Kakþar OREMAR,
navdarenkurd@hotmail.com
Destpêk:
Herkesê
ku þarezayê dîrok, zargotin, ziman û çanda gelê Kurd be, bêguman malbata
bi hurmet a Celîliyên Kurdperwer nas dike. Malbata ku di çaxê nifþkujiya
Osmanî û Jontirkên mirovkuj de bi birayên xwe yên Ermenî re ji bakurê
Kurdistanê ber bi Êrîvana Ermenistanê reviyan. Lê evîna wan hertim tevaya
xuliya Kurdistan bû û hîn jî sînorên vê evîna bi þewat bêsînor in.
Wan xwestin, ku bi xuha eniya xwe, bi lêkolînên xwe yên akademîk hebûna
netewa Kurd bi hemû gelên cîhanê bidin selmandin. Divê rêya bi þan û þeref
de wan bi awayekî çavvekirî pêngav hilanîn û heya roja îro jî em ji
xwendegeha wan fêkiyên þîrîn û rengîn dixwin. Casimê Celîl kesê yekê
bû, ku serkêþiya endamên malbata xwe girt destê xwe û tev teþwîq kirin,
ku di rêyeke bi þan û þeref de ji bo eymetên gelê xwe yê belengaz û
bindest kar bikin. Wî tovê rewþenbîriyê, rewþenbîriya ku tijî evîn û
heza kurdayetiyê bû, di jiyana surgunê de jî weþand. Ev malbata mezin û nîþtimanperwer
di jiyana dûrî Kurdistanê û di hemû Kurdistana mezin de ji bo netewa Kurd bû
nimûneyek wiha, ku mirov ji wan dersan bigire, ji wan hînî pêkanîna karên
akademîk bibe û bi serhev de bi wan îftixar bike, ku Kurdistanê jî di dergûþa
xwe ya kevnar de mirovên wiha jî perwerde kirine.
Di
yekîtiya Sovyetistanê ya mezin û berfireh de, ku bi dehan netewe têde
dijiyan, Kurdan bi xêra keda rewþenbîr û kurdhezên mîna Qenatê Kurdo,
Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Erebê Þemo û yên din zimanê kurdî yê birîndar
û jibîr bûyî, careke din zindî kirin. Wan rojnameya Rêya
Teze û Radyoya Êrîvanê, ku dengê wê li her çar perçên Kurdistanê
belav dibû, damezrandin û di para Kurdolojiyê, ya di enstîtuyên Sovyetistanê
de jî li ser dîrok, zargotin û hebûna Kurdan xebatên akademîk bi awayê
pirtûk û gotar weþandin. Xwendevanên wan nemiran pir in û netewa Kurd yê
bi hebûna wan hertim serbilind bimîne.
Prof
Dr. Ordîxanê Celîl di xwendegeha bavê xwe yê nemir Casimê Celîl de hat
perwedekirin. Xwendegeha ku piþtre þaxên xwe vedan û Profesor, mûuzîknas
û zimanzanên mezin jê derketin. Ordîxanê Celîl di van 70 salên jiyana xwe
ya dûr û dirêj de çi kir û çiqas bersiva daxwazên mamostayê rêya jiyana
xwe Casimê Celîl da, çi kir û çi da me û...hwd?. Ez dixwazim li ser
jiyana wî bi awayekî berfirehtir binivîsim.
Jiyan
û serbihûriya hêja Ordîxanê Celîl
Kurdzanê
mezin û bi nav û deng hêja Ordîxanê Celîl di jiyana xwe ya dûr û pirbiha
de 70 sal bi serhev de anîn. Ji bona mirovekî xwedî armanc û helwesta
kurdayetiyê 70 sal ji bo jiyan û karkirinê temenekî hindik nîne. Berî ku
teknîk û pêþkevtinên teknolojiyê bandoreke neyînî(negatîv) li ser jiyan
û temenê mirovan çêbikin, ji mirovê heftê salî re kal û pîr nedigotin,
jêre mirovê navsere(navsal) dihat gotin. Lê di vê sedsalê de 70 sal gelek
in ji bona wê hindê, ku em bizanibin kesekî jiyana xwe bi giranî li ser çi
rê û çi karî derbas kiriye? Jiyana wî tenê ji bona berjewendiyên wî bûye
an jî ji civak û gel re xizmetek kiriye? Û gelek pirsên din…
Kurd netewa
herî mezin e, ku hê jî li rû erdê bê dewlet in. Ji ber wê hindê jî, ji
Kurdan re pîvana jiyana hêja xizmet e. Xizmeta ku divê her Kurdek ji bo pêþkevtina
rewþa jiyan û azadiya welat û gelê xwe bike. Xizmeta ku nav û berhemên wan
di dîrokê de zindî dihêle.
Eger bi vê pîvana
kurdayetiyê em jiyana kurdzanê hêja mamosta Ordîxanê Celîl bipîvin, em
dikarin xweziyên xwe bi jiyaneke wisan re bînin. Xweziya bi wî kesê ku sibe
û di pêþerojê de heykelên wî/wê di qadên Diyarbekir, Urmiye, Mihabad,
Hewlêr, Qamîþlo û … bên çêkirin, an jî pirtûkên wan di zanistgeh û
xwendegehan de ji nifþên paþerojê re bên dersdayîn. Di nava endamên
malbata Celîliyan de ne tenê Ordîxan, herwiha dîrokzanê mezin Perofesor Celîlê
Celîl, Cemîla Celîl û keça wê Naza Celîl, ku di para konservatorayê de
xwendina xwe qetandiye û niha têza doktoraya xwe li ser dewat û þahiyên
kurdî dinivîse, Zîna Celîl, Casimê Celîl û bûka malê Gulîzara Casim jî
ji bona ziman, huner û çanda gelê xwe xizmetên berçav pêkanîne. Kes tune,
ku di warekî nivîsandinê de tiþtekî van hêjayan nexwendibe.
Ordîxanê
Celîl(Celîlov) di 24 Augusta sala 1932an de li bajarê Êrîvanê hat dinê.
Ew zarokê Casim û Xanimê yê yekê bû. Ordîxan ji çaxê zarokatiyê çavên
xwe di nava malbateke rewþenbîr de vekirin. Mêvanên bavê wî tev ji wan
kesayetiyên bi nav û deng bûn, ku di warekî civakî-siyasî de pispor û þehreza
bûn. Wî heya sala 1951´an bi awayekî serkeftî xwendina xwe di sê qonaxên
destpêk, navendî û dîplomayê de bi dawî anî. Piþtre di zankoya edebiyatê
de di zanistgeha dewletê de li Êrîvanê hat pejirandin û mîna xwendevanekî
evîndarê çand û toreya gelê xwe dest bi xwendina xwe kir. Elbete
hilbijartina para edebiyatê ji bo xwendinê û ji ciwanekî 19 salî re, ku
teze dibistan bi dawî anîbû, tiþtekî bêwate nebû. Mamosta Casimê Celîl,
ku di hemû jiyana xwe de bavekî pir dilsoj bû, ev rê li ber kurê xwe danî
û bi hezeke bêpayan jê dawa kir, ku hemû çaxê jiyana xwe di ber xwendinê
re derbas bike. Casimê Celîl yek ji wan kesan bû, ku ji 23 saliya xwe, riya
xizmetkirina ji çand û edebiyata Kurdan re dabû ber xwe û di vê derya mezin
de bi çelengî dixebitî û bûbû melevanekî zîrek di vê deryaya bê binî
û berfireh de. Ji bona wê jî Ordîxan ji xwe re wezîfeyeke girîng
dihesiband, ku vê daxwaza bavê xwe bi cih bîne. Ew di vê qadê de mîna
guleke bînxweþ zû piþkuvî û hîn di salên xwendina zanistgehê de bi pêþkêþkirina
semînarên edebî, yên li ser çand û zimanê kurdî, bala xwendevan,
professor û mamostayên zanistgehê kiþand ser zanyariyên xwe yên edebî.
Wan bi eþkerahî didî, ku Ordîxan di karê xwe de gav bi gav ber bi pêþ ve
dimeþe.
Di dawiya
xwendina xwe ya zanistgehê de Ordîxan têm(têz)a dîploma xwe li ser edebiyat
û folklora Kurdan pêþniyar kir. Di zanistgehê de ew têma wî ya li jêr navê“
Jiyana Kurda û Zargotina wan“ bû
bingeh ji bona nivîskar û helbestvanên Ermeniyan. Ji ber ku ev xebata wî wek
mijareke zanistî ji dîrokzanên Ermenyan re jî balkêþ bû.(1)
Sala 1956an
Ordîxan xwendina xwe ya zanistgehê bi pileyek baþ bi dawî anî. Di payîza
hemen salê de li akademiya zanistiya Ermenistanê, Ordîxan di nava çend xortên
Kurd de mîna xwendevanê herî zana û jêhatî tê hilbijartin ji bona ku bi
dewama xwendina xwe ya zanistî mîna aspîrant(2) karê xwe berdewam bike.
Xebat û çalakiyên Ordîxan ji ber evîna wî ya bêdawî ji xwendinê re bûn
sedem, ku li sala 1958an serokatiya akademiya Ermenistanê wî biþîne bajarê
Lênîngirad(niha Pêtersbûrg)ê. Armanca serokê zanistgehê ew bû, ku Ordîxanê
Celîl di para xwe ya xwendinê de zêdetir xurt bibe û hostatiya wî bilindtir
û berfirehtir bibe. Li bajarê Lênîngiradê, di enstîtûya meþhûr a
Rojhilatnasiyê de, Ordîxan dibe aspîrantê akademîsiyenê navdar Î.
A. Orbêlî. Wek tê zanîn, Orbêlî hên ji salên berî þerê cîhanê yê
yekemîn de dest bi lêkolînên berfireh li ser ziman û jiyana zanayên gelê
Kurd kiribû. Di wan salan de ew li herêma Moksê li ser berhem û jiyana
helbestvanên mîna Feqiyê Teyran
xebitîbû û di nava Kurdan de baþ dihat naskirin. Nivîsên Orbêlî yên ku
li ser Kurdan hatibûn weþandin, gelekî bi dostanî û zanistî bûn. Ji ber wê
hindê jî têkeliyên dostaniyê yên rewþenbîrên mîna Ebdulrezaq
Bedirxan û Kamil Bedirxan û yên din bi akademîsiyenê navdar Orbêlî re
gerim û gor bûn. Li ber destê Orbêlî pispor û zanayên mîna Qanatê
Kurdo, Î. Tsûkêrman, S. B. Rûdênko û gelek kesên din xwendina xwe bi
dawî anîbûn û heryek ji wana di warekî de bûbû pisporekî bi nav û deng.
Li ber destê Orbêlî karkirin û ji bîr û ramanên wî mifa standin
derfeteke mezin ji Ordîxan re afirandibû. Ev þanseke mezin bû û Ordîxan jî
bi awayê herî baþ xwest, ku ji mamostayê xwe yê þehreza mifayê wergire.
Ordîxan bi kar û barê þev û rojan di bin bandora akadêmîk Orbêlî da dîsêrtasiya(têza
doktoraya) xwe li ser têma Êposa Kurdan ya Emîr
Xanê Lepzêrîn (Kela Dimdim)ê
amade dike. Ew bi hûrî li ser serhildana kela Dimdimê di sala 1608an de, ku
li herêma Urmiyê li dijî Sefewiyan çêbûbû, dinivîse. Ew girîngiya zanîna
vê bûyera siyasî-civakî ji gelên cîhanê re tiþtekî eþkera dibîne. Ordîxanê
Celîl, li bajarê Pêtersbûrgê, aspîrantê Orbêlî yê herî dawiyê bû û
bandora Orbêlî li ser bîr û ramanên Ordîxan gelek zêde bû, ku wî karîbû
li ser zargotina Kurdan bi çavekî zanistî mêze bike û girîngiya wê ji
bona netewên cîhanê bide xuyakirin. Çimkî di her beyteke zargotina Kurdan
de dîrokek dûr û dirêj dihat dîtin. Beytbêj û dengbêjên Kurd bi awayekî
devkî(þefahî) ji sedan sal û vir de dîroka Kurdistanê di sîng û mejiyê
xwe de parastine û di roja îro de ji lêkôlînvanên Kurd û biyanî re, ji
bo nivîsandina mijarên balkêþ li ser dîroka Kurdan ya siyasî û civakî bûne
çavkanî.
Ordîxanê Celîl li sala 1961an bi çelengî têma dîsêrtasiya xwe diparêze û navê doktorê fîlologiyê distîne. Piþtre vedigere Ermenistanê û di para Kurdzaniyê ya sêktora Rohilatnasiyê ya akademiya zanistê de karê xwe yê lêkolînê, ku li sala 1960î destpêkiribû, berdewam dike. Ji sala 1960î heya 1968an Ordîxanê Celîl li Êrîvanê karê xwe yê zanyariyê li ser mijarên cur bi cur didomîne û piþtre di sala 1968an de bi biryara serokatiya Akademiya Zanistî li hemû Sovyetistana berê, Ordîxanê Celîl cîgûhêzî akademiya Lênîngiradê dikin, ku di para Kurdzaniya enstîtûya Rojhilatnasiyê de lêkolînên xwe yên li ser gelê Kurd berdewam bike.
Akademiya Lênîngiradê
ji aliyê îmkanên xwe yên zanistî û diravî saziyeke dewlemend bû. Piþtî
ku Ordîxanê Celîl vegûhêzî Lênîngiradê dibe, di jiyana wî de pêvajoyeke
zanistî ya nû destpêdike, ku heya roja îro jî ev awayê jiyana xwe ya tejî
kar û kedeke bêdawî, berdewam dike. Li sala 1996an Ordîxanê Celîl têza
xwe ya profêsoriyê li zanistgeha Sankt-Pêtêrsbûrgê li ser stranên Kurdan
yên dîrokî pêþkêþ dike û navê bezê(bilindê) profesoriyê didine wî.
Ordîxanê
Celîl li kêleka bavê xwe Casimê Celîl
Zanîna me li
ser jiyan û karkirina Ordîxanê Celîl yê kêm be, ger em li ser karekî girîng,
ku wî tevî bavê xwe nemir Casimê Celîl
meþandiye, neaxivin. Sala 1955an gava ku Ordîxan hên xwendevanê zanistgehê
bû, dewleta navendî ya Ermenistanê karê organîzekirina weþandina radyoya
kurdî li Êrîvanê bi awayekî fermî sparte nemir Casimê Celîl. Li ba
Kurdan tecrûbe ji bona meþandina karê radyoyê tunebûn. Ji bona wê jî her
tiþt dima li ser çelengî, fedakarî û jêhatîbûna berpirsiyar û birêveberên
radyoyê. Di vî karê girîng de, ku radyoyê dengê Kurdên Qefqaziya
digehande hemû perçên Kurdistanê, Ordîxan bi hemû rengan piþtîvanê bavê
xwe bû. Ew bi evîneke bêdawî diçû gundên Kurdan û bi dengbêjan re rûdiniþt
û ji zimanê wan stranên cimaeta Kurdan dinivîsîn. Li ser gotin û þîretên
bav û kalan disekinî û her peyva ku ji devê kalekî Kurd derdiket, bi xetê
wî yê xweþ dihat nivîsîn. Piþtre ew neçar bû wan nivîsên xwe wergerîne
ser zimanê Ermenî jî. Sedem jî ew bû, ku sansûra dewletê li ser her tiþtî
hebû. Bi vî awayî heya çend salan gotar-(wutar) û nûçeyên Kurdî li
radyoya Êrîvanê Ordîxanê Celîl û Nûra
Polatova(Xanima nemir Wezîrê Nadirî)
dixwendin. Li wan salan derfeteke hên baþtir ji Ordîxanê Celîl re çêbû,
ku li ser huner û çanda netewa xwe bêtir lêkolînan pêkbîne. Ew dema ber
bi gund û zozanên Kurdan ve dimeþiya, giyanê wî jî ber bi axa Kurdistana
birîndar û bindest ve difiriya û hertim bi hesretek mezin wiha digot:“ Axa min, welatê min yê
bindest û birîndar, Kurdistana min, kengî ew roj yê bê ku ez bi azadî li
ser singa te bigerim û hê baþtir xizmeta çanda netewa xwe bikem… ax, ax…
ka ew roj yê kengî bên….“
Ordîxan
di xizmeta lêkolînên Kurdzaniyê de
Heya roja îro
li ser xizmeta Ordîxanê Celîl di qada zanistiyê û lêkolînên kurdzaniyê
de bi firehî û hêjayî nehatiye sekinîn û nirxandineke pêwîst li ser vî
aliyê xizmeta wî çênebûye. Sedem jî ew e, ku li ser gelek nivîsarên wî
yên hêja, zaniyariyên xwendevanan kêm in.
Dema ku Ordîxanê
Celîl li Akadêmiya Ermenistanê mijûlî karkirinê bû, bi spartina
serokatiya sectorê, du lêkolînên girîng li ser edebiyata Kurdî pêkanîn.
Ev cara yekemîn bû, ku li Yekîtiya Sovyêtê edebiyata Kurdên li dervey
Sovyetistanê bû bingeha lêkolînekê ji zanyarekî Sovyetistanê re, ku ew jî
Ordîxanê Celîl bû. Lêkolîna wî bi rengê gotareke stûr di sala 1963an de
bi zimanê Rûsî hat weþandin. Piþtre Ordîxan bingeha lêkolînê li ser poêziya(þîir
û helbest) helbestvanê millî Cegerxwîn hildibijêre û vê xebata xwe bi
awayê pirtûk li jêr navê „ Poêziya
Cigerxwîne Bajarvaniyê_ Êrîvan 190 rûpel“ li sala 1966an bi zimanê
Kurdî diweþîne. Jiyan û bîr û baweriyên mamosta Cegerxwîn cara pêþîn
bi destê Ordîxanê Celîl, dibine bingeha lêkolîneke zanistî. Ev karê han
him ji bo Kurdên Sovyetê û him jî ji bo netewên Sovyetistana mezin xebateke
girîng bû, ku bizanibin, Kurdên Kurdistanê li ser zimanê xwe çi dikin û
xwediyê çi bîr û rayekê ne. Çimkî helbestên Cigerxwîn ji hemû Kurdên
Sovyetê re nas nebûn. Herwiha her du cildên pirtûkên wî yên helbestan, ku
li salên 1945 û 1954an li Þamê hatibûn çapkirin, kêm bi dest diketin. Ordîxanê
Celîl di para dawiya pirtûka xwe de, wek paþekok 41 helbestên Cigerxwîn yên
hilbijartî, pêþkêþî xwendevanan kiribûn.
Di wan salan
de kar û xebata ji bo kurdzaniyê bûyereke nû û xuya bû û çapbûna pirtûka
têzên Ordîxanê Celîl yên doktorayê ( Êposa Kurda ya Mêrxasiyê: Xanê
Lepzêrî _ Kela Dimdim ) li sala 1966an, ku bi zimanê Rûsî hat weþandin,
xebateke nû û dîrokî bû ji bo nasandina jiyana Kurdan. Ordîxanê Celîl bi
hûrbînî di vê lêkolîna xwe de pirsên herî girîng li ser vê bûyera dîrokî
raxistibûn pêþ çavan: Wî ew bingeha dîrokî ya êposê, dîroka belavbûn
û nivîsandina nimûneyên vê destanê, naveroka êposa“ Xanê Lepzêrîn“
û pirsên taybetî li ser bedewî (xweþikî) û lîtêratûrî ya destanê û
pirsên din nivîsandibûn. Di vê pirtûkê de Ordîxan li rex çend nimûneyên
çapbûyî û destnivîsên êposa Dimdim, ku ji arþîva Rûsiyayê hatibûn
derxistin, di þeþ þaxan de wergerandibûn ser zimanê Rûsî û di paþekoka
pirtûkê de weþandibûn. Xala herî girîng di vê lêkolînê de ew bû, ku
Ordîxan lêkolîna xwe li ser bingeha çavkaniyên fireh û kêm naskirî, pêkanîbû.
Ev jî dibe sedema wê hindê, ku mirov vê xebata Ordîxanê Celîl karekî
akademîk bihesibîne, ku yê di dîrokê de bimîne û ji bo pirtûkxaneya millî
ya Kurdistanê dewlemendiyeke mezin e. Balkêþ e ku Ordîxanê Celîl sala
1958an ji bona civandina þaxên êposa Dimdim bi þêwira nemir Mela Mistefa Barzanî diçe Uzbekistanê û li herêma Altayê di
nava çekdar û mêrxasên Barzanî de mehekê dibe mêvan û ji kesên dengbêj
û zanayên destana Dimdim, çend þaxên balkêþ dinivîse.(3)
Ordîxanê
Celîl ji destpêka karê zanyariyê de li Sankt-Pêtêrbûrgê, ji sala 1968an
heya roja îro bi giþtî jiyana xwe diyarî karê civandin û lêkolîna gencîneya
zargotina Kurdan kiriye. Ji bo netewa Kurd ku bi awayekî sîstematîk hemû
taybetmendiyên wan yên netewî ji aliyê çar gurên dev bi xwîn ve dihatin
mehandin, ev karê Ordîxanê mêrxas jî þoreþeke mezin bû. Her gel bi
ziman, xak û dîroka xwe wek netewe tê naskirin. Yanî ev sê tiþt mîna xalên
bingehîn di nasnameya milletan de cih digirin û wê demê dikarin bêjin, em jî
hene û netewe ne.
Ev karê pîroz
ê Ordîxanê Celîl hên ji sala 1954an bi þêwr û teþwîqa bavê wî nemir
Casimê Celîl destpêkiribû. Piþtî ku birayê wî dîrokzanê navdar Prof.
Celîlê Celîl(4) û êtnograf û zanaya mûzîka kurdî Cemîla Celîl(xwîþka
Ordîxan û Celîl) jî dest bi karê ji bo xizmetkirina zargotina kurdî dikin,
karê wan yê salên dûr û dirêj bi tevayî dimeþe. Ger Ordîxan li salên pêþîn
bi tenê diçû nava gundên Kurdan û li welatên din û zargotina Kurdan liv
bi liv dicivand û bi awayekî zanistî berhev dikir, piþtre karê wana wek
kom(grûp) dimeþiya û tev diçûne nava gel û beyt, gotinên pêþiyan,
helbestên kilasîkên Kurdan, stran, metelok û hwd tev dicivandin. Bi vî awayî
em dibînin, ku endamên malbatê tev evîndarên çand û hunera xwe ne û li
ser vê riya bi þan û þeref çi ji destê wan tê, pêktînin.
Ordîxanê
Celîl li salên 1970î û 1973an du caran rêya Kezaxistanê dide ber xwe û
xwe digehîne nava Kurdên wê derê, ku bi koka xwe ji Azerbaycan, Nexçiwan û
Ermenistanê bûn û piþtî desthilatdariya Stalîn ketibûn ber zulma reþ a
rejîma Stalînê dîktator û tev ber bi çol û biyabanên(qûmistanên)
Kezaxistan, Kirgîzistan û deverên dûr û nenas hatibûn sirgunkirin. Di bin
wê siya tejî zor û astengên bêsînor de, ev karê Ordîxan ne kêmî þerê
gerîla û þervanekî Kurd li dijî zulma dagîrkerên Kurdistanê bû.
Ji xeynî
pirtûkên bi naveroka xwe giranbiha, ku li ser zargotina Kurdan hatibûn
amadekirin, Ordîxanê Celîl dixebite, ku bi hilbijartina mînakên dewlemend
ji nava derya bê binî ya zargotina Kurdî û weregandin û þîroveya wan bi
zimanê Rûsî, bala xwendevanên Sovyetistana pirmillet jî bikiþîne ser
edebiyata netewa Kurd. Bi vî awayî, ew bi evîneke mezin dixweze, ku dîrok,
çand û dewlemendiya hemû alî ya gelê Kurdistanê bi milletên Sovyetistana
berê bide nasandin û hezkirin. Li ser wê qirara dîrokî di rêza du zincîrên
meþhûr de li ser zargotina gelên Rojhilatê yên ku li Moskoyê li ser çîrok,
çîvanok, gotinên pêþiyan, metelok û bi giþtî li ser dab û nerîteyên
gelan dihatin weþandin, Ordîxanê Celîl tevî birayê xwe yê zana Prof. Celîlê
Celîl û xwîþka xwe ya edebiyatzan Zîna Celîl li sala 1972an û 1979an du
pirtûkên giranbiha bi zimanên Kurdî û Rûsî çap dikin. Bi weþandina van
du pirtûkan edebiyat û zargotina kurdî di nava çanda gelên Rojhilata Navîn
de li Sovyetistana berê bi giranî tê pêþwazîkirin û cihê xwe digire. Êdî
li Sovyetistanê jî piraniya milletan pêdihesin, ku Kurd jî mîna Ereb, Fars
û gelên din xwedî ziman, dîrok û çandeke dewlemend in; û welatê wan yê
parvekirî jî Kurdistan e.
Ordîxanê
Celîl baþ dizanî, ku dîrok û dewlemndiya ziman û çanda Kurdan di nava dilê
stran, heyran, payîzok û kilamên dengbêjiyê de veþartî ne. Sedem jî
bindestî û hêsîriya netewa Kurd e, ku hebûna wan tê înkarkirin. Ji bona wê
jî, kurdhezê mezin Ordîxanê Celîl bi salan wexta xwe diyarî civandin û lêkolîna
li ser stranên kurdî yên dîrokî kiriye. Stranên dîrokî yên þeran û
siwaran çavkaniyên pir girîng in ji bona lêkolîna sîstema pêkhatin û
pejirandina stranên þîniyê û mêrxasiyê. Civandina ji 1000î zêdetir
stranên dîrokî, bûne bingeha lêkolîneneke giranbiha li ser stranên Kurdan
yên dîrokî. Ev stran dikarin ji dîrokzanên Kurd û lêkolînvanên biyanî
re bibine bingeheke saxlem, ku dîroka gelê Kurd ji rûyê wan bê nivîsandin.
Niha Ordîxanê
Celîl bi giranî li ser lêkolîn û berhevkirina van stranên dîrokî
dixebite û bi wergerandina wan ya li ser zimanê Rûsî dixwaze vî berhemê
xwe yê bênimûune jî bigehîne ber destê xwendevanan.
Li ser esasê
van çavkaniyên dîrokî bi pênûsa Prof. Dr. Ordîxanê Celîl gelek gotar û
lêkolînên bi nirx li ser serhildanên Kurdan, Ermeniyan û Asûriyan, ku li
dijî text û desthilatdariya Osmaniyan çêbûne, çapbûne. Gotarên li ser
serhildanên Kurdan yên salên 1914an li Bedlîsê, 1925an li Amedê(
Serhildana Þêx Seîd ), 1930-31 li Agirîdaxê( Serhildana General Êhsan Nûrî
Paþa) û gelekên din bi xwe çavkaniyên dîrokî ne, ku gelê Kurd di bîreweriyên
xwe de ji bo nifþên paþeroja xwe di qalibê stran û serpêhatiyan de
parastine.
Di bergeha pêdagogiyê
de jî ked û xwêhdana ku Ordîxan rêtiye, mezin e. Ew xwediyê pirtûka dersê
ya pola çaran e, ku ji bona dibistanên Kurdî nivîsandiye. Bi qasî 30 salan
e, ku zarokên Kurdan li komarên Sovyetê yên berê, li kûderê dibistanên
Kurdî hebûne an jî komên xwehînkirina ziman û çanda Kurdî hebûne, zarokên
Kurdan bi rêya pirtûka dersê, ku Dr. Ordîxanê Celîl nivîsîbû, hînî
zimanê xwe yê þirîn dibin. Ordîxan baþ bi pesîkologiya zarokan dizane û
baþ pêhesiyaye, ku divê dar bi ciwanî û dema hên nû tê çandin, rind bê
perwerdekirin. Wî gotina bav û kalan“
çi diçînî, wî dibînî“ û „ Dar bi terî tê çemandin“ baþ di
serê xwe de þirove kiriye û zaniye, ku çawa tovê welatperweriyê di rih û
canê gulên nûpiþkuvî yên Kurd li dûrî Kurdistanê biçîne.
Xweziya bi wê
rojê, ku ev pirtûka mamostayê mezin Ordîxanê Celîl di hemû xwendegehên
Kurdistanê de bê ders dayîn. Di vê pirtûkê de zarokên Kurd bi pênûsa apê
me yê Kurdîzan Ordîxan, hîn dibin, ku Kurdistan li kur e, Kurd xwediyê çi
dîrokeke dewlemend û kevnar in, navdarên wan kî ne û çi kirine, erdnîgariya
axa çend hezar saliya bav û kalên wan çiqas bedew û rengîn e, bi awayekî
ku jêre dibêjin: „ Bûhêþta rû erdê
Kurdistane.“ Û hwd. Bi giþtî armanca herî mezin a Ordîxanê Celîl ew
e, ku zarokên Kurdan hînî Kurdperweriyê bike.
Li ber destê
Prof Ordîxanê Celîl û di bin çavdêriya wî de gelek aspîrantên Kurdzan,
zanîna xwe kamil kirine û gelek kesan jî bi erêya wî wek opponent mafê
doktorayê standine. Prof. Dr. Ordîxanê Celîl ev bû çend sal, ku li
zanistgeha Sankt-Pêtersbûrgê di fakûlta(zanko) Rojhilatnasiyê de mîna
professor dersa edebiyat û folklora Kurdî dide. Ev karê mamostayê me di
serdema ku li Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraqê hên jî ji aliyê sîstemên
serdest ve destûra karekî wiha nayê dayîn, xebateke dîrokî ye.
Pirtûkên vî
zanayê Kurd bi gelek zimanên zindî yên cîhanê hatine wergerandin û weþandin.
Li Almaniya, Siwêd, Îraq, Turkiyê, Sovyetistana berê, Ermenistanê, Sûriyê
û li gelek welatên din pirtûkên mamosta Ordîxan bi zimanên Almanî, Erbeî,
Rûsî, Ermenî, Tirkî û Siwêdî hatine weþandin.
Kesê ku bi
hezaran stranên Kurdî yên dîrokî û folklorî komî serhev bike û di nava
cimaeta Kurdan de bê perwedekirin, nikare þaêr, hunerzan, dengbêj û stranbêj
jî nebe. Ordîxan xwedî dilekî nazik û lîrîk(tejî evîn)e. Ew hên ji çaxê
ku mijûlî xwendina xwe ya zanistgehê bû, helbestên Kurdî jî dinivîsandin.
Berhemên nivîsandî yên helbestên mamosta Ordîxanê Celîl bi awayê du
pirtûkên bi navên „ Þêir û
poem“ û „ Têlî Hemze“ çap bûne. Herwiha gelek helbestên wî bi
zimanê Rûsî jî hatine wergerandin û di kovar û rojnamên Sankt-Pêtersbûrgê
de, hatine weþandin.
Prof. Dr. Ordîxanê
Celîl endamê Yekîtiya Nivîskarên Rûsiyayê û herwiha endamê Yekîtiya
Rojnamevanên Rûsiyayê ye jî.
Cihê
serbilindiyê ye, ku piþtî 70 salî kar û xebata berdewam, zana û rewþenbîrê
Kurd yê bi nav û deng mamosta Ordîxanê Celîl hên jî bi evîn û kela
serdema xortaniya xwe, karê xwe dimeþîne û bê rawestan dixebite. Ew di vî
karî de mirovekî bi bîr û bawer e û berxwedana wî bê dawî ye.
Em ji
mamostayê xwe re temenekî dirêj, hêz, liv û lebateke bêdawî dawa dikin. Hîvîdar
in, ku ew salên dirêj ji bo xizmet û bihêzbûna çand û dîroka Kurdan û
rihê bilind ê Kurdbûn û Kurdayetiyê xebata xwe ya bi þan û þeref bidomîne.
Bi vî karî lêkolîn, pirtûk û berhemên Prof. Dr. Ordîxanê Celîl gencîneya
dewlemend a çand û hunera Kurdan hên jî dewlendtir dikin û di warê kar û
xebatên zanistî û akademîk de jî pirtûkxaneya millî ya gelê Kurdistanê
zengîntir dibe.
Ordîxanê Celîl xwediyê kurekî yê bi navê Tajdîn û keçekê ya bi navê Zerê ye. Mixabin Tajdîn berî çend salan wefat kir û ew rojhilatnasekî jîr bû, ku dîploma xwe li ser bizavên Kurdan nivîsandibû.
Berhemên
Prof. Ordîxanê Celîl ku heya niha hatine weþandin ev in:
Ger mirov bi
awayekî berfireh jiyana mirovekî mîna mamosta Ordîxanê Celîl bixwîne û
bizanîbe, yê bêtir bibe evîndarê ziman, çand, dîrok û bi giþtî hemû
taybetmendiyên netewa Kurdistanê. Em ji kesayetiyê xwe yê bi nav û mezin
mamosta Prof. Ordîxanê Celîl serfirazî û serkefinê dixwazin.(5)
Jêrnivîs:
Têbînî:
Ev nivîs parek ji wê proja min ya bi navê „ Navdarên Kurd “e ku ji xeynî Ordîxanê Celîl, jiyan û serbihûriya Casimê Celîl, Prof. Celîl Celîl, muzîkzan Cemîla Celîl û endamên din yên vê malbata Kurdperwer têde cih digirin.