|
„Behmen
Qubadî“ an jî „Yilmaz Guneyê“ sedsala me
Kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Temaþavan
heya dawiyê bi meraqeke mezin li filmên wan dinêrin, çimkî hertim ji bo
qedera lîstikvanan xemgînin ku mumkine tiþtek bi serê wan bê. Di hunera
sînemayê da filmên baþ ewin yên ku nahêlin temaþavan heya dawiya filmê
li cihê xwe bilivin. Her salê 5-6 hezar film li cîhanê tên çêkirin lê
di nava tevaya wan da tenê çend film hene ku þansê belavbûnê di hemû
cîhanê da bi dest dixin an jî di festîvalên hunerî da tên xelat
kirin.
Di
van salên dawiyê da geþbûna masmediya Kurda li gor rewþa me ya civakî-siyasî
pir pêþda çûye. Bi xêra ked û xebata hinek partî, kes û saziyan, navê
Kurd û Kurdistanê êdî ji raya giþtî re naskiriye. Ji aliyê din
jî bi tevaya pêþkeftinên teknolojiyê re ger em bi hurbînî li cîhana
medyayê binêrin tê kifþê ku êdî esmanê Kurdsiatnê jî hatiye
dagirkirin!!. Yanî welatên Ewropa, Emirîka û hinek welatên Rojhilata
Navîn þev û rojan dixebitin ku ziman û taybetmendiyên Kurda yên netewî
hell biken.
 |
Behmen
Qubadî
rejîsorekî navdare ku ji nava çîna hejar û feqîrên Kurdistanê
bi derziyê dest bi kolandina binêþeya dîwarên xaniyekê kir ku piþtre
nav û nîþanên mala wî li hemû cîhanê belav bûn. Wî li her
dera cîhanê bi Kurdbûna xwe îftixar û di hemû berhemên wî da
derd û êþên bindestiya netewa Kurd jî xuyane. Yilmaz Guney
di rewþekê da dest bi çêkirina fima (Rê/Yol) kir ku di
girtîgehên artêþa Tirkiyê da dest û çavên wî girêdayî bûn.
Tiþtekî ecayêb ewe ku piþtî çend salan hunermend Behmen Qubadî
bi berhemên xwe bîr û ramanên Yilmaz Guney radixe ber çavên me.
Her du Kurd û ji zarokatiyê tama derdê bindestiya Kurda di jiyana
xwe da kiþandine. Dema ku mezin dibin etmosfêrê civakî-siyasî yê
li Kurdistanê baþ analîz dikin. Ji ber wê jî nav û nîþanê karê
ku pêwîste ji bo þiyarkirina civakê biken baþ dizanin. Ew
mîna doxtorên bispor tiliya xwe datînin ser kula kêmgirtî û birîndar
ku divê bê dermankirin. Dermankirina birîneke wiha jî elbete ji
dagirkerên Kurdistanê re ziyaneke mezine. Ji ber wê jî Y. Guney
gelek caran ket ber bayê xezeba Tirkên þovînîst. Lê wî qet dest
ji ramanên xwe yên mirovheziyê bernedan. |

|
Berî
çend mehan xeberekî wiha di nava raya giþtî ya cîhanê da belav bû:“
Rejîsorê Kurd Behmen Qubadî ji bo filma xwe ya nû(Nîwey Mang) xelata
Sedefa Zêrîn li festîvala San Sibastiyan stand.“
Belê
her carê xelatek: rojekê xelata Kann ji bo filma „demek ji bo
serxweþiya hespa“, roja din ji bo „Kusel jî difirin“ û
rojekê jî mîdala Sedefa Zêrîn ji bo (Nîwey Mang) li festîvala
San Sibastiyan ya Ispaniya ji Behmen Qubadî re tên pêþkêþ kirin.
Dema
ku li salên 1980an da Y. Guney xelata zêrîna Kann li welatê Firansayê
stand, ji hemû mirovên demokrasîxwaz û bi taybetî jî ji Kurdan re
serkeftineke mezin bû. Bi vê re ew banga fetisandî di qirka Kurda da
derket derve. Y. Guney bi zimanekî pir vekirî û eþkera nihînî an jî
sirr û razên veþartî di sîstema Kemalîsmê da li Tirkiye û Kurdistanê
beyan kiribûn. Piþtî çend salan dema ku min demek ji bo serxweþiya
hespa dît, ew evîn û dilþewatiya Y. Guney ya ji bo çareserkirina
pirsgirêkên Kurda di vê xebata B. Qubadî da careke din hat ber çavên
min.
 |
 |
Wekheviyeke
mezin di ramanên wan da xuyaye. Her du jî li ser rewþa jiyana Kurda
ya îro disekinin. Bi wateriyek din: beriya her tiþtekî kêmasiyên
li ber çava di filmên wan da tên dîtin. Dîmenên rastîn ku
herkesî þuk diken. Filmên
wiha li gor min jî qîmeteke zêdetir ji Kurdan re hene. B. Qubadî
baþ dizane ku çawa bala temaþavanan bikiþîne. Ji ber wê jî di
gehiþtina bi armancên xwe de ew derhênerekî serkeftîye. Ew her du
jî stem û bêdadiyên sîstemên serdest radixin ber çava û bi
zimanekî pir sade ya dilê xwe ji mirova re eþkere dikin. Ji raman
û îdeyên Y. Guney û B. Qubadî baþ tê kifþê ku Kurd û
Kurdbûn jî ji wan re girîng e. |
|
B.
Qûbadî di nava cîhana dîplomasî, di nava cultura agir û hêriþa
neyarên gelê xwe hertim dixwaze li ser piyên xwe bisekine, bi zimanê
xwe yê zikmakî biaxive û Kurd bimîne. Hem Yilmaz û hem jî Behmen
di afirandinên xwe da profesyonel û baþ dizanin ku çawa di cihana
komînîkasyonê da bi zindî neyên binaxkirin. Qubadî bi evîneke
wiha di nava hemû keç û xortên cîhanê da karî çar filmên xwe
bike cîhanî û xelatên cûr bi cûr jî bistîne. Hêlîna
tevaya van bîr û ramanên wî yên xweþik Kurdistan e.
Li
ba her du rejîsorên Kurd zarok û jin xwedî cihekî taybetî ne ku
di civaka Kurdan da zêdetirîn zulim li wan tê kirin. Kuletiya jinê
di filmên Behmen û Guney da pir eyane. Elbete ji ber gûherandinên
rewþa cîhanê þansê B. Qubadî ji yê Y. Guney zêdetire. Ew di
filma xwe ya dawiyê da rastiyek baþ tesbît kiriye: Kurd hem bi fizîkî
û hem jî bi rêya medyayê ketine ber hêriþa dagirkerên Kurdistanê.
Bi taybetî jî rejîma Tirkiyê bi hemû þêweyan dixebite ku hemû
taybetmendiyên çandî û netewî yên Kurda bi yekcarî ji holê
rabibin.
Evîna
Qubadî û Guney armancên Kurdan yên çend hezar salan e. |

|
|