|
Armanceke Netewî ji me Kurdan re Pêwîste…
Kakþar Oremar
Ji aliyê ajansa Reuters ve fotoyekî hêriþa hovane li ser kempa Kurdên Êzidî li Þengalê hatiye weþandin. Foto ku li jor û di balefirê de hatiye kiþandin bi yekcarî wêranbûna wira dide xuyanîkirin. Foto bixwe baþ dide nîþandan ku cihwar bi çi hêriþeke hovane û kêmnimune di dîrokê da rû bi rû maye. Rik û kîna li dijî Kurda bi eþkerahî xuyaye. Zaten Kurdên wira beriya vê tirajêdiyê jî bi bêîmkaniyên jiyanê re di hale þer de bûne. Lê herêma Þengalê di van çend salên derbasbûyî de weke herêma herî bi asayêþ dihat xuyanîkirin. Terorîstan ji bo þêwandina vê rewþ û çendîn armancên din yên nemirovane vê carê berê xwe dan Þengala kevnar. Ew kîbûn: TÎB, TÎT, MÎT, JITM, Pasdarên Îranê, êstixbarata Sûriyê, Beesîyên faþîst, Elqaêde, Ensar Elsûne û hwd… bi her awayî herkes bû, karê xwe kirin û ji bo berjewendiyên xwe armancên wan jî xuyane. Ev ne tevkujîya dawiyê ye û ewê bixebitin ku ber bi Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Dihûkê jî bên. Ji wan re ol û mirov ne pirsgirêkin, lê ya mezin ji bo wan erd û coxrafiyaye ku ji can û malê mirovan girîngtir e.
Kurdên bi ola xwe Êzidî di dirêjahiya
jiyana xwe ya çend hezar salî de tenê karîne li hemberî fermanên reþ
xwe biparêzin. Tevkujî di jiyana wan de ji çar alaiyan ve hatiye, lê
heya roja îro jî ew mîna Kurd mane û hemû taybetmendiyên xwe yên
netewî parastine. Lê divê em Kurd tev( Sûnî, Elewî, Êzidî û heta
Kurdên kafir û bêdîn jî!!) ji bîra xwe neben ku tevkujî bi armanca ji
holêrakirina me ya yekcarî hatine kirin. Berxwedana li hemberî van armacên
qirêj jî bûye sedem ku em di gelek waran de ji kerwanê pêþdeçûna
netewên cîhanê paþde bimînin. Di cîhana zanistê de em xwedî rolê
herî biçûk jî nebûne, me tenê ji aliyê êtinîkî ve xwe parastiye û
bes. Ger îro jî em di ware çandî de hejarin û sed tiþtên xerab( weke
kuþtina jin û keçan, xwedî derneketina ji ziman û hunera xwe û hwd…)
di nava me de diqewimin, tev bi vê meselê re peywendîdarin. Hemû netewe bûn xwedî al û
dewletên serbixwe, lê Kurd mîna “mezintirên netewa bêdewlet”
di cîhanê de hê jî ne bûne yek û ne jî dewleteke wan ya serbixwe
heye. Gelo sedem çiye? çima? Aya em hê ne xwedî armanceke netewî
ne? patiyên me her yek li pey armancekê ye: hinek otonomîxwazin, hinek jî
serxwebûn û sîstema federal û hinek jî daxwaza mafên ziman û çandî
dikin. Lê pirs eve ku: armanceke netewî çawa dikare di manîfestoya wan
de cih bigire? çima hevgirtinek di navbera hêzên Kurda yên siyasî da
çênabe? Ger carê îmakana karekî wiha li her çar perçan nebe, lê gelo
di mercên wiha nazik de ma tiþtekî wiha li rojhilat û rojavayê
Kurdistanê jî mumkin nîne?!! Mesela ez bawerim ku ger ji bo bidestxitina
mafên milî û armanceke netewî îro PDK.Iran, Komele û PJAK bihevre
nebin yek, karekî bêwateye. Herwiha li rojavayê Kurdistanê jî gereke pêngav
jib o xebateke wiha bên avêtin. Partiyên mezin di Kurdistanê de dikarin karekî wiha
bikin, lê mixabin em hertim dereng bi þaþiyên xwe dihesin. Çaxê ku êdî
roja derfetên dîrokî li me ava dibe. Tirseke mezin heye ku senariyoyên
sedsala 19an careke din dubare bibin. Tirk, Ingilîs, welatên Ewropî û
Emirîka hingî jî gelek çalak bûn. Niha jî di nava welatên herêmê de
Tirkiyê bi sed þêweyan dixebite ku xwetekên xwe yên jib o bidestxistina
“wilayeta Mûsil” bidin cî bi cî kirin. Birastî êdî ew dem û çax hatine ku em ji bo armanceke netewî û pîroz yekîtiyekê di navbera hêzên xwe yên siyasî de bibînin. Bila gelê civakê yê sivîl, kesayetiyên Kurd û siyasetmedarên serbixwe, rewþenbîr, hunermend û di serî de jî masmediya Kurdî ji bo vê armancê bixebitin û zextê li ser hêz û rêxistinên siyasî zêde bikin. Ger em hinek nelebitin tevkujiyên Þengal û Hewlêrê lêlê ne, lolo jî yê bên hevalno!!.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org