|
75
Saliya Jidayikbûna Victor Jara: Sembola
Pîroziya Muzîkê Li Hemberî Dîktatoriyê… (28.
09. 1932 - 16. 09. 1973 Þîlî) Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Di
dîroka welatê Þîlî de piþtî navê Salvador Allende(26. 07.
1908
– 11.
09. 1973) zêdetir ji herkesî
navê wî tê bihîstin. Awazên wî têhn û tama xwe ji jana gel standibûn.
Jana ji dayikbûna serxwebûn û demokrasiya ku wan jê hez dikirin. Victor
Jaba hem gîtarîstekî, hem helbestvan û hem jî komposîtor û stranbêjekî
navdar bû. Ji aliyê din jî li kêleka serokê Þîlî Salvador Allendê
kesekî þoreþger dihat hesibandin. Stran û awazên wî
ji dilê gel dihatin. Ew di nava êþ û elemên gel de mezin bibû û zû rêya
xwe ya jiyanê hilbijartibû. Rêya ku tenê xizmeta gel û þakirina dilê
wan bû. Di helbestên wî de rewþenbîrîya siyasî-civakî hebû. Muzîka
wî liv û lebat têde hebû û gel vedixwende têkoþana li dijî neyarên
azadiyê. Ji bona wê jî ew zû ket nav dilê gelên Amairîka Latîn.
Victor dostê bindest û karkerên bêmaf bû.
Victor:
Elbete ez amademe… Serokê
zindanê ji serbazekî re got: Gîtara wî bînin… Serbaz
çû û bivrek bixwe re anî û li pêþberî hezaran kesan her du destên
Victor bi wî bivirî þikandin. Piþtre serokê zindanê bi keneke tejî
henek jeer wiha got:” de baþe ka bistre, çima sekinî? Victor
bi nêrîneke tejî tehqîr li çavên wî nêrî, êþê laþê wî yê tejî
hissên hunerî digûviþand, lê wî kontrola xwe parast. Bi hêzeke mezin
destên xwe yên bi xwîn ber bi asiman bilind kirin û livandin, ji hevalên
xwe dawa kir ku pêre bistirin. Di rewþeke wiha tirajîk de ku xwîn li
dest û tiliyên wî yên nazik diherikî wî û 5000 hevalên wî dest bi
xwîndina marþa” hevgirtinê(yekîtiyê)” kirin. Ew awaza V.Jara di
stadiumê de heycanek germ û nû çêkir. Wira lerizand: Ne
ji bo stirînê distirim Û
ne ji bo pêþkêþkirina dengê xwe Ne!
Ez
wê helbestê bi awaz dixwînim Ya
ku gîtara min ya bi êhsas dibêje Çimkî
vê gîtarê dilê xwe ji erdê ye û
mîna çivîkan difire û derbas dibe û
mîna ava pîroz qehreman
û þehîdan bi dilovanî paqij dike …. Hê
marþ bi dawî nehatibû ku leþkerên cinayetkar laþê wî yê nîvcan dan
ber goleyan… Piþtî çend rojan laþê wî yê parçebûyî li kêleka cadekê peyda kirin. Wî dizanî ku yê di rêya þiyarkirina gel de bimire.
Em
li vira, li vî rexê bajar Pênchezar
mirovin - girtî Li
tevaya bajar Li
hemû welat Em
çiqasin, çiqas? ………. Em
tev… em tev Temaþavanên
mirinê, lê dinêrîn Rûyê
pîsê Faþîsimê Wax
çiqas kirêt e, çiqas pîs! Ji
bo vana Xwîn,
sembole û nîþan Fermana
xelkê Qehremaniyek
bêtirsinokî ………….. Tu
nebêje awaza min qenc nîne Çimkî
divê hovîtiya vehonim Dema
ku ezê ji tirsê bimirim Dema
ku ezê bigehijim vê dema bêdawî Tu
di vî çaxî deye Vegerekê
ji awaza min Di
bêdengî û qêrînê de Peyda dikî, peyda.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org