Dayika Kurd Mîna Qazî: Ez wê rojê bi sed salan naguherînim...
Kakþar. OREMAR,
navdarenkurd@hotmail.com
Pêþgotin:
Xanima
Kurd Mîna Qazî heya dawiya jiyana xwe, armanc û helwesta niþtimanperweriya
xwe qet berneda. Li ser vê hindê hem di çaxê dewleta Pehlewiyan û hem jî
di çaxê desthilatdariya dewleta paþverû ya Îslamî ya Îran de çend caran
hat girtin û zîndanîkirin. Di girtîgeha dewleta Xumêynî de bi wî temenê
xwe yê daketî pir îþkence û tehqîr li wê hatin kirin. Hemû gunehê Mîna
Qazî Kurdbûn û helwesta wê ya niþtimanperweriyê bû.
Dema dayîka
Kurd Mîna Qazî li ser rewþa gelê Kurd diaxivî tim digot:
" Ji min
re soz û peymana yekgirtina Kurdan bidin, daku ez jî ji we re mizgîniya
dewleta serbixwe ya Kurdistanê bînim. Ji ber ku yekbûn û hevgirtina hêzên
siyasî yên Kurdistanê, dermanê hemû derdan e. Eger gelê Kurd di navbera
xwe de yekgirtineke bihêz pêkbîne, çêbûna Kurdistaneke serbixwe karekî hêsan
e. Ez bawer im pir dereng nakiþîne, ku gelê Kurd jî yê di cîhanê de bibe
xwediyê pênaseyek netewî. Hesreta serokkomarê Kurdistanê pêþewa Qazî
Mihemmed jî ev arzûya dîrokî bû...".
Dayîka Kurd Mîna
Qazî ku di nava gel de bi (Daye Xanim) dihat bangkirin, xanimek bi hurmet bû. Gel
pir jê hez dikir. Ew di dîroka hevçerxa Kurdistanê de mêjûnameyek zindî
dihat hejmartin. Pir zana û rewþenbîr bû. Haya wê ji cîhanê û rewþa
bizavên siyasî yên Kurdistanê hebû.
Dema ew pêhesiya ku li bakurê Kurdistanê di nava refên
gerîla de keç û jinên Kurd li dijî dewleta Tirk þer dikin, pir þabû û
hertim digot:" Niha êdî ez xelasiya gelê Kurd nêzîk dibînim, ji ber
ku jina Kurd jî mîna mêran derketiye serê çiyan, bi siyaset jî xebatê
dide meþandin. Xwestek û armanca me ya herî girîng di çaxê Komara
Kurdistan de li damezrandina Yekitiya Jinên Kurdistan jî beþdariya jinê di
hemû Kar û barên civatê de bû."
Piþtî þoreþa gelên Îranê û têkçûna
desthilatdariya dewleta Þahenþahî li Îranê, Rojhilatê Kurdistanê jî ket
destê Kurdan. (Daye Xanim)ê dîsan jî dest bi xebata xwe kir. Wê dixwest di
derfetên zêrîn de ji bo zarokên xwe karekî bike. Lê ev karê
desthlatdariya Kurdan li ser Kurdistanê vê carê jî zêde nedomand û di salên
1979, 1980, û 1981an de, piþtî þerên giran Kurdistan dîsa kete jêr destê
desthilatdariya dewleta Komara Îslamî. Bi destûra desthilatdarên Komara Îslamî
bi hezaran Kurd hatin kuþtin û bi hezaran jî bi darê zorê di girtîgehan de
hatin daleqandin.
Dayîka Kurd Mîna Qazî jî di sala 1986an de nêzîkî
salekê di bin çavdêriya beþê parastina Komara Îslamî ya Îranê de hat
girtin. Sedemên girtina wê, ew bixwe jî nizane. Ji ber ku ew li derveyî malê
bi þêweyekî nihênî ji aliyê beþê parastina Komara Islamî ya Iranê ve
hat revandin Herçend zêdetir ji 70 sal temenê wê bû, lê dîsan jî gelek
zordestî û êþkenceyên giran li ser laþê wê hatin kirin. Berpirsiyarên
îdareya îstixbarata Îranê bi eþkerahî jêre gotibûn:" Eger mêrê te
(Qazî Mihemmed) nebûya, me di Îranê de qet problem (pirsgirêk)a Kurd û
Kurdistanê nedibû."
Piþtî wê bûyerê heya demeke dirêj, dayîka Kurd Mîna
Qazî mafê derketina ji Îranê nebû û tim di bin çavdêriya beþê
parastina dewleta Îslamî de bû. Çaxê di sala 1988an de (Ifeet)a keça Mîna
Qazî li welatê Siwêdê bi destê hinek terorîstên dewleta Îranê hat þehîd
kirin, dîsan li Iran û Kurdistanê jî mafê serexweþiyê(tazî dananê)
nedan malbata wan û heta ew ji aliyê dewletê ve hatin tehdîd kirin.
Di 17ê reþema sala 1998an de li bajarê Mihabadê bi
dinyayek hesret û kûl Mîna Qazî jî gehiþt rêza nemiran û bi yek carî
xatirê xwe ji gelê Kurd xwest.
Di roja wefat û veþartina wê de bi hezaran kes li ser
goristanê amadebûn û bi merasimeke mezin li goristana bajarê Mihabad hat veþartin.
Herçend bi fîzîkî ew niha ne di nava gelê xwe de ye, lê wek ku
helbestvanekî Kurd dibêje:" Namirin! Ewên di dilê gelê xwe de dijîn."
Daye Xanimê jiyana we bi jiyana Pêþewa Qazî Mihemmed
ve girêdayiye, tukes ji wê nêzîktir li pêþewa nebûye, bîr û dîtinên wê
çi ne li ser taybetmendiyên exlaqî, civakî û olî yên pêþewayê nemir?
Bi xelkê re çawa di dan û standinê de bû?
M. Qazî: Di derheqa taybetmendiyên pêþewa Qazî
Mihemmed û di bara sirûþt û exlaqê wî de, di hêza min de niye ku bikarim
dîtin û ramanên xwe li ser beyan bikim. Ji ber ku ew mirovekî pir mezin bû,
gelek xwende, zana û têgehiþtî bû, mirovekî leheng, cesur, bi cerg û
netirs bû. Pêþewa werziþkar (sporvan)ekî bihêz û qehreman bû, siwarkar
û melevanekî pir zîrek bû. Beriya ku bibe serokkomarê Kurdistanê jî, wek
min got, ji ber ku ji malbateke mezin bû û li Mihabadê di nava gel de qezawet
dikir (yenî qazî bû ), mirovekî gelek bi hurmet bû, gel pir qîmet dida
gotin û þîretên wî. Di nava hemû Kurdên Kurdistanê de bi hurmet û rêz
bû û dihat hezkirin. Wê demê weke niha nebû, tenê mirovên zana û mezin
dikarîn di nava arêþeyên (pirsgirêk) gel û çareserkirina wan de
navbeynkarî û qezawetê bikin. Karê herkesî nebû û biryar bi zehmet
diketin pêvajoya kirinê (piraktîkê). Hemû kar wisan bûn, beriya ku Komara
Kurdistan li Mihbadê pêk bê baþ li bîra min e. Þev û rojan Pêþewa pirtûk
dixwendin, xebata siyasî dikir û tim digot:" Xwedayê mezin! Em çawa dê
bikaribin ji gelê xwe re xizmetke baþ bikin, ku bikaribe ji destê neyaran
rizgar (xilas) bibe û rewþa jiyana Kurdan jî bê guherandin... ".
Ew hertim di fikra gelê xwe de bû, dema nimêjkirinê jî çend seatan dirûz
(di’a) dikirin.
Rojekê wî
gote min:" Ez tenê ji bo rizgariya gelê Kurd têdikoþim (xebatê dikim)
û rojekê ez dê sedî sed (100%) berhemeke mezim wek mîras ji bo gelê xwe bi
cih bihêlim û dudestiyê pêþkêþî gelê xwe bikim. Ez qet ji bo bidestanîna
meqam û menseb (deshilatdariyê) xebatê nakim..."
Di 25ê Rêbendana(Januar)
sala 1325an (22. 01. 1946) de jî dema Qazî Mihemmed çû ser bilindahiyê daku
Komara Demokratîk a Kurdistanê rabigehîne (îlan bike) wiha got :" Gelê
min yê birêz û qehreman, çûna ser text, çûna ser darê jî pêre ye, ez
li vir çûme ser text û li vir jî yê bême kuþtin, ez viya baþ
dizanim..." Êca qisa (axftina) wî bi cih hat û weke got salekê piþtî
vê bûyera mêjûyî li meydana Çarçira bi destê dagîrkerên Kurdistanê
hat þehîdkirin. Qazî Mihmmed piyawekî(mirovekî) xwedî exlaqekên nerim bû,
çimkî dayîma serûkarê wî bi xelkê re bû û beriya Komara Kurdistanê jî
di herêma Mûkriyan de ji ber qezawet û biryarên xwe yên bi edalet (dadmendî)
di nava gel de pir dihate hez kirin. Sebebê canfîdayiya wî jî yê herî
mezin evîna gelê Kurd bû, ku heta canê xwe jî di riya gel de fîda kir.
Willahî di nava malê de jî bi min re mîna hevalekî bû.
Her dem digote min (Birale) û ez bi navê Birale bang dikirim. Min heft keç li
ser yek (li pey hev) anîn ser dinê, piþtî xilasbûn û hatina keçên min ya
ser rûyê dinyayê, qet tucaran negote min zarokê te kur e an keç e? Ji ber
ku mirovek bû, ku çi ferq di navbera jin û mêran de nedidît. Hurmetek pir zêde
ji jinan re digirt, ji keçên min re mîna tenê kurê me (Kurî Reþ Elî )
hezdikir. Qazî mirovekî gelek dîndar bû, girîngiyek zêde dida paqijî û
saxlemiya civakî û kesanî (þexsî) ya xwe, cigare qet nedikiþandin,
vexwarinên elkolîk tu caran venedixwarin, karên heram nedikirin, ji bilî min
tu jinên din neanîne (bi kesek din re nezewciye). Çima
behsa viya dikim? Ji ber ku di wî çaxî de di nava binemalên dewlemend û
mezin de resim bû ku zilamên mezin ên binemalê bi çend jinan re bizewcin û
ev kare ji bo wan rengekî mezinatiyê bû, lê bi rastî raman û hizrên Qazî
li dijî taybetmendiyên civaka feodalîzim û axatiyê bûn û mafekî wekheviyê
ji bo jin û mêran qayil bû, tim jî digote min :"Birale wisa fikir meke,
tu malxa min î, ez bi çavê hevalekî li te dinêrim û dîtinên te li ser
her karekî ji bo min girîng û bi mifa ne..."
Pêþewa
mirovekî pir zana bû, agehdarê rewþa ramyarî, civakî û aboriya cîhanê bû,
li ser guherandinên ku di cîhanê de çêdibûn tim xeberdar bû. Bi
heft zimanên Inglîzî, Rusî, Firansewî, Erebî, Tirkî, Farsî, Azerî dikarî
bixwîne. Di çaxê serokkomariyê de jî dest pêkirbû zimanê Espiranto
dixwend. Ji bo îspatkirina vê îdiaya xwe, hûn dikarin li pirtûkxaneya wî
binêrin û bi wan zimanên ku min nav birin, nivîs û pirtukên li ser babetên
cur bi cur peyda bikin. Pirtûkxaneya Qazî di Kurdistanê de û bi taybet di
nava çîna rewþenbîr de pir bi nav û deng (navdar) bû. Hemû cure kitab di
nav de dihatin dîtin, niha jî gelek pirtûkên Pêþewa mane û di mala keça
min de ne. Pirtûk bi giranî felsefî, exlaqî, dînî(olî), ramyarî û
zanistî (ilmî) bûn; mixabin gelek ji wan jî ji nav çûn...
Roja ragehandin(îlam) kirina komara Kurdistanê hûn li
kûderê bûn ?
M. Qazî: (Bi rûyekî xweþ û tejî hêvî li min
dinêre û dibêje): Yadî ew rojane be xêr bêt - bîra wan rojan bi xêr be.
Hûn dizanin rewþa civakî wê demê li Kurdistanê çawa bû? Bi rastî mîna
niha nebû, her çend niha jî rewþ zêde nebaþ e, lê ji ya wê demê baþtir
e. Li roja îlankirina Komara Kurdistan li meydana Çarçira ya Mihabadê ji
seranserî Kurdistanê serokêl û -eþîret, mirovên maqol û mezin li dora
hev kom bûbûn. Xûyaye piþtî merasima vê roja dîrokî gelek mêvan bi Qazî
re vedigerîn mala me. Ji aliyekî din ve jî li gor qanona eþayêrî, eþîret
hinde azadiyê nadene jinê, ku biçe di kar û barê zilaman de dexaletê bike.
Ez jî weke gelek jinên din di wê roja mêjûyî de li mal bûm. Pêwîst bû
hem ji bo mêvanên ku ji herêmên cur bi cur hatbûn Mihabadê, xwarin û pêwîstiyên
din bên amadekirin û him jî ez li ser çawaniya karê birêvebirina mêvanan
radiwestiyam, hem jî di wê rojê de gelek jinên mezin hatibûn mala me û pêwîst
bû em li cem wan bimînin. Ev di Kurdistanê de adet û resmê mêvanperweriyê
ye. Lê baþ li bîra min e, dema me li pencereya mala xwe, ku dikeve aliyê
Meydana Çarçira, li merasimê dinêrî, bi hezaran kes li meydana Çiwarçira
rawestabûn, rûyê herkesî geþ û wê rojê lêvên me tevan bi ken bûnn,
gel ji bo rojeke dîrokî xwe amade kiribû, cil û bergên ciwan (bedew) kiribûn
ber xwe. Ji Makoyê siwarên êla Celaliyan bi zîn û berzîn û kincên xwe yên
rengîn, ji Kurdên derdora bajarê Xoyê jî êl û eþîretên Kurdan bi
cil(kinc)ên bedew xwe xemilandibûn. Kurdên Selmasê, Urmiyê, Mergewer,
Tirgewer û Somayê jî bi kincên cur bi cur xwe xemilandibûn. Di nava çavên
siwarên Þikakan de mêrxasî dibarî. Ji Sine, Pîranþar, Þino, Bokan, Serdeþt
û hemû deverên din yên Kurdistanê tev ji bo vê cejina pîroz, li gelê
Mihabadê bûbûn mêvan. Þarê me bûbû mîna baxçeyê gulên reng bi reng,
wê rojê te digot qey hemû Kurdistan li Mihabadê ye...
Ez heya sax im wê rojê ji bîr nakim, bi qasî hezar
salan ew rojên girîng û dîrokî ji bo min bi qîmet û rûmet in. Niha jî
ez bi wan rojan þanazî û serbilindiyê dikim, (Daye xanim li vir bi girî
bersiva pirsa min didomîne), heya wê rojê gelê Mihabadê ewqas Kurd di nava
xwe de nedîtibûn. Mal nebû ku çend kes mêvanên wan nebin, ew roj ji bo me
tevan, lê bi taybet ji bo Pêþewa xweþtirîn roj bû. Ez wê rojê bi sed
salan naguherînim, heya bimirim ezê ji bo wê rojê bikenim, bigirîm, hêsiran
bibarînim, dê tim wan rojan bînim bîra xwe...
Belê herwiha wê rojê, piþtî beyankirina damezrandina Komarê ji bo xwarina firavînê (nanê nîvrojê) þexsiyetên maqul û mezin bi Pêþewa re hatin mala me:
Qedrî Begê Diyarbekrî, Zêro Begê Herkî, Mele Mistafayê Barzanî, Reyîs Izzet Ebdulezîz, Mîr Hac, Mistefa Xoþnaw û ji hemiyan birêztir û mezintir þêx Ebdulah Efendî (Gîlanîzadeh) neviyê þêx Ûbeydulahê Nehrî û kurê wî kapîtan Seyîd Ebdulezîr Þemzînî bûn, ku tu caran ji bîra min naçin...Rojên xweþ û kêmtemen bûn... Zû derbas bûn... (Daye Xanim li vir jî demekê bêdeng dimîne û diçe nava derya xeyalên xwe yên kûr, ew carek din diçe Mihabadê û çaxê komara Kurdistan.... Ji bo zindîbûna xatreyên wê em jî demekê bêdeng dimînîn! )
Roja ragehandina(îlankirin) Komara Kurdistanê tê bîra we, ne wisa?, wê þevê dema Pêþewa hat malê ji te re çi got? Derheqa karê xwe de çi digot û aya keyfxweþ bû?
M. Qazî: Belê, erê willahî pir þa û kêfxweþ bû. Dema hat malê got: „Birale giyan (Her tim ji min re digot birale û sebeb jî ji ber ku tim bi çavê hevalekî xwe li min dinêrî), ezê ji bo Kurdistanê û ji bo gelê Kurd înþellah hemû karekî cî bi cî bikim, lê bi Xwedê sond dixwim, ku ez bixwe tu wextekî naxwazim serokkomar bim, heya ez her karî ji bo wan çêdikim û karê welatê me bikeve ser rêya xwe û piþtre ezê her tiþtî pêþkêþî gel bixwe bikim, daku ew bixwe berpirsyariya qedera (çarenivîsa) xwe bigirin destê xwe û karê welatê xwe birêve bibin. Ez jî dê mîna xulamekî herdem di xizmeta berjewendiyên gelê xwe de bim".
Belê wê
rojê xweþtirîn roja jiyana me tevan bû. Kurd gehiþtibûn armanca xwe, em wê
rojê bextewertirîn mirovên cîhanê bûn. Serokkomarê Kurdistanê xwe bi
xizmetkarê gel dihesiband û qet bi çavekî bilind li xwe nedinêrî. Erê
willahî mirovekî wiha bû !
Di
çaxê salek temenê Komara Kurdistanê de Pêþewa bi we re dikete nava têkelî
û bi we re þêwir dikir an na? Bi wateyeke din ji bo pêþkevtina karê xwe pêþniyar
û rexneyên we dipejirandin an na? Ji kar û xebata xwe razî bû? Ji gel çiqas razî bû û aya qet gilî
û gazinde li cem we dikirin ?...
M.
Qazî: Belê ...
Belê... Elbet mirovekî mîna Pêþewa Qazî Mihemmed hertim û di hemû waran
de bi min re dikete nava þêwir û têkeliyan. Heta di bara sefer û dan û
standinên xwe yên siyasî bi mirovên siyasetvan re jî bi min re þêwir
dikir û bi rastî qîmeteke pir mezin dida mafê jina Kurd. Ez pir þa me, ku
herçend demeke kêm bi wî hêjayî re jiyame jî, lê bi rastî bo min þanaziya
herî mezin ew bû, ku min bi wî re jiyana xwe dibire ser.
Dema di
çaxê komara Kurdistanê de çû sefera xwe ya Bako(Paytextê Komara
Azerbayican) keça min Fewziye bi xwe re bir. Dixwest keçên xwe jî hînî
siyset û karê welatperweriyê bike. Her roj di bara rewþa cîhanê de bi me
re diaxivî, bi taybet gelek bi Îsmetê re mijûlî, gofûgo û xwendina pirtûkan
dibû. Dawa dikir, ku keça wî ya mezin bibe siyasetvaneke mezin û ji bo doza
gelê Kurd bixebite. Gilî û gazinde(gazince) jî pir kêm dikirin. Tim
her tiþt bi piratîk dianîn ziman. Rojekê nemir Qazî Mihemmed ji aliyê
Serdarê Makoyê bo Daþ Makoyê (bajarê Makoyê) hatibû vexwandin (dawet
kirin), piþtî vegerîna ji Makoyê digel serokwezîrê komara Kurdistan Hacî
Bawe Þêx (Baba Þêx) (yanê kurê Seyîdê Zenbîlê) hatin malê. Li ber derî
dema Pêþewa pêlavên xwe derdixistin, Hacî Bawe Þêx jê re got: " Qûrban
þêxayetî û paþayetiya wiha nehatiye dîtin, dibî (divê) hinekî xelkê
nerihet bikey, ku xelk bitirse...."
Qazî di bersiva wî de wiha emir kir:" Dibî (divê-pêwîst
e) ez bi hemû dinyayê re îspat bikim, ku bi lêdan û kuþtinê tu tiþtek
nayê kirin, mirov dibî (gerek e) bi þêweyên demokrasiyane, bi þîret û
nesîhetan bêne ser rêya rast, mirov ewladê(zarokên) xwe çawa toþî zehmetî
û nerihetiyan dike?!!. Ez dibî bi hemû kesan, bi dinyayê re bidim îspatkirin,
ku bi lêdan û xeberên nebaþ (cinêw dan), bi derxistin û çêkirina
nerihetiyan qet karek nayê kirin. Insan pêwîst e zarokên xwe bi þîret û
nisîhetan baþ bike (bîne ser rêya rast). Eger em bixwazin deshilatdariya xwe
li welatê xwe berdewam bikin, gerek e li ser dilê gelê xwe hukimdariyê
bikin, ne bi darê zorê hukimdariyê bikeyin..."
Herwiha hûn jî dizanin, di hemû çaxê temenê komara
Kurdistanê de tenê yek kes hat kuþtin. Bawer bike dema nîvê þevê bi
telefonê xebera kuþtina Xefûr Mehmudiyan dan Pêþewa, wê þevê heya berê
sibê ji nerihetiyan xew bi çavên wî neket û qet xebera wî ji tiþtekî
tunebû. Hûn dikarin ji mirovên wî çaxî jî bipirsin ka ez rast dibêjim an
na?....
Belê bi rastî jî di wî çaxî de ev karên wiha eþkera,
ku di gelek pirtûkan de hatine nivîsandin, îspat dikin, ku serokkomarê
Kurdistanê mirovekî gelek rewiþtpak, aþtîxwaz û pir ji demokrasiyê hez
kiriye. Dan û standina Pêþewa Qazî bi gel re di wî çaxî de rastiya gotinên
we xûya dike. Ji ber ku li ser demokrasîxwaziya kesatiya pêþewayê þehîd
min pir axiftin ji gelek kesan bihîstine...
M. Qazî: Belê rast e, dîsan ji bo nimûne di tu (çi)
cihên dinyayê de nehatiye dîtin, ku di demjimêrek (saet) diyarkirî de
serokkomarê welatekî (ew jî di wan þert û mercên ku Kurdistan di wê demê
de têde bû) hemû rojê sibeyan ji xewê rabe û bi bêyî teþrîfat û îskurt
bi piyan (peya) here ser karê xwe ku heya radeyekê ji malê dûr bû. Hemû
rojê sibê Pêþewa bi piya û wek mirovekî normal diçû ser karê xwe û qet
weke mirovekî xwedî menseb li xwe nedinêrî. Baweriya wî bi merdomsalarî
(gelsalarî)yê pir hebû, qet xwe bilindtir ji xelkê normal nedihesiband... Mirovekî wiha bû.
Nimûneyek din
ji exlaq û mirovperweriya Qazî jî dixwazim ji te re bibêjim:
Ji aliyê
Kurdekî ve ku bi sefer çûbû Amerîka cotek pêlav (sol-kewþ) bi xelat
(diyarî - hediye) ji rehmetî Qazî re hatibûn. Wê demê malbatên Barzaniyan
ji aliyê din yê Kurdistanê (Kurdistana di bin deshilatdariya Îraqê de) ji
destê dewletê reviyabûn û li Kurdistana Iranê belav bûbûn. Çend malbatên
wan (nêzîkî 15 kesan) di mala me de dihatin xwedîkirin, lê ne ji bo wê
hindê ku wan bixebtînîn û þul(kar)ên xwe bi wan bideyin kirin. Na! hemû
malbatên wan bi destûra dewleta Kurdistanê di nava xelkê Mihabadê de hatibûn
belavkirin û hemû pêwîstiyên jiyanê dabûn wan. Ji ber ku malên wan xirab
bûbûn, lêqewmiyayî bûn û hertiþtê xwe di rêya amancên bi rûmet ên
xwe de ji dest dabûn. Tenê canê xwe ji destê dewleta Îraqê xilas
kiribûn. Ew hatibûn xwe avêtibûn hembêza Komara Kurdistanê. Êca di nava wê
malbatê de keçek bi navê Xecîce hebû. Keça
wê malê bû ku di nava mala me de bûn. Rojekê werzê zivistanê bû. Xecîcê
ji min re got:" Xweziya niha pêlavên Pêþewa Qazî di piyên min de bûna,
ez bi wan çûbama ser robar û min av anîba."
Min jî bi pêkenîn
li cem Qazî behsa daxwaza Xecîcê kir. Nemir Pêþewa Qazî kerem kir:"
Ka herin Xecîcê bangî vira bikin, bila bê cem min." Demek derbas bû
Xecîce bi rûxweþî û bi ken hat. Xuya bû ku pir bi ecele hatibû û pêyên
wê tev qor û terr bûn. Qazî pêlavên xwe ji piyên xwe derxistin, bi destên
xwe kirin piyên Xecîcê û bendikê(benê) solan jî jêre girêdan. Belê êca
pêþewa Qazî Mihemmed zilamekî wiha bû. Bi rehim û þefeqet bû, bi van
pirensîpan bi gelê xwe re dijî û rojên xwe derbas dikirin. Di nava gel de
jiya û ji bo wan jî canê xwe fîda kir, ji bo Kurdistanê her tiþtê xwe fîdakir.
Heya dawiyê li ser soz û qirara xwe bû.
Xweþtirîn
xatre an bîranîna te ya bi Pêþewa Qazî re çi ye?
M. Qazî:
Heya roja ku em bi hev re bûn, hemû rojên jiyana bi wî re ji bo min xweþtirîn
bîranîn û xatire ne. Me qet ji hev nerihetiyek biçûk jî nedît. Rojekê jî
dilê min neêþandiye. Ema raweste, ez bîranîneke xweþ ji bo te bêjim:
Dema ku komara
Kurdistanê hat damezrandin, rehmetî Qazî gelek þabû, ji kêfan re hertim
digot: “Xwedayê mezin, þikir ji bo te, ku em piþtî bi hezar salan gehiþtin
xwezî û mafê xwe..."
Piþtî wê li
min nêrî û got: "Birale, êdî ne roja rûniþtinê ye. Ez ji te
dixwazim, ku tu jî karekî bikî". Min jî bi ken jêre got: "Êca ez
nexwende me û nikarim tiþtekî bikim, çi ji destê min nayê...". Hingî
li min nêrî, ku bi rûyekî xweþ weke ku ji rûyê wî nûr û ronahî
dibiriqî, li min nêrî û got:
« Jinên
dinyayê pir pêþverû ne, ramanên wan hatine guherandin, pêwîst e jinên
Kurd jî bîr û rayên xwe biguherînin. Ez dixwazim li Mihabadê tu dest pêbikî
û ji bo jinan jî yekitiyek bê damezrandin, ger tu, ku di nava gel de weke xêzana
serokkomarê Kurdistanê têyî nasandin, dest bi kar bikî, ev karê te yê ji
bo jinên din jî bibe teþwîq, ku werin qada xebatê. Zêr
û zîwerên te ji bo çi ne? Hemûyan di riya welat û dewleta xwe de bi kar bîne.
Divê ji bo ku nexwendewarî di nava jinan de bi dawî bibe, tu herî li kilasên
(polên) dersxwendinê amade bibî, dersê bixwînî, daku jin û keçên Kurdan
li te binêrin û bên dersê bixwînin..."
Min jî bi
gotina wî kir û wek min berê jî got, me dest bi xebata xwe kir. Hem Yekîtî
Afretanî(jinên) Kurdistan(YAK) hat damezrandin û hem jî me zibare(cîhad) li
dijî nexwendewariyê da destpêkirin. Ez wan rojan qet ji bîr nakim. Hemû xweþî wê demê bûn, piþtî wê
heya roja îro min qet xweþî û xêr ji jiyana xwe nedîtin. Yanê, serê gel
û zarokên min sax be, qet kêmasiyên min tune ne, lê jiyana wan rojan tejî
evîn bû, evîn bo welat, bo xebat, bo xizmeta mirovayetiyê...( Ji ber girî
nikare axaftina xwe bidomîne ).
Niha temenê
te bû 80ê sal, di dunyayê de çi miraz (arezû) ya te heye?
M.
Qazî: Ez daxwaza
saxî û silametiya hemû keç û xortên Kurdistanê dikim. Arezûya min ya herî
mezin dîtina serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye, lê ez niha pir pîr bûme,
bawer nakim bi saxî vê arezûya mezin bibînim. Herçend baþ dizanim, ku gelê
Kurd di paþerojeke nêzîk de yê sedîsed (%100) pîroz bin, yê bigehin
armancên xwe yên dîrokî. Hesreta min ya herî mezin ew e, ku rojekê
Kurdistan tev bibe yek û dewleteke Kurdan jî di dinyayê de hebe...(Bi girî)...
Ax ka ew roj, yê kengî bê?!...
Dema
mirim, ez dixwazim mizgîniya azadiya Kurd û Kurdistanê ji bo serokkomarê
Kurdistanê bibim bin axa Kurdistanê... Bawer bike ev mezintirîn daxwaza min
ji hemû gelê Kurdistanê ye, ez tiþtekî din ji we naxwazim... Roja ez mirim
jî, min li jêr pêyên Qazî veþêrin, bila ez ji wî dûr nekevim (bi dengekî
bilind digirî)...