû rêyeke wiha li ber Qazî venekirin. Sedem jî ew bû ku Qazî di nava gel da xwedî karîzma û hurmeteke mezin bû û bihatina wî êdî ewên din nav û navdariya xwe wenda dikirin an jî nedikarîn weke berê di J.K ê da xwedî rol bin. Di pêkhatina komara Kurdistan da jî Pêþewa Qazî Mihemed xwedî rolekî berçav bû. Ew ji siyaseta wê demê ya cîhan û Îranê agehdar bû. Baþ dizanî ka çawa pêngavên pêþda çûnê bavêje ku ji derfetên herî biçûk sûdek herî bi kêr û bêr bistîne. Ew ji malbateke navdar û oldar bû ku li sala 1900ê Z li Mehabadê hatibû dinê. Di nava xelkê da malbata „Qazî“yan xwedî itbar û desthilat bûn. Qezaweta Qazî Mihemed bi awayekî bû ku mafê her du aliyan diparast, lê dema li ser çareserkirina pirsgirêkekê biryar dida, êdî ne mumkin bû ku ji vê biryara xwe poþman bibe. Ji ber wê jî di nava gelê Mehabad û herêmê da baweriyeke mezin bi wî hebû. Qazî Elî yê bavê Pêþewa Qazî Mihemed di salên 1920an da hevkariya Simkoyê Þikak kiriye û Seyfûlquzatê apê wî jî li ser mêranî û tevgera Simkoyê Þikak du-sê helbest nivîsandibûn. Seyfûlquzatê mamê Qazî Mihemed ku di sala 1944an da diçe rehmetê sala 1934an li Mehabadê rêxistineke nihînî ya li jêr navê „Bizwtinewey Mehemedî“ dadimezrîne ku xwedî armancên netwî bû. Qazî Mihemd yek ji wan kesan bûye ku bi general Êhsan nûrîpaþa û birêveberên hizbî Hîwa li baþûrê Kurdistanê di peywendiyan da bûye. Dema ku Êhsan Nûrî Paþa wek penaber tê Îranê, Qazî Mihemd pir hevkariya wî dike ku rayedarên dewleta Îranê wî teslîmî dewleta Tirkiyê neken û piþtra jî bi hemû þêweyan hevkariya wî dikin.

Pirtûkxana pêþewa Qazî li herêma Mûkriyan navdar bû. Pirtûkên wî bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Farsî, Tirkî û Rusî ji Istembûl, Silêmanî, Tehran, Bexdad, Sûriyê û Ewroa hatibûn. Qazî Mihemed bi bîr û ramanên berfireh û peywendiya bi Kurdên ji her çar parçên Kurdistanê zemîneyên serokatiya bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd di mejî û kiryarên xwe da pêk tîne. Sala 1941an jî piþtî ku dewleta Riza þahê Pehlewî li Mehabadê têk diçe, ew bi siyaseteke aqilane îdarekirina bajarê Mehabdê kontrol dike û di wan 5 salên beriya damezirandina komara Kurdistanê da dibe xwedî azmonên baþ û hêja di birêvebirina kar û barên civakî-siyasî di civaka Kurdî da.

 

Rêvîngiya yekê ber bi Azerbayicanê

Sala 1941an Qazî Mihemed bi çend kesên xwedî otorîte di civaka wê demê ya Kurdistanê da yanî kesên weke Emîr Esed Dêhbûkrî, Hacî Baba Þêx, Reþîdbegê Herkî, Zêrobegê Bihadirî, Mihemed Visûq Qasimlo û hejmareke zêde ji mezinên din yên Kurd diçe Bako (payetexta Azebayicanê) û bi rayedarên Sovyetistana berê ra li ser mesela Kurd li Îranê çavpêkevtinan çêdikin û diaxivin. Daxwaza wan ya sereke ji rayedarên komara Azerbayican û Sovyetê ew bû ku hevkariya wan biken ji bo yekgirtina hemû Kurdistanê û avakirina dewleteke serbixwe.

Oktobra sala 1944an Qazî Mihemed li ser daxwaza birêveberên J.Kê bi awayekî fêmî dibe serokê wê komelê. Ew di komeley J.K da xwedî biryara yekê ye, lê bi bê meþwereta bi hevkarên xwe ra ti biryarekê nade. Qazî bi van kiryar û liyaqetên ku ji xwe didie xuyanîkirin hem ji aliyê dewleta navendiya Îranê û hem jî ji aliyê berdevkên dewletên din ve wek berpirsyaerkî Kurd tê qebûlkirin.

Di meydana siyasetê da Qazî Mihemed mirovekî jîr û hêjaye. Tevî ku beriya wê di qada siyasî da li rojhelatê Kurdistanê hinek kes hebûn ku dijberiya wî ya di warê desthilatdariyê da dikirin, lê piþtî ku bû rêberê J.Kê, êdî bi yekcarî û bi hemû wateyê bibû serokê Kurda yê siyasî.

 

J.K dibe Hizbî demokratî Kurdistan

Daxwazên ku J.Kê ji bo gelê Kurd dikirin li gor rewþa wê serdema Kurdistan û cîhanê hinek zêde û mezin bûn. Gehiþtina bi van daxwazan hinekî dûr bû ji rastiyê. Ji ber wê jî bi pêþniyara rayedarên komara Azerbayicanê û bi taybetî jî Baqiruf navê J.K bû Hizbî Demkoratî Kurdistan(HDK) û daxwazên siyasî jî tenê di çarçova axa rojhelatê Kurdistanê da hatin diyakirin. HDK li ser mîras an jî þûnewarê J.K ava bû. Qazî Mihemed ku di van guherandinan da xwedî rolekî sereke bû, kesê yekê jî bû ku wek namzed liyaqeta serokatiya HDKê hebû. Li ser esasê J.Kê yekemîn kongireya HDKê li oktobra sala 1945an hate çêkirin. Ew di wê kongirê da li ser sedemên hilweþîna J.K û damezirandina HDK bi dûr û dirêjî diaxivin.

Elbete li ser van guherandinên bingehîn bîr û boçûnên cuda ji hev hene. Piraniya lêkolînvanên dîroka moderna Kurd di wê baweriyê da ne ku êdî HDK hemen dirêjbûna sirûþta komeley J.K e. Yanî daxwazên HDKê tevî ku ji yên J.K sinordartirin jî, lê piraniya endamên HDK hemen ew kesin yên ku berê di J.Kê da bûn. Elbete hinek kesên weke Husên Fruher ne diyare ka çima piþtî vê navgûherandinê êdî bênav û nîþanin û di qada siyasî da bêdeng man.

Ji aliyê din jî hinek kes di wê baweriyê da ne ku birêveberên J.K bi bê hez û daxwaza dilê xwe û li jêr zexta Rusan hilweþîna komela xwe (J.K) pejirandin e.

 

Rêvîngiya duyê ber bi Azerbayicanê

Rêvîngiya duyê ya birêveberên Kurd bo Bako hem çaxe bi dawîbûna þerê cîhanî yê du-duyê. Sovyet tevî ku þer bi dawî bibû û li gor peymanên nû pêwîst bû hemû hêzên beþdar di þer da careke din vegerin ser sinorên xwe yên beriya destpêka þer, ji axa Îranê dernakeve û hêzên wan paþda venagerin. Di meha septembera sala 1945an da Qazî Mihemed piþtî beþdarîkirina di merasima pîrozkirina damezirandina komela demokrata Azerbayicanê da ku wek þaxeke hizba Tudeh bû, bi kesên weke Menaf Kerîmî û Heme Husênxan Seyefî Qazî ra bo cara duyê jî diçe Bako. Naveroka sefera vê carê bi ya berê ra cûda bû. Þerê cîhanî yê duyê bi serkeftina welatên hevpeyman bidawî dibe. Hêdî-hêdî peywendiyên di navbera Soveyet û weltên rojava ber bi xerabçunê ve diçe. Hema di vir daye ku gelek çavdêrên siyasî di wê baweriyê dane ku þerê sar di navera du bilokên þerq û xerbê da dest pê dike. Çimkî Sovyet amade nebû ku hêzên xwe ji Îranê derxîne. Beriya wê biryar hatibû dayîn ku piþtî 6 mehan li bidawîbûna þer hemû dewletên beþdar di þerê cîhanî yê duyê da hêzên xwe paþda bikiþînin. Lê Sovyetê çi biha neda vê biryarê. Bi vêra hewldanên siyastemedarên Îranê jî neghiþt ti encamê. Qewam Elseltene ku wek rovîyê siyasetê dihat naskirin, bû serokwezîrê Îranê û bi hatina wî ra rewþ hate guherandin. Ew û Eþref Pehlewî çûn Mosko û Stalîn ji nêzve ziyaret kirin û bi protukolên nihînî di navbera wan da hatin îmzakirin.

 

Daxwaza Baqirof

Di çavpêkevtina du-duyê da Baqirof serokkomarê Azerbayicanê ji Qazî Mihemed û hevkarên wî dawa dike ku:“ di çarçova Azerbayicana Îranê da Kurd jî bibin xwedî otonomî û bi vêra zarokên Kurd heya çar salan di dibistanan da bi zimanê Kurdî dersê bixwînin“. Li hemberî vê pêþniyarê Qazî Mihemed bi tundî bersivê dide û dibêje:“ ger wiha be, baþtre em dîsa weke berê di bin desthilatdariya dewleta navendî da bimînin.“

 

Ragehandina komara Azerbayicanê

20ê novembera sala 1945an Cefer Pîþewerî damezirandina komara Azerbayicanê radigehîne û di 15ê decembera heman salê da wek serokê komara otonoma Azerbayicanê tê hilbijartin. Di parlmana milîya Azerbayicanê da ew cih didene pênc berdevkên Kurd jî ku qaþo wek niwênerên Kurda li komara Azerbayicanê hatine hilbijartin. Lê Kurd vê daxwaza Azeriyan jî red diken.

 

Bilindkirina ala Kurdistanê

Di 17ê decembera sala 1945an li Mehabadê gel ber bi avahiya dadgusterî(edliyê) ya bajar dimeþin û ala sêr renga Kurdistanê li ser deriyê wê avahiyê dadileqînin. Ala Kurdistanê cihê ala Îranê digire. Ev bargeh an jî saziya herî dawiyê ya dewleta navendî ya Îranê bû ku li Mehabadê mabû. Wê rojê kesên weke Osman Danîþ ji keyfxweþiyê bêhûþ dibin û gelek kes jî hêsirên þadiyê dibarînin. Ji wê rojê û pêda li ser deriyê hemû îdarên bajarên Mehabad, Þino û Neqede ala Kurdistanê diheje.

Mamosta Hejra Mûkriyanî bi helbestekê wê rojê bi bîr tîne û hunermend Mihemed Mamlê jî ew helbest kiriye stran û bi dengê xwe yê tejî soz wiha dixwîne:

Xuwaye weten awakey

Çend dilgîr û þirîn e

Deþtî xoþ û rengîn e

Awî Kewser e, xakî gewher e

Pir le gul û nesrîn e

 

Seyrangey beharanî

Sewzegay mêrg û ciwanî

Sebzezarî heyranî

 

Þaxî be fîr û berz e

Bo rabûrdoman remz e

Çîmenî ciwan û sewz e

 

Weten çawî lêman e

Le tarîkî, le tengan e

Heyfe bête wêran e

 

Ragehandina komara Kurdistan

Mehek û 22 roj piþtî dameziradina komara Azerbayicanê yanî 22ê janviya sala 1946an li qada Çar Çira bi merasimekê ku hezaran kes têda beþdarin, komara Kurdistanê tê îlankirin. Kurdên her çar parçên Kurdistanê li wira amede ne. Mela Mistefa Barzanî li cem Qazî Mihemed sekiniye û weke þêrekî li wira amade ye. Kurdên parçên din yên Kurdistanê di avakirina komarê da xwedî rolekî mezin an jî zêde nebûn, lê piþtra di birêvebirin û parastina sinorên komarê da hêzên general Misetfa Barzanî û serleþkerên weke Izzet Ebdulezîz, Mistefa Xoþnaw, Xeyrullah Ebdulkerîm, Mihemed Mehmûd Qodisî, Seyîd Ezîz Þemzînî, Mîr Hac Akreyî, M. E. Rewandizî, Celal Emînbeg Mehmûdbeg, Nûrî Ehmed Teha, Heme Salih Feqê Mihemed Jajlî, Ebdulrehman Teyîb Miftî Amêdî, Babekir Axay Hewêzî, xwedî rol û kedeke mezin bûn. Elbete komar bixwe jî xwedî artêþeke serbixwe bû ku kesên weke Nanwazade, general Heme Husênxanê Seyfê Qazî û Mihemde Yaho endamên artêþa komarê bûn.

Têkçûna komara Kurdistan

Temenê komara demokratîka Kurdistan, ew dewleta ku hîvîya hemû Kurdên Kurdistana mezin bû, zêde nedomî. Bi xwepaþve kiþandina hêzên Sovyetê artêþa Îranê Azerbayican dagîr kir. Li Tebrêzê zêdetir ji 500 kesan hatin kuþtin û piraniyê birêveberên firqa demokrat û rayedarên komarê reviyan û çûn Azerbayicana Sovyetê. Vê rewþê bandoreke pir xerab xiste ser komara Kurdistan jî. Di çaxekî da ku li Tebrêzê xwîn diherikî, li Mehabad paytexta komara Kurdistanê rewþeke din hakim bû.

Di rewþeke wiha hesas da tenê du rê li ber Pêþewa Qazî Mihemed hebûn: An Kurdistanê terk bike an jî ji bo pêþgirtina ji tevkujiya gelê Kurd li Mûkriyan û Mehabadê xwe teslîmî rayedarên dewleta Îranê bike. Tevî ku wî baþ dizanî bi hilbijartina rêya duyê ewê bê îdamkirin, lê çû Miyanduawê û hevdîtinek bi serleþker Humayonî ra pêk anî. Wî bi bîra serleþkerê Îranî anî ku:“ ger hûn bixwazin bi rêya hinek cehþ û Kurdên xwefiroþ Mehabadê talan û wêran biken, emê bi tundî li dijî vê kiryara we li berxwe bidin…“

Di 3ê janviya sala 1947an da yanî salek û rojek piþtî îlana komara Kurdistanê dadgeha leþkerî Pêþewa Qazî Mihemd, general Sêyfê Qazî û Sedrê Qazî bi tawanên weke cudayîxwazî, bilindkirina ala Kurdistanê û girêdana protokolên bi dewletên biyanî ra bi îdamê hatin mehkum kirin. Hefteyek piþtra çar efserên komara Kurdistan Mihemed Nazimî, Resûl Neqedeyî, Ebdula Ruþenfikir û Hamid Mazoçî li Mehabadê hatin îdam kirin. Makîna îdamê berê xwe da bajarê Seqiz jî û li wira jî birayên Faroqî hatin îdam kirin.s

 

Pênc meh piþtî dayîna sizayê îdama her sê lîderên Kurd roja 31ê adara sala 1947an li qada Çar Çira Pêþewa û her du hevalên xwe jî hatin îdamkirin.

Ev bû çîroka rastîna wê roja ku bi evîneke mezin dest pêkir û bi tirajêdiyek hovane bidawî bû.

Alman 22. 01. 2009

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org