17 Kanûnê 61´mîn Salroja Bilindkirina Ala Kurdistan Pîroz Be
Kakþar
Oremar
kakshar_oremar@yahoo.de
17ê
Kanûna sala 1945an di dîroka Kurdan da rojeke girîng e. Di rojeke wiha da
li bajarê Mehabadê komeke ciwan û nîþtimanperwerên Kurd(ku piraniya
wan endamên J.Kê bûn), ala Kurdistanê li ser binaya dadgeha bajarê
Mehabadê bilindkirin. Xweþiya wê rojê nayê wesif kirin. Di wê rojê da
hinek kes bi dîtina ala sêrenga Kurdistanê ji xwe çûn û haya wan ji
dinê nema. Hinekan jî hêsirên keyfxweþiya barandin û silava rêzgirtinê
dan ala welatê xwe. Wê rojê li bajarê Mehabadê ne tenê Kurdên
Rojhilatê Kurdistanê lê herwiha Kurdên parên din yên Kurdistanê jî
hebûn. Ala ya hemû Kurdan bû.
Wê
rojê li her dera bajêr alên Kurdistanê dihatin dîtin. Ala li her derê
hatine hildan(bilind kirin). Ala Kurdistanê bi sê rengên kesk, spî û
sor ku bi gule genim û þûrekê li ser di nivekê de hatiye çêkirin,
bala herkesî dikiþine ser xwe. Herkes bi awayekî rengên alê, gula genim
û þûra li ser ala Kurdistanê ji xwe re þîrove dikir. Aþtîxwaziya
netewa Kurd, dewlemendî û bedewiya xaka Kurdistanê, þervanî, mêrxasî
û niþtimanperweriya Kurdan di nîþan û rengên ala wan de dihatin dîtin.
![]() |
Rengên
ala Kurdistanê tev jî xwedî raman bûn: Sor:
Sembola xwîna wan pêþmerge û welatparêzaye yên ku di rêya
azadiya Kurdistanê da xwîna xwe rijandin. Spî:
Sembola aþtî û azadîxwaziya Kurda ye. Kesk: Nîþana bedewî û rengîniya sirûþta Kurdistanê ye. |
Roja
di nîva alê da jî ku ji 21 tîjikan pêk tê, sembola geþbûna roj û
jiyana Kurdaye.
36
roj piþtre yanî di 22.01.1946an an jî di roja ragehandin û bilindkirina
ala Kurdistanê da, marþa “Ey Reqîb” jî hat xwîndin. Ew roj ji hinek
kesan re mîna xewnekê bû. Xewna
ku îro di pareke Kurdistanê da cî bi cî bûye.
Di
wê rojê da Pêþewayê canfîda bi dîtina ala Kurdistanê wiha qêriyabû:
’’
Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi nîþtiman, bi þerafeta
netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê
xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya herî dawiyî, bi can û mal
di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û
nisbet bi komara Kurdistan û yekîtiya gelê Kurd û Azerbayicanê, mutî’i
û wefadar bimînim.’’
Birastî
jî ew bi vê soza xwe wefadar ma. Ji ber wê jî em dikarîn bêjin ku Qazî
Mihemed tenê Pêþewayê Kurd bû ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji
bo bilindmayîna ala Kurdistanê û rizgariya gelê Kurd her tiþtê xwe fîda
kir. Wî canê xwe di rêya armancên xwe de fîda kir
Di
dadgeha leþkerî da jî Îranîyan Pêþewa ji ber van sedeman bi îdamê
mehkûmkirin: Îlankirina
komara Kurdistan, bilindkirina ala Kurdistanê, derxistina artêþa Îranê
ji Kurdistanê û þerê bi wan re
û bi dehan karên din.
Ala
ku Pêþewa ji ber bilindkirina wê hate þêhîdkirin, êdî ji wê rojê
û pêda ket destê General Mistefa Barzaniyê mezin. Berhemê xwîna hemû
þehîdên Kurdistanê îro bilindbûna ala rengîna Kurdistanê ye ku li baþûrê
Kurdistanê diheje. Ew
yek sal temenê komara Kurdistanê, ji bo her Kurdekê, tev xatireyên xweþin.
Ew roj bi cihgehiþtina xweziyên dêrîn yên netewekê bûn ku mafê wî
hatiye xwarin û zulim lê hatiye kirin. Hîvîdarim ku cejina bilindkirina
ala Kurdistanê rojekê li her sê parên din yên Kurdistanê jî bê pîroz
kirin.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org