Li Îranê Binpêkirina Mafê Mirovan berdewame...

 

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

Roja çarþemê 26ê Mijdarê (26.11.2008) 10 kes li zindana Êvîn ya Tehranê hatin îdam kirin. Ji wan 9 kes mêr û yek jî jina binavê Fatime Heqîqet Pejuh e. Piþtî 7 salan kar û xebata hemû rêxistinên mafê mirovan li hundir û dervey Îranê ji bo îbtalkirina hukimê îdama wê bêencam man. Xala herî balkêþ ewe ku Fatime Heqîqet Pejuh dursit rojekê piþtî roja cîhaniya xebata li dijî þideta li ser jinê çêbû.!!

Îro li gor hinek agahiyan xebera îdama Ferzad Kemanger (mamosta û çalakvanê rêxistina mafê mirovan li Kurdistanê) jî belav bû, lê wekîlê wî da diyarkirin ku F. Kemanger nehatiye îdamkirin û ew îro pêre axivîye. Bihîstina xeberekî wiha bibû sedem ku Kurdên Kamyaran li dijî hêzên asyaþ û pasdarên dewletê dest bi êitiraz û meþê biken û ev bû sedema þerê di navbera gel û hêzên îtlaata Îranê de.

Komara îslamî ji sala 1979an heya niha hezaran kes îdam, tîrbaran û ricm(kevirbaran) kirine. Piþtî Çînê Îran di cîhanê da welatê duyemîne ku heya niha zêdetirîn kes îdam kirine. Di îdamkirina zarokan da jî Îran li cîhanê di rutbeya yekemîn de cih digire. Heya berî demekê îdam bi piranî li dervey zindanê an jî di qadên nava bajar da dihatin birêvebirin, lê piþtî bilindbûna dengê dijberî û êitiraza rêxistinên mafê mirovan, çend mehe ku hemû tawanbar(sûçdar û bêsûç) bi awayekî nihînî di girtîgehan da tên îdam kirin. Xala ecêb jî ewe ku laþê girtiyên siyasî naden malbatên wan. Ew wek “dijberên þoreþ û komara îslamî” tên binavkirin û piþtî îdamê jî li goristana bi navê “ Leinet Abad”(1) tên veþartin. Ev di rewþekê da ye ku rayedarên dewletê hemû protokolên piþtgîriya ji mafên mirovan îmza û pejirandine.

Ji çaxê hatina Ehmedînejad hejmara îdaman li Îranê 300% zêdetir bûye. Li gor hinek jêderên cihê baweriyê li Îranê ji her 1000 kesan 200 kes di girtîgehê dane. Meleyên Îranî dibêjin ku:” bi zêde girtin û îdamkirina kesan em dikarin pêþberî cinayet û tawanên ku li welat çêdibin, bigirin(!!)” lê heya niha siyaseteke wiha biser neketiye.

Partî û rêxistinên siyasî-civakî û çalakvanên mafên mirovan yên li dijî hukumeta Îranê didin xuyanîkirin ku kesên tên îdamkirin endamên partî û hereketên siyasî û dijberên zagûnên komara îslamî ne. Rêxistinên mafê mirovan pir dixebitin ku li Îranê azadiyên siyasî-civakî û olî zêdetir bên dayîn û zagûnên qezayî û cezayî bên gûherandin. Lê mele û qazîyên koma îslamî pejirandina karekî wiha li dijî zagûnên îslam û Quranê binav dikin. Yanî ew bi ti awayî naxwazin reform di zagûnên dewletê yên qezayî-cezayî de çêbibin. Ev bîr û ramanên paþvero û sinordarkirina azadiyên siyasî bûne sedem ku rewþa Îran di hemû hêlan da ji salên berê xerabitir bibe.

Rewþa Kurda Ya Îro li Îranê

Di coxrafiya Îranê de gelek êtnîkên weke: Fars, Azerî, Kurd, Ereb, Gîlek, Belûç, Turkmen û hwd dijîn. Di nava wan de Kurdên rojhelatê Kurdistanê di warê siyasî da herî zêde li dijî sîstema serdest kar û çalakiyan birêve dibin. PJAK di nava partiyên sîyasî da ji tevan aktîvtire. Bi taybetî di salên 2006 û 2007an da þer û çalakiyên çekdarî ku ji hêla gerîlayên PJAKê ve dihatin meþandin, bala raya giþtî ya cîhanê bêtir ji niha kiþandibû ser rewþa Kurda ya siyasî.

Elbete hevgirtina partiyên sîyasî li rojhelatê Kurdistanê û istratêjiyeke hevpar dikarîbû qedera Kurdên vê para Kurdistanê pir bigûherîne, lê mixabin berevajî vê hêvîyê KDP.Îran, Komele û PAKê demeke ku heryek bûne çend let û par. Mixabin ew tenê li ser tiþtekî nafikirin ku ew jî yekîtî û hevgirtine!!

Ev rewþ bûye sedem ku dewleta Îranê li rojhelatê Kurdistanê zexta herî zêde bikar bîne. Bi awayekî ku li Îranê herî zêde çalakvanên Kurd yên siyasî-sivîl tên girtin, þikence û îdamkirin. Bêgoman ger partiyên Kurda yekîtiya wan hebûna, ev rewþ jî li Kurdistanê nediafirî.

 

Kirîza aborî li cîhanê û rewþa Îranê

Di çaxekî da ku li Amerîka û hinek deverên din yên cîhanê kirîza ekonomî destpêkiribû, ji hêla din jî Amerîka mijûlî hilbijartinên serokkomariyê bû, Îranê ji vê derfetê bi awayekî sirrî û veþartî mifa stand û careke din dest bi projên xwe yên hilbirîna Uraniumê kir. Ev kar berevajî wan zagûnan bû yên ku rayedarên Îranê bi konvansiyon navnetewî re îmzakiribûn. Berî çend rojan Xûlamriza Aqazade serokê inirjîya atomî li Îranê da diyarkirin ku:” Niha pênchezar Santirîfiyoj di teisîsatên hilbirîna Uranium li bajarê Netenz dixebitin...”

Tevî ku hemû welatên rojava li dijî karekî wihane, lê Aqazade jî daxwazeke wiha red dike.

 

Ji aylyekî din jî bi kirîza ekonomî ra rewþa Îranê ya aborî jî ji berê tevlîhevtir bûye. Bi ketina qîmeta petrolê budceya welat kêm, rexne û dijberiyên ji aliyê balê reformxwazan ve jî zêde bûne. Niha ji xeynî Mihemed Riza Xatemî kesên weke Refsencanî jî siyaseta Ehemedînejad ya di van çend salên derbasbûyî da bi giranî rexne dikin. Ekonomîst û siyasetmedarên din jî bi nivîsîna nameyan xebata Ehmedînejad ya di warê aborî, civakî û siyasî da rexne dikin. Lê rêberê olî yê sîstemê li piþta serokkomarê nihaye.

Bi ketina qîmeta petrolê gelek projên aborî sekinîne, bêkarî û giranî du faktorên sereke û bingehînin ku desthilatdariya sîstema meleyan xistiye tehlukê. Serkêþên sîstemê: Ayetulah Xaminêyî û Ehmedînejad demeke ku bi eþkerahî di gotar û hevpeyvînên xwe da dest bi tehdîda dijberên xwe dikin. Ji bona wê jî zext û þideta li dijî her cûre livbaziyên siyasî zêde û zêdetir bûne. Xaminêyî rêberê olî yê Îranê ku di cîhanê de weke dijiminê derce yek yê azadiya beyan û ragehandina azad hatiye naskirin berî demekê ji berpirs û organên dewletê yên peywendîdar xwest ku dîsa þûra sansurê li ser serê rojnameyên serbixwe û dijberên dewletê bêxin gerê. Li pey vê fermanê li hemû Îran û bi taybetî jî li rojhelatê Kurdistanê bi dehan rewþenbîr û çalakvanên mafê mirovan hatine girtin û zindanîkirin. Êdî nivîskar, hunermend, rewþenbîr, rojnamevan û ajansên ragehandinê yên bêalî û serbixwe hissa emniyetê naken(xwe rihet hiss naken). Ew tên girtin û tehdîd kirin. Bi awayekî ku heya niha çendîn çalakvanên mafê mirovan, karîkaturîst, nivîskar, serokên sendîkayên karkeran û rojnamevanên weke: Yasir Gulî, Mihemed Sedîq Kebudvend(serokê rêxistina mafê mirova li Kurdistanê), Yusif Ezîzî Benîteref, Mesud Kurdpor, Þehnaz Xûlamî, Mihemed Hesen Felahiyezade, Ebdulriza Recebîf, Xedîce Muqedem, Elî Ekber Xusroþahî, Zeyneb Pêxemberzadeh, Efþîn Þems û bi dehan xwîndevanên zanistgehên Urmiye, Têhran, Isfehan, Tebrêz, Erdebîl, Sine, Kirmaþan, Xoy, Meþhed, Seqiz û Zahidanê hatine girtin, þikence kirin û ji hinekan re jî hukimê îdamê haytiye dayîn.

 

Duristkirina bombeyên Etomî!

Li gor hinek jêderên biyanî Îran êdî dikare bombeyên etomî û Hîdrojênî jî durist bike. Karekî wiha dikare hemû pîvanên êqtidarê li rojhilata navîn û cîhanê biguherîne. Çimkî Îran li dijî hebûna dewleta Îsraîl û piþtîvana herî mezina hêzên terorîste li cîhanê. Lê li vira tenê bi problemekê ra rû bi rû maye ku ew jî kirîza aborîya li welate. Li Îranê ev kirîz piþtî dorpêçkirina navnetewî ya li dijî siyaseta hilbirîna hêza etomî çêbûye. Di sê salên derbasbûy da dewletê ji firotina petrolê nêzî dused milyard dolar bidest xistin, lê piþtî vê kirîza dawiyê tenê bîst û pênc milyard dolar di xezana dewletê da mane. Bi vê sedemê re ye ku pirsgirêkên gelek dijwartir li pêþberî komara îslamî û dewleta Ehmedînejad hene.

Li viraye ku mirov dikare bêje sedema herî girîng ya zext û zorên li dijî gelên Îranê û bi taybetî jî li dijî gelê Kurd bi vê rewþa heyî ve girêdayî ye. Roj bi roj dengê dijberiyê li dijî dewleta Ehmedînejad bilindtir dibe. Ew xwe wek mîrasdar û niwênerekî sîstema îslamî dihesibîne. Ji bona wê jî ji bo parastin û mayîna sîstema komara îslamî ewê hemû rêyên þidetê bikar bînin.

Bi nêrîna heya ev rejîma totalîter û paþvero li ser kar be li Îranê jî binpêkirina mafê mirovan bi hemû awayên xwe yê berdewam be.

26.11.2008 Almaniya

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org