Koma Çar Newa: Dîsan pêngavek ber bi pêþve

Kakþar OREMAR

Li gor dîtina pisîkologan, muzîk xwarina ruhê mirova ye û pêwîstiyeke xemrevîn e, ku ji bilî wê di jiyanê de herdem rewþeke xemgîn û þêwyayî (tevlîhev) heye.

Min di huner û muzîka koma Çar Newa de evîn, liv û lebateke pir zêde hiss kir. Evîna ku ez di wê baweriyê de me, ji rewþa jiyana Kurdan û ji bedewiya sirûþta rengîna Kurdistanê tê.

Berhema Çar Newa ya bi navê MAK, ji bo dema ku em niha têde ne bersivek e. Her tiþtek li gor çax û dema xwe dikare bê nûkirin û dewlemendkirin; lê ger dewlemendî li ser esalet û bingeheke saxlem bê çêkirin, dikare bi navê xizmeteke dîrokî bê tomarkirin.

MAK ji aliyê zindîkirina berhemên folklorî ve, ku bi muzîkeke pir dewlemend hatiye amadekirin,  liv û lebatek tejî coþ û xweþî têde heye yê di dîroka hunera Kurdistanê de cih bigire. Dengên bilind û xweþ hunera komê zêdetir kiriye. Ev huner çar perçeyî, hemdem û pêwîst e bê guhdarkirin.

Tiþtekî gelek balkêþ e, ku di van 20 salên derbasbûyî de li rex guherandinên siyasî yên li Kurdistanê çêbûne, hunera kurdî jî derbasî qonaxeke nû bûye. Gelek hunermend rabûne ser piyan, ku xwestine li gor demê û bi çaxê jiyanê re ber bi pêþve bimeþin û bersiveke erênî bidin xwestekên gel.

Di civaka Kurdistanê ya îro de hunermendên Kurd xwedî rûmeteke bilind in. Bi taybetî ew hunermendên ku qedera jiyana xwe bi rewþa siyasî û civakî ya gelê xwe ve girêdane di nava gel de pir tên hezkirin. Di nava Kurdan de dengzelal û deng-Dawûdî pir in, lê ji ber helwesta xwe ya ji bo doza Kurdistanê qîma wan nehatiye, ku huner û kesayetiya xwe bispêrin sîstema serdest û dagîrkerên Kurdistanê.

Endamên koma Çar Newa, bi qasî ku ez dizanim, herdem xwestine berhemên hemdemî û nû biafirînin û bi coþeke germ û tejî evîn derkevin pêþberî gel. Ji bo selmandina vê rastiyê wê demê bînin ber çavên xwe, ku ciwanên Kurd di konserên Çar Newa de bizaveke çawa ji xwe didin nîþandan.

MAK bi berhemên xwe yên folklorî, ku stranên xwe ji hemû herêmên Kurdistanê hilbijartine, dibe ku tiþtekî nû ji bo gotinê têde tunebe, lê dewlemendiya muzîk û dengên bedew bi guhdaran didin fêmkirin, ku mirov dikare bi rengên xweþik û bedew xweþikî û þirîniya nava mala xwe zêdetir bike.

Çar Newa di MAKê de li hemû herêmên Kurdistanê digere û bi her sê zaravên zimanê kurdî (Kurmancî, Soranî û Dimlî) germiyeke bêdawî di xwîna mirovan de diafirîne. Ew ji Serhedê Resoyê dengbêj bi bîr tînin û ji kaniya stranên Serhedê çend stranên din yên mîna Kiþe, Ha Silêman û Bostano jî dixwînin. Ew li Rojhilatê Kurdistanê hunermendê navdarê Kurd Hesen Zîrek bi bîr tînin û bi vî rengî bi rêya stranekê girêdaneke giyanî(ruhî) di navbera du perçên Kurdistanê de tê çêkirin. Bi rêya deng û rengan(Radyo û TV) Kurdan heya niha qîmeta sînorên destçêkirî di nava her çar perçên Kurdistanê de negirtine. Bi van herdu rêyan Kurdan bêtir dengê hev bihîstine.

Dema hunermendên welatekî bindest mîna Kurdistanê bi hemû zaravayên zimanê xwe bixwînin, ev kar dikare bibe xizmetek ji bo yekgirtina zaravayên zimanê kurdî û çêbûna zimanekî standard di paþerojê de. MAK xwedî mesajeke wiha ye jî.

Kurdên Qefqasiya di hemû dîroka jiyana xwe ya xerîbiyê de xizmeteke berbiçav ji ziman û hunera Kurdan re pêþkêþ kirine. Çar Newa bi xwendina strana „Xemlî Zozan“ keda mamosta Aram Dîkran jî bi bîrtînin. Hesen Zîrek, Reso û Aram Dîkran mîrasê dewlemendiya stran û lorîkên Kurdan in û divê keda wan neyê jibîrkirin.

Endamê komê hunermend Serhed di van salên derbasbûyî de bi afirandinên xwe yên hunerî û dengê xwe yê xweþ dibe ku stranbêjê herî aktîv di nava koma Çar Newa de be, ku di deng û evîna wî de westan nayê dîtin.

Ji yanzde stranên albûma Çar Newa ya dawiyê mirov þa dibe dema ji Serhed, Botan û Mûkriyan stranên reng bi reng dibihîse. Ji bona wê jî ez di wê baweriyê de me, ku bi bihîstina van stranên tejî evîn kal û pîrejinên 80-salî heya zarokên 8-salî yê bê vîna(îrada) xwe di cihê xwe de bireqisin. Mesaja herî bilind a hunerê jî kêfxweþî û þadkirina dilê mirovan e.

Çar Newa li bakurê Kurdistanê koma herî serkeftî ye, ku heya roja îro bi awayekî aktîv albûmên xwe gihandine gelek deverên Kurdistanê.

Ew hunera ku ruhên çirmisî bilivîne, çavên bê hêvî ronî bike û dilên mirî zindî bike yê di dîrokê de bimîne û yê herdem bê guhdarkirin.

Têbînî: Ev nivîs di kovara HÎWA de hatiye weþandin.