Bajarê Bêmiradan: Helepçe

 

 Kakþar Oremar

 

 

Adar ger ji gelên din re meha xweþî û þahiyê be, ji Kurdan re jî meha þoreþ, serhildan û tevkujiyane. Dagirkerên Kurdistana mezin li hemberî daxwazên aþtiyane kultûra ferman û “genocid”a ji xwe re kirine karên sereke. Adar meha þehdeta Pêþewa Qazî, tevkujiya Qamîþlo, Helebçe û gelek rûdanên din yên xweþ e. Lê Kurd di vê mehê bi hatina Newrozê re xemên xwe ji bîr diken û dîsa jî dijberiya xwe ya li dijî dagirkeran eþkeratir dikin.

Helpçe bajarê helbestvan, siyasetmedar, rewþenbîr û xanedanên navdar, muzayîka eþîretên Caf, Tawegozî, Hewramî, Ebabeyilî û Þemîranî ye. Bajarê 70hezar kesî ji kevin heya niha ji ber cihê xwe yê coxrafî û jeopolîtîk di dîroka Kurdistanê da xwedî hinek taybetmendiyên cûdaye. Wesman paþayê Caf serdemekê hakimê bajar û piþtî mirina wî jî Adile xanima Caf hakima bajar bûye. Helbestvan û siyasetmedarên mîna: Ehmed Mûxtar, Fayêq Bêkes, Tahirbegê Caf, Goran ji wirin û îro jî nivîskar û rewþenbîrên weke Hekîm Mela Salih, Homayun Sahêb û çendîn eksên din rewþenbîrên navdar û naskirî ne.

Li gor hinek jêderên dîrokî bajar di sala 1750ê zayînî da hatiye duristkirin. Helpeçe ku dikeve 76 mk bajarê Silêmaniyê û li ser sinorê baþûr û rojhelatê Kurdistanê ye, ji serdema Osmanî û Sefewîyan heya parvekirina her çar parên Kurdistanê, car bi car ketiye ber agirê hevrikî û þerê di navbera du hêzên dijber da jî. Ji ber wê heya roja îro jî gelê herêmê bi giþtî li hemberî êqtdara dewletên dagîrker hertim xwedî riheke dijberî û serhildanê bûne.

Sala 1988an anku di dawiyê ya þerê di navbera her du dewletên dagîrkerên Kurdistanê(Îran û Îraq)ê da Helpçe vê carê rastî mezintirîn tevkujiya sedsalê di rojhelata navîn da hat.

Roj çarþemebe 16ê Adara sala 1988an, saet yazdêhê berê sibê bû. Wê rojê dema ku hevwilatî weke hercarê mijûlî kar û jiyana xwe ya rojane bûn, heþt firokên ji cûrê Mirage bi bombeyên Napalm û Rocketan bêdengiya bajarê Helbçê þikandin. Baasîyên xwînrêj saet duyê nîvro careke din jî bi bombên Napalm bajar bombarankirin, lê tirajêdiya herî mezin wê rojê demjimêr 14.30ê nîvro qewimî çaxê ku yekemîn bomba kîmiyayî jehir û bêhna mirinê bi ser rûniþtvanên bajar da barand. Firokên Baasiyan piþtre bo cara çarê û pêncê dîsa jî bombarana kîmyayî berdewam kirin û jiyanê cihê xwe da mirinê….

Hemû manîfestoya mirovheziya Sedamê dîktator û Baasiyên cinayetkar wê rojê di çend deqeyan da rûçikê xwe yê gemar û dîrokî nîþanî raya giþtiya cîhanê da. Di çend deqeyan da zêdetir ji pênc hezar gul çirmisîn. Laþê genc, zarok, pîr, jin, mêr û hezaran sewalên bêtawan di kûçe û kulanên bajar da careke din dîmenên komelkûjiya Hîroþîma û Nakazakî li ber çavan zindî kirin. Li hemberî vê cinayeta dîrokî û genocidê tikes: ne cîranên Kurda, ne rêxistina neteweyên yekbûyî(UN) û ne jî welatên sosyalîst bi hawara Kurdan hatin û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî-aborî heta wijdan û helwesta xwe ya miroheziyê jî wenda kirin.

Ji sala 1988an heya îro û ji 1991an û pêda ku pareke mezin ji axa baþûrê Kurdistanê di bin desthilatdariya partiyên Kurdî da ye, hê jî di warê avedanî û projên xizmetgûzariyê da bajarê Helepçê weke gundekî mezin tê ber çavan. Gelek ji rûniþtvanên bajar hê jî ji birîn û nexweþiyên bombên kîmyayî bêdar û derman dinalin!!. Mixabin wêraniyên bajar jî weke serdema Baasîyên hov ji nûve nehatine duristkirin. Baasiyan goristana bajar avedan kirin lê desthilatdarên hikûmeta navendiya Îraqê û baþûrê Kurdistanê hê jî nekarîne bi pilan û projên xwe êþ û elemên sala 1988an her hindik jî be li ber dilê wan sivik biken.

Hemwilatiyên me li Helepçe û gundên herêmê hê jî li benda wê rojê ne ku dewleta navediya Îraqê ji ber genocida 16ê Adara sala 1988an dawa lêborînê li gelê Kurd bike û partî û rêxistinên siyasî jî dûr jî hevrikî û berejemweniyên teskên siyasî, xizmeteke mezintir û berçavtir pêþkêþî gel biken.

Werin em Helepçê sembola zor û zulima enfalçiyên dîroka welatê xwe ji bîr neken.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org