(14.
03. 1903 Gundê Barzan, 01. 03. 1979 Emrîka)
Pêþgotin:
Di
dîroka siyasî ya doza Kurdistanê de Mistefa Barzanî navekî naskiriye. Di
bizava siyasiya baþûrê Kurdistanê de piþtî têkoûna serhildana Þêx
Mehmudê Berzincî, nemir Mistefa Barzanî serkêþiya xebata Kurdên baþûrê
welatê me yê dagirkirî, girt destê xwe. Jiyana Barzanî bi piranî li rex þervanên
wî û ji bo azadiya Kurdistanê derbas bû. Mistefa Barzanî mîna nirxekî
netewî û dîrokî ji bo hemû Kurdên azadîxwaz bûye mîrasek millî û
nemir. Li jêr bi awayekî kurt jiyana vî serokê Kurd hatiye nivîsandin.
Piþtî Silêmaniyê, gundê Barzan dibe navenda
xebata siyasî li baþûrê Kurdistanê:
Piþtî
þikesta þorþa Þêx Mehmudê nemir barê xebat û karê Kurdayetiyê li baþûrê
Kurdistanê bi yekcarî dikeve herêma Behdînan ku navenda rêberatiya vê
xebat û hereketê gundê biçûkê Barzan e. Qeza Mêrgesor ku nahiyên Mêrgesor,
Barzan û Þêrwan digire ber xwe, girêdayî wilayeta Hewlêrê ye.
Devera
Barzan beriya ku piþtî çend serhildanên Kurdan bi yekcarî ji aliyê rêjîmên
dagîrker ve wêran bibe, 400 gundên avedan têda hebûne û hejmara rûniþtvanên
herêmê zêdetir ji 40 hezar kesan bûye. Herêma Barzan û navenda wê gundê
Barzan di çaxê Þêx Ebdulselamê yekem da ku di sala 1872ê zayînî de wefat
kir, ji ber ku têkeya terîqeta Neqþbendî ya girêdayî Þêxên terîqeta
Neqþbenî li Nehriyê têde bû, mîna navendeke olî û avedan ku herdem tejî
mirîdên vê terîqetê bû, tê hesibandin. Þêx Ebdulselamê yekemîn
berevajî þêx û axayên hemdemî xwe, mirovekî dadmend û bi edalet bû. Wek
jêderên biyanî didin xuyakirin di çaxê wî de hinek karên baþ û xebatên
sosyalî ji bo pêþketina jiyan û rewþa civakî hatin kirin ku ger bi pîvanên
roja îro bên nirxandin û þirovekirin, di wê serdemê de pir girîng bûn.
Ji wan karan: parvekirina zevî û erdê çandinê bi ser gundiyan de,
qedexekirina next û qelenê zewaca keçan, qedexekirina milkdariya zêde bi þêweyên
feodalî, qedexekirina bi zorê þûdayîna keçan û parastina sirûþta
Kurdistanê anku birîna dar û dirextan, þewitandina daristana û qedexekirina
kuþtina teyr û tiwalan, nêçîra heywanên kovî, bêhinfireyî li hemberî
diyanetên derdora coxrafiya jiyana wan û herêma Behdînan( Jiyana hevpar bi
Kurdên Êzidî, Kildanî, Yehûdî, Xaçeparêzên Ermenî ku ne misliman bûn
û …), jiyana dostanî bi hemû gelên herêmê( Asûrî, Tirkmen, Yehûdî,
Ereb û Ermenî ) re û xala herî girîng parastina mafê gelê Kurd û serkêþiya
bizava netewiya Kurdan di herêmek coxrafiya girînga Kurdistanê de ku nîþana
demokratîkbûna bîr û ramanên birêveberên Barzanî bû, teisîrek mezin li
ser bizava siyasî û oliya vê malbatê danî.
Piþtî
wefata Þêx Ebdulselamê yekem kurê wî Þêx Mihemed Barzanî dibe cîgirê wî.
Þêx Mihemed piþtî zewacê dibe xwediyê pênc kuran: Þêx Ebdulselam, Þêx
Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed Sidîq û Þêx Babo. Wan tevan ji destpêka
xwenasandinê bi hemû awayan xebat kirin ku riya kalkê xwe ya xizeta ji bo gel
di hemû warên siyasî, olî û civakî de bidomînin.
Navdartirîn
endamê vê malbatê ku tevaya temenê xwe di riya xebata siyasiya ji bo Kurd û
Kurdistanê derbas kir, Mistefa Barzanî ye.
M.
Barzanî kiye, çikiriye û serhildana wî di dîroka Kurdistanê de xwedî
rolekî çawaye? Û … Jiyana tejî bûyer, derbiderî û nîþtimanperweriya
Mistefa Barzanî yê heya radeyekê bersiva van pirsên me bide.
Jiyana nemir Mistefa Barzanî, Malbata wan û çend bûyerên
din di jiyana wî da:
Mistefa Barzanî di 14 Adara sala 1903an(14.03.1903) de li gundê Barzan hat
dinê. Beriya ku ew çavên xwe bi jiyana dinyayê veke, bavê wî (Þêx
Mihemed) jî di sala 1903an de wefat kiribû.
Li gor qanûna murîdên ola Neqþbendî, Þêx Ebdulselam (yê duyê) ku
kurê mezinê Þêx Mihemed Barzanî bû weke cîgirê bavê xwe tê
hilbijartin. Þêx Ebdulselam ne tenê di warê olî de, belkî di warî siyasî
de jî ji destpêka sedsala 20an de li dijî dewleta Osmanî hinek livbazî û
çalakiyên siyasî pêktîne. Ew dawakarê hinek mafên netewî ji bo Kurdaye.
Sala 1907an Þêx Ebdulselamê duyê li dijî desthilatdariya Osmaniyan li
devera Barzan serî hilda û ji bo Kurdan dawa hinek mafên siyasî-civakî
dike. Lê Sultanê Osmanî di bersiva xwestekên wî de hêzek serkûtker di bin
pêþengiya Ferîq (Mihemed Fazil Paþayê Daxistanî) de diþîne herêma
Barzan.
Li gor çavkaniyên dîrokî herçend nerazîbûn(îtiraz) û bizava Þêx
Ebdulselam Barzaniyê duyemîn li dijî Osmaniyan zêde dewam nekir, lê ev
serhildan û serhildanên din yên mîna serhildana esîreta Milliyan bi
serokatiya Îbrahîm Paþayê Millî û çend serhildanên din li herêmên cur
bi curên Kurdistanê, bûn sedemên xweþkirina zemîneya çêbûna þoreþa Îtihadiyan
di sala 1908an de.
Çaxê çalakî û lebatên siyasiyên Barzaniyan vedigere bo destpêka
sedsala 20an ku bi serokatiya Þêx Ebdulselamê duyemîn di sala 1907an de bi
qasî du mehan li herêmê berdewam bû. piþtî ku Osmaniyan serîhildan têkþikandin
gelek kes zindanî kirin ku Mistefayê 3 salî jî yek ji wan bû ku bi dayika
xwe ve di girtîgeha Mûsilê de hatin girtin. Mistefa Barzanî zû tama derdê
dûrî û xema bindestiya gelê xwe ji sê saliyê, dema ku hê zarok bû di
nava lepên dujiminê dagîrker da kêþand. Salek piþtre di çaxê hêriþa îtihadê
de gundê Barzan ket ber hêrisa hêzên wan yên di bin serokatiya Silêman Nezîf
Paþa da. Ji rûyê neçariyê Þêx Ebdulselam Barzanî pena xwe bo Seyîd
Tehayê Nehrî dibe û di gundê Rajan li herêma Mirgewer(wilayeta Urmiyê_
Rojhilatê Kurdistanê) dimîne û bi hevkariya serokê Kurd nemir Simkoyê Þikak
bi karbidestên Rusan re dikeve nava peywendiyên siyasî, lê mixabin çaxê ku
ew li herêma Tirgewer bû, ji aliyê xwefiroþekî bi navê (Sofî Ebdullah) ve
bi þêweyek namerdane hat girtin û ew teslîmî dewleta Osmaniyan kirin.
Osmaniyan di 14 Dêsambira sala 1914an de piþtî pêkanîna dadgehek formalîte,
Þêx Ebdulselamê Barzanî li bajarê Mûsilê xenqandin.
Di etmosfêrek wiha tejî kîna li hemberî dewletên dagîrker û zordariya
destgeh û berpirsyarên hukumeta Osmanî de, Mistefa Barzanî jî mîna Ismaîl
Axayê Þikak, Þêx Mehmudê Berzencî û gelek serokên din yên Kurd çavên
xwe bi jiyaneke tejî eþ û elem vedike û di nava malbatek olî de mezin dibe.
Ev rewþa jiyanê pêþeroja jiyan û helwesta siyasiya vî lîderê Kurd jî
dide destnîþan kirin û ew bîr û ramanên Kurdayetiyê bêtir di hest û
mejiyê xwe de dide perwerdekirin. piþtî
ku Osmaniyan bi bêbextî Þêx Ebdulselam Barzanî þehîd kirin, Þêx Ehmedê
birayê wî bû rêber û serkarê herêma Barzan û eþîretên Barzanî. Wê
demê temenê Mistefa Barzanî 18 salî bû.
Beriya wê li gor çavkaniyên dîrokî di navbera salên 1917, 18 û 19an
de, Þêx Ehmedê Barzanî birayê xwe yê xurt Mistefa Barzaniyê 16 salî bi
Þêx Ebdulrehmanê Þirnexî re ji bo lidarxistina kar û barê þoreþek
berfireh li bakurê Kurdistanê diþîne bajarê Muþê û ew li wir hevdîtinekê
bi Þêx Ebdulqadirê Nehrî û Þêx Seîdê Pîran re pêk tîne. Herwiha Þêx
Ehmed bi þêweyek nihînî ji sala 1920an û pêde bi Þêx Mehmudê Berzencî
û Simkoyê Þikak re ku sergermî xebata li dijî her du dewletên Îraq û Îranê
bûn, dikeve nava têkeliyên polîtîk. Mistefa Barzanî ji çaxê ku xwe
famand, zû bi bindestî û tepeseriya gelê Kurd hesiya. Wî dixwest bi
hevkariya birayê xwe Þêx Ehmed, xelekên zincîra hereketa Kurdî bi rêk û
pêkî bidûmîne.
Mistefa Barzanî ji ber cesaret, mêrxasî û sedema jeopolîtîkbûna
coxrafiya herêma jiyana xwe û rewþa taybeta jiyana siyasî-civakiya gelê herêmê
di kar û barê þervanî û taktîkên þerê partîzanî de zû liyaqet û þiyanên
xwe yên fermandarbûnê ji herkesî re dan îspatkirin. Ji bona wê jî di nava
gel de bi hurmet û çavekî mezin li wî dinêrîn.
Herwiha Mistefa Barzanî ji temenê 15 saliya xwe û pêde bo kar û barê
parastina hoza Barzan li dijî desthilatdariya dewleta navendiya Îraqê û hozên
cîran, roj bi roj weke þervanekî zîrek erk û wezîfeyên zêdetir li ser
milên xwe hiss dikirin. Eþîretên Kurd bi giþtî û esîretên Barzan bi
taybetî di tevaya dirêjahiya dîroka xebata siyasiya xwe de bi wefadariyek
mezin û di tengaviyên herî giran de rêberên xwe bi tenê nehiþtine û bi
dilsojî û fîdakarî ew parastine. Ev rastî di bîranînên wan serleþkerên
artêþa dewletên dagirker de ku bi hêzên Barzaniyan re ketine nava þerên
giran jî, tê dîtin. Serleþker Teferuþyan, Hesen Erfei û Rezim Ara di pirtûkên
xwe de vê rastiyê diselmînin.
Sala 1919Çan M. Barzanî li ser biryara birayê xwe Þêx Ehmedê Barzanî
dema ku xurtekî 19 salî bû weke fermandarekî þervan û þareza, bi hêza
xwe ve ji bo hevkariya xebatkarên þoreþa Þêx Mehmudê Berzincî xwe gehand
herêma Silêmaniyê. Hêza wî bû du qol ku komek ji Dola Piyaw û koma din jî
ji navçeya Balek de derbas bûn. Ew herçend di rê de tûþî þerê bi eþîretên
hevkarên Inglîzan re rast hatin jî, lê bi fîdakariyek mezin û þehîdbûna
çend þervanên Kurd wan xwe gehandin herêma Silêmaniyê. Mixabin berî ku ew
bigehin wê derê þoreþa Þêx Mehmudê Berzencî bi hevkariya hêzên Inglîz
û hinek esîretên xwefiroþ þikeste xwar û Þêx Mehmudê Berzencî jî bi dîlî
ji Kurdistanê hat dûr xistin. Mistefa Barzanî bi vê kiryara xwe da îspatkirin
ku pêwîste herkes bi þêweyek netewî nêzî pirsgirêka gelê xwe bibe.
Nemir Mistefa Barzanî di navbera salên 1920 û 1921an de bi hinek siwarên
mêrxas re, xwe gihand bakurê Kurdistanê ji bo hawar û rizgarkirina Endranîk
Paþayê Ermenî û bi vî karê xwe wî sedan kes Ermenî ji kuþtina bi destê
þovenîstên Tirk rizgar kirin. Wî Entranîk, malbata wî û gelek feqîr û
hejarên Ermenî ji riya bajarê Zaxo ber bi welatê Suriyê bi rêkirin. Di vê
xebata tejî fîdakarî de 14 kes ji þervanên Mistefa Barzanî jî di þerê
bi artêþa Tirkiyê re hatin þehîd kirin. Elbet di çaxê komara Kurdistanê(Mihabad
1946) de jî M. Barzanî sinorên destçêkirî bi fêrmî nasnekirin û xwe
gehand paytexta komarê bajarê Mihabadê. Ev nîþanek ji bo selmandinê vê
rastiya dîrokî bû ku di navbera Kurdan de hevgirtinek bihêz pêkahtibû. Lê
mixabin merc û rewþa siyasiya cîhanê, dîroka Kurdan ber bi rêyek din ya
berevajî berjewendiyên Kurdan hajût.
Yekemîn serhildan û þoreþa Barzan di roja 9ê Februara sala 1931an(09.
02. 1931) de bi beþdarbûna 80 þervanên Kurd di bin serokatiya Mistefa Barzanî
de di þerekî bi navê (Berqî Begê) li dijî artêþa Îraqê destpêkir. Di
vî þerê ku piþtre di domandina qedera siyasiya Kurdên baþûrê Kurdistanê
de rolekî girîng lîst, hêzên artêþa Îraqê bi giranî li hemberî þervanên
Kurd þikeste xwarin û xisarek canî û maddî ya zêde bi dewleta Îraqê ket.
Li hemberî þehîdbûna 5 pêþmergeyên Kurd û birîndarbûna hejmarek kêm
ya þervanên Kurd, artêþa dewleta Îraqê 126 kuþtî û bi sedan birîndar
li pey xwe hiþtibûn.
Ev tê wê wateyê ku di çaxê serhildana sala 1931 û 1932an de êdî
tiwan û hêza Mistefa Barzanî wek rêberekî þareza li hemberî hêza dujmin
bi temamî hatibû eþkere kirin.
Lê þerê herî mezin ku nemir Mistefa Barzanî hertim di jiyana xwe de bi
serbilindî û þanazî behs li ser kiriye, þerê bi navê (Dole Vajî an jî
Dola Vajiya) ye ku di rojên 3 û 4ê 02. Februara sala 1931an de li Dola Vajiya
li hemberî artêþa dewleta Îraqê qewimî. Di þerê Dola Vajiya de Mistefa
Barzanî yê 28 salî bi wan þarezayiyên ku li ser taktîkên þerê partîzanî
hebûn, karî bi hevkariya þervanên xwe 235 esker û fermandarên artêþa
dewleta Îraqê bikujin û bi sedan kes ji hêzên dewletê jî di vî þerî de
birîndar bûn. Ev di halekî de bû ku ji þervanên Barzanî tenê 12 kes
hatibûn kuþtin. Di vî þerî de ji ber wan hêriþ û bervaniyên ku li gor
zanist û taktîkên þer bênimune bûn, stêrka þansê Mistefa Barzanî wek rêber
û serleþkerekî jêhatî roj bi roj geþtir bû û wî karî di nava Kurdên
hemû Kurdistana mezin de hêzek meinewî ya bilind biafirîne. Çimkî vî þerî
ne tenê di nava Kurdan de belkî di nava medya dewletên cîran û cihanî de jî
dengekî bilind veda. Ji bona bêtir nasandina van çalakiyên dîrokî li ser
herektên Barzan pêwîstiyek girîng bi lêkolînên akademîk û zanistî
heye.
Bihara sala 1932an artêþa Îraqê bi hevkarî û piþtgîriya hêza esmanî
û leþkeriya dewleta kedxwara Birîtanya, hêriþek giran bir ser herêma
Barzan. Gundê Barzan ku wek navendeke rêberatiya þoreþa Kurdan dihat
hesibandin, bi giranî hat bombarankirin û herçend Barzaniyan bi mêranî
berxwedan kirin û di destpêkê de hinek serkeftin bi dest xistin lê nekarîn
li hemberî hêza pirçek û cebilxane û firokên þer yên Inglîzan, li
berxwebidin. piþtî wê bûyerê Þêx Ehmed û malbatên Barzaniyan neçar man
di havîna sala 1932an de derbasî bakurê Kurdistanê bibin. Lê bihara sala
1933an dewleta Tirkiyê Þêx Ehmedê Barzanî ku wê demê rêberê siyasî û
oliyê hereketê bû, bi çend þervanên wî ve ji Tirkiyê teslîmî dewleta
Îraqê kirin. Ji vê tarîxê û pêde di dîroka serhildana Barzaniyan de rûpelê
dûrketin û derbideriyê vedibe û jiyanek tejî êþ û bûyer di nava Kurdên
baþûrê Kurdistanê de dest pêdike. Dema ku Mistefa Barzanî ev bêbextiya
dewleta Tirkiyê dît, ji wir ber bi çiyayên Kurdistanê çû û xwe teslîmî
dewleta Îraqê nekir. Lê li ser daxwaza Þêx Ehmed, Mistefa Barzanî jî xwe
gehand cem birayê xwe(Þêx Ehmed) yê ku di girtîgeha bajarê Mûsilê de bû.
Mistefa Barzanî herçend dizanî ku jiyanek tal û nexweþ li benda wî ye lê
ji ber tewazi û zagunên malbatî, bi kêfxweþî jiyana girtîgehê ji xwe re
hilbijart.
Sala 1932an di çaxê jiyana êxsîrî û dîlketita Barzaniyan de, dewleta
Îraqê bi rênmuniya axayên xwe yên Birîtanî Þêx Ehmed, Mistefa Barzanî
û malbatên Barzaniyan berê þandin bajarê Mûsilê û piþtre di sala 1936an
de ber bi Bexdayê û piþtre jî bo Nasirye, Kifrî û Pirdê(Alton Koprî) û
di dawiyê de jî bo Silêmaniyê sirgun kirin.
Di dawiya bihara sala 1936an Mistefa Barzanî ji bo gotûbêjên dîplomatîk
bo bajarê Mûsilê hat vexwîndin, lê berpirsyarên dewleta Îraqê li wir
Barzanî girtin û bi kiryareke dûrî exlaqê mirovanetiyê waliyê Musilê yê
wê çaxê xwest ku bi dayîna jehrê, wî ji holê rake, lê Mistefa Barzanî
piþtî du hefteyan ku ketibû halê bêhiþyê, ji mirinê rizgar bû.
Bi hezaran sal e ku Kurd li ser axa bav û kalên xwe Kurdistanê dijîn.
Kesên ku li ser erdnigariyek bedew û rengîn jiyanê derbas bikin, zû bi zû
nikarin fêrî jiyana dûrî coxrafiya Kurdistanê jî bibin. Bi wateyek din
jiyana dûrî çiya û newalên Kurdistanê ji bo Kurdan pir nexweþ e û ji
bona wê jî Barzanî û malbatên wan yên ji Kurdistanê hatîn dûrxistin, li
benda derfetek biçûk bûn ku careke din vegerin welatê xwe Kurdistanê.
Þerê cîhanê yê duyemî,
Pirsgirêka Kurd û Doza Mistefa Barzanî:
Þerê cîhanê yê duyemîn derfetek girîng ji liv û xebata siyasiya Kurdên
baþûr û rojhilatê Kurdistanê re afÎrand ku di warê ramyarî(polîtîk) de
ji bo netewa xwe karekî biken.
Sala 1943an partiya Hîwa bi serokatiya nemir Refîq Hilmî xebatek nihînî
û bi displîn di bajarên Îraq û Kurdistanê de didan meþandin. Berpirsyarên
partiya Hîwa ji bo berfirehkirina kar û xebata xwe ya siyasî û leþkerî ku
bikarîbin ji hêza serleþkerekî þareza mîna Mistefa Barzaî û þervanên wî
mifayê wergirin di 12. 07 Julaya Sala 1943an de organîzasyona nihîniya endam
û sempatên partiya Hîwa, Mistefa Barzanî piþtî 10 salan derbiderî û
jiyana êxsîriyê ya di destê karbidestên dewleta Îraqê de, ji bajarê Silêmaniyê
derbasî bajarê Þinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kirin. Di wan mercên nazik
û hessas de vegera Mistefa Barzanî ya ber bi Kurdistanê tirs û xofek mezin
xiste dilê karbidestên her du dewletên Îran û Îraqê. Ji bona wê jî
herdu dewletan her yekî bi qasî 50000 dînaran ji bo kuþtin an jî anîna serê
Barzanî dan diyarkirin. Xuyaye ku ev hejmara bilinda diravê ku ji bo serê
Barzanî hatibû diyarkirin, girîngiya xebat û bizava Kurdan ya di bin
serokatiya Barzanî di wê demê de dide eþkerekirin.
Lê Mistefa Barzanî piþtî jiyana reþa wan salên ku li dûrî Kurdistanê
û di bin çavdêriya berpirsyarên dewleta Îraqê de derbas kiribû, vê carê
bi hûrbînî xebitî ku hêzek leþkerî ya rêkûpêk li dora xwe bicivîne.
Ji bona wê jî di 28. 07Julaya sala 1943an de bi awayekî nihînî ji rojhilatê
Kurdistanê vegerî cihwarê bav û kalên xwe Barzan û di demek kurt de karî
zêdetir ji du hezar(2000) pêþmerge û þervanên mêrxas li dora xwe kombike.
Bi vî rengî Mistefa Barzanî serhildana xwe ya du-duyan di Julaya sala 1943an
de da destpêkirin û þoreþa Barzan ya duyemîn jî heya bihara sala 1945an
berdewam bû. Di vê serhildanê da jî Kurdan li hemberî hêzên dewleta Îraqê
gelek serkeftin bi dest xistin.
Di çaxê þoreþa Barzan ya duyemîn de ji 2ê Oktobra sala 1943an heya 10
Novbra sala 1943an dijwartirîn þerên bixwîn di navbera hêzên Kurd û hêzên
dewleta Îraqê de qewmîn ku di tevaya þerên çêbûyî de rejîma Îraqê tûþî
xisarek mezina maddî û canî bû û bi hezaran leþkerên wan canê xwe ji
dest dan.
Di dîroka azadîxwaziya gelê Kurd ya li baþûrê Kurdistanê þerên þoreþa
Barzan ya duyemîn anku þerên Þaneder, Xêrîzok, Guretu, Mezine û þerê
Meydane Morikê cihekî girîng digirin ber xwe. Êdî ji wê þoreþa duyemîn
û pêda muhra netewayetîbûnê bêtir û zêdetir rûyê xwe di hereketa
Barzaniyan de daxûyakirin û partî Hîwa û hemû efser û serleþkerên Kurd
ku di nava artêþa Îraqê de mijûlî xizmetê bûn bi rihek nîþtimanperwerî
piþtgîriya vê serhildan û bizava netewî kirin. Xisara malî û canî ya ku
dewleta Îraqê li hemberî þervanên Kurd tuþ bibû ew neçarkirin ku di 29
Novembera sala 1943an de dawa gotûbêjê ji serokê hereketê Mistefa Barzanî
biken.
Gotûbêja her du aliyan heya demekê domand, lê karbidestên Îraqî di
niyet û armancên xwe de durist nebûn û dixwestin ji derfetê mifayê bistînin
û hêzên xwe ji bo þerên dijwartir û bi dawîanîna doza Kurdan, komîserhev
bikin.
Di 15 Janwiya sala 1945(15.01.1945)an de encûmena Azadiyê hat pêkanîn.
Desthilatdariya Îraqê li derfetekê digeriyan ku hêza xwe tekûz û berfireh
biken û bi derbeyeke yekcarî þoreþa Barzanî têkbiþkîne, lê Kurdan jî
baweriya xwe bi desthilatdariya Ereban nedianîn. Bi vî awayî zemîneya þerekî
din di navbera herdu aliyan de hat duristkirin. Gotûbêja di navbera herdu
aliyan de negehiþt ti encamekê û bi þerê 25ê. Augusta 1945an(25.08.1945) hevdîtinên dualî bi dawî
hatin.
Kurdan careke din di 5. Septambera sala 1945an de (05.
09. 1945) di þerê bi navê Meydane Morikê de hemaseyek dîrokî afirandin. Di
vî þerê giran de artêþa Îraqê bi ji destdayîna 480 kuþtî û 80 dîlan
ji esker û fermandarên xwe carek din bi vê heqîqetê hesiya ku nikare bi tenê
li hemberî þervanên Kurd li berxwe bide. Ji ber ku di þerê navbirî de
Kurdan tenê 5 kuþtî û 7 birîndar hebûn û nav û bangê berxwedana Kurdan
li her çar perçên Kurdistanê geriya. Êdî Kurdên hemû Kurdistana mezin,
baþûrê Kurdistanê ji xwe re kirin Keibeya gehiþtina xwezî, hesret û cîbicîkirina
daxwazên xwe yên netewî. Di wan salan de Mistefa Barzanî herçend hê di
jiyanê de bû ji Kurdên hemû dinyayê re bibû lîderekî efsaneyî.
Dema ku þoreþa Kurdan pêþket, dewleta Birîtanya dîsan bi piþtgîrîkirina
ji dewleta Îraqê, careke din qedera siyasiya Kurdên baþûrê Kurdistanê
guherand. Lê êdî navê Mistefa Barzanî mîna xebatkar û serokekî qehreman
li her dera Kurdistanê bi camêrî belav bûbû.
Barzanî û Komara Demokratîka Kurdistan( Mihabad
1946):
piþtî
þerê bi navê Meydane Morikê dewleta Îraqê bi hevkariya hêza esmaniya Birîtanya
ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî hemû yasa û qanûnên mirovanetiyê
binpê dikirin, karî Barzaniyan tûþî þikestê biken û newekheviya hêzên
her du aliyan, Þêx Ehmed û Mistefa Barzanî neçarkirin ku bi biryarek nû di
11. Oktobera sala 1945an(11.10.1945) de ji riya Kêleþîn ya nêzî bajarê Þinoyê
bi armanca hevkariya komara Demokratîka Kurdistan bi hejmarek mezin xwe bigehînin
Rojhelatê Kurdistanê û malbatên Barzaniyan li herêmên Mirgewer, Tirgewer,
Þino, Nexede û Mihabad hatin bi cîhwar kirin.
Di
çaxê desthilatdariya komara demokratîka Kurdistanê de hêzên Barzanî di
parastina dewleta Kurdî de bi hemû rengan hevkarî dikirin û di çaxê komarê
de bi du þerên Qarawa li herêma Seqiz û þerê Milqerenî xisarek mezin li hêzên
Îranî dan. Di þerê Qarawa da heþtê(80) serbaz û efserên artêþa þahenþahiya
Îranê hatin kustin û 120 kes jî bi dîlî hatin êxsîrkirin. Di vî þerî
de ji ber ku hêza Kurdan heta yek kuþtî jî nedabûn, tirs û wehþetek mezin
ket nava artêþa Îranê.
Li
ser rolê Barzaniyan di çaxê komara demokratîka Kurdistanê de gelek pirtûk
û gotar hatine nivîsandin, lê ji wan dokoment û nivîsên ku ji çaxê komarê
man e, xuya dibe ku hêza Barzaniyan rolekî mezin di parastina dewleta Kurdan
de lîstiye. Li ser vî esasî jî sê mehan piþtî ragehandin û îlankirina
komara Kurdistan, Mistefa Barzanî bû General Barzanî û mîna serleþker û
berpirsyarekî hêza artêþê û sê tîpan bi serokatiya her sê efserên baþûrê
Kurdistanê Bekir Ebdulkerîm, Mistefa Xoþnav, Mîrhac û Reîs Izzet di bin
berpirsyariya wî de bûn.
Damezirandina Partî Demokratî Kurdistanî Îraq,
Têkçûna Komara Kurdistan û Mesa dîrokî ber bi Sovyetistanê:
Salekê
piþtî damezrandina Partî Demokratî Kurdistan ( piþtre Partî Demokratî
Kurdistanî Îran) piþtî þiwra ku bi Pêþewayê þehîd Qazî Mihemed û
karbidestên komara demokratîka Kurdistanê re hatkirin, di 16ê Augusta sala
1946an (16.08. 1946) de Partî Demokratî Kurdistanî Îraq jî di bin
serokatiya General Mistefa Barzanî de ji bo bizava Kurdên baþûrê Kurdistanê
hat damezrandin.
piþtî
ku di dawiya sala 1947an de komara demokratîka Kurdistan têkçû, Mistefa
Barzanî bi hiþyarbûnek zêde xebitî ku li hemberî dewleta Îranê berxwedanê
bike û bê zerer û ziyan ber bi sinorên Kurdistana baþûr û bakur hereket
bike.
Di
31ê Adara sala 1947an de dema ku Mistefa Barzanî û þervanên wî pêhesiyan
ku Pêþewa Qazî Mihemed hat îdamkirin, xemgînî û bêdengiyek mezin ket
nava wan.
Di
15 Aprîla sala 1945an de hemû malbatên Barzaniyan bi serokatiya Þêx Ehmedê
Barzanî vegerîn baþûrê Kurdistanê û xwe teslîmî berpirsyarên dewleta
Îraqê kirin. Mistefa Barzanî jî meþa xwe ya dîrokî di 6 Gulana 1947an de
ber bi Yekîtiya Sovyetê, da destpêkirin. Lê meþa wan ya xwe rizgarkirinê
bi dijwariyên gelek mezin rûbirû bû. Ew bi hêzên xwe ve ji Mihabadê
derketin û di yekemîn hefteya meha Adara sala 1947an de þerê Nalosê di
navbera her du aliyan de anku hêzên Kurd û Îraniyan de qewmî. Ji wê û pêda
heya dawiya Adara 1947an þerên Gucar(gundekî herêma Mirgewer), eniya Þino
û Nexede, þerê Qarne li herêma Xanê û þerên Ewrisi û Helec li herêma
Mirgewer ku di tevaya þeran de hêzên Îranî bi berxwedaneke mezina hêzên
Barzanî re rû bi rû manbûn, di navbera her du aliyan de qewmîn.
Di 3ê Aprîla sala 1947an de(03. 04.1947) di navbera hêzên Barzanî û
artêþa Îranê û caþên ku hevkariya dewleta Îranê dikirin, þerê Nêrgi
an jî Berezer(li Mirgewer) çêbû ku Mistefa Barzanî bi xwe jî di vî þerî
de bi sivikî birîndar bû. Ji ber þertên nebaþên hewayê(etmosfêr), destpêka
biharê serok Barzanî û þervanên wî di 19. Aprîla 1947an de neçar man ku
vegerin nava axa baþûrê Kurdistanê. Lê zexta dewleta Îraqê û êxsîrbûna
Þêx Ehmedê Barzanî û malbatên Barzaniyan, Mele Mistefa neçar kirin ku bi
hêzek taybetî ku ji 502 pêþmergeyên herî mêrxas pêkhatibû di 25ê Aprîla
sala 1947an(25. 05. 1947an) xwe bigehîne gundê Bayê li bakurê Kurdistanê. Lê
artêþa dewleta Tirkiyê jî li hemberî hatina wan kete nava tevgerê û ew neçar
man 2 roj piþtre anku di 27ê Aprîla sala 1947an de xwe bigehînin gundê Cêrmê(an
jî Cêrmi) û Bêdkare li rojhilatê Kurdistanê ku dikevin jêriya çiyayê Þehîdan.
Li wê derê li serê çiyayê Xehîdan Mistefa Barzanî bi dengekî xemgîn û
bihêz wiha got:
” Gelî pêþmergeyan!! binêrin, ji serê vî çiyayî em gula Wanê û
Urmiyê her duyan jî dibînîn, her du jî cihwarê herî kevnarê jiyana bav
û kalên mene, lê li ser vê axa xwe em mehkumî mirin û revê ne û dagîrkerên
Kurdistanê nahêlin em li ser axa xwe di rihetiyê de bijîn. Guneha me tenê
Kurdayetî ye, hiþyar bin û emê biser bikevîn, çimkî em ji xwe re dixebitîn…”(Çavkanî: Gotina þervanekî wî yê bi navê Mistefa Cihangîr Satî ku
min li sala 80an li bajarê Tebrêzê pêre hevpeyvîn çêkiribû. Mistefa
Cihangîr Satî yek ji wan 502 kesan bû ku bi serok Barzanî de çûbû
Sovyetistanê).
Hereketa Barzanî û þervanên wî ber bi sinorê Îran û Yekîtiya Sovyetê
didome û ew ber bi herêma Mako dimeþin. Di 9 heya 11ê Gulana sala 1947an de
þerên mezin û berfireh di deþta Makoyê û çiyayên derdora wê de sê roj
û sê þevan bi giranî di navbera her du aliyan de berdewam bûn û di vî þerê
dijwar de herçend artêþa Îranê bi hemû top û tank û balefirên xwe demek
dirêj bû ku amadekariyên xwe kiribûn, di her sê rojan de bi giranî þikeste
xwarin û piþtî ku bi sedan kuþtî li pey xwe hiþtin (yanî biqasî 271
kesan) bi dehan kes ji serbaz û fermandarên artêþa þahenþahî jî bi dîlî
ketin destê hêzên Barzaniyan.
Di 18ê Hezîrana sala 1947an(18.06.1947) de Mistefa Barzanî piþtî 51
rojan meþa xwe ya dijwar, þervanê herî dawiyê ji 502 þervanên hêza xwe bû
ku ji rûbarê Erezê derbasî nava axa Sovyetistanê bû.
Jiyana li Sovyetistanê û
siyaseta Baqirof li hemberî Barzaniyan:
Di 29ê Septambira sala 1947an de General Mistefa Barzanî û çend kesên
derdora wî bi destûra dewleta Sovyestistanê piþtî 40 rojan ji bajarê
Nexcewanê ber bi Bako paytextê komara Azerbayicanê hatin veguhastin.
Di 19ê Janiviya sala 1948an(18.01. 1948) de di konfiransa gistiya ku ji
aliyê Yektiya Sovyetê ve ji bo karê Kurdayetî yê penaberên baþûr û
rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin, Mistefa Barzanî wek berpirsyarê giþtiyê
vê xebata hevpara Kurdên her du parên Kurdistanê, hat hilbijartin.
Baqirof (Serokkomarê wê demê yê komara Azerbayicanê) ji destpêka
hatina hêzên Barzaniyan bi helwestek þovenîstî dan û standin bi wan re
dikirin. Xuyabû ku ew jî di bin teisîra desthilatdarên komara Tirkiyê de
mabû ku hebûna netewa Kurd înkar dikirin û Kurdistana bakur di wan salan de
di bin siya esmanekî reþ û bi doman de mabû. Çimkî hebûna Kurdên komara
Azerbayicanê jî ku bi hejmara xwe ji Kurdên komara Ermenistanê zêdetir jî
bûn, ji aliyê desthilatdarên komara Azebayicanê ve dihat înkar kirin.
Li ser helwesta nifþparêziya Baqirof di 29. Augusta 1948an de Barzanî û
hevalên wî ji bajarê Bako ber bi Taþkend (paytextê komara Ozbekistanê)
hatin veguhastin û li nêzî wî bajarî hatin bi cîhwar kirin.
Di 13ê Adara 1949an de bi pîlan û komployên Baqirof û bi destûra
berpirsyarên para parastina Yekîtiya Sovyetistanê M. Barzanî ji hevalên wî
cuda kirin û li herêma derya Oral bi awayekî desteser(dest bi ser) û di bin
çavdêriya tund û tîj de, demeke dirêj jiyana xwe derbas kir. Lê karbidestên
Sovyetistanê di 9ê Siptambera sala 1951an de careke din Mistefa Barzanî
vegerandin Taþkendê .
Di 5ê Adara sala 1953an de Josêf Stalîn mir û Xuroschof wek sekerterê
giþtî û serkarê Yekîtiya Sovyetistanê ji aliyê Partiya Komunîst ve hat
hilbijartin. Li gor teilîmata Xuroschof, Barzanî li paytexta Sovyetistanê
(Moskovayê) hat bi cîhwar kirin û çend caran jî wan bi hevre hevdîtin pêkanîn.
Di çaxê desthilatdariya Xuroschof de rewþa siyasî û jiyana Barzanî û
hevalên wî hinekî baþtir bibû.
Desthilatdariya Ebdulkerîm
Qasim, vegera serok Barzanî bo Îraqê û Beesî:
piþtî ku di 15ê Juiya sala 1958an de komek ji efserên Îraqî bi
serokatiya Ebdulkerîm Qasim desthilatdariya xanedana paþayên Haþimî û Nûrî
Seîd bi zerbeyek eskerî ji holê rakirin, di 6ê Oktobira 1958an de Mistefa
Barzanî piþtî 11 sal û nîvan derbiderî û jiyana dûrî Kurdistanê, li
ser vexwendina Ebdulkerîm Qasim vegerîn Îraqê û li Bexdayê bi cîhwar bû.
Pêþwaziya ku di çaxê vegera serok Barzanî de ji aliyê Kurd û Ereban ve jê
hatkirin, pir germ û bûyerek dîrokî bû. Mistefa Barzanî pir xebitî ku xwe
bi þert û mercên rewþa siyasiya Ebdulkerîm Qasim re biguncîne û heta
hinek gotinên wî hebûn ku gelê Kurd hez nedikir û bi baþî nedidîtin ku
serokekî mîna Barzanî ji Qasim re bêje:“
Ez xwe bi serbazekî we dizanim ”
lê Barzanî bi van gotinan dixwest xurura efserekî xwedî desthilat, têr
bike û gelê Kurd û Ereb di nava aþtiyê de bi hevre bijîn. Di destpêkê de
Ebdulkerîm Qasim wisa da diyarkirin ku Îraq welat Kurd û Erebaye û gel li
benda rojên xweþ bû ku du netewe bikarîbin di aþtî û wekheviyê de bi
hevre bijîn. Lê aliyê Kurd û Ebdulkerîm Qasim li ser pirsgirêka Kurd li
hev nehatin û di Adara(Mars) 1961an de Mele Mistefa Barzanî bi yekcarî ji
Bexdayê vegerî Barzan û mijûlî kar û bar destpêka þoreþek din ya li dijî
dewleta Îraqê bû.
Di hemû hevpeyvînên ku general M. Barzanî bi rojnamevanên biyanî re pêkanîne,
ew hertim li ser biratiya gelan û jiyanek tejî aþtî bi îsrare.
Barzanî di hevpeyvîneke xwe de dibêje:
" Em aþtiyê dixwazin û
bila þer bi dawî bê ku Kurd û Ereb bi awayekî birayane û di nava aþtiyê
de bihevre bijîn...”( Ji hevpeyvîneke telefizyonî ku rojnamevanekî
Inglîzî pêre çêkiriye).
Di 11. Îluna sala 1961an de nemir Mistefa Barzanî þoreþa xwe ya ku 14
salan berdewam bû li dijî rijîma Ebdulkerîm Qasim û Beesiyên ku piþtî wî
hatin, dadestpêkirin. Mezinbûna Mistefa Barzanî di vê rastiyê de ye ku wî
karî bi xebat û çalakiyên xwe ji pileya serokatiya hoz û eþîretekê, sal
bi sal ber bi pêþve bimeþe û di nava dîroka xebata bi þan û þerefa
netewa Kurd de weke serokê netewekê bê hezkirin. Di wan salan de Mistefa
Barzanî wek nûnerê pirsgirêka milliya Kurd li hemû cihanê dihat nasandin.
Ji bona wê jî baþûrê Kurdistanê bibû qada hevdîtina rojnamevan û
siyastevanên biyanî bi serokê Kurd Mistefa Barzanî re.
Di 8ê Fibriya sala 1963an(08. 02. 1963) de rijîma Ebdulkerîm Qasim bi
kodtayekê ku ji aliyê Beesiyan ve hatibû lidarxistin, têkçû û Ebdulkerîm
Qasim hat kuþtin. Barzanî ji bo ku di wê dema dijwar de azadîxwazên Kurd û
Ereb bi destê Beesiyan neyên kuþtin, deriyê Kurdistan û herêmên azadkirî
ku di bin desthilatdariya partiya wî de bûn, ji wan re vekirî hiþt û bi vî
awayî gelek kesan canê xwe ji destê Beesiyan rizgarkir. Di wan rojên hessas
de ku Bexda bibû qada tolhildana Beesî û alîgirên rijîma Ebdulkerîm
Qasim, ev siyaset, dûrbînî û mêrxasiya Mistefa Barzanî carek din hizr û
ramanên mirovheziya wî ji herkesî re dan îspatkirin.
Piþtî ku ji salên 1963an heya Sibata sala 1968an desthilatdariya Îraqê
di navbera Ebdulselam Arif û Beisiyên niviþperest de dest bi dest dibû, wan
piþtî ku hemû dijberên xwe serkûtkirin, vê carê berê xwe dan Kurdistanê
û heya Adara sala 1970an serên dijwar di navbera herdu aliyan de qewmîn. piþtî
xebata salên giran di 11ê Adara sala 1970ê de li pey gotûbêjên dûr û dirêj
di çarçoveya desthilatdariya Îraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistanê re hat
diyarkirin. Xuyabû ku Beesî di vê biryar û lihevhatinê semîmî nebûn û
li benda derfetekê bûn ku kar û barê xwe yê desthilatdariyê rêk û pêk
biken û piþtre dîsan bi Kurdan re bikevin nava þer û hereketa Kurdistanê
bi yek carî bifetsînin.
Ev sirra wan bi kiryareke hovane zû ji Kurdan re eþkera bû. Yanî dema ku
di 29ê Septambira sala 1971an(29. 09. 1971) de istixbarata Îraqê bi þandina
çend kesên di kincên meletiyê de xwest ku rêberê þoreþê Mistefa Barzanî
bikuje û ew di vî karê xwe de bi ser neketin, careke din þerên dijwar di
navbera herdu aliyan de dest pêkirin. Vê carê dewleta Îraqê xebitî ku bi
hevkariya hêzek sêyemîn þoreþa Kurdan tûþî þikestê bike. Þer di Adara
1974an de bi germî li hemû herêmên baþûrê Kurdistanê dest pêkiribû. Di
Adara sala 1974an de dewleta Beesiyên Îraqê qanûna xwe ya otonomiyê îlam
kirin. Lê Mistefa Barzanî ji ber mesela Kerkûk, Xaneqîn û Musilê qanûna
otonomiya ku dewletê ilam kiribû, nepejirand û ew otonomiya Beesiyan
otonomoyek kartonî bi nav kir. Ji bona wê jî di Oktobra sala 1974an de bi qasî
17 mehan conta Beesiyan bi hemû þêweyên hovane, hêriþî ser gund û bajarên
Kurdistanê kirin. Bi vî rengî Beesiyan mirin, reþerojî û derbiderî li hemû
Kurdistanê direþandin. Wê demê jî cîhan li hemberî van kiryarên Beesiyan
kerr û bêdeng bû û xaça sora(Heyva Sor) cîhanî jî bi çi þêweyan
hevkariya Kurdan nekirin, ji ber ku ew jî di bin teisîra dewleta Îraqê da
mabûn û ev jî berevajî zagonên vê rêxistina cîhanî bû. Di nasandina
pirsgirêka Kurd de þoreþ û xebata Barzanî rolekî berçav lîst
Peymana
Elcezayêr, rewþa doza þoreþa Eylulê û Wefata Serok Barzanî:
Di 6ê adara sala 1975an de Îraq û Îran bi navbeynkariya serokkomarê
Elcezayêrê (Hewarî Bumîdyen) û girêdana peymana Elcezayêr lihev hatin.
Mihemed Riza Þahê Pehlewî ku ji aliyê Rojava û Emirîka ve wek jandarmê
Rojhilata Navîn dihat hesibandin, mezintirîn xiyaneta dîrokî li Kurdan kir.
Piþtî wê bi sedhezaran Kurd ji baþûrê Kurdistanê miþextî Rojhilatê
Kurdistanê bûn ku li seranserî Îranê wek penaber ji Kurdistanê hatin dûrxistin.
Durûtiya þahê Îranê ku xwe warsê tac û textê padiþahiya hemû Ariyan
dihesiband, ji dîrokê re eþkera bû. Wî bi vê peymana bi Beesiyan re bi
cihana siyasetê da selmandin ku bizava nemir Barzanî bandoreke mezin li ser
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hiþtiye û ev bizav ji bo desthilatdariya wî
ya paþerojê li Îranê jî metirsyek mezin bû.
Mistefa Barzanî piþtî ku li bajarê
Kerecê hat bi cih kirin, di hemen salê de çû Emrîka û di 1ê Adara sala
1979an dema ku gelê Kurd piþtî têkçûyîna rijîma sitemkara 2500 saliya Þahensahî
li Îranê li bendê bûn ku Mistefa Barzanî vegerê Kurdistanê û þoreþek nû
li dijî dewleta Îraqê bide dest pêkirin, bi nexweþiya kanserê li nexweþxaneyek
Emrîka wefat kir.
Di roja 5ê Adara sala 1979an de termê
Mistefa Barzanî bi merasimekê li bajarê Þino ku bi sedhezaran kes têde beþdar
bûbûn, hat veþartin.
Lê piþtî mirinê jî termê Mistefa
Barzanî dîsan bû armanca komployên dewletên dagîrker ku dixwestin Kurdan
bi destê Kurdan bidin kuþtin. Mihaciret û derbiderî li ser axa Kurdistanê
heta di çaxê mirinê de jî dev ji Mistefa Barzanî bernedida.
Di 6ê oktobra sala 1993an termê serokê
Kurd Mistefa Barzanî û kurê wî nemir Idrîs Barzanî ji gundê Helecê yê
di herêma Mirgewer de vegerandin cihwarê bav û kalên wî herêma Barzan.
Mistefa Barzanî di dîroka siyasiya gelê Kurd de bûye nirxekî gelemperî û
wek lîder û serokekî doza bi þan û þerefa Kurdistanê hê jî di dilê gelê
xwe de dijî.
Têbînî û jêrnivîs:
ji bo vê nivîsê min mifa ji wan jêderên jêr standiye:
a. Axftinên babê min ku yek ji pêþmergeyên þoreþa Eylul bû. Navê
þerên Barzanî bi dewleta Îraqê re ez ji wî hîn bûm.
b. Hevpeyvînek devkî(þefahî) bi yek ji wan pêþmergeyên ku bi serok
Barzanî re çûbû Sovyetistanê û navê wî Mistefa Cihangîr Satî bû. Li
Kurdistana Îranê wefat kir.
c. Mifa wergirtin ji pirtûka rêzdar Mesûd Barzanî ya binavê ( Sewret
Barzan). Bi taybetî ji bo zanîna hejmara wan kesên ku bi Barzaniyê mezin re
çûbûn Sovyetistanê.
d. Hevpeyvîn bi van birêzan re:
1. Prof Ismet Þerîf Wanlî
2. Prof. Celîlê Celîl
3. Dr. Cebar Qadir
4. Yaþar Kaya
5. Ebdulrehman Dure
6. Mîna Qazî( xanima Pêþewa Qazî Mihemd)
7. Elî Qazî(Lawê Pêþewa Qazî Mihemed)
8. Xenî Bilûryan( þahidekî zindî yê hatina Barzaniyan bo hevkariya
komara demokratîka Kurdistan li rojhilatê Kurdistan)
9. Dr. Yusif
Zengene( Hevpeyvîn li hevdîtina Mistefa Barzanî û General Êhsan Nûrî Paþa
pêre hat çêkirin ku hêþta nehatiye belav kirin).
Têbînyek taybet: Ev nivîs yê hinek bi
awayekî berfirehtir di pirojeya min de ya bi navê( Navdarên Kurd) bê weþandin.