|
Amerîka
û Dîsa Jî Xiyaneteke Din…
Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Berî bombarankirina baþûrê Kurdistanê (ji
aliyê dewleta Tirkiyê ve), dihat texmîn kirin ku di çavê Amerîkayiyan
de du cure Kurd hene: Kurdên baþ û çavreþ(baþûr) û Kurdên çavsor
û terorîst(bakur). Di 09ê nîsana 2003an de hikûmeta Baas li Îraqê têkçû.
Tirka nehiþtin ku Amerîkî û hêzên hevpeyman axa wan ji bo þandina hêzên
leþkerî û îmkanên lojîstîk bikar bnînin. Lê li baþûrê Kurdistanê
rêxistinên Kurda yên sereke bi hemû þêweyan hevkariya wan kirin. Kurda
gulên sor pêþkêþî eskerên Amerîkî kirin, bi tilîlî û germî pêþwazîya
lê kirin û di herifandina dîwarê Baasîzmê de li kêleka wan bûn. Lê
di dawiya dawî de li hemberî hemû fîdakarî û hevkariyên Kurdên baþûr,
tercîha Emerîkayîyan dîsa jî hevkariya bi hikûmeta Tirkiyê re bû!!.
Belê… birastî jî pir ecayêbe!!. Dewleteke înkarger û þovenîst ku
di hemû temenê xwe da kuþtin û teror karê wê yê sereke bûye, dibe
hevalbendê Amerîka!!. Dewleta ku dixwaze di Rojhelata Navîn de sîstemên
totalîter hilweþîne û demokrasiyê cîgir bike, li kêleka T.Cye. Tirkên
ku þovenîsma xwe derbasî dervey sinorên xwe yên fermî jî kirine. Dema Amerîka xiyaneteke wiha eþkera li Kurdên
dost û hevalên roja tengaviyê kir, êca hingî me Kurda teva zanî ku dîsa
jî wan xiyaneta sala 1975an li me dubare kir. Xiyaneta ku dawî bi xebateke
14 salî anî. Hingî jî serokê þoreþê nemir Mistefa Barzanî çendîn
û çendîn cara li rûyê rayedarên Amerîkî nêrîbû û bi dilekî tejî
êþ û elem ji wan pirsîbû ka:“ çima, çi bû, we çima wiha em erzan
firotin…?!“ lê heyf ku em hê jî ji dîroka xwe ibretê nastînin!. Baþ tê bîra min di germe-germa þerê Tirka yê
ragehandinê li dijî PKK û hikûmeta baþûrê Kurdistanê, serokê hikûmetê
bi hemû awayan xemgîniya xwe ya ji ber kuþtina eskerên Tirk dabû xuyanîkirin!!
Behsa zirar û ziyana PKKê û feydên dostaniya Tirkan kiribû. Belkî nîþandana
helwestek wiha dîplomasî bû û ev jî ne karekî xerabe. Lê tevî hemû
cure hevkariyên wan, Amerîka dîsa jî Kurd kirin fîdayê berjewendiyên
xwe. An jî bi kurtî: Weke sala 1975an bi erzanî Kurd firotin. Zirar û
ziyana ku tenê vê carê di encama hevkariya T.C û U.S.A da di her du hêlên
siyasî û aborî da gehiþt hemû Kurdan, bi ti zererên din re nayê
qiyaskirin. Kerameta wan sinorên fêrmî þikandin ku piþtî têkçûyîna
Baasiyan digotin emê bi hemû awayan biparêzin. Ez bawerim ger sibe Îran
jî xwestekên Amerîka bipejirîne, yê ji wan re jî rihet Kurda bifiroþe
û navê PJAK, KDP û KOMELE jî yê ji bo xatra berjewendiyên xwe yên
siyasî-aborî bêxe lîsteya terorê. Di vê navê de gelo me Kurda çi kiriye û pêwîst
bû çi bê kirin ku Amerîka ticareteke wiha mezin û erzan bi qedera me
neke? Çima rêxistinên Kurda heya niha di navbera xwe de stratêjiyek
hevpar pêk neanîn? Ger bi awayekî þekilî jî karekî wiha pêk bihata,
gelo dîsa jî Amerîka û dewletên dagîrker yê wiha bi hêsanî bêhurmetîyên
xwe li hemberî xweziyên Kurda yên dîrokî berdewam bikirana? Çima
serokkomarê Tirkiyê Gul di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Amerîkî
re li ser Kerkûkê û paþeroja wê diaxive, lê Kurd nikarin di navbera
hev de behsa Sine, Amed, Qamîþlo, Xaneqîn û Kerkûkê bikin!!? Dema þovenîzima
Tirk, Ereb û Farsan li hemberî doza Kurda eniyeke hevgirtî ava diken, çima
rêberên me jî hinekî dûrtir nafikirin ku di danûstandinên siyasî de
wek hêzeke mezin hisabek bihagirantir ji wan re jî bê kirin? Dagîrkerên Kurdistanê þev û rojan bêrawestan
dixebitin ku çirayê doza Kurda bi yekcarî vemirînin. Amerîka û dostên
rojên xweþ jî herdema ku dilê wan xwest: xiyanetê li me dikin û bi sed
rengan jî hemû mafên insanî dikene qûrbana berjewendiyên xwe. Gelo çima
em nebine yek? Ji navçûyîna rêxistineke siyasî di Kurdistana mezin de
zirarê dide hemû rêxistinên din jî. Çimkî Tirk bi aþkerahî dijî
çêbûna hêlîneke Kurdî ne. Êca ew hêlîn li Kurditanê be an jî li
Afrîqa, ji wan re ferq nake. Rayedarên sîstema wan dijiminên me yê
sondxwarî ne. Gelê Kurd bi giþtî divê li hemberî vê rewþê bêdeng
nebin. Îro bêdengî û kêmxemiyên me yê sibe tev bibin poþmanî û
hesret.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org