Kakþar OREMAR (email:navdarenkurd@hotmail.com)

PENa Kurd û Dewama Jiyaneke Kurdistanî

Kurd li dûrî welatê xwe Kurdistanê jî hebûna xwe diparêzin. Ev kar jî bûye sedem ku berevajî pîlanên dagirkerên Kurdistanê, netewa Kurd hertim zindî bimîne.

Hertim dema Kurd li dora hev dicivin, evîna Kurdistanê jî bêtir di dil û mejiyan de tê afirandin. Ji ber ku Kurdên xwedî xak lê bê dewlet, dema bi hevrene, (ji kîjan perça Kurdistanê an jî ji kîjan çîna civakê bin, ferq nake) mirov hiss dike ku hemû Kurdistan jî li ba mirove. Di salên bihûrî de jî carna em li çiyayên Kurdistanê rastî þoreþger, Gerîla an jî Pêþmergeyekî Kurd dihatin, dema wan behsa dîroka Kurdistanê dikirin, mirov hiss dikir ku hemû axa Kurdistanê li ba mirove. Evîna ku qet nehat kuþtin, evîna ku agirê wê rûçikê faþist û derewînan þewtand û ava rûbarê wê mîna lêsereke(lehîyeke) har xayîn û xwefiroþ xeniqandin.

Dr. Zerdeþt Haco mîna evîndarekî ziman û doza Kurdistanê demeke dirêj bû dixebitî ku li ser navê PENa Kurd û ji her çar perçên Kurdistanê rewþenbîrên Kurd li dora hev bicivîne. Fêkiyê vê zehmeta bêdawî di 31.08. 002 heya 02.09.002an de gehiþt û nêzî 25 rojnamevan û rewþenbîrên Kurd xwe li ba hev dîtîn. Li Ewropa civandina evqas kesan karekî ne hêsane. Lê Kurd hertim dixwazin li xerîbîyê jî bêdengiyê biþkênin.

Di roja yekemîn de bi qasî dinyayekê semîmyet di çavên herkesî de dihat dîtin. Ev roja hevnasîna mêvanan bû. Cihê bexteweriyê bû ku ji hemû aliyên Kurdistanê mêvan hebûn. Ji Kurdên Qefqaziya û her çar perçên Kurdistanê di navbera xwe de riheke hevgirtinê çêkiribûn. Riha ku evîna Kurdistanê têde bû.

Ji çep ber bi rast: 
Dr. Zerdeþt Haco, Mizgîn Can, Kakþar Oremar

Rûniþtina roja pêþîn bi beþdarbûna kurê Qedrîcan

Navê civînê li ser navê helbestvanê Kurd Qedrîcan(1911-1972) hat diyar kirin. Ev jî karekî durist bû ku navdarekî din yê Kurd bê bi bîr anîn. Kurê Qedrîcan birêz Mizgîn Can jî bi beþdarbûyîna xwe ya di civînê de bersiv da pirsên amadebûyên civînê.

Destpêka xwindina berheman

Roja 01.09.002 xwîndina nivîsên mêvanan destpêkir. Kesê yêkê nivîskarê Kurd Eskerê Buyik bû ku bi xwîndina helbestekê em birin Kurdistana ku dûriya wê em þewitandine. Esker Buyik tenê ji xerîbîyê axivî, xwezîyên xwe yên nedîtî, jiyana di Sovyetistanê de û çemê Erezê ku evîna Kurdan kiriye du par, hêvênê helbesta wî bûn. Ji herkesî re balkêþ bû ku Kurdekî dûrî Kurdistanê çawa ji evîna azadiya welatê xwe re þewitîye.

Heyder Îþik kesê yekê û dawiyê bû ku bi zarava þirîna Kirmanckî(Dimilî an jî Zazakî) hem berhemên xwe xwîndin û hem jî li ser pirtûkên xwe axivî. Heyder Îþik çîroka xurtekî xwend ku di çaxê eskerîyê de pêdihese karbidestên dewleta nifþparêza Tirkiyê û leþkerên faþîst çawa zordarîyê li gelê Kurd dikin. Çawa bi bêbextî 25 Gerîlayan di þikefteke çiyayên Dêrsimê de þehîd dikin. Xortê Kurd piþtre bêtir bi dîroka welatê xwe yê bindest dihese û ji Dêrsimê heya bajarê þehîdan Helebçê digere û di dawiyê de dibe dozperwerekî doza Kurdistanê û dibe Gerîlayekî serxwebûna Kurdistanê.

Helîm Yusif bi xwîndina du kurte çîrokên xwe hemû beþdarên civînê kenandin. Çîrokên ku bûyera wan di çaxê xwîndina wî ya li bajarê Helebê qewimîbûn û wî bi çavê xwe bûyera wan dîtibû. H. Yusif yek ji roman nivîsên serkeftî di Kurdistanê de ye. Lê mixabin rewþa medya Kurdî ya tevlîhev û sinorên destçêkirî yên axa Kurdistanê bûne sedem ku nivîskar H. Yusif kêmtir bê nasandin.

Hesen Îrandost bi xwîndina helbestên xwe yên ku bi awayê nûjen hatibûn vehûnandin bala min kiþand ser xaleke giriîng. Famkirina peyvên ku H. Îrandost di nivîsên xwe de bikar tîne, hinekî zehmetin. Peyv him çêkirîne û hem jî herêmîne. Gelo kengî emê bibîn xwedî zimanekê nivîskî yê istandard!?. Çima em naxwazin ji bo zimanekî yekgirtî bixebitîn ku hemû Kurd jê fam biken!. Hiss û ramnên Hesen Îrandost Kurdî û paqijin, lê ger bi zimanekî zelaltir binivîse yê pir baþtir be.

Hîvîdarim ji vir û pêde ew kesên ku xwe nivîskar, romannivîs û zimanzan!! dihesibînin, xwe ji Kurdiya herêmî û malbatî rizgar bikin û bi awayê Kurdîya istandard binivîsin.  

Helbestvana hêja Hîvî Berwarî bi xwîndina çend helbestên xwe em li hemû Kurdistanê gerandin. Di helbestên wê de axîn û derdê bindestîyê xuyaye û enfala Beesîyên cinayetkar tê bi bîranîn. Dengê kevokên aþtiyê, tirajêdiya çîroka bêdawî, kela Dimdim û Emîrxanê Lebzêrîn, Mehmûdê Êzidî, Silêman Moînî, Çarçira, Baban, koþika Bedirxanê paþayê Cizîrî, Rewandiz û “ji Kurdan re zindan tacê jiyanê ye” û bi giþtî her çar perçên Kurdistanê di helbestên H. Berwarî de tên dîtin.

Nûyatiya jiyanê tiþtekî baþe, lê Hîvî jê ditirse. Ji ber ku ji Kurdan re nûyatîyê hertim berevajî hatiye. Xewnên Hîvîyê kûr û tejî evînin.

Bi wê hîvîyê ku xanimên mîna Hîvî Berwarî di nava civata rewþenbîrên Kurd de hê jî zêdetir bibin.

Heyder Omer bi awayekî xweþ û aþtiyane bersivek ji mamosta Þêrko Bêkes re nivîsandiye. Ew bi belge ji mamosta Þ. Bêkes re dide selmandin ku berevajî dîtina wî ku dibêje di nava Kurdên Sûriyê de tenê bi zimanê Erebî helebest heye û bi zimanê Kurdî helbest tuneye, behsa kovara Hawar û helbestvanên mîna Qedirîcan, Cigerxwîn, Kamiran Bedirxan, Osman Sebirî, Seydayê Tîrêj, Omerê Lalê, Deham Ebdulwehab û Ehmed Husêynî dike ku tev ji baþûrê biçûkê Kurdistanê ne û bi zimanê Kurdî helbest nivîsandine. Bersiva Heyder Omer bersivek bû ku bi awayekî berfireh hatibû amadekirin.

Firat Dilgeþ êdîtorê kovara Gulistan ku ji Kurdistanê hatibû bi xwîndina du berhemên kurt li ser armancên weþandina kovara Gulistan jî axivî. Piþtre Kekê Firat li ser rewþa weþandina pirtûkên Kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sekinî û behsa kêmasî û zehmetiyên di vî warî de kir.

Hoþeng Biroka bi hissên bilind helbesteke xwe ya dirêj xwînd û hestên xwe yên kûr di helbesta xwe de anîn ziman. Di helbesta Hoþeng de gelek nihînî hebûn ku pêwîst bû bên eþkera kirin. Kesê ku þarezayî zimanê helbestê nebe nikare xwezî û armancên Hoþeng jî bi rindî fam bike.

Mamosta Medenî Ferho herçend ji nivîsên xwe tiþtek nexwînd lê hinekî li ser berhemên xwe axivî. Ew li ser rexneyên ku ji zimanê wî yê nivîsandinê tên kirin, sekinî. M. Ferho xizîneya peyvên herêma Tor li bakurê Kurdistanê ye ku di romanên xwe de bikar tîne.

Nivîskarên Kurd berdevk û wijdana gelê Kurdin. Medenî Ferho di romanên xwe de pir xebitîye ku peyvên herêmî di derya zimanê Kurdî de cih bigirin. Ez di wê baweriyê de me ku ev karê Medenî Ferho yê rojekê gelek bi kêrî dewlemendiya zimanê Kurdî bê. Lê dibe ku niha ji ber rewþa Kurdistanê ya perçebûyî hê ji dema vê rastiyê re hinekî din çax û dem pêwîst be.

Mîrhem Yigit di vê civînê de nivîsek nexwînd, lê li ser girîngiya pêkhatina civînên wiha axivî û ji herkesî dawa kir ku bi dilekî paqij hevkariya hevgirtin û yekgirtina nivîskar û rewþenbîrên Kurd biken. Ew hinekî li ser rolê nivîskarên Kurd di civakê de û li ser mercên îroyîn yên xebata rewþenbîrên Kurd axivî.

Serfiraz Neqþbendî bi xwendina çîroka xwe ya bi navê „ Nifrîn “ hostatiya xwe ya di nivîsandina çîrokê de da eyankirin. Ew ji destê mirovên ku xwe nasnakin, pir bi gilî û gazindeye. „ Ax mirov …..!? çi mirovin…!?“ pirsên balkêþin ku mirovan dibine nava fikir û xiyalan. S. Neqþbendî hertim dipirse û bersivên nepenî û felsefî dide pirsyarên xwe. Pirsên ku mejiyê xwîndevanê çîrokê dilivîne ku baþ bifikre. “ Qêrîna mirovekî di sarîya jiyana xerîbiyê” de careke din derdê jiyana xerîbiyê bi bîr tîne.

Di vê çîroka S. Neqþbendî de lehiya Enfal û çîroka keçên leheng ku ketine destê polîsên dagikerên Kurdistanê, derdê bêdermanê jiyana xerîbiyê û bi dehan nav û nîþanên din tên dîtin. Di rûpelekî çîrokê de gotineke Naplyon heye ku wiha dibêje:” Here þerî û li wir pîlana hêriþê dê hêt hizra te...”. Gotinên wiha di naveroka çîrokê de îradeya mirovan ya li hemberî pirsgirêkên jiyanê zêdetir dikin.

Cihê dilxweþîyek bêdawîye ku di 20 salên derbasbûyî de jin û keçên Kurd bi awayekî berfireh di hemû qadên civakî, siyasî û rewþenbîrî de þîyanên xwe dane xuyakirin. Serfiraz Neqþbendî ku ji malbateke mezin û rewþenbîr tê, yek ji wan xanimaye ku li dijî kevneperestîyê û orf û adetên paþverotiyê

Salihê Kevirbirî ku ji bakurê Kurdistanê hatibû di qada xizmetên çandî de navekî naskirîye. S. Kevirbirî bi xwîndina çend berhemên xwe þarezayîya xwe ya li ser zimanê Kurdî û kûrbûna lêkolînên li ser folklor û destanên netewî bi herkesî da xuyakirin. S. Kevirbirî di van salên derbasbûyî de çend pirtûkên baþ li ser dengbêj û destanên gelêrî nivîsandine ku ji arþîva millî ya gelê Kurdistanê re xizmetek mezin û ji nifþên paþerojê re pêwîstin.

Sirrî Ayhan herçend navekî nenaskirî be jî, lê wî jî bi rêya karê xwe ku ajûyê taksîyê ye, karekî balkêþ pêkanîye. S. Ayhan ji ber têkelîya rojane ya bi hemû çînên civakê re xebitîye ku pirsgirêka netewa Kurd bi wan bide nasandin. Defterên S. Ayhan tejî bîranînên karker, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, hakim û hemû netewên cîhanê ne ku carna ji bo demeke kurt bûne mêvanên wî yê taksîyê. Wî li ser razîbûna wan wêneyîkî wan jî kiþandiye û li ser nivîsa wan bi cih kiriye. Nivîs kurt û dirêjin lê bi hemû zimanên Elmanî, Çînî, Japonî, Inglîzî. Tirkî, Erebî, Farsî û…hwd hatine nivîsandin.

Mamosta Mistefa Reþîd bi wî zimanê xwe yê dewlemnd helbesteke netewî ya li jêr navê „ Serfirazî “xwend ku navê piranîya qehremanên Kurdistanê têde dihat bihîstin. Zimanekî rewan û paqij û helbesteke xweþ û bi naverok bibûn hêvênê helbesteke tejî peyamên Kurdayetîyê. Di vê helbestê de helbestvan bê yek û du li hemû Kurdistana mezin digere û hemaseyk millî di dilê mirovan de diafirîne. Di helbestên wiha de ye ku mirov pêdihese qehreman û eymetên Kurdan yên dîrokî ticarî namirin û navên baþ di dîrokê de dimînin.

Kek Necîb Balayî helbesteke xwe xwînd û li ser jiyana mamosta Qedrîcan jî hinek zanyarîyên berfireh dan amadebûyîyên civatê. Necîb û Hîvî Berwarî herçend ji herêma Behdînan bûn, lê zimanê wan yê nivîsandinê istandard bû û naverok bi rindî dihat famkirin.

Ji Malatiyayê xanima Kurd Nîlgun Demîrkaya bi xwîndina du helbestên xwe û rexneyekê ku bi zimanê Elmanî li ser helbestên wê hatibû nivîsandin, bala herkesî kiþan ser xebata xwe. N. Demîrkaya herçend baþ bi zimanê Kurdî jî nizane lê wê karîye di demeke kurt de zimanê xwe yê zikmakî bixwîne û binivîse. N. Demîrkaya ger bixwaze yê bikarîbe di pêþerojê de xebatên baþ biafirîne. Ji ber ku ew xwedî kesayetîyek bilind û rihek sivik e ku nîþana pakîya kesayetîya wê û niþtiman perwerî têde diyare.

Pîr Xidir Silêman ji baþûrê Kurdistanê pirtûkên xwe dan nasandin û çend helbestên ji zimanê zarokan xwîndin. Hejî gotinê ye ku mamosta Pîr Xidir Silêman him li Kurdistanê û him jî li Elmaniya bi kar û xebatên çandî û nivîsandinê ve mijûl bûye. Bi taybetî wî û çend hevkarên xwe bêtir çand û orfa Kurdên Êzdî bi xelkê dane nasandin.

Rukiye Ozmen bi xwîndina çîrok û helbestan evîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî da diyar kirin. R. Ozmen pexþanên xwe bi awayekî dinivîse ku divê mirov bi awayekî nihînî bi armancên wê bihese. Ev jî di nivîsandinê de hunereke mezine. Mixabin R. Ozmen jî hinekî bi devoka xwe ya herêmî dinivîse. Lê goman têde nîne ku di pêþeroke nêzîk de R. Ozmen yê pir pêþbikeve.

Tengeza Marînî jî bi xwîndina helbestên xwe mirov dibire nava kûrahîya bîr û ramanên xwe yên Kurdistanî. Ew di vehûnandina helbestê de mirovekî þarezaye û hîvîyên wî jî ji paþerojê re pirin. T. Marînî hinek jî li ser karê Yekitîya Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê û kovara Pêl axivî.

Yunis Behram bi xwîndina du helbestan gilî û gazinên xwe yên ji jiyana dûrî Kurdistanê anîn ziman. Y. Behram ku xwîndina xwe li Elmaniya bi dawî aniye, nasyarîyek baþ li ser zimanê Elmanî heye. Ji bona wê jî ew hem bi Elmanî û hem jî bi zimanê Kurdî dinivîse. Ji bo nasandina edebyat û pirsgirêka Kurd ya bi bîyanîyan re rewþenbîrên mîna Y. Behram dikarin rolekî pozetîv bilîzin.

Serokê PENA Kurd Dr. Zerdeþt Haco bi xwîndina helbesta xwe ya bi navê „ Aþtî “ careke din daxwazên Kurdan yên aþtîxwazane bi bîra herkesî anîn. Helbest dewlemend û xwedî awazek xweþ bû. Dr. Z. Haco piþt re li ser armancên PENa Kurd û rolê wê yê di nava PENa cîhanê de axivî. Bersiva pirsên amadebûyên civînê bi awayekî berfireh û bi dilekî tejî hissên hevalitiyê ji aliyê Dr. Zerdeþt Haco hatin bersivandin. Bersiv tev hîvîbexþ bûn ku di pêþerojê de PENa Kurd pêngavên mezintir ber bi pêþve bavêje.

Dr. Zorab bi lêkolînek hor û berfireh li ser curek strana Kurdî ya bi navê „ Heyran “ nivîsek kurt û dewlemend xwînd. Dr. Zorab ji ber ku çend zimanên biyanî dizane bi wergerandina nivîsên balkêþ jî karekî girîng dide meþandin.

Mixabin piraniya endamên PENê ku di vê civînê de amade bûn, helbestvan bûn û lêkolînên dîrokî û pexþan kêm bûn. Yanî di nivîsên mêvanan de li ser hemû aliyên jiyana civakî berhem tunebûn. Cihê bexteweriyê ye ku di naveroka hemû nivîsan de derdê bindestiya Kurdan û doza bi þan û þerefa Kurdistanê dihat dîtin.

Beþdarên hevdîtina bajarê Müllheimê


PENA Kurd Di Pêvajoyek Girîng De

Di dîroka siyasî û rewþenbîrîya Kurdan de pêkhatina PENA Kurd bi serê xwe pêngaveke dîrokî û girîng bû. Ev pêngav îspata selmandina rastîyekê bû. Rastîya wê hindê ku herçend welatê Kurdan di nava Tirk, Ereb û Eceman de hatiye parve kirin, lê desthilatdarîya dewletên dagirker heya roja îro jî nekarîye hevgirtina ruhî(canî) ya di navbera Kurdan de ji holê rake. Kurdan sinorên destnîþankirî ticarî bi awayekî fêrmî nasnekirin û nas jî nakin. Dema ku PENA Kurdî li sala 1990an hat avakirin, ez li Tehranê bûm. Hinek nivîskar û rewþenbîrên Panîranîst û xizmetkarên þovînîsma Farsî ev xebata Kurdan mîna pêngaveke ber bi xizmeta cudaxwazîyê bi nav kirin. Wan tehemûla wê hindê nedikirin ku netewek ku xwedî dîrokeke ji dîroka wan dêrîntire, heta di warê rewþenbîrîyê de jî pêngavekê bavêjin. Ji bona wê jî ez zû pêhesîyam ku karekî wiha dikare xebateke siyasî jî be. Lê berevajî wê Kurdan bi dilxweþîyek mezin ev pêngava dîrokî pêþwazî kirin. Hinek xwîndevan û reweþenbîrên Kurd bi vê helkeftê cejin û þahîyek jî li darxistin ku ez bixwe jî têde amade bûm. Lê bi awayekî pir nihînî ev þahî ji alîyê hinek dewlemendên Kurd ve hat fînanse kirin. Selmandina vê rastîyê ku Kurd jî dikarin bi karwanê pêþkeftina rewþenbîrîya cîhanê re ber bi pêþve bimeþin, karekî dîrokîye.

PENA Kurd pêwîstiyeke dîrokî bû ku di çaxekî girîng de sazbûna wê hat ragehandin.

Rewþa PENa Kurd di roja îro de ji ber sedemên siyasî û dubendîyên ku di nava rêxstinên Kurdistanê yên siyasî de hene, zêde baþ nîne. Mixabin sazîyên serbixwe bi bê hevkarîya partîyekê siyasî bi rindî nikarin kar û xebatên xwe pêþve biben. Dema ev sazî girêdayî bizaveke siyasî jî bin, êca tu binêre hinek rewþenbîr çawa li dijî wê helwest û dîtinên nigatîv didin xuyakirin!!. PENA Kurd pêwîstî bi hevkarîyeke hemû alî heye ku divê bi hemû þêweyan rewþenbîr û sazîyên Kurdan di vê rê de pêngavên kirinê(piraktîk) hilgirin.

Civîna ku ji bo xwîndina berhemên rewþenbîrên Kurd hat amadekirin, germiyek mezin di nava dilê herkesî de afirand. Lê divê ev rastî jî neyê ji bîr kirin ku di civînê de xwîndina helbestan pir bû. Piraniya berheman helbest bûn.

Bi wê hîvîyê ku bi rêya rewþenbîrên Kurd rêxistinên Kurdan yên siyasî jî roj bi roj xwe nêzî hev biken. Çimkî heya hevgirtinek bihêz di navbera hêzên Kurdistanî de pêk neyê azadiya Kurdistanê jî bi zehmete.